30 september 2015

Erdogan bi fedaiyên xwe xelkê tehdît dike


Wek tê zanîn serokkomar Erdogan, ji taxa berdûşan ji Kasimpaşayê ye, ji derdoreke berdûş, pêxwas û mafîayê tê.
Lema jî tim li pey wî hin sûtal, çeqel û çaqokêşên wî hene. Gava hewce be van çeqel, sûtal fedaiyên xwe bera xelkê dide, li xelkê dielimîne, bi wan xelkê tehdîd dike.
Ji van sûtal, çeqel û fedaiyên Erdogan yek jî Mehmet Metîner e.
Ji ber ku Metînr merivekî pir bêheya û pir çamûr e, qet li ber xwe nakeve, lema jî Erdogan bi piranî wî li xelkê dielimîne, bi vî fedaiyê xwe yê gurxenêq raqibên xwe tehdît dike.
Ji ber ku Aydin Dogan di nameya xwe da ji Erdogan ra gotiye ”bûyera te qal kiriye ne rast e, min tu carî ne ji te ra û ne jî ji yekî din ra tiştê te gotiye negotiye”, Mehmet Metîner, Aydin Dogan tehdîd kiriye, gotiye ”em dizanin nenûkên te jî û diranên te jî bikşînin.”
Metîner, di telewîzyona A Haberê da Aydin Dogan bi van gotinên jêr dehdît kiriye.
”Aydin Dogan kê dixapîne? Sînororên edebê derbas dike. Aydin Dogan ewê hedê xwe bizanibe. Nenûkên wî jî û diranên wê jî em dizanin hilkişînin. Ewê heddê xwe bizane. Îthamkirina serokkomar bi virekiyê qama wî derbas dike. Dibê bi hurmet be. Dibê ji serokkomarê ji alî gel ve hatiye hibijartin gotinên were maneya ”tu derewaan dikî” nebêje.”
Hemû fedaiyên profesyonel wiha ne, gava xwediyê wan xurt be, yanî pişta wan saxlem be, dibin wek gurên har.
Mêrik bi termînolojiya qatil û îşkenceciyekî profesyonel peyivîye, ji bo ku ji Erdogan eferimekê bigre ji Aydin Dogan ra gotiye, heger tu zêde pêş da herî ”em dikanin nenûkên te jî û diranên te jî bikşînin.
Weleh ji sîstema, ji dewleta çeteyan her tişt tê, pir ne dûr e Erdogan bi fedaiyên xwe yên wek Metîner nenûk û dirên raqibên xwe bikşîne.
Metîner tehdîdên xwe wiha domandiye:
”Tu dibêjî ez piştgiriyê nadim terorê. Ma tu sîteya Hurrîyetê ya înternetê, weşanên CNNê qet naxwînî? Ma tu nivîsên Ezgî Başaranê qet naxwînî? Nivîsên ji dêlî ku bibêjin PKK rêxistineke terorîst e, dibêjin şervanên azadiyê, ev nivîs di rojnameya te da derdikvin.”
Ji ber ku wî ji bo çend qurişan carê ruhê xwe firotiye, pişta xwe spartiye dewleta Erdogan, dixwaze her kes weke wî ji gerîlayên kurd ra bibêje ”terorîst”.
Heger ji destê Metînerê fedaî were ewê nenûk û diranên her kurdî, her kesê ku ji gerîla ra nabêje ”terorîst” hilkişîne.
Xulamtiya Erdogan ew tam har kiriye…


Neyarê me nas derket

Yekî bi naznavê(mahlasê) ”Emîn Zerban”, di malpera ”lêkolîn org”ê da tim li dijî serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî û malbata barzaniyan nivîsên pir neyarana, nivîsên ji serî heta dawî tije kîn û nefret dinivîse.
Nuha derket ortê ku ev ”Emîn Zerban”ê neyarê miletê kurd, neyarê malbata Barzanî, neyarê yekîtiya miletê kurd ne yekî kurd e, endamê komîta merkezî yê PKKê Duran Kalakanê tirk e.
Ji ber ku ”Emîn Zerban” ne kurd, çepekî kemalîstê tirk derket bi rastî kêfa min hat.
Dibê xerabekî, kemalîstekî, xêrnewazekî, antî-kurdekî wek ”Emîn Zerban”(Duran Kalkan)ji nava kurdan dernekeve.
Ez ne li dijî rexnekirina Mesûd Barzanî û N. Barzzanî û barzaniya me, helbet kêmasî û şasiyên wan jî pir in û dibê ew jî werin rexnekirin û gava hewece bûye min jî ew rexne kirine. Tu kes, tu siyasetmedarê kurd ji rexnekirinê ne muaf e.
Lê yê Emîn Zerban(Duran Kalkan) dike ne rexne ye, ew bi çavê nazîstekî li Mesûd Barzanî û li malbata barzaniyan dinêre, vê malbata ji bav û kalan da ji bo kurd û Kurdistanê xizmet kiriye, wek ajanên dewleta Îsraîl û neyarên kurdan nîşan dide.
Ev êdî ne rexne ye, neyartiya miletê kurd e. Nazîzim e.
Heta ku tirkên wek Duran Kalkan neyarên kurdan berpirsiyarên PKKê bin ne yekîtiya kurdan çê dibe û ne jî PKK dikane siyaseteke netewî bimeşîne.
Wezîfeya Duran Kalkan di nava PKKê da çi dibe bira bibe, ew kîjan îdeolojiyê û siyasetê ji xwe ra dike maskê bira bike, ew nikane xwe veşê ra, ew wek komîser û generalekî tirk, wek faşîstekî tirk li malbata barzaniyan dinêre, bi devê faşîstekî tirk, bi kîn û nefreta faşîstekî tirk êrîşî wan dike.
Duran Kalkan ketiye dewsa Dogu Perînçe û Yalçin Kuçik, valahiya bi tunebûna wan çê bûbû êdî ew wê valahiyê dadigre û heta ji meriv dikane bibêje ku ji dewleta tirk ra ji Dogu Perînçe û Yalçin Kuçik baştir dixebite, zirarên ji yên Dogu Perînçe û Yalçin Kuçik mezintir dide kurdan.
Lê pir baş bû ku ev xayinê xayin, ev neyarê miletê kurd eşkere bû û ne kurd derket.

29 september 2015

Dewlet hebûna kurdan nas nake


Redkirina perwerdeya bi kurdî di esasê xwe da redkirina hebûna kurdan bi xwe ye.
Yanî înkara miletê kurd e.
Tirk, bi redkirina perwerdeya bi kurdî hebûna kurdan jî qebûl nakin, dibêjin miletekî bi navê kurd tuneye.
Ji ber ku miletekî bi navê kurd tuneye, lema zimanekî bi navê kurdî jî tuneye.
Lema jî em qebûl nakin zarokên we bi zimanê miltekî tune perwerde bibin.
Heta ji dewleta tirk tê bira bibêje ez hebûna kurdan qebûl dikim, ev rast e, vir e, demagojî ye.
Dewleta, hukûmeta hebûna kurdan qebûl bike, ewê perwerdeya bi kurdî jî qebûl bike, ewê perwerdeya bi kurdî li zarokên kurdan yasax neke.

XXX

Pûtîn di axaftina xwe ya civîna Neteweyên Yekbûyî da gotiye, “Dibê em qebûl bikin ku bêyî ordiya Esad û mîlîtanên kurd li Sûriyê kesekî din li hemberî DAIŞÊ micadele nake.”
Rast e, lê li gel vê jî Rûsya alîkariya kurdan û “mîlîtanên kurd” nake.
Li gel vê rastiyê jî Rûsya bi heval û piştgirê DAIŞÊ Tirkiyê ra hevkariyê dike.
Li gel Pûtîn dizane kurd tenê li hemberî DAIŞÊ şer dikin, dîsa jî destê alîkariyaê dirêjî kurdan nake, ji kurdan bêtir bi Erdoganê hevalê Daîşê ra dolaban digerîne...
Madem tu zanî mîlatên kurd tenê li dijî Daîşê şer dikin, wê demê alïkariya wan mîlatanên kurd bike, heger ne derew e...

28 september 2015

Ecêba giran, Davutoglu gotiye Tirkiye welatekî demokratîk e!

Ecêba giran, sosireta mezin, serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, li New Yorkê gotiye Tirkiye welatekî "demokratîk" e..
Serokwezçrê Tirkiyê Davutoglu îro li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî da gotiye,
”Tirkiye welatekî demokratîk e. Rojnamevan dikanan xebatên xwe bi azadî bimeşînin, sînorê vê, astengkirina vê tuneye.”
Sosireta giran, Tirkiye å demokarsî?
Tirkiye û azadî?
Tirkiye welatekî demokratîk e, li hemberî azadiyan sînor tuneye vireke pir mezin e, kenê meriv tîne.
Di eynî rojê û belkî jî di eynî saetan da polîsên Davutoglu girtibûn ser Ajansa DÎHA, rojnameya Azadiya Welat, Weşanxana Aramê û KURDîDERê û bi dehan rojnamevan girtin bi çavan.
Bi Davutoglu ra jî wek berpirsiyarên AKPê yên din êdî heya nemaye. Li Tirkiyê bi sedan rojnamevan di zindanan da ne, ji ber rexneyekê ya jî gotineke ne li gorî dilê Erdogan her roj rojnamevan ji kar tên avêtin û dozger di heqên wan da dest bi taqîbatê dikin.
Lê Davutoglu dîsa jî dikane, bêyî ku şerm bike, bibêje li Tirkiyê demokrasî heye, medya azad e, her kes dikane fikrê xwe bibêje û di nava azadiyê da karê xwe bimeşîne.
Ev, vireke pir mezin e, lê ji ber ku exlaq û şerm bi berpirsiyarên hukûmet AKPê ra nemaye vê derewa mezin gav û saetê dubare dikin.

XXX
Serokwezçrê Tirkiyê Davutoglu îro li New Yorkê di civîna Neteweyên Yekbûyî da gotiye,
”Tirkiye welatekî demokratîk e. Rojnamevan dikanan xebatên xwe bi azadî bimeşînin, sînorê vê, astengkirina vê tuneye.”
Di eynî rojê û belkî jî di eynî saetan da polîsên Davutoglu girtibûn ser Ajansa DÎHA, rojnameya Azadiya Welat, Weşanxana Aramê û KURDîDERê û bi dehan rojnamevan girtin bi çavan.
Bi Davutoglu ra jî wek berpirsiyarên AKPê yên din êdî heya nemaye. Li Tirkiyê bi sedan rojnamevan di zindanan da ne, ji ber rexneyekê ya jî gotineke ne li gorî dilê Erdogan her roj rojnamevan ji kar tên avêtin û dozger di heqên wan da dest bi taqîbatê dikin.
Lê Davutoglu dîsa jî dikane, bêyî ku şerm bike, bibêje li Tirkiyê demokrasî heye, medya azad e, her kes dikane fikrê xwe bibêje û di nava azadiyê da karê xwe bimeşîne.
Ev, vireke pir mezin e, lê ji ber ku exlaq û şerm bi berpirsiyarên hukûmet AKPê ra nemaye vê derewa mezin gav û saetê dubare dikin.


Bi Xwedê ev Davutoglu merivekî pir henekçî ye !


Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li New Yokê hin daxuyanî dane rojnamevanan.
Ji daxuyaniyên Davutoglu yek jî dîsa ”Herêma Ewlekar” e yanî îşxala herêma nabêna Kobanê û Efrînê ye.
Davutoglu gotiye ew dixwazin li herêma Cerablûs- Azezê 3 bajarên nufûsa wan 100 hezar e ava bikin.
Davutoglu gotiye, bira Yekîtiya Ewrûpa perê avakirina bajaran bide, ewê jî bajarana va bikin.
Yanî pere ji Ewrûpa û avakirin ji wan.
Bi wê qama xwe ya hirinekê efendî çi jîr e, çavê diya xwe…
Û ji bo vê jî riyek tenê heye ew jî xurtkirina Artêşa Sûrî ya Azad e. Dibê ew li wir bibin xwedî desthilat.
Davutoglu gotiye wan bi xêra Artêşa Sûrî ya Azad Daîş ji sînorên Tirkiyê bi dûr xistiye. Berê Daîşê li ser sînorên Tirkiyê dikanîbû çalakî bikira, lê belê nuha nikane.
Bi navê Xwedê ev Davutoglu merivekî pir henekçî ye, ji Mr. Bean jî henekçîtir e. Dema van gotinên pêkenînên dibêje bêyî ken meriv nikane tiştekî din bike.
Davutoglu bi wî aqilê xwe yê ji yê çivîkan jî biçûktir dixwaze him dinayayê û him jî kurdan bixapîne.
Dixwaze sê bajaran ava bike, bira pere ewrûpî bidin û ew jî bajarana va bikin.
Û biaqilê dewleta tirk bi vê jï nehatiye serî, gotiye, dû ra jî dibê meriv Artêşa Sûrî ya Azad jî xurt bike.
Weleh Davutoglu hindik xwestiye, dibê bigota Esad bixînin, kurdan ji wê herêmê derxin û Daîşê jî bînin ser hukim.
Kurro Artêşa Sûrî ya Azad jî û Daîş jî girêdayî we ne, tur ferq di nabêna van herdu rêxistinên çete da tuneye.
We herdu jî di bin navên cuda da li hemberî kurdan ava kirin û herdu jî li gorî emirê we hereket dikin.
Gava hûn dibêjin rûnin rûdinin û gava hûn dibêjin êrîşî kurdan bikin êrîş dikin.
Hal û karê we neyartiya kurda ye, hemû derdê we li Sûriyê kurd nebin xwedî maf, dîsa wek berê bindest bimînin.
Hemû mesele ev e û kurd jî û dinya jî êdî bi armanca we dizanin. Xwediyê malê bi dizê xwe hesifya ye.
Daîş jî hûn in û Artêşa Sûrî ya Azad jî hûn in, El Nusra jî û çeteyên din jî hûn in. Hemû girêdayî w ene.
Tu û Erdogan hûn ji xwe ra xewnan dibînin, êdî kes bi numareyên we naxap e û hêza we jî tuneye hûn tu jahrê jî belav belav bikin.
Hema ji xwe ra lêxin û ji xwe ra bilîzin, kes pênc perê xwe jî di van gotinên te yên berradayî nade….


XXX
Hevaltiya AKPê û dewletê gelek kurd kirine bêûjdan û zalim.
Baş e PKK xerab, her tiştê hûn ji bo PKKê dibêjin rast, me qebûl.
Em PKKê bidin aliyekî.
Wek kurd, hûn ji bo gelê xwe ji dewletê, ji hukûme çi dixwazin?
Ma hûn ne kurd in?
Hûn ji bo gelê xwe doza heq, huqûq bikin
PKK xerab e, hûn baş bin, hûn tiştên baş bikin û bibêjin bira milet bide dû we.
Lê hûn ji bo gelê xwe tiştekî naxwazin.
Hûn tenê rêberî û piştgiriya neyarê xwe dikin, qet qala zulma vê dewletê nakin.
Hûn ji vê dewletê ra nabêjin ji bo çi hûn zimanê me yasax dikin?
Ji bo çi hûn nahêlin zarokên me bi zimanê xwe bixwînin?
Yê viya ji dewletê ra, ji hukûmetê ra nebêje û tenê qala xerabiyên PKKê bike, riyakar e, bêûjdan e, ne dost û dilxwazê gelê xwe ye.
Hevalê dijmin e.

Li gorî muftiyekî Suûdî facîeya Mînayê "qeder" e !


Li ser îzdîhama li Mînayê û mirina 763 kesan û birîndarbûna li dora 900 kesî muftuyekî Erebîstana Suûdî bûyer bi ”qederê” ve girê daye û gotiye, kes nikane rê li ber bûyerên wiha bigre, ”ev qeder”e. Di qedera wan da ev hebû û lema jî ev hat serê wan.
A ferqa ewrûpiyan û ereban, misilmanan ev e. 
Heger ev bûyera wek qetlîamekê li kîjan welatê Ewrûpa biqewimiya ewê li ser lêpirsîn û lêkolînên mezin çêkirina, ewê bi hezaran rûpel li ser binivîsandana û di netîceyê da ewê bigotana çima û ji ber kîjan kêmasiyan îzdîhamemeke hewqasî mezin qewimî.
Û ewê bigotana ji nuha û pê da ewê kîjan tedbîran bigrin ji bo ku careke din felaketeke wiha neqewime.
Yanî heger ewrûpîbûna ewê sebeb û kêmasiyên îzdîhamê fêm bikirana û li gora wê jî tedbîrên xwe bigirtana.
Lê ”alimê” ereb gotiye ”qeder” e, yanî meriv nikane tiştekî bike, li eniya wan ev hatibû nivîsîn û lema jî ev hat serê wan.
Û jixwe gava felsefeya jiyanê baweriya bi qederê be, meriv tiştekî nake, teslîmî qedera xwe dibe.
Û ji ber vê felsefeya jiyanê, ”Xwedê zane”, ”her tişt di destê xwedê da ye”, ”di qedera meriv da çi hebe ewê were serê meriv” misilman bi pêş neketine, nezan û cahil mane û cîhanê Xiristiyan jî di her warî da bi pêş ketiye, bûye xwedî medeniyeteke nuh, xwedî îcad, teknîk û marîfet.
Suûdî û ereb hema hema hîn wek 1400 sal berê dijîn, hîn xwediyê fikir û baweriyên 1400 sal berê ne, di sedsala 21ê da qetlîameke hewqas mezin hîn jî bi ”qederê” ve girê didin.
Lema jî bûyerên wiha her sal diqewimin û heta ku aqil ev aqil be ewê tim jî biqewimin.

27 september 2015

Roj bi roj "mankurt"ên* me zêde dibin


Min navê Mucahît Arslan, (bi navê xwe yê rast Alî Îhsan Arslan)ji zû da bihîstibû. Min zanîbû ew lawê Îhsan Arslan e, ji Diyarbekrê ye û aqilmendekî Erdogan e. Lê min heta nuha ne tiştekî wî xwendibû û ne jî rismê wî dîtibû. Do li hevpeyvîna wî ya di rojmaneya Yenî Şafakê da ya bi Nîl Gulsem ra rast hatim.
Mucahît Arslan, pir evîn û bi heyraniyeke mezin qala Erdogan û mezintiya wî dike. Dibêj:
”Xebata bi Erdogan beg ra pir kêf e.”
”Xebata bi Erdogan beg ra nabe nesîbê her kesî. Tecrûbeyeke bêemsal e.”
”Serokkomar Erdogan ji min ra serok e, hevalê dozê ye û birayê mezin e.”
Însanek çawa dikane hewqasî ji neyarê xwe hez bike, hewqasî pesnê merivekî welatê meriv di bin îşxala dewleta wî da be?
A ji kesên wiha ra dibêjin ”mankurd.”
Kesê bûbe ”mankurd”, dibe wek koleyekî her emrî bêyî îtîraz qebûl dike û bi cî tîne. Hestên netewî pê ra nemaye, dikane bi rehetî bibe zilamekî pir sadiq yê neyarê xwe.
Erdogan serokê dewleta tirk e, Kurdistan di bin îşxala dewleta Erdogan da ye û Mucahît Arslanê kurd jî ji vî Erdoganî ra şêwirmendiyê dike, ji Erdogan pir hez dike, wî wek ”hevalê doza xwe” dibîne.
Ji ber ku Erdogan ew girtiye bin hîmaya xwe pir serbilind e, rebeno dibêje ”ev nabe nesîbê herkesî” !
Yanî zilamtiya ji dijmin ra wek serbilindiyekê dibîne, qet venaşêre, jê şerm nake, bi îftîxareke mezin pesnê vê zilamtiya xwe dide.
Helbet Mucahät Arslan bi tenê ne wiha ye, bi sedan kurdên wek wî hene, ne hewceye ez yeko yeko navên hemûyan rêz bikim.
Însan çawa dikane têkeve vî halî aqilê meriv nagre, meriv ji xwe ra matmayî dimîne!
Ne mimkûn e filistîniyek bi şêwirmendiya serokê dewleta Îsraîl hewqasî serbilind be.
Ne mimkûn e ku kurdekî rojhilat(Îranê)bi şêwirmendiya serokkomarê Îranê Hasan Rûhanê hewqasî îftîxar bike.
Ez bawer nakim brokratê tu miletekî bindest hewaqsî vekirî pesnê dijminê xwe bide û hewqasî ji dijminê xwe hez bike.
Ev qerekterê ”mankurt” yanî koletiya ji dil mexsûsî kurdên bakur e. Tirkan, asîmîlasyonê kurd deform kirine, ji kurdayetiya wan, ji hestên netewî dûr xistine û ji vê yekê jî bêhay in.
Û ev gotinên Mucahîr Arslan di nava kurdan da pir jî normal tê dîtin, kes reaksiyonekê nîşan nade.
Gava kurd vê hevpeyvîna Mucahît Arslan(Alî Îhsan Arslan)dixwînin tu anormaliyê di van gotinên wî da nabînin, jê ra nakim eyb. Bi kêmanî piraniya kurdan wisa difikirin.
Netîce, tirkan kurdan malik li me viritandine û haya me jî xweşikî ji me tuneye.
*Koleyê nezan. Kesê bûbe ”mankurd”, dibe wek koleyekî ku bêyî îtîraz her emrî qebûl dike û bi cî tîne. Hestên netewî pê ra nemaye, dikane bi rehetî bibe zilamekî pir sadiq yê neyarê xwe.

Qetlîama Mînayê ji ber sextekariya di gramaja kevir da bûye

Qatilê 753 hecî hukûmeta suûdî ye, di giraniya keviran da sextekarî kirine. Lema kevir bêtesîr in.
Heciyekî birîndar gotiye:
”Gramaja kevirên Suûdî didin sivik e, ji malzemê didizin. Ji ber ku kevirên em davêjin sivik in, bêtesîr dimînin. Lema îblîs gelek hevalên me kuştin û em jî birîndar kirin.”
Bi navê Xwedê rast e, heger suûdiyan ji giraniya keviran nediziyana nuha îblîs ji zû da pelixî bû, bûbû nanik.
Tevî umrê salê belkî li dora 9-10 milyon însan diherin hecê û mêrik kevir dikin. Her heciyek her carê 49 keviran davêjê. De îdî hesab li ba we ye. Matamatîk amin hewqasî ne xurt e, bira yekî matamatîkçî xêra xwe hesab bike, salê dike çuqas kevir û çuqas pere.
Û mêrik hîn jî bêtesîr nebûye, nemiriye, di wê qulikê da asê bûye. Salê bi milyaran keviran bi ser da dibarînin lê dîsa jî jê xelas nabin.
Ya bira suûdî di giraniya keviran da sextekariyê nekin û derba mirinê lê bidin û jê xelas bibin, ya jî camêr rehet bihêlin û bira ew jî bela xwe ji heciyan veke.
Wek heciyê birndar jî gotiye, bi dîtina min jî qatil ne îblîs e, qiralê Suûdî ye.

XXX
Piraniya tirkan nexweş in, ne mirevên biaqil û normal in. Endamekî partiya faşîst MHPê li Sûriyê li bajarê Lazkiyê ji alî leşkerên sûrî ve hatiye kuştin.
Meral Akşenera mahcira Balkanan jî di nav da, bi sedan giregirên MHHê beşdarî merasima cenaze bûne û li dijî kurdan gotine, ”şehîd namirin, welat perçe nabe”!
Lawo ehmeqno, faşîstê we çûye ketiye welatê xelkê, tevî qatilên Daîşê bûye, xwestiye bi qatilan ra rejîma Sûriyê biguhere û li wir hatiye kuştin. De îcar çima hûn îrêşî kurdan dikin?
Çi îşê ”vetenê” we bi vê meselê heye?
Nasyonalîzma tirk ji nazîzmê jî xerabtir e, di kê bigehere ji însaniyetê derdixe. Ji bo ku tirk ji vê paranoyakiyê xelas bibin û bibin însan, dibê Kurdistan çê bibe. Heta Kurdistan çê nebe tirk ebeden nabin însan û we selam, ez viya tim dibêjim…


XXX
Nivîskar, şair û felsevanê tirk yê îslamî Hîlmî Yavûz li ser serokkomar Erdogan, demokrasiya tirk û tirkan gelkên tiştên girîng gotine. Gotiye, ”heta nuha ez nebûme şahid serokkomarek ji xelkê ra bibêje ”yaho, ulan/lawê min”
Lê helbet Erdogan dibêje. Ji ber ku ew ji kultura pêxwsiyê, berdûşiyê tê, lema jî ne mimkûn e meriv wî, Înonu, Demirel û Ozal miqayese bike.
Yavuz îktîdara Erdogan wek îdareya eşîrtiyê dibîne û loma jî jê pir bêhêvî ye. Dibê ji vê partiyê ne mimkûn e ji vê partiyê û i van kadroyan tiştek derkeve. Çimkî AKP ji partiyeke siyasî wek rêxistina şexsekî ye û yên li dorê hatine ba hev jî ne li gorî îdeolojiyekê, li gorî menfaetê hatine ba hev.
Yavûz gotiye, ”ji bo demokratîkbûna Tirkiyê herî kêm 200 sal lazim e.”
Li gorî Hîlmî Yavûz li Tirkiyê tiştek nehatiye guhertin, ”destpotîzma sivîlan diqede ya eskeran tê, ya eskeran diqede îcar jî ya sivîlan tê.
Li Tirkiyê berê wesayeta eskeran hebû, nuha jî wesayeta sivîlan heye.
Hevpeyvîneke pir xweş e, lema jî hevalên tirkîzan heger wexta we hebe bixwînin. Yavûz di heqê tirkan, Erdogan û civta tirk da gelk tespîtên balkêş dike.

25 september 2015

Erdogan dixwaze Pûtîn wî û Esed li hev bîne


Erdogan piştî ku fêm kir nikane Esed bixîne nuha jî ji Pûtîn ra dibêje were me li hev bîne, ”neçe jî dibe, bira destpêkê li ser hukim bimîne” filan û bêvan.
Tiştê meriv ji gotinên Erdogan yên piştî vegera ji Moskovayê fêm dike dixwaze Pûtîn têkeve nabêna wî û Esed.
Ji ber ku Erdogan hêviya xwe ji xistina Esed biriye, lema çete û qatilên Daîşê peyder pey di nava koçberên Sûrî da dişîne Ewrûpayê.
Bi vê yekê, ji alîkî da dixwaze hêdî hêdî ji wan xelas bibe û ji aliyê din da jî bi vê koçê Ewrûpayê tehdît dike, dixwaze ji Ewrûpayê hinek perê din bistîne. Ji Ewrûpayê ra dibêje, heger hûn pera nedin ezê bi milyonan koçber bişînim ser we.
Ev aliyekî meselê ye lê aliyê din bîlançoya şer e. Hesabê 4 sal şer, bi sedhezaran kuştî, 5 milyon koçber kî ewê bide?
Bi dîtina min sûcdarê esasî û yekem yê şerê Sûriyê Erdogan e, wî şer derxist, wî şer mezin kir. Lema jî dibê gelên Sûriyê di dadgehên navnetewî da dozê li Erdogan û Tirkiyê vekin, Erdogan sûcdarekî şer e, wî li hemberî însaniyetê sûcên pir mezin kirine.

XXX
Polîs li Şirnexê wekîla HDPê ya Şirnexê Aycan Îrmez girtiye bin çav, li gel ku Îrmezê karta xwe ya meclîsê ya parlamenteriyê nîşan daye jî polîs ew bi zor biriye qereqolê, nasnameya wê kontrol kirine û dû ra serbest berdane.
Wek tê zanîn di dema bûyerên Cizîrê da jî polîs û leşkeran nehîştin herdu wezîr û gelek parlamenterên HDPê herin Cizîrê. Serokê HDPê Demirtaş jî di nava heyetê da bû.
Yanî li Tirkiyê kurd wezîr be jî, parlamenter be jî li ba dewletê sifir e, pênc peran nake, polîsek, cendirmeyekî tirk dikane wezîr û û parlamenterê kurd bigre û bi zor bibe qereqolê.
Yanî li Tirkiyê ji bo kudan qanûn manûn derbas nabe. Kurd kole ne û tirk jî tam miameleya koleyan bi kurdan dikin…

XXX

Li Mîna di dema kevirkirina îblîs da 700 kes mirine. Yaho ev çawa îblîs e, qet ji ciyê xwe nalive. Her sal li bende kevirkirina heciyan e.
Çima ev kêmaqil naçe dereke din xwe venaşêre?
Ev çi îblîsekî ker û kêmaqil e yaho!
Kêmaqil bira ji bin wê mastêrkê derkeve, here xwe li dereke din veşêre.
Heger nikane ji wir derkeve û li dereke din xwe veşêre wê demê ne îblîs e.
Bira here xwe di qesra Erdogan da veşêre, 1150 ode ye, di nava hewqas ode de kes nikane wî bibîne. Û jixwe ji tirsa Erdogan kes newêre nêzî qesrê jî bibe

24 september 2015

Pûtîn, Erdogn korpoşman, destvala şand Anqerê...


Piştî Emerîka, Erdogan hêviya xwe ji rûsan jî birî, Pûtîn ew korpoşman, destvala şand Anqerê. Nuha jî dixwaze bi Esed ra hevkariyê bike, îro gotiye ”Esed jî dikane di destpêkê da hebe.”
Hemû derdê wî(Erdogan) cepheyekê li dijî kurdan ava bike. Heger Esed bibêje erê, ewê bixwaze li hemberî kurdan bi Esed ra jî hevkariyê bike.
Çimkî hemû derdê wî li Sûriyê kurd tu mafî bi dest nexin, wek berê bindest bimînin.
Tirkiye bixwaze dikane sibe bi emrekî Daîşê ji Sûriyê derxe. Ji ber ku Daîş ji alî Tirkiyê ve tê sewq û îdarekirin.
Yanî pir ne dûr e Erdgan sibe dev ji Daîşê berde û îcar bi sed ra li hemberî kurdan cepheyeke nuh veke.
Lê helbet hertişt li gorî daxwaze Tirkiyê nabe, şêla Emerîka, Rûsya û ya Esed jî muhîm e. Gelo tiştekî wiha qebûl bikin ya na.
Yanî tiştê ez dixwazim bibêjim Erdogan çawa li hemberî kurdan bi qatilên Daîşê ra ket nava hevkariyê û dinya li binê guhê hev xist, bi musebîbê kuştina 300-400 hezar în û koçberiya 4-5 milyon însan, eynî tiştî dikane îcar bi Esed ra jî bike; heger mimkûn be…

XXX
Ji Xwedê da ye gava ez serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibînim di cî da ken min digre, bi min ji siyasetmedarekî cidî bêtir, wek fîgurekî pir komîk tê.
Neyse.
Davutoglu do şev nîvê şevê ji nişka ve çû Diyarbekrê. Îro li Diyarbekrê li Mizgefta Mezin nimêja eydiyê kir û dû ra jî bi wî uslûbê xwe yê komîk şîretên ”biratiyê û yekîtiyê” (!) li kurdan kir.
Sê zilamên tirkan yên sadiq Cevdet Yilmaz, Kudbettin Arzu û Mehdî Eker jî wek bekçiyên wî xwe dabûn kêlekê.
Ji dêlî ku Davutoglu van tiştên vala ji kurdan ra bibêje, bira here ji faşîst û çetên xwe yên osmanî yên her roj otobozên Kurdistanê kevir dikin ra bibêje; bira here ji çeteyên xwe yên ku her roj kurdan lînc dikin, mal û milkên wan dişewitînin ra bibêje.
Kurd ne li dû biratiya kesî ne, kurd li dû mafên xwe ne, doza azadiya xwe dikin.
Kurd êdî bi nimêja eydiyê naxapin, ew dewran derbas bû…

XXX
Rûviyê carê fêrî diziya mirîşk û hêkan bibe tu carî TOBE nake, çi sondê bixwe jî derew e.
Demirtaş carnan li ser AKPê û Erdogan tiştên xweş dibêje.
Îcar jî piştî nimêja eydiyê mîzahek xweş kiriye, gotiye:
”Ji AKPê ra qewîtiya(tewsiya)min, bira ji dêlî ”bismillah, bi tobe estaxfrullah” dest bi kampaniya xwe bikin. Tiştekî wiha ewê bêtir di cî da be.”
Bi navê Xwedê rast gotiye, lê wek bi tirkî dibêjin ”alişmiş kudurmuştan bêter” yanî yê carê fêr bûye ji yê har xerabtir e. Mezinên AKPê carê fêrî diziyê bûne, dinya jî xera bibe TOBE nakin. Kurmê şîrî heta pîrî…
Rûviyê fêrî mirîşk û hêkan bibe tu carî TOBE nake, çi sondê bixwe jî derew e.
Strana AKPê ya hilbijartinan bi ”bismillah” dest pê dikir, lê heyeta bilind ya hilbijartinê stran qedexe kir.

XXX

Putîn ji Erdogan ra gotiye, ”Em dizanin hûn diçin hilbijartinên parlamentoyê. Ez ji partiya te ra serketinê dixwazim.”
Fena ku Erdogan ne serokkomar, serokê AKPê be û serokwezîr be.
Lê Pûtîn rast gotiye.
Çimkî Erdogan hîn jî him serokê AKPê ye û him jî serokwezîr e. Davutoglu ne serokwezîr, emireriyê wî ye. Ji ber ku Pûtîn bi viya dizane ji Erdogan ra di hilbijartinan da serkevtin xwestiye.

Rast e, ji ber ku dewleta me tuneye hewqas zulm li me dibe


Li ser rexneyeke Kemal Burkay
Kurd hêdî hêdî fêm dikin heta ew bindest û bêdewlet bin bobelatên mezin ewê tim werin serê wan, ewê tim werin qetilkirin û koçberkirin. Ev dîtin û bawerî di van du sê salên dawî da di nava kurdan da xurt bûye.
Bi taybetî jî pitşî êrîşên Daîşê yên ser Şengalê, Kobanê, Serê Kaniyê û herêmên din û êrîşên van demên dawî yên ser HDPê û kurdên metropolan, şewitandin û talankirina mal û milkên wan, wêrankirina bajarên kurdan,  kurdê herî saf, herî nezan jî şiyar kir û bi girîngiya dewletê hesand.
Yanî êdî her kurdê dibêje ez kurd im fêm kir ku heta ew jî wek miletên cîranên xwe nebe xwedî dewleteke netewî, halê kurdan kêm zêde ewê tim wiha perîşanî, koçberî û mirin be.
Bêguman di nava kurdan da geşbûna vê şiyarbûna netewî meriv kêfxweş dike, ji bo rojên pêş yên  azad hêviyekê dide meriv.
Lê belê birêz Kemal Burkay, di nava kurdan da belavbûna, xurtbûna vê fikrê, yanî ”sebebê vê perîşaniya me kurdan bêdewletî ye” rast nabîne. Heta şaş dibîne û di nivîseke xwe da ” Suçluyu yanlış yerde aramak/lêgerîna sûcdar li dera şaş” ev dîtin rexne kiriye.
Li gorî Burkay, însan di rojên giran û teng da tim li sûcdarekî  digerin û gelekê caran jî sebeb û sûcdarên şaş dibînin.
Burkay di nivîsa xwe da gotiye:
 ”Di van rojên dawî da tespîteke pir tê dubarekirin heye, ew jî ev e:
”Tenê sebebekî hemû belayên tên serê me heye, dewleteke me tuneye.”
Û dû ra jî gotiye:
 ”Ji berê da ye di nava kurdên welatparêz da kesên viya tim dubare dikin hene. Lê belê di van rojên dawî da di şiroveyên hin hevalên baweriya min bi aqliselimya wan heye jî ez vê dîtinê dibînim.”
Dû ra jî pirsiye, gotiye:
”Geleo ji ber ku dewleteke me tuneye lema hewqas bela tên serê me? Ya jî bi hawakî din bipirsim:
Gelo wek belayên hatin  serê me, nayên serê milet û gelên dewletên wan hene?”
Di bersîva vê pirsa xwe da gotiye, ”helbet tê serê wan jî”  Yanî felaketên wek yên hatine serê me kurdan, tên serê miletên xwedî dewlet jî.
Û dû ra jî Afganîstan, Îraq, Sûriye, Misir, Lîbya, Yemen, Kambçya numûne daye, gotiye ”ev gel hemû xwedî dewlet bûn, lê belê belayên hatine serê wan li ber çavan e.”
Qala şerê Îraqê û Sûriyê yê hundurjî  kiriye, ji perîşanî û koçberiya gelê Sûriyê nimûne daye, gotiye 250 hezar însan hatin kuştin, 4-5 milyon însan koçber bûn.
Qala Kambçya û xerabî û zalimiya Pol Pot kiriye, qala fealketên hatin serê gelê qamboçî kiriye û gelek numûneyên dûr û dirêj dane.
Û di taliyê da jî gotiye, ”ma van gelan hemû ji ber ku bêdewlet bûn hewqasî perîşan bûn, hewqas bobelat hatin serê wan ?”
Li gorî Burkay, li gel ku li Îraqê  û li Sûriyê dewlet heye jî lê belê gelên van welatan dîsa jî ji belayên mezin xelas nebûn.
Yanî bi kurtî birêz Burkay dibêje, dewlet hertim ne garantiye ku felaket neyê serê meriv. Meriv dikane xwedî dewlet be, lê dîsa jî rûbirûyê felaketên mezin bibe û trajediyên mezin werin serê meriv.
Wek terorî helbet rast e, hinek dikanin ji derve êrîşî meriv bike. Lê ji ber ku ev îhtîmal heye meriv daxwaza kurdan ya dewletê rexne nake.
Dewleta herî xerab, rejîma herî xerab ji bo miletekî ji bindestiyê hezar qatî baştir e. Tu dîktator, tu kes ne ebedî ye, rojek tê meriv wê rejîmê diguherîne. Jixwe hemû welatên modern û demokratîk jî wisa kirine, berê rejîmên wan jî padîşahî û dîktatorî bûn. Lê îro bi demokrasî ji  xwe hilbijartine. Tu sebeb tuneye ku em kurd jî nebin wek wan.
Ji ber ku li Sûriyê, Îraqê, Afganîstanê, Lîbyayê, Yêmenê, Misrê şerê hundur derket, lema jî dewlet xerab e, ya jî di nabêna dewletê û bindestiyê da tu ferq tuneye ne rast e.
Jixwe dewletên wek Sûriyê, Lîbyayê û Îraqê  di maneyeke rast da ne dewlet in, hîn nebûne dewlet, dewletên eşîran in.
Lê her dewlet ne wiha ye û ne mecbûr e wek Sûriyê, Lîbya  û Îraqê jî bibe.
Dewletên xerab jî hene û yên baş jî. Ev, di destê însan da ye, girêda yî meriv deleteke çawa ava kiriye.
Swêd jî dewleteke û Îran jî dewleteke.
Ji ber ku meriv dikane bi kêrê însanan bikuje meriv nabêje kêr hacetekî xerab e û dibê li mala meriv tunebe.
Yanî ji ber ku li Sûriyê, li Îraq û Lîbyayê felaketên wek yên hatin serê me, hatine serê gelên wan welatan jî, wek siyasetmedar û ronakbîrê miletekî bindest meriv daxwaza kurdan ya dewletbûnê rexne nake, meriv bindestiyê û serdestiyê wek hev nîşan nade, nabêje dewleta me hebe jî eynî tişt dikane were serê me.
Meriv ji miletekî bindest û kole ra nabêje, ”dewleta we hebe jî felaket dikane were serê we…”
Ê wê demê em dewletê nexwazin, em bi halê xwe razî bin.
Çawa nebe dewleta me hebe jî eynî tişt dikane were serê me.
Yanî ev gotine e?
Dibê meriv ji bîr neke ku yê şer derdixe û zulmê dike ne dewlet e bi xwe ye, însan e, sîstem û rejîma însanan hilbijartiye.
Dewleta Swêd wek Sûriyê nake.
Dewleta Alman wek Sûriyê nake.
Wê gavê ne ku dewlet xerab e, yê xerab însan e, sîstem e.
Dewlet organîzyasoneke li ser erdekî muayen bi qanûnan tê îdarekirin. Ji bo ku xizmetê bide milet û li hemberî êrîşeke ji derve gel biparêze civatê ava kiriye.
Meriv dikane demokrasiyê jî bike rejîma dewletekê û dîktatoriyê jî. Ev di destê însanan da ye, xerabî ne ji dewletê ye, ji însên e. Ya muhîm dewlet di destê kê da ye.
Her dewlet ne mecbûr e wek Sûriyê, Îraqê, Lîbyayê, Yêmenê, Kampoçyayê, Afganîstan û Îranê be.
Emerîka, Japonya, Kanada, Awustural, Fransa, Almanya, Îngiltere, Norveç û Swêd jî dewlet in. Lê gelên van dewletan di nava refahê da dijîn, bobelatên hatine serê kurdan nayê serê wan.
Birêz Burkay, di nivîsa xwe da kurdên başûr jî numûne daye û gotiye, ”heger dewleteke we hebe jî, bela dikane ji dereve jî were.”
Û numûneya Daîşê nîşan daye…
Xwedê kir ku ew nîvdewlet heye, çimkî baş xerab gelê xwe parast. Lê heger ev nîvdewlet tunebûya Daîşê ne Şengal tenê, ewê Hewlêr jî û hemû Kurdistan jî bigirta.
Ma Seddam Hussên wisa nekir?
Ji ber ku dewleta kurdan tunebû kurd bi serê çiyan ketin, nikanîbûn xwe biparastana.
Lê ji ber ku faris xwedî dewlet bûn xwe ji êrîşên Sedam parastin.
Yên di ber nigan çûn kurd bûn.
Dewleta meriv hebe demekê zulm li meriv bibe jî, felakat werin serê meirv jî, lê rojekê dawî tê, dewleta meriv tê hawara meriv,  meriv naqede, nabe bindest.
Bi saya dewletê meriv ji nuh ve ava dike, birînên xwe derman dike.
Lêbêdewletî ne wiha ye, heger kurd li Tirkiyê 20-30 salên din jî mafekî netewî bi dest nexin, bê kêmanî nebin xwediyê otonomiyekê kurd ewê bihelin, bibin tirk.
Li Tirkiyê dawa kurdan diqede.
Wek siyasetmedarekî kurd meriv çawa dikane daxwaza kurdên bakur ya dewletê rexne bike? Belovacî wê, dibê kêfa meriv were, meriv bêje rast e, heta em nebin xwedî dewlet tepa xelkê ewê tim li ser serê me be.
Ne ku bibêje dewleta me hebe jî felaket dikane ere serê me!
Îro li Kurdistana başûr û rojava li gel ku kurd ne xwediyê dewlekete serbixwe ne, ne xwedî balafir û çekên giran in jî, lê ji ber ku hêzeke wan ya leşkerî heye bi kêmanê dikanin qismekî gelê xwe ji êrîşên Daîşê, Îraqê û Tirkiyê biparêzin.
Heger ev hêza wan jî tunebûya, heger li başûr pêşmerge û li rojava jî gerîla tunebûya tiştê Seddam anî serê kurdan ewê îro dubare bibûya.
Ji ber ku kurd li Îraqê, li Sûriyê, li Tirkyê ne xwediyê dewletê ne li welatê xwe bûne penaber(mahcir), leşker û polîsên tirk bi copan wan dikevin.
Kurd ne li ”dera şaş”, li dera rast li sûcdaran digerin.
Rast e, ji ber ku dewleta me tuneye hewqas zulm li me dibe.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû Lîce, Farqîn û Cizîr wêran bikira û bi rojan însanên me di hunduran da tî û birçî hefs bikira û zarokên me bikuşta.
Heger dewleta me hebûya Daîşê nikanîbû li ber çavên bi milyonan kurdî Koban wêran bikira.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîba bi rojan li ser sînoran rê li ber kurdan birgirta ji bo ku neçen hawara Kobanê.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû cenazeyên zarokên me li ser sînoran genî bikira.
Heger dewleta me hebûya Tirkiyê nikanîbû gorristanên me bi boldozeran xera bikira.
Bi kurtî heger dewelta me hebûya tirk, ereb û farisan nikanîbûn hewqas zulm li me bikin, bi şeref û xurûra me bilîzîn.
Heger dewleta me hebûya li hemberî êrîşan ewê em biparasta, em li welatê xwe nedibûn mahcir û parsekên ber destên tirkan.
Ji bo me kurdan bêdewletî bindestî, rezîlî û asîmîlasyon e...




23 september 2015

Muhsîn Kizilkaya baş zeyt dike


Muhsîn Kizilkaya, bi nivîsa xwe ya dawî ya bi sernivîsa  ”Erdogan, Barzanî, Ocalan” nîşan dide ku ew şelafekî gelkî hoste û gelkî jîr e.

Ji Mesûd Barzanî ra piçekî xweş dike, wek ku(fena ku) Ocalan diparêze û mezin dike çend gotinên konewarî dibêje, lê PKKê dixe binê erdê û Erdogan jî bi asîmanan dixe.

Kizilkaya ji me ra hewqasî pesnê Erdogan daye, hewqasî pesnê wî daye yekî nizanibe ewê bibêje Erdogan ne serokê dewleta tirk e û Kurdistan jî di bin îşxala dewleta wî da ye.

Diyar e hubba (evîna) Erdogan, Kurdistan ji bin da bi Muhsîn Kzilkaya daye jibîrkirin.

Lema jî ew Erdogan ne wek siyasetmedarekî tirk yê ku tim dibêje ”yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman”,  wek xerîbekî xêrxwaz û dilxwazê kurdan difroşe me.

Kizilkaya wek şelafekî pir jîr û profesyonel, li gorî ji van hersê kesan(Erdogan, Barzanî, Ocalan) kîjan dikane çi feydeyê bigihîne wî navê wan û wesfên wan rêz kiriye û pesnê wan daye.

Pesnê Mesûd Barzanî û Abdulah Ocalan ji bo piştê û yê Erdogan jî ji bo geştê daye.
Û ji ber ku halîhazir patronê herî mezin, herî xwedî qudret û îmkan Erdogan e, lema jî heta jê hatiye Erdogan mezin kiriye, zeyt kiriye, bi asîmanan xistiye.

Ne dûr î îhtîmalê ye di demek nêz da Erdogan vê sedaqeta Muhsîn Kizilkaya bê hemberî nehêle û bi karekî baş wî xelat bike.

Heger piştî hewqas xweşkirin û zeytkirin Erdogan dîsa jî karekî nede Musîn Kizilkaya, bi rastî bêwefatiyê û neheqiyê lê dike…

XXX
Herdu wezîrên HDPê ji hukûmeta Erdogan îstîfa kirin. Lîstik heta dawî nebirin. Ne xema Erdogan e, nuha kêfxweş bûye.
Beşdariya wan ya tiyatroya Erdogan bêmane bû. Baş e ku ev rutbe û navê derewîn ji ser xwe rakirin.

XXX

Sibe cenja Qurbanê ye. Bira cejna hemû kurdên bi namûs, kurdên kurdperwer, kurdên ne heval û dostên neyaran in pîroz û bimbarek be !

22 september 2015

Li gorî kovara Der Spiegelê Erdogan dîktatorekî parayonak e


Kovara Der Spiegel ji bo Tirkiyê gotiye, ”Dewleta Erdogan” û ”Tirkiye bi tevayî ketiye pençeyê dînîtiyê”!
Kovara Der Spiegel ya navdar, Erdogan kiriye kapax û gotiye:
”Bûyerên Parka Geziyê kîmyaya Erdogan guherand, ew kir otokratekî paranoyakê secdeyî hêzê dibe. Tirkiyeya berendamê Yekîtiya Ewrûpayê bû, nuha ketiye pençeyê fanatîzmê, nîjadperestiyeke fahş, teoriyên komployê û dînîtiyê.”
Der Spiegelê, Qesra Qaçax şibandiye cinawirekî û gotiye ”Erdogan di nava dewletê da dewlet ava kiriye.”
Yanî medyaya Ewrûpa jî êdî baş fêm kir ku Erdogan, dîktatorekî paranoyaq e û Tirkiyê berbî felekaketeke mezin ve dibe…

XXX
Cî li Erdogan teng dibe !
Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, ji telewîzyona BBC ra gotiye ”ew ne li hêviyêye ku Tirkiye alîkariyeke mezin bide koalîsyona li dijî Daîşê.”
Heger hêvî bike dîn e, çimkî ew jî dizane ku fînansorê Daîşê Tirkiye ye. Daîş, wek hêzeke girêdayî artêşa tirk li Sûriyê û li Îraqê li dijî kurdan şer dike.
Arteşêke Tirkiyê ya mezin heye. Loma jî di pêşerojê da alîkariyeke bi Tirkiyê ra ne mewzûbahîs e.
Stoltenberg, di heqê êrêşên ser PKKê da jî bala Davutoglu kişand û got “erê mafê her welatî heye xwe biparêze. Lê belê êrîşên zêde pêvajoya aştiyê dixe tahlûkê û lema jî dibê Tirkiye zêde pêşda nere. Êrîşên Tirkiyê dibê rê li ber riyên siyasî û hewildanên aştiyê negre…”


XXX
Ji ber ku Salih Muslim careke din bû serokê PYDê ez kêfxweş bûm. Di demeke wiha krîtîk da hebûna serokekî wek Salih Muslim jîr, jêhatî û bi balans, zêde ne îdeolojîk gelkî muhîm e. Ez bawer nakim îro yekî ji wî çêtir hebe. Lema jî cara sêyem hilbijartina wî biryareke rast û bi îsabet e. Pîroz dikim.

Hêviya Erdogan ma Pûtîn

Hêviya Erdogan ma Pûtîn, lê ewê ji wir jî destvala vegere.
Erdogan dike sibe bi lez û bez here Moskovayê û îcar bi Putîn ra dolabekê bigerîne.
Ji ber ku di siyaseta antî kurd da hêviya wî ji Emerîka zêde nema, nuha jî dixwaze bi rûsan ra li dijî kurdan planekê têxe dewrê, dek û dolabeke nuh bigerîne.
Bi îhtîmaleke mezin Erdogan dixwaze nakokiyên di nabêna Rûsya û Emerîkayê da hene bi kar bîne, jê feydeyê bigre.
Lê vala ye. Pûtîn dizane Erdogan hevalê kê ye û li pey çi ye.
Erdogan li dijî kurdan amadeye bi herkesî ra, bi her dewletê û her hêzê ra hevkariyê û tifaqê bike.
Ji bo zirarê bide kurdan û ne hêle kurdên rojaava mafekî bidest xin, dikane li dijî Emerîka û NATOyê jî têkeve nava têkiliyên tarî.
Erdogan nuha ji bo kurdan ji Devlet Bahçeliyê faşîst jî tahlûketir e. Li dijî kurdan siyaseteke pir agresîv, pir neyarane dimeşîne.
Lê hewildaneke beyhûde ye, wek her kesî Putîn jî dizane ku Erdogan fînansorê herî mezin yê Daîşê û El Nusrayê ye.
Wek herkesî Putîn jî dizane ku bêyî piştgiriya Tirkiyê Daîş nikane li Sûriyê bimîne û şer bidomîne.
Ez dibêjim ewê ji Moskowayê jî destvala vegere…

XXX
Berdevkê wezareta karûbarê derve yê Emerîka John Kirby, gotiye:
”Em YPGê wek rêxistineke terorîst nabînin. Li Sûriyê di şerê li dijî Daîşê da serkefitina xwe îspat kirin. Emê bi hêzên li dijî Daîşê ra hevkariya xwe bidomînin.”
Xeberekê xêrê ye, redkirina siyaseta Tirkiyê ya antî kurd e. Û her wisa hevkariya îndîrekt ya bi PKKê ra ye jî.
Dibê YPG, bi taybetî jî PKK vê îmkanê ji dest xwe bernede û baş bikar bîne.
Piştî ku piştgiriya Emerîka bidome Tirkiye nikane tu gûyî jî bixwe, kurd ewê hemû axa xwe ji bin îşxala Daîşê û çeteyên Tirkiyê yên din rizgar bikin.


21 september 2015

Gelo ereb çi teba ne?


Qala 124 hezar pêxemberan tê kirin, lê belê dibêjin di Quranê da navên 25 pêxemberan derbas dibe. Ev jî tê wê maneyê, Xwdê teala 25 pêxember ji ereban ra şand, ji bo ku wan ji hovîtiyê, ji barbariyê, ji nemiroyê xelas bike û bike însan.
Lê hîn û hîn jî nebûne însan.
Û nabin jî.
Bi kultur û îdeolojiya xwe ya neînsanî, ji medeniyetê bêpar ereb ji însaniyetê pir dûr in. Û naxwazin bibin însan jî.

Ereban bi hovîtiyên xwe li Îraqê, li Sûriyê, li Şengalê, li Kobanê nîşan dan ku ew ji hemû nirxên însaniyetê bêpar in, hov in.
25 pêxemberên din jî ji wan ra werin şandin dîsa nabin însan…
Însanên di sedsala 21ê da mîrat û bermayiyên însaniyetê yên hezar salan bi dînamîtan xera bikin, serê însên wek mirîşkan jê bikin, jinan bi zor birevînin, tecawiz bikin, ji xwe ra bikin kole û li bazarn bifroşin ew ne însan in, ne heywan in jî.
Tebakî, mexlûqatekî  di nabêna însan û heywanan da ne. Dibê alim navekî li ereban kin.
Ew çi teba ne?


XXX
AKP dixwaze ciyê MHPya faşîdt bigre. Û ji bo vê jî çi ji desta tê dike, vê nêta xwe di her fersendê da dide der.
Axaftina Erdogan ya do li Stenbolê kir tezahura vê îdeolojî û fikriyateke irqçî û faşîst e.
Erdogan vekirî got, kesên ne tirk û ne mîllîyetçî neşînin meclîsî.
Yanî kurd dijminên me ne û dibê ew nekivin meclîsa me.
Min do jî got, îro jî dibêjim, piştî vê axaftina Erdogan, kurdên dîsa jî di nava AKPê da bimînin, di AKPê da bibin berpirsiyar û namzetên wekîltiyê, êdî ew ne kurd in, xwe "yerlî û milî" dibînin. Yanî xwe wek tirk û nîjadperestên tirk dibînin. Êdî ew jî wek Erdogan û Davutolu tirk in û panturkîst in.
Dibê kurd viya eşkere bibêjin…

Erdogan 550 wekîlên tirk û millîyetçî ji tirkan xwest !


Serokkomarê dewleta tirk, faşîstê nuhpêketî Recep Tayyip Erdogan, îro li Stenbolê di mitîngekê da ji tirkan ra gotiye:
”Hûn rayên xwe didin kîjan partiyê bidinê, lê belê ez dixwazim hûn 550 wekîlên yerlî l(akincî, niştecî, yên ne xerîb) û millî bişînin meclîsê. Ez bawer dikim we fêm kir ez çi dibêjim."
Bi zimanekî hîn vekirî û zelal Erdogan gotiye:
”Ez ji we 550 wekîlên xalis muxlis tirk û panturkîst dixwazim. Hûn rayên xwe didin kîjan partiya tirk(AKP, MHP, CHP)bidinê, lê belê nedin HDPa kurdan. Kurd ne ji vî welatî ne û ne ji me ne. Lema jî rayên xwe bidin tirkan, nedin kurdan. Kurd ne ji me ne. Kurd dijminên me ne. Dibê hûn wek tirk dijminên me nekin wekîl û neşînin meclîsa me."
Dibê em kurd van gotinên Erdogan wisa fêm bikin. Jixwe gotiye, "ez bawer dikim we fêm kir ez çi dibêjim."
Tirkan ji zû da fêm kiriye, ya muhîm kurd jî fêm bikin.
Bi dîtina min Erdogan wek yên din durûtî nekiriye û ya dilê xwe gotiye. Ez bi xwe ji van gotinên wî qet aciz nebûm û nabim jî.
Mêrik me kurdan dijmin dibîne û vê yekê jî qet venaşêre, wek mêran eşkere dibêje.
Heger piçekî pozê kurdên hîn jî bi AKPê ra ne, hîn jî wekîl û wezîrên AKPê ne bişewite piştî van gotinên Erdogan ewê ji AKPê îstîfa bikin. Ji ber ku ew ne ”yerlî” ne û xwedêgiravî ne panturkîst in.
Lê ez bawer nakim yek jî îstîfa bike. Çimkî xîret û heya bi wan ra nemaye, lema jî Erdogan çi bibêje jî ne xema wan e, xwe pê aciz nakin.
Ji nuha û pê da her kurdê bi AKPê ra bimîne xwe tirk û millîyetçiyekî tirk dibîne...
Dibê meriv wisa fêm bike.


20 september 2015

Dewlet gorristanên kurdan jî wêran dike


Leşkerên tirk di 17ê mehê da li Vartoyê du gorristanên gerîla, ”Goristana Şehîd Îsmaîl” û ”Goristana Şehîd Ronahî”, berê bi helîkomteran bombe kirin û dû ra jî di bin kontrola tîmên polîsan da bi buldozeran hemû gorr yek bi yek xera kirin.
Mala Cemê û mizgefta di goristanê da jî xezeba polîs û artêşa tirk xelas nebûn, polîs û leşkeran ew jî xera kirin.
Bifikirin, ev dewlet ne tenê kurdên zindî qetil dike, miriyên me jî dikuje, tehamula vê dewletê ne ji kurdên zindî ra tenê tuneye, ji kurdên mirî ra jî tehamula wê tuneye.
Li gorî vê dewletê dibê kurd werin kuştin, lê belê gerek gorrên wan tunebe.
Bifikirin, dewletek bi helîkopteran gorristanan bombebaran dike, bi buldozeran kêlên gorran dişkîne, îbadetxaneyan hildiweşîne.
Naziyan jî wahşeteke wiha nekiriye.
Ez bawer nakim li dinyayê tiştekî wiha qewimî be.
Li Swêd gava rasîstek kêlên(kevirên) gorrên cihûyan dişkîne û tê girtin, dewlet dibêje ev kes nexweş e, motajî tedawiyê ye, wî digrin bin tedawiyê.
Lê li Tirkiyê ne rasîstekî nexweş, dewlet gorristanên kurdan xera dike, mizgefta gorristanê xera dike.
Ev wahşeteke nedîtî ye, îdeolojiyeke ji nazîzmê jî wêdetir e.
Miletek, dewleteke çawa dikane ji miriyên miletekî jî nefret bike, ez fêm nakim.
Di ser vê bûyera kesnedtî ra 3 roj derbas bûne, lê hîn jî ne medyaya tirk qala vê wahşetê kiriye û ne jî siyasetmedarekî, alimekî, ronakbîrekî û dîndarekî tirk ev wahşet protesto kiriye. Min bi xwe nedît.
Tenê medyaya kurd û medyaya sosyal xebera bûyerê da û risimê gorristana wêranbûyî belav kir.
Lê tirkan ne di telewîzyonan da û ne jî di rojnameyan da qala bûyerê nekirin, heta xeberek jî li ser belav nekirin.
Çima?
Ji ber ku gorristana kurda ye.
Li Tirkiyê mirovahî mirî ye, exlaq nemaye, însan ji însaniyetê derketine. Ûjdanê tirkan, ûjdanê ronakbîr û dîndarên wan bûye kerikonekî reş…

Tehamula min ya li hemberî erebî û ereban daketiye binê sifirê


Gava dengê erebî tê min gurûzî digre canê min, ez dixwazim guhên xwe bigrim.
Berê ez ne wiha bûm.
Berê min ji erebî pir hez dikir. Heta min ji xwe ra digot piştî teqawîtiyê ezê herim çend mehan li welatekî erb bimînim û erebî fêr bibim. Jiwe piçek erebiya min hîn heye. Min digot ezê erebiya xwe hinekî din pêş da bibim.
Lê ji bûyerên Şengalê û Kobanê virda ye, her roj bi dîtina dîmen û xeberên di telewîzyon û medyaya sosyal da ereb û erebî li ber çavên min bûne marê reş.
Di trênê da, di otobozê da gava dengê erebî dikeve guhên min tavilê tîk min digre û dixwazim guhên xwe bigrim ya jî ji wir rabim. Naxwazim erebekî bibînim.
Ez ji tirkî jî hez nakim, berê jî hinekî wisa bûm. Ne mecbûr bim naxwazim bi tirkî jî bipeyivim û lê guhdarî bikim. Lê belê tirkî hîn wek erebî madê min jê nagere, hîn hestên hewqasî serobonî hev nake.
Her ereb li ber çavê min bûye wek qatil Daîşê, wek tecawizkarekî keçên êzdî. Gava du ereb bi hev ra dipeyivin, ez dibêjim belkî qala tecawizên xwe dikin ya jî pesnê qatiln Daîşê didin.
Tehamula min li hemberî ereban û erebî daketiye binê sifirê. Ez ne dixwazim erebekî bibînim û ne jî erebî bibihîzim.
Hestên min li hemberî tirkî jî pir xera bûye. Ez dikanim bibêjim belkî di nuxteya sifirê da ye.
Bi taybetî jî piştî van bûyerên lînckirina kurdan hertiştê tirkan û Tirkiyê bêtir li ber çavê min reş bûye.
Jixwe lema ez îsal neçûm welêt, neçûm Tikriyê. Ev 6 hefte ne di hur malê da me. Ji dilê min nehat, ûjdanê min qebûl nekir herim dereke din jî kêf bikim. Mam li mal.
Li hemberî farisan û farisî hestên min hîn hewqasî serobinî hev nebûye, bêtehamuliya ya min li hemberî farisan û farisî hîn hewqasî ranebûye pêdarê.
Bêguman hemû ereb ne Daîş in, ez jî bi viya dizanim. Lê belê yên bi fikir û îdeolojiya xwe, bi kîn û nefreta xwe ya li hemberî kurdan û miletên ne misilman, bi hovîtî û îdeolojiya xwe ya faşîst û nazîst hewqasî pir in, hewqasî pir in ku aqilê meriv disekine.
Ji xwe civat, kultur, îdeolojî, dîn, bawerî ne misaîd bûya Daîş dernediket. Bêyî civateke ereb û misilman rêxistineke wek Daîşê, îdeolojiyeke wek ya Daîşê ne mimkûn e ji nva civateke din derkeve. Ancax ji nava ereban rêxistineke wisa hov û barbar derkeve û di ser da jî bibe hêzeke mezin.
Yanî erebên bi fikir û îdeolojiya xwe Daîş in ji erebên medenî û însan hezar qatî pirtir in. Bi dev demokrat, însan xuya bin jî, bi fikrên xwe yên genî, prîmîtîv û bi îdeolojiya we xwe faşîst bêtir wek qatilên Daîşê ne.
Lema jî hemû ereb li ber çavên min bûne wek qatilên Daîşê…
Bi guherîna zemên ra, bi guherîna şertan ra însan jî diguhere, şexsiyet û qerekterê însên jî, fikir û hestên însên jî, întrese û zewqên însên jî pir hindik diguhere. Carnan berbî başiyê û carnan jî berbî xerabiyê ve. Lê helbet ew jî tiştekî îzafî ye…

XXX
Piştî bobelata(karesata)Şengalê û Kobanê û felaketên li pey wan anîn serê kurdan dibê tu kurd li hemberî ereb û tirkan êdî ne kurdê berê be. Şengal û Koban ji bo kurdan mîladek e, hestên kurdan li hemberî ereb û tirkan yên berî mîladê û yên piştî mîladê gelkî cihê ye û dibê cihê be jî...
Êrîşên ser HDPê û lînckirinên kurdan birîna dilê kurdan kûrtir kir, benê xav, têkiliya zeîf ya di nabêna tirk û kurdan da mabû ew jî qut kir. 

19 september 2015

Min fêm nekir ev herdu jinên tirk çima hewqasî muhîm in?


Fîgen Yuksekdag, li Wanê di lîsteya HDPê da di rêza yekem da ye. Nursel Aydogan jî li Diyarbekrê di rêza duyem da ye.
Ez bi xwe dikim nakim tu sebebekî maqûl, mantiqî û bi heq ku ev herdu jinên tirk li Kurdistanê di van rêzên pêşînda cî bigrin nabînim.
Heger kurdan bi çepên tirk ra tifaqek kiriye, wê demê dibê tirk li welatê xwe, li bajarên xwe bibin namzet û kurd jî li welatê xwe. Û kurdên li Tirkiyê dijîn jî piştgiriya wan bikin, rayên xwe bidin wan.
Jixwe espiriya hevkariya bi çepên tirkan ra ev e, ewê li Tirkiyê, di nava gelê xwe da bixebitin, gelê tirk ji tesîra şovenîzmê û nîjadperestiya tirk xelas bikin, hestên dostaniyê di nava tirk û kurdan da xurt bikin.
Ne ku ji Edenê û Bursayê werin li Wanê û Diyarbekrê bibin serokên kurdan.
Lê tiştê HDP dike ne ev e, tirkan li bajarên wan, di nava gelê wan da nake namzet, tîne li Kurdistanê, li bajarên kela kurdayetiyê ne dikin namzet. Û him jî di rêza yekê û duyem da.
Nuha ev ne zulm e?
Ev herdu xanim ji bo çi, ji ber kîjan meziyet û qabîliyetên xwe, ji ber kîjan marîfet û meziniyên xwe, ewê li Wanê û Diyarbekrê bibin namzetên kurdan û him jî di rêza yekê û duyem?
Ma qir ketiye kurdan?
Ma li Wanê, li Diyarbekrê, di nava kurdan da du kurdên bi qasî van herdu jinên tirk yên kemalîst baş tune ne?
Ev herdu jinên tirk bêyî raya wan ya şexsî, du rayên wan yên din jî tuneye, ez bawer nakim dê û bavên wan jî rayên xwe bidin HDPê.
HDPê, ji dêlî van herdu jinên tirk yên kemalîst ve ji kîjan hêza kurd ya herî biçûk jî du kes bigirta lîsteya xwe, ewê bêtir li karê bûya, baştir bûya.
Heger çepên tirk ewê li welatê xwe, di nava gelê xwe da nexebitin, wê demê hevkarî, filan û bîvan vir e, xapandina miletê kurd e.
Nursel Aydogan û Fîgen Yuksekdag, bira feydeya wan li wir bimîne, bi hezaran kurdî ji HDPê sar dike, dûr dixe.
Lema jî bicîkirina van hedu jinên tirk di rêzên pêşî da him ji bo HDPê zirar e, şaş e û him jî ne siyaseteke netewî ye. Zirarê dide PKKê, HDPê û tevgera kurd ya netewî.
Gava Nursel Aydogan, Fîgen Yuksekdag û tirkên wek wan ne li Tirkiyê, li Kurdistanê dibin namzetên kurdan, tenê zirarê digihîne HDPê.
Fîgen Yuksekdag ji Edenê û Nursel Aydogan jî ji Bursayê lêxe were li Wanê û li Diyarbekrê  û him jî di rêza yekê û duyem da da bibin namzetên kurdan, bi gotineke herî sivik li kurdan, li gelê Wanê zulm û neheqiyeke mezin e, dibê meriv li dij derkve û îtîraz bike.
Ev dîtina min ya li ser van herdu xanimên tirk e. Lê li alî din jixwe ez beşdariya hilbijartinan jî bêmane û vala dibînim. Û bi îhtîmaleke mezin ewê HDPê di binê barajê da bihêlin…

Dawiya zilamtiya dijmin tim rûreşî ye


Muhsîn Kizilkaya ji bo ku careke din jî têkeve lîstê û bibe parlamenterê AKPê ji Erdogan û Davutoglu ra her babet şelefî kir, xwe kir cila binê nigên wan, xwe kir dijminê gelê xwe, piştgiriya teror û qetlîama dewletê ya li cizîrê kir. Ji bo xatirê wê kursiya pîs xwe rezîl û riswa kir.
Lê wa ye dîsa jî pere nekiriye, Davutoglu dîsa jî ew negirtiye lîsteya parlamenteriyê.
Diyar e Erdogan û Davutoglu zilamtî û şelefiya Kizilkaya têr nedîtine.
Dijmin wiha ye, carnan pir bêmerhemet e, meriv cansîperane xwe bike qurban jî teqdîr nake, dikane kêm bibîne û meriv biqewitîne…
Bi qasî xuya dike Muhsîn Kizilkaya şok bûye, ji hêrsa twittera xwe girtiye û xwe di malê da hefs kiriye.
Sedîsed nuha ji xwe ra dibêje yaho min xwe ji Erdogan û Davutoglu ra kir erd, ji bo xatirê wan min êrîşî gelê xwe kir û wek zilamekî dewletê min bi hemû hêza xwe AKP parast, lê dîsa têr nekir.
Ma hewqas neheqî jî dibe?
Nuha ezê çi bikim û çi xweliyê li serê xwe kim?
Ez him ji dêrê bûm û him jî ji mizgeftê.
Ezê nuha bi çi rûyî li ruyê zarokên xwe û kurdan binêrim?
Ezê di kanalên telewîzyonan da îcar çi bibêjim?
Ya jî dikane bibêje, ”êdî veger tuneye, ya baş ew e ez qet xwe nexeyidînim û biryara xwediyê xwe rexne nekim, bibêjim ”teqdîr ya birêz Davutoglu ye, wî wiha rast û minasib dîtiye wiha kiriye. Ez dîsa jî di emir û xizmeta wan da me, ew çi wezîfeyê bidin ez amade me…”
Hevkar û zilamê dewletê û Erdogan Seydî Eyyupoglu jî ji Ruhayê îcar neketiye lîstê.
Erdogan îcar ew jî ji ber deriyê xwe qewitand. Ecêb e. Eyyupoglu bi çavê ebedî li kursiya xwe hevkariyê dinêrî, wî qet bawer nedikir Erdogan rojekê ewê wî ji ber deriyê xwe biqewitîne…
Ji bo dijmin tu hevkar(îşbîrlikçî), tu xulam ne miqedes û ebedî ye, rojek tê karê wan diqede û tên qewirandin…
Li gorî ruhayiyên hemşeriyên Eyyupoglu di medyaya sosyal dinivîsin, dibêjin Eyyupoglu krîz derbas kiriye û ketiye komayê.
Heger neketibe komayê jî psîkolojiya wî nuha ji komayê xerabtir e.
Zilamtiya dijmin wiha ye, meriv zilamekî, xulamekî çiqasî baş be jî rojekê tê dijmin xulamekî ji meriv hîn baştir dibîne û meriv diqewitîne.
Dibê trajediya Eyyupoglu û Kizilkaya ji hemû hevkarên dewleta tirk û Erdogan ra bibe numûne û jê dersê bigrin.
Dibê hemû hevkar û zilamên dewletê bibînin ku hevkarî, xulamtiya neyar ne tu rê ye, şaş e.
Ya baş ew e ku Eyyupoglu û Kizilkaya û yên weka wan eşkere ji gelê xwe lêborînê, efûya xwe bixwazin û ji nuha û pê da bi hemû hêza xwe li dijî dewletê û partiyên tirk bixebitin. Hew bibin zilamê neyar.
Heger wiha bikin belkî rojekê gel li wan were rahmê û wan efû bike..

18 september 2015

Abdullah Gul ne ew mêr e ku biwêribe li hemberî Erdogan rabe

Abdullah Gul ne ew mêr e ku biwêribe li hemberî Erdogan serî hilde. Tiştebîtekî wiha li derî tebîeta Gul e. 
Dixwazin Abullah Gul mezin bikin, derxin hemberî Erdogan. Ev xeyaleke vala ye. Gul ne ew mêr e, ne mimkûn e biwêribe li hemberî Erdogan rabe, ew cesaret û ew çap pê ra tuneye.
Gul merivekî bi bin e, wek mar e, tîpekî dişibe ajanan, tu carî baweriyê nade meriv.
Di ruyê wî da, di jesd û mîmikên wî da, di axaftin û reaksiyên wî da meriv tu carî nizane bi rastî çi difikire. Tu carî baweriyê nade meriv.
Gul nikane bibe serok, lê dikane bibe zilamê serokan. Gul, ji bo bo ku têkeve binê mahiyeta Erdogan hertim hazir û amade ye.
Erdogan sibe ban Gul bike, ewê ser serî, bi çargaviyê here dîsa têkeve bin emrê Erdogan.
Gul, bi fikrên xwe jî, bi îdeolojiya xwe jî, bi nêt û hesabên xwe yên dizî û vekirî jî ji Erdogan gelkî xerabtir e.
Gul ne dîwarekî meriv pişta xwe bispêrê.
Gul belkî bi qasî Erdogan ne diz e, lê ew jî ji ber tirsonekiya wî ye, wek Erdogan ne cesûr e, newêre loqên hewqasî mezin daqultîne.
Di nava AKPê da raqibê, alternatîfê Erdogan hîn tuneye.
Û ji bo kurdan jî Gul ji Erdogan xerabtir e, Erdogan dikane xerabiyê jî û çêyiyê jî bike, ev cesaret pê ra heye, bi Gul ra ew tuneye.
Gul panturkîstekî dewletê yê pir sadiq e. Erê wek Erdogan ne rûtirş e, tim dikene lê sexte ye, durû ye. Lema jî ji Erdogan xerabtir e.


17 september 2015

Heger PKK biaqil be bûye mitefikê Emerîkayê

Pentagonê bi rengekî resmî eşkere kir ku hêzeke taybet ya Emerîkayê li Sûriyê li dijî Daîşê bi YPGê ra operasyonan dike.
Fermandeyê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM), general Lloyd Austîn, di civîna Komîsyona Hêzên Çekdar ya Senatoya Amerîkayê da agahî da endamên komîsyonê.
Lloyd Austîn, di axaftina xwe da gotiye hêzeke taybet ya Emerîkayê derbasî Kurdistana başûr bûye û li hemberî li DAIŞê alîkariya YPGê dike.
Austîn, derbarê hejmara leşkerên hêzê û kînga derbasî Kurdistanê bûye agahî nedaye endamên komîsyonê.
Televîzyona Emerîkî NBC jî ev agahî piştrast kir. Li gorî xebera NBC, hêza leşkerî ya Emerîka derbasî Kurdistana başûr bûye lê belê bi xwe tevî şer nabe, tenê piştgiriyê dide şervanên YPGê.
Hêvî dikim xeber rast e û bi rastî jî leşkerên Emerîkî li Kurdistana rojava alîkariya şervanên YPGê dikin.
Ev, têkbirina plana Tirkiyê ya ”herêma Tampon” e. Tirkiye ji zûda dixwaze di nabêna Kobanê û Efrînê da herêmeke tampon ava bike û bi vî hawî têkiliyên kurdên Efrînê û Kobanê ji hev qut bike.
Heger kurd yanî PKK, PYD û PDK li hev bikin, gelşên nabêna xwe bi riya diyalogê çareser bikin, kurd ewê bikanibin hemû planên Tirkiyê pûç bikin.
Bi hêviya PYD/PKK siyaseteke biaqil û netewî bimeşînin û têkiliyên xwe yên Emerîka yê xurt bikin, xera nekin.

Sendîkayên tirk piştgiriyê didin lînckirina kurdan

14 sendîka û rêxistinên kardêr, mamûr û karkiran îro li Anqerê li dijî terora kurdan, di bin şîara ”ji terorê ra na, ji biratiyê ra erê, ala xwe bigre û were” mitîngekê çê dikin. Di 20ê mehê da jî ewê mitîngeke protestoyê li Stenbolê çêbikin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse 11 milyon endamên van 14 rêxistin û sendîkayan hene.
Hertim wiha bûye, çi mamûr, çi kardêr, bazirgan û çi jî karkir çivata tirk, miletê tirk li hemberî kurdan wek şûrekî tim li pişta dewleta xwe ye, dewlet tu carî ne neheq e, yên neheq tim û tim kurd in, PKK ye, partî û rêxistinên kurd in.
Şîara ”ala xwe bigre û were”, şîareke irqçî û faşst e, şîareke antî kurd e û piştgiriya hêzên faşîst û lînckirina kurda ye.
Li Tirkiye her roj, li vir û li wir karkirên kurd tên lînckirin, bi hezaran faşîst û çete digrin ser cî û warên karkirên kurd û bi saetan wan êsîr digrin, her tiştên wan dişewitînin. Van sendîka û rêxistinên karkir û mamûran rojekê jî ev êrîşên ser kurdan û karkirên kurd protesto nekirin.
Ev bêdengiya wan ne bes e, di ser da li dijî ”terora kurdan” meşan çêdikin.
Ev meş piştgiriya hêzên faşîst e, piştgiriya lînckirina kurda ye, îlana neyartiya miletê kurd e.
Dibê em kurd careke din jî bibînin ku ne dewlet tenê, civata tirk jî bi qasî dewletê li dijî kurda ye, naxwaze kurd bibin xwedî mafên xwe yên demokratîk û netewî.

Berî bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû

Galîp Ensarîoglu, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû
Galîp Ensarîoglu, di hevpeyvîna xwe ya bi kanala Al Jazeerara hemû êrîş û terora dewletê ya li hemberî kurdan bi ruh û can parastiye û hemû cûc xistiye hustuyê PKKê, gotiye hemû sûc yê PKKê ye, dewletê tu şaşî nekiriye.
Muhabira Al Jazeera Gonca Şenayê li ser bûyerên Cizîrê jê pirsiye, gotiye:
”Li Cizîrê 16 cenaze hatin gorkirin. Agahiyên te çi ne? Kî bûn ev ?
Galîp Ensarîoglu yê kurd gotiye:
”Piraniya wan endamên YDG-Hê ne. Lê belê çend siwîl jî hebûn.”
Yanî piraniya kesên hatine kuştin endamên rêxistina xortên PKKê ne…
Wey agir bi derewên te keve!
Lawo meriv çawa kane li hemberî gelê xwe, li hemberî siwîl û zarokên, jin û kalên hatine kuştin hewqasî bêûjdan be?
Di nava kuştiyan da zarokên 10 salî, dayika çar zarokan, kalên 50, 60 salî hene. Xelk di hundurê mala xwe da, li balkona xwe ji alî polîsên dewletê ve hatin kuştin.
Lê tu hîn jî dibêjî "piranî merivên PKKê bûn", hey zalim, hey bêexlaq!
Demirtaş bi israr got, bira di nava kuştiyan da yekî PKKî îspat bikin ezê hemû îdîayên wan qebûl bikim.
Parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz navê hemû kuştiyan belav kir û got hemû jî siwîl in, îdîa PKKyî ne vir e, hemû xelkê Cizîrê ne.
Kesî îtîraz nekir, kesî eksê van îdîayên Demirtaş û Sariyildiz nîşan neda. Nîşan nedan ji ber ku nikanin. Ji ber ku yên hatine kuştin hemû jî siwîl û mirovên bêsûc û bêguneh in.
Helbet Galîp Ensarîoglu jî wek navê xwe dizane kesên hatine kuştin hemû siwîl in, jin, zarok, kal û pîrên cizîrî ne.
Lê zilamtiya neyar ew virek û bêûjdan jî kiriye. Halbpûkî berê, berî ku bibe hevalê neyar wiha ne virek û bêûjdan bû.

XXX
Di van rojên giran da xebereke xêrê. Serok Barzanî û Salih Muslim li hev kirin, pêşmerge derbasî Kurdistana rojava dibin.
Berpirsê pêwendiyên derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, hêzên Pêşmerge ewê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.
Ev îşareteke xêrê ye, gaveke berbî avabûna Kurdistanê ye. Tiştê herî muhîm dibê li başûr kurd li hev bikin, yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bidin. Heger ev bibe ji bo îlankirina Kurdistana serbixwe Emerîka û Ewrûpa ewê alîkariya kurdan bikin. Li hemberî Daîşê ewê tim piştgirê kurdan bin.
Yekîtî, yekîtî, yekîtî...
Tiştê me ji devê guran xelas bike ev e...
Formulärets överkant

XXX
Min nizanîbû Levent Gultekîn kurd e. Di nivîsa xwe ya îro da gotiye, "ez vê nivîsê wek kurdekî dinivîsim."
Pêşketineke, kêfxweş bûm.
Ev dewleta zalim bi zulm û terora xwe ya li hemberî kurdan ewê hîn gelek kurdên xwe ji kurdbûnê bêrî dikirin bike kurd.
Veşartina nasnameya xwe ne karê camêran e, xelasiya ferdî ne çare ye. Dibê em wek milet ji bin destiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe.

16 september 2015

Bes e bi aqilê kurdan bikenin


Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdaga tirk, dîsa bi aqilê kurdan keniya ye, gotiye ala tirk ala kurd e jî, ”di sorê ala tirk da xwîna kurdan jî heye.”
Vir e, ala tirk ne ala kurd e! 
Lê rast e, di gelek qetlîaman da xwîna kurdan di wê alê geriya ye, di bin wê alê da bi sedhezaran kurd hatine qetilkirin, îşkencekirin. 
Di vê maneyê da rast e, xwîna kurdan pir di sorê wê alê geriya ye…
Ew ala bi xwîn, bi darê zorê bi gelek kurdan dane maçîkirin. Dîrok şahidê vê ye.
Eyb e, şerm e, bes e bi hest û xurûrê miletê kurd bilizîn.
Ala tirk ne ala kurda ye.
Dewleta tirk ne dewleta kurda ye.
Meclîsa tirk ne meclîsa kurda ye.
Artêşa tirk ne artêşa kurda ye.
Polîsê tirk ne polîsê kurda ye.
Hertiştê vê dewletê, her dezgeha vê deletê tenê yê miletê tirk e.
Îdîakirina eksê vê derweke mezin e, riyakarî ye, sextekarî ye.
Tu tiştekî kurdan di vê dewletê da tuneye.
Al jî û dewlet jî tenê ya tirka ye.
Ji roja ev dewlet ava bûye wiha ye.
Ev dewlet, bi meclîsa xwe, bi artêşa xwe, bi polîs û edelata xwe li dijî kurda ye û dixwaze kurdan ji ortê rake, bihelîne, bike tirk.
Kurd li Tirkiyê ne xwediyê dewletê ne, ne şirîkê dewletê ne, bindest û xulamê dewleta tirk û miletê tirk in.
Ev 90 sal in, ji roja ev dewlet ava bûye kurd şerê wekheviyê didin, dixwazin vê neheqiyê, vê bêedaletiyê ji ortê rakin.
Û ji xwe loma jî, ji ber ku dewleta tirk ne dewleta kurda ye, ev dewlet her roj zulmê li kurdan dike, dikuje, qetil dike, gû pê dide xwarin, guhê kurdan jê dike, kurdan lînnc dike û dide lînckirin.
Partiya kurdan, mal û milkên kurdan dişewitîne û dide şewitandin.
Heger ev dewlet û al ya kurdan ba jî dewletê ev zulm li kurdan nedikir, bi lûleya tivingê ala tirk bi gerîlayên kurd nedida maçkirin.
Bes e bi kurdan bikenin û henekên xwe bi aqilê kurdan bikin.
Heger ala tirk ala me kurda ye jî wê demê ev şer, ev malwêranî ji bo çi ye, ez qurban?
Heger ev al ya me ye jî, heger ev dewlet ya me ye jî wê demê ji bo çi ev dewlet her roj bi dehan keç û xortên kurdan dikuje û bajarên me wêran dike?
Em doza çi dikin?
Em ji dewletê çi dixwazin?
Madem hûn alê naxwazin, dewletê naxwazin, meclîsê naxwazin, Kurdistanê naxwazin û ala tirk ya we ye jî, wê demê zarokên kurdan nedin kuştin û ji bo demokrasiya Tirkiyê bixebitin.
Yê alê û dewletê nexwaze dibê micadeleyeke li gorî wê bide. Heger filistîniyek bibêje ”ala Îsraîl ala filistîniyan e jî”, filistînî ewê qiyametê rakin, ewê bi tûya xwe wî bifetisînin.
Lê piştî 35 sal micadele û liberxwedaneke bêemsal, piştî bedelekî pir û pir giran, li ser navê 20 milyon kurd, Fîgen xanima tirk bi dengekî bilind dibêje ”ala tirk ala kurd e” jî!
Ji bo ku ala tirk bibe ala kurd jî, dibê kurd jî bi qasî tirkan xwediyê vê dewltê bin.
Ma çi yê kurdan di vê dewletê da heye?
Li Tirkiyê kurd xwediyê kîjan mafên netewî ne?
Ne xwediyê zirnîqekî jî ne.
Kurd bindest û êsîrên dewleta tirk in.
Rastî ev e, bes e bi aqilê kurdan bikenin….

Hin kes bûne Hespê Truva


Galîp Ensarîoglu gotiye, rayên HDPê dihelin û yên AKPê zêde dibin, di 1ê mijdarê(kasimê) da AKP ewê bi tena serê xwe bibe îktîdar.
Li gorî emrê Erdogan dipeyive. Nêta wan HDPê di binê barajê da bihêlin. Plana Erdogan ev e. Ensarîoglu jî propagandeya vê plana Erdogan dike.
Bi dîtina min HDP nekeve meclîsê ji kurdan ra baştir e. Berê jî dîtina min ev bû. Bi 80 parlamenterî ket meclîsê ji me ra çi havil kir?
Berê bi 36 parlamenteran di meclîsê da bû ji me ra çi bi ser avê xist?
Hema bira kurd nekevin meclîsê. Bira meclîsa tirk ji Ensarîoglu, Kizilkaya û Eker ra be.
Di hilbijartina 1ê hezîranê da Erdogan wek hin kurdên din, Ensarîoglu jî qewitand, ew nekir parlamenter.
Lê wa ye îcar ew xist merkeza AKPê. Erdogan wisa bawer dike ku bi van Hespê Truva ewê bikanibe tesîrê li kurdan bike, rayên wan bigre.
Lema jî Ensarîoglu bi van beyanên xwe sedaqeta xwe nîşanî mezinê xwe Erdogan û Davutoglu dide. Dibê bibînin ku ew merivekî çiqasî girêdayî wan e.
Ji ber ku Erdogan û Davutoglu baş dizanin ku kurdên bi wan ra çi mal in, ne xwedî şexsiyeteke saxlem in, lema jî gava dilê wan dixwaze wan diqewitînin û gava dilê wan dixwaze dîsa ban dikin. Û ew jî wek şelafan bi kêfxweşî emirê Erdogan qebûl dikin û bi çindikan dibezin huzûra wî.
Yên wek Ensarîoglu, Mehdî Eker û Kizilkaya carê îradeya xwe teslîmî Erdogan û tirkan kirine, Erdpgan çi wezîfeyê bide wan ewê li dilê xwe xin.
Wan bike wezîr jî û bekçiyê ber derê qesra xwe jî ji bo wan serbilindî ye, ewê bi dil û can qebûl bikin. Ne hedê wan e xwe bi xeyidînin û bibêjin na ya jî çima tu wiha dikî?
Zilamtiya dijmin wiha ye, çi wezîfeyê bide, meriv mecbûr e qebûl bike. Him dikane biqewitîne û him jî jî dikane paş da banke, him dikane rutbeya meriv jêke û him jî pêveke.
Dijmin û ûjdanê xwe.
Ya muhîm dibê xulam dev ji sedaqeta xwe bernede, rojekê miheqeq ewê were dîtin û teqdîrkirin.


Hezkirin û dostî bi zorê nabe

Tirk(qismekî pir biçûk ne tê da)wek milet ji kurdan nefret dikin. Û vê nefreta xwe ya irqçî venaşêrin. Lê kurd dibêjin tirk çima ji me hez nakin?
Yaho ji hez nake, ma bi zor e?
Tu jî jê hez neke.
Tu çima wek evîndarê şelaf jê ra şalûziya dikî?
Hezkirin, dostî bi zorê nabe.
Tirk ji te nefret dike, dixwaze te tune bike.
Ji ber ku te wek dijminekî xwe yê herî tahlûke dibîne, dizane tu li pey Kurdistanê yî. Tu dixwazî ”welatê” wî perçe bikî.
Yanî nefreta tirkan ji kurdan li ser Kurdistanê ye, li ser doza kurdan ya azadiyê ye.
Heta kurd dev ji vê dozê bernedin tirk ewê ji kurdan nefret bikin û dijmin bizanin…
Dibê em kurd viya baş bizanibin.


XXX
Liberxwedana Kobanê him dost û dijminên kurdan baş ji hev gerandin û him jî kurd hinekî din bûn kurd. Liberxwedana Kobanê wek milet kurd şiyar kir, hestê miletperweriyê di dilê kurdan da gurr û geş kir.
Di salvegera liberxwedana Kobanê da ez hemû şehîdên Kobanê bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

Meriv vê heqaretê li kûçikan jî nake !

"Yê bê dil ray dabe HDPê tirsonek e. Yê bi dil dabê namerd(alçax) e.”

Serokê belediya Antalya Gundogmuşê yê AKPê Mehmet Ozeren, îlaneke li dijî kurdan, îlaneke mişt heqaret û cêr bi panoya belediyê ve kiriye. Ozeren di îlana xwe da ji kurdn ra gotiye,
”Kurd namerd(alçax) in. Lema jî ne birayên min in. Yê bêdil ray dabe HDPê tirsonek e. Yê bi dil dabê namerd(alçax) e.”
”Ez 4 salan di nava kurdan da mam. Min nanê wan xwar û ava wan vexwar. Min ew tim wek birayên xwe yên dînî qebûl dikir. Lê belê nuha rewş guherî. Kurdê li mizgeftê nimêjê dike û raya xwe dide HDPê nikane bibe birayê min. Biratî meqamekî bilind e. Merivê namerd(alçax) nabe bira.
Ey gelê kurd yê misilman, ya dîsa bi dil raya xwe bide HDPê û bi dijminê min be, bi namerd be ya jî li dij derkeve û bi al be.
Lê belê ji bîr neke ji birayê xwe ra çiqasî bi şefqet im, ji dijminê xwe ra jî hewqasî cebar(zalim, xedar)im. Miletê tirk li hemberî kafiran şûrê xwe dê ye.”
Meriv vê heqaretê li kûçikan jî nake. Lê tirk heqareta li kûçikan jî nakin li kurdan dikin. Çimkî ji dewletê cesaretê digrin, çimkî dewlet li pişt wan e û dizanin ewê tu zirarê nebînin.
Heger meriv pir ne kurdekî rezîl be, ne ”namerd” be bi kesê van xeberan ji gelê meriv ra bide hevaltiya siyasî nake, raya xwe nade partiya ku yekî hewqasî neyarê gelê meriv jê reîsê belediya bajarekî be.
Lê Mehmet Ozeren tenê wiha nafikire, Erdogan jî wiha difikire. Ew vê cesareta xwe ji Erdogan digre. Davutoglu jî wiha difikire. Lê Erdogan û Davutoglu eşkere nabêjin.
Heger Erdogan û Davutoglu jî wek Mehmet Ozeren nefikiriyana nuha ew ji AKPê îxrac kiribûn, ji serokatiya belidiyê girtibûn.
Lê heta nuha nekirine û ewê nekin jî. Erdogan û Davutoglu ne li dijî heqaretên wiha ne, ne li dij in ku endamên wan heqaretê li kurdan bikin û ji HDPê û hilbijêrên wê ra bibêjin namerd !
Mêrik heqareta li miletekî, li 6 milyon însanên rayên xwe dane HDPê di sohbetekê da negotiye, wek îlan, wek reqlamekê bi panoya orta bajêr ve kiriye.
Û hîn jî li ser karê xwe ye. Maneya xwe Erdogan û Davutoglu jî ne li dijî van gotinên wî ne.
Piraniya hilbijêrên AKPê yên tirk jî wiha difikrin.
Lê kurdên me hîn jî parlamenter û wezîrên vî namerdî ne, hîn jî pê ra di eynî partiyê da siyasetê dikin…
Ya meriv diêşîne ev kul e, ev keder e…


15 september 2015

Erdogan qirnî ye, kes nikane wî ji îktîdarê biqetîne

Li Tirkiyê ankêtên derewan li pey hev belav dibin, her roj netîceyên anketekê belav dikin. Hema hema di hemû anketan da rayên AKPê zêde û yên HDPê û CHP jî kêm dibin.
Hemû vir in, li gora emrê Erdogan rastiyê manîpule dikin. Ev jî şerekî psîkolojîk e.
Tiştek pir vekirî ye û tim jî dibêjim, Erdogan bi rehetî, bi riyeke demokratîk îktîdarê nade kesî.
Heger di hilbijartinan da netîce dîsa wek berê derkeve ya jî rayên AKPê hîn jî kêmtir bibe, ku bi îhtîmaleke pir mezin ewê wisa bibe, wê demê Erdogan ewê çi bike?
Bi dîtina min rayên AKPê di 1ê mijdarê da ewê kêmtir bibe. Lê Erdogan ewê fîlmekî din, tiştekî din derxe û dîsa AKPê li ser hukim bihêle.
Ya ewê HDPê nexin hilbijartinan.
Ya jî ewê HDPê bi darê zorê di binê barajê da bihêlin.
Belkî jî şertê beşdariya hilbijartinan li Kurdistanê nehêlin û HDP hilbijartinê boykot bike.
Axirê plana Erdogan ji A heta Z heye. Heta ku mimkûn be, heta ku kanibe ewê bi hin qulopulu, hîle û xurdeyan ya jî bi zorê îktîdarê nede kesî.
Erdogan merivekî psîkopat e, dikane her dînîtiyê, her xerabiyê bike. Dikane herba bi kurdan ra pir mezintir bike, dikane gelek qetlîamên mezin bide kirin.
Yan hertişt jê tê. Ji ber ku kes nikane li hember rabe, kes nikane îtîrazî fikir û biryarên wî bike…
Ma Hîtler dinya neşewitand!
Ma Seddam agir bi Îraqê, Kurdistanê û herêmê nexist!

XXX
Çiqas rast, çiqas derew nizanim, lê dibêjin Angele Markelê gotiye,
”Rojekê emê ji zarokên xwe ra bibêjin, li gel ku Mekke ji Berlînê pir nêzîktir bû jî, mahcirên Sûriyê û Îraqê dîsa jî berên xwe dan welatê me, xwe avêtin dexlê me.”
Kê gotibe rast gotiye. Lê ev ne koçberiyeke spontan e, siyasetek li pişt wê heye.
Sûriye, Îraq, Lîbya û Yêmen ne tê da, lê 18 dewletên ereb yên mayî dikanin koçberên(mahcirên) ji Sûriyê bigrin.
Lê bi zanenetî nagrin. Bi zanetî dikin ser Ewrûpayê.
Erebîstana Suûdî û welatên Xelîcê heta nuha koçberek ji Sûriyê negirtine. Suûdî dikane Yûnanîstanê, Macarîstanê, Sirbîstanê bikre û nefroşe. Lê dîsa jî erebên xwe nagrin, dest nadin ber wan, dişînin Ewrûpayê.
Di vir da siyasetek, planek ereb û trikan heye, ez dibêjim bi zanetî wiha dikin. Ji bo ku li Ewrûpayê bibin xwedî hêz. Gelşa xwe datînin ber deriyê Ewrûpayê.
Bi dîtina min bi taybetî tiliya Tirkiyê jî di vê koçberiya bi girseyî da heye. Erdogan heyfa xwe ji Ewrûpayê digre.
Yanî hema jixweber bi hezaran însan neketin riyan. Tirkiyê û çeteyên tirk ji her dera dinyayê bi hezaran însan li Tirkiyê top kirine û li ber çavê deletê dişînin ser Ewrûpayê. Ji koçberan bi milyaran pera qezenc dikin. Yanî şandina koçberan ji xwe ra kirine sektorek.

XXX

Pênc roj di ser şewat û êrîşên ser merkeza HDPê ra buhurîn. Piştî 5 rojan li ser navê Hak-Parê îro(13/9)nîhayet heyetek li Anqerê çûye serdana HDPê.
Ser xêrê be. Hevalan baş aqil kirine…
Gelo 5 roj payin hinekî ne zêde ye?
Diyar e hevalan nikanîbûn destûrê zûtir bigrin…
Xwedê aqilekî bide me kurdan û muhbeta me zêde bike…

14 september 2015

Li Tirkiyê her kurd ji alî dewletê ve di bin taqîbatê da ye

Bazirgan û tucarên kurd piştî êrîş û lînckirinên tirkan, kargeh û fabrîqeyên xwe digrin û vedigerin Kurdistanê.
Hin şîrketên di biranşa tekstîlê, neqliyeyê û înşaatê da dixebitin ji ajansa ANFê ra gotine di bin van şertan da ne mimkûn e ku ew kanibin li Tirkiyê bixbetin û jiyana xwe bidomînin.
Xwediyê Asya Tekstîlê Serhat Dîkmen gotiye, Asya Tekstîl, Şîrketa Herdem Limited, Roza Tekstil, Tekîn Înşaat û Grûba Şîrketên Aydin bi hev ra biryara rawestandina faalîyetên xwe yên li Tirkiyê dane.

Dîkmen gotiye:
”Em li Stenbolê li dora 25-30 fîrma ne. Ji Mêrsînê jî li dora 10 şîrket ewê tevî me bibin. Heger em vegerin Kurdistanê, 100 şîrketên din jî ewê xebatên xwe yên li Tirkiyê rawestînin. Em difikirin vegerin welatê xwe û li wir feydeyê bigihînin gelê xwe.”

Bi baweriya min ev biryareke rast e û dibê hemû kurd, feqîr, zengîn, karkir, bazirgan dibê dev ji Tirkiyê berdin û hêdî hêdî vegerin welatê xwe.

Li Tirkiyê can û malê her kurdî, kî dibe bila bibe di bin xeterê da ye. Rojekê dewletê û tirk ewê dest deynin ser hemû mal û milkên kurdan.


Serhat Dîkmen gotiye
”Li Mêrsînê du TIRên me hatin tahrîb kirin. Êrîşî kargehên me, ofîsên me kirin, camên wan şikandin. Di qatên(tebeqeyên) 17-18a da deriyên avahiyên me şikandin. Êdî bifikrin. Ez nuha li Mêrsînê me. Faşîst bi pûlisan ra nasnameyan kontrol dikin. Tu kurd bî, heta piçekî esmer bî çû ji te da. Li her kesî dixin, zulmê lê dikin, xebera jê ra didin.”

Ne hewceye ez navê wî bibêjim, wê rojê hevalekî minê nêçîrvan ji min ra tiştekî min texmîn dikir got.
Hevalê min yê nîçîrvan got, salek berê li bajarekî tirkiyê dozgerekî(sawciyekî)tirk jî bi wan ra hatibû nêçîrê. Ew û kurdekî din dostên hev bûn. Dozger merivekî demokrat bûye. Di sohbeteke li ser kurdan û rewşa kurdên li metropolan da dozger goiye:

”Berî ku ez bibim dozger min nizanîbû. Li Tirkiyê her kurd di bin taqîbatê da ye, dewlet hemûyan qeyd dike, derbasî kutukan dike. Li kîjan bajarî çend malên kurdan hene, di her malekê da çend kes hene, ji ku ne, meyil û fikrê wan yê siyasî çi ye, yek bi yek qeydkirî ye. Û ev qeyd hertim tê nuhkirin(updated, guncelleştirme). Gava ji malekê yek bimre ya jî yek lê zêde bibe di qeydê da tê nuhkirin.”

Min ev texmîn dikir û heta min çend caran jî  ev texmîna xwe nivîsî. Ev tiştekî pir ecêb e, karê dewleteke nazîst, faşîst e. Nîjadperestiyeke bêemsal e. Sûcekî li dijî jiyana şexsî û krîmînel e. Taqîpkirin û qeydkirina hemû ferdên miletekî ji ber ku mensûbên miletekî ne, ji ber ku kurd hatine dinê ji nazîzmê jî wêdetir, haziriya qetlîamê ye.

Ev titş rast e û dewlet li gorî îmkanên xwe viya dike. Eynî tişt anîn serê rûm û ermeniyan. Di êrîşên 6-7ê Îlona 1955a da êrîşkaran li gorî edresên di destên wan da dikan û malên rûman, ermenî û cihuyan talan dikinrin. Yanî dewletêqeyd, nav û edresên rûman dabûn çeteyên xwe û ew jî li gorî lîsteyên di desyên xwe da mal talan dikirin û dişewitandin.

Di bûyerên van rojên dawî da û wek Serhat Dîkmen jî gotiye, çeteyên faşîst li gelek deran li gorî agahiyên dewletê dabû wan êrîşî kurdan kirin û dikan û malên wan şewitandin.
Bi kurtî, li Tirkiyê jiyana her kurdî diya tahlûkeyê da ye, ya baş ew e ku yên kanibin vegerin dibê vegerin welatê xwe.

Ji dîroka dewleta tirk belgeyeke nîjadperest

Di sala 1930 da ji teref wezîrê karûbarê hundur Şukru Kaya ve genelgeyek bi dizî ji wîlayetên kurd û elewî lê dijîn ra tê şandin. Di vê genelgeyê(tamîmê) da Şukru Kaya dibêje ”qiyafet, stran, govend, dawet, urf û adet hestên netewî û irqî daîma zindî digre û cemiyetan bi maziyên wan ve girê dide.” Lema jî dibê bi zimên ra ew jî werin qedexekirin û pîs nîşandan.
Yanî di vê tamîmê(genelgeyê)da jî meriv dibîne ku dewleta tirk, Komara Tirktiyê ji roja ava bûye dewleteke nîjadperest( irqçî) û faşîst e û xwestiya kurdan û gelên din ji ortê rake.
Rejîma kemalîst ji  rejîma Afrîka Başûr ya irqçî hîn irqçîtir û hîn faşîsttir e. Di vê tamîmê da meriv vê yekê pir baş dibîne.
Ev belgeya Mehmet Bayrak, di ”Kurt Tarih Dergisi” da weşandiye îspata vê yekê ye.
Vê dewletê di salên 20î da, bi taybetî jî piştî serîhildana Şêx Seîd, bi plan û program û bi rengegî sîstematîk xwestiye hemû gelên ne tirk bihelîne, asîmîle bike û bike tirk. Û di netîceyê da bêyî kurdan hemû miletên din kirine tirk û heta faşîst.
Kurd tam nehelandin, nikanîbûn bikin, hin asteng hebûn, hin gelşderketin. Lê belê dîsa jî malik li kurdan şewitandine, bi milyonan kurd jî asîmîle kirine û kirine tirk.
Helbet tiştê dewleta tirk kiriye ne ev tenê ye, bi hezaran belge, tamîm, qanûn û biryarên wiha hene.
Min ev tamîma wezîrê karûbrê hundur Şukru Kaya, wergerand kurmancî. Hêvî dikim em kurd dersekê jê bigrin.

”XII. Dibê neyê jibîrkirin ku qiyafet, stran, govend, dawet, urf û adet hestên netewî û irqî daîma zindî digre û civatan(cemiyetan) bi maziyên wan ve girê dide.
Ji ber vê yekê, bi lehçeyê(bi zimên) ra dibê urf û adetên wan jî ne baş û xerab werin dîtin û bi taybetî jî dibê bi zirar û xerab werin nîşandan. Û bi tu hawî neyê giptakirin û bilindkirin.
Dibê di her wesîleyê da naveroka(mahiyeta) wan adî û îptîdaî werin dîtin, were teşhîrkirin, dibê eyb û pîs were dîtin.
Ferd û malbatên mensûbên wê lehçeya pê dipyivin dibê nav û leqebên wan bibin tirkî, kunye û qeydên wan yên di nifûsê da di her fersendê da werin guhertin(tashîh kirin) û bi tu hawî, mesela paşnavê wek Boşnak, Çerkez, Laz, Kurd, Abaza, Gurcî, Tirkmen, Tatar, Afşar, Pomak neyê dayin.
Dibê navê gundan yê bi  ziman û lehçeya wê herêmê werin guhertin. Mesela ji navên wek gundê çerkezan û navên wek wan ra destûr neyê dayin û gelê herêmê û yên ehlî cî fêrî vê yekê werin kirin.
Dibê herkes li mala xwe û bi hev ra bi tirkî bipeyive, ev yek were teşwîq û ferzkirin, dibê herkes were nuxteya ji dil û can bibêje ez tirk im, ji bo vê yekê werin mecbûrkirin.
Netîce, dibê zimanê wan, adetên wan, daxwazên wan bibin tirk, dibê bi dîroka tirkan û qedera tirkan ve were girêdan. Ev yek wezîfeyeke girîng û netewî ya her tirkî ye. “

Ji bo xwendina tirkiya belgeyê vira bitikîne.

13 september 2015

Yê bû hevalê dijminê xwe ewê şûrê wî jî bikşîne

Gotinek heye, dibêjin ”hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.”
Yanî tu bi kê ra hevaltiyê bikî, bi kê ra rabî û rûnî, tu ji wî, ewê ji tiştekî bigre. Hûn ne wek hev bin, hûn bi hev ra hevaltiyê nakin.
Meriv ne diz be bi dizan ra hevaltiyê nake.
Yê bû hevalê dijminê xwe ewê şûrê wî jî bikşîne.
Kurdek ne zilamê dewletê, hukûmeta AKPê be bi AKPyiyan ra teşrîkî mesaî nake, pesnê AKPê nade.
Ji destpêkirina bûyera Cizîrê û virda ye kurdên zilamê dewletê û Erdogan yek bi yek di kanalên telewîzyonan da, di medyaya sosyal da, ni quncikên xwe yên rojnameyan da sedaqeta xwe ya bi dewleta tirk û Erdogan ra diyar dikin.
Dibê Erdogan- Davutoglu bibînin, di vê roja teng da ew çi difikirin û li aliyê kê ne, hevalê kê ne?
Lema jî rexnekirina PKKê û bêdengiya li hemberî terora dewletê îro baş û xeraban ji hev digerîne, zilamên dewltê û dilxwazên gelê xwe eşkere dike.
Lema jî emû zilamên dewletê û Erdogan ketine dora rexnekirina HDPê, PKKê û terora PKKê.
Li gorî wan sebebê şer, kuştin û qetlîaman PKK ye. Îstatîstîkên ”teroa PKKê”, hejmara polîs  û leşkerên kuştî li dû hev rêz dikin. PKKê wiha bikira wiha nedibû, wiha nekira wiha nedibû…
Lê yek jî bi yek gotinê(navên wan ne hewce ye) rexneyê li dewletê, li siyaseta hukûmeta AKPê, li beyan û neyartiya Davutoglu û Erdogan ya li hemberî kurdan nagirin. Herewere PKK û PKK…
Dewleta tirk ya îşxalkar û faşîst pir û pak e, bêsûc e, ne Lîce, Gever û Cizîr şewitand û wêran kir  û ne jî heta nuha xerabiyek bi kurdn kiriye. Her roj zarokên kurdan nakuje.
PKKê di nava çend rojan da nizanim çiqas û pûlis û leşker kuştin. Lê dewletê ne kesên sivîl kuştine û ne jî gerîla.
Li gorî ajansa dewletê ya resmî(AA) di nava 69 rojan da dewletê 1192 ”terorîst” kuştine, lê bêûjdanên zilamên dewletê vê reqema dewletê jî nabêjin.
Yanî tiştê dewlet bi xwe(rast, derew) dibêje, ew nabêjin. Bi hemû hêz û hunerên xwe kirinên PKKê mezin û yên dewletê jî sifir nîşan didin. Fena ku ev dewlet tu zulmê li me nake, em kurd di nava refahê da pir mufereh dijîn.
Bi rastî sînorê bêûjdaniyê û bêexlaqiyê tuneye.
Ez ji we ra tiştekî bibêjim, piştî hewqas zulm û terora dewleta tirk, kurdê hîn jî tenê PKKê rexne bike û ji vê rejîma faşîst ra tiştekî nebêje, zulm û terora li ser gelê xwe protesto neke, sedîsed ew zilamê dewletê ye.
Ne ajanekî bi sicîl û bi bodro be jî, ajanekî dilxwaz e, bi daxwaza xwe, bi hin kurtêlan zilamtiya vê dewleta irqçî û terorîst dike.
Bêguman mafê her kesî ye siyaseta PKKê û HDPê rexne bike. Ev him normal e û him jî mafekî demokratîk e.
Ez ji her kesî bêtir PKKê û HDPê rexne dikim, bi dîtina min di van bûyeran da tiliya dewletê heye, belkî li gelek deran meriv û ajanên dewletê bi hin provaksyonan milet, xort û hêzên dewletê anîn hemberî hev. Yanî şert û zemîna şer û pevçûnan amade kirin.
Em baş dizanin vê dewletê li Diyarbekrê pere li zarokên kuçan belav kiriye,  ji bo ku keviran bavêjin ji pûlisan da.
Yanî di bûyerên Licê, Farqînê, Geverê, Şemzînan û Cizîrê da jî pir ne dûr e lîstikên wiha hebin.
Jixwe ruyên wan ”gerîlayan” girtî ye, meriv nizane kî çi ye û kî ye. Kî dikane sedîsed bibêje ajanên dewletê di nava wn da tune, ew xortan tahrîk nakin?
Çimkî piştî hilbijartinan Erdogan siyaseta xwe li ser derxistina teşxelê û şer ava kir.
Ancax bi riya kaosê û terorê dikanin HDPê binê barajê da bihêlin û li ser rayên kurdan rûnin.
Û jixwe wa ye sedîsed gihîştin armanca xwe. Tiştê Erdogan dixwest kaos bû, ew jî  wa ye bi rengekî mikemel çê bû.
Lema jî gelek sebebên cidî hene meriv bibêje tiliya dewletê di bûyerên Farqînê û Cizîrê û yên din da heye.
Însan dikane van tiştan û heta hin rexneyên ji van girantir jî li PKKê bigre. Ji viya ra tu îtîrazeke min tuneye.
Lê belê xwediyê van rexneyan gava terora dewletê nebîne, qetlên dewletê kirine nebêje, rexne neke, nebêje ev plana hukûmetê ye, PKK jî hat lîstika hukûmetê, kî dibe bira bibe, navê wî, sifetê wî çi dibe bira bibe, ew zilamê dewletê ye û xêrnexwazê miletê kurd e.
Pir basît e, meriv ne zilamê dewletê be, ji vê hukûmetê û dewletê ne avis be piştî hewqas zulm, hîn jî  pê ra hevaltiyê nake û pesnê hukûmeta AKPê û Erdogan-Davutoglu nade.


Di kongreya AKPê da pir dilşa û bextewar xuya ye

Elî Bapîr di kongreya AKPê da pir dilşa û bextewar xuya ye
AKPê, ji partiyên Kurdistana başûr YNK, PDK, Partiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû), Komel, Partiya Tevgera Îslamî(Bizûtnewe) û tevgera Goran vexwendine kongreya xwe ya 5a.
Bi qasî ku medya dinivîse bêyî Tevgera Goran, hemû hemû partiyên din nûnerên xwe şandine kongreya AKPê.
Bi baweriya min dibê partiyên kurd beşdarî kongreya AKPÊê nebûna, ji dêlî wê, nûnerek li ser navê hukûmeta Kurdistanê beşdar biba. Dema ev yekqebûl nekirana jî dibê kurd beşdar nebûna. Bi vî hawî li hemberî zulma hukûmetê li gelê cizîrê kir nerazîbûna xwe nîşan bidana.
Lê wisa nekirine û bê yêyî Tevgera Goran yên din beşdar bûne…
”Emîrê” Komeleya Îslamî Elî Papîr, di kongreya AKPê da pir bextewar, dilşad, dilgeş, kêfxweş, kamran, şidiman û dilaram xuya ye. Bawer nake Elî Bapîrê kurd ji alî Davutogluyê tatar ve hatibe vexwendin.
Elî Bapîr, ji hewa û atmosfera salona kongereyê, ji piraniya alên tirk yên wek xwînê sor, ji axaftin û şîarên nîjadperest û faşîzan mest bûye, bawer nake yê li wê salonê Elî Bapîrê kurd e.
Îşxala welatê xwe, bi hezaran leşkrên tirk yên ku ev 20 sal in li Bamernê, Sersing û li Kanîmasiyê ne, zulma hukûmeta AKPê li bakur li gelê wî dike, terora li Kurdistanê dimeşîne, xwîna kurdan ya her roj dirjîne, neyartî, kîn û nefreta Erdogan û Davutoglu ya li hemberî gelê xwe ji kêf û şahiya beşdariya xwe ya li wê salonê ji bîr kiriye, di dilê xwe da, di mejuyê xwe da çixîzek kişandiye ser hertiştî. Axaftina Davutoglu ya faşîzan ew sermest kiriye, wek ku ew li Kurdisaneke azad, di kongreya partiyeke kurd da be…

XXX
35 sal piştî darbeya leşkerî ya General Kenan Evren ya 12ê Îlonê, îro li Tirkiyê dîsa darbeyeka ji ya Evren xerabtir hatiye kirin û klîka Erdogan-Davutoglu bi darê zorê dest daye ser hukim.
Ferqa di nabêna darbeya 1980î û ya 2015a da tenê apolet in, darbeciyên 80î bi apolet bûn, yên îro bêapolet in.
Ferq tenê ev e. Ji bo kurdan, ji bo tevgera kurd ya netewî îcraat û kirinên darbeya 2015a ji ya 1980î xerabtir û tahlûketir e.
2015-09-12

XXX

AKPyiyan di kongreyê da sola naziyan di teqê ra avêtin, yanî nazî jî derbas kirin. Bi dekora salonê, bi axafinênên xwe hertişt dişibe kongreya partiyeke nazîst .
Mêrik demakê xwest bibe xelîfe, nuha jî wa ye dibe Hîtler.
2015-09-12

12 september 2015

Dibê ev ferman ji her kurdî ra bibe ders !


Bûyer û êrîşên tirkan yên van deh rojên dawî nîşan da li Tirkiyê ewlehiya mal û canê tu kurdî tuneye tuneye. Baş, xerab, kurdperwer ne kurdperwer her kurd hedefa dewletê û çeteyên dewletê ye.
Nav, edres, mal û milk û lîsteya hemû kurdên li Rojava dijîn sedîsed ji alî dewletê, MITê ve hatiye hazirkirin. Kî ewê ku derê talan bike ji nuha da di destê dewletê da ye.
Kînga bixwazin ewê kurdan lînc bikin û dest deynin ser mal û milkên wan.Yanî mal, milk û serweta kurdan ya li Rojava hemû yê dewleta tirk û çeteyên wê ne.
Çawa di sala 1915, 1955, 1964a da ermenî û rûm kuştin û dest danîn ser malên wan, serweta wan, ji bo kurdan jî dewletê eynî hazirî kiriye. Tenê ya maye dem e, ew roj e.
Hefteya borî sinyalek, mesajak baş dan kurdan. Dibê kurd, him wek milet û him jî wek partiyên siyasî vê mesaja dewleta tirk baş fêm bikin û li gara wê tedbîrên xwe bigrin û siayseta xwe tanzîm bikin.
Lema jî şelafî, xwepîskirin, efendim "ez ne bolîcî me", "ez li dijî PKKê me, ez ne kurdê xayin im" ne xelasî ye, xwerezîlkirin e. Tirk, dewlet qet guh nadin şalûziyên wiha. Kurdê baş jî, yê xerab jî, kurdê xayin jî û ne xayin jî neyarê xwe dibînin û lînc dikin.
Ji ber vê jî ya baş ew e ku meriv xwe pîs û rezîl û bêşeref neke, bibêje ez kurd im û bi namûs û şerefa xwe bimîne.
Çimkî bêxîretî, bênamûsî û bêşerefî kesî, heta kurdên hevkar û xulamên dewletê jî ji lînckirina tirkan xelas nake. Heger îro naçin ser wan ev nayê wê maneyê ewê xelas bibin. Na, yê vê dewletê nas bike dizane ku xelasiya kurdê herî xayinê qewmê xwe jî tunebûye, rojek hatieye dewletê qazix xistiye qûna wan jî.
Xelasiya kurdan di wekheviyê û desthilatê da ye. Yanî heta kurd jî wek tirkan nebin xwediyê dewletê, tirk ewê tim kurdan lînc bikin. Kurdê herî bêxîret û bênamûs jî dibê vê rastiyê êdî fêm bike. Yanî xweînakrkirin û şelefiya dewletê ne çare ye.
Li alî din kesê bikane vegere welatê xwe dibê bi lez û bez vegere. Çimkî çawa be jî Kurdistan ji Tirkiyê ewletir e. Dibê êdî meriv dev ji havîngehên li Tirkiyê û ber peravên deryayaên Tirkiyê berde û li welatê xwe, di nava gelê xwe da bicî bibe.
Ne diya xelkê dibe diya meriv û ne jî welatê xelkê dibe welatê meriv. Û Tirkiye qet û qet nabe welatê kurdan, tirk qet û qet nabin dostên kurdan.
Îbrahîm Çamê kurd gotiye yên li min xistin, yên ez lînc kirim hemû cîranê min bûn.
Helbet tiştekî trajîk e, irqçîtiyeke, bêexlaqiyeke, bêbextiyeke dûrî aqilan e, xwezî ne wiha bûya, xwezî tirk miletekî medenî û demokrat bûne. Lê mixabin ne wisa ne, gur in, ji cinsê guran e…
Lema jî bira qet şika we tunebe, sibe eynî tişt ewê were serê gelek kurdên din jî, serê kurdên li Tirkiyê xwedî havîngeh in jî. Tenê mesela wextê ye….


Dibê Demirtaş sebebê qetla me rast bibêje!


Hurmeta min ji micadele û fedekariya Selahedîn Dermirtaş ra pir mezin. Merivekî cesûr û fedekar e. Her kesê xwedî ûjdan dibê viya bibêje.
Di rojên wiha giran da meriv naxwaze qala kêmasî û bike, wan derxe pêş û rexne bike.
Lê li gel vê jî tiştek heye pir muhîm e, dibê meriv bibêje û bala Demirtaş û hevalên wî bikşîne, ew jî doza kurd û Kurdistanê ye.
Axaftina Demirtaş li Îdîlê kiriye yek carê tenê gotiye ”gelê kurd”. Lê yek carê jî navê Kurdistanê negirtiye devê xwe, negotiye ev êrîş ji bo ku kurd nebin xwedî welat tên kirin.
Bi yek gotinê be jî Demirtaş negotiye ji ber ku em kurd in û doza maf û azadiya xwe dikin ev zulm li me û li gelê me dibe.
Sûcê me, em kurd hatine dinayê, ji ber ku em kurd in û doza mafên xwe yên netewî dikin vê terora nedî li hemberî gelê me dimeşînin, me lînc dikin û provayên qetlîamên hîn mezintir dikin.
Kurd ji bo ku ji bindestiyê rizgar bibin, li welatê xwe, xwe îdare bikin vê fedekariyê dikin, vê xwînê diherikînin.
Cizîr û hemû bajarên din yên Kurdistanê ji bo azadiya kurdan, ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî li ber xwe didin, tên kuştin û lînckirin.
Dibê Demirtaş viya bibêje, bibêje ji bo çi tirk, dewlet û faşîst hewqasî êrîşî kurdan dikin, ji bo çi vê zulmê li kurdan dikin?
Ajîtasyon û gotinên ajîtatîv têr ankin, dibê sebebê esasî were gotin. Dibê ev yek ji dinyayê ra jî were gotin.
Demirtaş, di axaftina xwe ya dûr û dirêj da barek gotinên ”ajîtatîf” kirine, gotiye ”demokrasî” û ”demokrasî”, "aştî û aştî..."
Keko, tirk ji bo çi êrîşî me dikin?
Ji bo çi partiya te dişewitînin?
Dewlet ji bo çi dixwaze Cizîrê teslîm bigre?
Dewlet ji bo çi dixwaze PKKê têk bibe?
Sebebê wê bibêje, bi nav bike.
Wisa bipeyive vekirî û zelal bipeyive meriv bizanibe tu serokekî miletê kurd e û tu ji gelê xwe çi dixwazî?
Em tên kuştin, tên lînckirin, lê nabêjin ji bo çi ye, nabêjin mesele çi ye, dewlet çima û ji bo çi vê zulmê li me dike?
Sebebê qela me bibêje, bi nav bike ezbenî!