25 december 2015

Ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e

Hin kes wisa bawer dikin ku hukûmeta AKPê dijminê PKKê û dostê PDKê ye....
Ev hesabekî sedîsed şaş e.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk li dijî hemû partiyên kurd e, heger ji destê wan were dixwazin hemû partiyên kurdan ji ortê rakin.
Lê mesele bi dor e, îro dibê PKKê ji ber xwe da bixînin. Ji ber ku PKK ji bo xwe wek strî dibînin.
Lema jî dixwazin berê ji vî strîyî xelas bibin.
Gava PKK nema, îcar ewê dor were PDKê û hêzên din. Hêdî hêdî, yek bi yek.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk naxwaze Kurdistaneke serbixwe li tu derê çê bibe.
Ji bo ku li tu derê Kurdistan çênebe hukûmeta AKPê her tiştî dike.
Piştgiriyê dide Daîşê, El Nusrayê û her hêza li dijî kurd û Kurdistanê.
Nahêle dinya alîkariya kurdan bike.
Dibêje gerek Îraq û Sûriye perçe nebin.
Dema ev jî têr nake ew bi xwe, bi leşkerên xwe sînoran derbas dike û li Kurdistana başûr û rojava herêmên nuh îşxal dike.
Yanî ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e û gava roja wê were ewê li hemberî PDKê jî eynî şerî bike û heger ji dest were nehêle Kurdistan çê bibe.
Heta nuha kurdan çiqasî bi tirkan bawer kirine tim û tim li zirarê derketine.
PDK jî nuha ewê ji vê poşmaniyê tahm bike û careke din bibîne ku tirk nabin dost, ew li dû xerabiya kurdan û berjewendiyên xwe.
Çara û riya xelasiyê û çêbûna Kurdistanê ne dostiya bi Tirkiyê û Îranê ra ye, yekîtiya netewî ye.
Heger PDK, PKK, YNK, Goran û PYD di serî da hêzên kurd yekîtiya xwe çêkin û bi vê yekîtiyê derkevin hemberî dinyayê ewê bikanibin li Îraqê û Sûriyê azadiya xwe, dewleta xwe bi dest xin. Ya na, bi vê perçebûnê ne ew yek bi yek dikanin tiştekî bikin û ne jî kes wan digre cidiyê…

XXX
Cemîl Bayik gotiye, ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe…”
Viya tiştekî nuh e.
Wîetnamiyan ji bo ku leşkerên emerîkî ji Wîetnamê derxin û serxwebûna xwe îlan bikin şerekî milî dididan, ne ji bo ”xweseriya demokratîk”!
Îcar ji bo ku meriv bibêje ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe”, berî her tiştî dibê PKK dev ji siyaseta ”tirkiyetiyê” berde û dû ra jî termînolojiya xwe, daxwaz û hedefên xwe yên siyasî biguherîne.
Yanî eşkere bibêje em dixwazin ji Tirkiyê veqetin, em dixwazin leşker û hêzên tirk ji Kurdistanê derxin.
Heta ev yek neyê gotin, hemû peyv û slogan laf û guzaf in…

XXX


Di medyaya civakî da li ser navê însanan, li ser navê vî serokî û wî serokî derew, tazwîrat li bin guhê hev dikevin.
Yên viya dikin ne tenê tirk û dijmin in, kurd jî dikin, kurdên hevalê partiyekê li dijî partiyeke din, li dijî siyasetmedar û serokekî din derewan belav dikin.
Ev tiştekî pir ne xweş e, şerm e.
Bêexlaqiya herî mezin li ser navê xelkê belavkirina derewan e, însan piçekî ji xwe fedî bike li ser navê xelkê xeberên vir belav nake...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE