13 december 2015

Têkçûn û biserketin girêdayî jîrîtiya siyasetmedarên me ne

Her krîz, her tevliheviyeke siyasî di hundurê xwe da him tehdîdê û him jî fersendê îhtîwa dike.
Siyasetmedarê jîr û jêhatî aliyê tehdîd û tahlûkeyê pûç dike û yê fersendê ji bo xwe dike îmkan û qezenc.
Îro li herêma me, li welatê me krîzek siyasî  ya pir mezin û şerekî mezhebî, netewî, emperyalîst û kolonyalîst heye.
Bi îhtîmaleke pir mezin xerîteya herêmê ya heyî ewê were çirandin û yeka nuh ewê were çêkirin.
Heger di nava me kurdan bi rastî jî siyasetmedarên wek “Bismarckê” alman û “Garîbaldî”yê îtalî hebe, hebin, ewê yekîtiya kurdan çêkin û Kurdistaneke mezin ya jî biçûk ava bikin.
Û heger siyasetmedarên, jêhatî û jîr tunebin weleh ev krîza mezin jî ewê ji bo me kurdan dîsa bibe felaketeke mezin.
Bi gotineke din, ya îcar emê tam qezenc bikin ya jî emê dîsa wenda bikin.
Lê piştî vê wendakirinê, vê felaketê wek milet emê hew kanibin pişta xwe rast bikin, hew kanibin îmkanên wiha bi dest xin.
Ji ber ku îmkan û fersendên wiha her roj nayên ber nigê meriv. Her roj li Îraqê û Sûriyê şer çênabe û ereb bi vî rengî bi hev nakevin.
Yanî şert û mercan, şans û dîrokê ji bo ku em jî bibin xwedî dewlet îmkan û fersendeke zêrîn daye me kurdan. Îcar rast û xweşik bikaranîna van fersendan girêdayî qabîlîyet, hostatî û jîrîtiya siyasetmedaran e.
Heger siyasetmedarên me jî wek yên xelkê ya jî wek tê îdîakirin bi rastî wek “Bîsmarck” û “Garîbaldî” jîr bin, yekîtiya netewî di ser her tiştî ra bigrin û ji bo wê jî her fedekariyê bikin Kurdistan ewê çê bibe.
Yanî ev krîza îro li herêma me, li welatê me heye bi qasî fersendê tije rîsk û tahlûkeye jî…
Ji vê krîzê sûd girtin û wendakirin, serketin û têkçûn jî di destê serok û siyasetmedaran da ye. Di rojên pêş da kî çiqasî “Bîsmarck” û “Garîbaldî” ye emê bibînin…
Yanî ji bo helawê ard heye, rûn heye, şekir heye. Yê kêm hoste ye, heger hosteyek hebe bi xwedê helawa me hazir e û di demeke nêz da emê hemû kurd bi dilşadiyeke mezin helawa xwe bixwin…







Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE