30 juni 2015

Tirk dibêjin emê we bavêjin bahrê

Yekîtiya Xortên tirk(TGB), li ber sefareta Emerîkayê meşek li dar xistiye. 
Manşeta rojnameyê wiha ye:
” Yekîtiya Xortên Tirk, li dijî Korîdora Emerîka û Îsral ya li bakurê Sûriyê çê dibe li ber sefarata Emerîka bala Emerîka kişand: ”Emê Tirkiyê nedin perçekirin!”
Û slogana li ser bandrola TGBê jî wiha ye: 
”Di wê korîdora te da emê te di bahrê werkin!”
Navê korîdora kurd yanî Kurdistana rojava bûye ”korîdora Emerîka û Îsraîl”!
Û tehdîda ”emê te birjînin bahrê” jî ne ji Emerîka ra ye, Emerîka pir ji wir dûr e û li wir be jî nikanin di ser kîrê Obama ra baz din.
Ew wê gotinê ji kurdan ra dibêjin, ji kurdan ra dibêjin emê we hemûyan qir bikin…!
Bi dîtina min bikanibin, fersendê bibînin, heger em tedbîrên xwe negrin ewê ji Helepçeyê jî xerabtir bikin.
Dibê kurd, PYD, PKK, PDK û hemû hêzên kurd yên din li hemberî prowakasyon û êrîşeke tirkan ya mezin ji nuha da tedbîrên xwe bigrin, bi hazirî bin.
Dû ra nebêjin me nizanîbû û filan û bîvan…
Hûn dizanin tirkan heta nuha çend caran jenosîdên wiha kirine û dû ra jî li ser milk û malên xelkê rûniştine.
Dixwazin heman tiştî bînin serê mej î.
Li ermeniyan, rûman, elewiyan, cihûyan û hemû xeyrîmislimên Tirkiyê wiha kirin, bi prowaksyonekê bi dehhezaran faşîştên devbixwîn şandin ser xelkê û malên xelkê talan kirn.
Dixwazin li me kurdan jî eynî tiştî bikin. Dibê haya me ji me hebe…

Dema aqil par bû em negihîştin ser


Sirrî Sureyya Onder, Sabahat Tuncer û Ertugrul Kurkçi du roj berê li Stenbolê tevî meşa qûnekan(homoseksuelan)bûne. Hertiştê me temam e ”alîakrî û piştgiriya” qûnekan ji me kêm e.
Li Kurdistanê kurd di bin nigên leşker û pûlisên tirk da pelixîn. Li Culemêrgê, li Silopiyê, li Cizîrê, li Surûcê û li gelek derên din leşker û pûlisên tirk bîn li kurdan çikandine, Onder, Kurkçî û Tuncer pir jêhatî ne bira herin li van deran piştgiryê bidin kurd...ên belangaz û beşdarî meşên wan bibin.
Ji bo parastina heqê qûnekan, lidijderketina neheqiyên li wan dibin ne şert e meriv here tevî meşa wan bibe û ala wan bilind bike. Eyb e, dibê meriv hinekî li civata xwe û li hilbijêrên xwe bifikire. Îro derdên kurdan yên gelkî mezintir hene. Îro ne wext û dora vê piştgiriyê ye.
Onder, Kurkçî û Sabahat Tuncer tirk in û merivên çep in, belkî jî problemên homoseksuelan ji bo wan ji mesela kurd jî muhîmtir e. Pir ne dûr e Tuncer bi xwe jî yeka ji wan be.
Loma jî beşdarbûna meşa wan, piştgiriya wan ji Tuncerê û herdu parlamenterên HDPê yên din ra hîn jî muhîmtir e.
Lê wisa xuya ye Onder, Kurkçî û Tuncer zêde guh nadin hilbijêrên xwe û kîtleya ray dane wan.
Dilê wan çawa dixwaze wisa dikin.
Kurd çi dibêjin, kîtleya ray daye HDPê çi difikire ji bo wan qet ne muhîm e.
Lê ne sûcê wan e, bira kurdan ew nekirana parlamenterên xwe. Kurdan bi destê xwe xwelî li serê xwe kir.
Ez bawer nakim kes kanibe ji Onder, Kurkçî û Tuncerê ra tiştekî bibêje. Jixwe bikanîbûna bigotana ewê nehîştana herin.
Ji ber ku ew tirk in.
Lema jî ne HDP û heta Ocalan jî nikane wan rexne bike, bibêje çima we wiha kiriye.
Çim kî ew tirk in, îmunîtete(muafieyta) wan heye, ew dikanin hertiştî bikin û kes nikane ji wan ra bibêje hilêbilê ya jî gula te tahl e…

Bi Daîşê nebû îcar dikin bi tirkmenan xwe biceribînin


Erdogan li Anqereyê îcar jî ”Meclîsa Tirkmenên Sûriyê” çêkiriye.
Serokê vê meclîsa tirkmenan gotiye, ”PYD rêxistineke terorîst e û ji bo tirkmenan ji Daîşê tahlûketir e.”
Diyar e ji butçeya dizî ya Erdogan perakî baş girtiye, lema gotinên Erdogan dubare dike.
Erdogan di nîvê rê da hespê diguhere, heta nuha bi Daîşê li hemberî kurdan şer dikir. ...
Lê Daîş bi ser neket, bi kêmanî tiştê Erdogan û Davutoglu jê hêvî dikirin bi dest nexistin.
Nuha jî dixwazin bi karta ”tirkmenan” xwe bi ceribînin. Ewê demakê tirkmenan bidin pêş, qala qetlîama wan bikin. Yanî tiştê li başûr kirin ewê li vir jî eynî lîstikê bilîzin.
Bazara pir kesad e, kirîna çend kesên wek sorokê cepheya tirkmenan pir ne zor e. Ewê her roj derxin telewîzyonan û propagandeya qetilikirina tirkmenan bikin.
Lê kurd ewê vê derewa wan jî pûç bikin, ji ber ku tiştekî wiha tuneye, kurd ne kesî dikujin û ne jî surgûn dikin. Dinya alem bi viya zane. Nîşandana vê rastiyê pir ne zor e.
Lê careke din jî em dibînin heta li Tirkiyê kurd azad nebin, dewleta tirk ewê li tu derê, li tu beşê Kurdistanê, li tu dera cîhanê kurdan rehet nehêle, ewê tu carî bela xwe ji kurdan veneke. Hedefa wan tunekirina me ye. dibê miletekî bi bi navê kurd li dinyayê tunebe. Dewleta tirkî û miletê tirk jî viya dixwaze û ji bo ku kurd li dinyayê nemînin çi ji destê wan tê dikin.
Lema jî dibê berî Sûriyê em zora Tirkiyê bibin, heta em tirkan neynin rê li Sûriyê ji kurdan ra rehetî tuneye…

29 juni 2015

Orhan Mîroglu ji me kêm bû


Parlamenterê AKPê Orhan Mîroglu ji bo Kurdistana rojava gotiye,”Ma dereke bi navê Kurdistana Sûriyê heye?”
Yanî li gorî Orhan Mîroglu, derke, herêmeke, erdekî bi navê “Kurdistana Sûriyê” tuneye.
Bi dîtina Mîroglu, kurdên Kurdistana bakur û PKKê van demên dawiyê ev nav ji xwe ra îcad kirine, gotine Kurdistan.
Mîroglu di salên 1980î da hevalê Riya Azadî(TKSPê)bû, digot Kurdistan çar perçe ye, di bin îşxalê da ye û ji bo Kurdistana bakur(Tirkiyê)jî herî kêm federasyon dixwest.
Dû ra çû bû sempatîzanê PKKê. Demeke dirêj di nava HADEPê, DEHAPê, DTPê da berpirsiyarî kir. Di sala 2007a da ji DTPê li Mêrsînê parlamenterî qezenc kir, lê dû ra îptal kirin, nedanê.
Di rojnameyên Gundem, Ozgur Politikayê da nivîskarî kir.
Lê piştî ku ji DTPê nebû parlamenter hêdî hêdî xwe ji kurdan û ji tevgera kurd dûr xist û dest bi florta bi AKPê ra kir, di nava AKPê da ji xwe ra li kursiyekê geriya. Û dawiay dawî gihîşt mirzê xwe.
Mîroglu nuha him zilamekî Erdogan yê temam e û him jî neyarekî kurdan yê har e.
Ji ber ku cephe guhertiye û bûye zilamê dijminên kurdan, loma jî carcarnan bi êrîşkirina ser kurdan sedaqeta xwe nîşanî Erdogan dide, ji bo ku jê eferimekê bigre.
Fahîşetî ne tenê firotina bedena xwe ye, kesê ruhê xwe, ûjdanê xwe, bextê xwe, xîreta xwe bi pera û bi kursiyekê bifroşe jî fahîşekî siyasî ye.
Bi fahîşeyên siyasî ra bext û heya tuneye, ji bo ku efendiyên wan yên nuh ji wan ra bibêjin eferim, dikanin her bêbextiyê, her derewê bikin.
Ji ber ku Orhan Mîroglu ruhê xwe firotiye û carê daye navê, êdî pê ra tu wesfekî hêja nema ye. Lema jî dikane bibêje Kurdistana rojava tuneye. Dikane bibêje Qamîşlo, Amûdê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrîn ne bajarên Kurdisdistanê ne. Ji ber ku fahîşeyekî siyasî ye, her bêbextî jê tê, ji bo menfaeta xwe dikane bavê xwe jî înkar bike…
XXX

 Em miletekî reben û kêmaqil in. Tirkan û mahcirên Balkanan dikin nûnerê xwe. Ma we qet dîtiye filistîneyek cuhûyekî dimeclîsê da bike parlamenter û nûnerê xwe?
Û bi sedan cuhûyên dewleteke filistîn ya serbixwe diparêzin hene. Lê filistînî dîsa jî yekî nake berdevk û nûnerê xwe !
Lê em kurd dikin, him jî tirkên li dijî yekîtî û dewletbûna kurdan...

Heta ku tirkên wek Nursel Aydoganê nûnerên me bin yekîtî û azadbûna me xeyal e


Parlamentera HDPê Nursel Aydoganê di Nûçe TV da ji serokkomar Erdogan ra gotiye,
”Kurd li Sûriyê xweseriyê dixwazin tu qebûl nakî, tu dibêjî ezê mudaxele bikim. Lê li alî din tu bi xwediyên federasyonê ra hevkariyê dikî. Çaxa Barzanî û fikra wî li ser hukim be federasyon jî dibe. Heger tu dikanî here mudaxeleyî federasyonê bike…”
Belê, Nursel xanima tirk û parlamentera kurdan ji dewleta tirk ra dibêje here mudaxeleyî Kurdistana başûr bike…
Û him jî di rojeke ku kurdji her demê bêtir muhtacî hevkariyê û alîkariya hevin viya dibêje…
Ev ne cara pêşî ye Nursel Aydogan û tirkên di nava HDPê û PKKê da tiştên wiha dibêjin, heta nuha gelek carên din jî gotine û dibêjin.
Û ne tenê dibêjin, bi rastî jî dixwazin Kurdistana Federe ji ortê were rakirin.
Îraq ya jî Tirkiye ya jî Daîş, kî Kurdistana Federe ji ortê rake Nursel û hemû tirkên di nava HDPê û PKKê da ewê destên xwe hine bikin.
Daxwaza tunekirina Kurdistana başûr di bin şiûrê wan da ye, carnan bêhemdî didin der.
Bi baweriya min, tiştek pir vekirî ye, hemû tirkên di nava HDPê û PKKê da di warê îdeolojîk û siyasî da ajanên dewleta xwe yên objektîf in. Yanî ji bo feydeya dewleta xwe, ji bo perçenebûna Tirkyê siyasetê dikin.
Wezîfeya wan ya esasî di nabêna kurdan da fêsadiyê bikin û kurdan berra hev bidin. Ev xizmet ji şerê dewletê yê li hemberî kurdan dide bi feydetir e.
Ne ku hemû ajanên dewletê yên resmî ne, ji dewletê meaş digrin û MIT dîrektîf û wezîfeyê dide wan.
Na, ez wiha nabêjim, ew bi xwe, bi dîtin, bi îdeolojî û bi siyaseta xwe, bi fêsadiyên xwe wek zilam û ajanên dewleta xwe hereket dikin.
Mîsalen, dewlet jî naxwaze Kurdistan çê bibe, ew jî naxwazin. Dewlet jî naxwaze kurd bibin yek, têkiliyên PKKê û PDKê baş bibin û tifaqa xwe çêkin, ew jî naxwzin. Bi kirinên xwe, bi beyanên xwe rê li ber yekîtiya kurdan digrin. Bi fêsadiyên û kurdan dikin dijminên hev.
Ê jixwe dewlet jî viya dixwaze, dixwaze kurd perçeperçeyî bibin, rast, çep, dîndar, PKK, Huda-Par bi hev kevin. Kurd çiqasî perçe bibin ji dewletê ra hewqasîbaş e.
A Nursel Aydogan viya dike…
Mesela piştî vê beyana Nursel Aydoganê bi hezaran kurd ewê êrîşî HDPê û PKKê bikin.
Û ew jî ewê Nurselê biparêzin û êrîşî PDKê û Barzanî û kurdên din bikin.
Yanî netîce tiştê dewlet dixwaze Nurselê bi beyaneke xwe kir, kurd berra hev dan.
Ma ji viya çêtir çi heye?
Jixwe ajan jî vî karî dike…
Ne hefs, ne kuştin, ne surgûn, tu tişt bi qasî perçebûna siyasî û û deolojîk kurdan qels û dewletê xurt nake.
Çeka dewleta tirk ya herî mezin perçe bike, berra hev bide û îdare bike(böl yönet).
Nursel Aydogan vî karî dike, kurdan berra hev dide. Û bi vê kirina xwe jî bîna dewleta xwe fire dike.
Ji ber ku kurd bi hev dikevin û bi vê yekê ra hêza wan kêm dibe, yekîtiya wan çê nabe…
Bi dîtina min heger a nuha di nabêna kurdên bakur, başûr û rojhilat da yekîtiyeke netewî hebûya li Kurdistana rojava û bakur (Tirkiyê)Kurdistan çê bûye.
Sebebê li Tirkiyê Kurdistan çê nabe ne qelsiya leşkerî ye, siyasî ye, em Kurdistanê naxwazin û loma jî ji bo vê yekîtiyeke netewî çê nabe.
Heger PKK bixwaze û siyseteke netewî bide ber xwe û van ajanên dewleta tirk ji nava xwe paqij bike Kurdistan çê bûye, li ber çêbûnê ye. Dewleta tirk bi şer nikane bi kurdan. Ev vekirî ye. Problema me siyasî ye.
Û heta ku tirkên wek Nursel Aydoganê berpirsiyar û parlamenterên kurdan bin, em ne yekîtiyekê dibînin û ne jî Kurdistanê.

