31 maj 2015

Weleh sûcê min e !

Dewleta tirk nikanîbû bi zorê, bi terorê û bi tank û topên xwe kurdan kedî bike. HDP bi rehetî, bi şîrînî, bi gotina nerm û xweş kurdan pir baş kedî dike.
Bi dîmenên di medya sosyal da belav dibin mriv xemgîn dibe, lê tiştekî meriv bike jî tuneye.
Tenê meriv dikana biqehere û berra hundurê xwe bide. Dibê ev qonax jî were jiyin. Ev rê jî neyê ceribandin nabe. Bira hemû rê, altenatîf û kartên xwe biceribînin.
Tu dek û dolab, tu sihêrbazî û sextekarî nikane vê lîstikê zêde temendirêj bike. Lema jî ne hewce ye meriv têkeve panîkê.
Ez ne bêhêvî me, ez bawer dikim ev milet ewê rojekê vê siyaseta şaş, ya helandin û entegrekirina kurdan red bike û vegere ser xeta kurd û Kurditanê…

XXX
Tirk dibêjin ” yê rêberî wî qijik be pozê wî ji gû dernayê”. Yê me jî heta rêberên me çepên tirk bin em nabin kurd û Kurdistanî. Ji dêlî ala kurd ve emê ala tirk hildin. Ev, fêkiyên siyasetekê ye. Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye…
Lê tişt nabe, ev jî ewê derbas be, bîna xwe teng nekin, azadiya kurdan hinekî zahmet e lê ewê were…

XXX

Weleh sûcê min e...
Ji zûda bû baran nedibarî. Meleyê gund gundî dan pê xwe û derketin dua baranê. Dema ji nav erdan derbas bûn sofî li ber erdê xwe sekinî û di dilê xwe da got, ya Rebî ev erd yê vî feqîrî ye, rahme xwe ji ser min jî kêm neke.
Bi şev baraneke bi zirp dayê. Roja din gava sofî çû ser erdê xwe bavo çi bibîne, erd di bin avê da maye, her der bûye gol. Bû ax û ofa wî got:
-Weleh ne sûcê te ye, sûcê min e. Çima ezê erdê xwe nîşanî te bidim, çima tu yê wiha bikî !

30 maj 2015

Xelk kûpê aqil e !


Qutbedîn Aliş salek berî îro rojbûna lawê xwe Robîn pîroz kiriye.
Feysê(facebookê)îro ew roj bibîra wî aniye, gotiye Qutbedîn, te salek berê îro rojbûna lawê xwe Robîn pîroz kir û ev rismê wî belav kir. 
Qutbedînê me wek min matmayî maye, gotiye law ”ev feys tiştekî çi ecêb e”!
Rast e, bi rastî jî ecêb e, xelk pir biaqil e. Û bi şev û roj jî ji bo ku biaqiltir bibin dixebitin.
Yanî aqilê xwe yê heye ji bo başiyê û ji bo ku hîn biaqiltir bibin dixebitînin.
Û tiştê wek însan nikanin di aqilê xwe da bigrin jî wê wezîfê didin çîçik lastîk û hesin, îcar ew ji dêlî wan ve dixebitin…
Çendakî berê, feysê eynî tişt anî serê min jî.
Min hew carê nêrî rismê kitêba min got ”pit…” û derket hemberî min. Got, ”Zinar, te salek berê ev risim belav kir. Bira haya te jê hebe” û filan û bêvan…
Heyran xelk biaqil e, tiştan cara ji bîr nakin, yê min ez nizanim min do ne pêr çi xwar û çi kir...
Lê ewrûpî hertiştî bi cî û war dizanin. Bingeha zanînê danîne, xistine dûzanê.
Ez nizanim ez kîjan salê hatime dinê, lê her ewrûpî zaliman deqîqeya jidayikbûna xwe jî dizanin.
De îcar hesab li ba we ye…)!
Yanî di ilim û îrfan da, di îcad û pêşketinê da, di qedirzaniya zemên da xwedê heye em nikanin bi mêrikan ra kaban bavêjin.
Yanî ne xêra îcadên ewrûpiyan bûya nuha hîn em û ker û hesp û deveyên xwe û şûrên xwe tenê bûn. Nuha ji her çar hawêlî dinyayê hîn misilman bi deve û qantiran diçûn Hîcazê…
Axirê xêr a”kafîrûn”an riya Mekkê û Medînê daketiye çend saetan.
Lê helbet ev nayê wê maneyê di her warî da em ji ewrûpiyan paşdatir in. Na, di hin waran da em ji wan pir û pir pêşda ne.
Mesele di qurretiyê da, di helahela û şemateyê da, di vir û sextekariyê da, di zulm û terorê da, di qetlê û wahşetê da, di hovîtî û serîjêkirinê da, di cehalet û paşdamayin, xizanî û birçîbûnê da em ji ewrûpiyan pirû pir pêşdatir in.
Qesem dikim bi navê Xwedê ew nikanin avê li destê me kin. Em bi kêaqilî û bi wahşeta xwe dinyayê matmayî dihêlin !
Li dinyayê di ser me ra nezan, kêmaqil, paşdamayî û hov tuneye.
Vê yekê ewrûpî jî qebûl dikin, ew jî dibêjin di nezanî, kêmaqilî û hovîtiyê da welat û miletên misilman bi rastî jî bêemsal in…

Derew û buhtan ji karê bêtir zirarê dide xwediyê xwe

Ji ber ku şerê nabêna PKKê û PDK-Î yê mezin nebû hemû kurd kêfxweş in. Tenê neyarên me û hin kurdên xayin, fêsad û gelac û ajanên neyaran ne kêfxweş in.
Şehîdketina pêşmergeyekî PDKa Îranê  Kadirê Kerîmî û birîndarbûna çend pêşmerge û gerîla helbet hemû kurd xemgîn kirin. Xwezî tiştekî wiha nebûya. Xwezî kurdek ji alî kurdekî din da nehata şehîdkirin. Êşa şehîdketina Kadirê Kerîmî giran e.
Lê li gel vê xemgîniyê tiştê baş şer berfireh nebû. Midaxeleya hukûmeta Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û reaksiyona milet û ronakbîran tesîreke pir baş li PKKê kir, rê li ber mezinbûna şer girt.
Lê di warê medyayê û şirovekirina bûyerê da PKKê û medya wê dîsa îmtîhaneke pir xerab da.
Tiştê rast ew bû ku PKKê bûyer  bi neyartî û komployên li hemberî xwe îzah nekira, bigota bûyereke lokal e û dibê tiştekî wiha nebûya. Û ji malbata Kerîmî uzrê xwe bixwesta. Di beyana xwe da bigota bi qewimîna bûyereke wiha em gelkî xemgîn bûn. Ji nuha û pêda ji alî xwe da emê hewil bidin ku bûyerên wiha nebin.
Wê demê herkesî ewê ev şêla PKKê teqdîr bikira, bigota eferim.
Lê KCKê û medyaya wê wiha nekir, bûyer kirin komployeke  bi zanîn ya li hemberî PKKê û HDPê. Û dû ra jî Mesûd Barzanî, Tirkiye û AKP bi hev ve gêrê dan, kirin hevalên vê komploya li hemberî hilbijartin û HDPê.
Yanî Amed Dîcle, ANF û Lêkolînê teoriyên wisa, virên wisa li hev ragirtin aqilê meriv disekinî, madê meriv digeriya.
Bi taybetî ANF û malpera Lêkolîn orgê û hin kesên wek Amed Dîcle êrîşeke ji serî heta dawî vir û tazwîrat û dûrî exlaq û bêmistewa birin ser PDKê û Mesûd Barzanî.
PKK çawa dihêle kesên wek Amed Dîcle provakator, tarî di nava medya wan da bimîne meriv fêm nake. Malpereke wk Lêkolîn orgê çawa dikane li ser navê wan û weşanê bike ew jî tiştekî dûr î aqilan e.
Lê dibê PKK û KCK tiştekî bibîne, derwên wiha, êrîşên wiha bêmistewa, kesên wek Amed Dîcle û malperên wek Lêkolînê tenê zirarê dide wan, însanan ji wan sar dike û dûr dixe. Malpereke dewleta tirk jî bi qasî Lêkolîn orgê di nabêna kurdan da fêsadiyê nake. Dijminatiya Lêkolîn org  li hemberî PDKê û Mesûd Barzanî dike dewleta tirk jî nake. Her kurd vê neyartiya medyaya PKKê y ali hemberî kurdên başûr û bi taybetî jî li hemberî PDKêbi ibret temaşe dike.
Ev babet siyaset, dijmindîtina her mixalifê xwe, buhtan û derew ne xweş e, îtîbara meriv dixîne, baweriya bi gotina meriv zeîf dike. Hewcedariya kurdan bi siyaseteke nerm û avakir heye. Hemû kurd viya dixwazin.
Dinya biçûk bûye û kurd jî ne kor in, dibînin kî çi dike. Derew û buhatan ji karê bêtir zirarê dide xwediyê xwe. 

29 maj 2015

Xwedê çi dike?


Weleh îro jî xwe tevî siyasetê nakim. Hêvî dikim hûnê ji van herdu pêkenînan hez bikin. Û heger hûn bixwazin hûn dikanin hinek aqil jî jê bigrin. Lê ku hewcedariya we bi aqil tuneye wê demê guh nedinê, bi aqilê xwe îdare bikin.

Rojekê bi rê da suyarekî xwenezan rastî sofîyekî hat. Suyêr ji sofî ra got:
-Sofî, ez tiştekî pir meraq dikim, gelo tu yê dikanibî bi min ra bibî alîkar?
Sofî got:
-Heger ji destê min bê ser çavan, ezê bikim......
Suyêr got:
-Ez dixwazim tiştekî fêr bibim. Gelo Xwedê nuha çi dike?
Sofî bi vê cilqiyê gelkî aciz bû, lê belê neda der, got:
-Ezê bersîva te bidim, lê belê bi şertekî. Dibê tu ji wê mihînê peya bî, ezê lê siwar bim.
Suyêr got:
-Ji bo çi?
Sofî got:
-Ji ber ku pirs pir zor û bilind e, lema dibê bersîva wê jî li dereke bilind were dayin.
Suyêr bawer kir, ji mehînê daket, sofî lê suyar bû.
Xwediyê mehînê got:
-De ka bibêje Xwedê nuha çi dike?
Sofî got:
-Ma ewê çi bike, mehîn ji ehmeqekî wek te girt û da biaqilekî wekî min…
Û dû ra jî hespa(mehîna) xwe zengu kir û ji wir bi dûr ket…

XXX

Înkar bike !
Ji yekî ra zarokê law çênedibû. Pîreka wî tim keçik dianî. Lê wî dixwest lawekî wan jî hebe. Rojekê detê xwe li ber Xwedê vegirt û dest bi duan kir, got:
-Ya Rebî lawekî bide min. Bide min, bira here leşkeriyê û venegere.
Qey dua wî qebûl bû û Xwedê lawek dayê. Sal buherîn, lawik mezin bû û wexta wî ya leşkeriyê hat.
Tirsek ket dilê mêrik. Ewê çawa bike? Ji ber ku li ber destê Xwedê wî hebû. Bi şev û roj di mitalan da bû....
Hevalekî wî yê zarşîrîn û xweşsohbet dît ku hevalê wî pir difikire, fêm kir ku derdekî wî heye. Jê ra got:
-Xêr e, tu çima hewqasî kûr difikire, derdê te çi ye?
Mêrik bi dengekî meûl got:
-Qet qal neke bira, ji me ra law çênedibû. Min jî got ya Rebî lawekî bide me, bira here leşkeriyê û venegere. Nuha jî wexta leşkeriya wî nêz bûye, ez nizanim ezê çi bikim.
Hevalî wî bi dengekî hêdî jê ra got:
-Dema te ew soz û ahd da Xwedê kes li ba we hebû?
Mêrik got:
-Na weleh kes tunebû.
-Ê wê demê înakr bike. Ne şahid e, ne şihûd e. Tu ji çi ditirsî?

28 maj 2015

Xebta kurdperweran xof xistiye dilê neyaran


Tirk û dewleta wan di mesela HDPê da şeqizîne, nizanin çi bikin. Li gorî hesab û kitabê wan HDP têkeve meclîsê gelşeke mezin e û nekeve meclîsê gelşeke mezin e. Dewlet, hukûmet û miletê tirk hemû jî dixwazin HDP nekeve meclîsê. Ev eşkere ye. Lê li alî din baş niznin ev yek(ev liderhîştin) ewê çi bi xwe ra bîne, piştî wê kurd ewê çi bikin?
Dixwazin riyeke bêzirar bibînin lê hîn nedîtine, li ser “riya bêzirar” hîn hevûdu îqna nekirine.
Ji aqilmendên delet û hukûemta AKPê yek jî Asli Aydintaşbaşa rojnamevan e. Aydintaşbaş xanim pir diqirqile, gelkî dilnerehet e, dibêje heger HDP nekeve meclîsê ewê miliyetçîtiya kurd xurt bibe, kurd û bi taybetî jî xort ewê hêviya xwe ji jiyaneke mişterek bibirin û riya veqetandinê bidin berxwe.
Aydintaşbaşa xanimê gotiye, “partiyeke li herêma xwe ji sedî 60-70ê rayan digre gava nekeve meclîsê ewê yekparetiya axa tirkyê têxe tahlûkeyê. Çimkî heger HDP li derveyî sîstemê bimîne, xortên Rojhilat û başûrê Rojhilat ewê baweriya xwe ya bi jiyneke miştereke ra wenda bikin. Heger HDP nekeve meclîsê neteweperweriya ji texmîna me zêdetir ewê xurt bibe. Li Cizîrê, li Şirnexê, li Hekkariyê û Diayrbekrê xort ewê bibêjin wê demê emê parlamentoya xwe ava bikin. Ez naxwazim ev bibe.”
Meriv ji vê tirsa Aydintaşbaşê jî fêm dike ku xebata kes û hêzên kurdperwer û serxwebûnparêz di nava miletê kurd da û bi taybetî jî di nava xortan da şax berdaye. Aydintaşbaş vê yekê dibîne û ji dewletê û hukûmetê ra dibêje heger hûn nehêlin HDP têkeve meclîsê rewş ewê xerabtir bibe, kurd êdî ewê dev ji Tirkiyê berdin û Kurdistaneke serbixwe bikin hedefa xwe.

Wek kurd dibê meriv tu carî bêhêvî nebe, tu zulm, tu xapandin, vir û fêlbazî ne ebedî ye, rojekê dawiya derew û xapandinê tê. Rast e, siyaset û daxwazên PKKê, HDPê meriv gelkî bêhêvî dike, lê ev îş ewê li vir nesekine.
Li Kurdistana bakur di nava PKKê, HDPê û civata kurd da potansiyeleke netewî û Kurdistanî ya pir xurt heye. Ev potansiyel wek çiyayekî volkanîk e, vemirî xuya dike lê ne vemirî ye, te hew nêrî keliya û teqiya...
Ya muhîm dibê kesên kurdperwer û Kurdistanxwaz bêhîvî nebin û wezîfeyên xwe bikin...

