05 december 2015

Tirk ji nuh ve Kurdistana başûr îşxal dikin


Ji bicîkirina leşkerên tirk li Başîkayê haya Bexdayê jî û Emerîkayê jî tunebûye. Mesûd Barzanî û Tirkiyê bi dizî, di nava xwe da li ser bicîkirina leşkeran ya vê hêza êşxalê li hev kirine.
Gelo haya YNKê ji vê peymana bi dizî  ku mehekê berê ji teref  Mesûd Barzanî û wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê Sînîrlîoglu ve hatiye îmzekirin heye ya na hîn nayê zanîn…
Bi bihîstina xeberê ra serokê Komisyona Ewlekariyê Hakim el-Amilî, reaksiyoneke pir mezin nîşan daye  û gotiye:
 ”Ev hêzeke îşxalê” ye. Û ji bo ku hêzên Îraqê yên hewayî li van hêzên xin ew li bende emrê serokwezîr Haydar Abadî ne”
Berpirsê hêza Pêşmerge yê herêma Başîkê Behram Erîf Yasîn do gotibû derew e, tu hêzên Tirkiyê nehatine Başîkayê, tenê ”çend kesên wan ji bo perwerdeyê li virin…”
Lê derket ortê kî derewan dike, kî rastiyê ji gelê xwe vedişêre…
Li gorî medyaya tirk dinivîse, peymana bicîkirina hêzên îşxalkar  yên tansawar li Başîkayê,  di 4ê mijdarê(4/11-15) da dema wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê Ferîdûn sînîrlioglu çûye Kurdistanê bi Mesûd Barzanî ra bi dizî îmze kiriye.
Li gorî vê peymanê Tirkiyê ji Sêrtê 900 komando û 25 tank şandine Başîkayê.
Ev jî reqema ew dibêjin, rastî dikane ji vê hejmarê pir zêdetir be. Û baweriya min jî ewê zêdetirbe.
Tirkiye bela sebeb hewqas leşkerên xwe naşîne wir, li dijî kurdan planeke Tirkyê heye, ji nuha da haziriya xwe dike û diyar e PDK jî her daxwaza Tirkiyê bi cî tîne. Min hewqas jî ji PDKê û Mesûd Barzaî bawer nedikir. Xeberê ez şok kirime.
Û heta nuha ne haya Bexdayê û ne jî ya Emerîka ji peymanê tunebûye. Mesûd Barzanî û Tirkyê di nava xwe da li hev kirine û mesele bi dizî girtine.
Ev skandal e, hevkariya bi Tirkiyê ra ye û ji nuh ve qebûlkirina îşxala Kurdistana başûr e. Yanî bi alîkariya PDKê ji nuh ve îşxala Kurdistana başûr e.
Kesê bixwaze ji bindestiyê xelas bibe û serxwebûna xwe îlan bike leşkerên dewleta tirk, ew dewleta ku welatê wî  îşxal kiriye dawetî welatê xwe nake.¨


Leşkerên tirk Kurdistana bakur kirina gola xwînê, bi dehan bajarên me wêran kirine û hûn jî bi vê dewleta îşaxlkar ra bi dizî peymanên leşkerî îmze dikin, leşkerên vê dewleta neyar dawetî welatê xwe dikin, wan dikin mamostên pêşmergeyan. Ev, ji alî exlaqî, siyasî, eskerî û starejîk ve ne rast e, nayê parstin.
Ez vê peymna şermê ya bi Tirkiyeya îşxalkar ra bi şîdet protesto dikim. Dibê her kurdê welatparêz li dijî vê îşxalê derkeve û protesto bike.

XXX
Gava mesele dibe PKK û siyaseta wê ya Tirkiyeperwer, hin kes hene eynî wek Ehmedê Xanî dipeyivin, dibin kurdperwerên herî dilşewat, antî-kolonyalîst, antî tirk.
Lê gava mijar dibe hevkariya PDKê ya bi Tirkyê ra eynî însan tavilê dev diguherin û îcar jî wek Muhsîn Kizilkaya dipeyivin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE