31 mars 2015

Hevkariya mirîşkê û mangê

Mirîşk çû ba manga li mêrgê diçêriya û jê ra got:
-Xwişka mange, heger ez hevkariyeke pir baş pêşniyarî te bikim, tu yê qebûl bikî?
Mang e hinekî fikirî û dû ra got:
-Kerem bike, bibêje, hela ez binêrim pêşniyara te çi ye..
Mirîşkê dest bi îzaha pêşniyara xwe kir, got:
-Ezê hêka bikim û emê herdu jî li karê derkevin. Tu îşê xwe ji tiştekî din nîne û qet li netîceyê nefikire...
Hîn mange û mirîşkê dipeyivîn, qesabekî kêr di dest da hat ba wan û ji mangê ra got:
-Manga delal, temam e, wexta çêkirina suncuqê bi hêk hat. Ji kerema xwe ra serê xwe dirêj bike...
Bi vê gotina qesab ra hişê mangê hat serî. Bi matmayî ji  mirîşkê ra got:
-Xwişka mirîşk, wisa xuyaye ev havkarî ewê li ser min pir buha mal bibe...
Mirîşk bi zindiqî keniya û got:
-Erê rast e, ewê li ser te buha rûne. Lê belê armanca me xizmet e, emê sunciqên bi hêk bi însanan bidin xwarin. Tu sakîn be û xwe teslîmî qesab bike, li dawiya hevkariya me jî nefikire. Ewê baş bibe…
Û qesap(qesêp) kêra xwe avêt ji hustuyê mangê da….

XXX

Pisikekê bela xwe di mişkan da bû, kîjan mişkî  serê xwe ji qulikê derxista xwe çindî ser dikir û dixwar.
Rojekê mişk li hev kom bûn û li ser rêyên xelasbûna ji pisikê bi hev şêwirîn, fikrên xwe ji hev ra gotin. 
Ji her serî dengek derdiket, her mişkekî tiştek digot. Dawiya dawî mişkekî xort got, bi baweriya min ya herî baş em zengilekî têxin hustuyê wê. Gava zengil di hustu da be emê bi hatina wê bihesin û birevin qulikên xwe.
Hemû mişkan pêşniyar baş dîtin û jê ra li çepikan xistin. Gotin pêşniyareke pir baş e.
Mişkekî kal di quncikekî tarî da rûniştibû, got:
-Pêşniyar pir baş e rast e. Lê pirsek serê min tevlihev dike. Ji nava me kî ewê here zingil têxe hustuyê pisikê?

30 mars 2015

Qazî Mihemed ewê tim di dilê me da dijî

Qazî Mihemed pêşewa bû, kurdperwerekî mezin bû, serokê Komara Kurdistanê bû. Di 31ê adara 1947a da pêşewa Qadî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî li Meydana Çarçira ji alî rejîma şahîtiyê ya qatil ve hatin îdamkirin.
31ê adarê û Meydana Çarçira di dil û hafizeya her kurdê welatparêz da birîneke kûr e û şopeke mezin hîştiye, ev roj, ev dîrok tu carî nayê jibîrkirin.
Em Qazî Mihemed û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmet bibîr tînin….
Qazî Mihemd û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…

XXX
Neyzen Tevfik(1879-1953), şair û nuktedanekî meşhûr bû, merivekî dobre û rastgo bû. Rojekê nasekî wî muswedeyeke romana xwe nîşanî wî dide û fikrê wî jê dipirse. Neyzen romanê naecibîne û viya jê ra dibêje. Lê nasê wî aciz dibe û dibêje:
-Baş e lê te cara roman nenivîsî ye ku! Tu ç awa dizanî?
Neyzen dibêje:
-Ez hêka teze û genî baş nas dikim. Lê min heta nuha qet hêk nekiriye.

XXX

Dayika kevjal ji geda xwe ra got, ”delala diya xwe, tu çima tim xwe bi ser kêlekê da dişkînî, ser kêlekê dimeşî, rast bimeşe.”!
Kevjala biçûk got ”bira dayê. Tu bide pêş min û rast bimeşe, ezê jî te taqîp bikim û rast bimeşim…”

Çima hewqas kurdên soran di nava Daîşê da hene?

Daîşê do navê 55 kurdên di şerê wan û pêşmergeyan da hatine kuştin belav kir. Him jî bi bi naznav, navê rastî û rismên wan ve.
Min bala xwe da navên wan, bi min wiha hat fena ku hemû jî soran bûne. Heger 55 heb hatibin kuştin, ev tê wê maneyê ku bi sedan, belkî jî bi hezaran kurd di nava Daîşê da hene. 55 xayinên qewmê xwe, bi dijminê xwe ra bûne yek û di şerê li hembrî gelê xwe da hatine kuştin.
Ji Kurdistana bakur jî hin kurd tevî Daîşê bûne. Lê belê rewşa wan û kurdên başûr naşibin hev. Berî her tiştî kurdên ji bakur tevî Daîşê bûne ya dîndarên xwe kurd qebûl nakin, ya jî faşîst in. Pirên wan asîmîle bûne û bi kurdî jî nizanin, xwe tirk dibînin. Yanî bêyî têkiliya nîjadî (irqî), tu têkiliyeke wan bi kurdan ra nemaye, êdî bûne tirk.
Lê kurdên li başûr tevî Daîşê bûne ne wisa ne, ew xwe kurd dibînin û hemû jî bi kurdî dizanin. Li Kurdistanê xwedî kar in. Gelekên wan di mizgeftanda mele bûne. Yanî ne faşîst in û ne jî asîmîle bûne. Û kurdbûna xwe jî înkar nakin. Lê dîsa jî bi ereban ra li hemberî gelê xwe şer dikin.
Sebebê çûna wan ya nava Daîşê îdeolojiya dînî ye, ji ber baweriyên xwe yên dînî tevî Daîşê bûne û şereê gelê xwe dikin.
Ev sebebek e.
Ez dibêjim sebebekî din jî dikane dijayetî û dijminatiya kurmancan û mala Barzanî be.
Ji ber ku çend caran min di vîdeoyan da dît êrîşî Mesûd Barzanî dikirin, gef li wî dixwarin. Min qet nedît qala Talabanî û yekî soran kiribin. Erê Mesûd Barzanî serokê Kurdistana Federeye û serfermandarê hêzên pêşmergeyan e, tesîra wê jî heye. Lê li gel vê jî ez dibêjim tesîra neyartiya Barzaniyan û kurmancan jî heye.
Ez nabêjim sedîsed wiha ye, lê dibê hin sebebên cidî yên çûna soranan ya nava Daîşê hebe. Dibê li ser vê meselê lêkolîn were kirin.
Çima hewqas soran tevî Daîşê bûne û çima tim êrîşî Barzaniyan dikin?
Em vê meselê nikanin tenê bi dîndariya wan ve girê bidin. Li Kurdistana başûr du partiyên îslamî hene. Yanî li başûr kes û hêzên îslamî ne bindest in, ne derî îktîdarê ne. Li gorî Kurdistana bakur û rojava, li başûr kultur û îdeolojiya îslamî xurt e, serdest e.
Û li alî din van kurdan, malbatên wan zulma Seddam û qetlîama Helepçeyê dîtine, gelek perîşanî kişandine. Lê heger dîsa jî dev ji Kurdistanê, ji azadiyê berdidin û diherin nava Daîşê û li dijî gelê xwe şer dikin, dibê hin sebebên pir cidî hebin…

29 mars 2015

Ya tu yê vî deveyî biçêrînî ya tu yê ji vî diyarî herî

Di wext û zemanekî berê da mîrekî hindî bi deve çûye heçê û hatiye. Jixwe berê bi devan, piştî rêwîtiyeke bi salan diçûn û dihatin. Wek nuha balafir tunebû,  wasite tunebû. Hemû rêwîtî bi devan, bi hesp û keran dihat kirin.

Ji ber ku deve bi saxî û selametî ew biriye hecê û anîye pir ji devê xwe hez kiriye, qîmeteke mezin daye deve. Ji bo ku baş li deve binêrin, wî tî û birçî nehêlin emir li ser emir daye. Bi vê jî nehatiye serî, ban wezîrê xwe kiriye, jê ra gotiye:

-Lawo wezîr, baş guh bide min, heger tiştek bi hecî deve were berî herkesî ezê te mesûl bigrim. Tu yê her roj heta êvarî vî deveyî biçêrînî. Tu yê li alifê wî, li ava wî baş miqate bî. Dibê ciyê wî zuha û paqij be. Ya na weleh ez nahêlim tu li van diyaran bimînî, ezê te surgûnî çol û çepelan  bikim. Va ye min ji te ra got, êdî tu dizane!

Wezîrê belengaz ji mecbûrî gotiye emrê te ser serê min û bûye selwanê deve, her sibe rabûye deve biriye çêrê, li çayir û çîmenan çêrandiye û danê êvaran jî biriye mal. Her roj karê wî ev bûye

Rojekê dostekî wezîr yê ji malmezinên bajêr li çolê rastî wî tê. Gava dibîne ew deve diçêrîne matmayî dimîne û  jê ra dibîje:

-Ev çi halê te ezbenî? Li vê çolê, li ber vî deveyî çi karê te heye Ma qey tu bûyî selwan?
Wezîrê reben hustuyê xwe xwar kiriye û serpêhatiye xwe jê ra gotiye. Gotiye:

- Ya dostê hêja, ev çîrok jî wihaye, ya ezê vî deveyî biçêrînim ya jî ezê ji vî diyarî herim...

Heta rojekê yek nebêje weleh ne ez deve diçêrînim û ne jî ji vî diyarî diherim, ewê rewş tim ev be…
Bi tirkî dibêjin “ya bu deveyi gudersin ya bu diyardan gidersin.”

XXX
Rojekê Mewlane bi telebeykî xwe ra digeriya, li kêlek rê çend kûçikên li kêlek hev ketibûn û xwe li hev piçikandibûn bala wan dikşîne. Telebe ji Mewlane ra dibêje:

-Seyda, çi numûneyeke biratiyek xweş. Xwezî însanan jî ji van îbret bigirta.

Mewlane dimizice û dadigere ser telebeyê xwe û dibêje:

-Hestiyekî bavêje navbêna wan,
wê demê tu yê werî seyrana biratiya wan.

28 mars 2015

Hinek çima ji derewan bawer dikin?


Bi devikî xwedêgiravî kes ji kesê derewan dike hez nake, kes derewan naparêze. Heta yê derewan dike jî, derew ji xwe ra kiribe sinet jî dibêje derew xerab e.
Lê li alî din dibê meriv vê pirsî jî bike: Gelo hemû qusûr û sûc ya kesê virek e?
Ma merivê ji kesên ji derewan bawer dikin ra çi bibêje?
Ma sûcê wan jî tuneye?
Bira bawer nekin.
Bira derewan û rastiyê ji hev bigerînin.
Ma aqilê wan tuneye?
Ya jî bi aqilê heyî çima nikanin derewan û rastiyê ji hev bigerînin?
Ji ber ku bazar û mişteriyên derewan heye derewkar derewan dikin. Bazar ne kesad e.
Karê derewkaran derew e, dibê meriv jî hewqasî ne xam û xêv be û jê bawer neke. Derewan nekire.
Nuha li Tiriyê derewên herî mezin ji alî siyasetedaran va tên kirin. Derewên bi boçik dikin.
Lê însan dîsa jî jê bawer dikin.
Esas bawer nakin, lê wek ku bawer dikin xwe xam dikin.
Çimkî kara wan di bawerkirina derewan da heye.
Bi bawerkirina bi derewan karê xwe dimeşînin, debara xwe pê dikin…


XXX
Rojekê Mewlane bi telebeykî xwe ra digeriya, li kêlek rê çend kûçikên li kêlek hev ketibûn û xwe li hev piçikandibûn bala wan dikşîne. Telebe ji Mewlane ra dibêje:
-Seyda, çi numûneyeke biratiyek xweş. Xwezî însanan jî ji van îbret bigirta.
Mewlane dimizice û dadigere ser telebeyê xwe û dibêje:
-Hestiyekî bavêje navbêna wan,
wê demê tu yê werî seyrana biratiya wan.

Alema îslam û derewa "tiliya derve"

Seranserê alem îslam dikele, li herderê şer û herb e, hevûdu dixxwin, weke celadan serê hev jêdikin.
Ji dêlî ku li xwe varqilin û gelşên xwe bi diyalogê, bi rê û metodên siyasî û demokratîk çareser bikin, bi teoriyön komployö xwe dixapänin, berê xwe didin Emerîka û Îsraîl, dibêjin ew li me wiha dikin. Dibêjin Emerîka û Îsraîl misilmanan bera hev didin, ew herban derdixin, wan em xistine vî halî.

Maneya van gotinan misilman kêmaqil in, Emerîka û Îsraîl dikanin wek zarokan bi wan bilîzin.
Li ser vê teoriya komployê ya ereb û misilmanan Mucahîd Bîlîcî nivîseke xweş nivîsîye, gotiye:

”Didêjin Daîş ji ku derket? Ewê bibêjin hêzên derve(di serî da Emerîka û Îsraîl)ew avakirin. Hadê em bibêjin ku wan Daîş ava kir û serokê vê rêxistina ku doza xîlafetê dike ew jî zilamê wan e. Baş e, hewqas ehmeq û xêvikên misilmanên tevî vê rêxistinê dibin ji ku derdikevin? Ma ev psîkopatên misilman yên ji çarhawêlî dinyayê tên jî hêzên derve îcad kirin û ev terbiya misilmantiyê ya ecêb da wan? ”

Esas mesela "destên derve" ji bo dinya îslam wek dermanê çavê kul e, tê hesabê wan, bi vê derewê milet dixapînin û îktîdarên xwe didomînin.
Dema "tiliya derve" nîşan nedin dibê meseleyên xwe çareser bikin. Dibê di civatên xwe da reforman bikin, dibê demokrasiyê bicî bikin. Dibê rê li ber azadiyan negrin. Lê ev jî nayê hesabê wan. Loma jî tim û tim û tim bi Îsraîl xelkê ditirsînin û dixapînin.

XXX


Li ku derê pûlis zêde hebin, li wir azadî tuneye. Li ku derê eskerekî pir hebe, li wir aştî tuneye. Li ku derê gelek huqûnas hebin, li wir edalet tuneye.
///Lyn Yutang
Tu dibêjî li belkî camêr ev analîza xwe li ser Tirkiyê kiriye. Berê Tirkiye dewleteke leşkerî bû, ji alî leşkeran û zilamên wan yên siwîl ve dihat îdarekirin. Lê bi îktîdara AKPê ra dewetê hinekî qerekter guhert, îcar bû dewleta îslamî ya pûlisan û leşkeran.

27 mars 2015

Siyasetê civata kurd bi hev xist

Siyaset bi gelemperî karekî zor û zahmet e, carnan bêmerhemet, bêwefa û qedirnenas e. Xebateke bi êş û cefa ye.
Lê bi taybetî jî li welatên paşdamayî yên wek Kurdistana bakur û Tirkiyê karekî pir zor û tahrîpkar e, meriv gelkî diwestîne û hewqasî jî diêşîne. Siyasetmedarên kurd dibê pir bînfireh û xwediyê psîkolojiyeke saxlem in. Ya na ji derdê xelkê meriv merezarî û kezebreşî dibe.
Belê, siyaset sinetekî zor e.
Tu kîjan siyasetê, kîjan fikrê hilbijêrî zêde ferq nake, hinekên tim ji te ne razî bin, hinekên tim kevir û kuçikan bi ser te da bibarînin.
Lê helebt civat bê siyaset jî nabe, dibê hinek vî karî, vê xizmeta civakî bikin. Lê di civata me da bedela siyasetê bi rastî jî pir giran e.
Di van 35 salên dawî da siyasetê li gel hin tişt û berhemên baş, gelek xerabî gîhand civata kurd, civat bi hev xist, kir du kampên hemberî hev. Heta meriv dikane bibêje du kampên neyarên.
Ji ber îdeolojî û fikrên cihê malbat bi hev ketin; bav û law, xweh û bira û bira û bira, ap û birazê, xal û xwarzê, jin û mêr, dost û heval hatin hemberî hev, heta bûn neyarên hev.
Tu çi bibêjî, çi binivîsînî hinekê êrîşê te bikin, te têxin binê erdê û hinekê jî ji te ra li çepikan xin, bibêjin herbijî!
Tu fikrek, tu pêşniyarek, tu helbestek, tu romanek, tu çîrokek, tu nivîsek ji vê xezebê, ji vê mîtroya ”dost û dijiminatiyê” xelas nabe.
Bi yek gotinekê tu him dibî kurd û ronakbîrekî herî baş û him jî dibî merivekî herî bênamûs û bêşeref, tu dibî hevalbendê dewleta tirk. Tu çi bikî li gorî hinekan baş e û li gorî hinekan jî xerab e. Orte tuneye, rengên din tuneye. Her tişt ya raş e ya jî spî ye.
Te hezar tiştên pir baş, tiştên li gorî dilê vî alî ya jî wî alî kiribe jî zêde qîmeta xwe tuneye, bi yek gotina xwe, bi yek nivîseke xwe li ba aliyekî tu dibî rezîl û alçaxê herî mezin.
Siyset bi gelemperî karekî zor û bi meşqet e, lê di civata me ya îro da zortir bûye, pîs û qirêt bûye. Bêwefa û bêujdan bûye. Bûye dîn, bûye terîqet, yê ne ji me be kafir e, xayin e.
Zarokên sikakan, sûtal û cahilên xwenezan bûne xwedî gotin û kar û xebata te ya salan, cefa te kişandiye dike binê nigê xwe û bi serda dimîze…
Siyaset kurd bûye karekî xerabkir, bi eêş û jan, hevalan, dostan, malabtan berra hev dide; dostanî û hevaltiyên salan yên wek bedena Amedê saxlem, hurmet û evînên gelkî kûr di saniyekê da dihedimîne, hûrhûrî dike. Her dil, her psîkolojî vê tahrîbatê ranake.
Camêrekî ji siyasetê baş fêm kiriye gotiye: ”Di siyasetê da min dilê xwe wenda kir. Ji vê ez gazinan nakim; dilê min rê li ber serê min digirt. Ji nuha û pêda serê min, bêyî ku ez têkevim dudiliyê ewê biryarê bide. Mixabin…”
Yê min bi xwe dilê min û ûjdanê bi piranî zora serê min dibin, ez jî ji vê yekê ne bi gazin im…

26 mars 2015

Li ser minaqaşeyên li ser ala kurd


Ev demeke li ser ala kurd û Kurdistanê minaqeşeyek heye. Rastiyek heye dibê meriv qebûl bike, bêyî PKKê û hin partî û hêzên alîgirên wê li herçar perçên Kurdistanê hemû kurd, hemû partî ala kurd wek aleka netewî qebûl dikin û hil didin.
Tenê PKK û derûdorên wê li dijî ala kurd in, wê wek ala kurd qebûl nakin. Û ji bo vê dijîyatiya xwe jî hin argumentan, hin qal û qîlên vala û pûç didin pêş.
PKK û hêzên nêzî wê ne li dijî ala tirk in, ne li dijî ala Îranê, Îraqê û ala Sûriyê ne. Lê li dijî ala kurd in û nahêlin bi ala kurd kes beşdarî meş û çalakiyên wan bibin.
Tirk, ereb, faris dikanin bi alên xwe beşdarî meş û çalakiyên wan bibin. Lê ji bo kurdan teşxeleyê derdixin. Gava hin kurd bi ala kurd beşdarî meşeke wan dibin, ya jî di cenazeyê şehîdekî da ala kurd hil didin qiyametê radikin û qebûl nakin.
Toleransa li hemberî alên dijminên xwe nîşan nadin, li hemberî ala kurd ya netewî nîşan nadin.
Bi dîtina min ev yek trajedî ye, ciyê xembariyê ye.
Li vir dibê meriv ji hevalên PKKê, HDPê, PYDê yanî ji kesên li dijî ala kurd in bipirse, ji bo çi ew li dijî ala kurd in?
Ji bo çi qebûl nakin kurd bi ala kurd beşdarî çalakiyên wan bibin?
Ew bi xwe hilnadin, me fêm kir, kes wan mecbûrî hildana ala kurd nake.
Lê çima hûn nahêlin kesên din vê alê hildin?
Çima hûn midaxeleyî wan dikn?
Toleransa hûn li hemberî tirkan, ereban û farisan nîşan dididn, çima hûn li hemberî kurdan jî nîşan nadin?
Bi baweriya min ji ber du sebeban PKK, HDP û hêzên nêzî PKKê li dijî ala kurd in.
Ji van sebeban yek, daxwaza PKKê ya serdestiyê ye, dixwaze her tiştî bi xwe bide destpêkirin û herkesî mecbûrî dîrok û sembolên xwe bike.
Jiwe PKKê ji destpêkê da hemû sembol û serokên kurdan red kiriye, tu carî xwe wek berdewameke wan nedîtiye û loma jî li wan xwedî derneketiye. Al jî yek ji wan e.
Heger ne ev sebeb bûya dibê PKK ji her kesî bêtir xwedî li ala kurd derketa û ew wek aleke netwî qebûl bikira.
Çimkî ala kurd him ji alî dîroka xwe ve kevintir e, ev sed sal in heye. Bi sedan helbest û stran li ser hatine gotin û him jî ji alî hêza xwe ya topkir û qebûlkir ve ji ala PKKê bi hêztir e.
Lê li gel vê hêza ala kurd ya pozîtîv û hezkir jî wê qebûl nakin.
Lê li gel vê jî PKK vê alê qebûl nake.
Sebebekî din jî girêdayî siyaseta wan ya Tirkiyê ye. PKK naxwaze bi ala kurd Tirkiyê zêde nerehet bike, bêtir biazirîne. Belkî vê yekê jî wek siayseteke nermkirinê dike…
Çimkî ala PKKê bi qasî ala kurd dewleta tirk û tirkan nerehet nake. Ji ber ku ala PKKê îro hîn ji terf hemû kurdan ve nayê qebûlkirin, wek ala kurd hîn nebûye nîşan û semboleke netewî .
Û ya din jî ala PKKê bi stêrka xwe dişibe ala hêzeke çep û komunîst. Ev yek jî li gorî ala kurd hêza wê ya civandinê, bûna aleke netewî kêm dike.
Dewleta tirk, miletê tirk gava ala kurd dibînin dîn dibin, ji ala kurd nefret dikin. Ji ber ku ew ne ala partiyekê ye, li Kurdistana Federe ala dewletekê ye û li herçar perçên Kurdistanê ji alî piraniya kurdan ve tê qebûlkirin.
Yanî semboleke ku hemû kurdan nêzî hev dike û hestekî mişterek bi wan ra peyda dike.
Ne ku sinif û tebeqeyan û partiyên cuda tîne heberî hev û ji hev dûr dixe.
Ev yek pir muhîm e û loma jî tirkan nerehet dike. Tirk naxwazin kurd bibin xwediyê sembolên mişterek û netewî.
Û ji van sembolan ya herî muhîm jî al e.
Gava PKK, PDK û YNK heryek cihê cihê alên xwe çêkin û herkes ala xwe bide pêş ewê gelş derkeve, ewê ala kurd çênebe. Heta dewleta kurd û yekîtiya kurdan çênebe kurd ewê bê al bimînin.
Loma jî tirk dixwazin ji dêlî vê ala kurd ve, PKK aleke din çêke û wê hilde. Û ev yek jî di nabêna kurdan da ewê bibe bingeha bêtifaqî û dijminatiyê.

25 mars 2015

Emirber


Serokê belediya Anqerê Melîh Gokçek, derbarê minaqeşeya xwe bi Bulent Arinç ra gotiye:
”Serokwezîr emir kir ku ez nepeyim. Emrê wî li ser serê min. Emir hesin dibirre. Ji nuha û pêda li ser vê meselê ezê qet nepeyivim.”
Di artêşê tirk da berê emirber hebûn, bi tirkî jê ra digotin, ”emîr erî”. Kar û wezîfeya wan xizmetkariya zabitên rutbe bilind bû. Emirber, him di xizmeta zabitê xwe da bû û him jî di ya xanima wî da bû. Jin û mêr li der û li hundur ji xwe ra wek xulam bi kar dianîn.
Melîh Gokçek eynî wek emnirberekî artêşa tirk peyivî ye, gotiye Davutoglu ”emir kir ku ew nepeyive” û ew jî vî emrê Davutoglu li ser serê xwe qebûl dike. Ji ber vê yekê qiyamet jî rabe ewê dengê xwe neke û bersîvê nede Arinç.
Wey ew kursî têkeve binê erdê! Zilamekî mest û mezin, serokê belediya Anqerê çawa dikane hewqasî jî xwe biçûk bixe û bêşexsiyet bike?
Lê esas ev îtîat û bîat ne mexsûsî Gokçek tenê ye. Serokwezîr, Bulent Arinç, wezîr û parlamenterên AKPê yên din jî gava navê Erdogan digrin devê xwe, wek ku navê Pêxember bigrin devê xwe, berê dibêjin ”sallallahu aleyhi ve sellem”, radiyallahu anh...” û dû ra navê cenabê wî bi hurmeteke mezin zikir dikin...
Ev e kultur û felsefeya bîatê, li ba însanan şexsiyet, xurûr tê kuştin, li jor Xwedê û li jêr jî tenê serok, zatek heye, dibê herkes serê xwe jê ra bitewîne...


XXX
Ji nuha da ez li halê Erdogan difikirm
Wek tê zanîn Brejnev zarokê malbateke xizan bû. Piştî ku bû Sekreterê Partiya Komunîst û serokê Yekîtiya Sovyetê rojekê dayika xwe ezimand Moskovayê. Berê mala xwe, qesra têda dima nîşanî diya xwe da. Dû ra jî ew bir mala xwe ya li serê çiyê. Ji wir bir havîngeha xwe ya li perava Derya Reş.
Pîra feqîr her dera didît matmayî dima û tim di ber xwe da dikir ax û wax û li çonga xwe dixist. Dawiay dawî Brejnev xwe ranegirt û jê ra got:
-Dayê, ji dêlî ku tu bi vî halê min dilşa û kêfxweş bibî, tu dikî ax û wax û li çonga xwe dixî, çima?
Dayika belengaz bi xemgînî û hustuxwarî got:
-Rojekê komunîst werin ser hukim ewê çi bînin serê te, halê te ewê çawa be ez li wê difikirim….
Wek dayika Brejnev gotiye, ez jî dibêjim rojekê AKP û Erdogan ji ser hukim da bikevin gelo ewê çi were serê Erdogan, ji nuha da ez jî li wê difikirim…

24 mars 2015

Li ser naskirina şairekî


Ez li Kurdistanê ji pêşketinên edebî dûr ketime. Di van çend salên dawî da gelek nivîskarên nuh derketine û gelek berhem nivîsîne. Lê ya rast haya min jê tuneye û yên haya min jê çê dibe jî ez nikanim bixwînim.
Ji ber ku him dixebitim û him jî ev bêxwediya blogê û facebookê ji min ra bûn zembûrên ser qembûr. Wexta min(2-3 saet) ya ji kar dimîne bi şev hemû li ber kompîtorê derbas dibe. Ez nikanim tiştekî bi ser û ber û bi dûzan bixwînim.
Carnan di facebookê da rastî navên hin berheman, hin nivîskaran têm û bi vê riyê hin nivîskaran nas dikim. Û bi vê yekê jî gelkî kêfxweş dibim.
Do di facebookê da ez rastî Îhamî Sîdar hatim.
Îlhamî Sîdar, di face xwe da ji kitêba xwe ya nuh helbestek bi tirkî weşandibû û xwendevanekî jî li kurdiya wê pirsî bû.
Li ser vê daxwaza xwendevanê bi navê Hesen Şener, Îlhamî Sîdar bersîveke pir balkêş dabû. Ev yek bû sebeb ku ez herim malpera wî û çavekî li nivîsên wî bigerînim.
Îlhamî Sîdar, ev bersîv dabû Hesan Şener:
” Kekê Hesen wekî tê zanîn piştî çil saliya xwe ez kurdî hîn bûm û min hewil da ku bi zimanê dayikê çend romanan binivisînim û min nivisand jî. Lê bixwedê qedrê min ê ku heya îro di edebiyatê de hebû jî çem û çem çû. Ez li ber vê nakevim, lê belê zarokên do jî xwe li ser min wekî Adorno hesibandin û tu nema ku teneke li dû min girê bidin.
Heke wisa be çi heqê min heye ez zimanê dayikê biherimînim!
Wekî din zimanê helbestê zor û dijwar e, min ew quwet nîne ku karibim bi kurdi kitêba helbestan binivisinim. Di dosyeyê de helbestek ku min ji bo şehidên Kobanê nivisandibû heye, ew jî berhema hestyariyeke tîr bû.
Helbesta min a yekê a bi kurdî bû ku min ji bo şehîdên Kobanê nivîsandibû, baweriya min niha baş pê tê ku ew berxwedêrê ezîzê dilî niha ji esmanên Kobanê bi kenê xwe yê herî şîrîn dibişirî.”
Ev bersîva Îlhamî Sîdar bi min gelkî balkêş û xweş hat û loma min jî xwe tevî minaqaşê kir û ev çend rêzên jêrîn jê ra nivîsîn:
”Te pîroz dikim, mikemel e. Heger helbesta te ya pêşî(ya ewil)ev be ya duyem û sêyem ewê şaheser be!.
Birayê ezîz, min bersîva te ya ji bo çi tu helbestê bi kurdî nanivîsînî xwend û gelkî xemgîn bûm. Û ji ber ku heta nuha nivîsên te bala min nekişandiye jî li hemberî te ez xwe hinekî şermezar dibînim. Sebebê wê jî tirkî ye, ez bala xwe zêde nadim nivîsên tirkî.
Bi dîtina min dibê tu qet guh nedî eleqe û hukmên kurdan. Heger meriv li gorî dîtin û eleqeya kurdan hereket bike dibê kes ji bo kurdan tu karî neke. Ya muhîm ne kî çi dibêje, tu çi rast dibînî?
Keseê kanibe cara pêşî helbesteke hewqasî xweş binivîse dibê dom bike. Kurdiya te pir xweş e.
Ne tirk, kurd muhtacî mirovên wek te ne, muhtacî helbest û romanên kurdî ne....
Behaneya dîtin û paşgotinên kurdan ez rast nabînim û qebûl nakim. Herkes ji bo xwe dike.
Gelek silavên biratiyê”
Bi naskirina Îlhamî Sîdar û bi xwendina helbesta wî ya kurdî ez pir kêfxweş bûm.
Ez ji Face gazinan dikim lê ne face bûya jî ezê rastî vê minaqeşeyê nehatama û minê ev helbest nexwenda.
Ev jî feydeyeke facebokê ye. Ez hêvî dikim ku Îlhamî Sîdar di rojên pêşda nivîsên xwe yên bi tirkî kêm bike û giraniyê bide kurdî. Û guh nede gotegot û xemsariya kurdan.
Rast e meriv ne hakimê zimanekî be, pê mezin nebûbe bi wî zimanî helbest nivîsîn zor e.
Lê meriv bi wextê ra, bi nivîsandinê bi pêş dikeve. Her şairî gava dest bi nivîsandina kurdî kiriye eynî zahmetî kişandiye, pê ra eynî tirs û eynî hest peyda bûye.
Lê dû ra meriv vê tirsê û dudiliyê li dû xwe dihêle. Meriv bixwaze, israr bike, fêrbûn zor be jî mimkûn e.
Kes ji makzayîda ne ajnêber e, lê yê dixwaze fêr dibe…
Ev jî helbesta Îlhamî Sîdar:
Ji bo şehîdên Kobanê
sirûda mirinê
min dît
ew berxwedêrê ezîzî dilî
li ser bîbikên çavan
cotek kevok divenişî
min dît
li ser eniya birqok
heft rengên keskesorê dibişkuvî
min dît
ew berxwedêrê ezîzî dilî
li ser baskên firişteyekî
ji esmanên bihuştê dibişirî
min dît
li ser hinarikan
gulên heftber dibişkuvî
Helbesta min a yekê a bi kurdî bû ku min ji bo şehîdên Kobanê nivîsandibû baweriya min niha baş pê tê ku ew berxwedêrê ezîzê dilî niha ji esmanên Kobanê bi kena xwe ya herî şîrîn dibişirî
///Îlhamî Sîdar

Weleh nivîskariya kurdî zor e

Min nêt hebû îşev li ser Îlhamî Sîdar, li ser rasthatina min ya nivîseke wî û helbesteke wî tiştekî binivîsim. Lê hesabê bajêr û mal li hev derneket, xelkê îşev ez rehet nehîştim. Bîna min teng bû, tu nema ku bibêjim bavo ev nivîskarî ji min ra nelazim e û facebooka xwe bigrim.
Nivîskarên xelkê bi karê xwe dewlemend dibin, bi hezaran heyranên wan çê dibin, tên hezkirin, tên tedîrkirin.
Yê me bira teqdîr û hezkirin li wir bimîne, em bi nivîsên xwe ji xwe ra dijminan çê dikin, derd û kulan peyda dikin, xewên şevan li xwe diherimînin. Ji ber ku gotineke meriv ne li gorî dilê hinekan e heqaretê li meriv dikin, bêedebiyê dikin. Û meriv nikane xwe bi ber teqala herkesî xwe, bersîvê bide herkesî.
Loma jî him kurdbûn û him jî nivîskariya kurd zor e.
Lê bi xeydê jî mesele çareser nabe. Heta ez kurd bim û kurd jî bindest bin ez dibêjim halê me ewê tim ev hal be….
2015-03-23

XXX
Fîlozof û şelaf
Fîlozof û şelafekî sohbet dikirin. Fîlozof çi bigota şelaf bê teredut peyva fîlozof tesdîq dikir.
Dawiya dawî sebir û tehamula fîlozof nema û bi hêrs got:
-Birader qet nebe carekê îtîrazî tiştê ez dibêjim bike, ji bo ku ez bizanibim em du kes in.

Siyasetmedar û şelaf

Siyasetmedar ji şelafê xwe pirsî:
-Sifir çi ye?
Bersîva şelaf tam li gorî dilê siyasetmedar bû:
-Li huzûra we ez...

23 mars 2015

Artêşa tirk ya bi heysiyet û bi şeref "ruhê Eşmê" qebûl nekir

Abdulah Ocalan, di peyama xwe ya Newrozê da qala ”ruhê eşmê” kiribû û pesnê  “ruhê EŞMê” dabû. Lê artêşa tirk ya "bi heysiyet û bi şeref" "ruhê Eşmê" qebûl nekir.
Bi mecaza “ruhê Eşmê” qesta Ocalan, li Kobanê di dema veguheztina gorra Suleyman Şah da hevkariya di nabêna leşkerên tirk û PYD û PKKê da bû. Ocalan, ev hevakriya PYDê û artêşa tirk wek destpêkeke nuh didît û loma jî di peyama xwe da ”ruhê Eşmê” silav kiribû û gotibû, ”ez ruhê Eşmê, di nava gelên me da wek semboleke dîrokî ya nuh silav dikim…”
Serokerkaniya Tirkiyê, li ser teşbîha Ocalan ”ruhê Eşmê”, îro beyaneke pir sert da û got, ”hevkariya di nabêna Artêşa Tirk bi PYDê û PKKê ra ji bin da vir e. Artêşa tirk ya bi şeref gotinên serokê terorîstan muxatab nagre. Ev 31 sal in artêşa me ya bi şeref li hemberî van terorîstan şer dike. Di vî şerî da artêşa me ya bi şeref û bi heysîyet bi hezaran şehîd dane. Ne mimkûn e ku em bi rêxistineke terorîst ra ya ku dixwaze Tirkiyê perçe bike hevkariyê bikin…”
Artêşa tirk bersîveke pir xweş, bersîveke Ocalan tam heq kiriye daye Ocalan. Tirk wî însan nahesibînin, tenezul nakin navê wî bigrin devê xwe, ji wî ra hîn jî dibêjin ”serokê terorîstan”, lê ew dîsa jî dixwaze bi zor xwe têxe çavê artêşê û tirkan. Bi gotinên wiha şalûzane him xwe û him jî hevalên xwe biçûk dixîne. Dixwaze bi zor xwe bi dewleta tirk ve bizeliqîne. Lê dewlet qebûl nake, dibêje em ne muhtacî xizmeta te ne. Hûn terorîst in û dijminên me ne.
Lê Ocalan hîn jî qala ”ruhê Eşmê” dike…
Ev bersîva artêşê heqareteke pir mezin e. Dibê meriv xwe nexe vê rewşê.

- Gelî birayên ezîz, Ocalan ne dewlet e, yê dike mafê kurdan bide ne ew e, dewleta tirk e, hukûmet e. Ew di destê dewleta tirk da êsîr e. Loma jî ya muhîm ne ku Ocalan çi dibêje, çi mesajê dide. Ya muhîm serokwezîr û serokkomar çi dibijên.
Em kurd ji xwe lêdixin û ji xwe ra dilîzin û ji xwe bi hev dikevin. Dewlet jî siayseta xwe gav bi gav dixe praktîkê.
Ez dibêjim bi pişopişo, bi zeytkirinê dewleta tirk nerm nabe û mafê me nade. Dibê meriv siyaseteke bi şexsiyet bimeşîne. Lê hin kes vê dîtina min şaş dibînin. Ew jî mafê wan e.
Hûn dizanin çîrokek meşhûr heye, ji ber ku dirêj e ez nabêjim. Naveroka çîrokê bi kurtî, ”Hela bise dû ra ewê çi bibe?”
Hûn bibêjin, nebêjin emê li bende bin, ”hela ka ewê çi dibe, çawa biqede?”
Bi baweriya min ewê tiştekî baş nebe, lê emê bipên, ”hela ka ewê çi bibe?”

XXX

Mahcirên ji Balkanan û Kafkasan heta nuha bêyî nîjadperestiyê, bêyî şer, qetlîam û hêsrên çavan tiştekî din nanîn van erdan. Bi destên mahcirên Kafkasan û Balkanan ev 150 sal in ev erd bûye gola xwînê. Bi milyonan rûm û ermenî qetil kirin û yên mayî jî bi darê zorê bi çolan xistin.Û dû ra jî li ser mal û milkê wan rûniştin, hinek mahcirên din anîn li xwe zêde kirin. Ji van mahciran bi sedhezaran jî li Kurdistanê bi cî kirin.
Nuha jî dor hatiye kurdan, tiştên anîn serê rûm û ermeniyan dixwazin îcar jî bînin serê kurdan. Dixwazin bi îdeolojiya panturkîzmê û bi taktîkên bav û kalên xwe kurdan jî bihelînin û welatê wan jî ji xwe ra bikin war.
Dibê ev mahcirên Balkanan û Kafkasan îcar jî bi ser nekefin û Kurdistanê jî li xwe nehelînin…

22 mars 2015

Serîhildana Arinç li hemberî Erdogan ne ji xêrê ra ye

Serokkomar Erdogan, rojek berê ”Deklarasyona Dolmabahçeyê” ku di nabêna nûnerên HDPê  û hukûmeta AKPê da hatibû  qebûlkirin dabû ber topan û gotibû ”komîteya şopandinê” bê haya wî çê bûye û ew komîteyhateke wiha rast nabîne
Bulent Arinç îro(21/3-15) ev gotinên Erdogan rexne kir û got ”komîte bê haya wî çênebûye û wek hukûmet ew avakirina ”komîteya şopandinê” rast dibînin.
Bi gotineke din Arinç got, hukûmetek heye û ew van karan dimeşîne. Serokkomar dibê bi vî rengî xwe tevî karê hukûmetê neke.
Bi vê rexneya xwe Arinç, ez jî têda, ez dibêjim belkî herkes matmayî hîşt.
Min qet bawer nedikir Arinç rojekê biwêribe li hemberî Erdogan serî hilde û beyaneke wiha bide.
Lê wa ye bû.
Ev rexneya Arinç ji bo Erdogan ne elameta xêrê ye, destpêka dawiya împaratoiya wî ye.
Bi îhtîmaleke mezin ewê dor were serîhildana Davutoglu jî. Çimkî Arinç, hukûmet û Davutoglu parstiye.
Arinç berê jî çend caran li hemberî Erdogan reaksiyonên wiha nîşan dan lê dû ra gotinên xwe paşda girt. Hercar jî Erdogan lê rabû û pêda qeherî  û wî jî tim çerx kir. Gelo îcar jî ewê eynî tiştî bike, îcar jî ewê teslîm bibe?
Heger Davutoglu û hukûmet wî bi tenê nehêlin ewê neke. Lê Davutoglu teslîmî Erdogan bibe mimkûn e Arinç pîs bikin û bidin aliyekî.
Tiştekî wiha hinekî zahmet xuya dike lê li gel vê jî mimkûn e. Bi taybetî di nava AKPê da tenê gotina Erdogan pere dike, tradîsyona siyaseteke serixwe û bi şexsiyet tuneye. Heta nuha Erdogan çi gotiye ew bûye, kesî newêrîbûye bêemriya wî bike. Lê îcar mimkûn e wiha nebe…
Lê ev îş li vir naqede, ev hevîr ewê hîn gelek av rake…
Li alî din tiştê herî ecêb, Arinç li derekê xistiye, deng ji dereke din derketiye; Arinç, Erdogan rexne kiriye, bahjînî û kûzînî bi Mihemed Metînerê me yê berferatî ketiye.
Metînerê xulam gotiye, bi van gotinên Arinç ”ew pir xemgîn bûye” û ”ew nikane van gotinên Arinç li hemberî birêz serokkomarê xwe qebûl bike. Serokkomar hisî napeyive…”
Hin însan di qerekterê kûçik da ne, pir sadiqî xwediyê xwe ne, qebûl nakin kes bi awirekî tahl li xwediyê wan binêre….


21 mars 2015

Ocalan ji kurdan ra got "dijmin emperyalîzim û kapîtalîzm e"!

Min beyana Abulah Ocalan ya di Newroza Amedê da hat pêşkêşkirin xwend. Min bi xwe tiştek jê fêm nekir, ji serî heta dawî gotinên vala, birrek demagojî ye…
Bi dîtina min ev nameya Ocalan bi gotineke herî sivik li wê kîtleya Newrozê, li milyonan kurdî heqareteke. Pêkenîna bi aqilê kurdan û bi miletê kurd e.
Peyameke hewqasî xerab e loma jî teqdîra berdevkê serokwezîr Arinç qezenc kiriye, Arinç pesnê wê daye. 
Bulent Arinç, pesnê mesaja Ocalan daye û gotiye, ”Ev mesaj bi her awayî pozîtîf e. Ez vê mesaja Ocalan wek serkeftineke hukûmetê dibînim.” Û ji bo mesajê gelek methiyeyên din rêz kiriye.
Ev jî nîşan dide ku mesaja Ocalan tam li gorî dilê hukûmetê ye, heta pir ne dûr e ku MITê ew amade ya jî serraskiribe.
Serokekî ku bi sedan kesan xwe ji bo wî şewitandin, bi milyonan kurd heyranên wî ne, dibê di rojeke hewqas muhîm da mesajeke hewqas vala neşanda…
Camêr berê dev ji Kurdistanê berda bû, di vê beyana xwe da dev ji gotina ”kurd” jî berda ye, êdî nabêje kurd jî. Û micadeleya ji bo" nasnameyê jî vala û bêmane" dibîne,
Tirkan bîn li me çikandiye, em perîşan kirine, Ocalan berê me dide "emperyalîzmê" û "neo-kapitalîzmê". Ji kurdan ra dibêje, ”em û tirk birayên hev in”,  dijmin Emerîka û emparyalzm e.
Dijmin dewleta tirk e, ew di ser dilê me da ye, em di bin potînên leşker û polîsên tirkan da pelixîne, lê Ocalan ji me ra qala neo-kapîtalîzmê û emperyalîzmê dike.
Ev, pêkenîna bi aqilê kurda ye..
Serokwezîr Davutoglu jî mesajaka ji kurdayetiyê hewqasî dûr û hewqasî bêmane nedişand Newroza Amadê.
Lê ez bi xwe matmayî nemam. Tiştê ez meraq dikim şêl û bersîva PKKê ye, dîtina Qendîlê ye.
Ku Qendîl jî van dîtinên Ocalan qebûl bike mesele qediya ye, kurd , tevgera PKKê ewê kortika hustiyê xwe bixurînin. Ked û xebata wan û ya miletê kurd ya 40 salî bi avê da dihere.
Hêvî dikim şaş bim…



XXX
Dema meriv bû partî û li ser navê miletekî siyaset kir, çi çekdarî û çi jî ne çêkdarî, mafê her ferdê wî miletî û heta yên xerîban jî heye li ser tevger û xebata meriv, li ser siyaset û micadela meriv dîtinên xwe bibêje, rexne bike ya jî pesnê wê bide.
Ne rast e meriv bibêje pesendan erê, em pesnan qebûl dikin, lê rexne nabe, rexne xerab e. Yê me rexne bike dijminê me ye, ya jî wek hinek cahil û xwenezan dikin, riya çiyê nîşanî xelkê bide.
Siyaseta li ser navê kurdan tê kirin ne malê wê tevgerê tenê ye, ne di bin tekela endamên wê tevgerê tenê da ye û bêyî wan û zilamên wan dibê kes dengê xwe neke.
Yê wiha bibêje dibê dev ji siyasetê berde û here ji xwe ra karekî şexsî bike. Şerê li ser navê miletekî were kirin, siyaseta li ser navê miletekî were kirin hinekê rexne bikin û hinekê jî biecibînin, bipesinînin. Qedexekirina mafê rexnekirinê zorbatî û cehalet e.

XXX
Bersîva çend xwendevan

Gelî birayên ezîz, Ocalan ne dewlet e, yê dike mafê kurdan bide ne ew e, dewleta tirk e, hukûmet e. Ew di destê dewleta tirk da êsîr e. Loma jî ya muhîm ne ku Ocalan çi dibêje, çi mesajê dide. Ya muhîm serokwezîr û serokkomar çi dibijên.
Em kurd ji xwe lêdixin û ji xwe ra dilîzin û ji xwe bi hev dikevin. Dewlet jî siayseta xwe gav bi gav dixe praktîkê.
Ez dibêjim bi pişopişo, bi zeytkirinê dewleta tirk nerm nabe û mafê me nade. Dibê meriv siyaseteke bi şexsiyet bimeşîne. Lê hin kes vê dîtina min şaş dibînin. Ew jî mafê wan e.
Hûn dizanin çîrokek meşhûr heye, ji ber ku dirêj e ez nabêjim. Naveroka çîrokê bi kurtî, ”Hela bise dû ra ewê çi bibe?”
Hûn bibêjin, nebêjin emê li bende bin, ”hela ka ewê çi dibe, çawa biqede?”
Bi baweriya min ewê tiştekî baş nebe, lê emê bipên, ”hela ka ewê çi bibe?”

Kurdek çawa dikane ji bo dîn û siyasetê serê kurdekî din jê bike?

Kurdek çawa dikane li ser navê dîn û siyasetê serê kurdekî din jê bike?
Kurdek çawa dikane bi dijminê xwe ra bibe yek û li ser navê dîn û siyasetê serê kurdekî jêke?
Kurdek çawa dikane bi serîjêkirina kurdekî din, bi kêra di destê xwe da, fena ku mêraniyek kiribe, vê îxaneta xwe, vê bênamûsiya xwe bigre vîdeoyê û li dinyayê belav bike?
Kurdek çawa dikane li hemberî gelê xwe hewqasî zalim û xedar be, hewqasî tije kîn û nefret be?
Kurd çawa dikane serê kurdekî din, ji ber ku welatê xwe û namûsa xwe diparêze jêke û bi vê bênamûsiya xwe jî, bi vê qewadiyê xwe jî, bi vê îxaneta xwe ya nedîdî îftîxar bike?
Kurdek çawa dikane li hemberî miletê xwe, li hemberî ferdên miletê xwe ji hemû hestên netewî û însanî hewqasî dûr bikeve?
Kurdek çawa dikane li hemberî miletê xwe, li hemberî însanên miletê xwe hewqasî EDNA be?
Kurdek çawa dikane ji kurdekî din hewqasî nefret bike, bikane wek mirşkan wî şerjê bike?
Kurdek çawa dikane li hemberî gelê xwe yê bindest hewqasî zalim, hov û bênamûs û bêşeref bibe?
Kurdekî misilman, bawermend li hember însanan çawa dikane hewqasî bêrahm, bêûjdan, zalim û xwedênenas bibe?
Ez nizanim, ji do da ye bi dîtina vîdeoyên qetilkirina sê pêşmeregeyên din aqilê min sekenîye. 
Ez dixwazim li hemberî hertiştî îsyan bikim.
Li hemberî Xwedayê Daîşê, pêxemberê Daîşê, dînê Daîşê û ednatiya van kurdan îsyan bikim!
Meriv çiqasî wek hev nefikire jî, dîtin û baweriyên meriv çiqasî li dijî hev bin jî meriv serê êsîrekî ji qewmê xwe, ji dînê xwe jênake. 
Ji ber ku wek meriv nafikire meriv serê însanekî ji qewmê xwe, bi meriv ra eynî zimanî dipeyive û belkî jî ji eynî bajarî ye jênake!
Ji bo ku însanek kanibe hovîtiyeke wiha bike jê ra psîkolojiyeke pir îstîsna ya ku ji hemû hestên însanî şuştî lazim e.
Dibê alim û civaknas li ser vê wahşetê, li ser vê fenomena nuh rawestin û navekî lê bikin.
Gelo bêşerefî, bênamûsî û qewadiyeke wiha ferdên miletên din jî dikanin li hemberî gelê xwe bikin ya jî ev yek mexsûsî kurdan tenê ye?
Ez dibêjim ancax ji kurdan dikanin merivên hewqas alçax, hewqas adî û kûçik derkevin.
Lê esas heşayî kûşik, kûçik heywanekî pir bi namûs e, bi xwediyê xwe ra tu carî bêbextiyê nake, li hemberî xwediyê xwe tu carî nabe kûçikê neyarê xwediyê xwe.
Lê vana ne ji bo xwe, ne ji bo hukmê xwe, ji bo neyarên qewmê xwe dixebitin û li ser emrê wan serê birayên xwe jê dikin.
Bûne kûçikên erebên faşîst, bi ereban ra êrîşî ser xwediyê xwe, ser qewmê xwe dikin.
Û hemû jî kurdên soran in, bi sedan di nava Daîşê da hene. Ev jî tiştekî pir balkêş e, dibê li ser lêkolîn were çêkirin. Kîjan kurd, ji kîjsn baran tevî Daîşê bûne? Dibê sebebê wê jî were zanîn. Bi qasî xuya dike kurmanc tunene, hemû soran in. 
Însaniyetê heta nuha bênamûsiyeke wiha nedîtiye, ev cara pêşî ye kurd bênamûsiyeke wiha nîşanî dinyayê din.
Ji bo ku kurdan pîs bikin, ji bo ku nîşan bidin kurd meletekî pîs e, ji kûçiktiyê û ji xulamtiya xelkê hez dikin kurdan bi kurdan didin kuştin, kêrê didin destên kurdan.
A jixwe kula herî mezin û herî giran û ya bêderman jî ev e, bi zanetî, bi qestî kurdan bi kurdan didin kuştin, kurdekî dikin celadê kurdekî din. 
Û ew jî bi kêf û zewq vê bênamûsiya kurdekî digrin vîdeoyê û li cîhanê belav dikin…
Ji bo miletekî heqareteke ji viya mezintir tuneye, ereb û tirkan em pîs kirin. Em rezîl kirin. Ev birîna ereb û tirkan di beden û dilê me da vekirin ewê tu carî sax nebe…

20 mars 2015

Wek şîrê qusiyayî ne, mastekî baş ji wan çênabe…


Kurdê di xorataniya xwe da di çepîtiya tirk geriyabe, carê ew îdeolojiya kemalîst tenefusî dil û mejiyê xwe kiribe xwe bi heft qalib sabûna Nizibê bişo jî tu carî pak nabe, ji tesîra vê îdeolojiya kemalîst xelas nabe.
Ez bi xwe wek kurdên ji nava tevgera kurd hatine, bi îdeolojiya kurdayetiyê mezin bûne li wan nanêrim û loma jî dilê min bi rehetî li wan rûnane. Ne ji bo hemûyan be jî, lê ji bo piraniya wan hest û qenaeta min ev e. Heta ez baş nas nakim dilê min lê rûnane.
Bi salan e ji çepên tirk dûr ketiye, di nava tevgera kurd da serî dikşîne, lê tu hew dinêrî di derekê da dîsa li gorî nigê wan çû, bi demagojiya ”enternasyonalîzmê” û ”biratiya gelê kurd û tirk” şûrê tirkan kişand û nizam qala çi quzulqurtê kir…
Yanî tu carî wek merivekî xalis muxlis kurd hetreket nake, wek miletperwerekî kurd doza miletê xwe naparêze. Tim bi konetî xwe bi ser tirkan ve dişkîne…
Welhasil îdeolojiya çepîtiya tirk wek jahriya marê qartîşî ye, yekderb e, bêderman e…
Ez dibêjim belkî meriv kanibe vê yekê ji bo dîndarên me yên ji nava tevgerên tirk yên îslamî tên jî bibêje…
Yanî wek şîrê qusiyayî ne, mastekî baş ji wan çênabe…

XXX
Xelîfeyê îslamê yê sedsala 21ê û padîşahê dewleta tirk Recep Tayyip Erdogan Xan, derbarê dozên Ergenekonê û Balyozê da gotiye, ”ew hat xapandin.” Û ”tewqîfata serokerkan Îlker Başbug û hemû genaralên din jî ne bi dilê wî bûye”, lê ji ber ku merivên ”Cimatê” ew xapandin loma jî wî ji mecbûrî operasyon qebûl kirin. Lê nuha fêm dike ku ew û hemû Tirkiye hatine xapandin.
Herkes nikane derewên hewqas mezin bike, ji bo derewên wiha dibê meriv mîtoman be, yanî nexweş be, virekekî profesyonel be…
Seranserê jiyana wî derew e, ji kuçeyên Kasimpaşayê, ji simîtfiroşiyê bi derewan, bi xapandinê heta vira hat.
Serokê partiya Refahê Mustafa Yamalak gotiye, ”32 salan bi Erbakan ra geriyan, sala 33an gotin weleh em xapiyan; 12 salan bi cimatê ra geriyan, sala 13an gotin em xapiyan. Yanî ev 44 sal in tên xapandin…”!
Lê dawiya derewan tuneye, zû dereng dawî tim xerab diqede. Dawiya Erdogan jî ewê xerab biqede. Em nemrin emê bi hev ra bibînin…


19 mars 2015

Di ser heqê xwe da dibê meriv xwe pîs jî neke

Deynê meriv li yekî be, meriv heqê xwe jê bixwze heqê meriv e,
ne sûc e, ne qebhet e.
Ne rast e meriv di ser deynê xwe da ji deyndarê xwe ra şalûziyan jî bike,
here dest û nigê wî.
Di ser heqê xwe da gava meriv here dest û nigê deyndarê xwe,
ji bo ku wadeyekê bide meriv,
ya jî çend qurişan têke mista meriv şermeke mezin e.
Meriv deynê xwe wek camêran û bi mêranî dixwaze.
Çimkî meriv xwediyê heq e,
ji ber ku deynê xwe nade neheq e.
Di ser denyê xwe da dibê meriv xwe pîs jî neke.
Ne meriv, dibê deyndar hustuyê xwe xwar bike
û li ber meriv bigere,

XXX
Însan babet babet in,
hinek xweş dinivîsin,
Hinek nizanin binivîsin.
hinek xwes dipeyivin,
hinek nizanin bipeyivin.
Hinek pir kêrhatî ne,
hinek pir bêkir in.
Hinek xwedî huner û marîfet in,
hinek bêberhem û bêmarîfet in.
Hinek bêrû û adî ne.
Hinek rastgo û bi fedî ne.
Hinek pir mêr in, pir camêr in
hinek pir tirsonek in û necamêr in.
Însan babet babet in, bi jimartinê dawî nayê,
Çimkî naskirina însan ne hêsaye li vê dinyayê…

XXX

Derdê kurdan nayê kişandin, ne yek ne dudu ye. Carnan meriv dixwaze demekê guhê xwe û çavê xwe ji her tiştî ra bigre, ne bibîne û ne jî bibihîze. Demekê kor, kerr û lal bijî...
Bi xwedê heta em wiha bindest bin, wek xelkê ne xwedî dewlet bin, emê tim û tim benîştê devê dîna bin.

18 mars 2015

Dîn jî dikanin bibin serokên dewletan

Rejîsor Mustafa Altioklar di kanala CNNê da gotiye serokkomar Erdogan ”narsîst e, nexweşiya narsîzmê pê ra heye, dibê meriv raporekê, rapora 46a bidê…”
Ji bo vê teşxîsa Altioklar, Erdogan ew dabû mahkimê. Di mahkimê da jî Altioklar gav paşda neavêtiye û parastineke ecêc kiriye. 
Altioklar di parastina xwe da gotiye, ji xusûsiyetên narsîzmê yê herî girîng xwemezindîtin e, xweecibandin e pir mezin e. Li gorî Altioklar, ji neh diyardeyên jêr 5 heb bi yekî ra hebin, meriv dikane bibêje ew nexweşekî narşîst e, di şexsiyeta wî da tevliheviyeke narsîst heye.
Meribvê narsîst:
1-Xwe pir taybet, bêmsal, ji herkesî muhîmtir dibîne.
2-Serketinên xwe, hêza xwe, zeka xwe, meziyetên xwe tim tîne zimên.
3-Xwe pir mezin û bijarte dibîne.Û dixwaze herkes jî wî wek şexsekî ji alî hêzên îlhaî ve hatiye wezîfedarkirin bibîne.
4-Heyranê xwe ye. Dixwaze tim were teqdïrkirin.
5-Bawer dike ku mafê wî heye hertiştî bike û ev yek jî mafê wî ye.
6- Ji bo berjewendiyên xwe, ji bo ku bigihîjee hedefên xwe, aliyên însanan yên zeîf yê bikar tîne.
7-Empatî li ba tuneye, hest û hewcedariyên însanên din nas nake.
8-Ji her kesê serketî, jîr didexise,
9-Kustah e, ûqela ye, xwe pir diecibîne…
Altioklar, ne tenê rejîsor û senarîst e, di eynî wextê da jî hekîm û fîzyoterapîst e û ji bajarê Orduyê ye, hemşeriyê Erdogan e. Û wek Erdogan ew jî bi eslê xwe gurcî ye. Yanî ew û Erdogan ji yek miletî ne. Loma jî Erdaon baş nas dike. Bi bsweriya min Altioklar teşxîseke di cîda daniye.
Bi dîtina min jî tezahurên Erdogan nîşan didin ne normal in, ew nexwşekî narsîst e... 
Merivê narsîst ji bo ku bigihîje armanca xwe her riyê, her tiştî, her metodê, her derewê, her bêbextiyê gava hewcebe normal dibîne û dike. 
Dost, heval li ba kesê narsîst qet ne muhîm e, kînga hewce be dikane pê li serê wî ke û bipelixîne…
Ji bo kesê narsîst ya muhîm dibê ew zirarê nebîne, tim bi heq be. Kes kêmasî û qsûreke wî nebîne. Di he warî da ew merivekî mikemel û bê emsal e, kûpê aqil e. Û herkes dibê vê mezinayiya wî qebûl bike...


17 mars 2015

Sebebê vê cesareta Erdogan "tirşikçiyên" kurd in


Parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder, henekê xwe bi gotinên Erdogan “li tirkiyê êdî mesela kurd tunye” kiriye û ji cesareta van gotinên Erdogan ra sebebekî rast nîşan daye. Onder gotiye, “ji ber ku hewqas tirşikçiyên kurd ji bo berendametiyê çûn AKPê, loma jî Erdogan ji mecbûrî beyaneke wihda da.”
Bi bawriya min jî di vê tespîta Onder da para rastiyê pir e. Heger kurdên îro li ba Erdogan in ne li ba wî bûna, piştgiriya siyaseta wî nekirana, Erdogan nikanîbû wiha bibêje. Erdogan cesaretê ji bêxîretiya kurdên li ba xwe, ji kurdên rayên xwe didinê digre.
Erdogan diwêre bibêje “li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye”, ji ber ku kurdên tirşikçî, kurdên ku menfeeta xwe û kursiya di ser her tiştî ra digrin qet xwe jê naxeyidînin; ew çi bibêje, çi heqaretê li kurdan bike jî ne xema wan e. Çimkî wan carê kumê bêxîretiyê daye serê xwe...

 XXX
Gulten Kişanak xanimê jî got, ”Erê rast e, li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye..."

Seroka belediya Diyarbekrê ya bajarê mezin Gulten Kişanak xanimê, gotina serokkomarê Tirkiyê Erdogan, ”li Tirkiyê mesela kurd tuneye” tesdîq kiriye û gotiye, ”Erê rast e, li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye. Kurd êdî bûne hêz û dînamîkê esasî yê demokrasiyê. Lê mesela birêvebirên xerab heye…”
Erdogan carê gotibû, "hûn di serê xwe da mesela kurd çê dikin, heger hûn nefirkirin, mesele nabîne..."
Diyar e pêşniyara Kişanak xanimê jî ev e, em mesela kurd û Kurdistanê ji serê xwe bavêjin mesele namîne...
Gava meriv meseleyekê ji xwe ra neke derd bi rastî jî tu problem namîne. Gava em kurd doza kurd û Kurdistanê nekin, em naxwazin wek kurd bijîn, em naxwazin Kurdistaneke me hebe, bi rastî jî mesele tuneye. Ê ji xwe Kişanak û Erdogan jî viya dibêjin.
Yanî netîce ev jî nîşan dide ku ji bo Kişanakê û HDPê jî tu mesele û gelşeke kurdan bi dewleta tirk ra nemaye, kurdan hemû mafên xwe yên netewî girtine û bûne dînamîkê demokrasiya Tirkiyê.
Lê li Tirkiyê hin birêvebirên xerab, yên li dijî kurdan û li dijî demokrasiyê hene. Û li gorî Kişanak xanimê problema esasî ev e, ”dibê meriv li hemberî van îdareciyên xerab micadelê bike, naveroka meselê ev e.”
Yanî ne Erdogan tenê, serokeka kurdan, berpirsiyareka kurdan ya pir muhîm jî wa ye dibêje ”li Tirkiyê mesela kurd êdî tuneye”. Maneya xwe kurd gihîştine mafên xwe.
Erdogan gotibû , ”Hîn djî dibêjin mesela kurd û mesela kurd. Çi mesela kurd yaho, tiştekî wiha tuneye.”
Kurdên van gotinan rast dibînin, kurdên wek Kişanakê û Erdogan difikirin ewê piştgiriyê bidin HDPê û di nava vê siyasetê da cî bigrin. Û yên rast nabînin jî ewê riyeke kurd û Kurdistanî bidin ber xwe. Çare ev e, ji nuha û pêda kes nikane kesî îqna bike…

Helebçe, Hîroşîmaya kurdan

Îro bîranîna 27 mîn salvegera qetlîama Helebçeyê bû. Ez û xanim nuh ji wir tên. Wek hersal îsal jî em bi sedan kurd dîsa li Stockholmê li dêra Adolf Fredrik Kyrka civiyan û me şehîdên Helepçeyê bi êş û bi dilekî xembar bi bîr anî.
Bîranîn, wek hersal îsal jî ji alî Federesyona Komeleyên Kurdidistanê ve hat amadekirin. Mersaima bîranînê saet di 18. 00 da dest pê kir. Bêyî partiya rasîst, nûnerên hemû partiyên swêdî beşdarî civînê bûn axaftin.
27 sal di ser qetlîama Helebçeyê ra derbas bûn, lê kurd hîn jî ji teror û qetlîaman xelas nebûne.Li seransaerê welatê me şer û ceng e, rojê bi dehan kurd ji alî terorîstan ve tên kuştin, bi hezaran kurd ji ber teror û qetlîama Daîşê koçber bûne, bi çolan ketine...
Ez careke din hemû şehîdên Helebçeyê bi hurmet bibîr tînim..

XXX
Em Helebçeyê ji bîr nakin !
Sibe 16ê adarê ye, roja ku zaliman, rejîma Seddamê qatil jahrî bi ser bajarê Helebçeyê da barand û 6 hezar 500 kurd qetil kirin û 15 hezar kes jî jahrdadayî bûn û seqet man.
Di dîroka miletê kurd da 16-ê Adara 1988-an rojeke pir xembar û pir reş e, roja felaketeke netewî ye.
Piştî Hîroşîma û Nagazakîyê ev cara pêşî bû ku bi çekên kîmyawî li bajarekî di yek carê da bi hezaran însan dihatin kuştin.
Qetlîama Helebçeyê di dilê hemû kurdan da birîneke pir kûr ya bêderman e, heta kurd hebin ewê qetlîama Helepçeyê tu carî ji bîr nekin.
Di 27 saliya qetlîama Helebçeyê da ez hemû şehîdên Helebçeyê bi giramî û bi hurmet bibîr tînim û serê xwe li hemberî hemû şehêdan ditewînim.
Dîmenek ji Qetlîama Helebçê

 2015-03-16

15 mars 2015

Erdogan: Yaho hûn bi qedrê Xwedê dikin çi yê we ji me kêmtir e?

Serokkomarê Tirkiyê Erdogn, îro  dîsa agir bera erdê daye, ji me kurdan ra gotiye, ”li vî welatî tu gelşeke kurdan ya nasnameyê tuneye. Min di sala 2005a da li Diyarbekrê got ev mesele ya me ye û me ev îş qedand.”
Ê madem ku li Tirkiyê meseleyeke kurd tuneye, madem kurdan hemû mafên xwe girtine, wê demê “pakêta kurd”, mesela çareseriyê çi quzelqurt e û çi tiyatro ye?

Lê camêr ne ku tenê gotiye  ”li Tirkiyê êdî mesela kurd tuneye”, gelek tiştên hîn xweştir gotine. Bi hêrs gotiye:
”Yaho hûn bi qedrê Xwedê dikin, çi yê we ji me kêmtir e?
Çi yê te kêm e?
Hûn xwediyê hertiştî ne.
Hûn hîn jî çi dixwazin?
Bes e êdî!
Mesla kurd û mesela kurd…
Min got kurd jî birayê min e û laz jî birayê min e.
Ma hûn hîn jî çi dixwazin yaho?”

Heta ji HDPê û Ocalan tê bira bi nameyan xwe û kurdan bixapînin. Erdogan bersîva herkesî daye, pir vekirî û wek mêran peyivîye.

Dibê siysetmedarên kurd van gotinên Erdogan bi bîra Ensarîoglu, Mehmet Şîmşek, Mehdî Eker û wezîr û parlamenterên kurd yên din jî xin û bipirsin gelo ew jî wiha difikirin?
Heger wiha nafikirin, wê demê îşê wan li ba Erdogan AKPê çi ye?

Helbet dibê meriv van gotinên Erdogan diyarî hin şeqşeqçiyên wî yên ku ji bo çend qurişan ketin xizmeta wî jî bike. Wan jî gelkî pesnê ”birêz Erdogan” dida û hinek hîn jî didin.


Mirina bê deng û bê şîn


Li her welatî, di her civatê da însan dimrin. 
Lê li her welatî û di her civatê da însan mirinê bi eynî xwînsariyê û eynî metanetê qebûl û pêşwazî nakin.
Bîstek berê ez û xanim ji gerê vedigeriyan, nêzî mala me, em rastî cîrana me Sonia xanimê hatin, pasteyek dikîsikî da di dest da bû û diçû mala cîrana xwe. Ew jî pîreke bi tenê ye.
Me silav li hev kir û li halê hev pirsî. Me bi ruyekî kenok qala vê roja xweş û gerra xwe kir. 
Ji dêlî ku bersîva me bide û ew jî li ser vê roja xwe ş tiştekî bibêje, mijar guhert û bi awirekî pir xemgîn got:
”Ez bi tenê mam. Ji bo min jiyan êdî gelkî zahmet e, çimkî Ingmar êdî tuneye. Ew mir!”
Ez û xanim sar bûn, kenê li ruyê me wenda bû, gewzê me jî guherî. Me bi dilekî xemgîn jê ra got:
”Em êşa te parve dikin ! Me nebihîstibû. Em gelkî xemgîn bûn!”
Di zimanê swêdî da gotinên wek “serê te sax be, yên mayî sex bin, Xwedê sebrê bide we” tunene. Meriv dibêje, “ez êşa te par dikim.”
Me bîstekê sohbeta xwe domand, me roja wefata Ingmar pirsî. Got "do ne pêr wefat kir, li filan nexweşxaneyê. Nîv saetê berî mirina wî ez gihîştim ser. Bîstekê li min nêrî û dûra teslîm bû. Pir baş bû ku di saniya dawî da ez li kêleka xwe dîtim..."
Cîranekî me sê roj bûn miribû, deriyê me li hev dinêrin, lê haya me ji mirina wî çênebûbû...
Axaftina xwe domand, bi dengekî melûl û xemgîn, got, “ma hûnê ji ku bibihîzin, ji xwe kes nizane…”
Rast e, li Swêd meriv bi mirina hev, bi mirina cîranê xwe nahese. Meriv di anonsên mirinê yên rojnamyan da bi mirina cîranê xwe û havalê xwe dihese. Li vî welatî meriv bêdeng dimre.
Ji ber ku wek li ba me şîn tunebû, girî û hawa tunebû, bi sedan, bi hezaran însan nedihatin şînê û sersaxiyê, loma jî me nebihîstibû, ne mimkûn bû me bibihîsta.
Li Swêd mirin bi tenê û bêdeng e.
Meriv mirinê bi bêdengî û bi metanet qebûl dike û afîşe nake, cîranên xwe pê nahesîne. Hestên xwe nade der, êşa dilê xwe ranaxe ber her kesî û kesî pê aciz û nerehet nake.
Meriv tik û tenê hêsiran dibarîne, tik û tenê roj û salên borî û demên xortaniyê wek fîlmekî ji zûda bûye mazî tîne ber çavê xwe, bi tenê di xeyala xwe da li wî filmî temaşe dike.
Îngmar miribû, Sonîa bi tenê bû. Zarokên wan, zarokên Îngmar yên ji jina wî ya berê di rojeke wiha da ne li ba diya xwe bûn. Herkes li mala xwe, li ba zarokên xwe, li ser karê xwe bû.
Sonia ji vê rewşê, ji kesî gazin nedikir, çimkî qaîde û adet ev bû, toreya wê ev bû.
Dibê meriv mirinê mezin neke, bi metant, bi sergiranî qebûl bike.
Însan tên dinê, demekê wek ku ewê qet nemire dijî, lê dû ra rojek tê dev ji hemû hezkiriyên xwe, dev ji hemû mal û milkê ku ji bo wî wek keran xebitîbû û wek kûçikan ew parastibû berdide û diçe dibe mîvanekî ebedî yê axa sar…
Loma jî Sonia şîna Îngmar bi tenê dikir, nedixwest êşa dilê xwe zêde bide der û li ba me hêsiran bibarîne...
Tikûtenê bû, kes li ba wê tunebû.Toreya wê wiha bû. Ji ber ku mirin ji bo însan, ji bo her benderuhî bû. Dibê wê jî qebûl bikira, tehamul bikira û jiyana xwe ya mayî bijiya, heta ku rojekê dora wê dihat…

Sînorên Tirkiyê li NAV û pasaportên KURD û KURDISTANê girtî ne


Min û xanimê xurîniya xwe kir û wek hertim ez dîsa hat li ber kompîrora xwe rûniştim. Piştî ku min bala xwe da fecaxwe, ez derbasî saxîkirina hin telewîzyonan bûm. Min riya xwe bi TRTkurdî jî xist. Min dît ku wa ye Orhan Mîroglu programeke bi navê Banga Bêdeng pêşkêş dike. Ev carapêşî ye ez rastî programê têm. Jixwe wexta min ya temaşekinirinê jî tuneye.
Tiştê min ji pêşkêşkirina Mîroglu fêm kir, program li ser Komkujiya Helepçeyê bû.
Mîroglu du mîvanên xwe dan nasîn. Xanima bi Mîroglu ra program pêşkêş dikir jî got ji Helepçe ewê malbatek din bihata lê problemek çêbû nikanîbû werin.
Mîroglu di vir da gotina xanima hevala xwe birî û bi şalûzî got, ”weleh dibê em rastiyê bibêjin, problem ji NASNAMEYê derket, loma jî nikanîbû werin, ev jî rastiya me ye.”
Lê navên bûne problem, navên ku nikanin li balafrên tirk siwar bin negotin. Bi îhtîmaleke mezin ”Kurd û Kurdistan” e.
Û dû ra jî numûneyeke din da, got ”careke din jî keçeka ji Swêd ji ber ku navê wê ROZA KURD E bû promlem, nikanîbû bilêtê bikire. Li Diyarbekrê me ew bi zor, bê bilêt û bê cî li balafirê siwar kir. Mixabin ev jî rastiyeke me ye…”
Yanî ev hukûmet hîn tehamulî navên Kurd û Kurdistanê nake, hîn nahêle kesên bi pasa Kurd û Kurdistan li balafirên wan siwar bin û ji sînorên wan derbas bibin.
Yanî yasax û ambargoya tirkan ya li ser navên ”Kurd û Kurdistanê” hîn jî berdewam e.
Lê li gel vê jî kesên ji xwe ra dibêjin em kurd in, kesên xwedî îdîa ne û doza kurd û Kurdistanê dikin di vê dezgehê da(TRTKurdî) dixebitin û ji vê rejîm û hukûmeta nîjadperest ra xizmetê dikin.
Bi dîtina min dewleta ROZA KURD li balafira xwe neke, sînorên xwe li nav û pasên ”Kurd û Kurdistanê” yasax bike, dibê meriv hustuyê xwe li hemberî vê teror û zulmê xwar neke, dibê meriv protesto bike.
Dibê meriv beşdarî programeke ku hin kurd ji ber navên xwe nikanin beşdar bibin nebe, gava ev irkçîtî û îcrîata faşîzan bihîst programê terk bike.
Bê protesto, bê reaksiyon guhdarîkirina li vê irkçîtiya dewleta tirk û hukûmeta AKPê şaşîtiyeke mezin e, xweşdîtina vê siyasetê ye…

Li ser rexneya hevalekî


Kekê Mustafa Kaplan, min negotiye formeke wiha tuneye û kesên bi tewanga ”Δ dinivîsin vê formê ji ba xwe çêdikin.
Ez zanim li başûr qismekî kurdan vê tewangê bikar tînin. Ez dibêjim ev lokal e, formeke arkaîk e û loma jî ji guhê piraniya kurdan ra xweş nayê. Û her wisa ji alî piraniya kurdan ve jî nayê bikaranîn.
Li hin herêmên din hin formên din jî hene û him jî ew form ji alî coxrafiyeke pir firehtir û nufûseke pir zêde ve tê bikaranîn.
Mesela li ba me tewangek din heye, em dibêjin:
Şivên pez kişand.
Gêvên naxir bir.
Bêrx maka xwe mêt.
Kêrî ji fêzê rakin. Hêsp berdin.
Gê bê alif nehêlin.
Kêvir li hewşê girê bidin.
Berên bera nava pez bidin.
Qerêş arvanê me gir hêraye.
Û gelek numûneyên wiha hene. Û ev form jî alî nufûseke pir mezin ve tê bikaranîn, tê nasîn., ne xerîbê wê ne.
Lê ev formjî hêdî hêdî dimre, bikaranîna wê roj bi roj kêm dibe, li hin herêman nemaye, lê hin herêman hîn heye.
Mesela jê dêlî tewanga jor ve, em êdî wiha dibêjin:
Şivan pez kişand.
Gavên naxir bir.
Berx maka xwe mêt.
Kerî ji fêzê rakin.
Hesp/hespê berdin.
Ga bê alif nehêlin.
Kavir li hewşê girê bidin.
Beran bera nava pez bidin.
Qeraş arvanê me gir hêraye.
Helbet ev guhertin li her derê, li her herêmê, di hemû tewangan da bi eynî tempoyê naguhere, li hin deran zû û li hin deran jî hêdî dibe. Lê tiştek heye, ev babetê tewandinê dimre û ziman hêsantir dibe, fêmkirina wî rehettir dibe, nêzî standartbûnê ve diçe.
Ev nayê wê maneyê hemû tewang ewê sedî sed ji ortê rabe, qet numûneyek nemîne.
Tiştekî wiha qet ne mimkûn e, îstîsna ewê tim hebin. Di hin deran da îstîsna ewê bibmînin.
Di her zimanî da îstîsna hene û îzaheke hebûna wan tuenye. Ji ber ku navê wan îstîsna ne. Tu viya ji min baştir dizanî.
Qismekî pir mezin ya nufûsa kurdan dev ji tewanga bi tîpa ”Δ berdaye û hêdî dev ji ya herêma me û ya herêmên din jî berdide.
Lê ev nayê wê maneyê ku ewê di deran da hin numûne nemînin. Hertim merivê kanibe hin numûneyên van tewangan nîşan bide. Loma jî tim û tim ewê hin gotinên, hin navên bi tewang bimînin. Lê ev numûne ewê îstîsna bin.
Mesela min nuha dît, hevalekî gotiye, ”Bekoyî” ket xewna min. Bi min û bi milyonên wek min ev tewang pir ne xweş tê.
Nuha ji bo çi emê rabin wê ”Î”yê bi bi navê Beko, Hesen, Ahmed, Husên, Zinar ve kin?
Çima em mecbûrî wê tewangê ne?
Gava ev tewang tunebe ji alî têgihîştinê em xwendevan çi wenda dikin?
Bi dîtina min hebûna vê tewanga ”Δ yê tevliheviyekê û ji alî têgihîştinê zahmetiyekê peyda dike. Û ev jî ji alî ilmê ilmê lîngustîk ve ne rast e.
Ji dêlî ”Bekoyî” ve gava em bibêjin, ”do bi şev Beko ket xewna min” ya jî Beko derew kir, çi şaşiya wê heye û çiyê zimên xera dike.
Mesela min li jor got ”zimên”, lê gava ez bibêjim ”çiyê ziman xera dike” jî rast e.
Û jixwe guhertin berbî wî alî ve diçe.
Devokeke lokal, tewangeke ji alî nufûseke pir hindik ve tê bikaranîn ne rast e meriv li ser nufûseke pir mezin ferz bike û bixwaze bike formeke standart, qaîdeyeke mecbûrî ya ji 30 milyon kurd.
Ez fêm nakim ji bo çi emê Ahmed ra bibêjin ”Ahmedî”, ji Zinar ra bibêjin ”Zinarî”, ji Husên ra bibêjin ”Husênî”, ji Silêman ra bibêjin ”Silêmanî”, ji Celal ra bibêjin ”Celalî” , Mumtaz ra bibêjin ”Mumtazî”, Faris ra bibêjin ”Farisî”?
Çima em mecbûr in vê tewangê bikin?
Kekê Mustefa, tu jî baş dizanî ku zimanekî zindî tim xwe nuh dike, diguhere. Ev guhertin ji xezîneya gotinan dest pê dike. Îmla, gramer, tewandin, hawê nivîsînê û hevoksazî jî têda, tim diguhere, tu carî sabit namîne.
Loma jî li filan derê kurd wiha dibêjin, filan tişt bêyî vê tewangê nabe di zimannasiyê da ne tiştên mutleq in.
Li alî din ev kesên ku îro xwe wek zimanzan dibînin û qaîdeyan datînin, li ser me ferz dikin, bi dîtina min ew bi xwe jî ne zimanzan in yanî ne lîngivîst, fîlolog in. Heger çend kesên ez wan nas nakim hebin jî axirê ne ziman Quran e û ne jî ew muftî ne. Alim jî dikanin carnan şaş bin û fikrên xwe biguherînin.
Herkes li gorî îmkan û zanîna xwe tiştekî fêr bûye. Hurmeta min ji wan kesan ra heye û carnan jî ez bi ya wan dikim.
Lê li meydanê biryara dezgeheke, otorîteyeke netewî tuneye. Loma jî dibê meriv zanîna xwe jî zêde mezin û mutleq neke. Jixwe heger ne wiha bûya ewê hemû zimanzanên me li ser îmla û gramerê û tewandinê, awayê nivîsînê yanî di her warî da li hev bikirana…

XXX
Mihemdê hêja, tu li gorî çi dibêjî, ”hûn li Wêranşarê nabêjin wî kevirî bide min”?
Ez li wir mezin bûme. Hinek dikanin bi şaşî bibêjin ”wî kevira bide min” lê şaş e.
Meriv dibêje, ”kevirê min, darê min, çoyê min, singê min, kuçê min, lawê min, birê min, bavê min û hwd.
Ji ber ku kevir nêr e em dibêjin ”wî kevirî”, wî darî, wî çoyî, wî singî, wî kuçî bide min.
Lê wê şeşderbê, wê tivingê bide min. Xanima min, keça min, diya min.
Lê rext nêr e, loma jî em dibêjin, ”ka wî rextî bide min…”
Li herêma Wêranşarê di nêr û mê da qet şaşî tuneye.


Pepûk ev çi sosiret e!


Hin nivîskar navên nêr bi herfa ”Δ ditewînin. Heta çend sal berê tiştekî wiha tunebû, tenê wek formeke lokalî dihat zanîn û çend kesên ji wan herêman ev babetê tewengê bikar dianîn.
Lê ba li kurdên Kurdistana bakur kesî bi kar nedianî. Hebû, dihat zanîn, lê formeke mirî bû, li ber wendabûnê bû.
Ez dibêjim cara pêşî Murad Ciwan di Armancê da di rexneyeke li ser Firat Cewerî da ji bo ku şopê li ser xwe wenda bike ev babetê tewangê bikar anî.
Ziman ne statîk e, tim xwe nuh û sivik dike, gotin dimrin, form dimrin, qaîde diguherin.
Ez ne zimanzan im. Loma jî îşê xwe ji argumentên ilmî naynim. Lê wek kurdekî, wek nivîskarekî kurd gava rastî şiklê tewanga ”Zinarî”, Hesenî”, Mûradî”, ”Enwerî” ”Mumtazî” û tiştên wiha têm vediciniqim, ew nivîs çiqasî hêja be jî dilê min jê sar dibe, naxwazim bixwînim. Heger ji mecbûrî bixwînim jî tu carî bi tewanga ”Δyê naxwînim. Herfa ”Δ qet nabînim û jixwe naxwazim bibînim jî…
Çîrokeke herî xweş, herî bêemsal jî dema bi vê tewangê be ji zarokên xwe ra naxwînim û nadim xwendin...
Kê ev sosireta derxist ez nizanim, tiştê zanim jî newêrim bibêjim.
Hema ez nizanim çi nifirê li wan bikim !
Ji ber ku dezgeheke me ya netewî tuneye herkes li gorî zanîn û dilê xwe dike, dinivîse…
Bes wek şexs nivîseke ku diya min, pîrika min, bavê min gava min ji wan ra xwend pê bikenin dinya jî xera bibe ez nanivîsim.
Ez ji diya xwe ra bi hawê ”Î” nivîseke li ser jiyana wê û bavê xwe jî bixwînim, bixwedê ne tenê ewê bi min bikene, ewê bibêje ”pepûk, ev çi sosiret e !”

14 mars 2015

Siyaset ne karê herkesî ye

Siyaset ne karê herkesî ye. Û herkesê bi siyasetê mijûl dibe jî ne siyasetmedar e. Hin kes siyasetê dikin lê ne ehlê siyasetê ne, xeşîmê siysetê ne. Loma jî yeka wan tu carî nabe dudu.
Di siyasetê da dibê meriv kanibe çerx bike, geh rast lêxe, geh çep lêxe. 
Di siyasetê da tu nirx, tu prensîb û normeke exlaqî ya mutleq tuneye, hemû dikanin biguherin, hemû jî demî ne.
Di siyasetê da ji bo serketinê dibê gelek rû û gelek qerekterên meriv hebe. Duristî, rastgoyî, dobreyî, xwedîprensîbî hertim ne baş e. Dibê gelek rû û gelek qereketerên meriv hebe, li gorî şertan xwe biguhere, bibe tiştekî din, çivan bide xwe, yanî kanibe têkeve her qalibî û her boyaxê.
Ev jî ne li gorî exlaq û qerekterê herkesî ye.
Çimkî hin kes him dikanin bibin kevir û him jî hevîr.
Lomajî hin kes tam ji bo siyasetê çêbûne, lê hin kes jî di siysetê da hustuyê xwe di kêrê didin. Çimkî siyaset ne li gorî wan e. Wek ku herkes nikane bibe çabaz û li ser têlan bilîze. Ji karekî wer hin meziyet û qabîliyetên çambaziyê lazim in.
Hela di siyaseta kurd û tirkan da dibê meriv baş çambaz be. Jixwe loma kî bukalemûn(cinsekî gumgumokê ye)be, li gorî şertan reng biguhere ew bi ser dikeve...
Siyaset li welatên paşdamayî, li welatên wek Tirkiyê û Kurdistanê pir zor e. Ez bi xwe her ku siyasetê ji nêz ve taqîp dikim, hewqasî jê sar dibim...
Siyaset ne li gorî min e ya jî ez ne yê siyasetê me...
Lê helbet bêsiyaset jî nabe. Azadiya me, rizgarbûna me girêdayî siyasetê ye.
Lê siyasetek çawa ?
Siyaseta rast û ewê me û ya şaş jî ewê dijminê me bibe zaferê.
A ji xwe hemû mesele jî di vir da ye...

Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me bûne bela serê me

Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me hemû jî bûne bela serê me, hemû jî bûne sebebên qetla me...
Parlamentoya Ewrûpayê biryara alîkariya bi asûrî-suryaniyan ra da
Parlamentoya Ewrûpa, ji bo ku rewşa asûrî-suryaniyan mezakere bike civiya. Di civînê da biryar hat dayin ku li Beriya Nînova û li herêma Xêbûr ji bo gelê asûrî-suryanî herêmeke “Seve Heaven”, yanî herêmeke ewlekariyê ava bikin. Û bi vî hawî asûrî-suryaniyan ji êrîşên terorîstên Daîşê biparêzin...
Daîşê ev serê salekê ye malik li kurdan şewitandiye, bi sedan gundên kurdan wtalan û wêran kirin, bi sedhezaran kurd ji Şengalê, Kobanê, Serêkaniyê û herêmên din yên Kurdistana başûr û rojava bi çol û çepelan xistin.
Parlamentoya Ewrûpayê rojekê xusûsî ji bo kurdan neciviya û ji bo avakirina herêmeke ewle biryar negirt.
Lê ji bo asûrî-suryaniyan digre, ji ber ku dînê wan yek e. Û baş jî dike, ez bi xwe ne li dijî biryara wan im. Tenê dixwazim bibêjim em kurd miletekî bêkes in. Ji bo me kes biryarên wiha nagre...
Wek tê dîtin, yê xelkê bi kêmanî dînê wan, aîdiyeta wan ya dînî feydeyekê digihîne wan, ji wan ra li derve piştekê çêdike.
Yê me kurdan dînê me ji feydeyê bêtir, ji peydakirina piştê û dostan bêtir, felaketên mezin aniye serê me, em xistine bin nîrê çar dewletên cinawir û zalim û 63 dewletên misilman jî bi me ra kiriye dijmin.
Ji ber ku 63 dewletên misilman jî ne alîkariya me, alîkariya neyarêm me dikin.
Bi kinî Coxrafiya me, cîranên me, dînê me, rengê me hemû jî bûne bela serê me, hemû jî bûne sebebên qetla me, yek jî feydeyê nagîne me, yek jî benê di gewriya me sist nake...
A ev jî bêtalihî û bêşansiya me kurda ye...

12 mars 2015

Grup Yorum liberxwedana Kobanê hêjayî alîkariyê nabîne


Grup Yorum, komeke çep ya muzîkê ye. Muzîka rok û gelêrî çêdikin. Ji sala 1985a û virda ev grûp heye û li Tirkiyê têra xwe meşhûr e.
Kurd jî gelkî ji Grup Yorumê hez dikin. Ji ber ku carnan hin stranên kurdî jî dibêjin di nava kurdan da jî bi sedhezaran guhdar û hezkirên Grup Yorumê hene.
Lê şerê Kobanê nîşan da ku Grup Yorum wek ku kurdan texmîn dikir zêde ne dostê kurdan bûye. 
Heta bira dostayî li wir bimîne, wek hemû kemalîst û çepên tirk yên antî-kurd, ew jî neyarê kurda ye.
Li ser pirsa guhdarekî, çima hûn ji bo Kobanê şevekê çênakin, piştgiriya liberxwedan Kobanê nakin, Endamekî Grup Yorumê gotiye, ”em bûyerên Rojava şoreş nabînin, loma jî em nakin.”
Qatilekî wek Seddam Husên şoreşger bû, şerê wî şoreş bû, lê liberxwedana kurdan ya Kobanê ne pêşverûye, ne hêjayî piştgiriyê ye.
Li Kobanê gerîla û pêşmergeyên kurd li dijî faşîstên Daîşê bi mehan şerekî bêhempa û dîrokî kirin û di dawiya liberxwedaneke bêemsal da zora qatilên Daîşê birin. Û bi vê serketina xwe jî teqdîr û heyraniya hemû cîhanê qezenc kirin.
Hêzeke çete û faşîst êrîşî ser miletekî mezlûm, ser bajarekî dike, gelê bajêr qetil dikin, bajêr îşxal dikin. Kurd li hemberî vê êrîşa hovana derketine û canê xwe û welatê xwe parastine.
Lê Grup Yorom vî şerî û liberxwedana kurdan hêjayî alîkariyê nabîne û loma jî ”wek grupeke marksîst-lenînîst” piştgiryê nade kurdan.
Li Bêrûdê, li Filistînê wek ”enternasyonalîstan” şer dikin, diçin li Îraqê ji Seddam ra dibin mertal, ji bo piştgiriyê diçin Sûriyê û ji Esed ra konseran didin, lê liberxwedana kurdan ya Kobanê hêjayî alîkariyê nabînin.
Hêjayî alîkariyê nabînin, ji ber ku li gorî wan kurd bûne hevalbendên emperyalîzmê.
Bi Grup Yorumê pir zor tê Emerîka piştgirî da kurdan û li Daîşê xistin. Naxwazin Emerîka li Daîşê xe, naxwazin kes destê alîkariyê dirêjî kurdan bike.
Naxwazin kurd zora qatilên Daîşê bibin.
Mesele ev e.
Lê jê ra bahaneya ”emperyalîzmê” dibînin, ev jî demagojiya wan ya hertim e. Dixwazin hedefa kurdan şaş bikin.
Tu dibê belkî wan û dewleta wan alîkariya kurdan kiriye, çûne hawara kurdan, kurdan qebûl nekiriye...
Tu dijîyatî û berberiyeke me bi Emerîkayê ra tuneye, bi emperyalîzmê memperyalîzmê ra tuneye.
Ji bo çi emê şerê Emerîka û emperyalîzmê bikin?
Ma welatê me di bin îşxala Emerîka da ye?
Neyarê me yê esasî bi rast, çep û dîndarên xwe ve dewleta tirk e. Çimkî yên welatê me îşxal kirine tirk, ereb û faris in. Bi sedhezaran leşker û polîsên tirk li Kurdistanê her roj zulmê li me dikin, pê li serê me dikin; ne emerîkî.
Êdî kes nikane kurdan bi çîroka ”emperyalîzmê” û dijminên xeybane bixapîne. Dijminê me ne li Emerîka û Ewrûpa, li ber çavê me ne, di nava me da ne, li welatê me ne…

Bi dor êrîş dikin


Em kurd miletekî bêxwedî û bêpişt in, em wek keriyê bêşivan û bêkûçik in. Loma jî çeqel û keftar û gurên har tu carî ji dor me kêm nabin, komek dihere, komek tê.
Bi dor êrîşî me dikin.
Me dikujin û dikujin... 
Me dixwin û dixwin, qet têr nabin...
Gur in, di fitrat û heyvanê wan da harîtî û kuştin heye.
Loma jî ji xwînê, ji kuştinê ebeden têr nabin.
Em keriyekî keftar û guran ji xwe dûr dixin, keriyekî ji wan hîn hartir tê.
Ji ber ku dizanin em kurd bêxwedî û bêpişt in, bêşivan û bêkûçik in.
Li hemberî keriyên keftar û guran em destvala ne, darê me, sîleha me destê me ye, bedena me ye…
Serê me ye...
Hercara ku ji me birrekê dikujin, em yên mayî kêfxweş dibin, dibêjin qet nebe em xelas bûn.
Lê piştî mudetekê, gava dîsa birçî dibin, dîsa vedigerin ser me. Dîsa bi me dikevin û dest bi kustina me dikin.
Û ev dused sal in bi vî hawî geh ereb, geh tirk û geh jî faris me dikujin û dikujin.
Geh wek kincan me li meydanên bajarên me bi kindiran bi darde dikin û bi gel didin temaşekirin.
Geh serê me jê dikin.
Geh li vir û li wir bi derba xayinekê me didin kuştin...
Lê em naqedin...
Ew me dikujin û em naqedi.
E me dikujin û em li ber xwe didin.
Hîn em ji qatilên Daîşê rindikî pak nebûne, wa ye nuha jî çeteyên şîiyan li başûr xwe li me radikşînin û ji hukûmeta Kurdistanê ra dibêjin heger hûn wek me nekin emê werin têkevin Hewlêrê, emê hemû Kurdistanê dagir bikin.
Û bêguman saniya îmkanê bibînin ewê qet texsîr nekin.
Wiha dibêjin ji ber ku dizanin em bêxwedî û bêpişt in.
Ji ebr ku çavê wan kurdan dibire.
Ji ber ku dizanin çi zulmê li kurdan bikin, çiqas kurd bikujin jî ewê ji wan ra bimîne…
Ma diwêrin, dikanin ji Îsraîl ra wiha bibêjin?
Ma diwêrin êrîşî ser Îsraîl bikin?
Bêguman na.
Çimkî li ba Îsraîl bivik heye.
Ji ber ku îsraîl him kane xwe biparêze û him jî pişta Îsraîl heye.
Lomajî li hemberî Îsraîl, Emerîka û Îranê ji tirsa weka bonciyan(kûcikê pir biçûk) dêla xwe li ba dikin û dikin kûzekûz.
Lê dema dor tê kurdan, hemû jî dibin şêr û piling, hemû dibin gurên harû kerî bi kerî êrîşî me dikin. Me bi qetlîaman tehdît dikin.
Ereb, tirk, faris qet ferq nake,
geh bi hev ra, geh bi dor dikin.
Ji me ra hemû jî keftar û gurên har in
û li hemberî wan em jî destvala
û bêçek û bêheval in.
Ev yek ewê wiha dom bike,
ewê tim me bixwin û bikujin,
heta ku rojekê em jî weka wan dibin xwedî dewlet…

11 mars 2015

Dewleta tirk navê PAKê qebûl nake


Serdozgerê(sawciyê) dewleta tirk ji bo nav û bernameya PAKê bi nivîs hişyarî daye merkeza PAKê û jê xwestiye ku PAK navê xwe yö bi kurdä û bername å destûra xwe biguherîne. 
Li gorî serdozgerê dewletê, navê Kurdistanê û hin xalên di bername û destûra PAKê da li dijî zagona esasî ya Tirkiyê ne.
Ji ber ku navê PAKê bi kurdî ye û di program û destûra xwe da jî kurdî bi kar aniye û ji bo kurdan mafê dewletbûnê parastiye PAKê sûc kiriye, ev yek rasîzm e û li dijî mafên mirovan e.
Serdozgerê dewletê Hasan Erbîl, di nameya xwe da ji PAKê xwestiye dibê ew navê xwe, destûr û programa xwe biguhere.
Li gorî Hasan Erbîl, avakirina partiyeke bi navê kurdî, xwestina perwerdeya bi kurdî û parastina mafê dewletbûnê ji bo kurdan sûc e, rasîzm e û li dijî însaniyetê ye.
Ya rast, dewleta tirk dixwaze kurdan eynî wek berê, ji hemû mafên netewî bêpar îdare bike.
Lê dike nake nikane li hev ragire, ne guhertinê dixwaze û ne jî dikane bibêje bira her tişt wek berê be.
Yanî hukûmet maye di orta xelîl û celîl da. Rast nîşan dide, çep lêdixe, çep nîşan dide, rast lêdixe.
Dibêje demokrasî, qanûnên faşîst tîne meclîsê.
Ji kurdan ra dibêje dev ji şerê çekdarî berdin, werin siyaseta legal bikin, lê navê partiyan û destûra partiyan qebîl nake.
Bi kinî, ji dêlî berfirehkirina azadiyan û demokrasiyê û dana mafên kurdan yên netewî, hukûmet dixwaze bi dek û dolabên Erdogan, bi manawrayên xapandinê rewşê îdare bike.
Jixwe gava meriv li kirinên hukûmetê dinêre, meriv bi rehetî dibîne tu nêteke hukûmetê ya çareserkirina mesela kurd tuneye, tu derdekî hukûmetê ya pêşdabirina demokrasiyê tuneye. Hemû kirinên hukûmetê eksê wê nîşan dide…
Hukûmeta AKPê ji alîkî da dibêje dev ji şerê çekdarî berdin, werin bi riyeke demokratîk siyasetê bikin. Partiyên xwe ava bikin, beşdarî hilbijartinan bin, filan û bîvan…
Lê eynî hukûmet li alî din navê Kurdistanê qebûl nake, bala partiyên kurdan dikşîne, dibêje em vê bernameya we qebûl nakin, dibê hûn bernameyeke li gorî daxwaza me çêkin.
Hukûmet li alî dibêje ew dixwaze li Tirkiyê demokrasiyê berfirehtir bike û pêşda bibe, lê ali alî din jî qanûn ”ewlekariya hundur” yên demokrasiyê û hemû azadiyan ji kok da ji ortê radikin bi darë zorê ji meclîsê derbas dike.
Nuha heger bi rastî hukûmetê bixwesta kurd dev ji şerê çekdarî berdin, dibê partiyên kurdan yasax nekira.
Heger bixwesta Tirkiyê bike welatekï demokratîk, dibê pakêta ”ewlekariya hundur” dernexe.
Bi yasaxkirina partiyan, bi derxistina van qanûnên faşîst ne mesela kurd çareser dibe, ne kurd dikanin siyaseta legal bikin û nejî demokrasî tê Tirkyê. Belovacî wê, rejîmeke totalîter, hukumdarekî bi tenê û dewleteke polîsan tê avakirin.
Welatê ku navê Kurdistanê, navê partiyan lê yasax be demokrasî û azadiya fikrî lê tuneye...


XXX
Ez dibêjim serdozgerê dewletê Hasan Erbîlê ku nameya îhtarê ji PAKÊ ra şandiye kurd e...

Serdozgerê dewletê yê ku nameya îhtarê(balkişandinê) ji PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê)ra şandiye navê wî Hasan Erbîl e.
Hasan Erbîl, di nameya xwe da ji PAKê xwestiye dibê ew navê xwe, destûr û programa xwe biguhere.
Li gorî Hasan Erbîl, avakirina partiyeke bi navê kurdî, xwestina perwerdeya bi kurdî û parastina mafê dewletbûnê ji bo kurdan sûc e, rasîzm e û li dijî însaniyetê ye.
Ez dibêjim Hasan Erbîl bi îhtîmaleke mezin ewê kurd be. Dikane merivê Mehmet Alî Erbîl be. Vana kurdên soran in, ji Hewlê ne û kalikê wan hatiye îdamkirin.
Û paşnavê ”Erbîl” yanî Hewlêr jî têkiliya wê bi kurdbûna wan heye, ji Hewlêrê tê.
Loma jî bi qestî ev name bi kurdekî dane nivîsandin. Tirk tiştên wiha bi piranî bi kurdekî didin kirin. Dixwazin wan baş rezîl û pîs bikin, baş bikin neyarê qewmê xwe. Ji bo ku rojekê veger tunebe.
Hakimê îdama Ocalan da jî kurd bû. Yên Wedat Aydin kuştin jî kurd bûn. Yanî bi sedan numûneyên wiha hene, em nizanin. Lê ew dizanin ew çi dikin…

10 mars 2015

Kurdên êrîşî ala xwe dikin...

Grûbek keç û xortên ji PAKê bi ala rengîn îro li Amedê tevî meşa jinan bûne. Du jinên femînîst yên berpirsiyarên meşê gava çav li ala kurd dikevin, dîn dibin, kef bi devê wan dikeve û wek faşîstan êrîşî ser ala kurd dikin, dibêjin vê alê daxin, ev al ya PAKê ye, em qebûl nakin.
Heger ala tirk bûya ewê wisa bi kîn û bi nefret êrîş nebirana ser. Rewşeke pir trajîk e. Kurd ala xwe nas nakin, kurd êrîşî ala xwe dikin, kurd tehamulî ala xwe nakin. Ma ji vê xerabtir dikane çi hebe!

XXX
Ji bo Twittekê tu nema ku wezîrê maliyê Mehmet Şîmşekê kurd ji kursiya xwe bibe
Wezîrê maliyê Mehmet Şîmşekê kurdê ji Batmanê ji ber ku di twittereke xwe da xerîteya Kurdistana bakur(Tirkiyê)parve kir bû hedefa rexneyên gelkî giran û tu nema ku mêrik ji kursiya xwe bibe. Li gorî rexnegiran, ”Xerîteya Tirkiyê ya ku Şîmşek parve kirye Apo jî xerîteyeke wiha xêz nekiriye…”
Mehmet Şimşek, li hemberî rexneyan tavilê bi beyanekê diyar kir ku ew wê xerîteyê naparêze û bi tu hawî jî taswîp nake. Her rettwita ew dike nayê wê maneyê ku ew wiya qebûl dike ya jî piştgiriya wê dike.
Şîmşek di beyana xwe da wiha gotiye:
”Ev twitt bi tu hawî ne ya min e. Xerîteya min rettwit kiriye parvekirineke ji bo dîtina xwendevanan e. Her rettwita ez dikim nayê maneye ez qebûl dikim ya jî piştgiriya wê dikim. Loma jî bi naveroka wê rettwitê ra tu têkiliyeke min tune û taswîba min jî ne mimkûn e.”
Gava meriv bibe wezîrê dewleta tirk netîce ev e; xelk qebûl nake meriv di twitterê da jî xerîteya Kurdistanê parve bike. Dibê meriv bi devkî û bi nivîskî li dijî Kurdistanê û hemû sembolên kurdan derkeve, wan red bike.
Bi dîtina min kursiya ku navê welatê meriv, xertîya welatê meriv li meriv yasax bike tunebe çêtir e. Lê redkirina wê jî ne karê her kesî ye


XXX
Ez bi xwe êdî hew kanim nivîsên li ser tiyatro û komediya Erdogan, Davutoglu û Fîdan bixwînim. Îltifat û şalûziyên Davutoglu ji bo Erdogan û Fîdan dike madê meriv digerîne, verşiya meriv tîne. Ji serî heta dawî gotin û beyanên vir û durû ne, şelafê herî profesyonel jî li hemberî van şelefiyên Davutoglu ewê devî wî ji hev here û dev ji karê xwe yê şelafiyê berda.
Liberxwedan û micadela miletê kurd, dewleta tirk û sîstema wan laçka kiriye, bûye dewleteke komîk, komara mûzan...
Dewleta tirk berê ji alî leşkeran ve wek dezgeheke leşkerî dihat îdarekirin, nuha jî ji alî olîgarşekî ve wek rêxistineke mafyayê tê îdarekirin, hertişt ketiye bin destê "bavê mezin", ew çi biryarê bide ew e...