03 december 2015

Pûtîn ewê vê tirê ji Erdogan ra nehêle !


Di krîza Tirkiyê û Rûsyayê da Pûtîn şûr ji kalan kişand, gef li Tirkiyê xwar û got, ” Ewê Tirkiyê efû neke, Tirkiye ewê bedelê vê kirina xwe bide.”
Ji axaftina Pûtîn ya îro çend nuxteyên muhîm:
”Tedbîrên me ewê bi aboriyê tenê ne sînorkirî bin. Kesên wiha difikirin xelet in.
Piştî sûcên eskerî û kuştina mirovên me heger difikirin ku ewê bi firingiyan ya jî bi hin astengiyên sektora înşaatê xwe xelas bikin şaş difikirin.
Li Tikriyê bi petrola diziyê kî bêrîkên xwe dadigrin û kî ji rêxistinên terorê ra mîlîtanan top dikin em dizanin.
Ji kuştina pîlotên me elîtên tirk berpirsiyar in, emê viya tu carî ji bîr nekin.
Moskawa nikane alîkariya Anqerê ya bi terorîstan ra ji nedîve were.
Rûsya plan nake li hemberî Tirkyê sîlehê li bak e.
Emê bi yasaxkirina firingiyên wan tenê qîma xwe neynin.
Tiştê bûye emê ji bîr nekin.
Me ji pişta xwe derb xwar.
Îxanet me hertim wek tiştekî meriv ji ber fedî bike dîtiye.
Hukûmeta Tirkiyê ji xistina balafira me mesul e.
Tirk, ji ber tiştên kirin ewê pir poşman bibin...”
Bi navê Xwedê ev Pûtîn egîdekî mêra ye.
Mêrik bêbextiyê û îxanetê efû nake.
Heyfa xwe ji kesî ra bahêle.
Û viya jî dibêje, venaşêre.
Qet tenezulî dîplomasiyê, filan û bîvanê nake.
Ya dilê xwe rasterast dibêje.
Ji Erdogan ra dibêje ezê viya ji te ra nehêlim…
Ji Erdogan ra vekirî dibnêje, ezê te wek pîvazê biqeşêrim, tu zêde pêşda çû.
Te dîzme derbas kir.
De hêvî dikim bi rastî jî Pûtîn fiyaqa Erdogan xera bike û destên wî li kelemçê xe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE