01 december 2015

Hukûmet naxwaze qatilê Tahir Elçî derxe


Pêşniyara  HDPê ya ji bo lêkolîna li ser kuştina Tahir Elçî  îro di meclîsê da ji alî parlamenterên AKPê û MHPê ve hate redkirin...
Ji bo ku komîsyonek were çêrikirin û li ser kuştina Tahir Elçî lêkolînek were kirin, HDPê pêşniyarek da meclîsê.
Lê pêşniyara HDPê ji alî parlamenterên AKPê û MHPê ve hate redkirin.
Helbet ewê red bikin.
Ma qey dîn bûne polîsên xwe bigrin û ceza bikin.
Di vîdeoya bûyerê da jî meriv dibîne du polîs berra alîyê Tahir Elçî didin. Yek dû ra şeşderba xwe diguhere.
Him li gorî vîdeoyê û him jî li gorî şahidiya kesên li wir Tahir Elçî sedî sed bi guleya polîs hat kuştin. Û him jî bi zanetî kuştin.
Berê plan çêkiribûn û biryara kuştina wî girtibûn. Û li wir teşxeleyek derxistin û kuştin.
Belkî ew herdu ”YDG-H”liyên du polîs kuştin û di wir ra reviyan ew jî ajanên dewletê ne. Yanî ew jî mimkûn e…
Erdogan, Davutoglu, wezîrê karûbarê hundur , Mehdî Eker, Ensarîoglu, Mîroglu û gelek parlamenterên din jî baş dizanin polîs Tahîr Elçî kuşt.
Lê ji ber ku ûjdan, exlaq, diristî bi kesî ra nemaye, lema hemû jî ya meselê şêlû dikin ya jî dixin hustuyê PKKê.
Lê yek jî baweriya xwe, qenaeta xwe ya jê bawer dike nabêje…
Bi baweriya min kî bibêje qatilê Tahir Elçî ne polîs e PKK ye ew dost û dilxwazê dewletê û Erdogan e.
Dijatiya PKKê nayê maneya merivê her bêbextiyê lê bike û qetla dewletê kiriye têxe hustiyê PKKê.
Mesela kuştina du polîsan jî çiqasî rast e, çiqasî derew e ez nizanim.
Gelo ew herdu polîs bi rastî hatin kuştin?
Kesî merasima cenazeyê wan dît, kes navê wan dizane?
Ji ber ku ev dewleta bêşeref û bêbext dikane her derewê bike. Ji bo ku qatilê Tahir Elçî veşêre bibêje du polîsên me jî hatin kuştin.
Lê ev dewlet dikane du polîsên xwe jî bide kuştin. Vê dewleta namerd heta nuha bi sedan merivên xwe kuştine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE