31 januari 2015

Xwezî dermanê kêmaqiliyê û xiyanetê hebûya !

Benîadem tedawî û dermanê gelek nexweşiyan dîtiye, lê tenê dermanê ”îxanetê û kêmaqiliyê” nedîtiye. Xwezî dermanê îxanetê û kêmaqiliyê jî hebûya.
 
Dermanê îxanetê û kêmaqliyê ji her miletî bêtir ji kurdan ra lazim e. Ji ber ku kêmaqil û xayinên kurdan ji yên her miletî qat bi qat zêdetir û xayintir in…

Tirkiye bi Daîşê şerê xwe yê li hemberî kurdan didomîne

Ji do da ye terorîstên Daîşê, çeteyên ereb û Erdogan li Kerkûkê dîsa êrîşî ser kurdan dikin. Li gora xeberên ji herêmê tên şer berdewam e.

Ev hevîr ewê hîn gelek av hilkişîne, yanî êrîşên Daîşê û hin çeteyên din ewê dom bikin.

Dibê em kurd baş bizanibin ku ev êrîşên Daîşê bi destê Tirkiyê dibe, sedîsed bi bi emrê Erdogan ev zulm li me dibe. Erdogan ev qatil hemû topî ser hev kirin û li Şengalê û Kobanê şandin ser me, bi wan serên me dan jêkirin.

29 januari 2015

Tirkên misilman û sunî kurdekî elewî nakin serokwezîrê xwe

Heta li Tirkiyê mixalefet ev mixalefet be, kes nikane zora AKPê û Erdogan bibe.

Dixwaze bira Erdogan û dizên wî qasa dewletê reqûrût bikin û hemû malên dewletê li ser xwe tapû bikin.

Qet ferq nake.

Bi propagandeya Erdogan diz e Erdogan ji ser hukum da nakeve.
Ji ber ku milet ji diziya Erdogan ne aciz e.

Zafera kurdan li Kobanê Erdogan har kir

Li Kobanê biserketina kurdan û têkçûna çeteyên Tirkiyê bêguman bi Erdogan pir û pir zor hatiye, wek xencerek li dilê wî keve.

Loma jî xwe ji dilşahî, kêfxweşî û pîrozkirinên kurdan pir aciziya kiriye û bi qerf û tinaz û gotiye, ”kurd çijftetellî dilîzin…” !

Gotineke çiqasî ne xweş, çiqasî eyb! Lê tam bi wî dikeve, mistewaî nîşan dide.

28 januari 2015

Tirk jîr in

Nazli Ilacak xanimê gotiye di hilbijartinên 7ê hezîranê da ewê raya xwe bide HDPê. 

Li gorî Ilicakê heger ”HDP baraja ji sedî deh derabs bike û 60 parlamenteran derxe, ev yek ewê HDPê ji partiyeke kurd û ya herêmekê dûr bixe û wê bike partiya Tirkiyê. 

Ev rewş jî ewê xizmetê ji yekîtî û yekparetiya axa Tirkiyê ra bike.”

27 januari 2015

Erdogan dîsa got "ez qebûl nakim" !

Piştî 134 rojên berxwedaneke bêhempa û bi sedan şehîd, şervanên kurd bajarê Kobanê do bi tevayî ji qatil û terorîstên DAÎŞê paqij kirin û efsaneya ku kes nikane zora DAÎŞ bi keleşa xwe bibe pûç kirin.

Dinyayê dît ku yên naşikiyên gerîlla û pêşmergeyên kurd in.

Bêguman kurdan ji bo rizgarkirina Kobanê bedelekî pir mezin dan. Kaban wêran bû, kevir li ser kevir nema. Bi dehhezaran kurd ji bajar û gundên xwe koçber bûn û nuha li vê kampê û li wê kampê di halekî pir xerab da dijîn.

Heta Kurdistan çênebe tirk dev ji neyartiya me bernadin

Bi qasî ku xuya ye heta Kurdistan çênebe tirk dev ji neyartiya me bernadin û weselam…
Û ne neyartiya kurdên bakur tenê, ew li dijî hemû kurdan e. Li kîjan perçê Kurdistanê dibe bila bibe, ji bo wan ferq nake, ew naxwazin li tu derê kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibn xwedî statu û şiklekî dewletê. Wan hebûna xwe li ser bindestî û tunebûna me avakirine.
Li gorî Erdogan û Davutoglu jî ev yek wiha ye; dibê kurd werin tunekirin. Ji bo ku Kurdistan çênebe dibê kurd ji ortê rabin. Çimkî li gorî wan heta kurd hebin, bindest bin jî tim îhtîmala çêbûna Kurdistanê heye. Loma jî dibê kurd ji ruyê dinyayê rabin. Û viya jî dibê tirk bikin.
Beyana Erdoga ya îro, ”em qebûl nakin li Sûriyê jî wek Îraqê ”Sûriya bakur çê bibe”, yanî kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê ji bindestiyê azad bibin û bibin xwedî desthilat, careke din îspata wê ye ku dewleta tirk, hukûmeta AKPê hîn dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernadaye...
Min heta nuha gelek caran gotiye, heta em nebin xwedî dewlet, tirk me rehet nahêlin û dev ji diminatiya me bernadin. Dibê êdî kurd vê yekê bibînin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.

XXX
Zafera Kobanê li hemû şehîd û şervanên Kobanê pîroz be!
Kobanê bi fedekarî û liberxwedaneke bêemsal û bi saya yekîtiya kurdan rizgar bû. Çavê me hemû kurdan ronî be!
Serketina Kobanê di serî da li şervanên YPGê, YPJê û pêşmergeyên qehreman û li miletê kurd pîroz be!
Yekîtî hebe serketin û zafer li herderê minkûn e. Dibê em dev ji xetê bernedin...
Bi hêviya di demek nêz da em rizgarkirina Şengalê jî pîroz bikin.

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, îro li Diyarbekrê têra xwe demagojî û ”edebiyata biratiya” derewan kiriye, silav şandiye ji Kobanê ra. Fena ku ew ne qatilê Kobanê be!
Û ya herî ecêb jî gotiye, ”Kobanê ji me ra emaneta dîrokê ye. Birayên me yên li wir ji me ra emanetê dîrokê ne. Emê li wan xwedî derkevin…”
Kolonyalîst virek in, durû û bêheya ne. Heger piçek şerm bi Davutoglu ra hebûya ewê silav neşanda ji Kobanê ra, ewê qala biratiya gelê Kobanê û kurdan nekira. Ji ber ku herkes dizane ku Koban bi emrê wî û bi destê çeteyên wî hat wêrankirin, bi hezaran kurd bi çekên wî hatin kuştin. Wî û hukûmeta wî ji çarhawêlê dinyayê bi hezaran terorîst û qatil top kirin û şandin ser Kobanê.
Davutoglu kurdan ne wek miletekî, wek malekî, wek tiştekî, wek gopalekî ji padîşahekî osmanî jê ra “emanet” maye dibîne.
Û li alî din kurdên zaza jî wek kurd nabîne, tim wan ji kurdan cihê bi nav dike. Di axaftina xwe da qala “egîdên kurd” û “egîdên zaza” kiriye. Ev jî nîşan dide ku “zaza” jî di nava planên hukûmetê yên pêşerojê da madeyeke…


2015-01-25

26 januari 2015

Bawermendî dibê meriv ji însaniyetê dernexe

Tirkiye bi gelek tiştên xwe, bi gelek aliyên xwe ve welatekî anormal e, civateke ne bi sihet e, naşibe tu welatekî Ewrûpa.

Li Tirkiyê merivên dîndar li djî kesên ataîst, komunîst, çep, lîberal û sosyal demokrat in.

Esas bêyî xwe, bêyî dîndarên wek xwe, ya jî bêyî kesên nêzî xwe li dijî herkesî ne, dijminê her dînî, her fikrê û her îdeolojiyê ne.

25 januari 2015

Kurd carê xerab ketine

Kurd carê xerab ketine
Kurd rast davêjin nabe,
çep davêjin nabe,
çimkî carê xerab ketine.
Dikin nakin nikanin rabin,
ji bindestiyê rizgar bin.
Hinek carê biserketine,
ji hinekan ra carê li hev hatiye,
bûne xwedî dewlet û îmkan,
bûne xwedî hêz û artêş û ferman.

Hin hêz dev ji zilamtiya tirkan bernadin

Huda-Parê û Hizbullahên kurd, îro(24/1) li Diyarbekrê li dijî kovara mîzahî Charlie Hebdo û ji bo piştgiriya qatil û terorîstên Daîşê û El Qaîdeyê mitîngeke mezin çêkirine.
 
Li dora sedhezar însan beşdarî mitîngê bûne û sloganên li dijî Charlie Hebdo û piştgiriya bi terorîstan ra qîriya ne, bandrol û flamayên bi şîarên piştgiriya terorîstan vekirine. 

Bi vê meşê Huda-Parê careke din jî nîşan da ku ew ji tevgereke kurd zêdetir, li Kurdistanê Hespa Truva ye, tevgereke tarî ye. Li Kurdistanê wek hêzeke piştevanê Daîşê û neyarên kurdan dixibite.

Xwezî ev şelaf ne ji qewmê min bûya

Hin însan hene bi derbasbûna wextê ra ew jî bere bere rezîl, pîs û bêşexsiyet dibin. Ji zarok, malbat û qewmê xwe ra dibin rûreşî...
Mehmet Metîner numûneya vê qerekterê yê herî îstîsna û herî mezin e.
Min nuha di kanalekê da çend deqîqeyan li sefîlî û şelafiya wî guhdarî kir. Careke din mahdemê jê geriya…

24 januari 2015

Miletê kurd ronakbîrekî xwe yê pir hêja wenda kir

Xebera wefata nivîskar, dîrokzan, rojnamevan, mêrê çê û kurdperwerê bi nav û deng Wezîrê Eşo ez pir û pir xemgîn kirim. 

Çend sal berê li Stockholmê di semînereke li ser dîroka kurdên Kafkasyayê bû nesîbê min ez vî zana û xweşmêrê nefsbiçûk û mirovê pir taybet nas bikim. 

Gayê pîr tedbîra xwe digre

Li gorî hin xeberên îro di medya tirk da belav bûne, Ahmet Davutoglu berî dengdana meclîsê ya derbarê wezîrên bertîlxur da, bi herçar wezîrên bertîlxur ra civînek çêkiriye û ji wan ra gogiye, dibê hûn bi xwe bixwazin herin Dîwana Edaletê.

Li ser van gotinên Davutoglu, wezîrekî bertîlxur gotiye, “heger em herin wir ewê di heqê AKPê da gelek tişt derkevin ortê…”
 

Ev gotina wezîrê bertîlxur tê maneya, “heger hûn me neparêzin emê jî bertîlên Erdogan û yên kesên din eşkere bikin.”

22 januari 2015

Komara Kurdistanê ewê tim di dilê me da bijî


Îro 69 saliya damezirandina Komara Kurdistanê ye. 69 sal berê di rojeke wiha da Komara Kurdistanê ji alî Pêşewa Qazî Mihemed va li Kurdistana Rojhilat li bajarê Mahabadê li Meydana Çarçira hat îlankirin.

Ji siyasetê ra jî erbab lazim in


Gava însanên baş, jîr û jêhatî, însanên zana û xwedî şiûrê netewî dest navêjin siyasetê, siyaset dikeve destê merivên nezan, pîs, bêkêr, pûlperest û ji kurdayetiyê şiûrê netewî bêpar.
Kesên wiha bi gazin û rexneyan nayên guhertin, baş nabin, dev ji siyaseta xwe ya şaş bernadin. Çimkî ew çi bin ew in, nikanin bibin tiştekî din. Dibê meriv viya bibîne û qebûl bike. Her însan nikane her siysetê bimeşîne, her fikirê biparêze.
Çare dibê siyaset ji alî kesên erbab ve were kirin, kesên ku Kurdistanê, azadiyê û serxwebûnê dixwazin…
Ê di nava kurdan da jî erbabên siyasetê pir kêm in. Dijmin bi malê me, bi malzemeyê me lîstiye. Gelek însanên me yên hêja ji ortê rakirin, hinek jî gêj kirin, ji taqet da xistin.
Û erbabên hene jî darê wan di xênî hilnayê, dengê wan naçe derekê, hêza wan kêm e.
Pûçkirina xeta xwar ji bicîkirin û xurtkirina xeta rast zahmettir e. Ji bo wê, xebat, marîfet û keramet hewce ye, heta xelk emel, marîfet û kerametê meriv nebîne, bi çend beyan û bi çend civînan berê xwe nade meriv, nabe hevalê meriv.
Û ji bo vê jî xebateke bi îstîkrar û wext lazim e. Lema pêşiyên me gotine xwediyê sebrê mîrê Misrê…

XXX
Carnan meriv dixwaze bide dû dilê xwe, wî ji xwe ra bike rêber û ew çû ku meriv jî here wir...
Lê aqil hertim xwe tevî îşê wî dike, carnan destûrê didê û carnan jî nadê. Feqîrê dil ji destê aqil ketiye belayê, ne kane hertim guh bidê û ne jî kane qet guh nedê. Maye di orta xelî û celîl da. Û heta mirinê jî ewê di vê cendereyê da here û were....

XXX


Li Tirkiyê edeb û heya her ku diçe kêm dibe. Bi taybetî jî di nav camîa siyasî da bi qasî misqalekî jî nemaye. Gava bi însanan ra edeb û heya nemîne ji însaniyetê derdikve...

21 januari 2015

Rih dibe bihost neyar nabe dost

Serok û siyasetmedarên ku îro xurt in û xwedî hêz in hîn baş fêm nekirine ku dijminên bavan tu carî nabin dostên lawan. Ya jî rî(rih) dibe bihost dijmin nabe dost!

Dijminê ku perçakî Kurdistanê îşxal kiribe û beşekî miletê kurd kiribe bindest, nabe dostê miletê kurd û Kurdistanê yê beşekî din.

20 januari 2015

Nivîskarî karekî zor e

Nivîskarî, rexnegirî ne karekî hêsa ye. Hela ji bo kurdan qet û qet ne hêsa ye, heta karekî pir zor, bi gelş û bi meşaqet e. 

Bi nivîskariyê qesta min kolumnîstî yanî kesê ku di rojname, medya sosyal ya jî di bloga xwe da dinivîse. Meriv dikane ji bo kesê wiha bibêje blogîst jî. 

19 januari 2015

Dibê meriv bi rubrîkên fêsadiyê yên medya tirk nexape

Medya tirk ji bo ku PKKê û PDKê bera hev bide çi ji destan tê dike.

Piştî her beyaneke serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û PDKê li ser beyaneke PKKê, KCKê tavilê bi puntoyên mezin manşetan davêjin, ”Barzanî bersîveke pir sert da teşebusa kantonan”, ”ji Barzanî gotinên pir sert”, ”Barzanî pir sert peyivî”, Barzanî bersîveke pir sert da PKKê…

18 januari 2015

Weleh yekîtî û piştgiriya derve tunebe em nikanin bihostek erd jî rizgar bikin

Heger em dixwazin Şengal, Kerkûk û hemû herêmên derî sînorên Kurdistana Federe rizgar bibin û bi Kurdistanê ve werin girêdan û li başûr Kurdistaneke serbixwe çê bibe, dibê em kurdên herçar perçan bi hemû hêz û îmkanên xwe yên leşkerî û siyasî piştgiriyê bidin Kurdistana Federe, serok û birêvebirên wê. 

Nivîskarên me jî dişibin siyasetmedarên me


Heta salek du sal berê jî min ji we ra digot hemû nivîskarên kurd yên li Kurdistanê û Tirkiyê wek bira ne, hemû ji hev hez dikin, tu carî ji hev nadexisin, ji hev nabuxidin. Li hemberî hev xwedî tolerans in. 
Her kovara nuh derdiket, her nivîskarê min nivîsa wî, rexne, çîrok û romana wî didît ez ji kêfa difiriyam, min dixwest herim wan yek bi yek himêz bikim, pîroz bikim.
Min qet bawer nedikir ku nivîsakr û rexnegirên li Kurdistanê û Tirkiyê dijîn jî wek partî û siyasetmedarên kurd ji hev tijene, guleyan ji hev ra dihelînin, ji bo ku êrêşî hev bikin, dilê hev bihêlin li pelekî nexwendî digerin.
Gotineke ez tu maneyekê nadimê yekî din digre ser xwe û pê aciz dibe. Ji ber ku haya min ji tiştên pişt perdê, ji gelş û minaqeşeyên di nabêna wan da qewimîne tuneye.
Ez jî carnan saf saf xeyal dikim, dibêjim rojekê çend navên ez wan nas dikim bibînim, bînim ba hev, bi wan ra xebatên wan, zahmetiyên wan, rewşa edebiyata kudî minaqeşe bikim. Diyar e min ji xwe ra xewn dîtiye, di xewnê da hertişt mimkûn e, lê gava meriv bi xwe dihese mriv dibîne ku ew xewn bûye…
Ez hêdî hêdî dibînim ku tu ferqeke nivîskar, rexnegir û edîbên kurd ji partiyan û siyasetmedaran tuneye, ew jî ji hev tijene...
Ez nuha fêm dikim ku ez gelkî saf bûme, belkî jî peyveke min e baş di heqê yekî da, silaveke min bi yekî ra dilê yekî din ji min sar bike. Ji ber ku hin caran meriv ji hevalê kesê meriv jê hez nake jî hez nake…
Ji ber ku ez di tu kovarê da nanivîsim, ne di nava kadirê tu kovarê da me lema jî ez ji nêz ve zêde kesî nas nakim, tenê bi riya internetê, xiyabî çend kesan nas dikim, em carnan silavê li hev dikin.
Van rojên dawî hin sohbet û minaqeşeyên di nabêna hin nivîsakarên kurd da wek kurdekî li xerîbiyê dijî ez xemgîn kirim, xwezî ne wiha bûya…
Xwezî ew jî ne wek siyasetmedaran bûna, xwezî têkilî û hestên wan yên derbarên hev da gelkî xweşbîntir û xoşewîstir bûya…
Ez hêvî dikim bi van rêzan min dilê kesî ji xwe nehîşt, kes ji xwe nexeyidand…

2015-01-17

17 januari 2015

Di nava kurdan da zanîn û hişê netewî xurt dibe


Bêguman gelek sebeb û faktorên der û hundur yên siyasî û leşkerî yên bindestiya kurdan hene. 
Ji van sebeban yek jî meriv dikane bibêje yê herî muhîm jî bêtifaqî û neyartiya kurdan ya xwe bi xwe ye. 
Roja ku kurd bi vê sebebê bindestiya xwe ya sasî bihesin û dev ji neyartiya hev berdin û tifaqa xwe çêkin, ewê bikanibin zora neyarên xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe.
Van 30 salên dawî yên liberxwedan û têkoşîneke pir bi xwîn û li alî din jî bêemsal şiûra elzemiya yekîtiyê û hevkariyê li ba kurdan xurt kiriye.
Di mistewa siyasî da ev zanîn û hiş(şiûr) hîn baş ne kemilî be jî, di nava partiyan da hîn hin gelş hebin jî, lê di nava gel da girîngiya hişê(şiûra) tifaqê û yekîtiyeke netewî roj bi roj xurt dibe û serok û siyasetmedaran mecbûrî yekîtiyê û siyaseteke netewî dike.
Ev pêşketin hêviyê dide meriv. Roja kurd bi rastî yekîtiya xwe çêkin ewê bikanibin zincîrên bindestiyê bi hêsanî biqetînin û neyarên xwe tarûmar bikin…

XXX
Ez zanim ez ne mişk im lê...


Yek nexweş ketibû, digot belkî ew mişk e, loma jî ew rakirin tîmarxanê(nexweşxaneya aqil). Piştî ku tedawiya wî qediya tuxtor jê pirsî, got:
-Nuha tu mişkî ya jî însan însan î?
Yê dîn bi rengekî ji xwe bawer got:
-Mişkê çi tuxtor? Helebet ez însan im.
Li ser vê bersîvê tuxtor got:
-Ê wê demê tu dikanî herî. Mana xwe tu êdî baş bûyî.
Dîn çer ji derî derket dernekt, got îmdattt û dîsa paşda reviya hundur. Tuxtur matmayî ma, got:
-Xêxr e, çi bû?
Dîn bi helkehelk got:
-Min li ber derî pisikek dît, lema tirsiyam…
Tuxtor got:
-Kurro ka te êdî xwe mişk nedihesinabd?
Dîn got:
-Tuxtor, ez zanim ez ne mişk im, le pisikê ji ku bizanibe…

Dibê em vê piştgiriya cîhanê ji dest xwe bernedin

Piştî serdana xwe ya Kurdistana başûr wezîra parastinê ya Almanya Ursula von der Leyen gotiye:
”Hêzên navnetewî dibê hîn zêdetir alîkariya kurdan bikin. Di serdana xwe ya dawî da min dît ku hêza kanibe zora Daîşê bibe tenê kurd in. Di micadala li hemberî Daîşê da kurd bi rastî jî serketî ne. Ewrûpa û dinya ji bo ku piştgiriya xwe nîşan bidin bi hev ra dibêjin em ”Charlie Hebdo” ne. Ev pir muhîm e. Di micadela bi Daîşê ra jî civata navnetewî dibê bibêje, ”em hemû kurd in, emhemû êzdî ne!”
Beyaneke pir muhîm e, ji bo me kurdan gotinên hîvîdar in.
Kurd mecbûr in zora Daîşê bibin, çimkî mesela man û nemanê ye. Heger kurd zora Daîşê nebin û Daîş zora wan bibe ev têkçûn mirina kurda ye. Mesela kurdên bakur, başûr û rojava diqede, êdî hew dikanin hebûna xwe bidomînin û doza azadî û rozgarbûnê bikin. Yanî şerê bi Daîşê ra ne henek menek e, şerê man û nemanê ye.
Çimkî Daîş artêşa Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê ya miştereke e. Bi taybetî Tirkiye û Îraq bi xurtî alîkariya Daîşê dikin, wê sewq û îdare dikin. Li gorî lêkolîna Prof. Dr. Umit Ozdag 12 hezar tirk di nava Daîşê da li hemberî kurdan şer dikin. Yanî Tirkiyê ne tenê di warê îstîxbaratî û lojîstîk da, bi însanên xwe jî alîkariya Daîşê dike, rasterast di nava şer da ye.
Belkî heta dereceyekê Îran jî çavê xwe ji şerê Daîşê li hemberî kurdan ra digre.
Loma jî şerê kurdan bi Daîşê ra şerê man û nemanê ye, ji bo kurd bijîn dibê zora Daîşê bibin.
Û ji bo ku kanibin zora Daîşê bibin jî alîkariyeke zurt ya derve, ya Emerîka û Ewrûpayê lazim e. Bêyî alîkariya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê kurd bi îmkanên xwe tenê nikanin zora Daîşê bibin.
Loma jî ev gotinên Ursula von der Leyen xanimê ji bo me pir girîng in û ez wek kurdekî ji ber van gotinan spasî wê dikim û dibêjim mala te ava be…

16 januari 2015

Kurd ji filistîniyan ra masiyan ji xwe ra kûsiyan digrin


Heta nuha kurdan di şerê Îsraîl û filistîniyan da tim piştgiriya filistîniyan kirine, heq neheq, rast çewt tim li dijî Îsraîl derketine. Ji bo piştgiriya filistîniyan tim bi sedhezaran daketina kolanan û Îsraîl protesto kirine.
Di nava kurdan da partî û siyasetmedarê, ronakbîrê piştgiriya filistîniyan nekiribe û neke tuneye. Her kurd piştgiriya filistîniyan li ser xwe wek wacibekî, wek mecbûriyetekê dibîne.
Heger ne bi sedan be jî lê gelek kurdî di şerê Îsraîl û filistîniyan da di cepheya filistîniyan da şer kirin û hatine kuştin.
Lê li gel vê jî heta nuha serokekî, siyasetmedarekî, ronakbîrekî filistînî eşkere piştgiriya têkoşîna kurdan nekiriye, li dijî teror û qetlîamên Îraqê derneketiye, zulm û terora Sûriyê ya li hemberî kurdan tu carî şermezar nekirye.
Heta bira Sûrî û Îraq li wir bimîne, filistîniyan û siyasetmedarên wan, ronakbîrên wan piştgiriya kurdên Kurdistana bakur jî nekirine, rojekê li hemberî zulm û terora dewleta tirk, ku ev serê salan e li hemberî miletê kurd tê meşandin derneketine.
Dema meriv vê şêla wan rexne dike jî dibêjin, ”weleh em mecbûr in, Tirkiye li hemberî Îsraîl alîkariya me dike.”
Ji bo berjewendiyên xwe ew bi dijminê me ra, bi Îraqê, Sûriyê û Tirkiyê ra dibin dost, li wir buroyan vedikin û piştgiriyê ji wan digrin rast e, normal e, kes îtîraz nake.
Lê gava kurd dixwazin bi Îsraîl ra têkiliyê deynin, jê alîkariyê bigrin qiyamet radibe, ew û hin kurdên me bi hev ra bi dengekî bilind dibêjin nabeee, tiştekî wiha sûc û qebheteke pir giran e! Ma emê çawa bi Îsraîl ra têkiliyê deynin? Tiştekî wiha şerm e! Îsraîl zulmê li filistîniyan dike. Îsraîl erdê filistîn îşxal kiriye…
Lê yynî kurd nafikirin, nabêjin yaho tiştê ji bo wan dibe, çima ji bo me kurdan nabe? Ma Tirkiye jî zulmê li me nake?
Ma Tirkiyê jî welatê me îşxal nekiriye?
Gava ew guh nadin vê hesasiyeta me, çima emê guh bidin ya wan.”
Çima gava ew bi neyarên me ra dikevin nava têkilî û hevakriyê dibe, çima gava em têkevinê nabe, sûc e, qebhet e, sosiret e?
Dema ji devê kurdekî di heqê Emerîka da gotineke hebikî nerm dibihîzin çep û rast û dîndarên tirk û kurd bi hev ra êrîş dikinê, dibêjin ”wey xayin, wey hevakrê emperyalîzmê”, tu çawa dikanî hevkariya bi Emerîka ra biparêzî?
Lê li alî din, hevkarî û piştgiriya Emerîka ya bi filistîniyan ra kêm dibînin, dixwaze Emerîka bêtir alîkariya filistîniyan bike. Ji ber ku Emerîka baş alîkariya filistîniyan nake Emerîkayê rexne dikin.
Yanî alîkarî û piştgiriya ji bo filistîniyan rast dibîne, ji bo xwe, ji bo gelê xwe yê sed qatî ji filistîniyan mazlûmtir şaş dibîne.
Çima wiha dike, çima wiha difikire?
Ji ber ku aqilê wî ne ji kîsê wî ye, ji kîsê xelkê ye. Bi aqilê ji kîsê xelkë meriv nikane siyaseteke netewî(millî)bimeşîne.
Bi baweriya min dibê em jî wek herkesî siyaseta xwe ne li gorî ku xelkê çi bibêje, li gorî berjewendiyên xwe saz bikin, bimeşînin. Ya rast ev e û jixwe herkesî wiha dike, tenë em kurd korfahm in, ji xelkê masiyan û ji xwe ra jî kûsiyan dikgrin….

15 januari 2015

Yaşar Kemal tim kurd mezin kirine


Yaşar Kemal nexweş e û rakirine nexweşxanê. Ez jê ra sihet û şifayê dixwazim. Yaşar Kemal 92 salî ye, wek her benîademî ewê jî rojekê ji vê dinya derewîn bar ke. Mixabin rê li ber mirinê nayê girtin.
Ez dibînim di medya sosyal da li ser berhem û nasnameya Yasar Kemal hin tişt tên nivîsîn. 
Berî hertiştî bi qasî ez dizanim, Yasar Kemal di tu berhemeke xwe da kurd reben, nezan û pîs nîşan nedaye. 
Belovacî wê di çîrok û romanên xwe da tim pesnê kurdan daye, bi dilovanî û hezkirin qala wan kiriye. Ev gelkî muhîm me.
Û wek fikir jî tim xêra kurdan xwestiye, neyartiya kurdan nekiriye û carnan jî vekirî şûrê kurdan kişndiye, bûye piştevanê kurdan. Rast e hin caran jî bêdeng maye., wek jê dihat hêvî kirin dengê xwe bilind nekiriye. Ev jî rast e. Lê ev meseleyeke din e.
Malbata Yasar Kemal ji Kurdistanê, ji Ercîşa qeza Wanê koçî Edenê kiriye. Loma jî Yaşar Kemal di bîrûraya giştî da wek kurd tê zanîn. Û ew jî xwwe wek kurd qebûl dike, bi kêmanî negotiye ez ne kurd im. Ez lê rast nehatime.
Lê bi rastî kurd e ne kurd e ez baş nizanim. Dikane ne kurd be jî. Belkî bi koka xwe ermenî be jî. Lê wî bi xwe di vî warî da tiştekî wiha negotiye, eksê wê tim gotiye ez kurd im. Lê wek meriv dixwaze nasnameya xwe zêde dernexistiye pêş, nexwestiye li ser vê bipeyive.
Lê dixwaze bira Yaşar Kemal kurd be ya jî ermenî qet ferq nake, camêr li dijî kurdan tiştekî xerab nekiriye, gotinek xerab negotiye û di berhemên xwe da jî tim bi başî qala kurdan kiriye. Loma jî dibê em bi çavên yekî ji xwe lê binêrin û wek yekî ji xwe qedir û qîmetê bidinê.
Lê Yaşar Kemal kurd be jî ne nivîskarekî kurd e, çimkî wî berhemên xwe ne bi kurdî, bi tirkî nivîsîne. Bi dîtina min meriv bi çi zimanî binibvîse meriv nivîskarê wî zimanî û wê edebiaytê ye. Hin kurd vê rastiyê qebûl nekin jî ev wiha ye.
Gelek nivîskar hene bi eslê xwe cihû ne lê bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanyolî û swêdî dinivîsin. Lê ji ber ku bi nîjada xwe cihû ne berhemên wan jî nabin malê edebiyata cihûyan. Kê bi kîjan zimnî nivîsî be ew berhem male wî zimanî ye.
Meriv bi kîjan zimanî bistirê meriv dengbêj û hunermendê muzîka wî zimanî ye. Yekî bi eslê xwe kurd bi tirkî bistirê ew hunermendekî muzîk û zimanê tirkî ye. Ev yek ji bo edebiyatê jî wis ye. Ji ber ku edebiyat jî bi zimên dibe. Di edebiyatê da ziman Esas e.
Romana “Efsaneya Çiyayê Agirî” tenê têr dike ku em hurmetê nîşanî Yasar Kemal bidin û qedrê wî bigrin.
Careke din ez jê ra şîfayê dixwazim…

14 januari 2015

Buharê were lê ezê dîsa nebînim

Li kolaneke parîsê parsekekî kor bala şair dikşîne. Tabeleyek(lewheyek) di hustuyê parsek da bûye. Û li ser jî, ”ez ji makzayî da kor im, sedeqeyekê bidin min !” nivîsî bûye.
Şair ji yê parsek dipirse, dibêje tu rojê çiqasî qezenc dikî? Parsek dibêje rojê li dora neh deh frankan qezenc dikim.
Li ser vê, şair lewheya(tabeleya) di hustuyê parsekê kor da ters diqulibîne û li ser hin tiştan dinivîse. Û dû ra jî ji kor ra dibêjie:
-Ji bo ku tu zêdetir qezenc bikî min çend tişt nivîsîn. Gava piştî hefteyekê ez hatim ba te, tu yê ji min ra netîceyê bibêjî.
Şaîr piştî hefteyê diçe ba parsekê kor û xwe pê dide nasîn. Parsek dibêje:
-Begê min, bi Xwedî ez çuqasî spasî te jî bikim jî hindik e. Di hefteyekê da qezenca min du qat zêde bû. Lê ez gelkî meraq dikim, ma te li ser tabeleyê çi nivîsî?
Şair dibêje: berê li ser tabeleyê, ”ez ji makzayî da kor im, alî min bikin” nivîsî bû. Min ji dêl wê ve, ”buharê were, lê ezê dîsa nebînim” nivîsî
Yanî ev jî tê wê maneyê ku çi kar dibe bira bibe, gava meriv bizanibe bi rengekî xweşik û bi tesîr qal bike meriv li karê ye.
Gava armanc kar be, firotin be, balkişndin û reqlam be riyên xweşkirinê, şîrînkirinê pir in. Sînorê vê yekê qet tuneye, hertim meriv dikna rê û metodên hîn baştir bibîne.
Ev rêbaz û qaîde ji bo parsekekî jî, ji bo tacirekî jî, ji bo edîbekî jî û ji bo partiyekê jî derbas dibe.
Ji bo baştirkirinê tenê bira daxwaz û lêgerîn hebe. Dema ev hebin hertişt mimkûn e, meriv tim dikane riyên hîn baştirkirinê bibîne.

XXX


Serokê Diyanetê yê Tirkiyê Mehmet Gormez, ji meşa Parîsê ya li dijî terorê gelkî aciz bûye û gotiye, ”me ibret li protestoya Parîsê temaşe kir. Kesên ji bo kuştina 12 kesan li Parîsê qiyamet rakirin ji bo kustina bi milyonan misilmanan dengê xwe nakin…”
Alimekî dînî qetlîama Parîsê biçûk bibîne û ji protestoya li dijî terorîzmê ra jî bibêje ”ibret” xwediyê mejiyekî kufikî û zengarî ye, xwediyê îdeolojiyeke nîjadperest e.
Lê pir ne dûr e ku Gormez, li ser emir û daxwaza Erdogan van gotinên sosiret dibêje. Ji ber ku Erdogan cendik û çend caran rynï gotin dubare kirine. Loma jî pir mimkûn e ku Gormez li ser daxwaza Erdogan van gotinan dibêje….
Qetlîama Parîsê careke din baş û xerab, nîjadperest û humanîst ji hev gerand û meskeya gelek kes û alimên îslamî daxist, derket ortê ku ew çiqasî nîjadperest in….

13 januari 2015

Bi tirkî micadele li dijî asîmîlasyonê nayê dayin

Îsmaîl Beşîkçî xoce gotiye, ”di merasima cenazeyê Murad Bozlak da serokê HDPê, DBPê, DTKê û seroka belediya Amedê bi tirkî peyivîn û asîmîlasyon rexne kirin.”
Û dû ra jî rexneya xwe bi pirseke manîdar wiha domandiye:
”Bi axaftina tirkî ma meriv dikane li dijî asîmîlasyonê micadelê bide? Gelo ev yek dikane baweriyê bide meriv?”
Helbet baweriyê nade meriv û helbet bi tirkî li dijî asîmîlasyonê micadele nayê dayin.
Belovacî wê, axaftina û nivîsîna bi tirkî piştgiriya asîmîlasyonê kirin e, alîkariya bi siyaseta dewletê ya helandina kurda ye. Nêt çi dibe bira bibe, axaftin û nivîsîna bi tirkî ji karê bêtir zirarê dide kurdan û di nava kurdan da asîmîlasyonê berfirehtir dike, kurdan dihogirîne tirkî.
Dibê siyasetmedarên Kurdistana bakur jî wek yên başûr siyasetê bi zimanê xwe bikin, bi gelê xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Dibê kurdên Kurdistana bakur jî wek yên başûr fêr bibin bi hevdu ra bi kurdî bepeyivin.
Heta ku ev yek nebe, heta ku kurd hêviya tirkan qut nekin tirk dev ji hêviya asîmîlekirina kurdan bernadin.
Ji ber ku yên hêviya asîmîlebûnê didin dewleta tirk kurd bi xwe ne, kurd bi dilxwazî asîmîle dibin.
Kurd sal bi sal dihelin û dev ji kurdî berdidin. Zarokên kurd bi kurdî mezin nabin.
Gava cîlên nuh bi zimanê xwe mezin nebin ziman roj bi roj berbî mirinê dihere.
Dewlet vê yekê dibîne û loma jî serî li kurdan digerîne, naxwaze perwerdeya kurdî qebûl bike û kurdî bike zimanê resmî. Hêviya dewletê ew e ku piştî 10-20 salên din kurdên kurdîzan ewê têkevin hindikayiyê û ev yek jî ewê bibe sebebê kurd dev ji Kurdistanê û serxwebûnê berdin.
Yanî gava piraniya kurdan weren asîmîlekirin û ziman bimre kurd jî ewê dev ji Kurdistana serbixwe berdin û bi demê ra bihelin, bibin tirk.
Ev ne dîtineke beradayî ye, para wê ya rsatiyê pir e. Ziman daxwaz û hêviya serxwebûnê zîndî digre.
Heger ne ev hêvî û hesabê dewletê bûya ji zûda perwerdeya bi kurdî qebûl kiribûn ûli gorî xwe mesela kurdî çareser kiribûn. Yanî di vî warî da gavek avêtibûn.
Lê di warê asîmîlekirina kurdan da bêhêvî nebûne.
Bi qasî min fêm kiriye ji gelek kesî ra axaftina kurdî, fêrbûna kurdî ji dînguhertinê jî zortir e. Ji bo dîndarekî derketina ji musilmaniyê çiqasî zor be, ji bo kurdekî tirkîaxêf jî fêrbûna kurdî, devjêberdana tirkî hewqasî zor e.
Yanî meriv dikane bibêje ji bo milyonan kurd tiştekî nêzî nemimkûniyê ye.
Ji bo ku kurd dev ji tirkî berdin û bi kurdî bipeyivin, kurdî fêr bibin dibê guherîneke fikrî û îdeolojîk ya pir radîkal derbas bikin. Heta ku di mejiyê wî da, di dilê wî da, di dîtin û îdeolojiya wî da û di şexsiyeta mirovê kurda da depremeke wiha mezin neqewime dev ji tirkî bernade û derabsî kurdî nabe, kurdî fêr nabe.
Baweriyeke min ya din jî ev e: kesê ku hest û tamara kurdayetiyê, kurdperweriyê pê ra zêde xurt e kurdî fêr dibe, bi kurdî dipeyive û dinivîse. Zêde îltîfatî tirkî nake. Heger kurdî dizane kurdiya xwe pêşda dibe, heger nizane fêr dibe, dixwaze fêr bibe. Yanî dikeve nava hewildanekê.
Û kesê ku tamara kurdayetiyê pê ra zeîf e û ya çepîtiyê, misilmantiyê, ”enternasyonalîstiyê”, tirkîtiyê, Tirkiyebûnê pê ra xurt e ew nikane dev ji tirkî berde û kurdî fêr nabe.
Ne ku ev kes ne kurd e ya jî xwe kurd qebûl nake. Na mesele ne ev e, mesele hest e, daxwaz e, bawerî û hezkirin e.
Meriv ji bo kurd û Kurdistanê û zimanê kurdî, muzîka kurdî, sohbeta bi kurdî neşwite, di dilê meriv da pêlên hezkirina ji kurdî serî hilnedin meriv kurdî fêr nabe, nikane fêr bibe. Ji ber ku girêdayî xebateke şexsî ye. Girêdayî hezkirinê ye. Meriv hez neke dildar nabe, ji bo dildariyê hezkirin şert e. Fêrbûna kurdî jî wisa ye.
Tenê îstîsnayek heye, ew jî pere ye. Heger axaftina kurdî, fêrbûna kurdî pere, kursî û meqamekî bidê ewê fêr bibe. Ji bo fêrbûnê bixebite.
Mesela TRT Kurdî numûneya vê dîtina min ya herî konkret e. Ji ber ku pere têda hebû, yê çar gotinên kurdî li kuçê fêr bûbû jî çûn kar xwest.
Heger di TRTê da pere tunebûya, yanî xebata di wê da jî karekî fedekariyê û belaş bûya, ez bawer nakim kurd ji bo xizmetê wiha qefle bi qefle biçûyana ber deriyê TRTê û jê kar bixwestana.
Yanî sebebê xebata di TRTê da ne ji ber eşqa kurdî ye, eşqa pera ye.
Îmkanên wiha pir bûna, yanî kurdî pere bikira, zikê însan têr bikira ewê fêr bibûna. Lê îro ew bazar tuneye.
Bi kurtî, gelek kurd dixwazin bi kurdên ”tirk”, kurdên tirkîaxêv bin, kurdayetiyê, siyasetê, serokatiya milet bi tirkî bikin. Devjitirkîberdan ji bo wan întîxar e.
Helbet di nava herdu grûban da jî dikane hin îstîsna hebin, lê îstîsna qaîdeyê xera nakin.

12 januari 2015

Davutoglu, şivanê bi gur ra dixwe bi xwedî ra digrî



Di nabêna sê û çar milyon însan beşdarî meşa do li Parîsê li dijî terorê bûn. Ji çel welatî gelek serok û birêvebirên dewletan beşdarî vê meşa dîrokî bûn.
Di nava beşdaran da li gel serokwezîrê Swêd Stefan Lofven, serokwezîrê Îngilistanê David Cameron, serokwezîra Almanya Angele Merkel, serokwezîrê Îtalyayê Mateo Renzî, serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy, serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu jî hebû.
Di nava serok û lîderên Ewrûpa û cîhanê da hebûna yekî wek Davutoglu yê ku li cîhanê dilsoz û piştgirekî rêxistinên terorîst yên wek Daîşê, El Nusra û Hamasê yê pir beloq xuya dikir. Ji xwe hin rêxistinên ermeniyan li hemberî beşdariya Davutoglu nerazîbûna xwe nîşan dan.
Davutoglu, şivanê bi gur ra dixwe û bi xwedî ra digrî. Ji alîkî da ji Ewrûpayê, ji çar hawêlên cîhanê terorîstan li xwe top dike, perwerde dike û dû ra dişîne ser kurdan, li Kobanê, li Sûriyê û li Şengalê kurdan, ewrûpiyan dide kuştin û li aliyê din jî bi serokên Ewrûpa û cîhanê ra beşdarî protestoya li dijî terorîzmê dibe.
Ne alîkariya Davutoglu û welatê wî bûya jixwe ev terorîst îro tunebûn. Yên terorîst perwerde û xurt kirin û berra canê kurdan û ewrûpiyan dan Davutoglu bi xwe ye.
Lê ew çi bikin jî her kes dizane ku Tirkiye dewleta herî zêde pişgiriya terorîzmê dike, di dilê gelên ewrûpî da Davutoglu mahkûm bûye.

XXX


Dîktator fedî bikin nabin dîktator
Rojnameya Le Monde, beşdarbûna Ahmet Davutoglu ya “meşa azadiya xweîfadekirinê” ya Parîsê rexne kir. Li gorî Le Mondê yekî wek Davutoglu dibê di meşeke wiha da tunebûya. Ji ber ku li Tirkyê azadiya fikrî û çapemeniyê tuneye. Tirkiye, di nava 180 welatên azadiya çapemeniyê lê tuneye di rêza 154a da ye. Urdun di rêza 141ê û Gabon jî di rêza 98a da ye.
Le Monde dû ra henekê xwe bi Erdogan kiriye û gotiye, li gel vê jî Erdogan dibêje “Tirkiye welatê herî azad e…”
Dîktator fedî bikin nabin dictator, loma jî Erdogan dikane bibêje "Tirkiye li dinyayê xwedî çapemeniya herî azad e."
Heger bi Erdogan ra biçek heya hebûya ewê dereweke hewqasî mzin nekira...
Heger Davutogl li ber xwe biketa, ji xwe fedî bikira ewê neçûya wir. Lê ne Davutoglu tenê, gelek serok û birêvebirên din jî dibê do ne li wir bûna, ji ber ku yên azadiya çapemeniyê fetisandine, yên zindan tije rojnamevan kirine ew bi xwe ne.

Sebebê dijminatiya bi Ewrûpa ra hesûdî ye


Welatên misilman di ilim da, di teknîkê da, di azadî û demokrasiyê da, di medeniyet û wekheviyê da ji welatên xiristiyan fersah fersah paşdatir in.
Sebebê dijminatiya dinya misilman bi Ewrrûpayê û dinya xiristiyan ra ev e paşdamayin e. Ji ber ku Ewrûpa û alema xiristiyan di her warî da ji misilmanan pêşdatir in. Dilê me dibeje wan. Ji ber ku dilê me dibeje jiyana wan, em ji wan didexisin, neyartiya wan dikin.
Bi milyonan mirovên xiristiyan mirinê nagirin çavên xwe û qefle bi qefle berên xwe nadin welatên misilman. Çimkî di warekî da hewcedariya wan tuneye, çimkî ne muhtacî revê ne.
Lê misilman her roj bi hezaran berê xwe didin Ewrûpayê. Li Fransayê tenê 6 milyan misilman hene. Li Almanya, Holanda, welatên Îskandînavya û seranserê Ewrûpayê eynî tişt e. Li hemû welatên Ewrûpa koçberên herî zêde misilman in.
Ne ji ber şer e, şer tunebe jî heger Ewrûpa, Qanada, Austuralya û Emerîka qebûl bikin salê ewê bi sed milyonan misilman berên xwe bidin van welatan.
Çima?
Ji ber ku li van welatan azadî, wekhevî, heq û huqûq heye, kes ji birçîna namire, dewlet di xizmeta milet da ye. Dîktatorî tuneye.
Ji ber ku welatên misilman di her warî da, ema di her warî da ji welatên xiristiyan paşdatir in loma hewqasî ji wan diqeherin. Loma misilman hewqasî ji Ewrûpayê û Emerîkayê, ji dinya xiristiyan dibuxudin, êrîşî wan dikin.
Ji ber ku dilê wan dibije jiyana ewrûpiyan, ji ber ku ne wek wan in loma jî dest bi terorê dikin, sebeb û bahneyên din dibînin.
Helbet li Ewrûpayê jî hin problem hene, carnan hin neheqî dibe, tirsek, şikek lê li hemberî misilmanan zêde ne berfireh be jî lê heye.
Lê sebebê esasî ne ev e. Sebebê esaî feqîrî û paşdamayina welatên misilman e, tunebûna azadî û demokrasî ye…
Efendim li Ewrûpayê li misilmanan neheqî dibe, li hemberî misilmanan dîskrîmînasyon heye. Filan û bîvan.
Vir e, ne rast e. Ji ber dînê me, nîjada me kes neheqiyê li me nake. Hin tiştên di warê ferdî da dibin jî li gorî qanûnên wan sûc e, meriv dikane li heqê xwe bigere. Tu nikanî ji yekî ra bibêjî “reşik” ya jî “ser reş” ya jî heqareteke din lê bikî. Dema bike meriv dikane li mafê xwe bigere.
Bêkariya misilmanan ne ji ber dînê wan e, ji ber ku misilman grûbeke herî zeîf e, ne kalîfîye ye, bêtahsîl û bêsinet e.
Welatên Ewrûpa bi milyonan Afrîkî, ereb, tirk, kurd û somaliyên nexwenda, bêsinet ku di jiyana xwe da rojekê jî nexebitîne xwedî dikin. Û jixwe kesên wiha ne mimkûn e ku li Ewrûpayê kar bibînin jî.
Li Ewrûpayê merivekî analfabet, bêsinet nikane kar bibîne. Misilman ne misilman ferq nake, mesele tahsîl e.
Bi dehsalan diçin mekteban lê dîsa jî fêrî nivîsîna navên xwe nabin, fêrî du gotinên zimanê wî welatî nabin. Li Ewrûpayê bi milyonan însanên wiha bêçare hene. Bêguman ev problemek e. Lê ne ji ber ku ew misilman, ereb, tirk, kurd û afrîkî ne loma. Ji ber ku ne însanên kalîfîye ne loma. Sinetekî wan tuneye, xwendin û nivîsandina wan tuneye, zimanan nizanin.
Ê ewê çawa kar bibînin?
Yanî her tişt ne sûcê Ewrûpiyan e, misilmanên hatine Ewrûpayê sed salî li dû vê civatê ne, nikane întîbaqî vê civatê bikin.
Dibê meriv vê rastiyê jî bibîne û kêmasiyên însanên xwe jî bibêje, hertiştî bi rasîsmê, ”misilmanfobiyê”, bi ”îslamîfobiyê” ve girê nede. Sebebên ev ”fobiyanan” derxistine însanên me, jiyana wan û entegrenebûna wan e.

11 januari 2015

Xwezî tu kurdekî xwe hewqasî biçûk nedîta


Di înternetê da min bala xwe dida qanalên kurdî û tirkî. Di TRT kurdî da programa DENGBÊJ ya Abdulselam Akinci hebû. Min li kilama pêşî ya Aslîka Qadir guhdarî kir.
Piştî kilamê, pêşkêşvanê programê Abdulselam Akinci ji berpirsiyarê(koordînatorê) programê ra dest bi şalûziyeke wiha kir ku meriv diket binê erdê. Wek kurdekî min ji xwe ra got xwezî şelafekî wiha ji qewmê min bûya.
Bi qasî ku di bîra min da ma Abdulselam Akinci wiha got, ”sê meh berê gava min dest bi çêkirina programê kir. Koordînatorê min ji min ra got, di protokolê da ewê alîkarê serokwezîr Yalçin Akdogan jî hebe. Li ser vê, heyecanekê ez girtim, ji wê rojê da ye ez di hazirolê da me…”
Ev yek berê bi kurmancî got û dû ra jî quliband tirkî, got ”birêz koordînatorê min…. tiştê min bi kurdî got te fêm nekir, ji bo ku tu fêm bikî min çi got, ez dixwazim bi tirkî jî bibêjim û îcar ew gotinên xwe bi tirkî, lê bi şelafiyeke hîn xerabtir dubare kir…
Li hemberî tiştên min bihîst wek kurdekî bi min pir zor hat, ez li ber xwe ketim.
Kî dibe bira bibe, gava kurdek xwe li hember tirkekî biçûk dibîne, biçûk dixe, ji tirkekî ra şalûziyan dike, ez pê diêşim, pê diqeherim. Ez nikanim bibêjim çi ji min ra. Dibe ku ez şaş bim, lê di rewşên wiha da ev hes bi min ra peyda dibe, ez pê diqeherim…
Sîstemê bi şexsiyeta gelek însanan lîstiye, însan kirine şelafên dewleta tirk û sîstemê.
Însan ji bo ku xwe têxin çavê dewletê, ji berpirsiyarekî dewletê eferimkê bigrin wek însan xwe dikujin, xwe dikin binê erdê…
Li wir ez dengbêjek bûma(ez naçim wir, lê wek nimûne) piştî wan şalûziyên Akincî minê sehne biterikanda…

Hêzên îslamî bi nemiroviya xwe fexir dibin

Li qeza Betlîsê Tetwanê di bîllboardên belediya AKPê da afîşên piştgiriya qetlîama Parîsê hatin bidardekirin.
Belediya herçiqas ya AKPê be jî Tetwan bajarekî kurda ye û yên li wir dijîn kurd in. Bi îhtîmaleke mezin yên li pişt vê reqlamê jî kurdên AKPê û îslamîst in.
Di afîşên piştgiriya qatilên 12 kesan da wiha nivîsîne:
”Silav li birayên Kuaşî ku heyfa Xwedê girtin. Bira Xwedê şehadeta we qebûl bike. Gava hûn dikujin demokrasî ye, ya me dibe terorîzim.”
Bi baweriya min, Erdogan, Davutoglu û Arinç jî di nav da, piraniyeke mezin ya AKPê û îslamîstan wiha difikirin. Ew jî dibêjin baş bû ku ev beraz ceza kirin.
Lê ew wek van kesan eşkere nabêjin, piştgiriya xwe bi gelek riyê din, bi propagandeya sergirtî dikin.
Li bajarekî belediye di destê AKPê da kirina reqlama piştgiriya qatilan ne tesadufî ye.
AKP û hêzên îslamî ji qatilan ra sempatiyên xwe eşkere bikin jî nekin jî her kes dizane ku ew piştgiriyê didin terorîstên Daîşê, El Qaîdeyê û yên din. Pir ne dûr e ku tiliya îstîxbarata Tirkiyê di vê qetlîamê da hebe. Qatil di ser Tirkiyê ra çûbin û hatibin û xwe ji vê qetlîamê ra amade kiribin.

XXX
Navê TRT6ê bûye TRT Kurdî. Wek nav, TRT Kurdî baştir e. Lê bertîleke hilbijartina ye. Bira bi tiştên wiha zarokan bixapînin.
Mesela kurdan bi guhertinan navê kanalekê çareser nabe, kurd statuyeke siyasî dixwazin, dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin.
Dibê Erdogan dev ji van taktîk û manawrayên basît berde, kurd ne zarok in..

XXX


Tiştê min ji serê xwe kişandiye min ji dijminên xwe nekişandiye, lê çi heyf ku meriv nikane bêserî bijî.”
///Mahmût Yesarî
Tu dibêjî belkî vî camêrî ev gotin ji bo min gotiye yahooo!

10 januari 2015

Berfa Stockholmê ez birim bîranînên zaroktiyê


Li Stockholmê berfê baş dayê. Hewşa me, darên me, sêncên dora hewşê kerasekî spîboz wek yê bûkaniyê li xwe kirine.
Li ber ronahiya lampeyên hewşê kuliyên berfê kêf û zewqeke bêtarîf dide min. Ez bîstekê bêlibat lê temaşe dikim…
Bayekî honik ruyê min radimîse… 
Di bin kuliyên berfê da ez bi kêfxweşî cixareyekê dikşînim û bîstekê diçim salên zaroktiya xwe û berfa li bajarê min dibarî.
Bi barîna bi berfê ra dilopkirina xaniyê me, derketina ser xênî, bi bêrê avêtina berfê, kakirin û loxkirina xênî û ya herî xweş jî di hundur da guhdarîkirina li xirtexirta dengê bêra ferfê…
Diya min satil dida ber dilopan. Çipeçipa dilopan carnan li ser hev û carnan jî bi nabên rehetî nedida me. Me dest pê dikir dengê dilopan dijmart…
Ev hemû hîn di bîra min da mane..
Bavê min gelekê caran ne li mal bû, lê li mal bûya jî tu carî dernediket ser xênî û xanî lox nedikir.
Ya me yê yek bigirta, ya jî gava wê rojê me kes nedîta, feqîra diya min ji mecbûrî ewê derketa ser xênî û berf bavêta, xanî lox bikira.
Û di ber ra jî ji bavê min gazin bikira, bigota peyên xelkê giş li ser xaniyên xwe ne yê min….
Bi barîna berfê ra hin kes darlox û bêra wan di destên wan da û li mehelan digeriyan û bi heqên xwe berfa ser xaniyan davîtin, xanî ka û lox dikirin.
Bi barîna berfê ra ji me zarokan ra dibû dawet. Heta ku em ji serma diqefilîn me xwe li ser befê bor dikir, berra hev dida û herba berfê dilîst.
Dû ra bedenên me yên ziîfokî ji sar û sermayê dilerizîn, dev û diranên me li hev diketin û ji bo piçek em xwe germ bikin, me bazdida hundur malê...
Li hundur, çûk û mezin me xwe radida bin kursiya orxan li ser û me dest û lingên xwe germ dikir…
Li hemberî wan bîranîn û rojên min yên zaroktiyê evîna di dilê min da bi qasî berfa serê çiyayê Qerejdaxê spî û pir e…

09 januari 2015

Erdogan ne tenê derî, ewê hemû paceyên Tirkiyê jî ji Hamasê ra heta dawiyê veke





Wezirê Tirkiyê yê karûbarê derve Mevlut Çavuşoglu, bi minasebeta ziyareta serokê buroya siyasî yê Hamasê Halîd Meşal ya Tirkiyê got, ”deriyê me ji Hamasê ra vekiriye…”
Weleh ne derî tenê, hukûmeta AKPê her derê Tirkiyê ji Hamasê, Daîşê û hemû rêxistinên terorîst ra vekiriye. Tirkiye bûye hêlîna terorîstan. Heger ne Tirkiye, welatekî din yê zeîf û bêkes bûya ji zûda wek dewleteke terorîst hatibû al...înkarin.
Lê ji ber ku tirkiye xurt e, xwedî îmkan û hêzeke mezin e, loma Emerîka û Ewrûpa newêrin Tirkiyê wek dewleteke terorîst ya jî wek dewleteke alîkariyê bi terorîstan ra dike îlan bikin.
Di heqîqetê da îro li cîhanê tu dewleteke din tuneye ku bi qasî Tirkiyê piştgiriya terorîstan dike.
Bêyî alîkariya Tirkiyê berdewamiya hebûna Daîşê ne mimkûn e, dewleta ku Daîşê li ser nigan dihêle Tirkiye ye. Emerîka û Ewrûpa jî vê yekê baş dizanin. Daîş, di bin emir û qomutaniya Tirkiyê da li hemberî kurdan şer dike.
Berdevka wezareta karûbarên derve ya Emerîka Jen Psakî, di civîna çapemiyê da li hemberî vê beyana Mevlut Çavuşoglu nerîzîbuna xwe nîşan da, lê Tirkiye bi ”nerazîbûnên” wiha sivik dev ji alîkariya terorîstan bernade. Ji bo ku dev jê berde dibê Erdogan bivikê, yanî reaksiyoneke cidî bibîne, bizanibe ku ewê li zirarê derkeve.
Erdogan û Davutoglu nuha tirseke wiha nabînin, loma jî ewê deriyên Tirkiyê jî û paceyên wê jî ji Hamasê ra heta dawiyê vekin….


XXX
Heger qetlîama Parîsê li Tirkiyê ji alî kurdekî ve hatiba kirin gelo heta nuha çi anîbûn serê kurdan?
Wek li Parîsê bû, heger kurdek li Stenbolê têketa lokala rojnameya Ortadoguyê û 12 rojnamevanên tirk bikuşta, tirkan ewê reaksiyoneke çawa nîşan bidana, dewletê û milet heta nuha gelo ewê çi anîbûna serê kurdan?
Li Fransayê heta nuha fransizan êrîs nebirine ser yek cezaîrî, ser yek erebî û misilmanî û kes lînc nekirine. Dikanek, malek ereban û misilmanan neşewitandine.
Heger qetlîameke wiha, bi motîvekî siyasî û kurdayetiyê li Tirkiyê jî çê bibûya, gelo tirkan jî wek fransizan ewê wiha sakîn hereket bikirana?
Heta nuha ewê bi sedan kurd nekustibûna, bi sedan mal û dikanên kurdan nesewitandibûna?
Ez dibêjim ewê fermana kurdan rakirana.
Ez dibêjim nuha bi sedan kurd kuştibûn...
Ez dibêjim nuha bi sedan dikan û malên kurdan hatibûn şewitandibûn û talan kiribûn.
Lê Fransayê yek bûyereke wiha jî çênebû, fransizan êrîşî ereban û misilmanan nekirin.
Di bûyerên wiha da însaniyet û medeniyata miletan û civatan baş diyar dibe. Milet û civatên paşdamayî, prîmîtîv li hemberî bûyereke biçuk jî tên xeleyanê û dest bi lînckirinê dikin.





08 januari 2015

Bêyî xwe dijmindîtina herkesî ne karê aqil e

Hin terorîstên cîhadçî piştî qetlîama Parîsê di faca xwe ya swêdî da kêfxweşiya xwe wiha anîne zimên:
-Ji Xwedayê xwe ra dua bikin ji bo ku êrîşên wiha zêde bibin û kesên tevî van êrîşan dibin jî wek birayên xwe qebûl bikin.
Wan ev berazên hanê şandin Cehnimê. Van berazan karîkatorên Hz. Muhamed çêkiribûn.
-Ji nuha û pêda ev berazên pîs berî ku henekên xwe bi Xwedê û Pêxemberî wî bikin ewê careke din bifikirin.
Xwe ji gudarîkirina xutbeya roja îniyê ra hazir bikin, îmam ewê du saetan li ser kuştina van dijminên Xwedê bipeyive…
Meriv çawa dikane hewqasî ji însaniyetê dûr bikeve, çawa dikane hewqasî zalim, bêûjdan û bêmerhemet be aqilê meriv nagire.
Li hemberî vê kîn û nefreta hêzên cîhatçî û îslamîst, Papa Franziskus ji bo qatilên Charlie Hebdo dua kiriye,  ji Xwedê rahm xwestiye û wiha gotiye:
"Em ji bo wan zaliman jî dua bikin, ji bo ku Xwedê rahmê têxe dilê wan!”
Papa, ne ji bo 12 kesên hatine qetilkirin tenê, ji bo qatilan jî dua dike, dixwaze Xwedê rahmê têxe dilê wan jî.
Gelo alim, şêx û meleyên musilman jî ji bo 12 kesên hatin qetilkirin eynî duayê dikin?
Ez bawer nakim, ji ber ku herî zêde dua wan ji bo "âlema îslamê" ye, bêyî misilmanan ne xêra kesî dixwazin û ne jî duayê ji bo kesî dikin.
Dibê ev ditin were guhertin, dibê meriv dîn û baweriyên din wek "kafir" û neyarê xwe nebîne. Herkes li ser dînê xwe, her kes li ser fikirê xwe.
Dibê meriv kesî mecbûrî bawerî û jiyaneke wek ya xwe neke, dîtineke wiha rast nebîne. Bi milyaran însan ne mecbûr in wek musilmanan bifikirin û hurmetê nîşanî Pêxemberê Îslamê bidin.
Heta ku musilman bawerî û dînê xwe tenê rast û bawerî û dînên din jî şaş û ”kafir” bibînin trajedî û qetlîamên wiha ewê dom bikin. Ji ber ku zarokên musilman bi vê kulturê mezin dibin, di dibistanan da li gorî vê baweriyê perwerde dibin…

XXX
Bala xwe bidinê tirk, ereb, faris û hemû welatên îslam, miletên musilman li hemberî qetlîama Parîsê bêdeng in. Li Stenbolê, Anqerê, Tahranê bi sedhezaran însan wek li Kolnê li dijî rasîstan meşiyan, ew jî daneketin kolanan û ev qetlîama terorîstên îslamî ya hovane protesto nekirin.
Li Ewrûpayê heger rojekê hezar rasîst bimeşin, roja din bi dehhezaran li hemberî wan dimeşin. Li welatên musilman ev reaksiyon tuneye.
Ev jî tê wê maneyê ew ne li dijî terorê ne, ne li dijî Daîşê ne, ne li dijî kuştina "kafiran" in...
Beyana Erdogan bi xwe ne beyaneke xurt ya li dijî terorê ye. Li hemberî qetlîameke hewqasî mezin meriv beyaneke hewqasî zeîf nade.Diyar dibe ew bi xwe li pişt van terorîstan e...



XXX
-Dîn, formeke serdema navîn ya bêhişiyê(bêmantiqiyê)ye, gava bi sîlehên modern ra were ba hev li hemberî azadiyên me dibe tehdîdeke pir mezin. Dibê dîn jî wek hemû dîtin û fikrên din bikanibe were rexnekirin, were hicîvkirin û bêyî tirs henek pê were kirin.
Salman Rushdie 

07 januari 2015

Terorîstên ereb îcar li Parîsê 11 rojnamevan kuştin

Terorîstên îslamî li Parîsê bi kelanşînkofan û bi ”Allahu ekber” êrîş birin ser merkeza kovara mîzahî Charlie Hebdo. Bi ”Allahu ekber” êrîş biribûn ser Şengalê û Kobanê jî.
Tê gotin ku kovarê du sê sal berê hin karîkatorên Hz.Muhamed belav kiribûn, dikane ji ber wê be. 
Para rastiyê di vê îdîayê da hebe jî ne sebebekî esasî ye. Sebebê esasî piştgiriya kovarê û hin karîkatorîstên wê ya bi miletê kurd ra û bi şerê wan yê li dijî terorê ye. Dewletên li pişt terorîstan bi êrîşên wiha dixwazin Ewrûpa û Emerîka piştgiriyê nedin kurdan, ji bo ku bi hev ra rehet kurdan bifetisînin.
Sebebekî din jî bêguman hebûna Fransayê di koalîsyona li dijî terorê û alîkariya Fransê ya bi hukûmeta Kurdistana Federe ra ye.
Bi vê êrîşê dewletên Kurdistan îşxal kirine xwestin mesajekê bidin ewrûpiyan, ji bo ku zêde pêşda neçin.
Loma jî meriv dikane bibêje qetlîam berdewamî û perçeyekî êrîşên ser Şengalê û Kobanê ye, nêzîkbûna kurdan ya serxwebûnê ye.
Loma jî ewê qet ne şaş be meriv bibêje, dewletên li pişt êrîşên ser Şengalê û Kobanê bûn, dewletên di van êrîşan da piştgirî dan Daîşê li pişt qetlîama Parîsê ne jî.
Ji ber ku Daîş li Îraqê, li Sûriyê û li Kurdistanê wek artêşeke Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê ya mişterek li dijî kurdan şer dike.
Û hemû jî ji êrîşên Daîşê yên ser kurdan memnûn in. Ji xwe heger Tirkiye ne memnûn bûya ewê bi hezaran terorîstên Daîşê perwerde û çekdar nekira û neşanda ser kurdan.
Daîş bi serê xwe hereket nake, ew wek artêşeke Tirkiyê hereket dike, ev vekirî ye.
Îraq, Sûriye û heta dereceyekê Îran jî ji êrîşên Daîşê memnûn xuya dikin û di bin ra piştgiriyê didin terorîstên Daîşê. Çimkî dixwazin kurdan bi Daîşê teslîm bigrin.
Li gorî nûçeyên medyayê di êrîşî da herî kêm 11 rojnamevan û polîske ji alî terorîstên îslamî ve hatin kuştin.
Li aliyekî din ev êrîş li hemberî azadiya fikrî û demokrasiyê ye, li hemberî dinya azad e û toleransa medenî ye.
Terorîst û fanatîkên îdeolojiyeke serdema navîn ya dema wahşet û tarîtiyê dixwazin azadî û demokrasî ji ortê rakin û dinya azad jî paşda bibin, bikin wek civatên xwe.
Dixwazin herkesî bikin wek xwe û mecbûrî parastina îdeolojiyeke serdema navîn, îdelojî û siyaseteke ne li gorî vê sedsalê bikin.
Îdeolojiya ku bêyî xwe kesî qebûl neke, bêyî xwe mafê jiyanê nede tu kesî ji bo hemû însaniyetê tahlûkeyeke pir mezin e.
Nûnerên vê îdeolojiya serdema navîn li hemberî pêşketina medeniyeta îro û insaniyetê ne. Civata îro nikane li gorî îdeolojî baweriyeke 1400 sal berê bijî.
Hemû kes û hêzên azadîxwaz û demokrat û dinya Rojava dibê li heberî van terorîstên hov hêzên xwe bikin yek û li demokrasiyê û li azadiyan xwedî derkevin.
Terorîstên fanatîk azadî demokrasî ji xwe ra neyar îlan kirine, heta ji wan were ewê êrîş û qetlîamên wiha bidomînin. Hêzên demaokrat û azadîxwaz dibê li hemberî van terorîstan hêzn xwe bikin yek û tedbîrên mezin bigrin.
Dinya îslam, alimimên îslamê, bawermendên medenî û demokrat dibê vê qetlîamê bi şîdet mahkûm bikin.

Bîranîneke vegera ji surgûnê


Min nuha hestên Emer Farûk Baran yên derbarê ziyareta wî ya Surûcê da xwend, ji rewşa kambax, ji şer û dengê gulan û topan gelkî muteesîr bûye û gotiye wî Surûca xwe, bajarê zaroktiya xwe nas nekir.
Ev te gotinên Emer, piştî 30 sal surgûn çûna min a Wêranşar anî bîra min. Piştî 30 sal surgûn dema ez çûm Wêranşarê, ne min ew nas kir û ne jî wê ez. Em bûbûn xerîbên hev.
Ne dilê min li wê rûnişt û ne jî dilê wê li min…
Di van çar salên borî da min sê çar caran çû xwe avêt bextê wê, xwest ew min bi bîr bîne, dîsa himêza xwe ji min ra veke.
Lê nekir, ya jî nikanîbû bikira.
Dûrketina demeke gelkî dirêj ya 30 salî em ji hev sar kirine. Belkî jî şûşa dil şikestî ye, cebarkirin zor e.
Her cara ez diherim, ez li Wêranşara kevn digerim, li heval û dostên kevn digerim.
Lê yekî jî nabînim.
Kuçe û kolan fîzîkî mabin jî lê dîsa jî ne kuçe û kolanên berê ne.
Heval jî ne ew halên berê ne, erê ew kes in, lê ne ew kesên ku min 34 sal berê li pey xwe hîştin. Bûbûn şexsiyetên din.
Hesreta min ne ew kolan û ew kes in, ez li li kuçe û kolanên berê, hevalên xwe yên berê digerim, lê ew êdî tune ne, ezê wan qet nebînim…

XXX


Bawer nekin ku evîn karê aqil e. Gul ku murşîda her dilî ye. Hinekan bi bîhna xwe şad û hinekan jî bi striyê xwe îrşad dike.

06 januari 2015

Heger em dixwazin wek milet bimînin dibê em partiyên xwe ava bikin

Ez li dijî partiya kurd û tirkan ya bi hev ra me. Ez dibêjim, madem em kurd in û ew tirk in, wê demê jî dibê em kurd partiyên xwe û tirkên dostên me jî partiyên xwe çêkin. Û em û ew bi hev ra, di cepheyekê da têkoşînê bidin.

Dema em û ew di yek partiyê da tên ba hev, ew dimînin tirk û
em jî dihelin, dibin tirk.

Heta nuha kurdan ji bo kurd û Kurdistanê çi kirine bi saya partî, komel û dezgehên kurdî kirine. PKK ji ber ku wek partiyeke kurd daket qada siyasetê loma ev netîce bi xwe ra anî, loma kurdan dan dû û bûn gerîla û derketin serê çiyan.

Heger PKK ne wek partiyeke kurd ya serbixwe bûya, serokên wê bi tirkan ra partiyek çêkira kurdan nedidan dû û netîce jî wiha nedibû.

Yanî  me do partiyên mişterek çewt dît(birlikte orgutlenme) û loma jî
me rabû partiyên xwe çêkirin, lê îro hinek dixwazin em dev ji partiyên Kurdistanî berdin û em bibêjin do me şaşî kir.

Lê helbet herkes azad e, yên bixwazin bi tirkan ra bimeşin ewê pê ra bimeşin û yên din jî ewê riya xwe dom bikin. Ez meşa bi tirkan ra, partiyeke bi wan ra rast nabînim.

Bi hebûna kurdan di nava partiyekê da ew partî nabe partiyeke kurd û Kurdistanê. Di nava AKPê da jî kurd pir in û bi milyonan kurd rayên xwe xwe didin AKPê. Lê AKP ne partiyeke kurda ye. Partiyek ne bi nîjada endamên xwe, bi program û siyaseta xwe dibe partiyek kurd ya jî nabe.



Yanî ez qala partiyeke Kurdistanî, partiyeke ku welatekî, coxrafyayekê temsîl dike û dixwaze gelê Kurdistanê îdare bike dikim. Ne ku dixwaze Stenbolê, Anqerê û Yozgatê îdare bike.
Tu têkiliya me bi Yozgatê û Kastamoniyê û Rîzeyê tuneye. Ew tirk, em kurd in, bira herkes welatê xwe îdare bike.

Ma filistînî bi cuhûyan ra partiyan ava dikin?
Ma tirkek, kurdek ji filistîniyan ra dibêje, ”avakirina PLO û Hamasê şaş e û dibê hûn xwe bi îsraîliyan ra organîze bikin?
Ma filistîniyek qebûl dike cuhûyek bibe serok û berpirsiyarên wan?

Ez dibêjim bira Ertugrûl Kurkçu nebe berirsiyarê kurdan, bira here partiya xwe çêke û dû ra bi me ra hevkariyê bike.

Li Kurdistanê ne kurd tenê, tirk, ereb, asûrî-suryanî, cuhû hene, helbet kî program û siyaseta partiyê qebûl bike ewê bibe endam.

Bi kinî heger em xwe miletekî cihê û Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînin dibê em partiyên xwe, komeleyên xwe , dem û dezgeyên xwe yên netewî ava bikin. Yê tirkan çi heye, dibê yê me jî hebe, dibê meriv bi vî çavî li meselê binêre.
Yên tirkan tu carî wek yên xwenebîne. Ez viya dibêjim.

05 januari 2015

Dîaspora kurd


Bi gotina dîasporayê berî hemû miletan cuhû û ermenî tên bîra meriv. Li ser dîaspora cuhûyan û ermeniyan gelek lêkolîn û berhemên edebî hene.
Lê halbûkî kurd ji cuhû û ermeniyan qetbiqat bêtir marûzî dîasporeyeke pir hezîn, pir bi êş û jan bûne û ev êş û jana wan, bêdewletbûna wan hîn û hîn jî berdewam e.
Destpêka dîaspora kurdan heger bi qasî ya cuhuyan ne kevn be jî, lê ew jî xwedî dîrokeke bi sedan sal e.
Bi kêmanî meriv dikane dîaspora kurdan ji dema împaratoriya Sefawî û Osmaniyan bide destpêkirin. Lê piştî perçebûna Kurdistanê û avabûna Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê vê trajediyê bi rengekî bêînsaftir û gelkî berfirehtir dom kiriye.
Lê heta nuha li ser dîaspora kurd tu lêkolîn hatine kirin, tu berhemên edebî hatine nibîsîn bi rastî ez nizanim. Heger hebin ezê bi kêfxweşî bixwînim. Çimkî ez jî ferdekî, surgûnekî, şahidekî ji vê dîaspora kurd im.
Heger em ji dema nêz dest pê bikin jî, hema ji şerê Cîhanê yê Yekem û virda ye kurd mecbûrî jiyana dîasporayê bûne.
Helbet berî jî, di dawiya sedsala 19a da jî wek min di serî da got, gelek ronakbîr û malmezinên kurdan bi darê zorê hatine surgûnkirin ya jî ji ber zulma deswleta Osmanî koçî der kirine û piraniya wan hev vegeriyane welatên xwe. Van kesan li dîsaporayê gelek xebatên hêja kirin, rojnameya kurd ya pêşî Kurdistan(1898)derxistin.
Heger haya kesî ji berhemeke ser dîaspora kurd heye bira xêra xwe bibêje em jê hardar bibin.

XXX
Reklam û nivîskarî
Carinan ji karê meriv ra reklam hewce ye. Reklam, bihîstin e, dîtin e, xweşkirin û şîrînkirin e.
Tu kar bêyî reklam mezin nabe, tu şêx bêyî reklama murîdan meşhûr nabe.
Heger ne reklama rexnegiran be tu nivîskar mezin nabe û Xelata Nobelê nagre.
Jixwe loma ye hin nivîskar bi dehsalan, bi sedsalan piştî mirina xwe meşhûr dibin.
Çimkî di dema wî da kesî reklama wî nekiriye.
Yê reklama wî pir bibe zû meşhûr dibe.
Heger hûn nivîsakrên kurd jî dixwazin meşhûr bibin reklama xwe bikin, bidin kirin. Bira xelk pesnê berhema we bide. Çiqas zêde pesnê we were dayin hênê hewqasî zû meşhûr bibin.
Ne şert e bi rastî jî hûn edîb û nivîskarekî baş û mezin û bin, yên ne baş, êretî jî bi saya reklamê meşhûr dibin.
Yanî mimkûn e û numûne jî henin.
Bêyî reklam hûn romana dinyayê ya herî baş jî binivîsin weleh bêfeyde ye, çimkî haya kesî jê tuniye…



PARVE BIKE