Dizê zebeşê Xwedê


Hertim siyaset nabe, bira îşev jî hinek henek be. Siaysetê kezeb li me reş kir. Esas ji zûda ye min nivîsên mîzahî nenivîsî ye.
Yekî gundî rojekê xwest li erdê xwe ji xwe ra zebeşan biçîne. Lê bala xwe dayê ku erdê wî zêde bi kevir e, paqijkirina hemû erd zahmet e.
Loma jî rabû nîvê erdê xwe paqij kir û nîvî jî wer hîşt. Û ji xwe ra got, bila perçê paqijkirî yê min be, ji ber ku min tê da tab xwariye û yê bi kevir jî para Xwedê be...
Û dûra jî dendikên xwe çand.
Li bîstanê xwe pir miqate bû, her roj bi dûzan av dida, eşêf û berkol dikir û baş lê dinêrî.
Û erdê Xwedê jî hema bi çavê suxrê û êretî lê dinêrî, zêde av nedida û baş jî lê mêze nedikir.
Dema zebeş çêbûn yên wî hemû kurmî derdiketin û yên Xwedê jî hemû bûn weke goman û weke şekir jî şîrîn bûn.
Rojekê rabû du zebeş ji bîstanê Xwedê dizîn û berê xwe da malê. Bi rê da baraneke zêde dayê, bi kûzan ji asîmanan royî erdê dibû. Ji bo ku zêde şil nebe, çû xwe avêt hundur mizgeftê.
Dema ket hundur mizgeftê, îcar jî zîpikê dest pê kir, her hebeke zîbikê bi qasî gûzekê mezin bû, weke ku kevir û kuç bi ser banê mizgeftê da bibare, teqereqê dengekî bi xof derdixist...
Feqîro gelkî tirsiya, herdu destên xwe vegirt û serê xwe berbî jor ve bilind kir û bi dengekî fedîkar ji Xwedê ra got:
-De gidî deee, hela ji bo du zebeşan tu mala xwe xera nakî...

XXX
Tu yê çawa di ser Pira Siratê ra derbas bibî?
Yê serxweş wê şevê pir vexwaribû. Diçû mal lê li ser xwe nediedilî, wek hêlkanê geh bi vî alî da, geh bi wî alî da li ba dibû. Cîranê wî gava ew di vî halî da dît bela xwe tê da, got:
-Ma bi vî halî tu yê çawa di ser Pira Siratê ra derbas bibî lo…?
Serxweş bi zimanekî giran got:
-Tu dibêjî qey qesir û qonax û bax û bexçeyên min li wî alî hene…


Hin kes biçûk hatine dinyayê


Hin kes biçûk hatine dinê û lema jî nikanin mezin bibin, tu carî nikanin bi çavê mezinan li xwe binêrin.
Rutbeya wan, kursî û meqamê wan çi be jî  tim bi çavê rebenan û navmaliyan li xwe dinêrin. Tu carî nikanin bibin serî, tim nig in.
Çimkî carê fêrî bindestî û xulamtiya xelkê bûne, tim av li destê xelkê kirine, tim li pey xelkê meşiyan e, tim ji hinekan ra li çepikan xistine.
Xwediyê qesir û qonaxan bin jî ciyê wan tim nav şekalan e. Çomkî wer mezin bûne.
Gelî ruhayî û wêranşariyan, baş li vî risma binêrin. Rismê Nûreddîn Nenatî û Celalettîn Guvenç.
Yê mîkrofon di destan da cîgirê serokê AKPê û parlamenterê AKPê yê Ruhayê yê rêza yekem e. Xwedêgiravî profesor e jî.
Yanî piştî serowezîr Davutoglu di nava AKPê da merivê duyem e. Lê wek xizmetkarekî mîkrofon daye ber devê serokê belediya Ruhayê Celalettin Guvenç.
Ji ber ku biçûk hatiye dinê, rutbeya xwe, meqam û kursiya  xwe ji bîr kiriye û li hemberî serokê belediya Ruhayê Celaleddîn Guvenç wek emireriyekî ketiye hazirolê û mîkrofona wî girtiye.
A ev pepûk dike ji Ruhayê bibe nûnerê miletê kurd, nûnerê Ruhayê û Wêranşarê…
Ev risim ne ji bo Nûreddîn Nebatî tenî, ji bo kesên ewê raya xwe bidin wî jî rûreşiyeke pir mezin e.



27 maj 2015

Ez heqê xwe lê helal nakim


Di wext û zemanê berê da yek bi bazirganiyê pir dewletî bûbû. Li ber mala wî keriyên pez, naxirên dewêr, colên bizinan, boşên devan, welhasil te çi bixwesta hebû, hed û hesabê mal û milkên wî tunebû. 
Lê ray li mirinê nabe, destê mirinê dirêj e, dewlemendî nikane rê li ber mirinê bigre. Rojek hat ket ber sikratê. Lê roj derbas bûn, meh derabas bûn nemir. Zarokên wî rabûn ban hemû nas û dostên wî kirin, gotin werin heqê xwe lê hel bikin. Herkesî hat heqê xwe lê helal kir.
Lê dîsa jî nemir, ruh ji qefesê dernediket. Mele bi şev û roj yasîn li ser dixwend. Lê bêfeyde bû, teslîm nedibû.
Dû ra gotin hela herin heywanên wî bînin, bira ew jî heqên xwe lê helal bikin.
Çûn heywan jî anîn, wan jî yeko yeko heqê xwe lê helal kirin.
Lê mêrik dîsa jî nemir.
Dawiya dawî gotin kî maye, kî nemaye, gotin weleh me lokê(deveyê)mezin ji bîr kiriye, hela herin wî jî bînin, bira ew jî heqê xwe lê hela bike.
Çûn lok anîn. Ji lok ra gotin:
-Tu heqê xwe lê helal dikî?
Lok(deve) got:
-Na ez helal nakim.
Gotin “tu ç ima helal nakî?”
Lok got:
-Wî barê pir giran li me dikir, min efû kir. Em birçî dihîştin, min efû kir. Bi daran bi me diket, em gelkî diêşandin, min efûr kir. Lê ev ne bes bû rabû hevsarê me 100 deveyî bi kerê ve girê da û ker kir rêberê me. A ji ber vê zulm û heqaretê ez wî efû nakim…

Aqil tunebe ne hewceyî "tiliya" xelkê ye


Di şerê nabêna hêzên kurd da hin caran tiliya dewleteke neyar heye. Ev rast e û kes nikane înkar bike.
Lê ne şert e di her bûyerê û her şerê navxweyî da tiliya dewleteke neyar hebe. Siyaseta hêzên kurd bi xwe, bêyî ku ”tiliya neyar têda hebe” dikane li gorî berjewendiyên dewleteke neyar be.
Loma jî dibê meriv wek ereban her bûyerê, her gelşa nabêna hêzên kurd hertim bi teoriyên komployê ve girê nede.
Garantî û sîgortaya li dijî şerê birakujiyê şêla gel e, dema milet bi tundî li dijî siyaseta zorê, zorabtiyê û şer derkeve û hêza êrîşkar mahkûm bike şer dernakeve..

XXX
PKK û PDK bixwazin jî nikanin şerê hev bikin. Çimkî miletê kurd li herçar perçeyên Kurdistanê bi yekdengî li dijî şerê birakijiyê, şerê nabêna hêzên kurd e. Hevalên PKKê, endamên wan, dostên wan, dilxwazên wan û hemû hêzên kurd li dijî şerekî navxwe ye. Ev jî tiştekî baş e, ciyê kêfxweşi yê ye. Pira herî xurt ya li hemberî şerekî naxweyî ye.
Êdî piştgirî û zemîna şerê kurd û kurdan tuneye, civat qebûl nake.
Kî şer derxe, kî êrîşî ser yê din bike û destê xwe di xwîna kurdan b...igerîne ewê li zirarê derkeve û ji alî gel ve rûbirûyî reaksiyoneke pir mezin bibe.
Îspata vê yekê şehîdketina pêşmergeyê PDKa Îranê ye. Şehîdketina pêşmergeyê PDKê civata kurd hejand.
Heger ne ev protesto û reaksiyona gel ya şernexwaziyê, ya li dijî şer û berberiyê bûya şer dikanîbû berfirehtir bibûya. Herçiqasî PKK şaşî û neheqiya xwe qebûl neke, gelek peyvên nexwes û mesele hîn bi temamî neqediya be lê dîsa jî atmosfereke baş heye. Hêvî dikim ku hukûmeta Kurdistana Federe di demeke nêz da gelşên heyî bi riya diyalogê çareser bike û avekê li vî agirikî ke.


XXX
Ji dînekî pirsî ne, gotine li gorî te evîn çi ye?
Yê dîn gotiye, ”ma ez ji bo çi dîn bûm ?”


 XXX
Bihêle ez derkevim rîngê, qe nebe ezê bizanibim kî li min dixe…
///Cinderella Man

26 maj 2015

Dibê em zulmê li hev nekin



PDK başûr û YNKê heta nuha gelek zulm û bêbextî li PDK- Îranê û kurdên Rojhilat kirine. Bi taybetî jî PDKa başûr. Çi heyf wa ye PKKê jî dest pê kir. Bi dîtina min kurdên herî paqij, herî dilsoz, herî millî kurdên Rojhilat in. Ez ji wan pir hez dikim. Û êrîş û zulma PKKê ya li ser wan protesto dikim.
Li Swêd min ji herçar perçeyên Kurdistanê gelek kurd nas kirin, bi gelekan ra hevaltî kir, bi gelekan ra di federasyona kurd da xebitîm. p Dikanim bibêjim ku herî bêtir kurdên Îranê tesîreke pir pozîtîv li ser min hîştiye. Hemû PDKyî û kurdên ji rojhilat yên min ew nas kirin him bi zanîna xwe û him jî bi weletparêziya xwe ya bêsînor tesîreke pir mezin li min kirin.
Bi kibarî, nezaket û kurdiya xwe yê gelkî şîrîn jî di dilê min da ciyekî wan yê taybet heye.
Li gel ku kurdên başûr û bi taybetî jî PDKê çend caran zulmên pir mezin li PDKa Îranê kirine, jê bi sedan însan kuştine, ew û YNK bi qatilên Qasemlo ra rûniştine, lê PDK û kurdên rojhilat dîsa jî dijminatiyê bi PDKa başûr û bi YNKê ra najo , tim bi dilekî pak û bi çavê bira li PDKê û YNKê û kurdên başûr dinêre. Û hertim jî amadene herin ji bo kurdên başûr canên xwe feda bikin.
Kurdên başûr ne wiha ne, çi kurmanc, çi soran dixwazin herkes alîkariya wan bike, lê ew bi xwe hertim wê alîkariyê nakin. Carnan ji bo berjewendiyên xwe dikanin kurdên beşên din bikujin jî. Û kuştine jî.
Lê di êrîşa PKKê ya ser PDKê da şêla serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û Meclîsa Kurdistanê baş e, şêleke netewî ye. Hêvî dikim serokê Kurdistanê nehêle şer mezin bibe.
Bi gisstî jï reaksiyona kurdan pir bass e, bi hezaran kurd, nivîskar, siaysetmedar û ronakbîr li dijî ser derketin û xwestin herdu alî gelssên xwe bi riya diyalogê çareser bikin. Ev, pêssketineke pir bass e û ez bawer dikim ewê tesîra xwe hebe.
Heger PKK êrîss neke û sser dernexe PDKa Îranê êrîssî gerîlla nake û gelleyan berra wan nade.
Hêvî dikim ku berpirsiyarên PKKê guh bidin bang û hestên gelê xwe û avekê li vî agirî kin….

Di nava AKPê da mêrê biwêribe li hemberî Erdogan rabe tuneye

Li gorî Muharrem Sarikaya dinivîse di 30ê mehê, di pîrozbahiyên îşxala Stenbolê da Abdullah Gul, Bulent Arinç û hemû damezrênerên AKPê ewê bi Erdogan ra derkevin ser otobozê û nîşan bidin ku ew bi hev neketine, hîn hevalên hev in û wek şûrê Şamê li pişt Erdogan in.
Jixwe tiştekî eksê vê texmîneke ne realîst e. Hin kesên saf ji ber gotineke Gul û Arinç carnan dijayetî di nabêna Erdogan û wan da didît, wisa îdîa dikir.
Bi dîtinan min ev texmîneke bêbingeh e.
Min çend caran nivîsî, îhtîmaleke wiha nêzî sifirê ye, ne Arinç û ne jî Gule ne mêr in ku biwêribin li dijî Erdogan rabin.
Ya din ew bi xwe jî di tu warî da ji Erdogan ne baştir in. Erdogan bi vî halê xwe, bi vê dîktatoriya xwe jî ji Gul û Arinç dobretir û baştir e. Belkî loqê Erdogan jê wan mezintir e, yanî Erdogan diwêre ji wan bêtir bixwe.
Gul jî û Arinç jî, heta hemû siyasetmedarên AKPê pir hindik gelek tiştên bêrê û bêqanûnî kirine, sûc kirine. Loma jî hemû bi hev ve girêdayî ne, kîjan ji kerî veqete ewê bibe loqê guran.
Ji ber vê yekê jî kes terka Erdogan nake û li dijî wî ranabe, heta ji wan we re ewê piştgiriyê bidin Erdogan û terka hev nekin.
Herçî Gul û Arinç e, jixwe herdu jî ne ew mêrê biwêribin li dijî Erdogan rabin…
siyasetmedarên


XXX
Îdeolojî, siyaset li bin guhê hev ketine, bûye gêrmiya gavanan, tu çi xwarinê, çi tahmî bixwazî têda heye. Meriv bala xwe didê xwedêgiravî li dijî fikirekê, siyasetekê ne, lê di eynî wextê da ji kesên wê fikrê û wê siyasetê diparêze li çepikan dixin. Yanî êdî zêde ne xerîb û ecêb e ku e yek him li dijî siyasetekê be û him jî ji hevalbendê wê siyasetê ra li çepikan xe.
Ev laç qebûna siyasetê û îdeolojiyê ye. Siyaset jî bûye lastîk, tu bi kîjan alîda bikşînî bi wî alîda vedizele…
De ser xêrê be…

25 maj 2015

Bi hêviya ku PKK guh bide gelê xwe û dilê dijminan bi me şa neke.


Ev du sê roj in li ser sînorên Kurdistana rojhilat xeberên xembar yên şerê nabêna PKKê û PDKa Îranê tê. Li gorî xeberan di êrîşeke PKKê da pêşmergeyek hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye. Ez pir û pir xemgîn bûm.
Çawa kurd hîn jî dikanin guleyan berra hev bidin û hevû du bikujin? Mesele, gelş çi dibe bira bibe dibê kurd li hemberî hev serî li zorê zorbatiyê nedin û xwîna birayê xwe nerjînin. Şerê kur...d û kurdan heram e, kufur e…
PKK, KCK di beyan û belavokên xwe da xwe diparêzin û neheqiyê dixin hustuyê PDKa Îranê. Lê dema meriv li herdu aliyan guhdarî dike û beyanên herdu aliyan dixwîne meriv dibîne yê neheq PKK ye. PKK, wek hertim dîsa dixwaze siyaset û ideolojiya xwe ya totalîter û ”ez û ez” li ser PDKa Îranê jî ferz bike.
Li gorî PKK dera ew lê heye dibê hêzeke lê tunebe. Ev, ne siyaseteke netewî ye. Dibê PKK êdî dev ji felsefeya ”ez û ezê” berde.
Heta ji berprsiayrên PKKê tê bira bibêjin, PDKa Îranê êrîşî hêzên PKKê nake, zahmetiyê ji wan ra dernaxe. PKK çiqasî bibêje PDKê êrîşî me kiriye jî ne rast e. PDK Îranê carê him ew hêza wê tuneye û him jî ne xwediyê felsefe û siyaseteke bi wî rengî ye. PDK Îranê tu carî berê êrşî tu hêzke kurd nekiriye û nakin.
PKK hin herêmên Kurdistanê wek milkê xwe dibîne û dixwaze li PDKê yasax bike, ya jî dibê ji bo çûn û hatinê destûrê ji wan bigre.
Lê eynî PKK û KCK vî mafî nadin hêzên başûr, ji hêzên başûr ra dibêjin, Qendîl û Kurdistan ne milkê bavê ye, welatê hemû kurda ye. Û em jî kurd in, loma jî mafê we tuneye hûn ji min ra bibêjin ji vir û ji wir derkevin, ya jî li vir û wir bicî nebin…
Ê heger ev dîtin rast e wê demê dibê PKK jî hin herêmên Kurdistanê wek malê erdê xwe nebîne û li PDKa Îranê yasax neke.
Wek hêzeke xurt û xwedî gelek îmkan dibê di warê lojîstîk û çekan da alîkariyê bide pêşmergeyên PDKê, ji şerê kurdên rojhilat yê li hemberî rejîma melayên qatil ra bibe alîkar. Evy ek wacibê PKKê yê netewî ye.
Îro roj ew rojeke ku dibê hemû kurd dest bidin hev û alîkariya hev û du bikin. Lema jî ev şêla PKKê û KCKê ya zorba ne rast e û dibê were rexnekirin.
Hêvî û daxwaza hemû kurdan ew e ku PKKserî li zorê nede û bi aqilekî selîm hereket bike û rê nede şerekî birakujiyê.
Heger PKK siyaseteke nerm û diyalogê bajo PDK û kurdên rojhilat êrîşê PKKê û kurdên bakur nakin.
Bi hêviya herdu serî jî dilê dijminan bi me şa nekin…

23 maj 2015

Di romanên kurdî da gelşa zimên



Hin nivîskar li zimanê hin nivîskarên din rexne digrin, zimanê berhemên wan dixin binê erdê, pê henekê xwe dikin,  dibêjin zimanê filan kesî gelkî xerab e û hin numûneyan ji şaşiyên li dû hev rêz dikin.
Ev ne tu rê ye, metodeke şaş e, şewq û cesareta însanan dişkîne.
Ji şaşiyên tên nîşandan hinek bi rastî jî şaşiyên mezin in û hinek jî qabilî minaqeşeyê ne, hîn nebûne standart, li hin herêman nêr û li hin herêman jî mê tên  bikaranîn.
Hin numûneyên rexnegir wek kurdiya rast pêşniyar kirine bi xwe jî hewqasî ne rast in, heta ew jî bi qasî wan şaşiyan şaş in.
Lê ez vê meselê zêde tevranakim û didim aliyekî. Ji ber ku mjiara ez dixwazim firkê xwe li ser bibêjim ne ev e ne şaşiyên zimên e.
Bi dîtina min jî zimanê piraniya nivîskarên kurd xerab e, di piraniya roman û çîrokên kurdî da çewtiyên zimên, gramerê û rastnivîsê yên pir fahş û beloq hene. Ev ne mexsûsî nivîskarekî, du nivîskaran tenê ye, hema hema di hemû berheman da meriv dikane kêm zêde şaşiyên zimên bibîne.
Lê di hin berhamn da şaşî pirin û di hinan da jî kêm in. Ev rast e.
Tesîra tirkî li ser nivîskaran û zimanê wan gelkî beloq xuya dike. Çimkî gelekên wan ji ber sebebên em dizanin bi tirkî difikirin û rasterast tercumeyî kurdî dikin. Û ji ber ku bi kurdî jî baş nizanin, ji tercumeyê jî rindikî nayê fêmkirin.
Ev hemû rast in.
Lê hin sebebên vê rastiyê hene, kes ji kêfî, ji ber ku ji çewtiyan hez dike şaşomaşo nanivîse. Hewqasî zane, hewqas ji destran tê. Herkes dixwaze di berhema wî da şaşiyeke zimên tunebe. Lê ev yek bi daxwazê nabe, zanîn lazim e. Û ev jî ne hêsa ye, bi herkesî ra tuneye.
Li Kurdistana bakur kurdî(zazakî û kurmancî)wek tirkî, almanî, îngilîzî standardîze nebûye. Wek zimanên miletên din qanûn û qaîdeyên dezgeheke zimên ya netewî danîbin tuneye. Lê yên xelkê hene.
Hin şexsan li gorî îmkan û zanînên xwe hin tişt gotine, hin pêşniyar kirine, gotine meriv wiha binivîse rasttir e.
Hin kes ji sedîsed bi ya wan san dikin, hin kes ji sedî pêncî dikin, hin kes ji sedî nodî wek wan dikin. Hin kes hin tiştan li pêşniyarên heyî zêde dikin, hin kes li dij wan dertên...
Welhasil hemû kurd li ser pêşniyarên Celadet Bedirxan ne li hev in, ne hemfikir in.
Hinek bi zanetî, hinek bi nezanî wek Celadet Bedirxan nanivîsin.
Ev aliyekî meselê ye. Bi gotineke din herkes bi qasî zanîna xwe li gorî rêzimana Celadet Bedirxan dinivîse.
Aliyê din jî ji ber ku li Kurdistana bakur ziman li mekteb û zanîngehan bi salan nayê xwendin, li wir bi rêk û pêk nayê fêrbûn, loma jî însan  wek tirkekî, almanekî zimên baş û tekûz fêr nabin. Herkes li gorî îmkanên xwe, bi destopelkê, ji vir û ji wir piçekî fêr dibe.
Hinek jîr in, ji zimên hez dikin, baş û zû fêr dibin, lê hinek jî çi dikin jî baş û tekûz fê nabin. Ev tiştekî însanî ye, herkes ziman zû baş fêr nabe.
Ya din zimanê zikmakî yên hinekan kurdî ye, yanî bi kurdî mezin bûne, lê yên hinekan ne kurdî ye.
Hinek li gundan mezin bûne û kurdiya wan baş e, xezîneya wan ya gotinan dewlemend e, lê hinek jî li bajaran mezin bûne û kurdiya wan bi sînor e, gelkî di bin tesîra tirkî da ye.
Bi kurtî dixwazim bibêjim heger zimanê hin nivîskaran pir û yê hin nivîskaran hindik xerab e ev ne tiştekî ji kêfê ye, ne ji ber ku ew dixwazin zimanê wan xerab û tije çewtî bin.
Hewqasî zanin, hewqas ji destê wan tê. Dibê meriv vê rastiyê bibîne.
Kes bi zanetî, bi qestî şaşomaşo nanivîse. Dixwaze herkes bi heyranê zimanê wî be, dixwaze stîlîstê edebiyata kurdî yê herî mezin be, lê nikane. Nikane ji ber ku hew ji destan tê.
Baş e li hemberî vê realîteteya ne xweş gelo meriv nikane tiştekî bike?
Geleo meriv nikane zimanê berhemên tên weşandin xweştir û tekûztir bike?
Bêguman meriv dikane bike û dibê were kirin jî. Bi kêmanî meriv dikane ji nuha gelkî baştir bike.
Ev kar û berpirsiyarî jî berî nivîskaran dikeve ser milê weşanxaneyan.
Bi dîtina min ji nivîskar bêtir, weşanxane mesûlê zimanekî paqij û rast yê berhemekê ye. Dibê weşanxane zimanê berhemê bi yekî erbab miheqeq bide rastkirin.
Çimkî wek min li jor jî got, nivîskar hewqasî bi kurdî zane û îmkana wî ya nivîsîna bi zimanekî hîn paqijtir, hîn rasttir tuneye, çi ji destan hatiye ew kiriye.
Dibê weşanxane berhemê bi redkatorekî bi rastî zimanzan bide rastkirin.
Dibê weşanxane tu berhemekê bêyî kontrol û redektekrineke cidî neweşîne.
Hema kî bibêje ez bi kurdî zanim û navê zimanzan û redaktiriyê bi xwe ve dibê meriv qebûl neke û berhemeke û berhemekê pê nede redektekirin.
Yek dikane mesûliyeta xwe nizanibe û tiştê bi rastî ji heq nayê der bike karê xwe, dibê wesanxane qebûl neke, dibê pîvanek, standartek vî karî jî hebe.
Ez dizanim karekî zor e, wek ferdên miletên din di destê kesî da dîplomaya zimanzaniyê tuneye. Lê li gel vê jî meriv dikane hin kesên zana û erbabê vî karî bibîne. Li piyasê kesên wiha hindik bin jî hene.
Di medyaya sosyal da carnan bi ber çavên min dikve, filan berhem ji alî filan kesî û filan kesî ve hatiye redektekirin. Lê dîsa jî tije çewtî ji çewtiyan dibê wê da here…
Ev ne tiştekî xerîb û anormal e. Gava meriv di medya sosyal da bala xwe dide nivîs û şiroveyên wan hevalan, wan  “redaktoran”, meriv bi rehetî dibîne ku kurdiya wan xerab e, nivîsên wan bi xwe muhtacî rastkirinê ne. Gelekên wan hîn nizanin herfên biçûk û mezin rast bikar bînin, hîn nizanin navan rast binivîsin.
Berhema ji alî van “redaktoran” ve were rastkirin helbet ewê ne tekûz be, helbet ewê miş şaşiyên ecêb bin.
Kesê bixwaze wek radaktor bixebite dibê bi rastî vî îşî ji xwe ra bike kar û zimên baş fêr bibe. Yanî dibê zimanê wê ji yê min û ji nivîskarê berhemê gelkî tekûztir be. Heger zanîna wan têr nake, dibê biçin qursan û li gorî şertên kurdan xwe pêşda bibin.
Loma jî dibê wesanxaneyên kurdî vê meselê pir cidî bigrin û berhemên diweşînin bi redaktorekî bi rastî haya wî/wê ji zimên heye bi bidin rastkirin.
Û gava li gel vê jî di berhemê da şaşiyên pir fahş hatin dîtin, dibê ji redaktor hesab were pirsîn.
Li alî din, dibê xwendevan û rexnegirên edebî jî ji nivîskar bêtir ya jî bi qasî nivîskêr weşanxaneyê jî rexne bikin.
Ji ber ku realîteya me ev e, em ne miletekî xwedî dewlet, mektep û perwerde ne. Nivîsakrên me bi kurdî nexwendine, di bin tesîra asîmîlasyonê da mane, zimanê dayika gelekan ne kurdî ye,  yanî jî tiştê ji wan tê ev e û viya dikin.
Lê heger weşanxane bixwazin û hinekî lê mesref bikin, dikanin mista zimanê berhemên bi kurdî baştir û bi rêk û pêktir bikin. Lê bêguman ev yek belaş nabe, dibê heqê kesê redaktor were dayin. Berhem belaş e, lê redektekirin jî belaş nabe, dibê ew jî destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da…

Li ser belavokek bi tirkî çend pirsên derî dinyayê



HDPyiyan do belavokek avêtine mala me. Baş kirine, dixebitin. Berê jî du caran telefonî min kirin. Di nivîseke xwe da min qala wan telefonan kir.
Xwe digihînin herkesî. Ez vê xebata wan teqdîr dikim û wan pîroz dikim. Dibê meriv derza xwe çêke, karê xwe baş bike, biserketin û biserneketin tiştekî din e.
Belavoka bi îmzeyên Selahettîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag xanimê hatiye belavkirin tenê bi tirkî ye. Kurdî û swêdiya belavokê tuneye.
Belavok li Swêd, li kurdan tê belavkirin lê tenê bi tirkî ye !
Pir anormal e, dibê meriv rexne bike û sebebê wê bipirse.
Heger HDP bi rastî jî ne partiyeke tirkan tenê ye, ya kurdan û tirkan e û ji kurdan ra jî ji dewletê wekheviyê dixwaze, dibê vê wekheviya kurd û tirkan berê ji xwe dest pê bike.
Yanî gava belavokek belav kir, dibê ne bi tirkî tenê, bi kurdî jî  û bi swêdî jî bûya. Hadê em bibêjin swêdî nekirin(esas dibê miheqeq hebûya), lê çima kurdî tuneye?
Li Swêd belkî ji sedî 90ê zarokên kurdên bakur bi tirkî nizanin. Lê bi tirkî ji wan ray tê xwestin.
Nebûna kurdî û swêdî ji xemsarî û îhmalê  wêdetir û mezintir e. Dibê meriv biçûk nebîne.
Kurd qîmetê nadin xwe, xwe biçûk dibînin û biçûkdîtina xwe jî qet nakin mesele. Heger ne wiha bûya HDPê li hemberî miletê kurd bêedebiyeke wiha nedikir.
Ez ne endamê HDPê me, ez siyaseta HDPê rexne dikim, lêji min bipirsiyana minê belavok bikira kurdî û swêdî. Esas qet ne motajî min in, lê em bibêjin emkana wan tunebûya minê bikira. Ez viya jî pr samîmî dibêjim.
Berpirsiyarên HDPê dizanin ku li Swêd hemû kurdên bakur bi tirkî nizanin. Bi hezaran zarokên kurd li vir hatine dinê û tenê bi kurdî, swêdî û îngilîzî dizanin.
Ev zarok ewê çi ji vê belavoka bi tirkî fêm bikin?
Dema li vê belavokê binêrin wek kurd ewê çi his bikin?
Kurdê HDPyî, wek kurd gava tu jî li vê belavokê dinêrî çi his dikî?
Wek kurd ez bi vê belavoka bi tirkî diqeherim û li hemberî miletê xwe wek heqaretekê dibînim.
Belavoka partiyeke xwedêgiravî ya kurd û tirkan e çima ewê tenê bi tirkî be?
Heger li Swêd belavok tenê bi tirkî were belavkirin,  maneya xwe kurdîiya tuneye, li Kurdistanê jî tenê bi tirkî hatiye belavkirin.
Partiyeke bi milyonan kurd rayên xwe didinê, hemû xebatkarên wê, canfîdayên wê kurd in, lê belavokên wê tenê bi tirkî tên belavkirin.
Çima?
Sebe çi ye?
Ma em tirk in?
Belavoka hatiye belavkirin ne tiştekî pir dirêj e, çend rêz in. Heger HDPê bi çavê miletekî cihê li kurdan binêriya û bizanîbûya bi belavokeke tenê bi tirkî kurd ewê pir aciz bibin wiha nedikir. Ji ber ku dizanin kurd reben in, hestên netewî bi wan ra kor bûye loma jî  guh nadin hesasiyetên kurdan û zimanê wan.
Bi baweriya min ne ez tenê, dibê hemû kurdên di nava HDPê da jî sebebê vê belavoka tenê bi tirkî ji berpirsiyarên HDPê bipirsin, bibêjin çima kurdiya wê jî tuneye?

Heger kurdên di nava HDPê da hesabê kêmasiyên wiha “biçûk” nepirsin “ ewê nikanibin rê li ber “kêmasiyên” hîn mezintir bigrin.

21 maj 2015

Kurd dikin nakin tirkan razî nakin

Kurd çi dikin nikanin ”birayên” xwe yên tirk memnûn bikin.
Veqetandinê qebûl nakin.
Wekheviyê qebûl nakin.
Şer qebûl nakin.
Aştiyê qebûl nakin.
Partiya kurd qebûl nakin.
Partiye Tirkiyê qebûl nakin.
Derketina serê çiyê qebûl nakin.
Siyaseta legla, demokratîk û ketina parlamentoyê qebûl nakin.
Germê qebûl nakin, sarê qebûl nakin.
Baş e kurd çi bikin?
Hûn çi dixwazin?
Kurd çi dikin, hûn dibêjin NA!
Dawî, ewê çawa bibe?
Ev rewş heta û heta wiha dom nake. Dibê hûn biryara xwe bidin.
Heger hûn dixwazin bi kuran ra bijîn, wê demê qanûna esasî biguherîn û hemû mafên kurdan yên netewî qebûl bikin. Wek milet hûn xwediyê çi mafan in, dibê kurd jî bibin xwediyê eynî mafan.
Na heger hûn vê qebûl nakin, wê demê mafê kurda ye ji we veqetin.
Bi dîtina min heger hukûmeta AKPê di hilbijartinên 7ê hezîranê da dîsa hîle û sextekariyê bike û nehêle HDP barajê derbas bike, wê demê riyek tenê li ber PKKê dimîne, ew jî riya veqetandina ji Tirkiyê ye.
Dibê PKK êdî dev ji siyaseta ”welatekî mişterek” berde û serxwebûnê, herî kêm federasyonê bike hedefa xwe.
Yanî dibê dev ji ketina parlamentoyê û xebata bi tirkan ra berde, bi hemû hêzên kurd ra cepheyeke netewî ava bike û li welatê xwe, di nava gelê xwe da ji bo serxwebûnê bixebite.
Çim kî ne miletê tirk me qebûl dike û ne jî dewlet. Milet me lînc dike, dewlet nahêle em bi tirkan ra bibin xwediyê eynî mafan.
Lema jî li ber me kurdan du rê hene, yek jê riya veqetandina ji Tirkiyê, bilindkirina vê daxwazê û vê şîarê ye…
Û riya din jî qebûlkirina bindestiyê û asîmîlasyonê û tirkbûnê ye.


XXX
Siyaset dişibe lîstika pokêrê, yên baş zanin xweş dilîzin û qezenc dikin, yên nizanin jî tim wenda dikin. 

20 maj 2015

Ji Kurdistanê xeberên xweş tên

Ji Kurdistanê xeberên xêrê tên. Li Rihayê bi dehan eşîr ji AKPê veqetiyane û çûne tevî HDPê bûne. Veqetandina kurdan ji partiyên tirk û bi taybetî jî ji AKPê pêşketineke pir baş e, destpêka qedandina AKPê û veqetandina kurdan ji tirka ye.
Vê xeberê ez pir û pir dilşa kirim.
Ji eşîrên Badiliyan, Îzolan, Qeregêçiyan, Mersawiyan, Barlînan, Tûranan, Aslanan, Laçînan, Dursiyan, Bodan, ji ereban eşîra Binî Icir, Raman, Helmuriyan, Baraviyan, Reşiyan bi dehhezaran kes ji AKPê îstîfa kirine û bi girseyî çûne HDPê.
Ev cihêbûn netîceya siyaseta AKPê ya antî kurd e, reaksiyona li hemberî piştgiriya AKPê bi Daîşê ra û nîjadprestiya Erdogan ya li hemberî kurda ye.
Ji malbata Kalkanan Recep Kalkan gotiye, ji ber ku di hilbijartinên berê da ew ji AKPê ra xebitîne ew ji xwe şerm dikin. Kalkan gotiye, ”AKP, dostê Daîşê ye, dijminê kurda ye, bi derengî be jî me ev rastî fêm kir. Her raya kurd bidin AKPê ewê wek sîleh û guleyekê here ji Daîşê ra.”
Ev şiyarbûneke netewî ye, fenomeneken nuh e, bi derengî be jî kurdan, eşîrên kurd dîtin ku Erdogan kurdan dixapîne, tu nêteke wî û aştiyê û dana mafê kurdan tuneye.
Erdogan çend salan demagojî kir, kurd xapandin lê îdî dawiya xapandinê hatiye, hew dikane derewan bike, cî bide derewên xwe û kurdan dîsa bixapîne.
Erdogan, ji ”mesela kurd heye û ew mesela ya min e jî”, hat nuxteya ”mesela kurd tuneye û pir eyb e meriv ji kurdan ra bibêje kurd.”
Her kurd êdî vê siyaseta Erdogan dibîne.
Bi şerê başûr û Kobanê ra Erdogan ruyê xwe yê rastîn yê nîjadperest û faşîst û antî-kurd nîşanî kurdan da. Kurdên bi AKPê ra ev siyaseta Erdogan ya xapandinê û antî-kurd nuh dîtin, nuh fêm kirin.
Loma jî hêdî hêdî ji AKPê dûr dikevin. Heger xebateke baş were kirin û siyaseteke maqûl û li gorî rastiya kurdan û welatê me were meşandin ev veqetandina ji AKPê ewê dom bike.
Jixwe heger li Kurdistanê li her bajarekî çend eşîrên mezin ji AKPê veqetin îşê wan diqede, dewleta tirk di warê civakî û siyasî da li Kurdistanê tasfiye dibe.
Ew çi bikin jî mesele ewê here wê nuxteyê çimkî êdî dawiya derwan hatiye, ya ewê mafê kurdan bidin ya jî ewê nedin. Wekî din tu rê tuneye.
Ewê nedin, Erdogan ewê siyseteke hîn nîjadperesttir, hîn antî-kurd bimeşîne. Ev jî ewê dawiya wî bîne.
Heger kurd carê ji AKPê jî biqetin êdî dikevin riyeke bêveger, partiyeke ji AKPê baştir tuneye herin îcar wê biceribînin. Ev proses wiha dom bike bêyî li Kurdistanê dikane hin alternatîfên nuh derkevin, partiyeke millî, lîberal, sosyaldemokrat  ava bibe. Lê ya muhîm eşîr, axa, şêx û malmezin dev  ji AKPê berdin, alternatîfên din mesela pêşerojê ye…

Li Swêd jî înternet qut dibe.

Belê, li Swêd jî înternet qut dibe.
Lê ne mehan, ji salan carê...
Min û xanimê îro çû pasaportên xwe girtin. Wek berê, me îcar jî welat, yanî welatê lê hatiye dinê Tirkiye nenivîsand. Me navê gundê xwe tenê nivîsand. Yanî Tirkiye ne welatê me ye, gundê me welatê me ye. Û jixwe rastî jî ev e. Lê bi xêr di nêz da ewê Kurdistan çê bibe û wê demê ezê Kurdistan bidim nivîsîn.
Gava em hatin mal saet dihat hefatan(19.00). Hema malhazirî çi hebû me xwar û ez derbasî ber kompîtorê bûm. Berê vebû, lê piştî du sê deqîqeyan qut bû. Dû ra min telewîzyonê jî kir xirtexirt, dest bi parazîtê kir. Jixwe ez bêxew bûm, min got weleh fersend ev fersend e ya baş ez herim bîstekê çavên xwe nerm bikim.
Li Swêd û li hemû Ewrûpayê qutbûna elektirîkê, înternetê zû bi zû nabe, ji salan carê ye. Lema jî dema diqewime meriv şaş dimîne. Çimkî wek li Kurdistanê û Tirkiyê însan fêr nebûne, dest û nigên meriv li hev digere.
Çuqasî, çend deqîqeyan qut ma ez nizanim, ez çûm raketim…
Weleh ez nuh ji xew rabûm. Wa ye înternet bi başda hatiye. Lê hîn xew li ser çavên min e. Lema jî nêta min tuneye îşev tu nivîsan binivîsim û vê nîvê şevê dîsa moralê we xerab û bîna we teng bikim. Ev çend rêzên li jor bes e û zêde ye jî.
Ezê bîstekê çavên xwe li hal û ehwalê kurdan, tirkan û dinyayê bigerînim û dû ra dikanê bigrim…

2015-05-19


XXX
Hin kes nezan in lê bi nezaniya xwe nizanin. Kesên wiha dikanin her zirzopiyê bikin.

19 maj 2015

Du keziyên bi kêla gorra şehîdekî ve*



Ev gorra hûn dibînin gorra kurdekî qehreman, şêrgeleyekî êzdî ye. Di şerê li hemberî Daîşê da şehîd ketiye.
Û herdu guliyên(keziyên) hûn bi serê köla(kevirê) gorrê ve dibînin jî guliyên dergîstiya wî ye. Heta heyfa wî bigre emanetî wî kiriye.
Dergîstiyê keça êzdî, şêrê serê çiyayê Şengalê di şerê li heberî Daîşê da şehîd ketiye. Negihîştiye mirazê xwe.
Piştî şehdeta wî, keça êzdî herdu guliyên(keziyên)xwe yên wek du marên reş jê kirine û bi serê kêla ber serê evîndarê xwe ve kiriye.
Evîneke destanî, şîneke pir orjînal û bi hêz e. Kirineke wiha, şîneke wiha ancax di destan û romanan da tê dîtin. Çîrokeke, sahneyeke pir bi hêz e, dibê kilam li ser werin gotin, helbest û roman li ser werin nivîsîn. Evîneke platonîk e.
Piştî mirina hûtê serê çiyan Siyamendê Silivî, Xecê jî şîneke wiha xurt û nemir nekir, riya hêsa hilbijart, xwe avêt ji binê zêrzemiyê da û wê jî xwe kuşt.
Lê şepela êzdî wiha nekiriye, dest ji ber xwe bernedaye, çare ne di mirinê da, micadelê û di berxwedanê da dîtiye û loma jî rahîştiye keleşa dildarê xwe û çûye heyfa wî…
Sond xwariye ewê xwîna dildarê xwe li erdê nehêle, ewê bi keleşa dergîstiyê xwe, heyfa egîd û segmanê dilê xwe wî bigre…
Tiştekî muhteşem e, dilê min, hestên min rakir pêdarê.
Û heta heyfa dergîstiyê xwe bigre û vegere herdu guliyên xwe teslîmî wî kiriye; ji bo ku pê sebra xwe bîne.
Piştî heyfgirtinê ewê keleşa qatil bibe deyne ber serê dergîstiyê xwe û devê xwe têxe guhê kevirê ber serê wî û jê ra bibêje, ”boxe û beranê min, şêrê ber vî dilî, egîdê êzdî, min heyfa te girt, min nehîşt ew berazê bû qatilê te û neyarê qewmê te li vê dinyayê bijî, fermo ev jî keleşa wî, ji bo ku tu bikî bawerî…
*Du guliyên bi kevirê gorra(mezelê)şehîdekî ve

18 maj 2015

Kurd çima Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya bibîr tînin?


Kurd çima Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya bibîr tînin?
Min nedixwest di vî warî da tiştekî binivîsim û bi hin dost û hevalan ra têkevim minaqeşê. Lê min îro fikrê xwe guhert û biryar da ez jî bi çend gotinan raya xwe bibêjim. Ji ber ku ez bala xwe didimê bi sedan kurd li hev dinêrin û eynî tiştî dikin. Loma min got li ser vê mijarê bi çend gotinan ez jî fikrê xwe bibêjim.
Tiştê ez qal dikim, bîranînên serokên çepên tirk, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ye.
Berê her hezê, her kesî miriyê xwe, şehîdê xwe, hevalê xwe bibîr dianî.
Lê ev adet ji nav kurdan rabûye. Pûsûleya siyasî û îdeolojîk nemaye. Loma jî adetek nuh peyda bûye, kurdên çep û rast êdî lîder û serokên çepên tirk, wek lîder û hevalên xwe bibîr tînin.
Çend roj berê bi hezaran kurdî Denîz Gezmîş û hevalên wî di medya sosyal da bi hurmeteke pir mezin bibîr anîn û li ser Gezmîş nivîsên dirêj û mişt methiye nivîsîn, bi sedan kesî ecibandin.
Li gel ku Denîz Gezmîş merivekî kemalîst bû heta hat îdamkirin jî pesnê kemalîzmê da, lê kurdan ev aliyê Gezmîş jê ra tenzîl û torpîl kirin û dernexistin pêş.
Lê gava Ocalan û yekî ji PKKê ji sedî dehê Gezmîş jî pesnê kemalîzmê dide eynî kes qiyametê radikin û dibêjin bi van ra hevakrî û tifaq nabe, çimkî kemalîst in.
Lê di pesindana Denîz Gezmîşê kemalîst da tu şaşiyê nabînin. Dibêjin ew meselkeyeke din e.
Nuha jî eynî der û dor şehadeta Îbrahîm Kaypakkaya bibîr tînin, nivîsên wek ku hevalên wî bin li ser Kaypakkaya dinivîsin.
Bêguman Kaypakkaya bi Denîz Gezmîş ra miqayese nabe, ew merivekî antî kemalîst bû, dost û dilxwazekî miletê kurd bû û belkî di gelek warên din da jî ji Denîz pêşdatir bû.
Lê mijara min ne ev e, tiştê ez dixwazim li ser rawestim ne ev e, ne mesela kemalîstî û nekemmalîstiya wan e. Mijar ne başî û xerabiya wan e. Ya jî kîjan hîn baştir û enternasyonalîsttir bû.
Ez dijminatiya yekî jî nakim, herdu jî ji alî rejîma kemalîst û faşîst ve bi pûştî hatin kuştin. Merivên heyf bûn.
Lê bîranîn tiştekî din e. Bi dîtina min bîranîna Gezmîş û Kaypakkaya ne karê me ye. Çimkî ew ne hevalên me bûn, em ne ji partiyekê bûn, fikrê me, îdeolojiya me ne yek bû, hetta em li dijî hev bûn. Ev yek ji bo gelek kurdên din jî derbas dibe.
Yanî di warê rêxistinî, xismî, qewmî, siyasî û îdeolojîk da tu mişterekî û nêzikayiyeke me bi Denîz û Kaypakka ra tuneye. Gezmîş û Kaypakkaya çiqasî baş û qehreman dibin bira bibin, bîranîna wan bi me nakeve. Bêguman dema gotin li gotinê  keve, ciyê wê were meriv fikrê xwe dibêje.
Lê xusîsî bîranî tiştekî din e.
Miliyetçiyekî kurd jî komunîst û çepekî kurd xusûsî bibîr nayne. Ji bo bîranînê dibê hin tiştên meriv yên mişterrek hebin.
Çima emê wek hevalên Denîz û Kaypakkaya li ser wan binivîsin û wan bibîr bînin?
Efendim mêr bûn, qehreman bûn, teslîm nebûn. Rast e. Dema minasebet çê bû dibê meriv bibêje.
Lê heger pîvan mêranî be, em her kesê mêranî kiriye, teslîm nebûye bibîr naynin.
Bi sedan kesên  ji grûbên din û ji  PKKê jî bi qasî Gezmîş, Yusuf Aslan, Huseyîn Inan û Kaypakkaya mêr bûn lê em wan her sal bibîr naynin.
Çimkî ne hevalên me bûn, ne ji partiya me bûn, fikir û îdeolojiyên me cihê bû.
Gava minasebet çêbû, ciyê wê hat, mijar hat ser wê demê û îdama wan dibê meriv mêraniya mêran înkar neke, kî dibe bira bibe, dibê meriv bibêje.
Ev tiştekî din e.
Lê bîranîn tiştekî din e. Ji bo ku meriv yekî wek Gezmîş, Yusuf, Huseyîn û Kapypakkaya xusîsî bibîr bîne dibê di warê siyasî, rêxistinî ya jî îdeolojîk û netewî da mişterekiyeke meriv, nêzîkatiyeke meriv bi wan û tevgera wan ra hebe.
Ya na dibê meriv hemû kesên di îşkenceyê da mêranî kirine, teslîm nebûne û şehîd ketine bibîr bîne.
Lê em her kesê mêr û li ber xwe daye bibîr naynin.
Yê me kurdan jî gelek kesên wek Gezmîş, Aslan, Înan û Kaypakkaya mêr, egîd û canfîda di îşkenceyan da hatin kuştin, wan jî wek Gezmîş û Kaypakkaya li ber xwe dan û teslîm nebûn.
Lê tirk qet wan bibîr naynin, wek me kurdan li ser wan nivîsên kezebşewat nanivîsin.
Ji ber ku tu sebeb tuneye binivîsin. Jixwe tiştekî wiha qet nayê bîra tirkan.
Ma we qet dîtiye û bihîstiye ku çep û komînîstên tirk,hevalên THKO û TIKO her sal Necmedîn Buyukkaya, Wedat Aydin, Leyla Qasim ya jî Qazî Mihemed ya jî çep û şoreşgerekî ji tevgera kurd bibîr bînin û li ser wan nivîsên pesindar binivîsin? Necmedîn, Wedat û Leyla jî qehreman bûn, teslîm nebûn.
Ya jî qeheremanekî kurd yê din bibîr bînin?
Tiştekî wiha ne bûye ne jî dibe…
Lê em li ser serokên tirkan dinivîsin, ji ber ku bêyî ku haya me jê hebe em xwe tam kurd û ji tirkan cihê nabînin, bi nezanî be jî, em hîn jî xwe perçeyeke ji civata tirk û tevgera çepê tirk dibînin.
Ji ber vê jî em wek çepên tirk difikirin û li mesela dinêrin, em lîder û mezinên wan, ne ji fikir û îdeolojiya me bin jî wek perçeyekî ji xwe û ji tevgera kurd dibînin.
Lema jî em Denîz Gezmîş, Yusuf, Hueseyîn û Kaypakkaya jî wek Leyla Qasim, wek Qadî Mihemed,  wek Necmedîn Buyukkaya, wek Wedat Aydin yanî wek serok û lîderên kurdan dibînin bibîr tînin…

Her 6 xayin dîsa kurd derketin


Polîsên Kurdistanê îro li Hewlêrê rê li ber felekateke pir mezin girt. Polîsan her 6 terorîst jî berî ku li Hewlêrê li çend ciyan teqînên mezin bikin û bi sedan kurd bikujin û birîndar bikin ew û malzemeyên wan girtin.
Ez van polîsan ji dil û can pîroz dikim.
Her şeş terorîstên hatine girtin dîsa SORAN in, dîsa dîndar û meleyên xwe firotine ereban û Daîşê. 
Ez fêm nakim ji nava miletekî çawa dikane hewqas bênamûs, hewqas xayin, hewqas xwefiroş, hewqas noker û xulamên xelkê derkevin?
Gelo di xwîna me kurdan da, di xîret û namûsa me da promlemek, tevliheviyek heye?
Dibê alim li ser van xayinên me lêkolînên ilmî bikin.
Ez îdaa dikim, bêyî kurdan ji nava tu miletekî din hewqas xayin û bênamûs û xwefiroş dernakeve !
Bi baweriya min xwedîkirina van xayinan ne rast e. Hukûmeta kurdistanê dibê kurdên xayin, kurdên hevalbendiya Daîşê û neyarên din dikin tavilê îdam bike.
Çimkî rewş pir krîtîk e, di vê rewşa krîtîk da dibê li hemberî xayin û xwefiroşan qanûnên şer, qanûnên îstîsnaî werin derxistin.
Ya na bi van xayinan tenê jî bimîne kurd rehet nakin û Kurdistan rizgar nabe.
Loma jî dibê bi lez û bez qanûnek taybet ya dema şer were derxistin û xayin tavilê werin îdamkirin.
Û ji bo soranan jî dibê tîmek, ekîbek pispor ya taybet çê bibe û di nava xort û melayên soran da bixebite û îstîxbaratê top bike…

Evîna Erdogan aqil ji serê mêrik biriye


Pakî, bedewî, qeşengî û şûx û şengiya serokkomar Erdogan li serê Ethem Sançakê sêrtî xistiye, gotiye:
”Ez evîndarê Erdogan im. Piştî min ew nas kir min dît ku di nabêna du peyan(mêran, zilaman)da jî evîneke îlahî ya bi vî rengî mimkûn e.”
Ji ber ku şuhleta Erdogan û pera li serî xistiye û aqil ji serî biriye lema jî gotiye:
”Bira diya min, bavê min, pîreka min, zarokên min hemû fedayê wî bin.”
Bi Xwedê evîna Erdogan mêrik dîn kiriye û bi çolan xistiye, kiriye Mecnûnê rîkurisî. Mêrik wa ye diya xwe, bavê xwe, pîreka xw û zarokên xwe jî dike qurbana Erdogan. Lawo ev çi bêîman e yaha !
Tiştê ecêb Erdogan jî heta nuha îtîrazî vê florta Sancak nekiriye. Diyar e rê ji dila dihere dila, lema jî nikane ji evîna Sancak ra bibêje na…

XXX
Erdogan: ”Heger aqûbeta Mursî were serê min jî…”!
Wa ye tirsa aqûbeteke wek ya Mursî ji nuha da ketiye dilê serokkomar Erdogan.
Di axaftina xwe ya Qeyseriyê da sinyala ev tirsa dilê xwe daye der û gotiye, ”Heger aqûbeta Mursî were serê min jî…” filan û bêvan….
Min di çend nivîsên xwe yên berê da bal kişand ser îhtîmala aqûbeteke wiha û got pir mimkûn e ku taliya Erdogan jî wek ya Qedafî pir trajîk biqede…
Ê wa ye ev hest bi wî ra jî çê bûye. Ev yek bi serê xwe destpêkek manîdar e…


XXX
Hemû diz dizanin rojekê ewê werin girtin.
Hemû dîktator dizanin aqûbeta wan ne baş e.
Loma Erdogan jî wek diz û dîktator dizane taliya wî xerab e.

XXX
Çeteyên dewleta tirk li Edenê, li Mêrsînê û li hin ciyên din di avahiyên HDPê da bombe teqandin, gelek birîndar hene.
Parlamenterê AKPê Şamil Tayyar gotiye van êrîşan karê PKKê ye. Ev beyana Şamil Tayyar nîşan dide ku hukûmet dixwaze wek salên 1990î dîsa dest bi sabotajan û cînayetan bike û bibêje ev karê PKK ye.
Ev êrîşên ser HDPê li hemberî kurdên di nava tirkan da dijîn tehdîdeke pir mezin e û ewlehiya hilbijartinan ji ortê rakiriye. Li Xerbê mal û canê kurdan di bin tehdîdeke pir mezin da ye.
Di bin vê atmosferê û van êrîşan da ewlehiya kesî tuneye. Diyar e hukûmet naxwaze HDP têkeve hilbijartinan. Ji qezenckirina HDPê ditirse. Loma jî çeteyên xwe xistin dewrê ü dest bi sabotanjan kirin. Dixwazin bi van tehdît û bombeyan rê li ber kurdan bigrin.
Ez van êrîşên ser kurdan û HDPê bi şîdet protesto dikim û ji kesên birîndar ra şîfayê dixwazim.
Tirk naxwazin bi me ra bijîn, dibê siyasetmedarêm me vê rastiyê bibînin. Heger wiha dom bike dibê kurd dev ji hilbijartinan û parlamentoyê berdin û riya veqetandinê bidin ber xwe.

17 maj 2015

Berxên bûne evîndarên guran

Şadiyê ŞîRAZî gotiye, ”gava gur bi hev dikevin di wê nabênê da pez hinekî rehet dike.”
Rast e, ev çend sal in gurên welatê me bi hev ketine, xêra vî şerê wan me jî li hin beşên welatê xwe piçekî rehet kiriye.
Lê belê ev şerê guran ne ebedî ye, rojekê yekê zora yekî bibe. A wê rojê ewê dîsa êrîşî me bikin.
Heta wê rojê dibê em xwe baş topî ser hev bikin, li hemberî êrîşên guran kozik û sengerên xwe baş saxlem bikin, tedbîrên xwe bigrin.
Gur di nava heywanan da heywanê herî dirinde, herî tahlûke û herî bi zirar e.
Dibê em nehêlin careke din gur nêzê ”pez û keriyên” me bibin….

XXX
Berxên bûne evîndarên guran
Wek tê zanîn, ”gava gur dixwaze berxê bixwe di vê da tiştekî ecêb ku meriv matmayî bihêle tuneye. Tiştê meriv matmayî dihêle ev berxa bibe heyran û evîndarê gur…”
Gelek kurd jî wek berxa bûye evîndarê gur, ew jî bûne heyran û evîndarên neyarên xwe, evîndarên Erdogan û partiya wî…
Gur ji berxan pir hez dikin, goştê berxan goştê herî lezîz e

XXX
Yê gur xelas bike mîhan dikuje
///Victor Hugo


XXX
-Gur ne ji ciyên berx lê pir in, ji ciyê berx lê bêxwedî ne hez dikin.

Li ser 20 saliya Weşanxaneya Avestayê


Weşanxaneya Avesta li Fûara Kitêban ya Diyarbekrê 20 saliya xwe pîroz kiriye. Gelek nivîskar beşdarî bîranîna Avestayê bûne û dîtinên xwe li ser gotine.
Avesta, weşanxaneya kurd ya pêşî ye. Lema jî meriv dikane Avestayê wek nuxuriya (di malbatê da zarokê pêşî) weşanxaneyên kurd qebûl bike. Ev nuxurîbûn li aliyekî îmtîyazeke lê li aliyê din mesûliyeteke mezin jî dide Avestayê.
Ê qey hinekî jî ji ber vê nuxurîbûnê ye ew jî tim wek mezina malê hereket dike, li gorî wê weşanê dike, bi wî çavî li xwe dinêre.
Ji bo weşanxaneyeka kurd 20 sal jiyaneke dirêj e. Dibê meriv teqdîr bike. Di van 20 salên jiyana xwe da Avesta qels nebû, herku çû mezintir û bi îstîkrartir bû, li kitêbxaneya kurd û Kurdistanê gelek berhemên hêja û nemir zêde kirin.
Ji ber vê xizmeta wê, ez 20 saliya Avestayê pîroz dikim û jê ra temenekî dirêj dixwazim…

Not: Di nivîsa xwe da min gotiye Avesta weşanxaneya kurd ya pêşî ye. Ev yek şaş e. Li gorî agahiya Îbrahîm Seydo Aydogan, Doz 4 salan û Nûbihar jî 3 salan berî Avestayê hebûne. Ji bo vê şaşiya xwe ji xwendevanên xwe lêborînê dixwazim.


Bersîva Îbrahîm Seydo Aydogan:
Kekê Îbrahîm Seydo, spas ji bo van agahiyên te. Ezbenî min li ser weşanxaneyên kurd û li ser weşangeriya Avestayê lêkolînek nekiriye. Di facê da min dît Avestayê 20 saliya xwe pîroz kiriye. Min jî bi çend rêzan 20 saliya wê pîroz kir. Min li Wîkîpedîayê nêrê, di wir da digot ”Li Tirkiyê weşanxaneya cara pêşî kitêbên kurdî weşandiye. Türkiye'de Kürtçe kitap yayınlayan ilk yayınevi olan Avesta.”
Min ev yek wek weşanxaneya kurd ya pêşî fêm kir. Diyar e ev agahiya Wîkîpedîayê şaş e.
Tu nasî û samîmiyeteke min bi xwediyê Avstayê ra tuneye, ez eynî nivîsê dikanim li ser Dozê jî, Nûbiharê jî û li ser her weşanxaneya kurd binivîsim. Min eynî pîrozbahî ji bo kovara Nûbiharê jî nivîsîye.
Ezê di nivîsê da bi notekê vê şaşiya xwe rast bikim.
Spas ji bo agahiyên te.

Bi karkirê xwe be şîrînê hevalan be

Xaniyên bi hewş, bi dar, bi kulîlk û çîmen jê ra xebat lazim e. Bi taybetî buhar û havînan dibê meriv baş lê meze bike, gîhê biçîne, dûzanê bide der û doran, paqijiyê bike. 
Yanî bike û bike, dawî nayê…
Îro li Stockholmê baran tunebû, hewa piçekî baş bû. Xanimê ço kir pişta min, got weleh ji îro çêtir tuneye, dibê tu gîha hewşê biçînî û dûzanekê bidî van der û doran.
Ez çi bikim, ferman ferman e, min got baş e û min dest bi xabatê û bi paqijiyê kir.
Di hewşê da du darên me yên fêkî hene. Dara sêvê û dara gêlazê(giryazê) .
Dara gêlazê li alî başûr û ya sêvê jî li alî bakurê hewşê ye. Herdu darên me jî îsal pir dereng ketin kulîlkan. Ev du roj in dara gêlazê xemlek spî berra ser bejn û bala xwe daye. Ya sêvê jî dest pê kiriye, lê hîn baş venekiriye. Bes kulîlkên herduyan jî îsal kêm in.
Dar, bi kulîlk û fêkêyên xwe xweş e, kêfa meriv tîne. Dara kulîlkan veneke, fêkî nede êzing e. Êzêng jî bêyî şewatê bi kêrî tiştekî nayê.
Însan jî bi kar û xebata xwe tê hezkirin. Însanên tembel ne li hundur û ne jî li der kes jê hez nake.
Bi destpêkirina kar ra ez bi xanimê şîrîn bûm. Min bala xwe dayê wa ye qahwe di dest û bi pey min ketiye, got ”were qahweya xwe vexwe, bira sar nebe….”
Min xwe hinekî giran kir, got, ”ma tu nabînî ez çi dikim, destê min di kar da ye, deyne wir heta ez vê gîhê meqes dikim…”
Dengê xwe birrî, çimkî min kar dikir…
Di nava 2-3 saetan da min karê xwe yê hewşê qedand, çîmen tirmix kir, dûzaneke da hawirdor û dû ra jî min dest bi fortan û pesnê xwe kir.
Min got ”weleh ne ez bim ev mala, ev hewşa ewê genî bibe…”
Bi van fortan ez hinekê zêde bi pêşda çûm , bi xanimê zor hat, bi awirekî tûj got ”ez zanim…”
Lêli gel vê jî îro ez serê biskê bûm, qahwe, fêkî ji ber min kêm nebû. Min kêf kir, lê bi xêra xebata xwe, bi keda eniya xwe….
Bi karkirê xwe bin şîrînê hevaln bin.
Bira ev serpêhatiya min ji we ra jî bibe ders…

2015-05-16

16 maj 2015

Min di kitêban da însan nas kirin

Min gelkî dixwest ez jî nuha li wir bûma...
Ev çend roj in li Diyarbekrê li Fûara Kitêban çalakî û tiştên pir baş dibin. Li ser edebiyatê, romanê, çîrokê, şiirê, dîrokê, folklorê û gelek babetên din panel, semîner û konferans çêdibin.
Xwendevan li nivîskaran guhdarî dikin, fikir, dîtin û mistewa wan fêr dibin. Pirsên di serê xwe da ji wan dikin, li ser wan mijaran fikrên wan fêr dibin.
Nivîskar jî îmkana dîtina xwendevanên xwe dibin û kitêbên xwe ji wan ra îmze dikin, li wan guhdarî dikin.
Ji bo herdu seriyan jî ev îmkaneke pir xweş e.
Bi kinî belediya Diyarbekrê îmaneke pir baş pêşkêşî weşanxane, nivîskar û xwendevanên kurd kiriye. Ji bo vê xizmetê ez li ser navê xwe spasî belediya Diyarbekrê dikim û dibêjim hezar carî mala we ava be, we karekî pir hêja kiriye.
Min gelkî dixwest ez jî nuha li wir bûma, di nava wan kitêban da begeriyama û ji wê panelê bûçûma wê konferansê.
Lê meriv karkirê xelkê be meriv hertim ne bi destê xwe ye, carinan daxwaza meriv di dilê meriv da diqurçime. Meriv tenê dikane di facebookê da li rismên xelkê temaşe bike…

XXX
Li ser kitêban çend aforîzm û gotinên biaqil.
Heger hûn dixwazin piştî mirinê neyên jibîrkirin ya berhemên hêjayî xwendinê binivîsin ya jî karên hêjayî nivîsandinê bikin.
///Benjamin Franklin
Kitêbên baş zarokên bavên xwe ebedî dikin.
///Eflatun
Kitêbeke baş xwîna can dide însên
///John Milton
Min di kitêban da însan nas kirin.
///Roosevelt

Ne min kitêbên xwe, kitêbên min ez derxistim ortê.
///Montaigne
Kitêb sar in, lê belê dostên saxlem in.
///Victor Hugo

Tirk naxwazin bi me ra bijîn

Tirk li hemû bajarên tirkan êrîşî kurdên HDPê dikin, avahiyên HDPê dişewitînin, bi hezaran wek gurên har, bi daran, bi kêr û satoran dajon ser kurdan, dixwazin wan lînc bikin. Wek gurên har dizûrin, girêz ji devê wan diherike. 
Hukûmet bêdeng e, teşwîk dike, pûlis li êrîşkaran temaşe dike, hemû partiyên tirk bêdeng in. 
Çep û rastên tirk, dîndarên tirk, demokratên tirk, miletê tirk, ronakbîrên tirk axir yên ku xwedêgiravî ”mitefikê” kurdan e bêdeng in.
Li hemberî êrîşkaran tiştekî nakin, tiştekî nabêjin. Tenê li lînckirina kurdan temaşe dikin…
Zewac bi daxwaza aliyekî nabe, dibê herdu alî jiyaneke bi hev ra bixwazin. Dema yek bixwaze û yek nexwaze çare cihêbûn e, hevduberdan e.
Ji sedî nodûnehê tirkan ji me hez nakin, ji me nefret dikin, naxwazin em xwediyên eynî mafan bin. Dixwazin ew serdest û em jî bindest bin.
Lema jî israra hevkarî û jiyana bi tirkan ra şaş e, vala ye, hemberiya wê tuneye, yek alî ye, kurd dixwazin lê tirk naxwazin. Dibê ev rastî were dîtin. Ya rast em li welatê xwe, ew li welatê xwe.
Ev meheke li 60 deran tirkan êrîşî kurdan kirin, heta nuha yek êrîşkar jî nehatiye girtin.
Lê bi dehan kurd girtine. Di dema êrîşan da pûlis jî bi êrîşkaran ra li kurdan dixe.
Ev jî nîşan dide ku ne dewlet û hukûmet tenê, miletê tirk jî neyartiya kurdan dike, naxwazin bi kurdan ra bijîn. "Welatê mişterek" çîrokek vala û bêbingeh e, dibê em xwe naxapînin.
Dibê siyasetmedarên kurd vê rastiyê bibîne û gelê xwe zêde nede pelçiqandin, dev ji çîroka ”biratiya tirkan” û ”demokratîk cumhûriyetê”, hevkariya bi tirkan ra berde û di nava gelê xwe da siyasetê bike. Li gorî îmkan û rastiya civat û welatê xwe gavan bavêje
Heqê tu kesî tuneye vî miletî hewaqsî bide pelçiqandin, bibe sebebê vê teror û zulma tirkan.
Ez êrîş û terora tirkan ya ser kurdan, ya ser HDPê bi şîdet protesto dikim.
Bijî hevakrî û biratiye kurdan.
Na ji hevkariya bi çep û rastê tirk ra…

Ferqa HDPê û Hak-Parê


Kî bixebite ew qezenc dike. Apocî, PKK tim ji partî û hêzên din baştir xebitîn û lema jî bi ser ketin. Bi kêmasî sebebekî biserketina wan ev xebata wan ya bi ruh û can û bi fedekarane ye.
Ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê wê rojê ji HDPê xanimekê telefonî min kir û ji min ray xwest.
Min jê ra got weleh ez raya xwe nadim HDPê, lê belê bi vê xebat û telefona we ez kêfxweş bûm. 
Sebebê raynedana min pirsî, min got di telefonê da sohbet zahmet e, min dîtin û sebebê xwe nivîsî ye, çima ez piştgriya HDPê nakim. Ezê raya xwe bidim Hak-Parê.
A nuha dîsa li ser navê HDPê xanimeke din telefon kir û dîsa ji min ray xwest. Min him jê ra qala telefona berê kir û him jî dîsa eynî bersîv dayê. Û min got ji bo vê xebata we ez ji we ra serketinê dixwazim.
Telefonî min tenê nekirin, min bihîst li Swêd hema hema telefonî her kurdî kirine û jê ray xwestine. Ez bi xwe vê xebata wan teqdîr dikim û hurmetê nîşan didim.
Heta nuha li ser helbijartinan û HDPê min çend nivîs nivîsîn. Min got ji ber ku HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e û dev ji doza Kurdistanê berda ye û hin tirkên tarî kirine serokên HDPê dibê meriv piştgiriya wê neke, di vê hilbijartinê da dibê meriv raya xwe bide Hak-Parê.
Lê li gel vê beyana min ya nivîskî û li gel ku hevalên Hak-Parê yên vir min baş nas dikin jî heta nuha kesî ji Hak-Parê ne telefonî min kir û ne jî spasî min kir.
Lê HDPê du heta nuha caran telefonî min kir. Maneya xwe HDP dixebite, Hak-Par naxebite. Ev ferqekeke pir muhîm e. Dibê meriv vê rastiyê bibêje.
Yek bi şev û roj dixebite, heval ne heval telefonî her kesî dike, jê raya dixwaze.
Lê yê din li mala xwe raketiye, di xwe ra nabîne telefonî kesê herî nêzî xwe jî bike. Di xwe ra nabînin spasî kesê gotiye rayên xwe bidin Hak-Parê bikin.
Nuha helbet HDP ewê xurt bibe, bi ser keve û ev heqê wan e jî û Hak-Par jî ewê tenê çennsed rayan bigre. Ji ber ku yek bi şev û roj dixebite, fedekariyê dike û yê din jî naxebite, têra xwe fedekariyê nake.
Loma jî serketin heqê hêza xebatkar e, şaş be jî, meriv ne pê ra be jî dibê meriv vê rastiyê bibêje.
Lema, herçiqas ezê raya xwe nedimê lê dîsa jî ez ji HDPê ra serketinê dixwazim.
2015-05-15

15 maj 2015

Naskirina însanan ne mimkûn e

Rojekê camêrek li welatekî Asyayê li rex deryayê di nav qûmê da dimeşiya, nigê wî bi lampeyeke kevn ket. Meraq kir, lampe ji nava qûmê derxist. Ji xwe ra got belkî di hundurê wê da cin hebe û dest bi pakkirina wê kir.
Bi rastî jî ji hundurê lampê cinek derket. Mêrik matmayî ma. Cin dest bi axaftinê kir, got:
-Mala te ava, te ez ji hndurê vê lampeya biçûk û tarî derxistim. Ez çêyiya te ji bîr nakim. Di nava mehekê da ev sê car in ez derdikvim der, êdî ez ji vî îşî gelkî aciz bûm. Lema jî sê daxwazan ji bîr bike.  Mafê te yê daxwazekê tenê heye. Zû wê daxwaza xwe bike!
Ji bo ku daxwazeke baş bike, mêrik rûnişt û demekê ji xwe ra fikirî û dû ra got.
-Dîtina, gerra li bajarê  Hawaîyê min tim xeyal kiriye, lê ji balafirê ditirsim, lema jî newêrim bi balafirê herim. Di deryayê da jî  derya li serê min dixe, zû xera dibim,  lema nikanim bi keştiyê jî herim. Ji bo min heta Hawaîyê, di ser deryayê ra  pirekê çêke ji bo ku bi erbeyê herim.
Cin keniya û got:
-Tiştekî wiha ne mimkûn e. Malneket, carê li lojîstîka vî îşî bifikire! Nigên pirê ewê çawa bigihîjin binê Okynûsan? Carê bifikire ewê çiqas qûm û çiqas pola lê here! Ev ne mimkûn e, daxwazeke din bike.
Mêrik got baş e. Û li daxwazeke nuh fikirî. Dawiya dawî biryara xwe da û got:
-Ez dikim nakim ez van însanan fêm nakim. Dibêjim belkî min baş nas kiriye, lê derdikve min qet nas nekiriye. Ji xwe ra dost, heval hildibijêrim,  lê dû ra poşman dibim. Piştî demêkê silava xwe dibirre, ruyê xwe ji min duguhere.
Ji yekî pir hez dikim, piştî demekê dibînim ku ne layiqî hezkirina min e.
Baweriya xwe bi yekî tînim, dibêjim belkî paqij e, rastgo ye, ne pûlperest e, lê dibînim ku ji kok da şaş bûme.
Gava gotina rast dibêjim, derewan û durrûtiyê nakim, ji pîsan ra dibêjim pîs û ji başan ra dibêjim baş, xwe ji min aciz dikin. Welhasil heta nuha min însanek jî baş û bi temamî nas nekir, hemû jî piştî demekê min matmayî dihêlin. Lema jî ez dixwazim tu rê û metoda naskirina însanan fêrî min bike. Daxwaza min e…
Cin got:
-Pir (koprî)bira bi du şirîtan ya bi çar şirîtan be ?

Welatê te di bin îşxalê da ye û tu jî bindest î !


Îbrahîm Halîl Baran, li ser bindestî û şerê kurdan yê serxwebûnê û dîroka ”Sirûdê Millî ya Yûnan” û şerê wan yê li hemberî osmaniyan nivîseke xweş û manîdar nivîsîye.
Teşbîh û miqayeseyeke xweş kiriye…
Li kurdên wek bûzê heliyaye, xwe wenda kiriye, bi destarê asîmîlasyna tirkan bûye ard dike gazî û hawar, dibêje kurdo, şairo, nivîskaro, ronakbîro, siyasetmedaro bindestî, bêdewletî mirin e, riya mirinê hilnebijêre, wek her miletî tu jî xewn û xeyala welatekî azad û dewleteke serbixwe bike…
Xwîna ev 209 sal in bi serîhildana Abdurahman Paşayê Babanzade wek lehiyê ji bedena te dihereke bira badilhewa neçe…
Wek Yûnanan tu jî bibe xwedî welatekî serbixwe, vê bixwaze, bi hokabaziyên xapandinê , virên ”komara demokratîk”, ”biratiyan gelan” nexape.
Welatê te di bin îşxalê da ye, tu jî koleyê tirka yî lê haya te ji qûna te tuneye. Koletî pîs e, vê heqaretê qebûl neke, xweş nebîne….
Kurdistaneke azad û serbixwe bixwaze, ev heqê te ye…

XXX

Îro 15ê gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye. Roja zimanê kurdî li hemû kurdên kurdîzan û ji bo kurdî dixebetin, bi zarokên xwe ra bi kurd dipeyivin, bi kurdî dinivîsin pîroz be !
Kurdê bi kurdî nizane ne kurdekî temam e, dibê vê kêmasiya xwe bibîne û ji ortê rake.
-Miletê zimanê xwe wenda bike her tiştê xwe wenda dike…

XXX
Weleh min îro hema ji nişka ve dîsa manqila xwe danî û izxara xwe çêkir.
Di dema gerê da bîna goşt bi serê min û xanimê ket. Min got xanim weleh ka em jî herin mal û manqila xwe deynin û goştê xwe bibrêjin.
Ji xwe îro rojbûna lawikê me Serhat bû. Me got bira ev jî xelata wî be.
Ez serê we neêşînim me çû goştê xwe, peqlawe û torta xwe kirî û me berê xwe da malê. Hewa zêde ne xweş bû lê îdare bû. Ya muhîm baran nebarî.
Ji şansê xerab ra manqila me got xirt û ket. Mala wê ava, baş li ber xwe da. Ev çend sal in em pê îdare dikin. Tifikek me li hewşê heye lê em zêde bikar naynin. Mecbûrî emê yeka nuh bikirin.
Mixabin min goştê xwe zêde biraşt, hinekî zuha hat. Lê gava zik birçî be çi be jî tê xwarin. Piştî ku me zikê xwe têr kir, me dest bi rexnekirina kêmasiyan kir….

2015-05-14

14 maj 2015

Herdu jî cambazên di ser hev ra ne

Heta nuha min ne bi xwe û ne jî di fîlm û romanan da tu tevgerên wek Cimata Gulen û AKPê rezîl, bêexlaq, bêbext, telaqreş, diz û çete ne dîtiye û ne jî bihîstiye.
Tiştê herdu seriyan bi dest û plana Erdogan û Gulen kirine, komployên li hemberî însanan organîze kirine Mafîa Jamaîka jî nake, însanên herî rezîl û herî bêexlaq jî nake.
Li dinyayê ji tevgera Erdogan û Gulen(AKP û Cimatê) aîdîtir, çamûrtir tevger tuneye.
Herdu serî jî heta bi qirikê, (bi taybetî jî Erdogan û Gulen)di çamûrê da ne, qirêj, pîs û destbixwînin.
Erdogan jî û Gulen jî wek şexs di gelek sûcên giran geriyane, gelek tiştên adî dane kirin.
Li ser van herdu şexsan û tevgeran dibê film werin çêkirin, roman werin nivîsîn, lêkolînên pir kûr û berfireh werin kirin…

XXX

Weleh min îro hema ji nişka ve dîsa manqila xwe danî û izxara xwe çêkir.
Di dema gerê da bîna goşt bi serê min û xanimê ket. Min got xanim weleh ka em jî herin mal û manqila xwe deynin û goştê xwe bibrêjin.
Ji xwe îro rojbûna lawikê me Serhat bû. Me got bira ev jî xelata wî be.
Ez serê we neêşînim me çû goştê xwe, peqlawe û torta xwe kirî û me berê xwe da malê. Hewa zêde ne xweş bû lê îdare bû. Ya muhîm baran nebarî.
Ji şansê xerab ra manqila me got xirt û ket. Mala wê ava, baş li ber xwe da. Ev çend sal in em pê îdare dikin. Tifikek me li hewşê heye lê em zêde bikar naynin. Mecbûrî emê yeka nuh bikirin.
Mixabin min goştê xwe zêde biraşt, hinekî zuha hat. Lê gava zik birçî be çi be jî tê xwarin. Piştî ku me zikê xwe têr kir, me dest bi rexnekirina kêmasiyan kir….

Uzra ji qebehetê mezintir !

Parlamentera HDPê ya Batmanê Ayla Akat Atayê, di 8ê mehê da li Batmanê di meşekê da gotibû ”çawa ku Berîtan teslîmî PDKê nebû Ferînaz jî teslîmî elemanên Îtlaatê nebû.”
Gelek kurd bi van gotinên Ayla Akat Atayê û bi vê miqayeseya PDKê bi ajanên Îranê ra pir aciz bûn û reaksiyoneke pir mezin nîşan dan.
Min jî di vî quncikê xwe da ev gotinên Atayê rexne kiribû û gotibû, ”Ev meju, ev dîtin, ev hest û ev miqayese ne kurd û Kurdistanî ye, PDKê wek Îranê û îstîxbarata wê neyar dibîne. Ev gotinên Ayla Akat Atayê tezahura neyartiyeke îdeolojîk û siyasî ya pir kûr e. Û wek kurd medê meriv digerîne.”

Piştî 6 rojan di ser beyanê ra ajansa DÎHAyê îro daxuyaniyeke pir ecêb da. DÎHAyê di daxuyaniya xwe da gotiye:
”Ajansa me di xebera xwe ya 8ê mehê da  gotibû Berîtan teslîmî PDKê û Ferînaz jî teslîmî  elemanên Îtlaatê nebû. Di xeberê da ev gotin bi çewtî wek gotinên Ayla Akat Atayê be derbas bûye. Ji ber vê çewtiya xwe em ji Akat Atayê û ji aboneyên xwe lêborînê dixwazin.”
Gotinek heye, dibêjin ”eyba ji qebehetê mezintir ”! Ya DÎHAê jî bû ev mesele.
Di ser beyanê ra tam hefteyek derbas bûye lê hîn îro vê derewa xwe ya ku nikanin xweşikî cî bidinê dikin.
DÎHAyê di daxuyaniya xwe da ji PDKê, ji kurdan û ji bîrûraya giştî lêborîn nexwestiye, ji ”Ayla  Akat Atayê û ji xwendevanên xwe” lêborîn xwestiye. Ev gelkî muhîm e.
Ya din di daxuyaniyê da bi xweşikî nayê gotin Ayla  Akat Atayê tiştekî wiha negotiye.
Heger Ayla Akat Atayê bi rastî jî beyaneke wiha nedaye wê demê çima heta nuha tekzîp nekir?
Piştî xeberê çima negot min tiştekî wiha negotiye?
Heger şaşî bû (!) dibê roja din ev şaşî bihata gotin. Çima hefteyekê hat payin?
Çima heta nuha ne DÎHAyê û ne jî Akatê tiştek negotin?
Ya duyem, madem Ayla Akat Atayê tiştekî wih negotiye, wê demê ev gotin çawa li gotinên wê zêde bûn?
Tiştê meriv negotibe çawa dikane lê zêde bibe?
Heger ev beyan bi rastî jî ne ya Ayla Akat Atayê ye, wê demê DÎHA li ser mesê xeberên derwan çêdike.
Netîce du îhtîmal hene, ya Ayla Akat Atayê ev beyan daye û naxwaze gotinên  xwe paşda bigre. Lê ev yek zirarê dide HDPê, dibê bi hawakî tiştekî wek ”uzurxestinê” were kirin.
 Lema jî  ev  ”şaşî”, ev sûc xistin hustuyê DÎHAyê.
Ya jî Ayla Akat Atayê tiştekî wiha negotiye, DÎHAyê ev xebera derwan ji ba xwe çêkiriye. Lê nehîştin Ayla Akat Ata tekzîp jî bike.
Yanî ”lêborîna” hatiye xwestin ji lêborîneke samîmî zêdetir ji bo teskînkirina reaksiynên hundur e. Çimkî ne kesên derî HDPê tenê, gelek kesên di nava HDPê da jî ji vê miqayeseya Ayla Akatê pir aciz bûn. Bi "îhtîmaleke mezin ji bo ku van reaksiyonên  nava HDPê teskîn bikin DÎHAyê ev ”uzra ji qebhetê mezintir” li hev ragirt.
Lê ”uzreke ji qebehetê mezintir” be jî gavaveke baş e, netîceya rexneyên der û hundur e.
Lê dibê em baş bizanibin heta ku medya PKKê di destê çepên tirk da be(ku piraniya wan ajanên dewleta tirk yên resmî û xayrî resmî ne)bûyerên wiha ewê tu carî kêm nebin…




Ji nuha da ketiye hewla ruhê xwe

Dîktaror hêza xwe ji du tiştan digre. Yek jê zalimî û teror e û ya din jî piştgiriya girseya pûlperest û cahil e. Hinek ji ber cahiliya xwe û hinek jî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî destpêkê piştgiriyê didin dîktator.
Ev piştgirî cesaretê û hêzê dide dîktator. Diwêre terora xwe zêde pêşda bibe û berfirehtir bike.
Lê rojek tê berjewendiyên dîktator û kîtleya wî li hev nake û dîktator îcar berê xwe dide kîtleya xwe jî.
Rewşa Tirkiyê ya nuha ev e. Erdogan êdî berê xwe daye hevalên xwe yên berê jî û wan jî berê xwe dane wî. Ev, destpêka têkçûna Erdogan e. Kursiya wî diheje, lerz ketiye dilê wî…
Erdogan hîn jî xurt xuya dike lê ne wisa ye, ew ketiye hewla ruhê xwe, ji ber ku ew baş dizane ewê çi were serê wî.
Weleh ewê wî wek mirîşkên çîniyan bi saxî bipûrtikînin.
Mirîşkan heq nekiriye lê wî heq kiriye…
Bi xêr û xweşî bwerî mirina xwe emê cezakirina dîktatorekî dinjî bibînin…

XXX
Bi îktîdara AKPê ra civata tirk û kurd li gorî berê pir dejenere, pûlperest, bêxlaq û durû bûye.
Esas meriv dikane vê prosesê bi Ozal bide destpêkirin. Lê bi îktîdara Erdogan ra pûlperestî, konetî, vir û xapandin û durûtî gelkî bi pêş ket. Êdî şexsiyet, dilpakî, şeref, heysiyet, duristî, rastgoyî mefhûmên zêde muhîm nayên dîtin.
Ya muhîm kî kanibe cila xwe ji avê derexe û zengîn bibe, zengîn bibe..
Çawa zengîn dibe, bi kîjan riyê dibe zêde ne muhîm e. Însan zêde guh nadinwê, pere ser her qilêrê sewax dike…
Berê dilpakî, duristî, rastgoyî, hevaltî wek fazïletên pir baş dihatin dîtin. Lê nuha fazîletên wiha zêde pere nake, pir ”klasîk” tên dîtin.
Tiştê pere dike tenê pere ye, perê te tunebe, barê te xwar bibe çû ji te da, li ber çavê civatê tu kêmaqil î, dîn î.
Tu hew dinêrî mêrik dilê kesî ji xwe nahêle, geh rast lêdixe, geg çep lêdixe, ji te ra jî û ji hasimê te ra jî li çepikan dixe, ji we herduyan ra jî dibêje her bijî û weleh tu rast dibêjî !
Xwedê meriv ji bêtarên girantir bisitirîne, gava exlaq nemîne şerm jî namîne. Tobe tobeee

XXX
Taliya her dîktatorî husran û felaket e. Tu sebeb tuneye ku taliya Erdogan ji ya dîktatorên din cuda be. Lema jî qet meraq nekin taliya Erdogan jî wek hemû dîktatoran ewê pir xerab biqede.

XXX

-Qelb(dil) jî, qalip jî dibê rast be. Yê dilê wî rast be zimanê wî jî rast dibe. Çimkî ziman tercumanê dil e, dil çi bibêje ziman jî wiya tercumeyî gotinan dike... 

12 maj 2015

Dema meriv mezinahiya xelkê dibîne meriv bi rebeniya xwe dihese

Hefta borî du rojan bi hevalên ciyê kar ra ez li konferansekê bûm. Di nabêna 6-7ê gulanê da em li Qesra Sodertuna(SödertunaSlott)man.
Qesir 50-60 km derî Stockholmê li herêma Gnêsta li kêleka gola ”Frosjon” e. Li alîkî qesrê goleke wek deryayê mezin û li aliyê din jî daristin e. Golê wek dahsekê qesir kiriye nava xwe. Qesir di ortê da ye, xwezayeke bêqusûr e, av, hişinyayî, daristan, park û mîmariyeke ji sedsala 13a meriv serxweş dike. Wek meriv di xewnekê da be.
Piştî qedehek şampaniya xêrhatinê herkesî kilîta odeya xwe girt. Me çû bawilên xwe danîn odeyên xwe. Dû ra ji bo înformasyonê em li salonekê kom bûn.
Xanimeke xweşik, wek gulekê narîn û wek hingiv şîrîn dest pê kir di heqê dîroka qesrê da agahiyeke kurt da me.
Tiştê xanimê digot zêde bala hevalên min yên swêdî nekişand, lê ez bi xwe matmayî mam. Li çend qesrên din jî eynî his bi min ra peyda bûye, lê îcar min biryar da bi kinî be jî bi nivîsekê ji we ra qala tiştên min bihîstin yanî qala dîroka vê qesra xweşik ”Sodertuna Slottê” bikim.
Qesir di sedsala 13a da ji alî Karl Niklisson Farla ve hatiye avakirin û  herî dawî jî di sala 2007a da ji alî malbata Åström ve hatiye kirîn å hîn jî di destê vê malbatê da ye.
Tam 715 sal di ser avabûna qesrê ra derbas bûye, lê qesirê hîn jî ji xemla xwe, ji mîmarî û îhtîşama xwe tiştek wenda nekiriye. Hîn jî wek bûkekê ye.
Di agahiyên xanimê da tiştê herî pir bala min kişand û bû sebebê vê nivîsê, ji mîmarî û xwezaya  qesrê bêtir, dîroka destguhertin û restorasyona qesrê bû.
Di nava van 715 salan da kê qesir firotiye kê, çend salan di destê kê da maye, kê kînga restore(tahmîr)kiriye, kîjan qisim kînga li qesrê zêde kirine, kîjan ode ya kê û ya kîjan zarokê malbatê bûye hemû bi tarîx û bi teferûat xanimê ji me ra ta bi têve kir.
Û ne ev agahdariya dîrokî tenê, her wisa rismên kesên bûne xwediyên qesrê û yên zarokên wan jî wek belgeyeke ekstra bi darda bûn, carnan bi agahiyan ra ew jî nîşanî me dida.
Dema meriv li xanima ji hingiv şîrîntir guhdarî dikir, meriv xwe wenda dikir û diçû wen dem û salên wê qal dikir û xwe di nava wê atmosfera dîrokê da didît. Û di eynî wextê da gunehê min bi halê me hat. Heta meriv xelkê nebîne meriv bi rebeniya xwe nahese. Em nikanin dîroka malbata xwe, ya gundê xwe bi belge sed salî paşda bibin.
Li Swêd bi sedan qesrên wiha hene û hemû jî ji bo ziyaretçiyan vekirî  ne û ji bo konferans û civînên cûrbecûr tên bikaranîn.
Di warê parastina belge û wesîqeyên nivîskî da, arşîvê da, secereyên însanan da Swêd welatekî pir taybet e. Dîroka xwe pir baş parastine û arşîvkirine.
Di telewîzyonê da programek heye, însan şopa bav û kalên xwe heta bi 400-500 salî paşda dajon. Ji nexweşiyê bigre, heta bi sûcê kirine û kînga mirine, kînga koçî ku derê kirine yek bi yek ji alî dêrê(kilîseyê)ve hatiye qeydkirin û arşîkirin.
Dema meriv vê dokumentasyona xelkê dibîne gunehê meriv bi meriv tê, meriv bi rebenî û paşdamayiya xwe dihese.
Ma li Tirkiyê kî dikane secereya xwe ya malbatî 400-500 salî paşda bibe, dîroka avahiyekê bêyî derew û falsîfîkasyon bi belge 715 salan raxe ber çavê meriv?
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Ji ber ku kemalîstan ji Qafkasan  û Balkanan bi milyona mahcir anîn û xistin nava mal û milkên xelkê. Loma jî naxwazin kes dîrokê rast bizanibe.
Min nizanîbû, wê rojê di sohbetekê da birayê min ji min ra qal kir, got li Tiriyê qanûn heye, tu nikanî here li kalê û kalê xwe bigere, secereya xwe ya sed salî derxe.
Ji ber ku diz in, li ser mal û milkên ermeniyan û rûman rûniştine loma jî nahêlin kes di tapiyê da, di niufûsê da zêde paşda here.
Loma jî  piraniya tirkan navên çar bavên xwe jî rindikî nizanin. Lê li Swêd xelk secereya xwe ya 500-600 salî  derdixe. Ji ber ku mêrikan ne diz in, li ser mal û milkên xelkê rûneniştine, ne talankirin, tiştekî veşêrin tuneye. Loma jî ji ronîkirina dîroka xwe natirsin. Loma jî  wek milet, wek dewlet xwedî dokumantasyonek û arşîveke mikemel  in. Meriv dibe heyranê vê zîrekî û parastina wan…




11 maj 2015

Li gorî Yasîn Aktay pir şerm e meriv ji kurdan ra bibêje kurd

Cîgirê serokê AKPê Yasîn Aktayê ereb li Sêrtê gotiye, ”êdî pir şerm e meriv ji însanên vê herêmê ra bibêje kurd…”
Yasîn ereb dev ji erebiya xwe berdaye bûye tirk dixwaze kurd jî wek wî bibin tirk.
Lê esas ew tercumaniya fikrên Erdogan û Davutoglu dike. Çimkî Erdogan û Davutoglu jî dibêjin li Tirkiyê yek milet heye û ew jî miletê tirk e. Kurd, ereb, çerkez, boşnak, çeçen hemû bi hev ra miletê tirk in.
Yasînê ereb berdevkê Davutoglu ye, diyar e dema AKP careke din were ser hukum ewê nehêle ne kes ji kurdan ra bibêje kurd û ne jî kurd ji xwe ra bibêjin em kurd in. Ji ber ku efendî wa ye ji nuha da dibêje ji kurdan ra nebêjin kurd, şerm e…

XXX
Serokkomar, sultan û xwediyê dewleta tirk Erdogan, li Belçîkayê li ser zimên temî û şîret li tirkan kiriye, gotiye:
”Heger em zimanê xwe wenda bikin emê nikanibin li hêjayiyên xwe yên din jî xwedî derkevin. Li vir dibê em gelkî hesas bin. Zimanê xwe yê zikmakî ji bîr nekin. Dibê berê hûn tirkî fêrî zarokên xwebikin û dû ra zimanê welatê hûn lê dijîn…”
Hûn dibînin mêrik ji tirkên mahcir ra, ji tirkên ku ewê tu carî venegerin Tirkiyê ra dibêje, berê tirkî fêrî zarokên xwe bikin.
Yanî tirkekî li Almanya tê dinê, hemwelatiyê Almanyayê ye û di praktîkê da êdî alman e, dibê berî almanî tirkî fêr bibe.
Lê eynî Erdogan vê şîretê li kurdan nake, ji kurdan ra jî nabêje berê kurdî fêrî zarokên xwe bikin, dû ra tirkî.
Ji tirkan ra li Ewrûpayê dibêjie berê tirkî fêrî zarokên xwe bikin û li Tirkiyê jî nahêle kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.

XXX
Yê hesabê wî paqij(temîz) be tirsa wî ji muhasebê tuneye.

XXX

Diristî, rastgoyî êdî bûye tûtya. ne tê ditin û ne jî mişteriyê wê heye. Lê keysperestî, pûlperestî, bêbextî di rewajê da ye, bazara wê heye û mişteriyê wê jî pir in.

Li ser HDPê dibê em qet nekevin gewriya hev


Li gorî fikrê min dibê em kurd li ser piştgirî û nepiştgiriya bi HDPê ra qet bi hev nekevin û dilê hev nehêlin.
Kî raya xwe dide HDPê bira bidê û kî nadê jî bira nedê. Ez bi xwe ne raya xwe didimê û ne jî piştgiriya wê dikim. Lê neyartiya wê jî nakim.
Dibe ku hin kurd rayên xwe bidin Hak-Parê ya jî tew naçin ser sandoqê. Di tercîhek wiha da tu şaşî tuneye.Ya muhîm dibê kurd rayekê jî nedin AKPê, MHPê û CHPê.
Ji bo ku van hersê partî li Kurdistanê û ji kurdan rayan negrin çi ji destê meriv tê dibê meriv bike. Ez bi xwe tiştê ji min tê dikim.
Dijayetiya AKPê, MHPê, CHPê û partiyên tirk dibê  şêla her kurdê welatparêz ya mişterek be.
Mesela qezenckirin û neqezenckirina HDPê jî pir ne muhîm e.
Yanî dixwaze bira HDP têkeve meclîsê, dixwaze bira nekeve meclîsê zêde ferq nake û ne muhîm e jî.
Min berê jî di du sê nivîsên xwe da got, netîceya hilbijartinan ccawa be jî dewlet û AKP ewê li zirarê derkevin.
Yanî HDP têkeve meclîsê jî û nekeve meclîsê jî di netîceyê da dewletê li zirarê û kurd ewê li karê derkevin.
Ez viya li gorî tecrûbe, dîrok û rabidûya Tirkiyê û me kurdan dibêjim.
Ji roja dewleta Tirk ava bûye û virda ye ji bo ku kurdan biqedînin, bihelînin çi ji destê wan hatiye, eskerî siyasî, aborî kulturî hertişt kirine.
Zulm kirine.
Kurd terorîze kirine.
Kurd kuştine.
Bi dehzaran kurd xistine zindanan.
Bi dehhezaran surgûn kirine.
 Navê kurd û Kurdistanê yasax kirine.
Nehîştine kurd partiyên xwe ava bikin.
Navên kurdî yasax kirine.
Bi hezaran kurd, axa, şêx, beg û serokeşîr kirî ne, mecbûrî hevkariya xwe kirine.
Bi riya siyasetê û hin îdeolojiyan kurd berra hev dane, xapandine.
Welhasil ji bo ku kurdan bihelînin, doza Kurdistaneke serbixwe ji dilê kurdan derxin ev 90 sal in dewleta tirk li hemberî kurdan xerabiya nekiriye nemaye. Geh zor û şîdet bi kar aniye, geh jî dek û dolabên pir sinsî  û îblîsane gerandiye.
Lê netîce li ortê ye...
Kurd neqediyan û dev ji doza welatekî azad bernedan. Belovacî wê roj bi roj zêde bûn, xurttir bûn û bi biryardarî bêtir nêzî azadiya xwe bûn.
Bi dîtina min HDP jî ji bo pûçkirina tevgera kurd ya netewî, ji bo têkbirina daxwaza Kurdistaneke azad dan avakirin.
Ji bo ku kurdan bi riya HDPê(partiya Tirkiyê) entegreyî Tirkiyê bikin; hogirî  tirkbûnê û tirkiyebûnê bikin HDP xistin dewrê.
Lê çawa ku planên wan yên berê bi ser neket, projeya HDPê jî ewê negre, bi HDPê jî nikanin tevgera kurd ya netewî pûç bikin û daxwaza Kurdistaneke serbixwe ji dilê kurdan derxin.
Wek zayiatên berê, îcar jî emê hin zayiatan bidin. Hinekên ji refên me biqetin, bi tirkan ra bimînin, bihelin û di dawiyê da bibin tirk. Kurdan berê jî bedel û zirarên wiha dane.
Lê micadela kurd û Kurdistanê, daxwaza dewletbûnê tu carî nesekinî ye. Ji nuha pêva jî ewê nesekine, hetta ewê ji îro gelkî berfirehtir û gelkî xurttir bibe.
Berê dîrokê bi pêşda ye, tu kes nikane vê herikînê rawestîne.
Dîroka tirkan ya 90 salî îsapta vê dîtina min e. Hêdî  hêdî be jî kurd gav bi gav nêzî azadiya xwe bûne.
Li Tirkiyê miletê kurd ewê ji bin vê zulmê rizgar bibe, ew çi planan li hev ragirin jî, çi konetiyê û pîncîtiyê bikin jî weleh bêfeyde ye; çimkî kurdan biryara xwe da ye, naxwazin bindest bijîn…
Loma jî zû dereng serketin ya me ya. Ne hewceye em zêde hev û du biêşînin û dilê hev bihêlin. Bihêlin bira vê plana HDPê jî biceribînin. Wek hevkariya bi şêx, axa, beg û serokeşîran ra ev plan jî ewê pûç bibe.



10 maj 2015

Hin hevkarî nayên efûkirin


Gelek dereceyên hevkariya bi neyar ra hene. Erê her babetên hevkariyê pîs e, lê hin hevkarî hene pir pîs in û nayên efûkrin.
Mesele di zindanê da gava yekî girtî li hemberî hevalên xwe bibe hevakrê qerdiyanan hevkariyeke pir rezîl e û ebeden nayê efûkirin...
Dîsa gava ferdên miletekî wek kurdan bindest, bêyî ku mutaj û mecbûr bin dibin hevalên dewletê, hevalên partiyên tirk û li dijî gelê xwe piştgiriya dewletê û hukûmetê dikin jî dibê xweş nayê dîtin û neyê efûkirin.
Bi vê gotinê helbet ez nabêjim dibê meriv here li xelkê xe, şîdetê bi kar bîne. Na, qesta min ne ev e, dibê meriv vê hevkariyê bi tu hawî qebûl neke, mazûr nebîne, wek karekî pîs bibîne…

XXX
Bêtehamuliya alaya kurd
Neyarekî miletê kurd li ba Facebookê giliyê ala kurd kiriye. Kurdekî ala kurd kiriye profîla xwe. Neyarekî kurdan(bi îhtîmaleke mezin ewê tirk be)li ba Facebookê gilî kiriye, gotiye ev al me bêrûmet dike, heqaretê li me dike, me biçûk dixe. Lema jî em dixwazin ev al ji wê profîlê were rakirin.
Hûn dibînin xelk dixwazin di medya sosyal da jî em tunebin, dixwazin li wir jî em bindest bin, wek tirkan, ereban û farisan ne xwedî eynî mafan bin.
Bira alayên tirk, ereb û farisan hebin, lê bira ya kurdan tunebe. Yanî dibê li vê dinyayê kurd ne xwedî tu mafan bin. Hetta heger mimkûn be dibê kurd ji kok da werin qirkirin. Daxwaza piraniya tirkan ev e, dibê kurd tunebin!


Gelo mimkûn e kurdek giliyekî wiha bike? Weleh kurdê bibe hevalê dewletê û Erdogan giliyekî wiha jî bike zêde ne xerîb e. Kesê wê hevkariyê normal bibîne dikane wezîfeyeke wiha jî qebûl bike...

Hin peyv hene ne bersîvê, kufriyeke xweşik heq dikin…


Carnan hin însan kufriyan(xeberan, dijûnan, sixêfan)heq dikin, ji dêlî bersîvê meriv dixwaze kufriyeke bi şirik û şîrîn jê ra bike.
Lê nabe, di vê rûpelê da ne ez ji kesî ra kufriyan dikim û ne jî dihêlim kes ji kesî ra bike.
Bes hin kes hene bi rastî jî kufriyên pir di cî da û pir xweş û pir bi hostayî dikin. Heger min zanîbûya ewê nebe sebebê adeteke xerab minê carnan rê li ber wan kesan negirta.
Wek tê zanîn wek nuktedaniyê kufurbazî jî ne karê her kesî ye, ji kurfurbaziyê ra jî hostayî û kultureke kûr lazim e.
Hin kes kufriyên pir xweş dikin, kufriyên di cî da, kufriyên bi wezin û bi kafiye dikin. Ne kufriyênn berradayî û heqaretên şexsî. Meriv dixwaze bibêje erê weleh…
Wek meriv helbestekê bixwîne…
Lê cî ne misaîd e, lema jî ez rê nadimê…
Bes li gel vê jî carnan dixwazim dilê xwe rehet bikim, çimkî hin peyv hene ne bersîvê, tenê kufriyeke bi şirik heq dikin…

XXX
Heta ku em wiha bindest û bêdewlet bin xelkê tim serê me jê ke û tecawizî jinên me bike.
Û ev ne tiştekî nuh e jî, ji berê û ber da halê me ev e.

XXX
Kenan Evren li ber mirinê ye, rakirine acîlê. Bêvab bûye pisika heftruh namire.
Hemşeriyê min Hadî Kuranlioglu di heqê vî zebaniyê boşnak da xweş gotiye:
“Tu melek naxwaze ruhê vî qatilî bigre. Ji bo ku nebîne em baraja wî daniye derbas dikin dixwaze bimre. Kî yê li pey wî xemgîn bibe ez nizanim, lê belê ez gelek kesên tuyî gorra wî bikin û bi ser da bimîzin nas dikim…”
Kurd çi bikin heqê wan e...


09 maj 2015

Bi van siyastmedaran ra îşê kurdan pir zor e


Parlamentera HDPê ya Batmanê Ayla Akat Ata xanimê, li ser bûyer û trajediya keça kurd Ferînaz Xosrawanî gotiye:
”Îranê û dinyayê dît çawa ku Berîtan teslîmî PDKê nebû, Ferînaz jî teslîmî elemanên Îtlaatê(îstîxbarara Îranê)nebû.”
Ev meju, ev dîtin, ev hest û ev miqayese ne kurd û Kurdistanî ye, PDKê wek Îranê û îstîxbarata wê neyar dibîne. Ev gotin Ayla Akat Atayê tezahura neyartiyeke îdeolojîk û siyasî ya pir kûr e. Û wek kurd medê meriv digerîne. Îşê kurdan pir zor e…


Eez bi çîroka Bêrîtanê nizanim. Lê bizanibim jî zêde ferq nake. Di şerên PDKê û PKKê da ji herdu aliyan jî gelek însan hatin kuştin. Wek Bêrîtana PKKê, Bêrîtana PDKê jî heye. Ew jî dikanin eynî tiştî bibêjin. Ew jî nuh atiştekî wiha bibêjin şaş e û ezê wan jî rexne bikim.
Em hemû dizanin do gerîlla û pêşmerge gelek însan ji hev kuştin, lê îro eynî gerîlla û pêşmerge li Kobanê bi hev ra li dijî neyarên xwe yên mişterek şer kirin.
Di demeke wiha da Ayla Akat PDKê dişibîne ajanên îranê, dibêje herdu jî yek in. Dibê kurdên şiyar, kurdên welatparêz vê îrîş û termînolojiya Akatê qebûl nekin û li dij derkevin.
PDKê û YNKê jî gelek însan ji hev kuştin, lîderên hev kuştin, zirarên pir mezin dan hev. Lê dû ra herdu seriyan jî qebûl kirin ku şaş bû, dibê nebûya.
Yanî kurdan heta nuha bi şerê birakujiyê gelek zirar dan hev. Lê di netîceyê da gotin ew tiştekî şaş bû û dibê careke din dubare nebe. Nuha di demeke ku hewcedariya kurdan bi hevkariyê û yekîtiyê heye ji alî yeka wek Ayla Akat Atayê ve şibandineke wiha ji nezaniyê wêdetir xerabî û neyartiyeke mezin e. Bi vê gotina xwe Ayla Akat fêsadiyê dike, birînên kurdan tev radike û xizmetê ji neyarên miletê me ra dike.
Her kurdê welatparêz, ji kîjan hêzê dibe bira bibe, dibê biçe ser vê tahrîk û fêsadiya Akatê. Ev termînolojî xizmetê ji kurdan ra nake, tenê zirarê dide kurdan

Saît Çurukkaya, li ser şehîdketina Bertîtanê agahdariyeke pir muhîm daye, gotiye:
”Ayla Akatê ji ber cahilî û dijminatiya xwe li hemberî kurdan ev gotin kiriye. Kurdan di nabêna xwe da şer kirine, gelek kesî di wî şerî da jiyana xwe wend kir. Ne pêşmerge û ne jî gerîlla tu carî tecawizî jinekê nekiriye. Bêrtîtanê di sala 1992a da li herêma Xakurkê jiyana xwe wenda kir. Û hêza li wir şer dikir jî pêşmergeyên YNKê bûn. Bi hezaran gerîlayên jin ji PKKê veqetiyan û teslîmî Kurdistana başûr bûn.”
Yanî hêza Bêrîtanê pê ra şer kiriye jî ne pêşmergeyên PDKê bûne. Ev jî muhîm e. Çimkî çepên kurd û tirkên di nava PKKê û HDPê da di her fersendê da neyartiya PDKê û malbata Barzaniyan dikin. Ev jî nuxteyeke muhîm e.