 2015-06-28

Dibê meriv tu carî baweriyê bi neyarê xwe neyne

Yek, dibê meriv tu carî baweriyê bi neyarê xwe neyne. Kî dibe bira bibe, dibê meriv tim li xwe miqatebe û tim bi tedbîr be. Dibê meriv tim îxanetekê, pûştiyekê, bêbextiyekê, qeleşiyekê ji neyarê xwe bipê.
Heger PYD wiha bifikiriya Daîşê û tirkan nikanîbûn ev qetlîam li Kobanê bikirana.
Lê PYDê baweriya xwe bi tirkan û bi Artêşa Azad ya Sûrî anî û wan jî kurd wiha ji paşda xencer kirin.
Bi îhtîmaleke pir mezin Tirkiyê Gorra Silêman Şah ji bo qatilên Daîşê wek şargeh bikar anîne, ew li wir top kirine û dû ra jî wek leşkerên tirk birine nava Kobanê.
Di warê leşkerî da baweriya bi dijmin tahlûkeyeke pir mezin e û dikane bibe sebebên trajediyên ji hîn mezintir.
Dibê em ji ereban ra bibêjin hûn li mala xwe, em li mala xwe, hûn xwe, em xwe biparêzin û hûn jî xwe biparêzin.
Heger YPGê ereb tevî xwe nekirana, bawerî bi tirkan û ereban(Artêşa Azad ya Sûrî) neaniya felaketa Kobanê nedihat serê kurdan.
Hewcedariya PYDê ebeden bi çend şervanên ereb tuneye, bi sedhezaran şervanên kurd di bin emrê wan da ne.
Heger YPGê ji ereban ra bigota bira, hûn mala, xwe, gundê xwe, welatê xwe biparêzin û em jî mala xwe, gundê xwe û welatê xwe biparêzin.
Lê em dikanin bi hev ra hevkariyê û tifaqê bikin. Bes ewlekariya xwe, parastina xwe em tu carî teslîmî we nakin. Hûn jî teslîmî me nekin.
Dema meriv parastina xwe teslîmî ereban bike, sedîsed baweriyê pê bîne felaketên wiha ewê hertim werin serê me. Rih dibe bihost dijmin nabe dost, dijminên bavan nabin dostên lawan.
Dibê ev felsefeya me be.

28 juni 2015

Qatilên jenosîda Kobanê ji mîvanxaneya Silêman Şah êrîş kirine

Qatilên dewleta tirk û Daîşê di mîvanxneya Gorra Silêman Şah da şarge bûne û ji wir ketine kobanê.
Ji karteke li ser qatilekî Daîşê hatiye kuştin yê bi navê Ahmed Hasan diyar dibe ku ew li mîvanxaneya Gorra Silêman Şah raketiye. Karta mîvanan ji alî qaymeqamtiya Aqçeqaleyê hatiye dayin.
Yanî diyar dibe ku Tirkiyê çete di avahiya Silêman Şah da wek leşkerên tirk kom kirine û dû ra bi şev ketine nava bajêr û dest bi kuştina bi sedan zarok û jin kirine. Jixwe nîva wan bi kincên leşkerê tirk bûne û nîvî din jî bi kincên Artêşa Azad ya Sûrî bûne...
Ev sûcekî li hemberî însaniyetê ye, jenosîda miletekî ye û hukûmeta AKPê ev qetlîam organîze kiriye.
Dibê PYD, aliyê kurd vê bûyerê bibin Dadgeha Hagê.
Nuha kurdan Davutoglu û Erdogn hinekî din nas kirin, bê ew dikanin çi zalimiyê û çi qetlê bikin…

XXX
Qatilên dewleta tirk û Daîşê di mîvanxneya Gorra Silêman Şah da şarge bûne û ji wir ketine kobanê.
Ji karteke li ser qatilekî Daîşê hatiye kuştin yê bi navê Ahmed Hasan diyar dibe ku ew li mîvanxaneya Gorra Silêman Şah raketiye. Karta mîvanan ji alî qaymeqamtiya Aqçealeyê hatiye dayin.
Yanî diyar dibe ku Tirkiyê çete di avahiya Silêman Şah da wek leşkerên tirk kom kirine û dû ra bi şev ketine nava bajêr û dest bi kuştina bi sedan zarok û jin kirine.
Ev sûcekî li hemberî însaniyetê ye, jenosîda miletekî ye û hukûmeta AKPê ev qetlîam organîze kiriye. Dibê PYD, aliê kurd vê bûyerê bibin Dadgeha Hagê.
Nuha kurdan Davutoglu û Erdogn hinekî din nas kirin, bê ew dikanin çi zalimiyê, qetlê bikin…


Şervanên kurd li Kobanê destaneke nuh nivîsîn

Şervanên kurd li Kobanê destaneke nuh nivîsîn. Piştî şerê sê rojan şervanên kurd 80 qatilên Daîşê û çeteyên dewleta tirk kuştin û çend kes jî bi çekên wan ve dîl girtin.
Diyar e yên hatine nava bajêr ji sed kesî zêdetir bûne û armanca wan jî girtina Kobanê bûye.
Lê şervanên kurd çareke din nîşanî dewleta tirk û cîhanê dan ku ew hêzeke natewin û nayên têkbirin.
Çeqel û qatilên Daîşê li hemberî şêr û şepalên kurdan mahkûmî têkçûnê ne.
Ev têkçûna Daîşê di eynî wextê da têkçûna Erdogan û Davutoglu ye jî.
Şervanên kurd bi vê qehremaniya xwe ya dawî careke din nîşan dost û dijminan dan ancax ew dikanin zora vê hêza hov û qatil bibin.
Loma jî kurd êdî ji bo Emerîka û Xerbê li herêmê mitefikê herî saxlem û hêza herî pêbawer e.
Ya muhîm dibê kurd bikanibin vê hevkariya heyî bi Emerîka û Ewrûpayê ra vegerîne hevkariyeke stratejîk.
Zafera we pîrpoz be şêrgeleyên kurdan….

XXX
Ne ferd tenê, milet jî dibin bêûjdan û nîjadperest
Qatil û hovên Daîşê û çeteyên dewleta tirk di vê rociya remezanê da li Kobanê, di xew da bi kêmanî 250 jin, zarok, kal û pîr bi hovane qetil kirin.
Tiştê bûye gotina wahşetê jî têrê nake, jenosîd e…
Lê heta nuha partiyên tirk, diyaneta tirk, ronakbîr û siyasetmedarên tirk, dîndar û alimên tirk, miletê tirk li hemberî vê hovîtiyê protestoyek cidî çênekirin, piştgiriya xwe nîşan nedan.
Heger dewleta Îsraîl eynî tişt bianiya serê filistîniyan, ma miletê tirk ewê hewqasî bêdeng bûya?
Ma kurdên dîndar ewê wiha bêdeng bûna?
Lê ji ber ku yên hatine kuştin kurd in, tirk bêdeng in, heta kêfxweş in.
Wek tirkan, filistînî jî, rêber û serokên wan jî li hemberî vê qetlîamê bêdeng in, heta wan jî protesto nekirine.
Kurdê vê bêûjdaniyê, vê irqçîtiya tirk, ereb û filistîniyan nebîne ya kêmaqil e ya jî neyarê gelê xwe ye…

XXX
Şerê Daîşê û kurdan ewê dinyayê bike du şeq; zalim ewê bibin Daîş û yên însan jî ewê bibin kurd.
///Baran Zeydan

XXX

Partî û hêzên kurd, li hemberî gotinên Erdogan yên do(emê nehêlin li Sûriyê dewleteke kurd çêbe)heta nuha reaksiyonek berfireh û xurt nîşan nedan. Ez pir matmayî û xemgîn im…

27 juni 2015

Hey gidî dinya yê, em ji ku hatin ku ?


Kurdekî bi navê Murad Ciwan heye, berê serokekî kurd bû, serokê partiya me bû. Lê nuha bûye aqilmendekî AKPê.
Murad Ciwan, di tiwîtta xwe da li ser kêmbûna rayên AKPê û zêdebûna rayên HDPê gelkî xemgîn bûye û bi tirkî gotiye:
”Rayên ji AKPê çûn HDPê ji qetandineke ji AKPê bêtir, cêhêbûneke ji ber siyaseta Erdogan ya nuh ya li dijî pêvajoya çareseriyê ye. AKP, di meseleya çareseriyê da heger nîşan nede ew ne di riya Erdogan da ye, ev ray ewê ebediyen venegerin AKPê.”
Serokê berê serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê dixwest û lema jî em hevalên hev bûn, ji dêlî ku bi veqetandina kurdan ji AKPê kêfxweş bibe, xemgîn bûye. Ketiye ber heyf û xema kêmbûna rayên AKPê, partiya ku Kurdistana rojava kiriye gola xwînê û Daîşê li hemberî kurdan sewq û îdare dike. Partiya ku hukûmet e û dewleta tirk îdare dike.
Ji bo ku AKP rayên kurdan dîsa paşda bigre aqil dide serokwezîrê dewleta tirk Davutoglu, dibê ji bo ku hûn kanibin rayên kurdan paşda vegerînin, dibê hûn ji Erdogan piçekî ferqiyeta xwe nîşan bidin, nedin ser riya wî…
Serokê do Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî diparast îro aqil dide berpisiyarên partiyeke dijimin û serokwezîrê dewleta tirk.
Ew naxwaze AKP ji ser hukim da bikeve, çimkî li meaşê xwe, li karê xwe difikire. Heger AKP îktîdarê wenda bike ew jî dikane karê dewlet didê wenda bike. Lema jî eşkere AKPê diparêze, êdî vê hevalbendiya xwe venaşêre û jê fedî jî nake…
Ma trajediyeke ji viya mezintir heye?
Dema serokê partiyeke kurd bû, dema bi rahmetî Dr. Qasemlo, Mam Celal Talabanî û Mesûd Barzanî ra ji bo Kurdistaneke serbixwe, li dijî dewletên îşxalkar, ji bo avakirna cepheyeke netewî civîn çêdikir bi kurdî dinivîsî, lê cergî bûye aqilmendê AKPê hema hema ji binda dev ji kurdî berdaye, êdî hemû pêşniyar û fikrên xwe yên giranbiha bi tirkî dinivîse.
Diyar e ji bo ku tirk û hevalên wî yên AKPê jê fêm bikin, ji bo ku bibînin bê ew çiqasî xêra dewletê û AKPê dixwaze bi tirkî dinivîse, pêşniyarên xwe bi tirkî dike. Êdî kîm caran û ew jî tiştmiştên pir bêqîmet bi kurdî dinivîse…
Xuya ye gava meriv cephe guhert, meriv zimên jî diguhere…
Hey gidî dinyayê ye, em ji ku hatin ku ?
Em çi bûn û bûn çi ?
Û kî dizane emê hîn bibin çi û çi ?
XXX
”AKP'den HDP'ye giden Kürt oyları, AKP'den ziyade Erdoğan'ın çözüm süreci karşıtı yeni politikasından kesin kopuştur.
AKp, çözüm konusunda Erdoğan'ın yolundan yürümedığini gösteremezse, bu oylar AKP'den de kesin bir kopuşa dönüşür.”
Murad Ciwan

Erdogan: Emê tu carî nehêlin kurd bibin xwedî dewlet

Serokomarê Tirkiyê Erdogan, do siyaseta dewleta tirk ya derbarê Sûriyê û kurdan da baş eşkere kir, got bedelê wê, buhayê çi be jî ewê nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet  bibin xwedî tu maf.
Kesê nehêle kurd li sûriyê bibin xwedî tu maf, li Tirkiyê tew nahêle. Yanî ev gotinên Erdogan bi qasî ji bo kurdên rojava ye, hewqasî jî ji bo kurdên Kurdistana bakur e.
Erdoganê diz û piştgirê Daîşê di axaftina xwe ya pir bi zirt û pirt da wiha gotiye:

-Ez ji vir bang li hemû miletê xwe dikim, bang li hemû cîhanê dikim. Li bakurê Sûriyê, li başûrê me emê tu carî destûrê nedin dewletek ava bibe. Ez dixwazim ev yek pir baş were zanîn. Bedelê wê çi dibe bila bibe, emê nehêlin. Emê nehêlin demografiya vê herêmê were guhertin.”

Ji viya vekirîtir neyartî nabe, mêrik siyaseta dewleta xwe pir vekirî dibêje. Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî dewlet ya jî xwedî statuyeke siyasî ewê her tiştî bikin. Heger hewce be ewê li hemberî kurdan şer jî îlan bikin.
Jixwe piştî hilbijartinan biryara îşxala Kurdistana rojava jî girtine, xebera wê di rojnameyên do da hebû.
Loma jî Erdogan vala napeyive, dibê meriv tehdîdên wî hinekî cidî bigre.
Rewş pir cidî ye, di rojên pêş da dikane gelkî xerabtir jî bibe.  Ji ber vê yekê dibê PYD, PKK, PDK, YNK û hemû partî û hêzên kurd ji nuha da tedbîrên xwe yên leşkerî baş bigrin û yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Bêyî xweparastin û liberxwedanê tu riyeke din li ber me tuneye.
Riya din teslîmbûn û qebûlkirina tirkbûnê ye…
Dibê meriv çend gotinan jî li ser kurdên hîn bi AKPê ra ne, hîn parlamenter û wezîrên AKPê ne bibêje.
Dîtina Erdogan û Davutoglu li ortê ye, mêrikan pir vekirî alîkariya Daîşê dikin û li alî din jî dibêjin emê nehêlin kurd li Sûriyê jî bibin xwedî maf û desthilat.
Heger dîsa jî kurd di nava AKPê da dimînin û di bin emrê Davutoglu û Erdogan da siyasetê dikin, maneya xwe ew van gotin û siyaseta Erdogan diparêzin û ew jî wek wî li dijî azadiya kurdan e. Yanî ew jî wek Erdogan neyartiya miletê kurd dikin  û piştgiriyê didin dijminên kurdan û siyaseteke tunekirina kurdan.
Dibê ev yek jî tim were gotin….

26 juni 2015

Miletê tirk bi qetlîama Kobanê pir kêfxweş bûye


Piştî qetlîama Kobanê ya do bi dehhezaran tirkî di medyaya sosyal da spasî Daîşê kirin û kêfxweşiyên xwe anîn zimên.
Ji van tirkan yek jî Erdal Koçgurbuz. Koçagurbuz, ji bo ku Daîşê li Kobanê bi sedan jin û zarok perçe pereçe kirin, serê wan jê kirin di twîtta xwe da kêfxweşiya xwe wiha aniye zimên:
”Di vê rociya remezanêda Daîşê te ruyê me geş kir. Xwedê teala îsabetê bide guleyên we.
Xwezî bi dilê wî kesî bibêje ez tirk im.”
Ez ji we ra bibêjim, ji sedî 99ê tirkan wek Erdal Koçgurbuz difikirin û ew jî bi qetlîama do kêfxweş bûn.
Heger leşkerên Îsraîl di vê rociya remezanê da li hemberî filistîniyan qetlîmeke wiha kiriba nuha li Tirkiyê qiyamet rabûbû, bi milyonan însan daketibûn kolanan û Îsraîl protesto dikirin.
Lê ji ber ku yên hatine kuştin kurd in heta nuha li yek bajarekî Tirkiyê jî 10 tirkan ev qetlîam mezin protesto nekirin.
Heta Huda-Parê jî protesto nekiriye, heger ev komkujî ne li Kobanê li Xazayê bûya Huda-Parê jî nuha qiyamet rakiribû. Lê tiştê ez dibînim heta nuha bêdeng e.
Mesela îro înî ye, heger ev trajedî hatiba serê filistîniyan ewê li hemû mizgeftên Tirkyê di xutbeyan da qetlîam bihata protesto kirin. Piştî nimêja îniyê ewê bi sedhezaran dîndarên tirk bi tekbîran Îsraîl protesto bikirana.
Lê ka em binêrin ji bo kurdan jî îro ewê tiştekî wiha bikin ya na. Ez bawer ankim bikin. Ji ber ku heta nuha tu carî nekirine.
Ev jî nîşan dide ku ne hukûmet û çend faşîst tenê neyarên miletê kurd in, miletê tirk jî wek faşîstan difikire, ew jî bi qasî faşîtan dixwaze hemû kurd werin qirkirin.
XXX
Piştî hilbijartinan Davutoglu û Erdogan emrê îşxala Sûriyê dane artêşê. !!!
Erdogan û Davutoglu di civîna ewlekariyê da ya piştî hilbijartinan da emrê îşxala Sûriyê(ji Cerablûsê)dane artêşê.
Lê brokrasiya karûbarên derve û leşker li dij derketine, gotine tiştekî wiha tahlûkeyeke mezin e, dibê Emerîka, hêzên koalîsyonê, Rûsya û Îran û heta Sûriye jî were îqnakirin.
Lê Davutoglu û Erdogan israr kirine, gotine na, dibê hûn têkevin Cerablûsê. 
Li ser vê israra Davutoglu û Erdogan, leşkeran ji hukûmetê emrekî nivîskî xwestiye. Davûtoglu jî hebûna emrê berê aniye bîra leşkeran. Lê leşkeran gotine nuha hukûmet tuneye, biryareke wiha muhîm dibê koalîsyoneke xurt bide.
Li ser vê israra leşkeran, Davutoglu bi nivîskî emrekî nuh şandiye ji leskeran ra. Ev emir nuha di destê leşkeran da ye, plan û programa îşxalê dikin.
Piştî hilbijartinan meriv tiştekî wiha his dikir, ji gotinên Erdogan diayr bû dixwaze bi fisgenîkî tiştekî bike, bi bahaneyekê têkeve Sûriyê.
Lê wa ye êdî bi belge derket ortê ev texmîn rast bûye, bi rastî jî hukûmeta AKPê emrê îşxala Kurdistana rojava daye artêşê.
Piştî eşkerebûna vê plana hukûmetê ya îşxala Sûriyê û Kurdistanê êdî meriv dikane bi rehetî bibêje êrîşa Daîşê ya ser Kobanê sedîsed bi emrê klîka Davutoglu û Erdogan pêk hat.
Tiştê nikanîbûn bi artêşa xwe bikin, bi qatilên Daîşê dan kirin.
Yanî qatilên komkujiya Kobanê Erdogan û Davutoglu ne, dibê kurd berê xwe bidin wan û vê yekê bikin meseleyeke navnetewî. Bi belgeyên heyî sûcên van herdu micriman û hevalbendên wan raxin ber çavên kurdan û cîhanê.

Bi qetlîama Kobanê Erdogan heyfa Girê Spî ji kurdan girt


Min nuha li Salih Mislim guhdarî kir, got bi alîkariya hin kesên ji Artêşa Azad ya Sûriyê, ji nuxteyên kontrolan derbas bûne û ketine hundurê bajêr. Kincên Artêşa Azad ya Sûriyê li wan bûye û loma jî rehet hereket kirine.
Yanî ji Artêşa Azad ya Sûriyê hin kesan ji wan ra rêberî kirine û mal nîşanî wan dane.
Jixwe xiyanet û alîkariyeke ji hundur tunebe tiştekî wiha ne mimkûn e. Û ev yek jî sedîsed bi plan, alîkarî û bi destê Tirkiyê bûye. Di nava rêxistinekê da dîtin û kirîna... hin xayinan wisa ne rehet e, jê ra profesyonelî lazim e. Ev karê wiha karê dewletan e.
Û ya din jî ji bo xiyaneteke hewqasî mezin, hewqasî bi xwîn pereyekî pir mezin lazim e, tu xayin xayintiyê belaş nake.
Û vî pereyî jî ancax dewlet dikane bide. Hûnê binêrin heger Tirkiye li pişt vê qetlîamê derneket ez bi tiştekî nizanim...
Beyanên berpirsiyarên Tirkiyê vê şika meriv xurt dike...
XXX

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, derbarê qetlîama Kobanê da beyaneke pir balkêş daye, gotiye:
”Li herêmê mirinê nîşan didin ji bo ku bi tayê bidin razîkirin. Yanî stratejiyeke bi vî rengî tê meşandin. Dibê kes nepê ku emê ji trîbuna temaşevanan li van bûyeran temaşe bikin. Em pêvajoyê saniye bi saniye taqîp dikin.”
Erdogan vekirî dibêje, bi antî propgandeya Daîşê dixwazin me mecbûrî dewleteke kurd, statuyeke kurd bikin. Mirinê nîşanî me didin ji bo ku tayê bi me bidin qebûlkirin... ev e…
Û dû ra jî şêla Tirkiyê diyar dike, dibêje, ji bo ku dewleta kurd, statuyeke kurd çê nebe helbet ewê hin tiştan bikin, dibê kes nepê Tirkiye ewê li hemernî pêşketineke wiha pasîf bimîne…
Bi dîtina min tercumeya gotinên Erdogan ev e…
Ev beyana Erdogan tê maneya Tirkiyê ev qetlîam kiriye, bi destê Tirkiyê hatiye kirin. Ji bo ku rê li ber pêşketina kurdan bigrin

XXX

Tirkiyê bi vê qetlîama mezin îro li Kobanê heyfa Girê Spî ji me kurdan girt. Erdogan bi vê qetlîama Kobanê ji me kurdan ra got ez we rehet nahêlim.

 

XXX

Kurdên hîn bi AKPê ra ne, kurdên hîn birêvebir, parlamenter û wezêrîn AKPê ne ew jî şirîkên Daîşê û qetlîamên wê ne. Çimkî ew baş dizanin çete û qatilên Daîşê bi alîkariya hukûmetê van qetlîaman dikin. Bi alîkariya hukûmetê û tîmên taybet yên tirk Koban îro kirin gola xwînê û bi sedan kurd kuştin û birîndar kirin.
Plan û programa qetlîama îro li Tirkiyê û bi destê zibat û ajanên dewleta tirk çê bû, di medya sosyal da vîdeoya wê hat belavkirin. Yanî berpirpirsiyarê yekem ukûmeta AKPê ye, Davutoglu û Erdogan in, serekerkanê tirk û MITa tirk e.
Lema jî dibê meriv êdî bi çavê hevalbend û piştgirên Daîşê li kurdên AKPyî binêre, wan wisa qebûl bike…

 

25 juni 2015

Ev qetlîam bêyî alîkarî û plangeriya Tirkiyê ne mimkûn e

Qatilên hukûmeta AKPê Koban kirin   gooola xwînê
Çete û terorîstên hukûmeta AKPê vê sibehê dîsa bi pûştî, bi qehpebavî Kobana birîndar kirin gola xwînê, bi hovîtî xelkê sivîl gulebaran kirin. Di êrîşê da bi kêmanî deh kes hatin kuştin û 40 kes jî birîndar in. Hemû jî xelkê sivîl in, di nava mirî û birîndaran da jin û zarok jî hene.
Li gorî berpirsiyarên PYDê û Burkan El Firat terorîstên Daîşê bi çend wasiteyên bombebarkirî ji Tirkiyê derbasî nava Kobanê bûne û gel gulebaran kirine, wesiteyên bombebarkirî di anva bajêr da teqandine.
Ji xwe bêyî alîkarî û organîzeya Tirkiyê êrîşeke wiha mezin ne mimkûn e. Heta nuha min sed carî got, Daîş maîş û El Nusra hemû maske ne, hemû jî çete û elemanên dewleta tirk in, bi sewq û îdareya artêş û MITa tirk êrîşî kurdan dikin. Û ev yekî bi emirê hukûmeta AKPê dibe. Dibê em vê yekê bibînin û bi dengekî bilind bibêjin.
XXX
Heger kitaneke sipî di xwînê de mabe bizanibe ew ya dayikeke Kurd e,
heger memika zarokekî/ê di nava xwînê de mabe bizanibe ew zarok zarokekî/e Kurd e,
heger te çek li ser milên jin û mêran dît bizanibe ew Kurd in 
û dijminên wan çiqasî namerd in !
///Meral Varişli
XXX
Ev qetlîam bêyî alîkarî û plangeriya Tirkiyê ne mimkûn e
Waliyê Rihayê li ser êrîşa Daîşê ya ser Kobanê ya vê sibehê beyaneke daye. Bi vê beyana walî jî diyar dibe ku tiliya Tirkiyê di vê qetlîamê da heye. Walî gotiye:
” Me bihîst mîlîtanên Daîşê îro bi berbanga sibê ra derbasî Kobanê bûne û li wir çend wasite teqandine.
Îdîeya mîlîtanên Daîşê di ser Tirkiyê ra derbas bûne bêbingeh e. Di destê me da belge hene ku endamên rêxistinê ji Sûriyê ji bajarê Cerablûsê derbasî Kobanê bûne. Dîmenên vê yekê emê di demeke kin da belav bikin.”
Ev beyana walî jî nîşan dide ku ev êrîş ji alî Tirkiyê ve hatiye organîzekirin. Wek tê dîtin walî, ji qatil û terorîstên Daîşê ra dibêje ”mîlïtanên rêxistinê, endamên rêxistinê…”
Yanî walî wan wek terorîst nabîne.
Ya din gotiye, ” ji Cerablûsê derbas bûne û di destê me da fîlm heye…”
Heger bi rastî di destê walî da fîlm hebe wê demê sedî sed Tirkiye di nava vî îşî da ye û ji bo ku şopê ji ser xwe wenda bikin saneryoyek, mîzansanek wek ya konsolosxaneya Mûsilê çêkirine. Heger Tirkiye ne bi çetereyan ra be saet di 04.00ê sibê da çawa dikane ji êrîşê hayder bibe û here li Cerablûsê derbasbûna terorîstan bigre fîlm?
Maneya xwe Tirkiye di nava bûyerê da ye û loma jî haya wan ji her tiştî heye.
Lê walî ne fîlmekî, ew sed û yek fîlmî jï nîşan bide ew nikane xwe ji vê qetlïamê bêrî bike, çimkî ev êrîs bêyî alîkarî û organîzeya Tirkiyê ne mimkûn e.Tirkiyê bi qetlâma mezin heyfa Girê Spî ji me girt.
Qet şik tuneye organîzator û qatil Tirkiye ye, her tişt bi emir û plangeriya Erdogan û Davutoglu tê kirin. Loma jï dibê kurd qatilên nas bikin û xwe rast bi nav bikin; ew Erdogan û Davutoglu ne…
Tiştê bûye qetlîameke pir mezin e, dikane bi sedan şehîd hebin. Mal bi mal geriyane û qiç û pîl herkes kuştine…
Heta em wiha bindest bin emê tu carî nikanibin ji van ji wan qetläman xelas bibin. Dibê em bibin xwedî dewlet, vë yekê ji xwe ra bikin hedef.
Ya din dibê baş bizanibin heger em yekîtiya xwe ya netewî ava nekin û tedbîrên xwe baş negrin, parastian xwe qewî nekin êrîş û qetlâmên wiha ewê dom bikin. Heger bikanin sibe jî ewê eynï qetlïamê dubare bikin....


24 juni 2015

Sal bi sal xwezî bi par

Do 550 parlameterên tirk û kurd li meclîsa tirk sond xwarin û bûn parlamenter û bi vê yekê ra hustuyê xwe li ber rejîmeke dîktator û sondeke nîjadperest û fassîst xwar kirin. 
Hinekan ev sonda neînsanî, ne medenî û nîjadperest bi dil û can, wek bilbilan û hinekan jî bi şermokî û bêdil xwendin.
Ev sonda nîjadperest û faşîzan piştî darbeya leşkerî ya 1980î ji alî cûnta faşîst ve ji bo kurdan û li hemberî kurdan hate çêkirin. Ji bo ku kurdan pîs bikin û tirkîtiyê bi kesên kurd bidin qebûlkirin. Ev zorbatî ye.
Herkes dizane ev sond mecbûrî ye, yê dibe parlamenter dibê vê sondê bixwe, sond nexwe nabe, parlamenteriya wî/wê qebûl nabe.
Lê li gel vê zorbatiyê jî dibê kurdan ev sonda nîjadperest û antî-kurd hewqasî rehet û bê teqû req, bêyî îtîraz nexwendana.
Bi kêmanî çend kesan ya berî sondê ya di dema sondê da ya jî piştî sondê dibê nerazîbûnên xwe nîşan bidana, ev sonda irqçî rexne bikirana, dinya bi vê irqçîtiya tirkan bihesandana.
Lê kesî nekir. Him kesî îtîraz nekir û him jî li hemberî rexneyan, xwendina sondê parastin, qala mecbûriyetê û qanûnan kirin.
Bi bêdengî, bêyî îtîraz qebûlkirina vê sondê teslîmiyeta zorbatiya rejîme dîktator e, normal dîtina vê sonda irqçî û faşîst e.
Meriv bi derewa sonda naxwe, sondxwarina bi derean bêexlaqî ye. Sond namûs e. Lema jî dibê îtîraz bihata kirin, dibê bihata nîşandan ew ne bi vê sondê ra ne.
Her tiştê bi qanûnan mecbûrî ye meriv ne mecbûr e qebûl bike. Heger kurdan îtîrazî qanûnan nekirana navê kurd û Kurdistanê jî yasax bû, lê hin mêran îtîraz kirin, guh nedan yasaxê û qanûnan û loma guhertin çêbû û loma em îro dikanin bibêjin kurd û Kurdistan.
Sebebê hebûna me û micadela me ya siyasî ne qebûlnekirina qanûnên nîjadperest û antî demokratîk e, ne ku em rîayetî her qanûnê bikin û jê ra hurmetê nîşan bidin.
Li Kurdistanê, li ba milet li têla kurd û Kurdistanê xistin û li meclîsê jî bi serê şoreş û înqilabên Ataturk û bi soza perçenebûna Tirkiyê, bi namûs û şerefa xwe sond xwarin li hev nake.
Ev sonda irqçî û antî kurd hemû dîtin û sozên meriv yên li ser kurd û Kurdistanê pûç dike…


XXX
Piştî ku min di meclîsa tirk da li sondxwarina Feleknas Ucayê temaşe kir ez ketim binê erdê, min xwe wek cileke paspasê ya bin nigê Baykal û tirkan his kir.
Fena ku di qereqoleke tirk da pûlisên tirk bi zor tecawizî min bikin…
Ez nuha xwe hewqasî pîsbûyî û wek zûriyekî di bin nigê tirkan da his dikim...


XXX
Siyaset li Tirkiyê pir rezîl bûye, kurd jî tirk jî di nava vê qirêjê da ne. Siyaset li Tirkiyê bûye bindestî, emirqûlîtî û bêîradetî û pûlperestî. Kesê van şertan qebûl neke nikane bibe xwedî hêz…

XXX
Merdbûn û heya(fedî, şerm) ji bo însên du wesfên herî muhîm in. Însanê ji van herdu wesfan bêpar be dikanin her tiştî bilke…

XXX
-Namûs: cewhera buhayê wê nayê pîvan, ne dişibe aqût(mirarî) û ne jî elmas, ne tê kirîn û ne jî tê firotin. Ku carê were wendakirin êdî dîtina wê ne mimkûn e.



23 juni 2015

Diz hevûdu xelat dikin

Hukûmeta AKPê xelata îxracatçiyê herî mezin daye Reza Zerabb. Zerab wek şampiyonê 
îxracatê îlan kirine. 
Dibê wî bikinm şampiyon û heta qehremanê dewleta tirk jî. Ji ber ku Zerab serokkomar Erdogan û bi dehan wezîr bi pereyê reş kirin milyarder, saeta 700 hezar lîreyê tirk wek diyarî xist destê wezîr Zafer Çaxlayan.
Helbet ewê merivekî hewqasî muhîm perrû bikin û het abidin ser serê xw ejî.
Însan bêar nebe, ku carê bêar bû dikane her tiştî bike. Erdogan û zilamên wî êdî ji siyasetmedaran wêdetir çete ne, mafya ne. Loma jî dikanin her tiştî bikin, ji ber ku fedî, heya nemaye.
2015-06-23
XXX
Hela hûn ji xwe ra li vê sosiretê binêrin !
Heta ku li Tirkiyê kurd bindest bin tirk ji prîmîtîfîyê, ji îdeolojiya faşîzan û hov xelas nabin. Ewê tim wek guran hov û dirinde bin, ewê paşdamayî bin, ewê tim ji medeniyetê bêpar bin, ewê tim êrîşkar û irqçiyên dinyayê yên herî hov bin.
Min nuha di vîdeoyekê da temaşe kir, bi dehan însanên giregir, bi helahop, rêsipî wek koleyan, wek zarokan destê serokê MHPê Develet Bahçelî yê faşîst maç dikrin. 
Û wî jî wek şêx û padîşahekî sedsala 19a destê xwe dirêjî wan dikir û wan jî yeko yeko destê wî maç dikirin û didan ser serê xwe.
Di vê sedsala 21ê da hebûna siyasetmedarên hewqasî prîmîtîf, hewqasî bêşexsiyet û ruhkole ji bo civatekê malkambaxî ye.
Bêyî kincan tu ferqeke wan ji însanên bejî tuneye. Û sebebê vê prîmîtîfî û bêşexsiyetiyê jî bindestiya kurda ye, ji ber ku Bahçelî baş li dijî kurda ye û faşîstekî mezin e loma destê wî maçî dikin.
Roja kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe tirk jî ewê hêdî hêdî bibin însan…

2015-06-21

22 juni 2015

Meraq û pirsek !


Berhemên, yanî roman, çîrok û helbestên kurd bi tirkî dinivîsin gelo ji sedî çendê wan ji alî tirkan ve tên xwendin, ez pir meraq dikim.
Gelo di vî warî da tu lêkolînek, anketek heye?
Ez bi xwe bawer nakim tirk berhemên nivîskarên kurd dixwînin. Ez dibêjim xwendevanên bi tirkî dixwînin jî kurd in. Yanî kurd berhemên kurdan bi tirkî dixwînin û bi vê riyê hogirî tirkî dibin.
Lê ya min tenê texmîn e. Gelo tu weşanxaneyekê di vî warî da lêkolînek kiriye? Heger lêkolîneke wiha heye yê jê haydar bira ji kerema xwe ra me jî jê agahdar bike.
Cemîl Oguz gotiye, "îstatîstîk û lêkolînek wisa nîn e. Lê çavdêrî hene ku piranî yên dixwînin dîsa kurd in, lê beşek biçûk ji tirkan jî hene helbet."
Bi dîtina min dibê lêkolîn were kirin. Ji ber ku kurdên bi tirkî dinivîsin dibêjin bira tirk jî edebiyata kurd nas bikin. Bi kêmanî bawerî û îdîayeke wiha heye. Ne hemû nivîskar bin jî lê piraniya wan vê argumnetê didin pêş. Û loma jî berhemên xwe tercumeyî tirkî dikin.
Lê bi texmîna min tirkê ji kurdan û ji edebiyata kurdî hez bike û roman, çîrok û helbestên kurdan bixwîne ji hezarî ne yek e jî. Çimkî bingeha vê yekê tuneye.
Çimkî di nava miletê tirk da tebeqeyeke, grûbeke ji kurdan hez dike tuneye. Grûba herî dikane berhemên kurdî yên edebî bixwîne çep in, ew jî rewşa wan û şëla wa nya siyasî li ortê ye, piraniya wan bi qasî faşîstan neyarên kurdan e.
Loma jî pirs ev e:
Tirkên eserên kurdan, edebiyata kurdî dixwînin kî ne, ji kîjan sinif û tebeqeyê ne?
Çep in?
Dîncî ne?
Nîjadperest û faşîst in?
Lîberal in?
Sosyaldemokrat in?
Bi baweriya ji van grûban yek jî eserên kurdan ne meraq dikin û ne jî dixwînin. Di nava tirkan da tu kîtleya, grûba edebiyata kurdî meraq bike, kêfa wan jê ra were tuneye, yên hene jî jimareke pir bêqîmet e…

21 juni 2015

Bi Xwedê tenêbûn qet ne xweş e û weselam


Ez him bûme bermalî û him jî kebanî…
Ji danê nîvro da ye ez û xortê xwe yê biçûk Rojen ketine hewşê, sêncên dora hewşê dibirin, min hîn nig di bin xwe ve nekiriye. Sêncên dora hewşê bûbûn wek porê dînan. Dibê meriv bibire û dûzanekê bidê, ya na nexweş xuya dike, heta cîran jî dikanin aciz bibin. Çimkî estetîka kuçê û hawirdorê xera xera dike..
Berê me bi meqesê sêncên dora hewşê birrîn, bêxwedî him dirêj e (gelek dar in) û aliyek jî pir bilind e, ji bo birrînê qama(bejna) min pê ra nagihê, piştî vî temenî wek pêlewanan hilkişiyam ser nêrdewanê. Ji ber ku birrîna Rojen ne bi dilê min bû.
Heta me qedand bîn li min çikiya.
Rojen xort e, ne xema wî bû.
Piştî birrîna sêncên dora hewşê(darên dora hewşê) û paqijiya hewşê û avêtina çilo, dû ra dor hat çêkirina şîvê.
Min îro menu guhert, kir woka çîniyan û li ber jî birincek pir xweş çêkir.
Min woka xwe bi şîrê gûza hindê çêkir. Êdî kurd jî ketine dramatan efendim…
Bawer bikin woka min ji ya hosteyekî çînî ne kêmtir e. Lê çi feyde hûn nikanin tahm bikin. Lê min ji bo we rismê wî kişand. Ji bo ku di fantaziyê da nemîne.
Bi navê Xwedê heger xanim nexeyidiya û destûr bida ezê bizewiciyama û ji vê tenetiyê xelas bibûma…
Qenekê gava yek diçû zeyî ez bi tenê nedimam û nedibûm bermalî û kebanî.
Min çend caran di ber xanimê ra avêt lê xwe pir xeyidand, bi awirê xwe ez tirsandim.
Herçiqas min got xanim, ewê feyde bigihîje te jî, sebra we ewê bi hev were, qebûl nekir, got welat li ber te ye, here bizewice. Ez li mala xwe me... Halbûkî bavê wê, yanî xwezûrê min sê xanimên wî hene. Lê ew duduya jî qebûl nake…))
Yanî welhasilî kelam ezê vê hesretê bi xwe ra bibim gorrê…

Aman, dibê tirk careke din jî me nexapînin !


Li gorî xebera malpera AVESTA KURDê, serokê PYDê Salih Muslim, ji bo ku bi bepirsiyarên hukûmeta AKPê ra hevdîtinan bike ji ser Qoser û Mêrdînê bi balafira Tirkiyê (THY) çûye Stenbolê û ji wir jî ewê derbasî Anqerê bibe. Berpirsiyarên hukûemta AKPê dixwazin bi Salih Muslim ra li ser Girê Spî bipeyivin.
Hevdîtin, diyalog baş e, dibê aliyê kurd ji diyalogê nereve. Lê li alî din dibê kurd pir şiyar bin û neyên xapandin.
Netîceya Tirkiyê li Girê Spî bi destê Daîşê bi dest nexist nuha dixwaze bi entrîka, bi dek û dolaban, bi hîle û xapandinê bi dest xe.
Ya na Davutoglu Muslim dawet nedikir.
Yanî di esasê xwe da hêviya hukûmeta AKPê û dewleta tirk êdî bi zorê û bi şer nemaye, di vir da kurdan zora wan û mitefikên wan bir.
Di destê dewleta tirk da maye hîleyên siyasî. Tirkiye nuha li pey wê ye.
Ewê bixebitin bi destê hin kesan û bi gelek riyan zafera kurdan û YPGê û PYDê di şer da bi dest xistin, li ser masa siyasî pûç bikin.
Yanî hesab û nêta tirkan ev e.
Heger mecbûr nemînin Salih Muslim dawetî Anqereyê nakin. Ji ber ku dibêjin PYD û YPG terorîst e û ji Daîşê jî xerabtir e. Û ev dîtina xwe hîn jî neguhertine.
Erdogan hîn di axaftina xwe ya do da got, ”alîkariya kurdan tenê dikin, hemû grûbên din tasfiye dikin. Ev lîstikeke. Emê destûrê nedin vê lîstikê.”
Mêrik vekirî dibêje emê qebûl nekin kurd li welatê xwe, li bajarê xwe bibin xwedî desthilat. Yanî dîsa ji kurdan ra ”NA”!
Lema jî dibê PYD û PKK di vî warî da pir şiyar bin û neyên lîstika tirkan û wek dema Şerê Cîhanê yê Yekem careke din nebin aliyê têkçûyî.
Ev şansê kurdan yê dawî ye, ji meriv ra hertim wiha li hev nayê. Li der û li hundur, di her warî da kurd xurt in û xwedî piştgiriyeke mezin in. Tirk viya dibînin û dixwazin vê rewşê di aleyhê kurdan da biguherînin, dixwazin wextê qezenc bikin. Tiştê di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da anîn serê kurdan, dixwazin careke din dubarebikin. Yanî dixwazin van zaferên kurdan vegerînin Lozaneke Duyem.
Lema jî dibê PYD û PKK di hevdîtinan da pir şiyar bin û tu carî bi soz û ahdên tirkan nexapin….

PKKê di şer da zora tirkan bir, ma siyaset


Ji bo Emerîka û Ewrûpayê Rojhilata nêz him ji alî dewlemendiyên xwe û him jî di warê coxrafîk da herêmeke pir stratejîk e. Emerîka vê herêmê ji Rûsyayê, Tirkiyê û Îranê ra nahêle.
Lê li herêmê jê ra mitefikekî saxlem lazim e. Ew jî tenê kurd in.
Li vê herêmê bêyî kurdan tu miletekî din, tu dewleteke din nabe mitefikekî saxlem û pêbawer yê Emerîka û Ewrûpa yê. 
Di van 20 salên dawî da Emerîka û Ewrûpayê ev yek bi tecrûbeyên xwe dîtin. Ne ereb, ne faris û ne jî tirk ebeden nabin mitefikên stratejîk yên Emerîka û Ewrûpayê.
Ji bo ku em kurd jî kanibin li herêmê bibin xwedî dewlet û dû ra jî bijîn û ji alî guran ve nayên xwarin, dibê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpa dostên me bin, mitefik û piştgirên me bin.
Heger Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê nebin mitefikên me yên stratejîk em bibin xwedî dewleteke serbixwe jî em nikanin di nava hewqas gur da bijîn, kînga bixwazin dikanin me bixwin.
Ji bo ku em ji alî guran ve neyên xarin wek Îsraîl dibê em kurd jî bibin mitefikên Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê.
Wekî din tu şansê me tuneye. Bi hêza xwe tenê, bêyî piştgiriya Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê em nikanin zora van hersê dewletan bibin. Loma jî mitefîkiya bi Emerîka û Ewrûpayê ra ji bo me dibê hedefeke stratejîk be.
Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye ne mafên me bi rehetî didin û ne jî dibin dostên me, mitefikên me.
Roja kanibin me ji ortê rakin ewê qet texsîr nekin, ewê bikin. Loma jî dibê pişta me hebe, Emerîka û Ewrûpa piştgiriya me bikin, bêyî pişt em nikanin li herêmê bijîn.
Menfeeta me jî û ya Emerîka û Ewrûpayê jî di hevkariyê û mitefikiyê da heye. Ya wan mesela karê ye û ya me jî mesela hebûn û tunebûnê ye…
Heger kurd, bi taybetî jî PKK, ji ber ku nuha li bakur û li rojava tenê PKK hêz e û tenê ew dikane xera û çê bike, siyaseteke biaqil, siyaseteke ku dixwaze piştgiriya Emerîka û Ewrûpayê bigre bimeşîne Kurdistan çêbûye.
Çimkî li herêmê tenê berê kurdan bi Xerbê da ye, tenê kurd bi rastî demokrasiyê û plûralîzmê dixwazin.
Ji ber ku em mecbûr in demkrat bin, em mecbûr in plûralîzmê, wekheviyê û edaletê biparêzin û ji ereb, faris û tirkan pêşdatir bin, medenîtir bin.
Heger li herêmê em kurd ji ereb, faris û tirkan ne demokrattir bin, ne medenîtir bin Emerîka û Rojava piştgiriyê nadin me.
Li hemberî dîktatoriya tirkana û dîndarî û fanatîzma ereb û farisan çeka me ya herî xurt azadî, demokrasî û plûralîzm e. 
Li başûr û rojava Kurdistan çê dibe, beşên din jî ewê li pey werin. Tirkiye ya jî hêzeke din nikane bi zorê û bi şer zora kurdan bibe û rê li ber çêbûna Kurdistanê bigre.
Nuha hertişt girêdayî zîrekiya siyasetê ye, PKKê di şer da qezenc kiriye, maye siyaset. Heger PKK di warê siyasî da van qezencên pir mezin û dîrokî heder neke, wek pêşiyên me neyê lîstika tirkan Kurdistan çê bûye.

20 juni 2015

Gefên tirkan û çîroka gur û berx


Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê) Salih Muslim, îdiayên tirkan ku dibêjin ereb û tirkmanên Girê Spî bi zorê hatine derkirin, red kiriye û gotiye bira rexistinên navdewletî û medya werin li herêmê lêkolînê bikin.
Derdê tirkan ne ereb û tirkmen in, ew li pey kurdan e, dixwazin bela xwe di kurdan bidin. Ereb û tirkmen hincet e, bahane ye.
Mesela tirkan bû mesela gur û berx.
Rojekê gur ji kaniyê av vedixwar, bala xwe dayê wa ye berxek jî hinekî jê wê de, ji erqê avê vedixwe. Birayara xwe da berx bixwe. Bang li berx kir, got
- Ero yê li dera hanê! Ma tu çima ava min şolî dikî? Te bi wan nigên xwe yên pîsik ava min kiriye gerrek, av nayê vexwarin.
Berx li hember van gotinên gur matmayî ma û bi dengekî liberger ji gur ra got:
- Ez uzrê xwe dixwazim, min efû bike! Lê ez fêm nakim ez çawa dikanim ava te şolî bikim? Çimkî tu li serê kaniyê yî û ez jî li vir li jêrî kaniyê, ji erqê avê vidixwim. Û av ji ba te bi alî min da diherike. Lema ez li vê jêrê çi bikim jî ava te şolî nabe.
Gur ji van gotinên berx gelkî aciz bû û bi hêrs jê ra got:
- Dev ji van gotinên vala berde. Û ji xwe ez ji van qurretiyên te berê heta ber dev tije bûme. Baş tê bîra min salek berê jî te li hemberî min bêedebiyek wiha kiribû. Û wa ye tu nuha jî dikî.
Berx dîsa bi tirs got:
- Salek berê ez ji diya xwe nebûbûm, lema jî ne mimkûn e ku tiştekî wiha di nabêna min û te de derbas bûbe.
Gur awirê xwe bêtir tûj kir û got:
- Ji bo min qet ferq nake ku tu kînga ji diya xwe bûyî. Heger ne tu bû, wê çaxê qey bavê te bû. Ji bo vê yekê jî ji bo min ferq nake. Min carê biryara xwe daye ezê te bixwim…
Û dû ra jî xwe çindî ser berx kir û dev kir gewriyê…
Bawer bikin ya tirkan jî bûye ev mesele dinya alem dizane kurdan zulm li kesî nekiriye û kes ji erdê wan dernexistiye. Tirk jî viya baş dizanin.
Lê mexseda wan wek gur xwarina me ye. Îcar ewê bikanibin me bixwin ya na, ew hîn ne diyar e…


19 juni 2015

Xur ketiye canê rast û çepên tirk


Di hilbijartinên 7ê hezîranê da bi zêdebûna rayên HDPê xur ketiye rast û çepên tirk, efendim ev 3 milyon rayên HDPê ji ku hat?
Ji qotika dilê we hat !
Ma hûn nizanin rayên kurdan e?
Helbet dizanin rayên kurdan e. Lê naxwazin vê hêza kurdan qebûl bikin, bi demagojiyê û teoiriyên bêbingeh dixwazin hêza kurdan biçûk nîşan bikdin. Ev potansiyela kurdan ya netewî wan ditirsîne.
Lema jî dixwazin xwe bikin şirîkê serketin û rayên HDPê û parekê ji xwe ra jî jê derxin û bibêjin weleh xuya me jî di vê girarê da heye.
Qet teoriyên beradayî çênekin û demagojiyê nekin, tirkan tu rayeke zêde nedan HDPê. Ev li ortê ye û hûn pê dizanin.
Herî zêde, herî zêde nîv prosent rayên tirkan di nava 6 milyon û nîv rayên HDPê da heye. Û ew jî ne tiştekî zêde muhîm e.
Yanî heger ne ew rayên we bûna HDPê ewê ne ji sedî 13 û nîv, lê ji sedî 13 bigirta. Yanî ewê dîsa baraj derbas bikira.
Jixwe bi girafîk û belge û bajar bi bajar, tax bi tax hat nîşandan ku HDPê ji CHPê ray negirtiye, rayên girtine ji AKPê girtine û ew jî rayên kurdan e.
Kurdên heta nuha bi hêviya AKP ewê mafê kurdan bide ray didan AKPê, dîtin ku nêteke Erdogan ya wiha tuneye, tiştên tên gotin hemû vir û xapandin e.
Û ya din jî di şerê Şengal û Kobanê da kurdên ray didan AKPê dîtin ku Erdogan û partiya wî bi qasî MHPê û Bahçelî neyarên miletê kurd in.
Loma jî kesên bi xîret û bi namûs dev ji AKPê berdan û rayên xwe dan HDPê.
Ol hîkaye ev e, gotinên din hemû derew e…
Îcar HDPyê ji kurdan ra çi havilê bike ew jî mesleyeke din e, di rojên pêşda emê wê bibînin.


XXX
Qumenadrê PKKê yê berê Dr. Saîd Çurukkaya gotiye Tirkiye hîn jî alîkariyê dişîne ji Daîşê ra.
”Bi şev balafirên kargo diçin Mûsilê û dîsa paş da vedigerin Tirkiyê.”
Yanî Tirkiye hîn jî alîkariyê bi Daîşê ra dike.
Bi dîtina min di vê da tu şik tuneye, Tirkiye vê piştgiriya xwe pir vekirî dike. Emerîka û dinya jî bi vê dizane.
Tirkiye bûye şargeheha Daîşê, birîndarên wan li Tirkiyê tedawî dibin, li Tirkiyê bîna xwe digrin û çekên wan jî ji Tirkiyê diçe. Çimkî Daîş li ser hesabê Tirkiyê şerê kurdan dike.
Jixwe di emerinameya(genelgeya) wezîrê karên hundur yê berê Muammer Guler da ev alîkariya Tirkiyê bi belge li ber çava ye, hukûmet emir dide hemû mamûrên xwe, dibêje her alîakriyê bi terorîstan îslamî ra bikin. MITê ew ji welatên cuda anîne ji bo ku li dijî PYDê şer bikin…
Piştî ku ev biryara hebe helbet ewê çekan bişînin ji çeteyên xwe ra, di vir da tu tiştekî anormal tuneye. Heger neşînin anormal e.

Medyaya tirk ji bo şerekî li hemberî kurdan cî xweş dike


Rojnameya Sabahê ya tirk manşet avêtiye, ”PYD, ji Daîşê tahlûketir e”!
Ji roja rizgarkirina Girê Spî û û virda ye medya tirk û bi taybetî jî medyaya AKPê ji bo êrîşeke ser kurdên rojava civatê amade dike, zemîna psîkolojîk xweş dike.
Tim wiha kirine, berî ku êrîşî kurdan bikin, bi riya medyayê şerekî psîkolojîk dimeşînin, dest bi derewan dikin, xeberên vir, bêbingeh belav dikin. 
Medyaya tirk bi piranî wek dahîreyeke dezînformasyonê, wek dahîryeke MITê dixbete, medyayek pir adî û pir bêşeref e, her derew, sextekarî li ba wan mubah e. Dema mijar dibe kurd û Kurdisan medyaya tirk ji ya nazîstan jî xerabtir e.
Tiştê meriv ji medya AKPê fêm dike hukûmet dixwaze êrîşî ser PYDê û kurdan bike.
Netîceya bi riya Daîşê bi dest nexistin, dixwazin îcar bi midaxeleyeke rasterast biceribînin.
Ji bo êrîşê biryara xwe dane, amadeyiyên xwe kirine û dikin, lê ji Emerîka şayişan dikin, dixwazin ji Emerîka sinyala kesk, ”ok”eyekê bigrin.
Lê Emerîka jî dibêje na, hemû tiştên hûn dibêjin derew in.
Rûsan jî bi îhtîmaleke mezin gotin na.
Ewrûpa jî li dijî midaxeleya Tirkiyê ye.
Yanî ji bo midaxeleyeke leşkerî ya li hemberî PYDê û kurdan piştgiriyeke navnetewî tuneye. Hetta Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li dij e û piştgiriyê didin PYDê.
Li hundur jî bêyî MHPê û hin hêzên marjînal kes piştgiriya şerekî bi kurdan ra nake.
Heta di nava AKPê bi xwe da jî belkî di vî warî da piştgiriyeke total tunebe, hin kes muxalifê midaxeleyeke bi vî rengî bin. Gava ez dibêjim hin kes, qesda min ne kurd in, kurdên di nava AKPê da hemû jî xulamên Erdogan in, yek jî newêre îtîrazî emrê wî bike. Praktîka wan ya heta nuha viya nîşan dide, emirqûlî ne û di cepheya dijmin da ne. Ez bi xwe ji bo kurd û Kurdistanê tu hêviyekê ji wna nakim.
Lê li gel vê jî faşîst û nîjadperestên wek Erdogan, Davutoglu û Bahçelî gelo ewê biwêribin dînîtiyeke wiha bikin ya na, ez nizanim.
Hêvî dikim serî li macarayeke wiha nedin, lê heger bikin jî bêyî liberxwedanê tu riyeke din li ber kurdan tuneye. Û jê pêda jî dibê PKK êdî serxwebûnê bike hedefa xwe. Çimkî heta li bakur kurd azad nebin û Kurdistan çênebe tirk kurdan li tu beşekî Kurdistanê rehet nahêlin. Ev pir vekirî ye. Tiştê bi salan li Îraqê kirin, dixwazin îcar jî li Sûriyê bikin…

17 juni 2015

Ev tirk çi henekçî ne!

Yaho ev tirk çi nazadar û henekçî ne!
Tu çi dibêjî dibêjin "na" û naziya dikin, lêva xwe ba didin û dibêjin:
-Niççç
Kurd dikin nakin, nikanin tiştekî bi van tirkên nazlî bidin ecibandin…
Dema YPGê li Kurdistana rojava avabûna ”kantonan” îlan kir, hukûmeta AKPê got:
-Niççç, em qebûl nakin  !
Nuha kantonan dikin yek, îcar jî dibêjin:
-Çima hûn kantonan dikin yek?
Kurro hûn çi dixwazin?
Kurd kantonan çê dikin hûn dibêjin:
”Niççç, em qebûl nakin”.
Kantonan dikin yek, hûn dîsa dibêjin:
”Niççç, em vê jî qebûl nakin”!
Yê we jî ne tu hawe ye yaho!
Em nikanin modelekê bi we bidin ecibandin.
Hûn geh dibêjin kin e, geh dibêjin dirêj e…
Hûn kantonan qebûl naki.
Serxwebûnê qebûl nakin.
Federasyonê qebûl nakin.
Otonomiyê qebûl nakin.
Me li dinyayê model nehîşt, lê hûn bi yekê jî razî nabin. Hewqasî jî naz û cîle nabe, dibê hûn yekê qebûl bikin…
Dema Cizîr, Koban û Efrîn di bin îşxala Sûriyê da bû hûn pê razî bûn, we qet negot, ”niççç”!,
Heta hûn pê pir kêfxweş bûn.
Lê dema kurd dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, wek beqa bahjînî ji we tê û hûn dibêjin:
 ”Naaa, em qebûl nakin”!
Kurro jixwe kê ji we pirsî ye.
Heta zikê we diêş bibêjin, ”niç” û  em ”qebûl nakin”!
Heta ji we tê civînan cêkin û planan bigerînin.
Hûn nikanin tiştekî jî bikin.
Jixwe kes ji we napirse, çimkî tu têkiliyeke we bi Sûriyê û bi kurdan tuneye.
Hûn ji xwe ra xwe li ber baranê şil dikin.
Hûn ji xwe ra lêdixin û ji xwe dilizîn…
Me hevûdu baş nas kiriye, fort û gefên we li ba me êdî du quruş û nîva jî nake.
We ji bo Kurdistana başûr jî got ”na, em qebûl nakin…”
Lê çi bû, we wek berxikan qebûl kir û di ser da jî li dilê xwe xist.
Bi Xwedê hûnê ”kantonan” jî û federasyonê jî qebûl bikin.
Hûn mecbûr in.
Ji ber ku ev heqê me ye.
Em erdê kesî jê nastînin, em welatê kesî îşxal nakin.
Em dixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, wek her miletê azad bijîn.
Hema heta ji we tê bibêjin, ”niççç û em qebûl nakin…”!

Bi hêviya hewqas ked û xwîn bi avê da neçe

Serokê meclîsa kantona Kobanê Enwer Muslim gotiye, “rizgarkirina Girê Spî ji destê Daîşê serketineke pir mezin e.”
Li gorî Muslim, korîdora di nabêna Kobanê û Cizîrê da vebû ji bo Kobanê ruhekî nuh e, ”yekkirina kantona Kobanê û Cizîrê bûyereke dîrokî ye.”
Muslim gotiye, ”bi girtina Girê Spî hesarga ji ser Kobanê rabû. Me nikanîbû hewcedariyên xw eyên însanî temîn bikira. Yekkirina herdu kantonan ji bo me bû ruhekî nuh. Êdî emê kanibin hemû hewcedariyên xwe di ser Cizîrê ratemîn bikin.”
Bêguman girtina Girê Spî û têkbirina Daîşê bûyereke pir mezin e. Ji bo vê zafera dîrokî miletê kurd bedelekî pir mezin da. Her roj cenazeyên çend şehîdan diçûn Kurdistana bakur.
Yanî PYDê, miletê kurd ji bo rizgarkirina Kobanê, Girê Spî û hemû gund û bajarên din micadeleyeke bêhempa û bedelekî pir mezin dan. Li hemberî hêzeke barbar û sedqatî ji wan xurttir ev zafer dîrkî ye, herkes nikane vê qehremenaiyê bike. Hemû miletê kurd bi qehremanî serketina gerîlla kêfxweş û serbilind e.
Ez hêvî dikim ev zafera bi xwîna bi hezaran şehîdan hat bidestxistin di rojên pêşda li ser maseya siyasî bi avê da neçe, pir erzan neyê hederkirin. Kurdan heta nuha ji şer bêtir, tim li ser masê, di siyasetê da wenda kirine. Hêvî dikim ev tişt dubare nebe.
Bi kurtî hêviya hemû kurdan ew e ku serok û kadirên ev liberxwedana mezin kirin û ev zafera dîrokî bi dest xistin di qada siyasî da jî eynî zîrekiyê nîşan bidin û serketinên nuh diyarî gelê xwe bikin…


XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî, bi peyameke nivîskî rizgarkirina Girê Spî li gerîlayên PYDê û li gelê kurd pîroz kir.
Û got “ev zafer bira li hemû gelê rojava pîroz be. Û ez hêvî dikim herêmên hîn di bin îşxala terorîstanda ne ew jî rojekê berî rojekê werin rizgarkirin.”
Mesûd Barzanî di dawiya peyama xwe da got, “ ev zafer darbeyeke mezin e li Daîşê û li hemû hêzên dijminê însaniyetê.”
Serok Barzanî, her wiha ji bo alîkariya wan ya aktîf spasî hêzên hevpeyman jî kir.
Bijî hevkarî û yekîtiya kurdan, bijî biratiya kurdan!

Li qesra Erdogan şîn e !


Piştî rizgarkirina Girê Spî li qesra Erdogan û mala Davutoglu şîn e. Herduyan jî reş girê dane û li çonga xwe dixin, porê xwe dirûçikînin dibêjin:
Lo me çi kir, me çi kir?
Bi alîakriya Daîşê
Me xwelî li serê xwe kir.
Li gorî Ekrem Onen nivîsîye wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çawîşoglu, telefonî wezîrê karên derve yê Rûsyayê kiriye û xwstiye di mesela Sûriyê da bi hev ra tiştekî bikin.
Yanî tirk dixwazin li hemberî kurdên rojava û YPGê tiştekî bikin û ji bo vê yekê destûr û alîkariya rûsan xwestine.
Di nivîsa xwe ya du roj berê da min got, hukûmeta AKPê hîn biaqil nebûye, nêta Erdogan hîn jî xwerab e û dixwazin mahneyekê bibînin û êrîşî kurdan bikin.
Yanî nêta wan heye lê newêrin, bi tenê mane. Emerîka ew pîs kirin. Nuha bûne wek segê kurmî herkes ji wan direve. Bi îhtîmaleke mezin rûsa jî guh nedaye wan…
Lê wek min gotibû hêvî dikim dînîtiyekê nekin, lê heger bikin ewê li zirarê derkevin. Ev sedîsed e. Wê demê bêyî veqetandin û serxwebûnê tu riyeke din li ber kurdan namîne. Û dinaya jî ewê ji nuha bêtir piştgiriyê bide me. Jixwe ji nuhada li derve Tirkiye wek dewleta bi her hawî li pişt Daîşê ye tê zanîn…
Xwedê kir ku dijminên me ehmeq in….

2015-06-16
XXX
Suleyman Demirel jî mir. Bêbav xebîsekî temam bû, keftarê keftaran tam 91 sal emir kir. 91 sale hindik e, emrekî pir dirêj e.
Demirel neyarekî miletê kurd bû, pir zirar da kurdan, bi dehhezaran kurd bi emrê wî hatin kurştin û wendakirin. Lê ne hate girtin û ne jî mahkime bû.  Hemû qetlê dan kirin jê ra ma.
Dîroka kurd ewê wek qatilekî mezin qala Demir bike
Çi heyf wî jî Kurdistana serbixwe nedît û bi zor mir.
Lê dîsa jî gelek tiştên ew merezarî kirin dît, bi kêmanî prototîpa Kurdistana serbixwe dît. Meclîsa Kurdistanê, serok û serokwezîrê Kurdistanê û li asîmanan hêlbûna ala Kurd dît.
Serketinên Gerrîla û peşmergeyan dît.
Li hemberî şervanên kurd şikestina Daîşê dît.
Û ye herî muhîm jî bêçaretiya dewleta tirk dît, bi çavên serê xwe dît ku dewleta tirk nikane rê li ber karwanê kurdan yê azadî û serxwebûnê bigre. Di destê wan da tenê leqleq, gef û tehdîdên vala maye.
Dîtina hewqas tişt jî ne hindik e. Miheqeq ev hemû jê ra bûn kul û merez…
Rahm li xebîsan nabe...
2015-06-16


16 juni 2015

Gernasên kurd Girê Spî rizgar kirin !


Girê Spî û deriyê sînor yê Axçeqelê êdî di destê gernasên kurdan YPGê û YPJê da ye. Pîroz be!
Ev zafera mezin û dîrokî ya gernasên kurd li hemberî çete û celadên Daîşê û dewleta tirk li miletê kurd pîroz be.
Ez wek kurdekî ji erd heta bi asîmanan spasdarê van şervanên ziravpiling û canfî da me.
Xwedê kir ku hûn hene, Xwedê kir ku YPG, YPJ û PKK hene.
Xwedê kir ku pêşmergeyên qehreman hene.
Bêyî hebûna we nuha kurdên rojava û başûr di bin nigên qatilên Daîşê, çeteyên hukûmeta AKPê da pelixî bûn.
Yekîtî hebe, siyaseteke netewî hebe zafer mimkûn e…
Bi hêviya rizgarkirina hemû Kurdistanê û serketinên hîn mezintir. Zafera we bimbarek be!
2015-06-15

XXX
Dema Erdogan çeteyên Daîşê li Tirkiyê civandin û dû ra rêkirin ser Şengalê û Kobanê, dîtina rojeke wiha qet texmîn nedikir. Qet bawer nedkir çeteyên wî ewê ji ber egîdên kurdan paşda birevin Axçeqeleyê.
Kurdan hesabê wî vala derxistin. Qelinê vê neyartiya bi kurdan ra ewê li ser Erdogan gelkî buha rûne...


XXX
Gava bawerî û yekîtî bigihîjin hev her babet serketin mimkûn e. Heta ku kurd amade bin ji bo Kurdistanê canên xwe feda bikin, tu hêz nikane li hemberî wan xwe ragire, zafer ewê tim ya şervanên kurd be.
Kurdan careke din nîşanî cîhanê dan li Rojhilata nêz ew him hêza herî xurt in û him jî ya herî pêşverû û demokrat in. 

Erdogan bi serokê mafyayê Sedat Peker ra sohbet geş kiriye


Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do bûye şahidê mahra(nîkaha)faşîstekî bi navê Taha Un.
Taha Un faşîstekî ultra ye, bêşerefekî pir mezin e, neyarê miletê kurd e, di Twîttera xwe da bi şev û roj ji kurdan û elewiyan ra gotinên nemayî dike, heqaretên pir mezin li kurdan dike, wan bi kuştin û qetlîaman tehdît dike. Merivekî adî û çamûr e.
A Erdogan, serokê dewleta tirk bûye şahidê mahra merivekî hewqasî rezîl. Diyar e ji ber ku Taha Un pir neyarê kurda ye loma Erdogan jê hez dike û dibe şahidê mahra wî.
Bêyî Erdogan, serokê mafyayê Sedat Peker û berdevkê Daîşê û serokê ÎHHê(weqfa alîkariyên însanî) Bulent Yildirim jî mîvanên dawetê bûn.
Bulent Yildirm jî neyarekî kurdan û berdevkekî Daîşê û hemû hêzên îslamî yên hov e.
Di dawetê da Erdogan, Sedat Peker û Bulent Yildirim hersê hatine ba hev û sohbeteke germ kirine. Medyayê rismê hersiyan di dema bi hev ra sohbet dikin belav kir.
Serokkomarê dewletekekê bi serokekî mafyayê yê wek Sedat Peker ra wek hevalekî pir samîmî sohbet dike.
Dêmek hin tiştên wan yên mişterek hene, dêmek maziyeke wan ya bi hev ra heye. Ya na, serokê dewletekê bi bi merivekî wek Sedat Peker ra nayê ba hev û pê ra sohbet nake.
Taha Un, di Twitterê da spasî kesên beşadarî daweta wî bûne, jê ra telefon kirine û gul û diyarî şandine kiriye.
Di nava van kesan da bêyî serokkomar Erdogan, serokwezîr Ahmet Davutoglu, Abdullah Gul jî heye. Yanî wan jî Taha Un ra gul û diayrî şandine û bi telefonê ew pîroz kirine.
Weleh dibê heyata AKPê û hemû kabîneya hukûmetê biçûya dawata ”Ak troll” Taha Un.
Di dawetê da du serokên mafyayê hatine ba hev û qala rojên xwe yên borî kirine. Yek serokê dewleta tirk e û yê din jî serokê ”dinya binê erdê” ye.
Piştî meriv vî rismî dibîne, meriv baştir fêm dike ku Tirkiye çima bûye dewleteke mafya û bi metodên mafyawarî tê îdarekirin.
2015-06-15

Hûnê pir poşman bibin

Ev zêdeyî mehekê ye li Tirkiyê heyeta wezîran neciviya bû. Lê piştî ku gerîlayên kurd Girê Spî ji çeteyên Daîşê paqij kirin, heyeta wezîran tavilê civiya û birrek biryar girt.
Bi îhtîmaleke mezin biryarên girtine piranî li ser kurdan e, li ser zafera kurdan ya li Girê Spî ye. Miheqeq dîsa fîtneyekê difikirin.
Bi vê zafera kurdan hukûmeta AKPê û bi taybetî jî Erdogan û Davutoglu dîn bûn. Qet bawer nedikirin cceteyên wan ewê ji ber gerîlayên kurd birevin û xwe bavêjin dexlê wan.
Lê tiştekî bikin jî tuneye.
Ji bo Tirkiyê riya herî rast û herî baş dev piştgiriya Daîşê û ji neyartiya kurdan berde û realîteya heyî qebûl bike. Destê xwe nexe nava kar û barê Sûriyê û kurdan. Dev ji fêsadî û gelaciya kurdan berde. Bi serketina kurdan kêfxweş bibe.
Lê bi qasî xuya ye hîn jî nêta Erdogan tuneye dev ji siyaseta xwe ya berê û piştgiriya Daîşê û neyartiya kurdan berde.
Berdevkên hukûmeta tune dîsa kurdan tehdît dikin û dibêjin efendim PYD li tirkmenan zilmê dike, efendim em vê rewşê qebûl nakin, filan û bêvan.
PYD li tirkmenan zilmê nake, ev îdîa derew e.
Birayên delal, weleh tu tiştekî hûn bikin tuneye, hûnê wek berxikan qebûl bikin. Fortên we, gefên we pênc qurişan jî nake. Çi ji destê we hat we kir, we her alîkarî da Daîşê, ji wê zêdetir hûn nikanin tiştekî din bikin. Li derve giranî û îtîbara we di bin sifirê da ye, hûn wek dewleteke hevalbendê Daîşê tên zaîn.
Û tiştê heta nuha we kiriye, alîkariya we daye Daîşê jî sûcên li hembrî însdaniyetê ne, rojekê li Dîwana Edaletê ya Lahiyê hûnê hesabê wê bidin.
We çawa statuya kurdên başûr qebûl kir, hûnê ya kurdên rojava jî wek berxikan qebûl bikin. Hûn mecûr in qebûl bikin û hûn nikanin tu tiştî jî bikin.
Haaa, hûn dikanin li hemberî kurdan şer îlan bikin, ev mimkûn e û ji we tê. Lê wê çaxê jî ewê Kurdistan ava bibe.
Dibê hûn vê jî hesab bikin.
Heger hûn dînîtiyeke wiha bikin, tiştê hat serê Îraqê û Sûriyê ewê were serê we jî. Dibê hûn viya baş bizanibin.
Şerê kurdan li hemberî Daîşê dan ewê li hemberî we jî bidin. Ji ber ku wekî din tu rê tuneye. Kurd dev ji micadela xwe ya azadiyê û serxwebûnê bernadin. Piştî hewqas xebat, 40 sal micadele û bedelên pir giran û bi sedhezaran şehîd kurd dev ji daxwazên xwe yên netewî bernadin, viya ji bîr bikin.
Tu hêz, tu dewlet êdî nikane kurdan wek berê îdare bike, ew dewr ç û, dibê hûn vê rastiyê bibînin û baş fêm bikin.
Ji bo we jî û ji bo me jî riya herî baş diyalog e, ç aresertiyeke aştîyane û demokratîk e. Heger emê bi hev ra bijîn, dibê hûn hemû mafên me qebûl bikin û bidin, hûn xwediyê kîjan mafan in dibê em jî bibin xwediyên wan mafan.
Yek, dibê hûn dev ji neyartiya kurdên rojava berdin û zafera wan qebûl bikin û dev ji piştgiriya Daîşê berdin.
Ya dudiyan, dibê hûn dev ji siyaseta xapandinê berdin û bi PKKê û hêzên kurd ra rûnin û mafên me yên netewî qebûl bikin. Dirêjkirina meselê we xelas nake û kurdan jî naqedîne.

15 juni 2015

Fsşîstên tirk dibêjin em kurdan tune hesab dikin !

Nîjadpereset û faşîstên her miletî pir, hindik hene. Yên ekstrem ne pir in, grûpên pir biçûk û marjînal  in, civata wan qebûl nake. 
Lê nîjadperest, panturkîst û faşîstên tirkan him bi milyonan in û him jî ne wek yên alemê ne, ji faşîst û nazîstên her kesî xerabtir in, li dinyayê bêemsal in, tu nav û sifetêkî ferhengî têra îzaha mîlîyetçî fasîştên tirk nake.
Wek min got bi milyonan in, bi kêmanî ji sedî 80î civata tirk panturkîst, nîjadperest û faşîst e. Hemû partiyên wan, heta partiyên faşîst û komunîst jî kêm zêde dişibin hev.
MHPê 7 milyon û nîv ray girtiye wek partiyeke nazî difikire. Serokê MHPê Bahçelî gotiye, ”ew HDPê” tune hesab dikin”!
De îcar hesab li ba we ye. Partiyeke(HDPê) 6 milyon ray girtiye mêrik tune hesab dike, dibêje ez hebûna te qebûl nakim.
HDP bi xwe dibêje ew ne partiyeke kurd û Kurdistanê ye, ew partiyeke Tirkiyê ye. HDP, ji kurdan ra Kurdistaneke serbixwe, federasyonê, otonomiyê naxwaze û dibêje ew partiyeke Tirkiyê ye. Lê li gel vê jî Bahçeliyê nazîst û ne mirov tehamulî hebûna HDPê nake, dibêje, ”ew HDPê tune hesab dikin.”
Maneya vê gotina Bahçeliyê nazîst ew hebûna kurdan jî qebûl nake, ew kurdan jî tune hesab dike. Û netîceya vê dîtinê jî parastina jenosîdê ye, qirkirina miletê kurd e. Gave tu miletekî tune hesab bike ev tê wê maneyê ku tu dixwazî wî miletî ji ortê rakî.
Hemû nîjadprestên tirk, ku piraniya wan wek Bahçelî difikirin, ji destên wan were, fersendê bibînin ewê kurdan ji kok da qir bikin.
Loma jî îşê kurdan gelkî zor e, ewê çawa bikanibin civateke hewqasî irqçî, hewqasî nazîst biguherînin ez nizanim. Lê tiştê xuya ye em kurd rûbirûyî miletekî barbar û pir tahlûke ne, însanên xwediyê vê îdeolojiyê dikanin her dînîtiyê, her barbariyê bikin, dikanin goştê kurdan bixwin.
Lema jî dibê kurd tim bi tedbîr bin, li hemberî van cinawiran ne destvala bin, kanibin xwe biparêzin. Heger kurd destvala û nikanibin xwe biparêzin tiştên anîn serê ermeniyan û miletên din, ewê bînin serê kurdan jî. Kînga bikanibin ewê qet texsîr nekin.

14 juni 2015

Daîş maskeya dewletê ye

Serokê HDPê Selahattîn Demirtaş gotiye, ”ji bo ku kaoseke mezin çêkin”, îhtîmal heye bi destê Daîşê hin provakasyonan bikin. ”Hucreyên Daîşê li gelek derên Tirkiyê li bende emirê çalakiyan in.”
Ev gotinên Demirtaş gelkî cidî ne û dibê meriv piştguh neke. Hukûmeta AKPê heta nuha madî manewî, di her warî da alîkariya Daîşê kiriye. Bêguman gava hewce be ewê jî ji Daîşê alîkariyê bigre. Ev ne tiştekî zêde ecêb e.
Wek li Diyarbekrê kirin, li derên din jî dikanin eynî teqîn û cînayetan bikin û dû ra jî sûtalekî bidin pêş û bibêjin Daîşê kiriye.
Daîş maîş maske ye, maşe ye, hemû çete û ajanên dewleta tirk û hukûmeta AKPê ne. Hukûmet emir dide û pûlis û MIT jî bi riya zilamên xwe emir derbasî praktîkê dikin. Mesele ev e.

XXX
Ji vêsê da ye di mitbaxê da ez li ber kuçuk bûm. Min weke mêran zend û bendên xwe vemaltin û spagetiyeke wisa xweş çêkir, bawer bikin mucîdê spagetiyê jî nikane spagetiyeke wiha bi tahm û lezîz çêke. Tu nemabû min tiliyên xwe pê ra bixwara.
Ê ez çi bikim, dibêjin cilo kete milo, xanim ne li mal e ya ezê xwîdanê vemalim û hunerê xwe nîşan bidim ya jî ezê birçî bimînim…
Lê do yek îro dudu, hela ka binêrim di rojên pêşda halê min ewê çi hal be. Di rojên wiha da meriv bi qîmeta zanînê û sinet dihese. Destê xebitî tim li ser zikê têr e…
Temiya min li nezanan, xwe bavêjin dexlê xanimên xwe û bira we fêrî aşpêjiyê bikin, hûn çiqasî fêr bibin baş e, rojekê wek min ewê bi kêrî we jî were…
Meriv çi bizane baş e.

XXX

Di nabêna hukûmeta AKPê û kurdan da di her warî da şerekî mezin heye, di vî şerî da kî bibêje ez bêteref im ya jî wek temaşevanê li maçeke futbolê temaşe dike li bûyeran binêre ew hevalê AKPê û dewleta tirk e.
Di şerê zalim û mezlûman da, serdedt û bindestan da bêterefî demagojî ye, hevalbendiya yê zalim û neheq e.

Ne kêmaqiliyên neyarên me bin îşê me zor e

Ez hêvî dikim Erdogan çend salên din jî li ser hukim bimîne û vê siyaseta xwe ya panturkîst, antî-kurd, antî Emerîkan, antî Îsraîl û antî Ewrûpa bidomîne.
Ne xêra ehmeqekî wiha zirzop bûya ji bo miletê kurd rewşa îro ebeden peyda nedibû,
Ma kê bawer dikir rojekê Emerîka û Xerb ewê piştgiriyê bidin PYDê û kurdên başûr.
Li hemberî Tirkiyê Emerîka û Xerb ewê bibin mitefikên kurdan û PKKê?
Erdogan bi zor Emerîka û Ewrûpa kir mitefiqên me.
Piştî Kurdistan çêbû ji bo vê ehmeqiya Erdogan dibê em xelatekê bidinê...
Seddam jî eynî şaşî kir, wî jî wek Erdogan xwe pir mezi dît û xwest kurdan ji ortê rake.
Bi bihayekî pir mezin be jî lê kurdan jî him tac û seraya wî hilweşandin û him jî ew û malabata wî şandin dojehê..
Pir ne dûr e aqûbeta Erdogan jî wek ya Seddam xerab biqede...
Çimkî heq ewê tecelî bike...

XXX
Li gorî xeberên medyaya sosyal Girê Spî li ber xelaskirinê ye, gerîlayên kurd gelkî nêz bûne û îhtîmal heye vî perçê axa welatê me di demeke nêzê da ji bin îşxala çeteyên dewleta tirk, hovên Daîşê rizgar bikin.
Hêvî dikim em sibe bi xebera rizgarbûna Girê Spî şiyar bibin. Ji keç û xortên kurd ra, ji hemû şervan û qehremanên miletê kurd ra ji dil û can serketinê dixwazim…


XXX
Di nabêna hukûmeta AKPê û kurdan da di her warî da şerekî mezin heye, di vî şerî da kî bibêje ez bêteref im ya jî wek temaşevanê li maçeke futbolê temaşe dike li bûyeran binêre ew hevalê AKPê û dewleta tirk e.
Di şerê zalim û mezlûman da, serdedt û bindestan da bêterefî demagojî ye, hevalbendiya yê zalim û neheq e.

Sebra me bi hev dihat...

Ji do da ye ez sêwî me, xanim do çû welêt û ez di binê xênî da tik û tenê hîştim. Li gel ku du xortên wek şêran jî li mal in, lê dîsa jî ez xwe bêkes û bi tenê his dikim.
Sebra me bi hev dihat...
Nuha wek çûkê di hêlînê da bi tenê me...
Xanimê pênc hefteyan li Qerejdaxê li gundê Malwêrîn, li ba dê û bavê xwe, di nava koma xwişk û birayên xwe û bi sedan zorokên wan da bide lotikan û dilê xwe yê xerîb hinekî şa bike.
Û ezê jî bi tenê di binê kusêxê xênî da ji xwe ra xewn û xeyalan bibînim.
Û helbet bi çar çavan li bende roja hatina wê bim. Şîv e, şevîn e, paqijî ye, hertişt ket hustuyê min feqîrî.
Jin xemil û şahiya malan e, mala bê jin wek hucreyeke zinadanê ye. Jiyan bê jin qet ne xweş e.
Ev pênc hefte ewê çawa derbas bibe ez nizanim. Tiştê ez zanim ewê pir zor be û weselam…

XXX
Sabahattin Korkmaz Kak Zinar wisa xwanê dike, gotin û peyv kîfayetê nakin; ancax Mamoste Nûjen bi zimanê xêzika rewşa te tarîf bike Smiley smile Ez wisa bawer dikim ku tu ne edebiyatê, ne jî ji bo ku gunehê hinekan bi xwe bînî edebiyatê dikî. Tu heqîqeta halê xwe dibêjî. Ku ew jî wefadari ye; hevalti û emekdari ye. Ya rast mirov Xwedê çavê te li rê nehêle.

Sabahattin Korkmaz Kek Zinar, Mamoste Nûjen û hemû kurdên xerîbiyê beyanî baş Smiley smile Nuha li Diyarbekir siet 08-e. Peyama min ya êvarê nîvco hatiye (ez jî nizanim çewa bû). Min ê gotiba, di dewra îro de hewqas wefadarî, hezkirin û romantîzm ya navbera jin û mêra, ancax di edeba kilasîk û rêze-fîlman de mabe. Ji wê bonê jî Kek Zinar nimûna centîlmeniya mêrê kurd e. Hêjaye ku peykelê wî were çêkirin Smiley smile Heta wê çaxê divê Mamoste ji xêzikan rismekî wî bikşîne. Bila dunya alem bi wefadariya zilamê kurd bi hese...

XXX
Zinarê Xamo Kekê Sabahattîn, bi van gotinên xwe yên munewer û heqzan te ez him xistim bin barekî giran û him jî gelkî dilşa kirim. Hezar carî mala te ava be…
Wek di gelek warên din da, di warê evîndarî û wefadariyê da jî heta ji min tê ez dilê xwe sansûr namkim, tiştê difikirim û rast dibînim dibêjim. Bi gotineke din didim dû dilê xwe…
Heta ku mimkûn be ez hestên xwe naxim bin emrê temenê(umrê) xwe…
Ez merivekî dînê azadiyê û wekheviyê me, baweriya min ew e civata jin û evîn lê ne azad be ew civateke paşdamayî ye, heq, huqûq û edalet lê tuneye.
Rast e, avantgarsîstên civatan xort in, lê carnan hin kal û pîr jî dikanin hebin…) Civata ya henekê xwe bi wan dike ya jî dibêje dîn e…
Spas ji bo van gotinên te yên qedirzan û edîbane…
XXX

Sabahattin Korkmaz Kek Zinar heger ev diyalog bi vî awayî dom bikin, dikare eserek edebî jî jê derkeve. De ka em lê binihêrin...Çîçero heye, yek ji damezrênerê bingeha hiqûqa Anglo-Saksonê ya Romayê ye. Dadwerekî Hiqûqa Romayê yê navdar e. Wexta ku dixwaze têkeve siyasetê (wê çaxê emrê wî di ser 70-yan de ye), hampe û muxalîfên wî, wî bi kalbûnê (dibên "enerjiya wî qediyaye, bi vê kalîtiyê nikare tu karî bike" ) îtham dikin. Ew jî li ser rewşa xwe û îthamên muxalîfan rûdinê kitêbekî bi navê "kalbûn/extiyarî" dinivîse û digihîjîne hilbijartinan. Çîçero di vê kitêboka xwe ya bi hecim piçûk belê bi naveroka xwe gelekî dersdar de, muqayesa dewrên emir yên zarotî, xortanî, emrê navîn û extiyariyê dike. Ferq, awantaj û dezawantajên navbera dewrên emir li ber çavan radixe. Ya rast wexta ku mirov vê kitêboka Çîçero dixwîne, ya ku ewil di serê mirov de derbas dibe, mirov dibê "xwezil rojekî zûtir ez jî extiyar bibûma." Hewqas ku di hêla sebr û metanetê, aqlê-selîm û tahma hilanîna heyatê de tiştên hêja dibêje. Încar mirov li zewacên nuha yên "mehane" yên bêwefa, "leyîstok" û tije travma (te ku dî zewicîne, hîna sal di ser de derbas nabe hev berjîdane) dinihêre, rûmeta kalê wekî Çîçero û arîstokratê kurda kak Zinarî baştir tê fahmkirin (bi min heger tecrûbe û kemalbûn hebe, extiyarî bi xwe arîstokratbûn e!). De încar kerim bikin, mîkrofon û ^qelem ya we ye Smiley smile

XXX

Zinarê Xamo Kekê Sabahattîn, her ku diçe tu barê min girantir dikî. Ezê nikanibim ji bin rabim.
Te bi numûneya fîlozof û siyasetmedarekî wek Çîçero mezin îşê min pir zor kir.
Wek tu jî dizanî Çîçero di gelek waran da, li ser gelek tiştên cuda gelek gotinên hêja kirine. Û her wisa li ser kalîtî û pîrîtiyê jî.
Lê madem te ji Çîçero numûne da, ez jî numûneykê ji wî bidim.
Çîçero li ser kalîtiyê gotiye:
”Çar sebebên kalîtiyê xerab nîşan didin hene. Yek, kalîtî meriv ji kar û barên însanî bi dûr dixe. Dudu, beden zeîf dibe. Sisê, însan hema hema ji hemû zewqan dûr dimîne. Û ya çaran jî meriv nêzî mirinê dibe…”
Vana hemû rast in. Lê kalîtî(îxtîyarî) tu carî hestên însanî, yanî baweriyê, hezkirinê, nefretê nakuje.
Di kalîtiyê da porê meriv sipî dime, çermê eniya meriv diqermiçe, lê belê hestên meriv, baweriya meriv jî wek çermê eniya meriv naqermiçe.
Loma jî meriv dibêje dil heye taqet tuneye; kalîtî taqetê kêm dike, lê belê dil û evîna dil kêm nake…
Ew nikane bi dil û bawriyê…
Netîce, bi baweriya min kalîtî û pîrîtî ji temen bêtir girêdayî biryara însên e, însan kînga bibêje ez kal im(îxtîyar) im wê demê kal e.
Îcar ji ber ku min hîna biryara xwe nedaye ku ez ”kal” im, loma jî tim wek xortekî 20 salî aktîv im, dixebitim, li hemberî neyar û îşxala welatê xwe micadelê didim û wek xortan diwêrim hestên xwe û fikrên xwe jî bibêjim…

13 juni 2015

Bi vî aqilî em tu havilê nakin

Partiya Marksist Leninist ya Komunist(MLKP) û TKP-ML/TİKKO û hin kurdên me yên kêmaqil li Kurdistana rojava ”tabûrên enternasyonalîst û antî-emaperyalîst” û antî kapîtalîst avakirine.
Hertiştê me temam e îcar tabûrên ”antî emperyalîst” ji me kêm e. Kurro ne xêra emperyalîstan bûya ji zûda Daîşê û ereban tiştên tirkan anîn serê ermeniyan anîbûn sere me jî. Hûn dîn in, hûn biaqil in!
Heger îro me biçekî bîna xwe girtiye xêra emperyalîstan e. Dev ji van gotinên berradayî berdin…
Piştî 90 sal micadele û bi milyonan şehîd emperyalîstan bi zor piçekî ben li gewriya me şist kirine.
Dev ji me ehmeqiyê û provakasyonan berdin. Emperyalîstên herî mezin Tirkiye, Îran û ereb in, welatê me di bin îşxala wan da ye.
Em miletekî bindest û mezlûm in. Ewrûpa û emeperyalîst û kapîtalîst û nizanim çi îst û çi îst alîkariya me nekin, em nikanin zora Tirkyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê bibin û welatê xwe rizgar bikin.
Tiştên wiha îşê dewleta tirk e, ji bo ku li rojava kurdan û Emerîka û Ewûpayê bînin hemberî hev bi riya ajnên xwe planên wiha dixin dewrê.


XXX
Li gorî hin xeberên di medyaya sosyal da digerin qatilê serokê Îhya-Derê Aytaç Baran, dikane ji grûba Tevhîdê be.
Kesên hatine girtin û delîlên heta nuha hatine bidestxistin grûba Tevhîdê îşaret dike.
Weleh kê îşaret bike jî dewleta tirk e. Tevhîd jî rêxistineke MITa tirk ya parawan e, gava hewce be li hemberî kurdan wek maşe bi kar tînin...
Dewleta tirk hewqasî ne ehmeq e cînayetên wiha bi mamûrên xwe yên resmî bike, helbet ewê bi çeqel û sûtalekî ji Tevhîdê û Daîşê bide kirin. Yê tetikkêş miheqeq çeqelekî ji van rêxistinên tarî ye, lê patronê wan dewlet tirk e. Bi emrê dewleta tirk Aytaç Baran û hersê HDPyî hatin qetilkirin.
Teqînên di mitînga HDPê da, kuştina Aytaç Baran û piştî bûyera Baran qetilkirina 3 DHPyiyan hemû jî pîşikên dewleta tirk in, bi emir û organîzeya dewletê ev cînayet hatin kirin.
Ji bo ku kurdan dîsa berra hev bidin, ji bo ku li Kurdistanê di nabêna PKKê û Huda-Parê dîsa şerekî derxin ev cînayet hatin kirin.
Loma jî Tevhîd û Daîş maîdd hemû maske ne, yên li pişt cînayetan dewleta tirk e. Dibê meriv edresê şaş neke...

Ji bo Erdogan hemû partiyên kurd neyar in

Erdogan bi qasî ku neyarê PYDê û PKKê ye, hewqasî jî neyarê PDKê û YNKê ye jî. Lê darê wî hew di xênî hiltê. Nuha nikane bi hev ra li dijî hemûyan be. Nuha PYD û PKK di dereceya pêşî da ye, piştî ku ew ji ber xwe da xistin, wê demê ewê dor were PDKê, YNKê û hêzên îslamî jî. Yanî Her tişt bi dor e.
Erdogan û hukûmeta wî li herçer perçeyên Kurdistanê hemû hêzên kurd wek neyar dibîne û ji bo ku wan ji ortê rake çi ji destan tê dike û dide kirin.Erdogan ne dijminê hêzekê, ew dijminê miletê kurd e, naxwazel i tu beşekî Kurdistanê kurd Azad bibin.
Loma jî bi her hawî alîkariya Daîşê dike, loma jî Daîşê rê dike ser kurdan, loma jî bi têkçûna Daîşê dîn dibe. Dibê kurd vî keftarî, vî dijmin miletê kurd baş nas bikin û ebeden baweriyê pê neynin, ew marê kor e...

XXX

Ev sê roj bûn birre birra û zirte zira Erdogan nediket guhê me, me hinekî rehet kiribû.
Efendî îro di axaftina xwe da dîsa şûrê Daîşê kişandiye û li hemberî kurdan dîsa xwîn verşiyaye, li hemberî pêşketinên PYDê xwe pir aciz kiriye û gotiye:
”Xerb li Girê Spî bi balafiran li ereban û li tirkmenan dixe, rêxistina terorê PYD û PKKê di dewsa wan da bicî dike. Ma em çawa dikanin bi çavekî pozîtîf li viya binêrin?”
Bi van gotinan jî diyar dibe ku qumandarê Daîşê yê pişt perdê Erdogan e. îspateke ji viya vekirîtir nabe. Loma jî ji têkçûna Daîşê pir aciz dibe û êrîşî Emerîka, Ewrûpa û Koalîsyona li dijî Daîşê dike. Ji ber ku patronê Daîşê yê herî mezin Erdogan e loma jî berî herkesî ew dengê xwe derdixe, ji têkcûna Daîşê berî herkesî ew aciz dibe.
Ew dizane gava Daîşê li Sûriyê bi temamî têk biçe ewê hemû pûrên wî, sûcên wî, têkiliyên wî yên bi Daîşê ra derkeve. Loma jî ji nuha da ketiye panîkê…

11 juni 2015

Musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e


Hin bûyer hene rola kevirê mîhengê dibînin, ji meriv ra zêr û zîv û dost û dijminan ji hev digerîne.
Cara pêşî li Kurdistana başûr di şerê li hemberî Seddam da derket ortê bê rast, çep û dîndarên tirk li hemberî kurdan çiqasî durû û neyar in.
Cara duyem jî di êrîşên Daîşê yên ser Şengalê û Kobanê da ev durûtiya rast, çep û dîndarên tirk eşkere bû û maskeya ser ruyên wan ket, ruyên wan yê antî-kurd, nîjadperest û faşîst derket ortê.
Di îşxala Şengalê û Kobanê û şerê li hemberî Daîşê da kurdan dîtin ku dewleta tirk, hukûemta AKPê, miletê tirk, rast, çep û dîndarên tirk hemû jî dilxwazên Daîşê û neyarên miletê kurd in. Hemûyan jî dixwestin Daîş li hemberî kurdan bi ser keve, bi sedhezaran kurdî bikuje, Kurdistana Federe têk bibe û hemuyê Kurdistana başûr û rojava îşxal bike.
Û ji xwe ji bo ku Daîş Kurdistana Federe bixîne û başûr û rojava jî îşxal bike çi destê dewleta tirk, hukûmeta AKPê, miletê tirk, hêzên rast, çep û dîndar hat qet texsîr nekirin, kirin.
Kurdan ev durûtî û bêbextiya hukûmeta AKPê û hemû hêzên tirk yên rast, çep û dîndar dît. Heger ne ev şiyarbûnbûya kurd bi xwe nedihesiyan, ji AKPê bi dûr nediketin û nediçûn hawara hev.
Wek dibêjin musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e. Ya me kurdan jî bû ew mesele. Felaketeke pir mezin hat serê me, wek milet me bedelekî pir mezin da. Lê axirê bi vê bedela mezin ra maskeya ser ruyê xêrnexwaz û neyarên me jî ket û me ew baştir nas kirin.
Lê li gel vê jî di nava me da hîn jî hin hebên zîwanê, xurêlê, xurnûgê û zexel hene, zadê me hîn baş baqij nebûye. Dibê em çend carên din jî bêjing bikin, xwe ji van zexeliyên bi zirar paqij û ji bandora çep û dîndarên tirk xelas bikin...
Gava meriv bala xwe dide medyaya çep û îslamiyên tirk û li serok û pêşengên wan guhdarî dike, meriv dibîne ku vana hîn jî bi çavên neyarekî dibê ji ortê were rakirin li me kurdan dinêrin…
Yanî do çi bûn îro jï ew in…

XXX
Ji rûvî konetir heywan tuneye herî bêtir postê wî li bazarê tê firotin. Erdogan jî xwe rûvî dihesiband, lê dawiya dawî ket feqa xwe. Nuha ji bo ku kes dest nede wî xwe davêje dexlê Baykal.
Gelo Baykalê bikanibe wî xelas bike?
Heger ji dest were ewê xelas bike, lê ez dibêjim ewê ji dest neyê...

Hemû jî xerabên di ser hev ra ne

Rektorê Zanîngeha Îslamî ya Roterdamê Ahmet Akgunduz, di beyaneke xwe ya feysê da ji tirkan ra gotiye, ”bi her raya hûn didin HDPê hûn dibin alîkarê homoseksuelan, ermeniyan, kesên dixwazin dîn ji ortê rakin, bi raya xwe hûn piştgiriyê didin nîjadperestan, terorîstan, li Emerîka û Ewrûpayê hûn dibin alîkarî medyaya neyarê Tirkiyê.”
Ev kûçikê mejukurmî xwedêgiravî profesor e, alimekî îslamê ye û li Hollandayê rektorê Zanîngeha Îslamî ye, yanî serokê dezgeheke ilim e, însan li wê derê xwedêgiravî ewê ilim û îrfanê fêr bibin.
De îcar piştî ku rektorê zanîngehê ev merivê ji naziyan jî xerabtir be, ji xwendevanên wê zanîngehê ewê çi keftar û faşîstên har derkevin êdî hesab li ba we ye!
Lê kurd hêdî hêdî dibînin ku îslamiyên tirk jî di eslê xwe da faşîst û pantirkîst in, dîn ji îdeolojiya xwe ya nîjadperest ra kirine maske. Bi rîdirêjkirinê û çûna mizgeftê xwestine kurdên saf û nezan bixapînin ruyên xwe yên faşîst û pantirkîst veşêrin.
Lê êdî dawiya derewan hat û di van 10-12 salên dawî da me hevûdu baş nas kir. Dîndarên tirk û faşîstên tirk wek du ruyên eynî pereyî ne. Di destê dewleta tirk da tenê karta dîn mabû, bi riya dîn kurdën saf û bawermend dixapandin. Lê êdî ew dem jî qediya, kurdan fêm kir ku dîndarên tirk jî ji faşîstên tirk zêde ne baştir in…
Ya rast dibê meriv ji xwe ra be, heger çi be dibê bibe yê miletê xwe, bibe çepê kurd, komunîstê kurd, dîndarê kurd, sosyaldemokrat û muhafazakarê kurd.
Êdî dem hatiye û heta derbas jî bûye, dibê dîndarên kurd jî wek çepên kurd dev ji tirkan berdin û li welatê xwe, di nava gelê xwe da xwe organîze bikin.

10 juni 2015

Dibêjin Mr Bean îstîfa kiriye !


Dibêjin Mr Bean Ahmed Davutoglu û kabîneya xwe îstifa kirine û îstîfa Mr Bean Davutoglu ji alî hamê haman, hukumdarê mezin û serokkomar û sultanê dewleta tirivoro Recep Tayyip Erdogan ve jî hatiye qebûlkirin.
Ez nizanim çima, lê hercara ku di telewîzyonan da Mr Bean Ahmet Davutoglu bi ber çavê min diket, ji Xwedê da fîlmên Mr Bean dihat ber çavê min û kenekî ez digirtim…
Min dikir nedikir min nikanîbû bi çavê serokwezîrekî lê binêriya û lê guhdarî bikira. Dema dipeyivî otomatîkman li ber çavê min dibû Mr Beanekî bi tirkî dipeyivî û tavilê ken ez digirtim…
Carnan xanimê digot xêr e, tu bi çi dikene, kenê min zêde dibû û min niknîbû sebebê kenê xwe jê ra bigota.
Hin tîp hene bi dîtna wan kenê meriv tê. Ev jî ji bo min tîpekî wisa bû. Jest û mîmkên wî, şiklê axaftina wî kenê min dianî.
Min çavên xwe qurç dikir, miz dida lê bê feyde bû, yê li ber çavê min tim Mr Bean Ahmet Davutoglu bû…
Lê bi taybetê jî di mitîngan da gava wek merivekî cidî û lîderekî mezin xîtabî gel dikir, hewa serokekî dida xwe û destê xwe yê rastê yê wek pepikê pisikekê li ba dikir, li ber çavên min dibû fîlmekî Mr Bean, fena ez li Mr Bean temaşe bikim kenekî ez digirtim…
Belkî jî careke din emê Mr Bean Prof. Ahmet Davutoglu wek zerokwezîr nebînin. Bi kêmanî ev îhtîmal heye.
Ji ber ku kes nizane hukumdarê mezin û sultanê dewleta tirivoro Recep Tayip Erdogan ewê wî biqewitîne ya na!
Ez we nizanim, lê ezê bi xwe di siyaseta Tirk da bîriya vî qerekterê sempatîk û şimamokî bikim.
Çimkî tîpê wî, hereketên wî, li gel ku profesor e tirkiya wî ya pir xerab, awirên wî yên ne cidî, wek yên Mr Bean kêfa min dianî, ez ji xwe ra dikeniyam.
Di siyasetê da tîpên wiha komîk xweş in, sempatîk in, hezar qatî ji Erdogan baştir in. Qenekê meriv dikenînin.
Ji ber ku sahneya siyasî ya Tirkiyê qerekterekî wiha xweşik, şîrîn, sempatîk û pêkenok wenda dike heyf bû.
Mr Bean Ahmet Davutoglu, di dîroka siyasî ya tirk da wek serokwezîrekî tu carî nebû serokwezîr ewê tim bi henek were bibîranîn…