28 februari 2015

Heta kurd zora cinawirê tirk nebin li tu derê ji me ra rehetî tuneye


Li gorî serokê Daîreya îstîxbarata netewî ya Emerîka James Clapper, Tirkiye PKKê ji Daşîê tahlûketir dibîne û  ew bawer nake ku Tirkiye li dijî Daîşê ji nuha bêtir tiştekî bike.
Li ser pirsa ”hûn bawer dikin ku Tirkiye ji nuha pê da bêtir angajeyî şerê li dijî Daîşê bibe” Clapper, gotiye, ”na, ez bawer nakim…”
Clapper, sebebê vê baweriya xwe bi siyaseta Tirkiyê ve girêdaye û gotiye, ”ji bo Tirkiye micadela bi Daîşê ra ne dora pêşî ye. Çimkî Tirkiye PKKê ji bo xwe tehdîdeke hîn mezintir dibîne, Kongreya gel tehdîdeke hîn mezintir dibîne. Hedefa Tirkiyê liberxwdan û tevgera kurd ya netewî ye. Jixwe di lêkolînên bîrûrayên giştî da jî xuya dibin ku Daîş wek tehdît nayê dîtin.”
Piştî van dîtinan Clapper gotiye, ”li Tirkiyê ji bo şervanên Daîşê rewş û derdoreke misaîd heye. Di qanûnan da û li ba însanan ji bo çûnûhatina şervanên Daîşê ya Sûriyê rewşeke pir misaîd û xweşbîneyek heye. Ji sedî 60ê şervanên Daîşê ji bo çûn û hatina Sûriyê di ser Trkiyê ra rê dîtin.”
Clapper kêm gotiye zêde negotiye, tespîtên wî hemû jî rast in. Jixwe tiştê Clapper gotiye ne îdîa ye, Erdogan û Davutoglu bi xwe çend caran gotin PKK û PYD ji Daîşê tahlûketir in û xwstin Emerîka û koalîsyon jî vê dîtina wan qebûl bike û şerê li dijî Daşê didin, li dijî PKkê û PYDê jî bidin.
Yanî meriv dikane bibêje, hukûmeta AKPê li hemberî kurdan ne bi Daîşê ra tenê, bi hemû zebaniyên dinyayê ra, bi qatilên profesyonel ra, bi Mafîayê ra, bi nazîztan ra, welhasil bi her kesî û her hêzê ra dikane hevkariyê bike.
Jixwe sbebê piştgiriya bi Daîşê ra jî mesela kurd e, xwestin him li Kurdistana rojava kurdan bişkînin û him jî Kurdistana Federe ji ortê rakin.
Yanî hedefa Tirkiyê xistina Hewlêrê jî bû. Daîşê bi piştgirî û daxwza Erdogan û Davutoglu êrîşê Şengalê kir.
Dersa em kurd ji van bûyerên dawî derxin ev e: Heta li Tirkiyê kurd negihîjin azadiya xwe yanî  bi hawakî mesla kurd çareser nebe, li tu beşekî Kurdistanê ji kurdan ra rehetî tuneye.
Li Îraqê Kurdistana Federe jî ne di garantiyê da ye. Daîş bişkiyê, tasfiye bibe jî kurd rehet nakin. Îcar jî dikanin bi milîsên şîiyan êrîşî kurdan bikin, bi riya wan gelşeke nuh ji kurdan ra peydabikin.
Yanî heta ku mesela kurd li Tirkiyê çareser nebe li tu dereke cîhanê ji me kurdan ra rehetî tuneye.
Tirk, li Ewrûpayê jî rehetiyê nadin me. Ji bo ku kurd li Ewrûpayê nebin xwedî îmkan, xwedî dem û dezgeh çi xerabî ji wan tê dikin.
Loma jî ji bo ku kurd bikanibin li herçar perçên Kurdistanê rê li ber azadî û serxwebûna xwe vekin, berî hertiştî dibê pişta vî “cinawarê tirk” bişkînin, heta ev yek nebe li ser serê kurdan ewê tim şer û ceng be…


27 februari 2015

Aqil tunebe meriv biserketina dijminê xwe jî dilşa dibe


Gelek kurd bi serketana taximekî tirk li hemberî taximekî biyanî wek tirkan kêfxweş dibin. Piştgirî û kêfxwesiya kesên nezan, kesên ne şiyar, kesên ne siyasî meriv fêm dike. Lê gava kurdên şiyar û siyasî jî wek alîgir û sporciyên tirkan kêfxweş bibin ne normal e, di vir da çewtiyek, kêmasiyek heye.
Gelek kurd li dijî partiyên tirk in, lê belê li alî din jî dilxwaz û alîgirên taximên tirk in. 
Diyar e şiyariya me ya siyasî û netewî piçekî seqet e, tam tekamul nekiriye. Hemû taximên futbolê yên tirk, piraniyeke mezin ya alîgir û sporciyên taximan, wek partiyan û endamên wan, ji kurdan û nefret dikin, neyarên kurdan û daxwazên wan yên netewî ne.
Yanî gava meriv bi çavekî netewî li meselê binêre, tu sebeb tuneye ku kurdek wek tirkekî bibe alîgirê taximekî tirk.
Hevalekî min ê facebookê jî ji ber ku Beşîktasê do zora li Lîverpûlê bir kêfxweş bûye. Hin kesan jî ev piştgiriya wî ya ji taximekî tirk ra rexne kirin.
Wî jî di bersîva xwe da got, ”Ji ber ku ez kurd im tu sebebek tuneye ku ez ji taximekî tirk yê futbolê nefret bikim…”
Min jî jê ra got, madem wiha ye ”Sibe al û apikê xwe li xwe ke û rozeteke ala kurdî ya jî rismê Ocalan ya jî yê Mesûd Barzanî jî bi sînga xwe ve ke û here maa Beîktaê. Tu yê fêm bikî bê hezkirina BJKê û tirka i ye !”
Xortê kurd di bersîva xwe da got, ”Ew jî rastîyeka wan e mamoste.”
Rast e, em dizanin tirk ji kurdan nefret dikin, ji tu tiştekî, ji tu semboleke kurdî hez nakin. Û kesê jê hez bikin jî lînc dikin. Em bi vê rastiya tirkan dizanin û qebûl dikin.
Lê em bi qasî rastiya xelkê, bi rastiya xwe nizanin, em nizanin rastiya me çi ye?
Heger me rastiya xwe bizanîbûya dibê wek kurd me îşê xwe ji taximên tirk neaniya, em bi serketina wan kêfxweş nebûna.
Çimkî wek partiyên tirk, wek dewleta tirk, wek meclîsa tirk, wek artêşa tirk, wek pûlisên tirk, taximên tirk jî ne yê me ne, yên Tirkiyê û tirkan e. Û di ser da neyartiya me jî dikin.
Lîstikvanekî Beşîktaşê ya jî yê taximekî din kurd be jî newêre bibêje ez kurd im, newêre sempatiya xwe eşkere ji kurdan û sembolên kurdî ra nîşan bide. Wek tirkek rozête ala tirk bi sînga xwe ve dike, ew jî newêre ala kurd bi sînga xwe ve ke.
Newêre serkeftineke gerîlla û pêşmerge ya li hemberî Daîşê vekirî biparêze û pîroz bike, piştgiriya xwe nîşan bide. Heger bike, hevalên wî, sporciyên taximê wî, ewê wî lînc bikin.
Lê gelek kurd vê ”rastiya” xwe nabînin, bîra vê yekê nabin û loma jî wek sporciyên tirk, ji serketinên taximên tirk ra li çepikan dixin, sembolên wan hildidin, formayên wan li xwe dikin. Ji ber ku zanîn û şiûrê netewî bi me ra kêm e. Loma jî em xwe nas nakin, siyasîbûneke vala û bê naverok li meydanê heye…
Bi kurtî, li gel hewqas micadele û bedelên giran jî em hîn tam nebûne milet.

Hovên wiha çi ji medeniyetê fêm dikin!

Terorîst û qatilên Daîşê li muezeya Mûsilê hemû peyker û esrên dîrokî bi zompan peremperçe dikin. Û vîdeoya vê hovîtiya xwe jî belav kirine.
Sûtalên kuçan, heşaşên ziqaq û kulxanan, hovên serê çiyan û çolên erebîstanê û Afrîkayê çi ji medeniyetê fêm dikin ku.
Ew ancax xwasî û başewala li deve û keran siwar bin û wek dewêr bi pel û pincêr û bi katê kayika xwe bikin.
Hovên wiha li ku medeniyet li ku !
Helbet ewê peyker û berhemên bi hezaran sal kevn bi zompan perçeperçeyî bikin.
Pêşketina wan, kultura wan, huner û marîfeta wan tenê selwantiya devan û kayika katê ye. Erê bi bedena xwe însan in, lê bi hiş û kultura xwe ji kerê çolan in.
Ew ne însanên vê cîhanê ne, hîn kedî nebûne, aliyê wan yê hov, yê heywanî ji yê însanî xurtir e. Loma ne însên, wek lawirên serê çiyan wek gurên devbixwîn tevdigerin, hertiştî dikujin
Ew ne ew kes in ku bibin xwedî muze û berhem, ew yên zompan, tevir û bêran e, karê wa, kultura wan ev e, ji xerakirinê fêm dikin. Hovên wiha li ku medeniyet li ku !

XXX

Ez dibêjim yê psîkolojiya wî herî saxlem jî heger hefteyekê li ser hev li telewîzyonên tirk û minaqeşeyên siyasî temaşe bike ewê aqil berde.
Kî naxwaze here ba psîkologekî bira dev ji temaşekirina telewîzyonên tirk berde.
Heta meriv demekê bala xwe nede telewîzyonên tirk,meriv nikane fêm bike bê çima Erdogan û Bahçelî li Tirkyê hewqasî xurt in...

26 februari 2015

Dek û dolabên gorra Suleyman Şah û plana Erdogan


Veguheztina ciyê gorra Suleyman Şah hêdî hêdî zelal dibe. Wisa tê fêmkirin ku tedbîreke li hemberî kurdan û yekbûna Kurdistana başûr û rojava ye.
Diyar e tiştek bi ber guhê Erdogan û Davutoglu ketiye, loma jî ji nuha da tedbîra xwe digrin, ji kurdan ra gelşekê çê dikin.
Wek Kurdistana basûr, dixwazin li Kurdistana rojava, li dereke herî stratejîk şargeheke xwe ya leşkerî ji nuha da ava bikin. Sebebê neqilkirina gorr û sandoqa derwîn ev e. Ji nuha da li ser 10 donim erd qereqioleke mezin ava dikin.
Herçî mesela tirsa ji Daîşê ye vira wan zû derket ortê. Diyar bû ku bira tirsa ji Daîşê li wir be, qatilên û serokên Daîşê gorra Suleyman Şah ji xwe ra wek şargeh, wek merekezeke ewleyî û xweparastinê bikar anîne. Xwarin, vexwarin û malzemeyên xwedêgiravî ji leşkerên gorrê ra dişandin, ne ji bo leşkeran tenê bûye, qismek çûye ji Daîşê ra. Bi kurtî leşkerên tirk û qatilên Daîşê li wir wek bira bi hev ra jiyane, bi hev ra kirine û vexwarine. Gelek çek û cebilxaneyên xwe jî bi riya wê qereqolê temïn kirine.
Ev yek êdî baş zelal bûye…
Yanî tirs û hinceta Daîşê vireke mezin e, sebeb ne Daîş e, kurd in, hazirî û tedbîreke li hemberî kurda ye. Ev rastî êdî bi veşartin nayê….
Lê PYDê çima alîkariya wan kir, çima destûr da gorrê bibin wir, hesabê wan çi bû ez fêm nakim.
Tirkiyê ji berpirsiyarên PYDê ra çi gotibin jî, çi soz dabin wan jî vala ye, xapandin e. Jixwe piştî ku bi saxî û selametî çûn sendoqa xwe anîn û şunda, gotin me ji kesî destûr û alîkarîlkarî negirtiye, me bi qeweta xwe ciyê gorrê guhest. Û wek hertim dîsa ji PYDê ra gotin ”terorîst” û filan û bîvan.
Yanî mêrikan him bi selametê karê xwe bi PYDê qedandin, him bê şer û teşxele hatin li derkereke Kurdistanê hîn stratejîktir bicî bûn û him jî dev ji mêranî û quretiyên xwe bernadin…
Li alî din ciyê girtine jî îşxal e, ne ji xwediyê erd pirsîn e, ne destûr girtine û ne jî erd kirî ne. Ev jî bêqanûnî û zorbati ye.
Belkî bi çend soz û gotinên vala PYD xapandine û gihîştine armavca xwe. Ji ber ku berî neqilkirina gorrê qala 5 civînên bi tirkan ra tê kirin.
Lê dibê kurd, PYD, PKK vê zorbatiya hukûmeta AKPê ebeden qebûl nekin û ji bo derxistina wan ji wir çi ji destên wan tê bikin.
Bicîbûna tirkan li Kobanê tahlûke ye, bela ye. Dibê PYD bi gotinên tirkan yên devikî tu carî nexape.
Yoğun güvenlik önlemleri altında 200 askerin yürüttüğü çalışmaların 3 gün içinde tamamlanması bekleniyor. Sınıra 253 metre uzaktaki yeni türbe Türkiye'den ziyaretçilerin kolaylıkla gidebileceği bir uzaklıkta bulunuyor.

25 februari 2015

Dengîr Mîr Mehmet Firat qala çîroka xwe û Erdogan dike



Ji avakarên AKPê û berdevkê Erdogan yê berê Dengîr Mîr Mehmet Firat ji HDPê bû namzet.
Min bi xwe ev biryara Firat pozîtîf dît û pê kêfxweş bûm. Xwezî gelek kurdên din jî biryareke wiha bidana.
Firat, ev cara pêşî ye bi riya rojnamevan Farûk Mercan, qala şerê xwe û Erdogan û sebebê veqetandina xwe ya ji AKPê kiriye.
Li gorî Faruk Mercan dinivîse, sebebê veqetandina Dengir Mir Mehmet Firat mesela kurd bûye, lê ji bo ku mesele zêde mezin nebe û AKP zirarê nebîne kêmsiheta xwe wek sebeb nîşan daye.
Li gorî Dengîr Mîr Firat, çîroka veqetandina wî ya ji AKPê wiha dest pê kiriye:
Di sala 2008a, di civînekê da Firat mafê axaftinê ji Erdogan digre  û dibêje, ”Birêz serokwezîr, hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariyê derbas bûn, partî ewê bihata girtin lê me ew jî li pey xwe hîşt. Nuha li pêş me hilbijartineke nuh heye, wîzyona me çi ye, em wê bipeyivin.”
Erdogonjî gotiye:
-Em bipeyivin…
Dengîr Firat: Di îktîdara me da dîndaran hema hema hemû mafên xwe girtin. Lê belê kurdan negirtin.”
Erdogan: Çi ne ew maf?
Dengîr Firat:
”Perwerdeya bi zimanê kurdî mesela. Ez jî diznim ku bi carekê da nabe, lê dibê em hin gavan bavêjin.”
Erdogan:
”Ez çûm herdera başûrê rojhilat. Yek ferdî jî nehat ji min perwerdeya bi kurdî nexwest. Ya din jî, ma dewleta kurdan heye ku zimanê wan yê dayikê bibe zimanê perwerdê?
Firat Dengîr:
Dewleta kurdan heye, Komara Tirkiyê ye. Tu jî serokwezxîrê wan î. Û mesela perwerdeya bi kurdî jî, ez dixwazim, ji bo zarokên xwe ez viya ji te dixwazim.
Xwedêgiravî Erdogan li hemberî van gotinên Firat bêdeng maye û civînê qedandiye.
Dîsa li gorî Farûk Mercan dinivîse, piştî civînê, Firat dihere odeya Erdogan û îstîfa xwe dide.
Erdogan jê ra dibêje, ”Bîna te teng e, here demekê îstîrahet bike. Dengîr Firat jî jê ra dibêje, ”Min nikanîbû tu îqna bikira û te jî nikanîbû ez îqna bikirama, wê gavê îstîfa dikim.”
Erdogan jî dibêje, ”Îstifa te ewê deng bide.”
Firat dibêje, ”Ezê problemên siheta xwe sebeb nîşan bidim.
Û piştî sê rojan Dengîr Firan îstîfa xwe dide û ji AKPê Îstîfa dike û Abdulkadîr Aksû(sûndxwarekî neyarê kurda ye. Dibêjin ne kurd e)dikeve dewsa wî.
Di nivîsê da li ser wezîrê ziretê Mehdî Ekerê bismilî jî agahdariyeke kin û balkêş heye.
Berî hilbijartinên 2009a, Mehdî  Eker ji Erdogan ra dibêje, bira li merkezên perwerdê yên gel(Halk Egitim Merkezeleri) dersên kurdî werin dayin. Erdogan bi hêrs ji Eker ra dibêje, ”bi devê PKKê nepeyive !”
Bi qalkirina çîroka veqetandina xwe û vê mesela Eker, Dengîr Mîr Mehmet Firat tiştekî baş kiriye. Bi îhtîmaleke mezin gelek tiştên din jî wî û Erdogan ji hev ra gotine, lê Firat qala hemûyan nekiriye. Lê li gel vê jî, ji bo naskirina Erdogan û fêrbûna dîtinên wî yên derbarê kurdan û mesela kurd da ji devê yekî wek Firat bihîstina van gotinan dîsa baş e û muhîm e.
Ez bawer dikim di rojên pêş da Firat ewê qala gelek meseleyên din yên muhîm bike. Ji ber ku ew merivekî gelkî nêzî  Erdogan û taximê wî bû. Firat, derbarê AKPê, Erdogan û hevalên wî da gelek tiştên muhîm dizane.
Wek tê dîtin siyaseta Erdogan ya kurdan  ya esasî  girtina rayên kurdan e, ji bo girtina rayên kurdan carnan hin demagojiyan dike, hin manaewrayên biçûk dike, lê armanc xapandin e. Fikrê wî yê esasî dibê kurd nebin xwedî tu mafên esasî û netewî, dibê kurd werin helandin.
Piştî Firat ji AKPê veqetiya di dawiya sala 2012a da di nabêna min û wî da minaqeşeyek çêbû. Ez li vir dûr û dirêj qala wê minaqaşeya me nakim, yên bixwazin dikanin di bloga min da bixwînin.
Di minaqaşa me da ez bi îstîfa wî ya ji AKPê kêfxweş bûbûm û min li ser hevaltiya wî ya bi Erdogan ra ji birêz Firat ra gotibû:
” Bi baweriya min, meriv bi hevaltiya kesê ku welatê meriv îşxal kiribe û nehêle zarokên gelê meriv jî bi zimanê xwe bixwîne serbilinda nabe; dixwaze bira ew kes serokwezîr û serokkomar be. Hûn çuqasî ji Erdogan û partiya wî dûr bikevin û bibin rêberê gelê xwe, serokê miletê xwe, kurd ewê hewqasî ji we hez bikin. Meriv bi hevaltiya dijminê xwe serbilind nabe…
Silavên dostaniyê”
Sê sal berê dema min ev gotin ji Firat ra gotin, ew ji  vegera nav tevgera kurd ya siyasî û siyaseta kurd gelkî dûr bû, kêm kesî bawer dikir ew were vê nuxteya îro. Helbet ji nuha da hîn baş ne diyar e birêz Firat çiqasî vegeriya ye. Gelo ji nuha û pêda ewê siyaseteke kurd û Kurdistanî bike ya jî ya Tirkîyetiyê? Ev yek hîn tam ne zela e. Lê di siyasetê da hertişt mimkûn e.
Li gel van nezelaliyan jî ez bi xwe bi vê biryara Firat ya namzetiya HDPê kêfxweş bûm. Ev destpêk e, hêvî dikim di rojên pêş da wek siyasetmedarekî kurd dakeve qada siyasetê.
Bi dîtina min kîjan kurd dev ji AKPê û partiyên tirk berde, kînga dibe bira bibe, baş e û dibê meriv pê kêfxweş bibe. Jixwe ji armancên xebata me yek jî ew e ku kurd ji tirkan biqetin û werin ji bo gelê xwe û welatê xwe siyasetê bikin.
Helbet dîrokê û kirinên wan jî dibê meriv ji bîr neke, lê ji wan ra tim neke serhevde. Kînga vegerin baş e...
Heger 30-40 parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd ew jî wek Firat îstîfa bikin Tirkiye ewê biheje, bingehê siyasî yê dewleta tirk li Kurdistanê ewê nemîne.
Sê sal berê min ji ber hevaltiya wî bi ya Erdogan Firat rexne kiribû, nuha jî bi vê biryara wî ya siyasî ez wî pîroz dikim.

Hukûmet cil û bergên kurdî jî qedexe dike


Bi qanûnên nuh yên ”ewlekariya hundur” hukûmeta AKPê şal û şapik û bergên kurdî ji ber ku dişibin kincên gerrîla yasax dike.
Di madeya 8, benda (b)da bi kurtî wiha tê gotin:
”Kesê bi amblem û îşaretên rêxistineke neqanûnî ya jî kincên dişibin unîformayên rêxistineke neqanûnî (yanî şal û şapik)beşdarî meş û ç alakiyan bibe wê werin cezakirin. Cezayê vî sûcî ji şeş mehan heta sê salan e.”
Yanî ji bo ku kurdan ji kok da ji ortê rakin, bikin tirk bêguman dibê kincên wan jî, sembolên wan jî, ala wan jî yasax bikin.
Jixwe ji bo asîmîlekirina miletekî, helandina miletekî berê kultura wî, folklora wî, muzîka wî, cil û bergên wî û zimanê wî tê qedexekirin. AKP jî viya dike.
Bi kurtî Erdogan û Davutoglu dixwazin hertiştê ku kurdan ji tirkan cihê dike, hertiştê ku beşekî kultur û jiyna kurda ye, hertiştê ku kurdayetiyê tîne bîra meriv yasax bikin. Dû ra, wek miletên din hêdî hêdî ewê jî bibin tirk.
Ûkurdên APKê, parlamenter û wezîrên kurd yên di nava AKPê û hukûmetê da bi silekî, bi teslîmiyet, bi bêxîretî li vê projeya wendakirina gelê xwe temaşe dikin; ne tenê temaşe dikin, piştgiriyê jî didin Erdogan û Davutoglu…
Ez çi bibêjim, ji bo hin kurdan sînorê bêxîretiyê tuneye, carê bûne zilamên neyar, Erdogan çi bîne serê gelê wan jî pê nerehet nabin….
Wisa xuya ye ev pakêt jî perçeyek ji ”pêvajoya çareseriya” Erdogan e. Bi qebûlkirina van qanûnên nuh Tirkiye ji bo hemû kurdan dibe girtîgehek mezin. Pûlis, cendirme û MIT çi bixwazin dikanin bînin serê kurdan, di Newrozê da ji bo lixwekirina şal û şapikên kurdî dikanin bi hezaran kesî bigrin û heryekê sê sal ceza bidin wan…
Bi rastî jî ”pêvajoya aştiyê” (!) pir baş diç e..
Welhasil hukûmet dixwaze bi ”hevdîtinên pêvajoya astiyê”(!) miletê kurd teslîm bigre, ked û xebata kurdan ya 40 salî tasfiye bike û hemû kadirên siyasî jî krîmînalîze bike, têxe zindanan.

24 februari 2015

Erdogan, serokwezîr û serokerkan wek zarokên xwe dibîne


Serokkomar Erdogan, cîguhestina gorra Suleyman Şah parastiyeû gotiye:
”Wek serokkomarekî gel hilbijartiye helbet ez nikanim li hemberî êrîşên li hemberî şexsê xwe, li hemberî serokwezîrê xwe, li hemberî serokerkanê xwe bêdeng bimînim…”
Mêrik ji serokwezîrê Tirkiyê ra dibêjie, ”serokwezîrê min” û ji serokerkan ra jî dibêjie  ”serokerkanê min.” !
Li Tirkiyê meqamê wî, rutbeya wî çi dibe bira bibe, Erdogan qurişekî xwe jî di kesî nade, her brokratî, her zabitî, her wezîrî wek zilamê xwe, wek karkirekî şîrketa xwe dibîne û tim wisa xîtabî wan dike.
Ji serokwezîr ra dibêje, ”serokwezîrê min”, ji serokerkan ra dibêje, ”serokerkanê min” û ji hemû wezîran ra jî dibêje, ”wezîrê min”!
Viya jî bi zanetî û bi israr dike, li gel ku gelek caran hatiye rexnekirin jî vê termînolojiya xwe naguhere. Çimkî ev termînolojî, ev xîtabet yê li hember wî biçûk dixe, bêşexsiyet dike û mezinatiya wî qebûl dike...
Lê kes jî newêre jê ra bibêje, ”kurro em çima serokwezîr” û ”serokerkanê te ne?” Wek te, em jî mamûrê dewletê ne, ma ev dewlet şîrketa bavê te ye û em jî xulamê te ne ku tu ji me ra dibêjî ”yên min…”
Li dinyayê êdî kes ji jina xwe ra nabêje ”viya jina min e”! Ya jî viya ”mêrê min e”!
Meriv dibêje ”xanima min” û ”peyê min” ya jî ”bavê zarokên min…”
Lê Erdogan, ji serokwezîrê welatekî ra dibêje ” serokwezîrê min” û ji serokerkanê artêşekê ra jî dibêjie ”serokerkanê min”!
Di hukûmetê da tu kesê ku biwêribe li hember Erdogan rabe, ya jî bêemriya wî bike tuneye. Erdogan hemû jî xesandine, şexsiyet bi kesî ra nehîştiye, bi çavê zarokên xwe, bi çavên şivan û gavanê xwe li wan dinêre û loma j bi wê uslûb û termînolojiyê xîtabî wan dike.
Kesê di hukûmeta AKPê da were meqamekî mecbûr e xurûr û şexsiyeta xwe têxe bin nigê Erdogan, ya na nikane bibe bekçiyê qereqolekê jî

Hafiza masî û kurd

Dibêjin hafiza masî tenê sê saniye ye. Ez bawer dikim hafiza piraniya kurdan ji ya masî jî kêmtir e. Heger ne wiha bûya dibê kurdên AKPê, parlamenter û wezîrên kurd yên AKPê, ji Erdogan û Davutoglu pirsa gorrên pêşiyên xwe bikirana. Dibê ji Erdogan û Davutoglu ra bigotana, hûn hestiyên merivekî we yê 837 sal berê miriy hûn bi vir da û wê da direvînin, hûn jê ra qub û tirbên spî çê dikin. Wê demê çima hûn ciyên gorrên pêşiyên me nîşanî me nadin?
Ka gorra Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Dr. Fûad, Seyid Riza û yên we bi wan ra qetil kirin li ku ne? Çima hûn gorrên wan nîşanî me nadin?
Lê kurd ne vê pirsê ji Erdogan û Davutoglu dikin û ne jî bi vê veşartina dewletê nerehet dibin. Ji ber ku hafiza tuneye, şiûr zeîf e.
Jixwe li Kurdistana bakur belkî ji sedî deh jî nizanin gorrên kalik û pîrikên wan li ku ne. Miletekî wiha bêhafize, ji dîroka xwe qut nikane bîr bibe ku ji dijminê xwe ciyê gorra bav û kalê xwe bipirse! Û mesela alïkariya PYDê jî min fêm nekir, çima alîkarî kirine?


XXX
Li gorî malpera Avestakurdê dinivîse, serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ” 500 milyon dolar ji Tirkiyê aniye."
Nêçîrvan Barzanî, hefta borî li Tirkiyê bû û bi serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu û serokkomar Erdogan ra hevdîtin pêkanî.
Di xeberê da derbarê şert, faîz û mudeta deyn da tu agahdarî tuneye, nayê gotin ev pere ji Tirkiyê çawa, bi kîjan şertan, bi kîjan faîzê hatiye deynkirin û heta kînga? Divê ev yek were zelalkirin û herkes bizanibe.
Ne meclîs û hukûmet tenê, dibê bîrûraya giştî jî şert, faîz û muedeta deyn bizanibe. Dibê medya kurd vê yekê ji birêz Nêçîrvan Barzanî û ji berpirsiyaran bibipirse û gelê kurd agahdar bike. Ne ku hema bibêje, serokwezîrê herêma Kurdistanê ”500 milyon dolar ji Tirkiyê anî.”!
Çawa anî, bi kîjan şertan?
Herhal Tirk belaş, xêra bavê xwe 500 milyon nadin Nêçîrvan Barzanî.
Di rojeke wiha teng da, rojeke ku hewcedariya kurdan bi pera heye Tirkiye çêyiyê, qenciyê, camêriyê bi kurdan nake. Bi îhtîmaleke mezin ewê bibêjin fersend ev fersend e û şertên xwe gelkî giran bikin, faîza xwe jî bikin çend qatên faîza tefeciyan.

23 februari 2015

Ji Erdogan komediyeke nuh


Ji do da ye Erdogan û Davutoglu komediyeke pir xerîb û pir pespaya pêşkêşî miletê tirk û kurd dikin; navê lîstikê “operasyona” Gorra Silêman Şah e.
Do bi şev bi hela helayeke mezin, bi tank û topan çûne gorra Silêman Şah vekirine û hestiyên wî revandine Tirkiyê. Lê li gorî dibêjin hestî mestî tuneye, sindoqek vala ye. 
Îcar jî dixwazin "hestiyên" Silêman Şah li derke ser sînorê di orta Kobanê û Surûcê da veşirên. Di viya da miheqeq planek hukûmetê heye.
Ev “operasyon”(!) çima kirin, gorr çima guhestin, mesele çi ye, hîn baş nayê zanîn. Lê ne belaseb e û ne mesela ewlekariyê ye.
Tenê welwele û helahelayek û qîjewîja zafera artêşa tirk ya nayê zanîn tê kirin. Ev çi zafer e hîn kes nizane.
Di “operasyona” derewan da şer çênebûye, kuştî û birîndar tunene, lê Davutoglu bi xurûr qala zafereke pir mezin dike, fena ku dinya feth kiribin…
Çima şer çê nebû, çima Daîşê guleyek jî bera tirkan neda, çima kurdan dengê xwe nekirin û hîştin tirk bi rehetî, bêyî qeza û bela herin û werin?
Davutoglu li ser “operesyona” derewan demagojiyeke wiha dike ku mahdê meriv jê digere. Însan çawa dikane hewqas derew li hev bîne aqilê meriv disekine.
Min bi xwe tu tişt ji vê dek û dolab û lîstika Erdogan ya Silêman Şah fêm nekir, Xwedê zane dîsa çi zindîqiyê, çi dek û dolab fikirî ye.
PYD dibêje Tirkiyê ji wan alîkarî xwestiye û wan û Tirkiyê bi hev ra çûna "hestiyên" Silêman Şah ji gorrê derxistine û derbasî Tirkiyê kirine.
Lê çima bi şev, çima bi tank û topan û çima ev alîkarî kirine min fêm nekir.
Heger gorr ji alî Daîşê ve hatibûya dorpêçkirin dibê şer derketa, birîndar û kuştî hebûna. Lê tiştekî wiha tuneye. Wê demê ev helahop çima?
Ya din Daîşî çeteyên Tirkiyê ne, ne mimkûn e herin bela xwe di hestiyên Silêman Şah bidin.
Çimkî nanê wan, ava wan, çek û cebilxaneya wan ji Tirkiyê ye, merivên wan di ser Tirkiyê ra diherin û tên. Tirkiye tenê rê li ber wan bigre ewê di wirda bifetisin. Loma jî destûra Daîşê tunebe tirk nikanin herin wir, miheqeq lihevkirinek heye.
Yanî Daîş li gel hewqas dijmin, Tirkiyê jî ji xwe ra nake neyar. Tiştekî wiha zêde nakeve serê min. Ez dibêjim wek revandina personalên seferarata Mûsilê, “operesyona” gorra Silêman Şah jî lîstikek Erdogan ya nuh e, di rojên pêş da ewê baştir zelal bibe. 

2015-02-22

22 februari 2015

15 saliya malpera Avestakurdê pîroz be!


Malpera Avestakurd ya nûçeyan îro 15 saliya xwe pîroz dike. Avesta, ev 15 sal in weşana xwe bi kurmancî, bi rengekî bênabir didomîne. Ji bo malpereke internetê ya kurdî ev îstîkrar ne hindik e, ciyê şanaziyê ye.
Bêguman li ba xelkê 15 sal ne pir e, lê ba kurdan pir e. Bi taybetî jî ji bo malperên ne yên partiyan ne hindik e. Li ba kurdan tenê du numûne hene, ew jî Avesta û Nefel e. Van herdu malperên serbixwe, ne girêdayî tu hêz û partiyê îstîkrareke pir baş nîşan dan.
Di van 15 salan da min gelek caran şaşiyên zimanê Aveste raxne kir û şaşî dan rastkirin.
Hin caran min xeberên wê, uslûba xeberan rexne kir. Lê gelek caran jî xeberên wê bûn çavkaniya nivîsên min. Ne Avesta bûya minê nikanîbûya ew nivîs binivîsandana.
Avesta yek ji wan malperana ye ku ez her roj çend caran lê mêze dikim û jê sûdê digrim. Ji bo malpereke nûçeyan ev ciyê serbilindiyê ye.
Bi kurtî weşana wê, zimanê wê tam ne bi dilê min be jî min her roj çend caran bala xwe daye Avesta, jê feyde girtiye û tim jî xwestiye ew jiyana xwe ya weşanê bidomîne, bipêşkeve û weşaneke baştir û bêterefgirî bike.
Ez 15 saliya malpera Avestakurdê bi dil û can pîroz dikim û jê ra jiyaneke dirêj dixwazim…


Li ser rexneyekê
Di nivîsa xwe ya pîrozkirina 15 saliya Avestakurdê da min navê malperên Avestakurdê û Nefelê wek du malperên. şesxî, serbixwe, negirêdayî partiyan nîşan dabû.
Cemîl Oguz ji ber ku min navê van hedu malperan tenê daye ez rexne kirime.
Heqê wî heye, dibê min navê Amîdakurd û Diyarnameyê jî bida. Avestakurd û Nefel çiqasî serbixwe bin, Amîdakurd û Diyarname jî hewqasî serbixwe ne.
Min negotina navê Amîdakurdê û Diyarnameyê ne bi qestî, bi rastî min ji bîr kir. Ji ber ku ew tam ne malperên xeberan e û ez her roj li wan nanêrim loma.
Lê kes nizane min ji bîr kiriye û xelk ne minecîm e bizane. Ez vê qusûra xwe bêyî lam û cîm qebûl dikim.
Loma jî dema Cemîl Oguz û yekî din, vê îhmalê min nêta min ya xerab ve girê bidin heqê wan heye.
Loma jî ez bi vê notê him vê kêmasiya xwe qebûl dikim û him jî navê Amîdakurd û Diyarnameyê jî lê zêde dikim.
Dibe hin malperên din jî hebin haya min jê tuneye. Lê bi rastî di dema nivîsê da herdu malper jî nehatin bîra min. Îcar kî bawer dike, kî bawer nake bi kêfa xwe ye….

XXX

Ez û xanim îro çûn kaşê(hevrazê)xweşemitandinê, nêzî mala me ye. Bi meş li dora 15-20 deqîqeyan e.
Xelkê zarokên xwe anîbûn li teleferîkê dikirin, diçin jora gir û ji wir jî xwe şûşî jêr dikirin. Dilê min û xanimê gelkî hebû em jî wek wan bikin lê em bi zorê di bin xwe da dimeşiyan. Ji bo ke em nekevin me bi destê hev digirt…
Meriv di kêlek golê û ji nav daristanê diçe wî kaşî û merkezê. Ciyekî li ber golê ye û li hin deran av teng û fire dibe. Bi rê da em rastî sosiretekê hatin. Xûzekî(kûçikê avî) bi tirkî jê ra dibêjin ”kunduz” û bi swêdî jî dibêjin ”baver” çend darên tu dibêjî ecêb birî bûn, wergerandibûn erdê. Hinek ji daran hîn neketibûn, karê xwe nîvçe hîştibû. Diyar e îşev ewê temam bike. Me tunela wî jî li wir dît, hîn neqedandibû. Heta biqedîne ewê daristanê mehû bike. Min du sê risim girtin, wan jî li jêr belav dikim.

21 februari 2015

Misilman êdî nahêlin kurd herin mizgeftan jî


Li Swêd, li taxa Stockholmê li Tennstayê keçeka kurd bi tîşortê ”pêşmerege” çûye mizgeftê. Meleyê mizgeftê gava tîşî ort li keçikê dîtiye dîn bûye û bi heqaret, bi tûkirin ew ji mizgeftê qewitandiye, bi zor derxistiye der. Kesên wê gavê li mizgeftê bûne wan jî heqaret li keça kurd kirine, tuyî ruyê kirine û ew ricimandine. 
Ji ber ku keç bûye lînc nekirine, weleh heger peya(mêr)bûya ewê çavî derxistana. 
Ma kurdek çawa dikane bi tîşortê pêşmerge here mizgeftê;dixwaze bira di bin çakêt da be û zêde xuya neke jî. Çimkî tîşortê keçikê di bin çakêt da bûye.
Ew dikanin her tîşortî li xwe kin, her sembolê bi xwe ve kin, dilxwaziya xwe bi her hêzê û fikrê ra ra nîşan bidin, lê mafê kurdan tuneye tiştekî wiha bikin. Dibê kurd ya xwe înkar bikin, bibin zilamên nîjadperestên erb û tirk ya jî ciyê wan di nava wan da tunye.
Ev ne cara pêşî ye ku ereb û tirk li mizgeftan êrîşî kurdan dikin, heqaretê li wan dikin û li wan dixin.
Lê ev bûyer ne mexsûsî Swêd e tenê ye, li kîjan bajarê Tirkiyê û ereban jî kurdek bi tîşortê pêşmerge ya jî bi ala kurd here mizgeftê ewê mele û cimat ewê eynî tiştî bînin serî.
Heger kurdekî dîndar diwêre bira here li bajarekî tirkan biceribîne.
Li Swêd mizgeft di destê ereb, tirk û somaliyan da ne. Somalî di mizgeftanda pir û aktîf in.
Mele hema hema hemû ereb in û hemû jî nîjadperest û neyarên kurdan ne.
Kurd bi viya dizanin lê dîsa jî diçin ba wan. Erê di teoriyê da mizgeft ne ya kesî ye, ”mala Xwedê” ye, lê ev çîrok e.
Jixwe li Swêd mizgeft tu carî nebûye ”mala Xwedê”, tim mala ereb û tirka ye û cî û meskenê propaganda nasyonalîzma erb û tirk e. Çimkî yên mizgefta çê dikin û fînanse dikin ew in, Suûdî ye. Loma jî mele tim ji wan in.
Ereb, tirk û nuha jî somalî li wan zêde bûn, li Kobanê û li Şengalê serê kurdan jêdikin, tecawizî namûsa wan dikin, malên wan talan dikin, welatê wan îşxal kirine, lê kurdên me hîn jî fena ku qet tiştek nebûbe diçin mizgefta wan, dixwazin bi wan ra nimêjê bikin.
Bi rastî em miletekî kêmaqil in, xelk hewqas zulm li me dike jî em fêm nakin, em biaqil nabin.
Çi îşê me di nava ereb, tirk û somaliyan da heye? Meriv dikane li mala xwe nimêja xwe bike.
Piştî ku xelk ez qebûl nakirim, xelk neyrtiya min kir, dibê ez jî neçim ba wan.
Loma jî ez dibêjim mele û cimatê baş kirine. Ji ber ku wê keça kurd piştî hewqas bûyer û tişt jî hîn xwe û neyarê xwe nas nekiriye. Belkî piştî vê bûyerê hişê wê were serî û hinekî xwe nas bike…

Tirkiye li ber teqînê ye


Bi qasî xuya dike îşê Erdogan û AKPê him li der û him jî li hundur roj bi roj zortir dibe. Erdogan û îktîdara AKPê her ku diçe li derve îzole dibe, dinya pê dikene. Bi taybetî jî Erdogan li dinyayê êdî wek dîktatorekî îslamîst û neyarê Xerbê tê zanîn. Îmaja wî ya derve ji ya serokên Îranê xerabtir e. Emerîka xet kişandiya ser Erdogan û ewê jê ra nehêle.
Ev tenêmayin û îzolasyona derve Erdogan bêtir dîn û har dike. Û her ku har dibe ditirse. Her ku ditirse bêtir êrîşkar dibe û dixwaze bi qanûnan xwe û îktîdara xwe biparêze.
”Qanûna Ewlekariya Hundur”, ji ber vê tirsê ye. Erdogan dixwaze bi qanûnên wiha totalîter Tirkiyê bike dewleteke tam ya pûlisan, ya şexsekî dîktator, yanaî dewleta şexsê xwe.
Hilbijartin nêz dibin û Tirkiye dikele. Tirkiye li ber teqînê ye. Dema heta hilbijartinanên hezîranê pir krîtîk û pir tahlûke ye.
Heta hilbijartinan hukûmet, Cimat û kemalîst ewê gelek tevliheviyan derxin. Pir ne dûr e ku provakasyonên pir mezin bibin. Dibê kurd xwe tevî van çeteyan nekin.
Bi kurtî hukûmet, Cimat û kemalîst, esker baş bi hev ketine û bi rehetî jî dev ji hev bernadin. Dibê kurd biaqil hereket bikin û xwe ji van çeteyan dûr xin, xwe tevî şerê wan nekin. Çiqasî bi hev kevin ji bo me kurdan hewqasî baş e.
Lê Tirkiye wiha dom nake, ewê biteqe. AKP qezenc bike, qezenc neke tahlûke, teşxele û bûyerên mezin ewê rû bidin
Ji xwe heger Erdogan gava bibîne di hilbijartinan da wenda dikin sedîsed ewê tevliheviyê derxe û nexwaze îktîdarê bide, ewê hin hîleyan bikin.
Û AKP qezenc bike jî piştî hilbijartinan mixalefet ewê qebûl neke, dîsa teşxele ewê berdewam be.
Welhasil heta ku Erdogan li Tirkiyê li ser hukim be li Tirkiyê îstîkrar ne mimkûn e, dawî li teşxeleyan nayê…

Ka mêrên wek Osman Sebrî !

Oman Sebrî: Li dunyayê çiqas lawir hene hemû jî nêçîrê ji xwe re dikin, tenê tajî ji xelkê re dike…”
Dilawerê Zengî, qala bîranîneke xwe û gotineke apê Osman Sebrî ya dîrokî dike.
Dilawer dibêje, carekê ew û seydayê Tîrêj û kurdekî ku helbestên xwe bi erebî dinivisîne, dibin mîvanê apê Osman Sebrî.

Yê helbestvan çend helbestên xwe yên bi erebî ji apê Osman Sebrî ra dixwîne. Û dû ra jî jê dipirse, dibêje, ” Apo, ma tu helbestên min çawa dibînî?
Apo hinekî bêdeng dimîne, çixara xwe vêdixe, çend hilman jê dikşîne û dû ra jê ra dibêje:
”Li dunyayê çiqas lawir hene hemû jî nêçîrê ji xwe re dikin, tenê tajî ji xelkê re dike…”

Bersîva apê Osman Sebrî dîrokî ye û dibê di dîroka miletê kurd da bi herfên zêrîn were nivîsîn.
Bersîveke tam bi apê Osman Sebrî dive. Bersîva kurdekî mezin, bîrewerekê dûrbîn û bêperw ye.

Heger her rîsipî, bîrewer û ronakbîrê kurd wek Apê Osman Sebrî wiha kurdperwer, dûrbîn û bêtirs bûya û biwêrîbûya ji ”tajiyan” ra bigota ”tajî”, nuha halê zimanê kurdî ne ev hal bû.

Ji ber ku ronakbîr, serok û siyasetmedarên kurd yên bêçap û bêferaset qedir û qîmet dan ”tajiyan” û halan di nêçîra wan hildan, loma jî bûn sebebê ku zimanê kurdî têkeve komayê.

Heger siyasetmedar û ronakbîrên kurd qedir û qîmet bidana zimanê kurdî, bi kurdî bi însanên xwe ra bipeyiviyana, berhemên xwe ne bi erebî û tirkî, bi kurdî binivîsyana edebiyat û zimanê kurdî nuha gelkî bi pêş ketibû.

Lê nekirin, wacibên xwe neanîn cî. Ji dêlî bibin şair û edîbên kurd, bûn edîb û şairên tirk û ereb, ji wan zimanan ra xizmet kirin. Loma jî apê Osman Sebrî ji qahra ew gotina tahl ji wî kurdê xwenezan ra kiriye, gotiye belkî bi xwe bihese, belkî piştî vî şîrmaqê hişê wî were serî.
Spas apê Osman, gorra te behişt be, her kurdê bîrewer û xwezan ji te hez dike. Ciyê te di dilê hemû kurdên welatparêz da pir taybet e...

20 februari 2015

Frederike Geerdink: "Li Amedê ne kurdiya min, tirkiya min bi pêş ket"!


Frederika Geerdink, rojnamevaneka hollandî ye, mesela kurd pir ji nêz ve taqaîp dike û ev sê sal in li Diyarbekrê dijî.
Frederike Geerdink, di heqê Diyarbekrê û esnafên diyarbekrî da gotiye:
” Li Amedê ne kurdiya min, tirkiya min bi pêş ket. Tabeleyên li Amedê jî bi zimanê tirkî ne. Ji xwediyên dikanin ra dibêjim, ”Ji kerema xwe ra qenciyekê bikin û tabeleyên li ser dikaninên xwe wergerînin zimanê kurdî. Bila li ser dikanên masîgiran ”masîgir, ”, li ser dikanên nanpêjan ”nanpêj”, li ber sêvan ”sêv”, li ser mirîşkan jî ”mirîşk” bê nivîsîn.”
Ji bo bajarekî di îdîeya paytextiyê da ye, ji bo nişteciyên bajerekî Kurdistanê belkî yê herî mezin û herî polîtîze bûyî, ev gotinên Frederike Geerdink xatûnê pir û pir giran in. Wek kurd meriv dixe binê erdê.
Bi xwe gava min ev rêzên Frederike xatûnên xwend wek kurdekî min ji xwe fedî kir. Ez gelkî pê êşiyam.
Lê ekseriyeta kurdan bi van gotinên Frederike Geerdinkê naêşin û bi qasî serê derziyê jî tesîrê li wan nake.
Jixwe heger bi gotinên wiha biêşiyana, ji ber vê rewşa trajîk şerm bikirana ewê bi hev ra bi tirkî nepeyiviyana û îro rewsa Diyarbekrê jî ewê ne ev malkambaxî bûya.
Frederike Geerdink, rojnamevaneka hollandî ye û ji sala 2012a û virda ye li Diyarbekrê dijî. Geerdînk, him bi tirkî û him jï bi kurmancî dizane û li ser mesela kurd, mafê mirovan û jinan dinivîse. Li ser Qetlîama Roboskê jî kitêbek nivîsîye.
Him nivîsên Geerdînkê û him jî ev kitêba wê, hukûmeta AKPê pir nerehet kir û loma jî çendakî berê pûlisan li Diayrbekrê avêtin ser mala wê û ew girtin bin çavan. Lê dû ra li ser midaxela Hollandayê Geerdînk berdan.
Jineke xerîb, rojnamevaneke hollandî bi kurdî fêr bûye û dixwaze li bajarê kurdan yê ku xwedêgiravî bi kurdiya xwe bajarê herî bi nav û deng e, bi gelê wî bajarî ra, bi esnafên bajêr ra ne bi tirkî, bi kurdî bipeyive.
Lê gelê Diyarbekrê, esnafên Diyarbekrê Frederike Geerdinkê xeyalşikestî dikin, pê ra bi kurdî napeyivin, bi tirkî dipeyivin. Jê ra dibêjin, ”madem tu bi tirkî dizanî, çima tu bi me ra bi tirkî napeyive?”
Gava Frederike Geerdinka hollandî, dibîne ku hemû tabelayên Diyarbekrê bi tirkî ne, gava ji devê esnaf û gelê Diyarbekrê van gotinan dibihîze, gava dibîne ku kurd dixwazin ew bi wan ra ne bi kurdî, bi tirkî bipeyive, miheqeq ew pir xemgîn û xeyalşikestî dibe.
Û belkî jî piştî vê realîta dibîne ji kurdan sar dibe.
Belkî jî ev cara pêşî ye ew dibîne miletek ji zimanê xwe hez nake, ji zimanê xwe direve, ji zimanê xwe fedî dike. Naxwaze bi rojnamevaneke biyanî ra bi zimanê xwe bipeyive.
Ev halê kurdan yê trajîk, ev psîkolojiya wan ya têkçûyî miheqeq serê Frederike Geerdink xatûnê tevlihev kiriye û ji xwe ra gotiye, ”ev çawa milet e”?
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd, partî û dezgehên kurdan, gelê Diyarbekrê, esnafên Diyarbekrê bîr nabin tabelayên xwe bi kurdî binivîsin, li dikanên xwe etîketan bi kurdî deynin ber fêkî û sebze û tiştên din, jineke biyanî, rojnamevaneke ewrûpî vê yekê bi bîra wan dixe; ji wan ra dibêje, heger vira Kurdistan e, heger ev bajar bajarekî kurda ye û heger hûn kurd in, dibê hûn bi kurdî bipeyivin, dibê tabelayên we bi kurdî bin, dibê hûn ji sêvê ra nebêjin ”elma” û ji mirîşkê ra jî nebêjin ”tavuk”!
Ji bo miletekî, ji bo gelê bajarekî, ji bo siyasetmedar û ronakbîrên wî bajarî ev gorin û şîretên Frederike Geerdinkê, heger meriv fêm bike rûreşiyeke pir mezin e. Lê dibê meriv fêm bike, di wê zanînê û mistewa fêmkirinê da be...


Nêçîrvan Barzanî li hember zorbatiya Erdogan dîsa hustuyê xwe xwar kir


Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî îro li Tiriyê bi Erdogan ra dîsa bê ala kurd, li ber bi du alên tirk rûnişt. Wek kurdekî qebûlkirina vê zorbatiya Erdogan û Tirkiyê bi min pir zor tê.
Min berê jî çend caran li ser vê zorbatiya tirkan nivîsîye. Bi dîtina min gava tirk ala kurd qebûl nekin, dibê kurd jî bi ala tirk tenê bi wan ra rûnenin.
Madem Erdogan ala kurd qebûl nake, wê demê bira herdu ...
alî jî bê al rûnin, yanî ala tirk jî tunebe. Bira di mekanekî bêal da rûnin û risman bikşînin.
Di hevdîtinan da qebûlkirina ala tirk tenê heqaretek mezin e li miletê kurd. Êdî bes ! Dibê dawiya vê meselê, vê qaretê were…
Erdogan û Davutoglu dijminên miletê kurd in û tu gazinan ji wan nakim. Lê dibê Nêçîrvan vê cebra, vê zorbatiya Erdogan û AKPê qebûl neke. Ev çend sal in êdî bes e!
Dibê kurd hew hustuyê xwe li ber vê çavbirîn û çavsoriya tirkan xwar bikin. Ev, teslîmiyet e û eyb e.
Ez hemû sebeb û hincetên hinekên ji min ra li dû hev rêz bikin dizanim. Ez dizanim rewş krîtîk e, kurd bêtir muhtacî Tirkiyê ne, filan û bîvan. Ez bi van sebeb û mazaretan hemûyan diznim.
Bi baweriya min qet tu sebeb û pêdivî vê teslîmiyeta Nêçîrvan û siyasetmedarên başûr mazûr û bi heq nîşan nade.
Statuyeke kurdan ya qanûnî heye. Îraqê ala kurd qebûl kiriye. Ala ku Îraqê qebûl kiriye tu mafê tirkan tuneye qebûl nekin. Gava qebûl nekirin dibê kurd jî zorbatiya wan qebûl nekin.
Tiştê dikin çavbirîn û zorbatî ye. Elimîne devê kurdên başûr…
Dizanin kurd ewê li ber wan hustuyê xwe xwar bikin loma di şêla xwe da israr dikin.
Gava meriv îtîraz neke, xelkê pê li meriv ke, çavê meriv derxe, li meriv siwar be.
Bi qebûlnekirina ala kurd, hukûmeta AKPê statuya kurdan jî qebûl nake, serokwezîrtiya Nîçîrvan Barzanî jî qebûl nake. Heger qebûl bikira ewê ala Kurdistanê jî qebûl bikira.
Loma jî Erdogan û Davutoglu, Nêçîrvan Barzanî ne wek serokwezîrê Kurdistana Federe, wek şexsekî pêşwazî û qebûl dikin. Heger Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr qebûl bikirana, ewê ala wî, ala kurd jî qebûl bikirana.
Dibê Nêçîrvan Barzanî bi xwe înkara Kurdistana Federe û meqamê xwe qebûl neke.
Netîce, ez vê hustuxwarkirina Nêçîrvan Barzanî li hemberî zorbatiya Erdogan û Davutoglu rast nabînim û protesto dikim.
Û bang li meclîsa Kurdistanê dikim, dibê di vî warî da biryarekê bigre û ji nuha û pêda vê zulm û zorbatiya tirkan qebûl neke. Dibê nûnerên miletê kurd û Kurdistana Federe bêyî sembolên xwe yên netewî bi Tirkiyê û dewleteke din ra rûnenin. Dibê meclîsa Kurdistanê di vî warî da biryarekê bigire..

XXX

Di nivîsa xwe ya do da min serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, ji ber ku bê ala kurd bi Erdogan ra rûnişt rexne kir.
Bi dîtina min dibê berpirsiyarên hukûmeta Kurdistana Federe di hevdîtên xwe yên bi mesûlên Tirkiyê ra ala tirk tenê qebûl nekin. Ala Kurdistanê jî dibê muheqeq hebe.
Meclîsa Kurdistanê û hemû kurd dibê vê tawîza, vê teslîmiyeta siyasetmedarên kurd rexne bikin. Yanî dibê meriv wek kurd êdî li hemberî vê heqareta tirkan bêdeng nemîne. Ev aliyekî me...selê ye.
Aliyekî din jî hemû kurdan û bi taybetî jî kurdên di nava AKPê û hukûmetê da alaqedar dike. Çima parlamenter û wezîrên AKPê yên ji xwe ra dibêjin em kurd in, li hemberî vê heqaret û zorbatiya Erdogan û Davutoglu dengên xwe nakin?
Çima ji Erdogan û Davutoglu ra nabêjin, ala ku Îraqê qebûl kiriye, çima hûn qebûl nakin? Tiştê we nerehet dike, bi we zor tê çi ye?
Tirkiye bêyî ala kurdan, ala her miletî, her dewletê qebûl dike, li dinyayê tenê ala kurd û Kurdistanê qebûl nake.
Heger piçek kurdayetî, xurûr û xîret bi parlamanter, wezîr û kurdên AKPê ra hebe, dibê vê zulm û heqareta Erdogan û partiya wî qebûl nekin û li dij derkevin.
Li alî din kurdên derî AKPê, ronakbîr û kesên welatparêz jî dibê li hemberî vê heqareta tirkan û hustuxwariya siyasetmedarên kurd bêdeng nemînin, vê meselê di her platformê da aktuel û rexne bikin. Bêdengî piştgiriya heqareta tirkan û xweşdîtina rebeniya siyasetmedarên başûr e.

19 februari 2015

Dinya li pey serê kewê ye, kew jî dijminê qewmê xwe ye

Dinya li pey serê kewê ye, kew jî dijminê qewmê xwe ye. Tirk, ereb, faris, tirkmen, asûrî dijminatiya kurdan dikin, kurd jî li ser navê hin îdeolojî, fikir û baweriyan neyartiya hev dikin. Ev neyartiya kurdan ya li hemberî hev bawer bikin ji neyartiya dijminan xerabtir e. Ji ber ku dubendiyê û bêtifaqiyê dixe nabêna miletê kurd. Hêza kurdan di her warï da zeîf û kêm dike.
Panzehîra vê dubendî û bêtifaqiyê qebûlkirina hevûdu ye. Dibê bêyî şert em hevûdu qebûl bikin. Di siyasetê da, di fikir û baweriyê da tu carî rastiyên mutleq tunene. Û loma jî dibê em dev ji baweriya ”ez rast im, rastî ez im” û ew jî şaş in berdin. Bira herkes li ser fikrê xwe, baweriya xwe û îdeolojiya xwe be. Bi cudatiyên xwe yên siyasî, îdeolojîk û bawerî, dînî û mezhebî em hevûdu qebul bikin. Bira herkes li ser dînî xwe û baweriya xwe be. Em îşê xwe ji vê yekê nînin. Kî bi çi bawer dike bira bike. Ya muhîm em li ser kurdayetiyê û azadiya miletê kurd li hev bikin. Em li ser micadeleyeke netewî ya jib o azadî û serxwebûna miletê kurd li hev bikin.
Em li ser micadela li hemberî zulmê û li ser xelasbûna ji bindestiyê li hev bikin..
Bira ev yek tenê nuxta me ya mişterek be. Jixwe bêyî vê nuxteyê, yanî bêyî kurdayetiyê îdeolojiyeke netewî lihevkirin zor e. Tenê kurdayetî û siyaseteke netewî dikane me bîne ba hev û bibe nuxteya me hemûyan ya mişterek.

XXX

Kezeba min perçe dibe, dilê min xwîn digrî!
Îranê, rejîma meleyên faşîst û xwînxxwar guh neda reaksyonên kurdan û cîhanê û Nesîmî îdam kirin. Celadan ji zindana Samam têda bû telefonî malbata wî kirine û gotine werin termê wî bibin !

Komara Îslamî ya Îranê ji xwîna kurdan têr nabe !


Bêdeng nemîne!
Rejîma meleyên Îranê ji xwîna kurdan têr nabe. Komara Îslamî ya faşîst dike îro xortê kurd Saman Nesîmî îdam bike.
Ji bo ku ez nikanim vê wahşeta rejîma Komara Îslamî ya Îranê rawestînim wek kurde ez xwe pir xemgîn im û heznî dibînim. Ez xwe dixim şûna dê û bavê Saman Nesîmî û êşa wan di dilê xwe da his dikim.
Saman Nesîmî di 17 saliya xwe da ji alî pasdarên rejîma meleyên faşîst ve hate girtin û ev 5 sal in di zindanên Îranê da ye. Ji bo ku suc bi Saman bidin qebûlkirin gelek îşkenceyên nemirovane li Saman kirine. Tirsa malbata Saman Nesîmî ew e ku ev rejîma faşîst ewladên wan îro îdam bikin.
Li herçar perçeyên Kurdistanê gelê kurd ji bo azadkirina Saman Nesîmî rabûye ser piya û vê wahşeta meleyan protesto dikin.
Dibê her kurd, li ku dibe bila bibe û çi ji desta tê bike. Bêdengî karê meleyên hov rehettir dike. Li her dera dinyayê dibê kurd, ji kîjan fikrê û baweriyên dibin ferq nake, dibê vê waşteta meleyên faşîst şermezar û rûreş bikin.
Bi vê hovîtiya xwe tu ferqeke esasî di nabêna Komara Îslamî û qatilên Daîşê da tuneye. Daîş seriyan jêdike û Îran jî rojên çend kurdan bi vîncan ve bi darde dike. Herdu jî qetlê û barbariyê dikin, herdu jî qatil û hov in, ne mirovên vê serdemê ne.
Dibê dinya û Neteweyên Yekbûyî jî li hemberî van hovîtiyên Komara Îslamî bêdeng nemîne û midaxele bike.
Gelê kurd rojekê ewê hesabê van hovîtiyan ji melayên nemirov bipirse.
Bimre rejîma faşîst ya Konmara Îslamî ya îranê!
Bijî liberxwedan û têkoşîna miletê kurd ya ji bo azadî ü serxwebûnê.


XXX
Axaftineke dîrokî ye, ya dilê her kurdê welatparêz dibêje. Ci heyf ku îro Mam Celal ne di qada siyasî da ye. Hewcedariya kurdan îro ji her demê bêtir bi siyasetmedarekî wek Mam Celal mezin heye... 

Mesûd Barzanî:”Heta yek kurd jî bimîne em nahêlin dijmin careke din were Kerkûkê.”


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, do li Kerkûkê ragihand ku piştî van hemû şehîd û birîndaran ew qebûl nakin careke din tu hêz were Kerkûk û kurdistanê.
Derbarê hatina artêşa Iraqê û milîsên şîe nava Kerkûkê jî Barzanî got: “Ev rewşa niha li Başûrê Kurdistanê bi xwîneke pir ezîz temem bûye. Em razî nabin careke din ev sînor werin destkarîkirin. Divê herkes vê rastiya niha bigre ber çav. Hewqas pêşmerge şehîd û birîndar bûn ne ji bo ku hinekên din van deveran têxin destê xwe de.
Barzanî got, ”nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye û divê xelkê Kerkûkê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Hêzên pêşmerge Kerkûk ji DAIŞê parastin. Heger ne ji pêşmerge ba nuha Kerkûk wek Mûsilê di destê DAIŞê da bû.”
Derbarê êrîş û nêzîkbûna Daîşê da jî got, ”Me biryar daye, heta yek kes ji me bimîne em nahêlin dijmin careke din were Kerkûkê.”
Barzanî got, guh nedin derew û hin beyanên derûdoran, miletê kurd bi hemû hêz û partiyên xwe ve yek û bi hev ra li dijî neyar şer dike.
Gotinên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên derbarê Kerkûkê û herêmên ji Daîşê hatine rizgarkirin pir muhîm bûn. Got sînorên me xwîna şehîdan danî ye em qebûl nakin kes biguhere. Dibê hekes vê rastiyê qebûl bike.
Li ser hevkariya li dijî Daîşê jî Barzanî got, kî li hemberî Daîşê alîkariya me bike emê kêfxweş bibin. Lê em qebûl nakin kes dîtinên xwe, daxwazên xwe bi me bide dîktekirin.
Barzanî got, dijayetiya Daîşê bi gotinê nabe, praktîk lazim e. Yên dibêjin em li dijî Daîşê ne dibê li dij şer bikin. Yên şer nekin û di bin ra alîkariyê bidin Daîşê dibê netîceyên wê jî qebûl bikin. Em destûrê nadin li vir kes piştgiriyê bide Daîşê.

XXX

Ji bo miletekî di nabêna parastina hebûna xwe û zimên da têkilî û girêdaneke pir xurt heye. Tiştê miletekî li ser nigan dihêle, dibe qewet û sebebê berdewamiya hebûna wî û li ba ferdên mieltekî hestê(şiûrê) netewî gur û geş dike ziman e. Ziman, ferdên miletekî nêzî hev dike, dilşadiyeke mişterek bi wan ra peyda dike. Loma jî dibêjin hebûna miletekî bi hebûna zimên mimkûn e. 

17 februari 2015

Li gorî mele dinya sekinî ye


Îmamê Suûdî Şêx Bender El Hayberî, di civînekê da ji telebeyên xwe ra gotiye ”dinya sabit e, hereket nake.” 
Û dû ra jî ji ber xwe qedeha avê ya naylon rakiriye û nîşanî telebeyan daye û gotiye, ”Heger dinya bizîviriya gava balafirek li hewa disekine dibê Çîn berbî balafirê bihata. Na heger dinya bi alî ters ve biziviriya wê demê jî balafir tu carî nikanîbû bigihîje Çînê. Ji ber ku Çîn jî wek balafirê doş dibe…”
Gava însan ji ilim û irfan bêpar be û bi zanînên dînî û di çarçeveya kitêbên semawî da bifikire netîce ev e. Fêmkirina tiştên wiha bi ilmên dînî ne mimkûn e, bi ilmên pozîtîf(musbet)mimkûn e. Heta ku kesên wek Şêx Bender El Hayberî dersdarên zarokên misilmanan bin, miletên misilman ewê wiha tim paşdamayî bin.
Heta ku alema îslam, merivên misilman xwe bi ilmên dînî sînor bikin û bi referensên dînî li dinyayê û li bûyeran binêrin bersîva wan ewê tim ev e, ewê tim bibêjin ”dinya sekînî ye” û gava ”balafir li hewa disekine….”
Balafir çawa dikane wek erebeyekê li hewa park bike ez nizanim!
Lê di normalê da dîn nikane bersîva van pirsan bide. Çimkî dîn ne ilmekî musbet e, ew ne matamatîk, fîzîk û kîmya ye. Dîn, baweriyeke şexsî ye, baweriya bi Xwedê, bi hêzeke xwediyê hertiştî ye, baweriya bi hêzeke serxwezayî ye.
Ewrûpiyan di dîn da reform kirin, dîn û karên dewletê ji hev cuda kirin, dîn kirin baweriyeke sexsî. Û loma jî bi pêş ketin û bûn xwediyên hewqas keşif û îcad.
Lê ev reform hîn di alema îslamê da nebûye. Loma jî hîn bi milyonan mamosteyên wek El Hayberî dersên didin zarokên misilmanan. Bi zanîna kesên wek Şêx Bender El Hayberî miletên misilman ne mimkûn e bigihîjin ewrûpiyan.


Bersîva Adem Ogan

 Ademê hêja, bi minaqeşeyên wiha ne mimkûn e em hevûdu îqna bikin. Loma jî di bersîveke dirêj da ez tu feydeyê nabînim. Ya baştir ew e ku herkes li ser baweriya xwe, li ser rastiya xwe bimîne.
Tu armanceke min ku ez însanan ji ”îslamiyetê sar bikim” tuneye. Min tenê gotiye bi referensên dînî, bi îdeolojiya dînî meriv nikane bersîva hewecedariyên însanên îro bide û gelşên cîhana îro çareser bike.
Her rexneyek, beyankirina her fikrê dibê wek neyartiyê û reşkrin neyê dîtin. Ger wiha be tenê pesindan dimêne, her rexne dibe reşkirin.
Birayê ezîz, tu tiştek ne wek hezarûçarsed sal berê ye. Te gotiye wek xwe ye lê ne wisa ye. Hertişt pir hindik guheyrîye, tu tişt wek xwe nemaye. Ne dinya ew dinya berê ye, ne xweza ew xweza berê ye û ne jî însan bi hertiştê xwe însanên berê ne. Di xwezayê da gelek tişt serobinî hev bûne. Av, çem, kanî, daristan, çiya û banî guherîne, hinek wenda bûne û hinek jî ne wek duhezar sal berê ne. Yanî tebîet wek xwe nemaye û namîne.
Wext, hertiştî diguhere, heta keviran jî, tu tiştê ebedî tuneye. Lê hinek zû û hinek jî dereng.
Însan jî bi kultura xwe, bi toleransa xwe, bi norm û exlaqê xwe û bi hin mefhûmên din ne însanê hezar, duhezar sal berê ye.
Di nav vî hezarûçarsed salî da li dinyayê guhertinên wisa çêbûne ku aqilê her însanî nagre û bi zanînên dînî ne mimkûn e ku meriv kanibe wan fêm û îzah bike.
Îro însan wek teyran difirin. Yek li çîn û yek jî li maçîn li mala xwe rûdine û bi aletekî bi qasî pakêta çixrê him dengê hev û him jî rismê hev dibînin.
Ez li Stockholmê li mala xwe tilîkên xwe li klaviyeyê diximû tu jî li Rihayê li mala xwe tilîkên xwe li klaviyeyê dixî û ez nivîsên te û tu jî nivîsên min dixwînî. Em dikanin risimê hev bibînin û dengê hev jî bibihîzin.
Însanan, dinya xiritiyan bi hezaran îcadên wiha kirine.
Lê ji van îcadan yek jî bi nêrîneke dînî, bi riya Tewretê, Încîlê û Quranê nehatiye kirin.
Ji van milyonên îcad û kişfan yek jî ji alî şêxekî, melayekî, muftiyekî û alimekî misilman ve nehatiye kirin.
Hemû îcadên dinyayê, hema çi tê bîra te hemû jî ji alî dinya xiristiyan ve, ji alî lêkolîner û alimên ne misilman, ya jî kesên ku çembera dînî şikandine, kesên ku baweriya wan bi ilmên musbet hene ve hatine kirin.
Heger bersîva hertiştî di Quranê da heye, çima ev welat û miletên misliman hewqasî paşdamayî ne?
Dibê meriv hinekî realîst be û carê bala xwe bide dinyayê, welatên misilman di çi halî da ne û yên xiristiyan di çi halî da ne?
Tê gotin ku li dinyayê 63 welatên misilman hene. Yek ji yekî xerabtir e, hemû feqîr û di warê ilim û teknîkê da paşdamayî ne.
Îran, Afganîstan, Suûdî, Yemen welhasil meriv kîjan welatî numûne nîşan dide, nayê qebûlkirin, dibêjin ev ne îslama rastî ye!
Baş e, îslama rastî kîjan e û ewê çawa çê bibe?
”Îslama rastî” dikane bersîva hewcedariyên û gelşên mirovên vê sedsalê bide?
Mirovên îro dikanin jiyaneke îslamî, li gorî Quranê qebûl bikin?
Tiştekî wiha mimkûn e?.
Problem ne ku merivên misilman hebû pîs in, qêmaqil in. Mesele sîstem e, demokrasî ye, azadî ye, wekhevî ye.
Xerb hezar sal berê ji misilmanan paşdatir bûn. Lê wan bi demê ra xwe guhertin û loma jî bi pêş ketin.
Wek Xerbê kiriye, dibê misilman jî dîn û dewletê ji hev cuda bikin. Dîn baweriyeke şexsî ye. Bi îdeolojiyeke dînî bersîvên cîhana îro nayê dayin. Xumeynî, Usama bin Ladîn û kesên weke wan nikanin tiştekî bidin însaniyetê û civata îro pêşda bibin, azadiyê geş bikin, civatê modern bikin.
Min got ezê dirêj nekim, lê hinekî dirêj bû.
Di dawiya nivîsa xwe da te gotiye, ”xalê mine Zinar jî, bi nezanî, him misilmane û him jî li hember wî dînî derdikeve. ”
Te bi vê gotina xwe pir eyb kiriye, ez pê êşiyam. Ez ne mervekî nezanim û bi nezanî nebûme ”misilman” jî.
Ez ewladê û dê û bavekî kurd û misilman im. Yanî kurd û misilman hatime dinê, nebûme misilman. Min dê û bavê xwe, kurdayetiya xwe û ”misilmantiya” xwe bi xwe hilnebijartiye. Ez wisa hatime dinê.
Lê ji roja ku ez kamil(aqilbulux) bûme û virda ye, li gel ku min Quran û Mewlûda Kurmancî jî xwendiye, baweriya min bi tu dînî û bi ”axretê” tuneye. Û gava hewce bûye jî min gotiye ez merivekî ”ataîst” im.
Min di vî warî da tu carî durrûtî nekiriye. Çima ez ”bi nezanî bûme misilman” min fêm nekir?
Ya din ji ”dijayetiyê” bêtir ez hin aliyên îslamê rexne dikim, rast, çewt fikrê xwe dibêjim. Dibêjim gerek di îslamê da jî reformek bibe. Dibê meriv vî mafî li însanan qedexe neke.
Lê li alî din hurmeta min ji hemû dîndar û misilmanê ku xwe kurd dibînin û ji bo gelê xwe micadelê didin pir e. Û ez viya jî tim dibêjim.
Ji bo min baweriya dînî zêde ne muhîm e, ya muhîm kurdperwerî ye, welatparêzî ye.
Em miletek in, helbet di nava me da jî ewê gelek firkir û bawerî hebin. Ewê dîndar jî, çep jî, ataîst jî û komunîst jî hebin.
Demokrasî ne yek dîtin û yek bawerî ye, pluralîzm e, tolerans e, qebûlkirina fikir û îdeolojiyên cuda ye.
Ez gelkî qîmetê didim bawermend û dîndarên ku kurdayetiyê dikin, ji bo Kurdistnê dixebitin. Loma jî hurmeta min ji dîndarên Tevgera Azadî ra, ji alimekî we mamoste Kadrî Yildirim û ji her kesê wek wî ra pir e.
Lê ez bi xwe ne merivekî dîndar û bawermend im û loma jî ne mimkûn e ku bi çavê te li dîn û li îslamiyetê binêrim. Ev ne dijminatî ye…

16 februari 2015

Her miletek bi zimanê xwe heye

Fîrdewsî di Şahnameya xwe ya meşhûr da dibêje, ”Di sîh salî da min gelek zahmetî kişand. Lê di dawiyê da min ji zimanê farisî miletê ecem xuliqand.”
Şair û edîbê xelkê hezar sal berê girîngiya zimên û nivîsîna bi zimanê xwe zanîbûye û wêrîbûye bibêje, "min ji zimanê farisî miletê ecem xuliqand."
Ji ber ku wê demê erebî pişt li farisî şikandibû û farisî wek kurdiya nuha ketibû ber sikratê. Fîrdewsî bi berhema xwe ya nemir Şahnameyê ew ji mirinê xelas kir.
Pîşiyên me yên wek Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî xwe ji Fîrdewsî, Sadî û Şîrazî biçûktir nedidîtin, digotin kurdino em ji wan ne kêmtir in.
Lê şair, edîb û ronakbîrên me yên nuha hîn nikanin xwe bi şair û edîbekî  tirk û faris yê herî pespaye ra jî miqayese bikin.
Bira miqayesekirin li wir bimîne, hîn bi zimanê xwe nizanin û yên dizanin jî ji bo ku bi kurdî nenivîsin hezarûyek qal û qîlan dibînin.
2015-02-15

XXX
Ev serdem ne ya pêxemberan e !
Alema îslamê hîn bi bi fikirên, bi îdeolojiyên hezarûçarsed sal berê mijûl e, hîn dixwazin bi fikir û îdeolojiyek hezarçarsed sal berê civatê îdare bikin. Ev ne mimkûn e, fikir û dîtineke prîmîtîv e û ne li gorî vê serdemê ye.
Civata îro, însanên îro bi fikrên wext û modeya wan derbas bûne, bi qanûn û huqûqa hezarûçarsed sal berê îdare nabin.
Ev serdem ne serdema pêxemberan, xelîfeyan, ewliya û enbiyan û padîşahan e. Dema demokrasiyê, teknîkê, qanûnan, wekheviyê ye. Êdî kes nikane mafê jiyanê li hin miletan yasax bike. Ew dema hovîtiyê çû...
Her sedsalek li gorî xwe hin şerttan, hin îmkanên wiha peyda dike ku ew mexsûsî wê sedsalê, mexsûsî wê demê ne. Meriv nikane bi reçete û îdeolojiyeke hezarûçarsed, duhezar sal sal berê bersîva pirsên îro bide, gelşên civata îro, gelşên însanên îro çareser bike.
Dinya îslam û merivên misilman dibê xwe întîbaqî vê serdemê û van şertên nuh bikin. Ev serdem ne serdema serîjêkirina însanan e. Ne ew serdem e ku jin wek girtiyan di hunduran da werin hefskirin. Ev serdem ya azadiyan e. Dîrok paş da naçe, tim pêş da diçe. Dibê alema îslam jî vê rastiyê bibîne û li gorî wê xwe organîze bike.
Alema îslam, mirovên misilman dibê dev ji fikir û zanînên kevn yên wext û zemanê wan gelkî buhurîne berdin û li pêşerojê bifikirin, tim xwe bi rabirdû ra, bi demên borî, bi fikir û îdeolojiyên kevn ve girê nedin, ne li paş xwe, li pêş xwe binêrin.

2015-02-16

15 februari 2015

Aîdîyet berpirsiyariyekê dide meriv


Aîdîyet berpirsiyariyekê dide meriv. Redkirina wacib û berpirsiyariyên aîdiyetê ne normal e. Dibê kurd berî ku bibin ”enternasyonalîst” û herin gazî û hawara xelkên din, bi berpirsiyariya aîdiyeta xwe ya kurdbûnê rabin.
Kurdekî bixwaze şer bike, dibê here li Kobanê û Şengalê bi birayên xwe yên kurdan ra li dijî Daîşê şer bike.
Lê gava viya neke, here bi filistîniyan ra li dijî Îsraîl şer bike di wî kurdî da seqetiyeke heye. Ez dixwazim balê bikşînin ser vê seqetiyê…

XXX
Ne hewceye meriv ji Quranê û Pêxember numûneyan bide, ne hewceye meriv ayetan wek şahid nîşan bide, hema zulm, şîdeta li hemberî  jin û zarokan, tecawiza jinê, şîdet û çavsoriya li hemberî  însanên zeîf û bêçare bênamûsî ye, alçaxî ye, bêşerefî ye.
Dixwaze bira di heqê şîdeta li hemberî jinê da ayet hebe ya tunebe, dixwaze bira qanûn hebe ya tunebe, hema kesê însan û camêr be, ne bêşeref be, ne adî be, ji însaniyetê ne bêpar be tecawizî kesî nake, zulmê li însanê zeîf nake…

XXX

Li gorî hin xeberên di medya sosyal da belav bûne gelek merivên, kesên ji eşîra Seddam Husên li herêma Hewlêrê xwe avêtine dexlê kurdan û li wir bicî bûne. Diyar dîtin ku piştgiriya Daîşê êdî zirar e,loma dev jê berdan.
Ji bo ku bikanibin li Kurdistanê bimînin hin kurd bûne kefîlê wan. Li Kurdistanê ev yek mecbûrî ye...
Li gel ku bawerî bi wan nayê jî lê dîtina van rojan xweş e.
Ne siyasetmedar û nîjadperestên ereb, tirk û faris tenê, xelkê wan jî, nezan, cahil û gundiyên wan jî li dij in ku kurdbibin xwedî dewlet.
Yanî nezan, cahil û gundiyên ereb tirkan ne wek yê me ne, ew ji dewleta xwe bêtir dijminaiya kurdan dikin, naxwazin kurd ji bindestiyê xelas bibin. Dibê em vê rastiyê ji bîr nekin.

14 februari 2015

Barê me giran e aqilê me sivik !

Kesên xwedîdewlet li gorî kesên bêdewlet û bindest bêtir ji  xwe ra ne, berjewendiyên xwe baştir dibînin, bêtir neteweperest in.

Bi kesên xwedîdewlet ra aqilê dewletê heye. Kar û zirara xwe baştir dibînin, tu carî karê  û îşê li dijî berjewendiyên xwe nakin.

Mesela gundiyekî tirk jî wek siyasetmedar û brokratekî tirk hereket dike, dizane ji wî ra, ji dewleta wî ra, ji miletê tirk ra çi baş e û çi xerab e. Yanî bi her tirkî ra kêm zêde aqilekî, şêleke, hizreke netewî heye. Ev aqil jixweber heye, kesî derza vî aqilî nedaye wî.
Ev aqil û şêl li ba me kurdan pir kêm e, nêzî sifirê ye.

Jixwe heger ne wisa bûya bi milyona kurd nedibûn hevalên dijminên xwe, rayên xwe nedidan partiyên tirk, di wan partiyan da nedibûn berpirsiyar. Heger aqilê tirkekî bi wan ra hebûya, wanê jî wek tirkan dem û dezgehên xwe ava bikirana, rayên xwe bidana xwe.

Li ba gelek keç û xortên me yên li Swêd dijîn jî ev aqilê netewî zêde bi pêş neketiye, hîn kêm e. Ji aqilê me yê xortaniyê pêşdatir e, lê li gorî xelkên din kêm e…

Gelekên wan wek swêdiyekî humanîst û pir ”enternasyonalîst” difikirin. Wisa bawer dikin ku bi dilpakiyên xwe ewê bikanibin qûna dinyayê rast bikin. Ji herkesî, ji her miletî hez dikin, bêyî ku li halê xwe bifikirin dixwazin alîkariya herkesî, her miletî, her feqîrî bikin.

Gelê wan, zarokên wan li vir û li wir ji nêza dimrin lê ew hewil didin alîkariya xelkê din bikin. Wek swêdiyekî difikirin.

Em jî di salên 1970î da bi nezanî wiha difikirîn, em jî pir komunîst û enternasyonalîst bûn. Me jî digot zulm li ku hebe, neheqî li ku hebe emê li dij bin. Û li gorî îmkanên xwe em li dij derdiketin jî.
Helbet ev yek wek fikir ne şaş e, însaniyet, humanîstî baş e, lê dibê di vir da jî evzeliyek(priotet, oncelik), dorek hebe. Loma jî em di her warî da ji her miletî bêtir muhtacî alîkariyê ne.

Carê em miletekî bêdewlet û bindest in, em hinek tirk, hinek îraqî, hinek sûrî û hinek jî îranî ne. Hîn em ne xwedî nasnameyeke kurdî ne. Dibê em vê yekê wek heqareteke mezin qebûl bikin.
Di xortaniya xwe da me ji bo filistîniyan, erîtriyan, wîetnamiyan, kombiçiyan, afrîkiyan xwe diçirand. Me ji dîroka xwe bêtir, dîroka wan dizanîbû.

Me ji xwe bêtir li ser gel û miletên bindest dinivîsî. Me dijminên wan wek dijminê xwe dizanî.
Me ji serîhildan û micadeleyên kurdan bêtir, xwe kiribû heyranê serîhildan û micadeleyên gelên din.
Me ji navên rêber, serok û qehremanên kurdan bêtir, navê rêber, serok û qehremanên miletên din dizanîbû. Me xwe kiribû heyranê serok û qehremanên xelk û miletên din.

Lê piştî salan, piştî ku me hinekî dinya dît, me fêm kir ku me wek xiltan xwelî li serê xwe kiriye.
Me dît ku ne haya kesî ji me heye û ne jî kes me nas dike.

Wîetnamî, kamboçî, erîtrî, mozambîkî, somalî û reşikên din yên ku me ji bo wan serê hev dişkand, tew nizanin em çi mexlûq in.Tew nizanin miletekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistanê heye.
Û hîn jî nizanin û naxwazin bizanibin jî. Ji ber ku herkes li gorî berjewendiyên xwe nas dike ya jî nas nake, têkiliyan datîne û piştgiriyê dike.

Ma xortên wîetnamî û kamboçî çima ewê dîroka kurdan fêr bibin û ji bo kurdan bi hev kevin û neyartiya hev bikin?
Ev dinya wiha ye, herkes ji bo miriyê xwe digrî. Lê tenê em kurd di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê digrîn.

Ji ber ku bi me ra aqilê, şiûrê netewî kêm bû loma me wiha dikir. Û loma em hîn jî wiha dikin.
Em 30-40 milyon kurd kole û bindest bûn, lê me piştgiriya miletên xwedîdewlet dikir. Ev ne biaqilî ye…
Barê me giran bû lê aqilê me sivik bû. Û îro jî ev aqil bi me ra hîn baş tuneye.
Ji bo dewletbûnê îdeolojiyeke netewî lazim e, her dewlet bi saya vê îdeolojiyê çê bûye. Miletê ji îdeolojiya netewî bêpar nikane bibe xwedî dewlet.  Û ev jî xwenaskirin û dîtina berjewendiyên  xwe ye…

Li ba me çima gotina ”cahş” tuneye?


Li Kurdistana başûr di nabêna salên 1960-1980î da ji bo kurdên bûbûn hevalbendên hukûmeta Bexdayê û rejîma Seddam li herçar beşên Kurdistanê jî kurdan ji wan ra digotin “cahş”. “Cahş”, gotineke erebî ye û maneya wê ker e. Yanî kesê bûye kerê neyar, yanî “xayin.”!
Ji ber ku li ba kurdên başûr hevalbendiya dewleta Îraqê û Seddam şermeke pir mezin bû, loma jî sifetê “cahşîtiyê” li wan kiribûn.
Kurdên din jî ev sifetê xerab ji bo kesên hevalbendên dijmin bikar dianîn. Ji wê demê da ye gotina “cahş” di lîteratura kurd ya siyasî da heye.
Lê li ba kurdên Tirkiyê hevalbendiya dewleta tirk û endametiya partiyên tirk, ketina parlamentoyê, wezîrtiya di hukûmetan da, parastina yekîtiya axa Tirkiyê û dijayetiya hêzên kurd tu carî wek şermekê û cahştiyê nehat dîtin.
Li Tirkiyê meqam û rutbeya kurdekî di dewletê da, di brokrasiyê da çi dibe bila bibe qet ferq nake, dixwaze bira wezîrê parastinê, wezîrê karûberê hundur be ya jî serokwezîr be, kes jê ra wek eyb û kêmasiyekê nabîne, kes jê ra nabêje “cahş” ya jî xayin. Di dewletê da rutbeya wî, wezîfeya wî çi be jî ne xem e, ew dikane di nava kurdan da bi serbilindî bigere.
Ji ber ku li Kurdistana bakur asîmîlasyon û hevkariya bi neyar ra hewwqasî bi pêssda ccûye ku exlaq û normên kurdan yê siyasî û civakî dejenere û laçqa kiriye.
Yekî kurd xwe înkar jî bike, li dijî gelê xwe jî be, dijminatiya partiyên kurd û kurdên azadîxwaz jî bike normal e, înssan ruyên xwe jê naguherîne, bi çavekî xerab lê nanêre, di civatê da bêîtîbar nabe.
Heta meriv dikane bibêje ku li gorî hevakriya wî ya bi dijmin ra, li gorî bilindiya meqam û rutbeya wî ya di nava dewletê da îtîbara wî li ba kurdan zêde dibe.
Li Tirkiyê di nava kurdan da tenê ajantiya dewletê wek karekî qirêt û pîs tê dîtin. Lê gelek kurd bi wezîfe û meqamên xwe wî karî eşkere dikin. Li gorî walî, Qeymeqam û wezîrê karûbarê hundur, wezîrê karûbarê derve ajantiya kurdekî belengaz çi ye ku!
Jixwe heger wek Kurdistana başûr li ba me jî hevalbendî û hevakriya bi dewletê ra, bi partiyên dijmin ra şerm bihata dîtin, bi “cahşîtiyê” bihata binavkirin kurd hewqasî rehet û serbest nedibûn hevkarên dewleta tirk û neyarên qewmên xwe.

Erdogan dîsa Obama da ber topan

Erdogan li Meksîkayê dîsa Emerîka û Obama daye ber topan, wek gundiyekî xwenezan dersa demokrasiyê daye serokê Emerîka Obama.
Dema meriv gotinên Erdogan yên derbarê sê misilmanên li Emerîka hatine kuştin dixwîne kenê meriv tê. Li gorî îdîa Erdogan, ji ber ku yên hatine kuştin misilman in loma Obama dengê xwe nake û vê terorê mahkûm nake. Li gorî dîtina Erdogan, Obama ne li dijî terorîstên xiristiyan yên ku misilmanan dikujin e.
 Gotinên vala û cahilan e; ne gotinên dibê ji devê seokkomarekî derkevin. Obama û siyastmedarên ewrûpî gava van beyanên hewqasî vala û bêmistewa ji devê Erdogan dibihîzin sedîsed nuha matmayî dimînin, ji xwe ra têr dikenin.
Lê beyanên Erdogan yên wiha ji bo me kurdan pirr baş e, qerekterê erdogan û rejîma wî ya totalîter nîşan dide.
Bi dîtina min hercar ku Erdogan devê xwe vedike û qala demokrasiyê dike û emerîka û Ewrûpayê bi nedemokratbûnê, bi dijminatiya misilmanan îtham dike ji xwe ra dijminan û ji me kurdan ra jî dostan çêdike.
Bi van beyanên Erdogan yên derbarê demokrasiya Emerîka û Ewrûpayê da siyasetmedarên emerîkî û ewrûpî dibînin ku Erdogan çi merivekî vala, bêkultur, boşboxaz û bêxlaq e.
Ev yek li Ewrûpayê sempatiyê li hemberî me kurdan zêde û antîpatiyê jî li hemberî Erdogan û rejîma wî xurt û berfirehtir dike.
Ez hêvî dikim di demeke nêz da li Tirkiyê yekî ji Erdogan biaqiltir neyê ser hukim û Erdogan çend salên din jî vê dîktatorî û rejîma xwe ya totalîter bidomîne…
Em milyar dolar jî bidin lobiîstan nikanin li dinyayê ji xwe ra hewqas sempatî dost qezenc bikin. Bi xêra Erdogan ewrûpî êdî hêviya xwe ji demokratbûna tirkan qut dikin û Tirkiyê wek dewleta li pişt terora Daîşê dibînin.

12 februari 2015

Bi vî aqilî em ji bindestiyê xelas nabin


Keçeka kurd bi navê Jiyan Haco li Swêd li bajararê Borlange ji bo zarokên somalî alîkariyê top dike. Jiyan bi xwe ji Qamîşloyê ye. Dê û bavê wê jî piştgiriyê didin vê xebata Jiyanê.
Bêguman xêrxwazî, alîkarîkirin bimehemetbûn, însaniyet xisletên baş in, dibê meriv teqdîr bike.
Lê di karekî wiha da jî dibê pîvan, aqil û mantixek hebe. Gava zarokên kurd ji herkesî bêtir muhtacî alîkariyê bin ne rast e meriv rabe ji bo zarokên miletekî xwedî welat û xwedî dewlet alîkariyê top bike. Yanî heq jî û dor jî berê zarokên somalî ya zarokên kurd e, ya kurda ye.
Gava bavê meriv, xweh û birayê meriv, merivên meriv, ferdên ji qewmê meriv, cîranê meriv, nasên meriv ji birçîna bimrin, li kuçe û kolanan parsê bikin, wek kurd meriva rabe ji bo zarokên li somaliyan alîkariyê top bike ne karekî aqilan e, bi dîtina min di vir da şaşiyek heye.
Ev bûyer jî nîşan dide ku kurd ne ji xwe ra ne, xwe nas nakin û belkî jî herî kêmaqilên dinyayê ne.
Îro li cîhanê tu kes bi qasî kurdan û zarokên kurdan ne muhtacî alîkariyê ne. Bi sedhezaran kurd li Tirkiyê bi parsê ketine. Bi hezaran jin û zarokên kurd li Tirkiyê û Kurdistana bakur ji birçîna xwe difroşin. Heger hebek hiş û hestên kurdayetiyê bi meriv ra hebe, dibê meriv berî somaliyan alîkariya zarokên gelê xwe bike. Yanî dora pêşî(prioriteringê) bide zarokên xwe. Li ba qûl jî û li ba Xwedê jî ya ev rast e. Yanî berê hundurê mizgeftê, dû ra derveyî wê.
Somalî xwedî welat û dewlet in. Neteweyên Yekbûyî, Tirkiye alîkariya wan dikin. Lê halê wan çiqasî xerab be jî ji yê kurdan hezar qatî baştir e.
Û li alî din gelek xortên somalî îro bi Daîşê ra li dijî kurdan şer dikin. Hema tenê ji Swêd bi dehan xortên somalî çûne bi Daîşê ra li Kobanê û li Sengalê li dijî kurdan şer dikin, serê kurdan jê dikin.
Li gel vê jî gava keçeke kurd ne ji bo Kobanê û Şengalê, ji bo zarokên somaliyan alîkariyê top bike, îspata wê yekê ye ku em kurd hîn nebûne milet, hestê kurdayetiyê bi me ra di bin sifirê da ye.
Û li gorî agahiya Jiyanê, dê û bavê wê jî vê yekê rast dibînin. Jixwe heger ne ev kêmaqiliya me bûya nuha wek somaliyan em jî xwedî dewlet bûn..


XXX


Platon gotiye, ”meraq ji bo fîlozofekî tiştê herî muhîm e. Ji ber ku bêyî vê tu destpêkeke felsefeyê tuneye.”
Bi meraqê meriv dide dû ilim û zanînê û tiştên nuh fêr dibe. Ancax bi meraqê meriv dikane meraqê ji dilê xwe derxe.

11 februari 2015

Ker û kurtanfiroş


Dibêjin kurtanfiroşê(palankerê,palikçiyê)gund mir, hemû kerên gund li meydana gund civiyan û dest bi şahiyê kirin, ziriyan, dan lotikan û mirina kurtanfiroş pîroz kirin.
Kerekî pîr, jihêzdaketî bi keran ra kêf nedikir, li ber dîwarê hewqekê xwe dirêj kiribû û kûr û dûr difikirî…
Ker çûn ba wî, jê ra gotin:
-Ma qey te nebihîstiye, kurtanfiroşê me miriye?
Kerê pîr got:
-Min bihîstiye. Bimre ewê çi bibe ku?
Gotin:
-Malneket, çawa ewê çi bibe? Piştî ku hoste mir, emê ji kurtên û pişta me jî ewê ji birînan xelas bibe. Emê azad bibin...
Kerê pîr got:
-Emê çawa azad bibin?
Keran got:
-Dema hosteyê kurtanan çêke tunebe, emê ji kurtanan xelas bibin. Emê bê kurtan di nava çayir û çîmenan da bidin lotikan û ji xwe ra kêf bikin.
Kerê pîr keniya û got:
-Kêmaqilno, mirina kurtanfiroş ne tu çare ye, dibê em ne ji kurtanfiroş, ji kerîtiyê xelas bibin. Ev kurtanfiroş mir, sibe ewê yekî din were. Û yê were jî ewê ji yê çûyî ne çêtir be. Heta em ker bin yên kurtanan ji me ra çêkin ewê tim werin dîtin...
Do li tirkiyê gava "kurtanfiroşên" berê basko bûn û ji desthilat da ketin, ketin zîndanan kêfa her kesî hat, herkesî kir dawet, gotin  baş bû ku em van zaliman xelas bûn. Wek kefraran ketibûn ser dilê milet, bîn li milet çikandibûn.
Lê "kurtanfiroşên" nuh ji yên berê xerabtir û zalimtir xuya dikin, miletê çawa ji van ”kurtanfiroşên” nuh xelas bibin ne diyar e…

XXX
Şerê çeteyan Tirkiyê roj bi roj berbî darbeyeke leşkerî ve dibe. Bi kêkmanî îhtîmala midaxeleyeke leşkerî her ku diçe zêde dibe. Axirê zû dereng Erdogan ewê bibe sebebê teşxele û tevlihevieyeke mezin...
Ji ber ku Tirkiye ji dewleteke demokratîk û şefaf zêdetir êdî dişibe rêxistineke mafîa û çeteyan. Beyanên berpisiyarên hukûmetê, îdîa û speklasyonên li ser hukûmetê û şiklê birêvebirina dewletê, MITê û polîsan nîşan dide ku li Tirkiyê qanûn manûn nemaye, dewlet wek organîzyasoneke mafîa tê îdarekirin. Û kesên dewletê îdare dikin jî ji siyasetmedaran bêtir dişibin grûbên mafîayê. Ji ber ku gava qanûn tunebe û yên hebin jî kes guh nedê dimîne metodên mafîwarî. Û dawiya berberî û şerekî wiha jî kaos e.
Di nava dewletê da çend grûbên çeteyan hene û di nabêna wan da şerekî bêaman didome.
Li weletekî wiha bêîstîkrar ewlehiya jiyanê ne mimkûn e, herkes ji xwe û ji jiyana xwe bi tirs e. Netîceya vê rewşê darbeyeke leşkerî û tevliheviyên mezin in, şrekî hundur jî pir ne dûrî îhtîmalan e.

XXX

Bernard Shaw gotiye, ”însan ne bi nîsbeta(pîvana, qiyasa) tecrûbeyên xwe, bi nîsbeta dersên ji tecrûbeyên xwe girtine kamil in.
Lema hin însan heta taliya emrê xwe jî kamil nabin, tim zarok dimînin. Ji ber ku yê meriv kamil dike ne sal û tecrûbe ne, dersên me ji wan girtine. Bi hin kesan ra qabîliyeta dersgirtinê tuneye.
Welhasil însan mexlûqekî ecêb e…

10 februari 2015

Kurdê ruhkole

Fatih Altayli, ji serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu pirsiye, gotiye:
 ”Heger Tirkiye were nuxteya perçebûnê hûnê çi bikin?”
Kemal Kiliçdarogluyê heramzade û kemalîst gotiye:
”Ji bo perçenebûna Tirkiyê hewce be emê rahêjin çekan.”
Mêrik carê ruhê xwe firotiye tirkan, loma jî pir normal e ku li dijî kurdan wek Kontr-gerilayekî rahîje çekan jî…
Kiliçdaroglu di meclîsê da ji qatilê bav û kalên xwe ra, ji qetlîama Dêrsimê ra li çepikan xwist, loma jî ev gotina wî jî normal e...
Kurdên carê bûne hevalên dijminê xwe ne mimkûn e ku dev ji vê îxaneta xwe berdin. Kiliçdaroglu yek ji wan kurda ye ji ber vê hevkariya xwe ya bi dijminê ra xwe fedî nake. Di ser da dixwaze ji tirkekî nêjadperest bêtir neyartiya kurdan bike, ji bo ku xwe têxe çavê tirkan û dewletê.
Loma jî dibê meriv êdî bi çavê kurd li Kiliçdaroglu nenêre. Jixwe ew bi xwe vê yekê bi şîdet red dike, dibêje ew tirk e.
Kurdê bibêje ez kurd im û doza kurdayetiyê bike dibê hevaltiya merivekî wiha neke, dibê nekeve partiya wî û raya xwe nedê.

 XXX
Heger tu bersîva, hemberiya qedir û qîmeta tu didî yekî nabînî, dibê tu jî miameleyeke li gorî wê pê ra bikî.
Qedir û qîmet wek alkolê ye, bunya her însanî mîktarê zêde ranake. Hin kes bi qedir û qîmeta zêde bêtir kamil û nefsbiçûk dibin û hin kes jî zû serxweş û pozbilind dibin.
Loma jî dibê meriv dozaja qedir û qîmetê baş eyar bike, mîqtarê zêde bunya herkesî ranake…

XXX
Di jiyanê da tu carî dost û hevalê xwe ji bîr neke û dijminê xwe jî efû neke. Îstîkrara di vî varî da meriv serkeftî dike. Dibê dost jî û dijmin jî di heqê te da tu carî dudil nebe...

XXX

09 februari 2015

Biaqilî û kêmaqilî


Gelek însan ji halê xwe, ji karê xwe, ji bedena xwe ya fizîkî û hin tiştên xwe yên ne razî ne. Lê hema hema herkes ji aqilê xwe razî ye, kes ji aqilê xwe gazinan nake, nabêje xwezî hinek aqilê din bi min ra hebûye, xwezî ez hinekî din biaqil bûma. Ya jî xwezî ez hewqasî jî ne kêmaqil bûma.
Ez dibêjim belkî merivê herî kêmaqil jî wiha nabêje, gazinan ji aqilê xwe nake. Lê xwedê kir ku herkes bi aqilê xwe qîma xwe tîne.
Ez dibêjim di nava tiştên me da, tiştê herî bêtir em jê razî ne, tiştê herî kêm em jê gazinan dikin aqil e. Dirhemek be jî, lîtirek be jî kes naxwaze kêm û zêde bike, kêfa herkesî ji aqilê wî ra tê, ji aqilê xwe hez dike û heta bi aqilê kesî jî nade...
Lê herkes ji aqilê xwe razî be jî, kes ji aqilê xwe gazinan neke jî, bêguman herkes bi qasî hev ne biaqil e. Nîsbî be jî aqil ji aqil zêdetir e.
Gelo pîvaneke biaqiliyê, kêmaqiliyê û ehmeqiyê heye û heger hebe çi ye?
Meriv çawa û bi çi dikane biaqilan û kêmaqilan ji hev bigerîne?
Çimkî bêxwediyê aqil ne caw e ku tu li mîtroyê xî û bibînî bê bi kê ra çiqas, çend mîtro û çend santîm heye...
Welhasil jihevgerandina biaqilan ji kêmaqilan ne karê aqil e. Lê li gel vê jî meriv dikane derbarê “aqil”, biaqilî û kêmaqiliyê da tiştekî bibêje; ew jî kar, xebat û berhem e. Pîvana, mîtroya biaqilî û kêmaqliyê xebat û berhemên meriv e, dibê meriv bala xwe bide wê.
Haaa, helbet cahil û cehalet jî heye, lê dibê meriv wiya tevî biaqiliyê û kêmaqiliyê neke, nêzî hev bin jî tam ne eynî tişt e. Li gorî kêmaqil, cahil tim cesûr e, kûpê aqil e, her roj bi heskan aqil li xelkê belav dike. Belav dike çimkî cahil e, qusûra wî tuneye...

XXX
Gava menfaet(berjewendî) û kursî tê meydanê hin însan bi lez û bez derbasî hereketê dibin. Kût, nexweşên giran jî tavilê sax dibin, dibin bistim û wek leşkeran dikevin nava liv û tevgerê. Û ji bo ku berî herkesî kursiya xwe saxlem bikin, xwe dixin pêşiya herkesî…
Yaho bi rastî jî menfaet keviran nerm dike, miriyan ji gorrê radike, îdeolojiyan pûcc dike…
Axxx, axxx, heger li ba kurdan têra xwe pere û kursî hebûya, kes bi tirkan ra nedima, li hemberî yekê tirkan, me yê dudu bida wan…

XXX

-Jiyan liberxwedan e, hezkirin bawerîpêanîn e. Ji bîr neke, însan gelek caran hakimê dinyayê û carnan jî êsîrî dilekî ye.
///Mewlana

08 februari 2015

HDP têkeve meclîsê nekeve meclîsê qet ne muhîm e

Ev demeke kurd û tirk, gelo HDP wek partî têkeve hilbijartinên meha hezîranê ya jî bi namzetên serbixwe têkeve baştir e, minaqeşe dikin.
Hinek dibêjin ew nikane benda ji sedî deh derbas bike û hinek jî dibêjin ewê derbas bike.
Bi baweriya min HDP benda ji sedî deh derbas bike û bi dused parlamenteran jî têkeve meclîsê ji bo me kurdan tu feydeya wê tuneye, ewê zirara wê hebe. Heta nuha di meclîsê da çi kirin, ji nuha pêda jî ewê eynî tiştî bikin.
Heger benda ji sedî deh derbas bike ewê çend kesên din li Tugluk, Zozanî, Nursel Aydogan, Demirtaş, Tuncel, Onder, Levent Tuzel, Erol Dora û Kurkçu zêde bibin. Bi van kesan û bi vê siyaseta tirkbûnê kurd nagihîjin mafên xwe. Dewlet û hukûmet bi taktîkên wiha kurdan dixapîne.
Loma jî bi dîtina min baştir e ku HDP îcar nekeve meclîsê. Piştî têkçûneke wiha belkî li xwe vegerin û dev ji partiya Tirkiyê û ji siyaseta tirkkirina kurdan berdin.
Ji ber ku Demirtaş û Zozanî pir vekirî gotin ewê êdî ”kîmlik siyaseti” nekin, yanî êdî siyaseta kurdayetiyê nekin, wan berê kir, lê ji nuha û pêda ewê nekin. Loma jî tu sebeb tuneye ku kurd rayên xwe bidin kesên wiha, partiyeke wiha ku li dijî siyaseta kurdayetiyê ye.

Ferginame Ferginame Ê gelek bash e. Hûn jî bang kurdan bikin, bila reyên xwe bidin partiya AKP, li gor we ew daha kurdewar e. Tenê biravoo! Mashallah rewshenbiriya rastiyan têgihîshtinê ev e, ha!!!!!!!!!!??????????

Zinarê Xamo Weleh kurd ne mecbûr in di nabêna "weba û kolerayê" da tercîhekê bikin.
Ya din kî bi hukûmetê û AKPê ra li serê kurdan dolabê digerîne diyar e.
Kurd çima ewê rayên xwe bidin kesên dibêjin, "artik kimlik siyasetî yapmayacagiz", yanî emê êdî siyaseta kurdayetiyê û Kurdistanê nekin.?
Ez li dijî partiya Tirkiyê me. Dibê kurd bi partiyên xwe û tirk jî bi partiyên xwe tifaqê bikin.
Ma Levent Tuzel heta nuha ji me kurdan ra çi kela fetih kiriye, çi jahr belav kiriye?
Em 30-40 Tuzel, Kurkçu û Tuncelên din hilbijêrin çi ye, hilnebijêrin çi ye?

Ferginame Ferginame Gelo haya te ji kirina te heye ku tu bi vê nivis û rika xwe propogandaya AKPê dikî û mirovan teshvîkê AKPê dikî. Her çendî ez ji awayê hersêyan heznakim jî, Tu agahiyên shash li ser Kurkçû, Tuzel û bi taybet jî li ser Tuncel didî. Wan neçûn di dozgeriya Amedê de giliyê tevgerekî nekirin.

Zinarê Xamo Ferginame, diyar e li gorî te, ji bo ku meriv bi kurdekî baş be dibê meriv bibe propagandîstê HDPê û Tuzel ? Û her kurd mecbûr e raya xwe bide HDPa partiya Tirkiyê û piştgiriya wê bike. Kî piştgiriya HDPê neke ew propgandeya AKPê dike.
Li gorî vê pîvana te, bêyî HDPê dibê partiyeke din, tevgereke din tunebe. Yên hebin ya dibê bibin propogandîstên HDPê û Tuzel ya jî xerab in û hevalên AKPê ne…
Yanî bi kurtî tu dibêjî PKK çi bike, kurd mecbûr in piştgiriya wê siyasetê bikin, siyaseteke li dijî vê, hevalbendiya AKPê ye.
Hemû zorba, totalîter û dîktator wiha difikirin, tim xwe tenê rast û yên hemberî xwe jî şaş dibînin.
Lê ev ne tu aqil e û ne tu rê ye. Her kurd wek te ne mecbûr e piştgiriya HDPê bike. Yên dikin azad in, ewê bikin. Tu azad î piştgiriya HDPê û Tuzel û Kurkçu û yên bikî. Tu azad î hêzên din û fikrên din rexne bikî. Ev mafê te ye. Lê nebêje heger hûn pişgiriya HDPê nekin, hûn hevalbendên AKPê ne. Eyb e!
Te gotiye, ”Wan neçûn di dozgeriya Amedê de giliyê tevgerekî nekirin.”
Fena ku min çûbe li dozgeriya Diyarbekrê giliyê tevgerekê kiribe. Ji bo ku meriv ji bo min tiştekî wiha bibêje, bi gotineke herî sivik dibê meriv dîn be!
Na heger tu ne ji bo min, ji bo hinekên din dibêjî, ew jî dîsa ne karê merivekî biaqil e.
Ma devê xelkê doxîna min e ez girê bidim?
Bi sedan kurd û lîder di mahkemeyan da bûna îtîrafçî, ma sûcê min e?
Çi ji min ra kê li kê gilî kiriye?
Kê di mahkimê da çi îfade daye?
Ya muhîm şêla min ya li hemberî kes û bûyerên wiha ye.
Û di ser da min ew kes û ew şêl rexne jî kiriye. Û tu jî bi viya dizanî. Ev ne şêleke dirist e.
Çimkî ew mahkime ne meşrû ne, dezgehên îşxalkaran e.
Min berê jî çend caran ji te ra got, tu ne mecbûr î tim hinekan biparêzî…


07 februari 2015

Berhemeke pîoner

Îro li Stokckholmê li Kitêbxaneya Kurdî danasîna kitêba Mistefa Aydogan ”Kaxez -Kaxezên Lîstikan Pinîkêr”ê bû. Ev sê roj in dîsa pişt ketiye ber min. Carnan li min wer tê. Ji bo xatirê Mistefa, hûn bigrin hema hema ez bi çarpiyan çûm. Çimkî di rojên wiha da çavê meriv li dost û hevalên meriv digere.
Li gel berf, sar û serma Stockholmê, gelek nas, dost û hevalên Mistefa hatibûn semînerê û guhdarîkirina wî. Mistefa Aydogan, bi fîlmên slayt û pêşkêşkirinekepir xweş û mikemel kêtêba xwe û çîroka peydabûna kexezê û kexezên lîstikan bi guhdaran da nasîn.
Kitêba li ser dîroka îcada kaxezê û belavbûna wê û dû ra jî dîrok û çîroka kaxezên lîstikê bi kurmancî kitêba pêşî ye. Loma jî meriv dikane Mistefa Aydogan wek pîonerê vê qadê bi nav bike.
Ji bo xwendevanên kurd û kurmancî ”Kexez”, kitêbeke pir balkêş e. Mistefa Aydogan bi hûrgulî, wek dîroknas û arkeologekî berê xwe daye gelek çavkaniyên li ser dîroka îcada kexezê û belavbûna wê ya li cîhanê. Û dû ra jî dûr û dirêj li ser lîstika Pinîkêrê(nezerê, xoşkînê), hatina wê ya Kurdistanê û hemû waryantên vê lîstikê rawestiyaye û fikrên xwe gotiye.
Min nuha bala xwe da kitêbê û pêşgotina wê xwend. Xebateke mikemel e, bi qasî naveroka wê, çap û mîzanpaja wê bêqusûr e. Ez bawer dikim kesê bi lîstika Pinîkêrê nizanibe jî gava kitêbê bixwîne, ewê gelkî jê hez bike. Çimkî kitêb ji lîstika Pinîkêrê bêtir, li ser dîroka kaxezê, belavbûnê wê û tesîra kexezê li ser pêşketina însan û medenitê ye.
Ji ber vê xebata wî ya hêja, ji ber ku kitêbxaneya kurdî bi vê berhema xwe ya pîoner(pêşeng) dewlemend kir, ez Mistefa Aydogan ji dil û can pîroz dikim û jê ra serkeftinên hîn mezin dixwazim.
Lê ev nayê wê maneyê ji ber ku kitêba "Pinîkêrê" nivîsîye ezê zora wî nebim, yanî bera wî nedim. Na, jixwe ji nuha û pêve ezê bêtir zora wî bibm, çimkî zora yekî xwedîkitêb birin xweştir e. 


XXX
Zorbatî
Li welatekî însan ji hukûmetê bitirsin li wî welatî zorbatî, tirs û dîktatorî heye.
Lê li welatekî gava hukûmet ji însanan, ji hemwelatiyên xwe bitirse li wî welatî azadî heye.
Bira hukûmet li wir bimîne, li Tirkiyê însan ji şexsekî tenê, ji Erdogan dibizin, diqutifin, ji tirsê bi xwe da dimîzin. Û heta hinek ji tirsa Erdogan ji Tirkiyê direvin.
Li Tirkiyê ne hemwelatî tenê ji Erdogan ditirsin, hukûmet jî ji Erdogan dibize, parlamenter û wezîr jî ji tirsê navê Erdogan bi selewatan digrin devê xwe.
Wezîr, parlamenter, brokrat, hevalên wî, welhasil herkes bi hurmeteke ji şalûziyê jî wêdetir qala mezinayiya Erdogan dike, pesnê wî dide.
Li wletakî wiha azadî tuneye, zorbatî, tirs û zulm heye. Tirsê, zorbatiyê piraniya însanan durû kiriye.

Bi van serokan em tu havilê nakin


Serokê HDPê Demirtaş, li ser hin paşgotinên ku HDP bi AKPê ra bi dizî bazariyê dike gotiye:
”Bira herkes rehet be, HDP ne partiya ku bazarên erzan bike. Yê bixwaze bira li rabirduya me binêre. Ma Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya bazarî kirine? Ma Mahaîr Çayan û Deniz Gezmîş bazarî kirine?”
Erê Demirtaş bi eslê xwe kurd e û li ser navê kurdan siyasetê dike, lê bi îdeolojî, fikir û hestên xwe ne kurd e.
Heger Demirtaş bi îdeolojiya xwe, bi dîtin û hestên xwe, xwe kurd û serokekî miletê kurd bidîta gotineke wiha ji d evê wî dernediket, Îbrahîm Kaypakkay, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan nedikir referensên xwe, bi sê çepên tirk pesnê xwe û partiya xwe nedida.
Kaypakkaya ne têda, lê Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş herdu jî mirovên kemalîst bûn. Loma jî ji bo siyasetmedar û serokekî kurd şerm e Mahîr Çayan û Deniz Gezmîş ji xwe ra bike numûne.
Lê ne kemalîst bûna, herdu jî antî-kemalîst bûna jî ferq nedikir, dibê siyasetmedar û serokekî kurd ne bi tirkan, bi dîroka xwe, bi egîd û qehremanên gelê xwe pesnê xwe bide, wan ji xwe ra bike sembol û nîşan, ne ku du tirkên kemalîst.
Demirtaş li ser navê kurdan siyasetê dike, kurdan ew kirine parlamenter û serokê partiyekê. Lê ew dîsa jî wek kurdekî, wek serokekî kurd hereket nake. Çimkî ev hes pê ra tuneye. Gava bêkontrol, spontan dipeyive pir rehet dibe tirk, wek siyasetmedarekî tirk dipeyive. Ji ber ku bi kultur û terbiyeya çepên tirk mezin bûye, çavkaniyên xida xwe jê girtiye dîroka tirk e.
Loma jî Demirtaş wek serokekî kurd li meselan nanêre, refensên wî ne kurd û qehremanên kurd in, ne ji dîroka kurd ne. Ew, wek siyasetmedarekî tirk numûneyên xwe ji dîroka tirkan digre, bi hin lîderên tirk pesnê xwe dide.
Tu kes bi nav, bi meqam û kursiya xwe nabe serok û siyasetmedarê kurd, însan bi şêla xwe, bi dîtin û siyaseta xwe dibe siyasetmedar û serokekî kurd, ya jî nabe.
siyasetmedarekî tirk bi serê Xalid Begê Cibrî, Doktor Fûad, Seyid Riza, Qazî Mihemed, Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin tu carî sond naxwe, bi diristî û mêraniya wan pesnê xwe nade, tu carî wan ji xwe ra nake numûne.
Kurdê ku ne Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin, Deniz Gezmiş û Mahir Çayan ji xwe ra bike referens û îdol, ew kurdekî bêşiûr e, dibê kurd nedin dû serokekî wiha...
Siyasetmedarekî filistînî jî tu carî lîder û egîdekî yahûdî ji xwe ra nake referens û numûne.
Serok û siyasetmedarekî Kurdistana Îranê û Îraqê jî ne mimkûn e ku bi farisekî û erebekî pesnê xwe bidin.
Ez bawer nakim bêyî siyasetmedarên Kurdistana bakur, serok û siyasetmedarên miletekî din lîderên ji miletên serddest ji xwe ra bikin numûne.
Di dîroka me ya nêz da, di nava şehîdên PKKê bi xwe da bi sedan egîdên di her warî da ji Mahîr û Deniz mêrtir û qehremantir hene. Ji ber ku Demirtaş bi kultur û hestên xwe, bi dîtin û siyaseta xwe ne serokekî kurd e, loma jî qehremanên kurdan nas nake, navên wan nayê bîra wî.
Çimkî kurdayetiya wî ne kûr e, xida xwe ji dîroka kurdî negirtiye, kurdayetiyê di tamarên xweda his nake.
Demirtaş emanetçî ye, çawa ku bû siyasetmedar û serokekî kurd, pir rehet dikane bibe siyasetmedar û serokekî tirk jî. Û ji xwe wa ye ji bo wê zend ûbendên xwe vemaltiye. Loma pesnê tirkan dide.
Ji xwe wa ye îro gotiye, me heta nuha siyaseta kurdayetiyê(siyaseta nasnameyê) dikir, lê ju nuha û pêda emê nekin. Çimkî “wê demê hewcedarî hebû.”
Diyar e Demirtaş siyasetê, siyasetmedariyê û serokatiyê wek karekî dibîne, gava hewce be diguherîne, dibe siyasetmedarê miletekî din.
Çawa ku HDP ne partiyeke kurd e, projeyeke dewletê ya entegrekirina kurda ye, diyar Demirtaş jî li gorî vê projeyê roleke nuh girtiye ser milê xwe û loma jî êdî bi devê siyasetmedar û serokekî tirk dipeyive...

XXX
Murat Bora: Ev yek tawanbarîyeke mezin e... Hûn jî dizanin ku Demîrtaş siyasetmedar e û divê siyasetê bike û dike jî... Di şûna van peyvên tirş û tehl de xwezî we piştgirî bida wî û hevalên wî. Lewra dem dîrokî ye û her tişt bi mêranî û rastî naçe ser, hûn çêtir dizanin. Anena, madem hûn dibêjin ew ne kurd e û siyaseta tirkan diajo, kerem bikin vegerin welatê xwe Kurdistanê û hûn kerema xwe re siyaseta Kurdistanî bimeşînin... Lê Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e, haya we ne ji Kurdistanê heye ne ji jan û zordestîyên dagirkeran heye. Di ser de jî hûn zirar didine yekîtîya gelê kurd.. Ev rexne ye, bila dilê we nemîne lê baş bizanibin ku Demîrtaş û partîya wî di ser de nûnerê kurdan e, piştî jî nûnerê hemû gel û beşên bindest e... An bikin, anjî na, bihêlin bila hin bikin... Li gel silavan...

Bersîva Murat Bora:


Zinarê Xamo:  Mûrat Bora, yanî tu ji min ra dibêjî, ya piştgiriya HDPê bike ya jî devê xwe bigre!
Ne wisa?
Bi tirkî dibêjin” ya bu deveyi güdersin ya bu diyardan gidersin”!
Weleh ez ne devê xwe digrim û ne jî ji vî diayrî diherim”! Demeg demokrasî demokratbûna me heta piştgiriya HDPê ye, rexnekirina HDPê û Demirtaş di demokrasiya me da tuneye.
Û di ser da jî hûn her roj ji Erdogan û hukûmetê demokrasiyê dixwazin, dibêjin hûn ne demokrat in, hûn dîktator in. Ev jî tiştekî trajî-komîk e.
Wê demê demokrasiyê em tenê ji bo xwe dixwazin, ne ji bo kesên din û mixalifên xwe…
Birayê delal, min heta nuha di hemû hilbijartinan da piştgiriya BDPê û partiyên kurdan yên din kir.
Lê îcar ezê nekim. Ji ber ku ez li dijî siyaset û konsepta HDPê me. Bi dîtina min HDP projeyeke hukûmeta AKPê ye û dixwaze bi vê ”Hespa Truvayê” ked û xebata kurdan û PKKê ya salan bi avê da berdin, kurdan entegreyî Tirkiyê bikin.
Jixwe çendakî berê Beşîr Atalay got, ”HDP, projeyeke Ocalan û serokê MITê Hakan Fîdan ya xweş e…”
Dibe ku ji bo hin kurdan ev yek ne muhîm be, lê ji bo min muhîm e, ez tu carî piştgiriya partiyeke bi destê dewletê û ji bo helandina kurdan hatiye avakirin nakim û rexnekirina siyaseta vê partiyê jî wek mafekï xwe yê demokratîk dibînim.
Ji ber ku HDP li ser daxwaza hukûmetê ü MITê hatiye avakirin loma jî gelek tirikên kemalîst ku heta nuha li dijî Demirtaş û hemû partiyên kurd bûn, îro ji nişkave bûne propagandîstên Demirtaş û HDPê.
Ji ber ku li gorî wan HDPê dev ji ”kimlik siyaseti” yanî dev ji siyaseta kurdayetiyê berdaye û ev jî ji bo Tirkiyê baş e, loma dibê meriv piştgiriya Demirtaş û HDPê bike.
Yanî ne kuNazli Ilicak û tirk guherîn, bûn însanên demokrat, mafzan û dixwazin mafê kurdan were dayin loma piştgiriyê didin Demirtaş. Tiştekî wiha tuneye, ji ber ku HDPê û Demirtaş û Zozanî dev ji siyaseta partiyek kurd û kurdayetiyê berdane loma tirk ji dibêjin eferim û ji wan ra li çepikan dixin.
Kî pistgiriya vê projeya helandina kurdan dike bira bike, ez nakim. Û fikrê xwe yê li ser vê plana Erdogan jî bibêjim. Ya din li Kurdistanê pir hindik kesên siyaseta Kurdistanî dimeşînin hene û ji nuha û pêda jî roj bi roj ewê zêde bibin.
Û mesela ”vegera welêt”! Heger nivîsa min ji dêlî rexneyê pesnê Demirtaş bûya, wek nuha we yê îtîraz nekira, we yê negota ”vegerin welatê xwe, Li Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e…” Bi îhtîmaleke mezin we yê bigota ”her bijî mamoste”! Yanî herçî pesindane meriv dikane li Ewrûpa û li her derê bike, lê gava mesele dibe rexne, a wê demê li Ewrûpayê nabe, ji bo rexnekirnê dibê meriv ”vegere ”welatê xwe…”! Lê gelek kes ji Stenbolê, ji Anqerê li ser navê kurdan siyasetê dikin. Kurd êdî di wê da jî tu anormalî nabînin. Çimkî êdî gelek kurd Tirkiyê ji Kurdistanê bêtir welatê xwe, Stenbolê û Anqerê jî ji Diyarbekrê bêtir bajarên xwe dibînin. Loma jî kes ji wan ra nabêje vegerin welatê xwe…