02 december 2015

Tirkiyê bi şantajê daxwazên xwe bi YE daye qebûlkirin



Şêwirmendê serokkomar Erdogan Prof. Burhan Kuzu, li ser krîza koçberan ya bi Yekîtiya Ewrûpayê ra gotiye:
”Yekîtiya Ewrûpayê nîhayet resta Tirkiyê fêm kir û devê kîs vekir. Me çi gotibû? Emê sînor vekin û hemû koçberên Sûriyê rêkin ser we…”
Hûn dibînin bê çi keftar in, çi pînc û çi zindîq kurê zîndîqan in !
Ji roja pêşî da ye ez dibêjim ev îş bi organîzeya hukûmetê dibe, hukûmetê bi rengekî organîze bi riya çeteyên xwe milet ji her derê top kirin û dû ra jî rêkirin Balkanan û Ewrûpayê.
Û wek Burhan Kuzu jî gotiye, dû ra jî ji YE gotin,  ya hûnê  şert û daxwazên me qebûl bikin ya jî emê bi milyonan koçber bişînin ser we.
Û Yekîtiya Ewrûpayê jî ji mecbûrî 3 milyar Euro xug û hin sozên girêdayî yekîtiya Tirkiyê da Erdogan.
Vana(tirk, ereb) pînc in, ewladê zinê ne, siyasetmedarên ewrûpî nikanin bi vanan  ra kaban bavêjin.
Vana dikanin siyasetmedarên ewrûpî paşpê li kerê kin û dû ra bera kuçe û kolanên bajarên Ewrûpayê bidin.
Çimkî şantaj û komplo karê wan e…
Gelên Ewrûpayê hîn jî fêm nekirine ku ev krîza koçberan şantajake tirkan  e.
Û mêrikan sedîsed gihîştin armanca xwe.
Him 3 milyar Euroyê xwe girtin û him jî hin sozên ji bo lezandina endametiya xwe.
Û ya din jî, Yekîtiya Ewrûpayê bi peymana bi Tirkiyê ra çêkir rejîma Erdogan ya faşîst pejirand û heta xelat kir. YE ji Erdogan ra  got tu dikanî her tiştî bikî, kurdan bikuje, terorê bimeşîne emê dengê xwe nekin. Tenê tu koçberan neşîne ser me.
XXX



Çete û tîmên Erdogan yên taybet li ser riya Dêrikê êrîşî serokê PAKê Mistefa Ozçelîk û heyeta pê ra kirin û nehîştin herin Dêrikê.
Mistefa Ozçelîk Dêrikî ye, lê çete û tîmên Erdgon û dewleta tirk bi hêzên leşkerî riya wan birîn, bi gazê êrîş birin ser serokê PAKê û hevalên wî û Mistefa Ozçelîk jî di nav da gelek kes birîndar kirin.
Hêzên îşxalkar nahêlin em herin bajarên xwe, malên xwe.
Ev ji zulmê jî wêdatir e, teror e, faşîzim e.
Dibê hemû partî û hêzên kurd li dijî vê terora vê rejîma faşîst derkevin…
Ez vê êrîşa hêzên îşxalkar rûreş dikim û ji kekê Mistefa Ozçelîk û hemû kes, nas û dostên pê ra selametiyê dixwazim.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bimre îşxala dewleta tirk !
Bimre rejîma faşîst ya AKPê !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE