07 december 2015

Ji bin silqan tirp derket !


Etêr li gundan silq difrot. Li gundekî ew û gundeyekî ketin gewriya hev. Gundî û zarokên xwe bi silqan bi serê etêr ket. 
Bû qareqar û hawarhawara etêr, got ez mirim. 
Yên dorê gotin ,mal neket, herewere çend pel silq li serê te ketin, ma meriv bi pelê silqê qet diêşe…
Etêr got, hawara min ne ji ber silqê ye, di bin silqan da tirp hene, ez ditirsim silq biqedin û terp derkevin piyasê û îcar bi tirpaan bi serê min kevin.
Hêdî hêdî ji binê hevkariya birêz Mesûd Barzanî(PDKê)û dewleta tirk jî TIRP derkeve.
Mesele ji 40-50 leşkerên ji bo perwerdeya pêşmergeyan û hinek ”kelûpel” !, derket hêzeke bi hezaran leşker ya ji bo îşxala herêma Musilê.
Medeya tirk îro hin îdîayên ecêb avêtin ortê, rast dewre hîn ne diyar e. Lê pir hindik bingeheke van îdîeyan heye.
Ji xwe ji berê da ye çavê tirkan di Mûsilê da ye, dibêjin Mûsil di nava sînorên ”Mîsaqî Millî” da ye û dibê rojkê em paşda bigrin.
Di vê xebera tirkî da tê gotin Tirkyê li Başîka wargehek ji bo 30 hezar leşker ava kiriye. Nuha 8 hezar leşker û 149 wasiteyên zirxî li wir bicî bûne.
Dewleta tirk li Başikê merkezeke operasyonan ava kiriye.
Diyar bû ku barê etêr ne silq tenê ye, di binê silqan da TIRP hene…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE