13 december 2015

Kurd xerabiyên neyarên xwe zû ji bîr dikin

Gava dewlet ne ya meriv ya dijminê meriv be, ewê bajarê meriv bi hovane wiha bombebaran bike.
Heger xendek ne li Diyarbekrê, li hin taxên Konyayê ya jî Trabzonê bûna, ma dewletê dîsa tax wiha wêran bikira, ewê Konya û Trabzon bi helîkopteran bombebaran bikra?
Bêguman ewê nekira. Ji ber ku em kurd in lema jî dewleta tirk bi kîn û nefreteke mezin, bi neyartiyeke dûrî aqilan bajarê me yê herî dîrokî jî bombebaran dike…
Ez ji we ra bibêjim, heta ku em wiha bindest û bêdewlet bin, halê me ewê tim ev hal be…

XXX
Kekê Perwîz Cîhanî çarînek ji şairekî azerî Eizemê Şêrvanî weşandiye û gotiye, ”dibêjin di eslê xwe da kurd e.”
Bi hezaran kurd bûne nivîskar, dîroknas û şairên tirkan, ecem û ereban. Wa ye hinek bûne yên azeriyan jî.
Lê heta nuha min nedîtiye tirkek, erbek, ecemek û azeriyek bûbe nivîskar û şairekî kurd.
Ez dibêjim di heyvanê me kurdan da tiştekî kêm heye. Çimkî em zû dev ji qewmiyeta xwe berdidin.

XXX
Ez nizanim çima, kurd zû xerabiyên neyarên xwe ji bîr dikin û zû dibin dost û hevalên neyarên xwe.
Lê hevûdu zû bi zû efû nakin, dijminatiya wan ya bi hev ra ebedî ye, sed û yek sal jî di ser ra derbas bibe dîsa jî li dû heyfa xwe ne.
Dijmin welatê wî jê stendiye pê ra dijminatiyê nake, bi silaveke dijmin ya sexte bawer dike, tavilê pê ra dibe dost, lê kurdê carekê jê ra gotineke tahl gotiye ebeden efû nake, dikuje.
Û viya jî wek mêraniyê dizane...

XXX
Êşa herî mezin meriv li hemberî teror û wahşeta dewleteke îşxalkar û şaşiyekê, micadeleyeke şaş bêçare be, bêyî leqleqa vala û nivîsîna çend rêzan nikanibe qet tiştekî bike…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE