30 november 2015

Ev peymana bi Tirkiyê ra rûreşiyeke Yekîtiya Ewrûpayê ye


Li gorî rojnamevan Halîl Karaveli, peymana di nabêna Tirkiyê û YE da do pêk hat pir sert rexne dike û dibêje Yekîtiya Ewrûpayê ruhê xwe firot û teslîmî îblîs bû. 
Û bi vê peymanê ji dîktatorekî wek Erdogan ra got, tu dikanî her tiştî bike, tu dikanî kurdan bikuje û muxalefetê terorîze bike.
Ji destpêkê da ye ez dibêjim Erdogan bi koçberan xûgiyê ji Yekîtiya Ewrûpayê digre.
Piştî vê peymanê rejîma AKPê ya faşît ewê bêtir har bibe, bêtir kurdan bikuje û ji bo ku hinekî din xûgiyêr ji YE big...re ewê hin taktîkên din nuh bikar bîne...
Peymana Yekîtiya Ewûpayê do bi Tirkiyê ra îmze kir peymaneke rûreşiyê ye.
29ê mijdarê di dîroka YE da ewê wek rojeke rûreşiyê, wek rojeke firotina hemû norm û nirxên însaniyetê û demokraşiyê were bibîrnîn...
Bi vê peymanê Erdogan careke din îspat kir ku meriv dikane ewrûpiyan bikire, carnan pir erzan û carnan jî hinekî buha.
Lê kirîna wan hertim mimkûn e.
Bi vê peymana bi Tirkyê ra jî Yekîtiya Ewrûpayê îspat kir ku hemû nirx û normên wê yên demokrasiyê, maf û azadiyan pir ne saxlem in, hertim dikanin werin kirîn û firotin.
Û Tirkiye ewê şandina koçberan jî kêm neke, ewê bibêje em tiştê ji destê me tê em dikin, lê qaçaxçî vî akrî dikin…


XXX
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku koçberan neşînin Ewrûpayê 3 milyar Euro xûg(haraç) da Tirkiyê.
Û bi Tirkiyê ra peymaneke rûreşiyê, ew çi bikin serbest in, çiqas kurd bikujin jî Yekîtiya Ewrûpayê ewê dengê xwe neke îmze kirin.
Serokê Dalkurdê Remezan Kizil gotiye,
”Yekîtiya Ewrûpayê ji bo kêmhatina koçberan ew pere rasterast bida Daîşê baştir bû. Ji ber ku di nabêna Daîşê û Tirkiyê da tu qet ferq tuneye.”
Ev dîtina Remezan Kizil sedîsed rast e. Ez bawer dikim YE jî bi vê nêtê dan Tirkiyê. Çimkî ew jî baş dizanin ku Erdogan Emîrê Daîşê yê herî mezin e.
Lê serokên ewrûpî newêre vê rastiyê bibêjin. Ji ber ku merivên oportunîst in û durû ne…

XXX
Dibê em sebebê kuştina Tahir Elçî rast bibêjin, ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e dewletê ew kuşt.
Efendim Tahir aştîxwaz bû, li dijî şer bû, filan û bîvan, hemû peyvên bêmane ne. Mijar ne ev e.
Dewletê mêrekî me yê wek fêrizekî kuştiye, berî her tiştî dibê em navê qatilê xwe hildin.
Û ya din jî dibê em sebebê qetla wî rast bibêjin.
Çima dewletê Tahir Elçî da kuştin?
Ji ber ku got PKK ne terorîst e...
Dewletê wiha kir ji bo ku rê venebe, kesên din jî nedin pey wî, ew jî nebêjin PKK ne terorîst e.
Mesele ev e, tiştên din çîrok in...

29 november 2015

Tu çawa dizanî yên nuha dewletê îdare dikin tiştekî wiha nakin?


Kemal Burkay, li ser kuştina Tahir Elçî di kanala A TVê da gotiye:
”Bi dewletê zêde baweriya me tuneye, lê belê hukûmeta nuha dewletê îdare dike viya nake. Ji ber ku got PKK ne rêxistineke terorîst e tiştekî wiha nake.”
Mubaberk tu dibêjî belkî ew hukûmetê îdare dike, hukûmet bêyî agahiya wî tiştên wiha nake, lema jî hewqasî ji xwe bawer dipeyive û dibe wekîlê hukûmeta AKPê.
Ez benî tu çi zanî ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin?”
Ma tu serokê wan î?
Ya jî soza ewê cînayetên wiha nekin dane te?
Tu wek kurdekî çawa û li gorî çi dikanî ji van çete û qatilên nuh dewletê îdare dikin hewqasî bawer bî?
Ez jî dibêjim sedîsed ev karê dewletê ye, hukûmetê, MITê emrê kuştina Tahir Elçî da û polîs jî bi cî anî.
Û ewê qatil dernexin jî.
Ji xwe beyanên berpirsiyaran yên tevlihev yên dezînformatîf yên piştî kuştina Tahir Elçî jî nîşan didin ku kuştina Tahir Elçî bi dilê wan e û dixwazin bibêjin Elçî di nava şer da hat kuştin.
Yanî ne cînayeteke bi plan û program e, lê bêhemdî, di ortê da hat kuştin.
Dibê em tiştekî baş bawer bin, bêyî emir, bêyî hebûna biryarekê tu polîs û ajanê dewletê bi serê xwe naçe di nava polîsan da guleyê bera serê Tahir Elçî nade û wî nakuje.
Miheqeq qatil ji hin deran emir girtiye.
Ji xwe di vîdeoyê da jî xuya dibe, bi îhtîmaleke herî mezin ji wan herdu polîsên sivîl(yek şeşderba xwe jî diguhere) yekî bera Tahir da û kuşt. Bera alî Tahir didin. Ji xwe nabêna wan 4-5 mîtro ye.
Ya din wek siyasetmedarekî kurd ne karê Kemal Burkay e ku bibêje ”kesên nuha dewletê îdare dikin karekî wiha nakin”!
Burkay vê temînatê ji ku digre?
Tu çi zanî nakin?
Di destê te da çi delîl û îspat heye ku ”kesên nuha dewletê îdare dikin” Tahir Elçî nekuştine, emrê kuştina wî nedane?
Dibê kesê herî dawî tiştekî wiha bibêje Kemal Burkay be.
Baş e yên qetlîama Diyarbekrê, Surûcê û Anqerê kirin ne eynî hukûmet bû?
Çima kirin û bi çend sûtalan dan kirin?
Kesên qetlîamên hewqasî mezin bidin kirin çima ewê Tahir Elçî nedin kuştin?
Bêyî bawerî û texmîneke safiyane, li gorî kîjan delîlan tu dikanî bibêjî ”kesên nuha dewletê îdare dikin” karekî wiha nakin?
Yekî wek Kemal Burkay xwedî tecrûbe dibê ji her kesî bêtir vê dewletê û vê hukûmeta panturkîst, faşîst û neyarê miletê kurd nas bike û ji vê hukûmetê karekî wiha bipê.
Gava Kemal Burkay karekî wiha ji vê dewletê, ji vê hukûmetê nepê, wê demê wî ne ev dewlet nas kiriye û ne jî hukûmet û Erdogan.

Sebebê qetla me bêdewletbûn e

Heta ku em wiha bindest û bêdewlet bin tirk ewê tim me bikujin. Selahedîn Demirtaş di axaftina xwe ya di merasima cenazeyê Tahir Elçî da ev rastî qebûl kiriye û gotiye, ”Yê Tahir kuşt ne dewlet e, bêdewletî ye.”
Ev rast e, heger em xwedî dewlet bûna qatilên dewleta tirk li orta Diyarbekrê nikanîbûn egîdekî wek Tahir Elçî bikujin.
Lema jî heger em dixwazin zarok û neviyên me jî wek me ne bindest bin û wek me neyên kuştin, dibê em kurd jî wek tirk, erb û farisan bibin xwedî dewlet.
Siyasetmedarê viya nebêje, dewletê nexwaze ya kêmaqil e ya jî xêrnexwazekî miletê kurd e.

XXX
Dewlet bi kuştina du polîsan dixwaze meselê şêlû bike û şopê ji ser xwe dagerîne...
Di cînayeta Tahîr Elçî da polîsê birîndar jî miriye.
Yanî bêyî Tahîr Elçî 2 polîsên xwe jî kuştin.
Ji bo ku sûsa şer bidin cînayeta xwe, bi bêjin bi PKKê ra şer derket û Tahîr Elçî jî di nabêna da hat kuştin.
Yanî ji we yek û ji me jî dudu hatin kuştin.
Ev jî nîşan dide ku kuştina Tahîr Elçî plana dewletê û MITê ye.
Hukûmetê emrê kuştina Tahîr Elçî dabû dewletê û dewletê jî îro ev emrê hukûmetê bi cî anî.
Şer, kuştina du polîstan hemû sanaryoya MITê ye.
Tevêkirina navê PKKê û şer pêkenîna bi aqilê kurda ye, dibê meriv vê îdîeya dewletê bi şîdet red bike.
Vê dewletê serokkomarê xwe, generalê xwe û bi sedan merivên xwe kuştine. Lema jî bi Tahîr Elçî ra kuştina du polîsên xwe ji vê dewleta çete û mafya ra wek firek av e, qet ne problem e...


28 november 2015

Dewletê Tahir Elçî kuşt !

Xebereke REŞ !
Çete û qatilên Erdogan-Davutoglu serokê Baroya Diyarbekrê Tahîr Elçî kuştin.
Parêzerê Elçî Yûnûs Mûrat Akan, ji ANFê ra xebera kuştina Elçî piştrast kiriye.
Cenazeyê Tahîr Elçî rakirin Nexweşxaneya SelahaddÎnê Eyûbî.
Parêzer Yûnûs Mûrat Akan gotiye Elçî bi guleya li serê wî ketiye jiyana xwe wenda kir.
Yanî nîşanciyên Erdogan bi guleyekê Tahir Elçî kuştin.
Qetil Erdogan û Davutoglu ne, piştî gotinên Elçî di telewîzyonê da PKK ne rêxistineke terorîst e biryara kuştina Elçî dan û wa ye îro jî kuştin.
Bi vê xebera reş gelkî xemgîn bûm. Bira serê malbata Elçî sax be.
Heta Erdogan li ser hukim be ji miletê kurd ra rehetî tuneye, ewê her roj me bikujin…
Kurdên bi AKPê ra jî hevalên qatilan û detikên qatilan e, dibê meriv viya jî tim bibêje…


XXX
Serokwezîrê Erdogan, Ahmet Davutogluyê faşîst û gelek tirkên nîjadperest, yên neyarên kurdan wek di hemû kuştin û qetlîaman da dikin, ji bo kuştina Tahîr Elçî jî demagojiyê dikin, dîsa dibêjin "ev êrîş li hemberî Tirkiyê" ye.
Ev vir e, veşartina qatilan e.
Êrîş ne li hemberî Tirkiyê ye, êrîşa dewleta tirk ya li hemberî kurda ye.
Polîsên Tirkiyê, hukûmeta AKPê û dewleta tirk Tahîr Elçî kuştin, dewletê biryara kuştina wî da û bi qatilekî xwe da kuştin. Ji dêlî têxin zindanê dan kuştin.
Hûn çi derewê bikin jî em qatilên xwe nas dikin, em zanin yê me dikujin tenê dewleta tirk e.

Dora wêranbûnê îcar ya Dêrika Çiyayê Mazî ye.


Heta nuha Licê, Diyarbekir, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, silopî hatin wêrankirin, diyar e îcar jî dora Dêrikê ye.
Min fêm nekir ev çahlcî û xendekçî çima wiha dikin, çima bajarên kurdperwerî herî lê xurt in didin xerakirin?
Ji dewletê çi dixwazin?
Gelo riya micadelê tenê ev ?
Gelo serxwebûnê dixwazin?
Min daxwazeke wan ya wiha nebihîstiye.
Min daxwaza wan ya federasyonê û otonomiyê jî nebîhistiye.
Lê heger meriv federasyonê û otonomiyê bixwaze jî meriv wiha nake, rê û metodên din hene.
Otonomî, xweîdarekirin bi vê malwêraniyê nayê xwestin.
Bi kolana çend çahlan û girtina çend kuçe û kolanan û çend roj teqereq bêyî wêraniya bajaran û bi hezaran koçberî min tu kar û qezencek nedîye.
Kara ez dibînim dewlet leşkerên xwe, çekên xwe, tank û topên xwe li Kurdistanê zêdetir dike, Kurdistanê bêtir digre bin zept û reptê.
De îcar di vê da kara me çi ye?
Me çi bi dest xistiye?
Em mala xwe, bajarên xwe bi destê xwe wêran dikin, bi dewleta faşîst didin wêrankirin.
Lê mixabin dengê me naçe derekê, PKK û dewlet li ber çavê me bajarên me wêran dikin û em nikanin tiştekî bikin. Ev jî trajediya me ye…
PKKê tiştê bi salan bi kevçî top kir, nuha bi heskê belav dike, dixwaze tiştek li fêzê nemîne…

XXX
Îro 44 saliya şehadeta serok û qehremanê miletê kurd Dr. Şivan û herdu hevalên wî Brûsk ve Çeko ye. 44 sal berê di roja 26ê mijdara 1971ê da di netîceya komployekê da hersê canfîda û kurdperwerên kurd hatin qetilkirin. Ev hersê rêberên miletê kurd şehşehîdên kurd û Kurdistanê ne. Miletê kurd û hevalên wan ewê tu carî Dr. Şivan, Çeko û Brûsk ji bîr nekin. Emê tim bi evîn û bi hurmeteke mezin van hersê şehîdên doza kurd û Kurdistanê bibîr bînin.
Her wisa bi vê minasebetê ez welatparêzê hêja Seîd Elçî jî bi hurmet bibîr tînim.
Bira gorra hemûyan buhuşt be…

2015-11-26A

27 november 2015

Erdogan tiliya xwe xist qulika mozan

Ez îro ji pertav da ketim.
Bawer bikin ji vêsê da ye vî kokimî nig di bin xwe ve nekiriye.
Îro kar pir bû û giş jî ket hustuyê min.
Me haziriya Julê(Noelê) kir. Roja şemiyê li gorî xiristiyanan nizanim çi roj e, dibê şamdanên Julê/Noelê û hin tiştmiştên din werin hazirkirin.
Hersal 4 şemî berî Julê/Noelê ev hazirî tê kirin.
Ji ber ku ez qet vala nebûm, lema jî nizanim hal û ehwalê dinayayê çi ye û çi nîne û rûsan û tirkan çi anîn serê hev.
Tiştê ez zanim rûs dîn in û Pûtîn ji xwe zir dîn e, heta Erdoganê gurc baş talîm û terbiye neke dev jê bernade.
Rûs carê wek mozan azirî ne, kes nikane nêzî wan bibe, kî nêz bibe ewê pê vedin.
Xwedê mozan li kesî neazirîne…
Hûn dizanin li ruyê dinyayê haywanê herî bêtirs moz in. Mozek dikane êrîşê her heywanï, her însanî bike.
Kes nikane mozan bitirsîne.
dibê meriv hevza xwe ji mozan bikin.
Û ilim jî mozên sor.
Ji xwe rûs ji cinsê mozên sor in, lema ji kesî natirsin, tim ew li alîkî û hemû Ewrûpa û Emerîka li alîkî bûne…
Obama ji xwe newêre nêzî Pûtîn bibe.
Ji ber ku dizane azirî ye…
Tirk merivên teşxele û barbarok in, zû germ dibin, zû tên galayanê, zû xwe wenda dikin, zû bêdeb dibin û zû fortan didin xwe.
Û ya din jî miletekî bêkultur e, bêmistewa ye. Ji dêlî usûl û qaîdeyên dewletan û dîplomasiyê, tim di serî da ço nîşanî yê hember didin.
Lê dema yê hemberî wan yekî wek Pûtîn gunreş be, tavilê fisek dibin, wek bonciyan dikin kûzekûz.
Mesele roja pêşî û ya duduyan quretiyên û derew û mezin kirin, Erdogan got efendim dewleta Tirkiye dewleteke cidî ye, heger îro jî sînorên me îhalal bikin emê dîsa bixînin. Tirkiye ne dewlet e û sînorên me ne xan e…
Û gelek derew û fortên din dan xwe.
Lê Erdogan dû ra gava dît ku Pûtîn çi hût e, îcar dev guhert, wek delemê viz da xwe, çerx kir, got heger me zanîbûya balafira Rûsyayê ye me yê miameleyeke din bikira filan û bîvan.
Lê halbû roja duduyan gotrmin emir daye, heger îro jî dubare bikin emê dîsam lêxin…
Û me nizanîbû balafira Rûsyayê dereweke bi boçik e, liberger e…
Pûtîn carê ba li Erdogan aniye zû bi zû dev jê bernade, ewê Tirkiyê, Daîşê û hemû çete û qatilên Erdogan baş biêşîne.
Lê Erdogan merivekî çamûr e, ji bo ku dev jê berdin dikane destê Pûtîn jî macî bike. Lê Pûtîn ewê destê xwe bidê ya na ez nizanim.
Bes ji bo ku ji tora rûsan û Pûtîn xelas bibe Erdogan ewê xwe bavêje bextê Pûtîn, ewê Emerîkayê têxe dewrê, di bin ra ewê ji Pûtîn ra her şelafiyê bike…
Tirk elemîne devê kurdan, ji ber ku kurd bêdewlet û bêxwedî ne, çavên wan kurdan dibrin.
Ji ber ku dizanin artêşa me, balafir û fuzeyên kurdan tunene, lema jî bêyî tirs û xof her roj bi dehan balafirên şer dişînin ser Qendîlê û herêmên Kurdistanê yên din.
De mêr in bira bişînin ser rûsan, bira bersîva wan bidin.
Weleh ev çar roj in rûsan tirr ji wan berda ye. Newêrin bibêjin kirt. Newêrin bombebarnên rûsan protesto jî bikin.
Tiştê dikin tenê derew û dezînformasyon e. Tirkan dixapînin.
Lê dinya dibîne Erdogan û rêvebirên tirk merivên ciqasî basît, bêmistewa û berradayî ne.
Bi kurtî tirk ne layiqî dewletê ne, lê bûne xwedî dewlet, ji wan ra li hev hatiye…

26 november 2015

Ewrûpî êdî bi çavê mitifekekî li Tirkiyê nanêrin

Nivîskarê rojnemaya Le Fîgaro Renaud Girard, di nivîsa xwe ya analîtîk ya li ser xistina balafira Rûsyayê da, Erdogan pir sert rexne kiriye û gotiye ”Tirkiye êdî ne mitefikê me ye.”
Girard:
”Erdogan, di 24ê mijdarê da emrê xistina balafira rûs da. Bi vî emrî Erdogan xwest cepheya serokkomarê Fransayê dixwaze bi koalîsyona navnetwî ra li hemberî Daîşê çêke, berî çêbûnê têk bibe. Tirkiya Erdoganê îslamîst serokê wê ye, li hemberî Rojava êdî tenê bi têkiliyên zorbatiyê herket dike. Ev welatê xweş demakê mitefikê me bû. Heyf, êdî ne mitefikê me ye.”
Bi qasî meriv medyaya Ewrûpayê taqîp dike ne Renaud Girard tenê, piraniya ewrûpiyan êdî wek Girard dikirin û bi çavekî mitefikekî pêbawer êdî li Tirkiyeya  Erdogan nanêrin.
Herkes baş dizane ku Tirkiye bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide Daîşê, pê ra tîcaretê dike, sîlehan didê, destûrê dide çûn û hatina çeteyan û wan li Tirkiyê şarge dike.
Lê hîn wek rûsan eşkere nabêjin.
Bes piştî qetlîama Parîsê medyaya Ewrûpa li gorî berê piştgirya Tirkiyê ya bi Daîşê ra êdî venaşêre û vekirî tîne zimên.
Ya din êdî herkes bi çavê dîktatorekî pir tahlûke, yekî wek Seddam, wek Hîtler li Erdogan dinêre û gelekî ditirsin ku Erdogan bibe sebebê derketina Şerê Cîhanê yê Sêyem. Hindik be jî qal dikin.
Bi taybetî jî li Sûriyê piştî xistina balafira rûs, heger kes nekeve nabênê Erdogan dikane bibe musebîbê şerekî pir mezin bêtir tê qalkirin.
Bi texmîna min balafira rûsyayê ji bo ku NATO û Rûsyayê bîne hemberî hev bi emrê Erdogan hat xistin. Yanî berê biryara xwe dabûn ewê tiştekî wiha bikin.
Ez tim dibêjim, Erdogan merivekî pir tahlûke ye, di şerê Sûriyê da û li Tirkiyê sûcên pir mezin kirine. Û îktîdarê jî bi rehetî, bi hilbijartinan nade, heta jê were nade.
Li gel sûcên pir mezin, diziyên pir mezin jî kirine û daye kirin. Bi milyaran rişwet, bertîl girtiye, perê dewletê derbasî zimetê xwe kiriye. Bi malbata xwe dizî daye kirin. Û li ser dizî û sûcên wî delîl û belge pir in.
Yanî roja ji ser hukim da bikeve xelasiya wî tuneye, tavilê ewê destê wî li kelemçê xin.
Û lema jî ji girtin û mahkimebûnê pir ditirse.
Îcar ji bo ku neyê girtin dibê îktîdara xwe wenda neke û ji bo ku îktîdara xwe wenda neke jî dikane her dînîtiyê bike,belkî  dikane bi Sûriyê ra, bi Rûsan ra têkeve şerekî jî.
Tabî di vir da hinekî bi NATO yê difire. Ji xwe piştî xistina balafira rûsyayê tavilê çû xwe avêt bin dawa NATOyê, got min biparêzin.
Şansê tirkan heye di NATOyê da ne, ya na weleh dewleta wan ya dawî jî di tahlûkê da ye.
Bi dîtina min heta Erdogan li ser hukim be ji Tirkiyê ra, ji kurdan ra, ji gel û dewletên cîran ra û heta ji cîhanê ra jî rehetî tuneye.
Erdogan bavê xerabiyê ye, tim tahlûkeyeke potansiyel e, hertim dikane tiştên ne di hesêb da bike. Merivekî dikane zirarê bide dinayyê û însaniyetê…

25 november 2015

Çima hûn hewqasî bûne xemxurên Tirkiyê?


Hela hûn werin vê sosireta giran, cîgirê serokê koma HDPê yê meclîsê Îdrîs Baluken, ji bo li ser xistina balafira rûs were peyivîn ji Meclîsa Tirkiyê daxwaza hevdîtineke giştî kiriye.
MHP, CHP daxwaza civînê li meclîsa xwe nakin, nûnerû kurdan, berdevkê HDPê Baluken dike.
Tu dibêjî belkî ew ji hemû serokên tirk milîyetçîtir e, ji bo ku zirar negihîje Tirkiyê, ji bo ku têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê yên aborî, siyasî, eskerî û turîzmê xerab nebin dixwaze meclîsê bicivîne û aqile bide AKPê û Davutogluyê faşîst.
Diyar e Baluken ketiye ber xema zirara Tirkiyê, camêr ditirse Rûsya zirarê bide Tirkiyê. Lema jî dixwaze meclîsê bicivîne û Tirkiyê ji vê krîzê xelas bike.
Birêz Baluken, çi ji te ra Tirkiye û Rûsya çi dikin, çi nakin?
Tu çima ji tirkan bêtir naxwazî Tirkiye tûşî gelşan bibe û zirarê bibîne?
Çima tu û partiya xwe, hûn dixwazin aqil bidin tirkan û AKPê?
Tirkiyê, ji bo ku rûs feydeyê negihînin kurdan, ji bo ku Daîşê li hemberî kurdan zeîf nexe balafira rûsan xist.
Û ji xwe ji destpêkê da ye Tirkiye ji bo ku li hemberî kurdan şer bike piştgiriyê dide Daîşê.
Û hîn jî vê rastiyê her roj dibêjin.
Îcar çima hûn dixwazin aqil bidin Erdogan?
Erdogan bûye Seddamekî nuh, belkî tiştê hat serê Seddam were serê wî jî…
Ji bo ku Seddam dev ji dînîtiyê berde û biaqil hereket bike, tirk gav û saetê direviyan ba Seddam û aqil didanê, digotin em ketine bextê te dev ji vê serhişkiya xwe berde û bi ya Emerîka bike.
Lê Xwedî kir ku Seddam guh neda tirkan û bi xêra vê şaşiya wî rejîma Seddam ket û kurd ji bindestiyê xeals bûn.
Belkî eynî tişt were serê Erdogan jî.
Hûn ç ima wek xêrxwazên Erdogan hereket dikin û dixwazin biaqil hereket bike û bela xwe di Rûsyayê nede.
Bira bela xwe tê bide, çi ji te ra?
Çi ji we ra?
Ya jî bangeke wiha berî CHPê û MHPê ne karê we ye. Bira tirk ji we bêtir li berjewendiyên xwe bifikirin.
Wek kurd hûn çima ketine panîkê û dixwazin Davutoglu û Erdoganê hevalbendên Daîşê û hemû qatilên îslamî yên li Sûriyê xelas bikn?
Ma hûn nizanin xistina balafira Rûsyayê ji bo parastina Daîşê ye.
Ji ber ku Erdogan naxwaze Rûsya li Daîşê û çeteyên din xe û waqn li hemberî kurdan zeîf bixe.
Çimkî wek hûn jî dizanin Tirkiye van hêzan li hemberî kurdan bi kar tîne, bi destê wan kurdan dide kuştin û gund û bajarên kurdan dide îşxalkirin.
Lema jî şûrê wan dikşîne, li hemberî êrîşên rûsan ji wan ra dibe şemsiye û star.
Wek kurd berî her kesî dibê em li xwe û li berjewendiyên xwe bifirkin, ne li Tirkiyê û li hinên din…

Carnan zêr, zor û devê tivinga mor têrê nake

Carnan zêr zane, carnan zor zane, carnan jî devê tivinga mor zane. Lê carnan ev hersê tişt jî têrê nakin, li gel van, dîplomasî û siyasetmedarê jîr lazim e.
Jim e kurdan ra îro bi qasî zêr û zorê û devê tivinga mor, siyasetmedarên jîr yên pêş xwe dibînin lazim in.
Ji derve da meriv naxwaze aqil bide siyasetmedar, serok û kesên di nava şer û agir da ne û şîretan li wan bike.
Dîrokê hin îmkan û fersendên zû bi zû peyda nabin li ser siniyeke zêrîn daye me kurdan. Em hêvî dikin ku serokên kurdan yên xwedî hêz û xwedî îmkan, PDK, PKK, PYD, YNK, Goran û hemû hêzên din li gorî van îmkan û fersendên dîrokî gavan bavêjin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
Di vê siyasetê da ya herî muhîm û lazim yekîtî, yekîtî, yekîtî ye.
Viya jî hemû siyasetmedar û serok ji me baştir dizanin…

XXX

Bi navê Xwedê ev dinya bênamûs e.
Heger dinya ne bênamûs bûya nuha ev Erdoganê faşîst xesandibûn û cermê bilikê wî jî kiribûn devê wî.
Lê mêrik pişta xwe spartiye Natoyê, kes nikane xwe bi qurban ke û wek Seddam destên wî li kelemçê xin...
Mêrik ji Ewrûpayê xûgiyê digre, bi qatilên xwe yên Daîşê Ewrûpayê tehdît dike, balafira Rûsyayê dixe, kurdan dikuje, bajarên kurdan wêran dike. Hukûmetan dixe, hukûmetên li gorî dilê xwe ava dike..
Lê dîsa jî wek padîşahekî li ser kursiya xwe rûniştiye û emir fermanan dide der û dora xwe...
Ê ez çi bikim, wek cizîrî dibêjin "diya bênamîs e.."!

24 november 2015

Xerab jî dimrin

Wezîrê dewletê yê kevn Kamran Înan di 86 saliya xwe da mir.
Min do di medyaya tirk da xebera mirina wî nedît, ez îro pê hesiyam.
Bi qasî xuya dike tirkan jî zêde qîmet nedanê. Lema jî mirina wî zêde deng veneda, fena feqîrekî bêkes miribe.
Bi dîtina min tirkan bass kirine. Dibê meriv qedir û qîmetê nede kesê ji qewmê xwe ra nebe, kesê bibe hevalê neyarê gelê xwe.
Yekî tirk bûya ewê wiha bêdeng derbas nekirana, ewê bêtir bikirana qelebalix. Tirk miletekî bi xîret e, qet ji dijminê xwe hez nake.
Dixwaze bira ew dijmin xwe înkar kiribe û koletiya wan jî qebûl kiribe.
Tirk hevakarên xwe bass bi kar tînin, lê gava ji ccap û hêz da dikve, êdî bi kêrî tisstekî nayê, hêdîka bera ccolê didin, dibêjin here karê me bi te qediya, yên ji te bi kêrtir hene…
Kamran Înan di hemû jiyana xwe da li dijî tevgera kurd ya azadîxwaz derket, tu carî nebû dost, dilxwaz û xêrxwazê miletê kurd.
Li gel ku ew ji malbateke kurdperwer dihat û ji malbata wî kesên hatine îdamkirin jî hene.
Lê Kamran Înan, dîsa jî li tu bessekî Kurdistanê tu carî xwe nêzî kurdan nekir, pisstgirî neda micadela kurdan ya azadiyê.
Tu carî dev ji xeta xwe ya antî-kurdiyê û tirkperweriyê berneda. Di vê xeta xwe ya hevalbendiya bi dijmin ra israr kir û heta mir jî wek dost û hevalbendekî dewleta tirk ma.
Cenazeyê Kamran Înan ewê bibin li qeza Betlîsê li Hîzanê vessêrin. Esas dibê nebirana Kurdistanê.
Ji ber ku wî di seranserê jiyana xwe da ne ji kurdan û Kurdistanê ra, ji tirkan û Tirkiyê ra xizmet kir, mejiyê xwe, zanîna xwe û hemû qabîliyeta xwe xist emrê dewleta tirk.
Lema jî dibê gorra merivekî wiha ne li Kurdistanê, li Tirkiyê be, li kêleka mezin û dîplamatên tirk, li kêlek Bulent Ecevît be.

Hêvî dikim bela Erdogan lê digeriya ev be

Tirkiyê li Sûriyê balafireke Rûsyayê xist.
Tirk dibêjin balafirê sînorê me îhlal kir, piştî çend îhtaran me xist.
Rûsya dibêje derew e, balafirê sînorê Tirkiyê îhlal nekiriye, di nava sînorên Sûriyê da lêxistine.
Li gorî hin xeberan pîlotek mirî û yek jî sax di destê Daîşê da ye.
Belkî yê mirî jî wan kuşt....
Rûsyayê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî gazî civînê kir.
Hîn baş ne diyar e Rûsya ewê çi bike?
Putîn gotiye ”em ji alî şirîkên sûcên terorîstan ve ji pişta xwe hatin kêrkirin. Bi xistina balafira me bi Tirkiyê ra di têkiliyên me da ewê netîceyên pir cidî çê bibin.”
Ev beyane Putîn pir cidî ye. Putîn merivekî cidî ye, rûs ne kurdên bêxwedî ne. Hirçê spî ne yê heneka ye.
Ez bawer nakim rûs vê êrîşa qeleş ji Tirkiyê ra bihêlin.
Hêvî dikim bela Erdogan lê digeriya ev be, Putîn derseke ew tu carî ji bîr neke bide wî. Ji ber ku vî zalimî dinya xera kir, bû sebebê kuştin bi hezaran însanî û koçberiya bi milyonan...
Kesî hîn baş fêm nekiriye ku Erdogan Hîtlerê duyem e.
Lema jî pir ne dûr e ev gurciyê bêyom û wec qebîh bibe musebîbê şerê Cîhanê yê Sêyem.
Çimkî ji wecê wî qetil dibare, xwîn û xerabî dibare…

PYD bi vê siyaseta hegomonîk şaşiyeke mezin dike

Piştî zafera Girê Spî heger PYDê bi hukûmeta Kurdistanê û bi hêzên kurd yên din ra li hev bikira û rê bida derbasbûna pêşmergeyên ENKSê belkî nuha herêma Cerablûsê jî xelas bûbû û Efrîn û Koban gihîştibûn hev.
Heger PYDê siyaseteke netewî bimeşanda û ji dêlî ereban bi hemû hêzên kurd yên biçûk û mezin ra, lê bi taybetî jî bi Hewlêrê ra siyaseteke mişterek bimeşanda Emerîka îro xwe nêzî siyaseta Tirkiyê nedikir.
PKK tim wiha dike, tim dibêje ez û ez. Bêyî xwe kesî qebûl nake.
Li hemberî tirkan û çepên tirk siyaseteke heta tu bibêjî nerm dimeşîne, bi ereban ra tifaqê û cepheyê çê dike.
Lê gava dor tê kurdan dibêje na, we di destpêkê da li ber xwe neda, min li ber xwe da, min xwîn rijand, lema jî ez bi we ra tifaqê çênakim û nahêlim hûn werin bixebitin û şer bikin. Ya hûnê têkevin bin emrê min, ya jî ez qebûl nakim hûn li Kurdistanê wek hêzeke çekdar hebin.
Lê ji ereban ra viya nabêje, hêzên çekdar yên ereban qebûl dike û bi wan ra wek bira dixebitin.
Lê bi kurdan ra eynî tiştî nakin.
Malwêraniya me jî ev e.
Yanî nahêle xelk vegere welatê xwe û welatê xwe biparêze.
Rast e we bi qehremanî li ber xwe da, we şer kir. Her kes viya teqdîr dike. Lê ev nayê wê maneyê hûnê Kurdistanê li kesên din, kes û hêzên ne bi we ra ne yasax bikin. Do şer nekirin, wek we jêhatî derneketin lê îro dixwazin bikin. çima hûn nahêlin?
Ez benî ya muhîm Kurdistan xelas bibe, kî xelas dike bira bike. Dibê hûn jî Kurdistanê ya xwe tenê nebînin û li xebata her kesê din yasax nekin. Wê demê kî xurt be, kî xwedï hêz be dibê zeîfan ji Kurdistanê derxe, xebatê li wan yasax bike. Ma ev rast e?
Heger Emerîka nuha dev ji piştgiriya PYDê berde û ji dêlî wê ve bi Tirkiyê ra têkeve nava hevakriyê û nehêle Kobanê û Efrîn bigihîjin hev, nehêle gerîla derbasî rojavayê Ferêt bibe ev sûcê serhişkiya PYDê ye.
Van rojên dawî meriv ji hin beyanên berdevkên Qesra Spî wisa fêm dike, fena ku Emerîka xwe nêzî siyaseta Erdogan dike.
Ev pir û pir xerab e.
Heger PYDê li hemberî kurdan siyaseteke din ya hîn maqûltir û netewîtir bimeşanda û dev ji siyaseta xwe ya hegomonîk berda Emerîka û Îngilîzan xwe nêzî siyaseta Erdogan nedikirin.
Ji ber ku Emerîkiyê jî dixwest kurd li hev bikin û bi tifaq bin. Di vî warî da meriv hin hewildanên wan jî didît.
Lê PYD ji ya xwe daneket, tim got ez û ez…
Bi baweriya min mesûlê vê yekê tenê PYD ye. Tabî PYD jî bi serê xwe nake, bi dîrektîf û zixta PKKê dike. Lema jî heger Kurdistana rojava bi tevayî negihîje hev û perçe bimîne berpirsiyarê vê yekê PYD û PKK ye.
Hêvî dikim ev tirsa min ne di cî da be, hêvî dikim Emerîka siyaseta Erdogan qebûl neke û tevgerên PDÊ bi sînor neke, alîkariya xwe pê ra bidomîne.
Lê hîn jî ne derng e, dibê PYDê dev ji vê siyaseta xwe ya hegomonîk û ez û ezê berde û bi kurdan ra têkeve nava tifaqê.
Ya na emê vê îmkana dîrokî jî wenda bikin….


23 november 2015

Demakê heta bigihîje Churchill heyranê kurdî bû

Di facebookê da carnan meriv rastî hin tişên balkêş û hêja tê. Îro ez rastî tiştekî wiha giranbiha hatim.
Şîrîn Payzîn xanima rojnamevan, ji xatiratên wezîrê karûbarê derve yê Tirkiyê yê kevn(nabêna salên 1942-1944a) Numan Menemencîoglu qala bîranîneke li ser kurdan ya pir balkêş kiriye.
Min bi xwe xatiratên Mememencîoglu nexwendiye û di dereke din da jî ez rastî vê bîranînê nehatime. Ev cara pêşî ye ez ji Şîrîn Payzînê vê bûyerê dibihîzim.
Li gorî Şîrîn Payzînê nivîsandiye, Numan Menemencîoglu bûyera li Qahîrê di nabêna Churchill û heyeta tirk da derbas bûye wiha neqil kiriye.
Nûman Menemencîoglu:
”Churchill(1) û Roosevelt(2) ji bo ku em(Tirkiye) têkevin herbê di sala 1943a da ez û Ismet Înonu vexwendin Qahîreyê. Înonu xwe nêzî herbê nedikir. Him li Edenê, him jî li Kahîreyê teza Înonu ev bû: ”Belhazir artêşa me ne di rewşa wiha da ye ku kanibe şer bike. Artêşa me çekdar(techîz) bikin, derxin mustewa artêşên xwe, wê demê ser çavan ezê têkevim herbê.
Lê belê ne Churchill û ne jî Roosevellt bawerî bi tirkan nedianîn. Digotin, ya piştî techîzatê derbasî aliyê Almanyayê bibe emê çi bikin?
Lê carê xwestin çavê me bi mesela kurd bitirsînin. Wek tê zanîn, ji ber ku hatibûn alema îslamê, bi xwe ra şerqîyatçiyên(rojhilatnasên) bi gelek zimanan dizanîbûn anîbûn. Bi carekê da Churchill ji Înonu ra got, “Paşa, tu bi kurdî dizanî?”
Îsmet paşa matmayî mabû, nizanîbû çi bibêje. Berî ku ew tiştekî bibêje, ez ketim nabênê û min got, “ekselans, em bi kurdî nizanin. Ji xwe li ba me kurdî nayê peyivandin û zimanekî wiha jî tuneye.
Churchill ji merivekî xwe pirsî. Ma wisa ye mister, ma zimanekî bi navê kurdî tuneye?
Piştî vê gotina Churchill, mêrik bi hazirî bû, rabû ser xwe û got, “Çawa tuneye mîrê min? Ziman û edebiyateke kurdî ya pir dewlemend heye. Hûn dixwazin ez ji we ra ji Dîwana Cizîrî(heta wê gavê me navekî wiha nebihîstibû)şiîreekê bixwînim.
Churchill got bixwîne. Me fêm nedikir, lê belê şîreke nêzî farisî, pir xweş(nefîs) ya bi aheng xwend. Û got ev şîr bi kurdî ye. Churchill got, wê demê vê şiîrê ji me ra binivîse. Nivîsand. Churchill got ji me ra wergerîne îngilîzî. Got wergerîne fransizî jî. Ew jî kirin. Û wergerandin tirkî jî. Û ji min ra got, mösyö, tu jî were vir. Ji bo ku bi van hersê zimanan eynî fikir were îfadekirin hela ka em binêrin di kîjan zimanî da mecbûriyeta bikaranîna çend gotinên biyanî çê bûye. Di fransî qet tunebû. Ji îngilîzî sê-çar gotinên bi koka xwe latînî derketin. Di metna kurdî da jî çar-pên gotinên erebî hatin dîtin. Lê gava nusheya tirkî hat, bêyî ”dir” û ”île” yê tu gotineke tirkî tunebû. Hinek bi erebî, hinek farisî û yên din jî ji zimanên ewrûpî yên cuda hatibûn girtin. Churchill, her çar rûpel jî danî ber me, wek ku ji me ra bibêje, ma ne şerm e ?” Û dû ra jî got, bala xwe bidinê efendîno, ew zimanê hûn dibêjin tuneye û li qismekî mezin yê welatê we wek zimanê dayikê tê peyivîn, fermo zîngîniya wî bibînin.
Di sernserê wezîrtiya xwe ya derve da nayê bîra min ez tu carî wek wê rojê ketim tengasiyê û mahcûp bûm.”
Îcar bala xwe bidinê, nuha tirkî bûye zimanê edebiyatê, zimanekî tekûz û kurd jî ketiye komayê. 72 sal berê tirkî li hemberî zimanê me ne tu ziman bû, dişibiya gêrmiya gavanan, lê îro gelek kurdên me lêva xwe li hember kurdî hil dikin, ruyê xwe badidin û bi kurdî nayên serî, berhemên xwe bi tirkî nivîsin.
Dema meriv li zimanê xwe xwedî dernekeve û bibe nivîskar û edîbê zimanê xelkê netîce ev e; tirkî ewê bi pêşkeve û kurdî jî sêwî û hustuxwar bimîne.

1) Churchill: serokwezîrê Îngilistanê, 1874-1965.
2) Roosevelt: serokkomarê Emerîka, 1882-1945.

22 november 2015

Li gorî Prof û jeologê tirk: Meriv gûyê kurdekî pê bide xwarin ne îşkence ye


Di rojnameya Radîkalê da Profesorê jeolojiyê Celal Şengor, gûxwarindana bi kurdan parastiye û gotiye, ”carê meriv gûyê yekî pê bide xwarin ne îşkence ye. Û ez jî dikanim gûyê xwe wek hingiv bixwim.”
Mêrik bûye profesor û bi çavê elîtê tirk li xwe dinêre, lê xwarina gû normal dibîne, dikane gûyê xwe jî wek hingiv bixwe.
A ev kerê çolê xwedêgiravî prpfesorê jeolojiyê ye û xwe wek kemalîst û elîtê Tirkiyê yê herî bijarte dibîne.
Îcar dema kemalîst û elîtên tirk, kesên wiha manyaq û gûxwur bin, gûyê xwe wek hingiv bixwin, ewê ji wî miletî çi der sadir bibe ku!
Kemalîstên tirk  normal dibînin meriv gûyê kurdekî pê bide xwarin û ev ne îşkence ye û dîndarên tirk jî bi Daîşê ra seriyan jê dikin.
Yanî bi kurtî kemalîst û dîndarên tirk yek ji yekî xerabtir in, gûyê di ser hev ra ne.

XXX
Musilmanên li Ewrûpa ya ji feqîrî û birçîna ya jî ji ber zulma dewletên xwe reviyane, xwe avêtine bextê "kafiran". Û nuha jî rabûne bi terorê, bi kuştina xelkê siwîl Ewrûpayê tehdît dikin.
Ji xwe tiştê ji me misilmanan tê jî ev e, xerabî, zulm, kuştin û teror û xerakirin...
Tiştê xelkê bi hezaran sal berê çêkirine û wek mîrat li însaniyetê ra hîştine jî misilmanên bi bi zompan, bi dînamîtan xera dikin..
Daîşê gotiye ewê îro êrîşî 5 welatan bike.
Hema bikin, ji xwe bêyî xerakirinê û kuştinê tiştek ji destê misilmanan nayê. Tiştê ji me tê ev e.
Ji mirovên hewqasî bê kultur û ji medeniyetê bêpar bêyî xerabiyê, kuştinê û terorê tiştekî din sadir nabe...
XXX

Ji bo hemû kurdan ya herî muhîm dibê em Emerîkayê nekin dijminê xwe, miheqeq bikin mitefik û dostê xwe.
Heger em di vir da bi ser kevin zafer ya me ye.
Kurdistana başûr û rojava çêdibe.
Ji beşên din ra jî Xwedê mezin e. Lê bi şertê dibê hedefa me Kurdistan be û em siyaseteke kanibe sempatî û piştgiriya dinyayê bigre bimeşînin.

21 november 2015

Heger em dev ji dijminatiye hev berdin zafer ya me ye

Heger em dev ji dijminatiya hev ya eşkere û dizî berdin û xêra hev bixwazin dinya jî ewê xêra me bixwaze.
Heger em tim têkevin pêxîla hev û tim bavêjin ji hev da, tim şerê hev bikin, bi Xwedê kes nabe dost û xêrxwazê me.
Gava dinya û alem bibîne em wek milet li hev in, em xêra hev dixwazin û bi tifaq û tivdîr in, bawer bikin gelek ewê destê hevkariyê dirêjî me bikin.

XXX
Nivîskar û rejîsorê fransiz Guy Debord gotiye,
”Ji bo ku meriv bizanibe binivîse, dibê bizanibe bixwîne.
Ji bo ku meriv bizanibe bixwîne, dibê bizanibe bijî.
Dijminên me jiyan li me kirine axu/jahr, em ne kanin xweşikî bijîn, ne kanin bixwînin û ne jî kanin tiştekî hêja binivîsinin.
Ji ber ku di şer da meriv tenê li zikê xwe û xelaskirina ruhê xwe difikire.

XXX
Bîsteke din, saet di 20a da civîna, şevbêrka PAKê heye. Serokê PAKê hevalê min ê ezîz Mistefa Ozçelîk hatiye serdana kurdên Swêd.
Bi xêr û xweşêî hatiye, ser seran, ser çavan. Bi dîtina wî emê dilşa bibin.
Serokê PAKê Ozçelîk, dixwaze îşev bi çend nas, dost û hevalan ra şevbêrkekê derbas bike, sibe jî ewê li ser rewşa Kurdistana bakur konferansekê bide.
Nuha xelk û alem di erebeyên xwe yên nuh û top da wek mîran ewê qup bikin û herin, ezê jî dîsa wek her tim peyatî têkevim riyan.
Ciyê şevbêrka îşev dîsa hinekî nêz e, lê ciyê konferansa sibe li dora du saetan rê ye.
Wext hindik ma, dibê ez rabim xwe bixemilînim û di vê sermî û şevreşê da hêdî hêdî têkevim rê…

XXX

Çavkaniya hemû xerabiyan Tirkiye ye

Di nabêna Tirkiyê û Daîşê da di her warî da hevkariye û tifaweke xurt heye.
Tirkiye destegek lojîstîk ya xurt dide Daîşê
Tirkiye bi Daîşê ra tîcareta petrolê dike.
Tirkiye sîleh û cebilxaneyê difroşe Daîşê.
Her babet transferên fînans yên Daîşê di ser Tirkiyê ra dibe.
Çeteyên Daîşê di ser Tirkiyê ra diherin û tên.
Tirkiye alîkariya tibî bi Daîşê ra dike, nexweş û birîndarên Daîşê li Tirkiyê tedawî dinin.
Di van waran da bi sedan, bi hezaran belge û delîl hene.
Sebebê vê alïkariya Tirkiyê bi Daîşê ra neyartiya Erdogan ya bi kurdan ra ye. Ji ber ku Daîş di ber Tirkiyê da bi kurdan ra şer dike lema Tirkiye van alîkariyan bi Daîşê ra dike.
Lê li gorî qanûnên navneteî û ya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye bi van kirinên xwe sûcekî li hemberî însaniyetê dike û cezayê vî sûcî jï pir giran e. Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya bi jimara 2199ê dewleta bi Daîşê ra tîcaretê bike û piştgiriyê bide Daîşê terorîst tê îlankirin.
Heger Emerîka û YE bixwazin dikanin Tirkiyê wek dewleteke terorîst îlan bikin û Erdogan û Davutoglu jî derxin ber dadgeha Laheyê.
Bi kurtî du serê vî mar î hene, seriyek Tirkiye ye û seriyek jî Sudî ye. Dibê ev herdu serî werin pelçiqandin.

19 november 2015

Tirkiye û Suûdî şerên xwe bi Daîşê didin kirin

Tirk bi fêlbazî hebûn û mezinbûna Daîşê bi siyaseta ewrûpiyan ya emperyalîst, bi bêkariya xerïbên li Ewrûpayê, bi feqîriyê, bi dîskrîmînasyonê, bi dijîyatiya îslamê û bi şerê Sûriyê ve girê didin.
Jin vana yek jî ne sebeb û bingehê hebûna Daîşê ye. Ev argument hemû demagojî û bi heq nîşandana terora Daîşê ye.
Bêguman ji bo hin kesan dikane hin aspektên sosyal û ekonomîk hebin, lê vana yek jî ne sebebên esasî yên terora Daîşê ne.
Daîş ne berhemeke şerê Sûriyê, feqîriyê û siyaseta ewrûpiyan e.
Tesîra şerê Sûriyê û Îraqê dikane piçekî hebe, lê tiştê Daîşê xuliqandiye ne ev e, sebebê terora Daîşê ne ev e.
Şerê Sûriyê biqede jî, li Îraqê şîî û sûnî li hev bikin jî Daîş naqede, şertên hebûna Daîşê ji ortê ranabin.
Sebebê hebûna Daîşê, teror û qetlîamên Daîşê di serî da îdeolojîk e, dînî ye û siyasî ye. Têkiliya wê bi wehabîzmê, dijminatiya şîîyan, cihuyan, xiristiyanan û neyartiya kurdan heye.
Îslama wehabî/selefiyan qetla şîiyan û hemû xeyrî mislaman helal dibîne.
Û sebebê din jî piştgiriya Tirkiyê û Suûdî ya bi dîrekt bi Daîşê ra ye.
Heta piştgiriya Tirkiyê û Suûdê bi Daîşê ra bidome, Daîş naqede, nayê şikandin.
Ji ber ku ev herdu dewlet bi hemû hêza xwe alîakriya Daîşê dikin, ji bo armancên xwe yên îdeolojîk û siyasî Daîşê bi kar tînin.
Bi taybetî jî piştgiriya Tirkiyê pir muhîm e.
Tirkiye destega lojîstîk nede Daîşê, mazûbantiyê ji terorîstan ra neke, Daîş di nava çend mehan tê şikandin.
Lema jî ji bo şikandina Daîşê berî her tiştî dibê Tirkiye alîkariya xwe ji ser Daîşê qut bike.
Dibê Tirkiye petrplê bi dizî ji qatilên Daîşê nekire û pê ra tîcaretê neke, sîleh ü cebilxaneyê nedê, qatilan li ba xwe veneşêre, rê nede çûn û hatina wan.
Yanî heger Ewrûpî dixwazin zora Daîşê bibin, berî her tiştî dibê xwe bidin Tirkiyê û alîkariya Tirkyê ji ser Daîşê bibirin.
Hêlîna Daîşê Tirkiye ye, patronê Daîşê Erdogan e. Erdogan sibe ji Daîşê ra bibêje STOP!, qatilên Daîşê ewê li ser dêla xwe bikevin.

18 november 2015

Ji ber neyartiya kurdan Erdogan Tirkiye kir welatekî terorîst


Neyartiya kurdan, Erdogan kir hevalbend û piştgirê Daîşê yê herî mezin û Tirkiye jî kir welatekî terorîst.
Li Almanya li bajarê Achenê du tirk ji ber alîkarî û şargekirina(veşartina) organîzatorê qetlîama Parîsê Salah Abduselam hatin girtin.
Heger ev xeber rast be sedîsed tiliya MITa Tirk di qetlîama Parîsê da heye.
Tirk bi serê xwe, bêyî haya dewletê nakevin nava têkiliyên wiha.
Dost û hevalên vî quncî taqîp dikin dizanin ji roja pêşî da ye ez dibêjim miheqeq tiliya Tirkiyê bi hawakî di vê qetlîamê da heye.
Ji bo ku PYDê û YPGê wek rêxistinên terorîst bi Emerîka û Ewrûpiyan bide qebûlkirin û piştgiriya bi PYDê û kurdên Sûriyê ra qut bike, Erdogan bi her kesî ra hevalbendiyê dike, dikane piştgiriyê bide terorîstên qetlîama Parîsê jî.
Çimkî neyartiya kurdan, Erdogan kir hevalbend û mitefikê Daîşê û terorîstên cîhanê. Ji bo ku wan li dijî kurdan bikar bîne.
Tirkiyê bi xwe, bi leşkerên xwe nikanîbû midaxeleyî Sûriyê bikira, ev dibû îşxal. Ji dêlî wê ve, Erdogan bi Daîşê ra bû mitefik û ew bera bedena kurdan da.
Lê hêza Daîşê têra şikandina PYDê û têkbirina kurdan nekir.
Belovacî wê, şerê bi Daîşê ra PYD û kurd kirin mitefikê Emerîka û Ewrûpayê.
Vê yekê Erdogan dîn û har kir.
Ji bo ku Emerîka, Fransa û Almanya alîkariyê bi PYDê ra nekin Erdogan gelek hewil da, her rê cerivand, lê Emerîka, Ewrûpa û Rûsyayê qebûl nekir.
Lema jî ji bo ku Emerîka, Ewrûpa û Rûsya ji PYDê ra bibêjin terorîst û pêşniyarên Tirkyê yên li ser Sûriyê qebûl bikin, hukûmeta AKPê dikane dînîtiyeke wiha kiribe, yanî piştgirî dabe xistina balafira rûsan û qetlîama Parîsê.
Lê heger tiştekî wiha hebe, yanî tiliya Tirkiyê di van qetlîaman da tespît bibe çû ji Tirkiyê da, Tirkiye dibe weltakî terorîst.
Çimkî tiştên hatine kirin teror e, sûcên li hemberî însaniyetê ne û ji ber vî sûcê mafê dewltan heye midaxeleyî Tirkiyê bike û kesên sûcdar bigrin. Dixwaze bira ew kes serokkomar be.
Li gorî biryara bi jimara 2199 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, welatê bi Daîssê ra di nava têkiliyên aborî da be terorîst tê îlan kirin.
Pûtîn têkiliya Tirkiyê ya neftê û tîcaretê bi Daîşê ra tespît kiriye û ev yek jî di civîna G-20ê da eşkere got.
Ji xwe rojekê piştî civîna G-20a balafirên Rûsyayê li konwoyeke petrol dibir Tirkiyê xistin.
Yanî pûrên Erdogan, têkiliyên wî yên bi Daîşê ra hêdî hêdî derdikve.
Bi taybetî jî piştê xistina balafira rûsan û qetlîama Parîsê, terora Daîşê êdî sînorên Kurdistanê derbas kir û zirar gîhand Ewrûpayê jî.
Lema jî Emerîka , Rûsya û Ewrûpa ji nuha û û pêda ewê bêtir û hên cîdîtir herin ser Daîşê û ser hevalbendên wê.
Û hevalbendê Daîşê yê herî berbiçav jî Tirkiye ye.
Ez dibêjim umrê Daîşê hindik ma. Û bi Daîşê ra ewê serî here bigihîje Erdogan û Tirkyê jî.
Dibê aynê kurdan ji vî zalimî ra nemî, dibê Xwedê bela wî bidê…


Dibê meriv bi diristî li dij vê sonda irqçî derkeve


Leyla Zana xanimê do di meclîsa Tirkiyê da gotineke sonda parlamenteriya tirk piçekî guhert, ji dêlî ”miletê tirk”, got ”miletê Tirkiyê”.
Yanî çi ?
Bi dîtina min dibê meriv dev ji hîle û konetiyên(qurnaziyê), fêlbaziyên wiha basît berde û bi mêranî li dij derkeve.
Carê katagoriyeke bi navê ”miletê Tirkiyê” tuneye, ev, gotineke ji kok da şaş e, hebûna miletê kurd înkar û sansor dike. Kî bibêje dibê kurdek viya nebêje.
Miletê Tirkiyê tuneye, miletê tirk û miletê kurd hene. Bikaranîna gotina ”miletê Tirkiyê, înkara miletê kurd e.
Îtîrazkirina vê sonda irqçî û faşîst helbet baş e, şert e, nîşandana vê nerazîbûnê jî di cî da ye.
Dibê meriv vê sonda irqçî û ku ji bo înkara miletê kurd hatiye çêkirin qebûl neke.
Lê ne bi vî rengî û vê konetiyê.
Heger ewê ev sond neyê qebûlkirin dibê meriv bi xweşikî li dij derkeve û sond nexwe.
Guherandina ”miletê tirk”, bi ”miletê Tirkiyê” ne îtîrazeke cidî ye, piçekî xapandina milet e.
Di nabên ”miletê tirk” û ”miletê Tirkiyê” da tu ferq tuneye û lema jî dibê meriv vê lîstika bi gotinekê zêde mezin neke.
Heta ev guhertin, wek min li jor jî got, hîn xerabtir e.
Ji xwe Erdogan jî dibêje ”yek milet”, yanî miletê Tirkiyê.
Lê dîsa jî, lîstika bi gotinekê be jî ev îtîraza Leyla Zana ji îtîat û hustuxwarkirina hemû kesên bêyî îtîraz sond xwarin baştir e.
Bi guhertina gotina ”miletê tirk”, Leyla Zanayê bi kêmasî got ez ne bi vê sondê ra me, ez bi zor sond dixwim.
Di pêşerojê da ev yek ewê him li meclîsê û him jî li derî meclîsê bi xwe ra hin minaqeşeyan bîne. Dibê HDP û kurd bi hev ra bi xurtî li dijî vê sondê derkevin û guhertina wê bixwazin…


17 november 2015

Berçem berçem diçûme…


 
Li Antalyayê di civîna G-20a da, di dema axaftina Erdogan da serokê Emerîkayê Obama bi qasî serê kixsakê jî qîmet neda Erdogan. Gava Erdogan dipeyivî guhuk nexist guhê xwe, li Erdogan guhdarî nekir û ji xwe ra nermik nermik benîştê xwe çû…
Û di ber xwe da jî kilama
”Berçem berçem diçûme
Benîştê xwe dicûme
lawik aşiqê min bûye
Dayikê sucê min çi ye
Welleh govend ranabe
Bîlleh govend ranabe
Xwelî li mêrê xerab be
Rudine qet ranabe” nuhurand…
Lê ne xebema Erdogan e, li ber xwe nakeve...

XXX
Daîşiyên dewleta tirk kuştina 4 kurdan bi Alahuekber pîroz dikin !
Vira Şirnex e û yên wek qatilên Daîşê tekbîrê tînin û asîmanan gulebaran dikin jî polîsên tîmên taybet yên dewleta tirk in.
Kuştina çar kurdan bi ”alahuekber” û bi tekbîran û pîroz dikin.
Û pîrozbahiya xwe jî bi vîdeoyekê belav kirine.
Çete û qatilên dewleta tirk, meriv di vîdeoyê da jî dibîne tu ferqeke wan ji qatilên Daîşê tuneye. Belkî piraniya wan endamên Daîşê ne hukûmetê ew kirine polîs û şandine Kurdistanê.
Daîşiyên dewleta tirk di vîdeoyê da dibêjin:
”Li Diyarbekrê terorîst nema. Ev jî pîrozkirina me ye. Ya Alah bismilah! Polîs operasyona tîmên taybet wiha pîroz kir. Ez bi qurbana Xwedayê we bim! ”

Putîn jî got Tirkiye alîkariya Daîşê dike
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, di civîna G-20 ya li Tirkiyê bi rengekî sergirtî gotiye Tirkiye alîkariya Daîşê dike û jê petrolê dikire.
Pûtîn gotiye, “di nav endamên G-20ê de hin dewletên piştgiriya rêxistina DAIŞê dikin hene. DAIŞ ji 40 welatî zêdetir piştgiriya aborî distîne. Di nav van welatan de endamên G-20ê jî hene.Wêneyên ji hewa hatine kişandin nîşan dide ku Daîş tîcareta petrolê dike. Min ev wêne nîşanî hevkarên xwe da. Di wêneyan de jî tê dîtin dirêjahiya konvoya tankên petrola DAIŞê dighîje 10 kîlometroyan.”
Diyar e Putîn risim nîşanî Obama û Erdogan daye. Qey balafirên Emerîkayê îro li konvoyeke Daîşê xist.
Esas ev ne tiştekî nuh e, ji roja roj da ye her kes, lê bi taybetî jî Emerîka dizane Tirkiye ji Daîşê petrolê dikire û bi hemû hêza xwe pê ra dike.
Li gorî qanûnên navnetewî û yên Neteweyên Yekbûyê, dibê Tirkiye wek dewleteke piştgiriyê dide terorîzmê, wek dewleteke terorîst were îlan kirin.
Hêvî dikim Emerîka, Rûsya û YE êdî vê tîcareta Tirkiyê ya bi Daîşê ra qebûl nekin.


16 november 2015

Patronên Daîşê Suûdî û Tirkiye ye


Her kes qala rê û metodên micadela li jî Daîşê dike, lê kes qala patronên , yanî dewletên li pişt Daîşê ne, dewletên ku Daîşê fînanse dikin, perwerde û çekdar dikin nake.
Daîş bi tena serê xwe ne tiştek e, heger ne piştgiriya hin dewletên wek Erebîstana Suûdî û Tirkiyê be Daîş nikane tiştekî bike.
Yên Daîşê li ser nigan dihêlin, xurt dikin, jê ra qatilan peyda dikin û berra canê Ewrûpiyan didin Erebîstana Suûdî û Tirkiye ye, Suûdî bi milyar dolarên xwe û Tirkye jî bi mazûbanî, perwerde û alîkariya leşkerî Daîşê îdare dikin û li ser nigan dihêlin. Daîş maşeyeke di destê van herdu dewletan da ye.
Erebîstan Suûdî ji alî êla wahabî ve tê îdarekirin. Wahabî, di nava îslamê da mezhebekî pir ekstrem e, esas ji mezhebekî bêtir wek sekteke herî meczûp(pervers, sapik)e.
Li gorî wehabî/selefiyan qetla hemû şîiyan, cihûyan û filehan, yanî hemû xiristiyanan helal e, hemû dijmin in û dibê werin kuştin.
Heta ne cihû, şîe û xiristiyan tenê, hemû mezhebên din jî dijminê xwe dibînin, wek misilmanên ji dîn derketibin dibînin.
Li gorî wehabiyan kesên ne ji mezhebên wan dijmin in û dijmin jî dibê werin kuştin, ji ber ku Xwedê dixwaze, emrê Xwedê wiha ye.
Cîhada wehabî/selefî diparêzin û jê bawer dikin bi kurtî ev e.
Daîş xida xwe ya îdeolojîk ji wehabîzmê digre, lema jî hemû şîiyan, cihuyan, xiristiyanan û heta misilmanên ji mezhebên din jî neyarên xwe û qetla wan helal dibînin.
Yanî Daîş li gorî dîtin û îdeolojiya wehabiyan li dinyayê dinêre, li gorî wê îdeolojiyê hereket dike. Lema jî bi rengekî pir ekstrem dijminatiya şîiyan, cihûyan, xiristiyanan û misilmanên ji mehebên din jî dike, wan dikuje.
Lema jî heger ewrûpî dixwazin Daîşê ji ortê rakin, berî her tiştî dibê berê xwe bidin mitefikên xwe Suûdî û Tirkiyê, dibê van herdu dewletan wek DEWLETÊN TERORîST îlan bikin. Ji ber ku ev herdu dewlet li pişt Daîşê ne.
Heta piştgiriya Suûdî û Tirkiyê dom bike Daîşê naqede, çimkî Daîş maşeyeke van herdu dewletan e.

Şopa qetlîama Parîsê berbî Tirkiyê ve dihere


Li gorî xebera spîkera CNN International Christiane Amanpourê, li ser du terorîstên qetlîama Parîsê pêk anîn ”pasaportên tirk yên sexte” hebûne.
Bi îhtîmaleke mezin ev xeber rast e û Tirkiye miheqeq bi hawakî di nava meselê da ye.
Ji roja pêşî da baweriya min ew e ku tiliya Tirkyê di vê qetlîamê da heye, bêyî alîkariya Tirkiyê ev qetlîam ne mimkûn e. MITa tirk miheqeq qatilan nas dike, ji wan hinek li Tirkiyê mane û ji Tirkyê alîkarî girtine.
Ji xwe lema şeva qetlîama Parîsê û roja din polîsê tirk bi derewan xeberek belav kir, got li qeza Oguzeliyê û li Entabê(Dîlokê) di nabêna wan û terorîstên Daîşê da şer derketiye û xwedêgiravî 4 terorîst hatine kuştin.
Do jî xebereke din belav kirin, îcar jî gotin terorîstan li Stenbolê dikira qetlîameke wek ya Parîsê bikira, lê berî ku derbasî hereketê bibin polîs ew girtin.
Van xeberan hemû vir in, dezînformasyon in, nîşana tirsê û panîkê ye. Ditirsin têkiliya Tirkiyê û qatilan eşkere bibe. Lema jî van xeberên vir belav dikin. Dixwazin şopê ji ser xwe dûr xin…
Daîşê heta nuha çipiska xwe jî bi Tirkyê nekiriye.
Qetlîama Diyarbekrê, Surûcê û Anqerê ne li dijî Tirkiyê û hukûmetê, hemû jî li dijî kurdan bûn.
Dewlet û hukûmet dixin hustuyê Daîşê lê belê Daîşê heta nuhan ji van bûyeran yek jî negirtiye ser xwe.
Bi baweriya min bûyera Diyarbekrê jî ya Surûcê jî û ya Anqerê jî rasterast ji alî MITê ve hatin kirin. Lema jî Daîşê negirt ser xwe.
Netîce, heger li pişt qetlîama Parîsê Tirkiye derkeve tiştekî ne ecêb e û bi îhtîmaleke mezin jî ewê Tirkiye li pişt terorîstan be.

XXX
Rojnameya alman Tages Spiegel, karîkatorê micadela Erdogan ya bi Daîşê ra pir xweş çêkiriye
Piştî civîna G20 micadela Erdogan ya bi Daîşê ra:
Ji nuha û pê da çûn û hatin:
tenê şemî- înî
saet nabêna 10-15

XXX

Serokê Daîşê yê pişt perdê Erdogan e, yê Daîşê fînase dike, çekdar dike, ji wan ra mazûbaniyê dike Erdogan e, lê serokên ewrûpiyan jî li hêviyêne ku Erdogan alîkariya wan bike.
Xwedê aqilekî bide ewrûpiyan.

15 november 2015

Weleh tirk irqçî ne û tu jî abûqata wan î


Parlamentera HDPê Nursel Aydoğana, mahcira Bulgaristanê û abûqata tirkan li ser nivîsên terorîstên tirk li ser dîwarên Farqînê nivîsîne gotiye:
”Li Farqînê di operasyonê da polîsên endamên tîmên taybet li ser dîwaran, ”Heger tu tirk î îftîxar bike, heger tu ne tirk î îtîat bike” nivîsîne. Tirkek viya nanivîsîne. Ewê fedî bike, ji ber ku bi saya van em êdî fedî dikin. Tirkê resen(yên bi rasî tirk)demokrat e. Ne irqçî ye, dostê gelên din e.”
Diyar e bi vê abûqata dewleta tirk ra ne heya û ne jî ûjdan heye û kurdan jî kêmaqil dihesibîne.
Ji bo ku meriv bibêje tirk ne irqçî ne, dostên gelan e, dibê meriv pir bê rû be, tamara heyayê ya eniya meriv qetiya be û abûqateke faşîstan ya pir rezîl be.
Eşkerebûna faşîstiya tirkan bi xanimê zor tê, naxwaze irçîtiya tirkan eşkere bibe.
Heger ne meriveke pir bêheya be piştî wêrankirina Cizîrê, Licê, Farqînê, Geverê û wêrankirina bi dehan goristanên kurdan meriv hîn jî nabêje tirk ne irqçî ne, tirk demokrat in.
Em zêde bi paşda neçin, hema ev 35 sal in tiştê dewleta tirk û miletê tirk aniye serê kurdan, ji terora naziyan ne kêmtir e.
Dewleta tirk jî û miletê tirk jî(hejmerareke pir hindik ne tê da)ji barbarên Daîşê jî xerabtir in, heta bigihîje gû jî bi kurdan dane xwarin.
Bi dîtina min yeka li Farqînê, di nava wan xerabeyan da van gotinan bike ew ne dosta miletê kurd e, bi fikrê xwe, bi hestên xwe dost û hevala wan faşîstan e, hevala vê rejîma faşîst e û bi van gotinan tinazê xwe bi aqil me kurdan dike.


XXX
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotiye , ”hêzên Artêşa Iraqê jî di kontrolkirina Şingalê de beşdar bûn, lewma divê ala Iraqê li wê navçeyê were bilindkirin.
Yanî dibê ala kurd li Şengalê neyê hildan û Şengal ne bi Kurdistanê ve, dîsa bi Îraqê ve girêdayî bimîne.
Piştî hewqas malwêranî, hewqas şehîd û xwîn, talankirina mal û namûsa kurdan, dibê Şengal miheqeq bi Kurdistanê ve were girêdan.
Hukûmeta Kurdistanê û gelê şengalê dibê vê yekê ebeden qebûl nekin.
Şengal jî wek Kerkûkê herêmeke Kurdistanê ye û lema jî dibê bi Kurdistanê ve were girêdan…

Erdogan bi Daîşê dinyayê tehdît dike

Cîgirê serokê AKPê û berdevkê partiyê Omer Çelîk, li ser êrîşên terorîstî yên Parîsê, Ewrûpa dehdît kiriye û gotiye:
”Hemû paytextên dinyayê di binê tehdîda ne. Heta ku zemîneke mişterek ya micadelê neyê dîtin kes nikane bi vê tehdîdê ra derkeve serî. Heger herkes ne di ewlehiyê da be kes ne di ewlehiyê da ye. Heta ku teror li Îraqê û Sûriyê hebe, bi herêmê sînorkirî namîne. Hemû dinyayê tehdîd dike.”
Bi van gotinan Çelîk ji serokên ewrûpî ra pir vekirî dibêje, terorîst ne Daîş tenê ye, PYD, YPG KCK û PKK jî bi qasî Daîşê terorîst û tahlûke ne.
Heger hûn dixwazin dawî li terorê bînin dibê hûn bi qasî Daîşê li dijî PYDê, YPGê KCKê û PKKê jî bin û bixwazin van hêzan jî ji ortê rakin. Heta hûn vê dîtina me qebûl nekin emê jî piştgiriya xwe bi Daîşê ra nebirin.
Ev gotinên Omer Çelîk pir vekirî nîşan dide ku tiliya Tirkiyê di qetlîama Parîsê da heye.
Yanî Tirkiye ji bo ku li hemberî kurdan piştgiriya Emerîka û Ewrûpayê bigre Daîşê wek qozekî tehdîdê bi kar tîne, dixwaze bi terora Daîşê piştgiriya Emerîka, Fransa û Ewrûpayê ji kurdên rojava qut bike.
Bi terora Parîsê mesaja Tirkiyê da Ewrûpayê, heger hûn piştgiriya kurdên başûr bikin ezê jî bi Daîşê jiyanê li we heram bikim….

XXX
Gava ez dibêjim Daîş hêzeke Tirkiyê ye û Erdogan jî serokê Daîşê yê herî mezin e ji kîsê xwe nabêjim, bi sedan belge û delîl îspat dike ku Daîş girêdayî artêş û MITa Tirkiyê ye. Erdogan vê hêza terorîst li hemberî kurdan û Ewrûpayê bi kar tîne.
Fermo belgeya jêr bixwînin.

XXX
Erdogan bi Daîşê dinyayê tehdît dike, dibêje heger hûn ji PYDê ra nebêjin terorîst û dev ji alîkariya kurdan bernedin ezê jî kûçikên xwe serbest berdim. Parîs destpêk e.


XXX
Piştî 12 roj berxwedeneke bêhempa bi hezaran çete û faşîstên dewleta tirk bi tank û topên xwe ji nava Farqîna rengîn derketin. Di dema derketinê da zarokên me ew wek kûçikên heram ricimandin, tuyî ruyê wan kirin.
Ev gel ji bo azadî û serxwebûna xwe amade ye, tenê li bende rêberê xwe ye...

Hêlîna Daîşê Tirkiye ye

Li gorî medyaya tirk dinivîse, li Oguzeliya qeza Entabê(Dîlokê)xwedêgiravî terorîstên Daîşê ji wasiteyan êrîşî polîsan kirine. Şer derketiye û polîsan 4 terorîst kuştine.
Bi baweriya min ji vê xeberê bîneke pir genî tê, di binê vê xeberê da tiştek heye.
Bi vê xebrê dixwazin ji Fransayê ra bibêjin, vaye dixwstin êrîşî me jî bikin. Lê me ew kuştin.
Lê vir e, "eyşik e ji xwe bişik e", bi îhtîmaleke mezin di qetlîama Parîsê da bi hawakî tiliya Tirkiyê jî heye, hinek ji Tirkiyê çûne, li Tirkiyê mane.
Yanî têkiliyeke wan bi Tirkyê ra heye.
Bi vê bûyerê dixwazin şopê li ser xwe wenda bikin, xwe jî wek li dijî Daîşê nîşan bidin.
Tirkiye ditirse ev têkilî derkeve, lema jî bi derewan wek kûçikan bi Daîşê da diewtin…
Ji xwe di qetlîama Charlie Hebdo da jî serî çû gihîşt Tirkiyê, hin qatil li Tirkiyê mabûn, hinek jî dû ra reviyan Tirkiyê û ji wir jî derbasî Sûriyê bûn.
Lê derbasbûn dikane derew be, hîn jî li Tirkiyê bin.
Û her çar kesên "kuştine" jî(heger rast be) ne Daiş in, ya hin kesên xerîban in ya jî çar erebên feqîr in.
Tirkiye merivên, endamên Daîşê nakuje.
Ya din du roj berê li Parîsê li ser Kobanê konferansek çê bû. Salih Mislim û Zubêr Aydar jî beşdarî konferansû bûn.
Tirkiye ji vê yekê pir û pir aciz bû û medya tirk got, "kesên înterpol li wan digere" û nizanim dewletê çiqas pere daye serê wan, wa ye li Parîsê di konferansan da dipeyivin.
Yanî pir ne dûr e ku Tirkiyê emrê bûyereke wiha dabe. Çimkî Fransa xwe zêde tevî mesela Sûriyê û kurdan dike. Li Sûriyê û li Îraqê li Daîşê dixe û piştgiriyê dide kurdan. Û ev jî bi Tirkiyê pir ne xweş e...
XXX

Pûtîn gotiye, ”Emê li bende nesekinin heta dor were me.
Kîjan serokê ewrûpî wiha nefikire çû ji wan da.
Du hêz tenê bi rengekî cidî dixwazin koka Daîşê biqelînin, ew jî kurd û û Rûsya ye.
Hêvî dikim piştî qetlîama Parîsê serokên ewrûpî êdî cidîyeta meselê fêm bikin û bi xurtî herin ser Daîşê û hemû hêzên îslamî û dewletên li pişt wan.
Ne Daîş tenê, hemû hêzên îslamî, hemû cîhadçî, hemû îslamîstên radîkal ahlûkeyeke potansiyel in. Çimkî teror, qetil û kuştin ne wasite, armanca wan e. Û cihû û dinya xiristiyan jî ji xwe “kafir” in, heram in, lema ew jî neyarên wan yên daimî ne. Dibê ji ortê rabin…

Heta AKP li ser hukim be dawî li qetlîaman nayê

Serok û siyasetmedarên ewrûpî ya pir saf in ya jî newêrin bela xwe di Tirkyê bidin.
Heger ne wisa bûya ewê Daîş ji Tirkiyê cuda nîşan nedana.
Tirkiyê bi hezaran terorîstên Daişî ji her dera dinyayê li xwe top kir, ji derbasbûna wan ya Sûriyê ra çavê xwe girt.
Heger Tirkyê nexwesta û rê li ber wan bigirta yek terorîst jî nikanîbû derbasî Sûriyê bibûya.
Lê ji bo ku li dijî kurdan şer bikin Tirkiyê bi hezaran terorîstên Daîşê perwerde kirin, ew çekdar kirin.
Hemû serok û mezinên Daîşê û El Nusrayê û yên cîhadçiyên din li Tirkiyê dimînin.
Tirkiye di warê lojîstîk da her alîkariyê bi Daîşê ra dike, birîndarên wan derman dike, di avahiyên dewletê da dike mîvan.
Û ya herî dawî jî di bin navê mahcirên Sûriyê da dişîne Ewrûpayê. Tirkiye dixwaze Daîş li Ewrûpayê qetlîamên wiha bike ji bo ku li hemberî PKKê û PYDê piştgiriya Ewrûpayê bigre, ji bo ku PKKê û PYDê jî wek Daîşê bi Ewrûpayê bide qebûlkirin.
Erdogan ji Ewrûpayê ra dibêje heger hûn dixwazin li hemberî Daîşê ez bi we ra bibim alîkar, dibê hûn jî li hemberî PKKê û PYDê alîkariya me bikin. Dibê hûn nebêjin filan terorîst baş e, bêzirar e û filan bi zirar e û tahlûke ye.
Bi kurtî qetlîamên wiha di nava planên Erdogan  da ne, ewz dixwaze Daîş her roj qetlîamên wiha bike.
Ne ku  heta Sûriye wiha be, heta AKP li ser hukim be Daîş ewê bikanibe qetlîamên wiha bike...

XXX

Ferqa fransizan û tirkan
Xwedê neke heger hêzeke kurd li Anqerê qetlîameke wiha bikira, nuha tirkan çi anîbûn serê kurdan?
Heta nuha firansiyan pozê erebekî, misilmanekî jî xwîn nekirine.
Ferqa medeniyeta cîhana xirstiyan û ya misilman, ferqa tirkan û ewrûpian ev e.
Heger kurdan tiştekî wiha li Tirkiyê kiriba nuha bi hezaran kurd hatibûn kuştin.

14 november 2015

Terorîstên ereb Parîs kirin gola xwînê

Terorîstên ereb û dîndarên faşîst do bi şev li Parîsê qetlîameke mezin kirin, 120 kes bi wahşeteke mezin qetil kirin û bi sedan jî birîndar hene.
Do Diyarbekir, Surûc û Anqere bû, îro Parîs e. Hemû jî eynî hêz in, çeteyên Tirkiyê û Suûdî ne, bi destûr û emrê wan hereket dikin.
Ev qetlîam jî nîşan dide ku ereb û îslama wan bûye bela serê dinyayê û însaniyetê. Îdeolojiyeke ji hemû exlaqî û norman bêpar e.
Lema jî dibê hemû dinya li hemberî vê vîrusa pîs şerekî bêeman bike.
Li alî din ev qetlîam ne ya dawî ye, sibe dikane eynî tiştî li Stockholmê, li Londonê û li Berlînê jî bikin û ewê bikin jî.
Daîşê û dewletên li pişt wê(Titkiyê, Suûdî)bi hezaran qatil bi navê koçberên Sûriyê şandin Ewrûpayê.
Nuha bi dehhezaran qatilên Daîşê li kuçe û kolanên Ewrûpayê digerin û li bende wezîfe û emrên nuh in.
Bi minasebeta qetlîama Parîsê, Erdogan jî beyanek daye. Erdogan di beyana xwe da çalakiyên PKKê û kurdan ev qetlîama hovane kiriye yek, wek hev nîşan daye. Gotiye dibê meriv bi hev ra li hemberî van hêzan şer bike. Yanî PKK û Daîş yek e, çalakiyên kurd dikin û ev qetlîama terorîstan yek e.
Ev beyana Erdogan jî nîşan dide ku ew bi vê qetlîamê qet xemgîn nebûye, ew ne li dijî vî hovîtiyê ye.
Ew ne li dij e bi ber ku merivên wî ne, dostên wî ne...
Ji xwe dema Davutoglu wezîrrê karûbarê derve bû, gotibû ”Daîş ne rêxistineke terorîst e. Gurûbek însanên ji hêrsê hatine ba hev.”
Lê nuha bi dev dibêjin ”terorîst” e, lê belê ji bin da her alîkariyê pê ra dikin, hemû serok û kadirên wan li Tirkiyê ne, bi perê dewleta tirk kêf û sefayê dajon.
Lê ew çi bikin jî ewê biqedin, ev hovîtî keftelefta terorîstan ya dawî ye. Diyar e rizgarkirina Şengalê ereb û û Erdogan pir êşandiye, lema jî rojekê piştî wê ev qetlîam dan kirin.


XXX
Erdogan şirîkê terorîstên qetlîama Parîsê ye. Lê ewrûpî newêrin vê rastiyê bibêjin.
Ji alîkî da dibêjin ji bo ku Daîş were şikandin, dibê li Sûriyê ji erdê bajon ser Daîşê û şerê wê bikin.
Lê Tirkiye nahêle kurd herin ser Daîşê û wê ji Cerablûsê derxin. Tirkiye nahêle PYD zora Daîşê bibe.
Ev jî tê maneya Tirkiye Daîşê diparêze, Tirkiye nahêle Daîş were şikandin.
Lê ewrûpî newêrin herin ser Tirkiyê, newêrin bibêjin Tirkiye li pişt Daîşê ye.
Tiştek pir eşkere ye, heta AKP li ser hukim be, Daîş ewê tim qetlîamên wiha bike.
Çimkî piraniya serokên selafiyan, cîhadçiyan li Tirkiyê ne, terorîstên Daîşê li Tirkiyê şarge û perwerde dibin…

Berî xelkê dibê em xêra hev bixwazin


Dibê me kurdan û bi taybetî jî siyasetmedarên kurd piştî îşxala Şengalê û Kobanê fêm kiribe ku derûdora me, cîranên me hemû neyarên me ne, hemû gora me dikolin, heger ji destê kîjanî were ewê me di tasek av da bixeniqîne.
Xelasiya me di yekîtiya me da ye.
Heger em wek milet, ji kîjan fikrê, partiyê û siyasetê dibe bira bibe, ji kîjan beşî dibe bira bibe hêzên xwe bikin yek, dev ji neyartiya hev berdin di demeke nêz da bigihîjin azadiay xwe.
Dibê me ev yek êdî fêm kiribe.
Û ya din jî heger em piçekî biaqil hereket bikin Emerîka û Ewrûpa dikanin bibin mitefikên me yên STRATEJÎK. Şertan, tesadufan berjewendiyên me û yên wan kirine yek. Menfeeta me jî û Emerîka û Ewrûpayê jî di hevkariyê û hevpeymaniyê da heye.
Dibê em bi tu hawî ji dewletên kolonyalîst bawer nekin û bi soz wadên kesî nexapin. Ji wan ebeden ”dost” û ”xêrxwaz” çê nabe.
Dibê berê me tim û tim bi Xerbê da be, em bixebitin Emerîka û Xerbê bikin mitefikên xwe. Dibê em dev ji retorîka çep berdin û li xelasiya xwe bifikirin.

XXX
” Xwîn bi diranê gur bû. Bitirsin"!
Dewleta li Kurdistanê, li Farqînê tu ferqeke wê ji terorîstên Daîşê tuneye.
Tiştê terorîstên Daîşê do bi şev li Parîsê kirin, terorîstên Erdogan her roj li Farqînê, li Cizîrê, li Geverê, li Licê û li seranserê Kurdistanê dikin.
Lê wek qetlîama Parîsê nayê bihîstin.
Ferq tenê ev e.
Qetlîama do terorîstan li Parîsê kirin dinyayê bihîst, lê ya li Farqînê, Cizîrê hîn kesî nebihîstiye, kes nabihîze….
Terorîstên dewleta tirk li ser dîwarên Farqînê ji me ra wiha nivîsîne:
Kurdun dişîne kan deydî. Korkun!”
Yanî carê bîna xwînê hat me, lema jî bitirsin…
Hêzên dewletê yên nuha li Kurdistanê ne hemû jî faşîstên bijarte ne, yanî hemû jî gurên har yên devbixwîn in.
Lema jî li ser dîwarên me dinivîsin:
”Xwîn bi diranê gur bû, bitirsin”!
Hûn dizanin gava xwîn bi diranê gur dibe, gava bîna xwînê dihere gur, gur har dibe û hîn bêtir dikuje, hîn bêtir perçe dike.
Mesaja gurên Erdogan jî ev e, dibêjin carê bîna xwînê hat me, lema jî emê hîn zêde bikujin….
Û ji xwe Erdogan jî ji bo ku bêtir bikujin bi sedhezaran gurên har şandine Kurdistanê…


13 november 2015

Erdogan ji Ewrûpiyan xugê digre

Wezîrê karûbarê derve yê Emerîkayê John Kerry, li Enstîtuya Aştiyê ya Emerîkayê li ser rewşa Sûriyê û siyaseta Emerîka ya Sûriyê konferansek daye.
Di vê konferansê da Kerry hin tiştên ne li gorî dilê Tirkyê gotine.
Mesela gotiye, tenê ji sedî 15ê sînorê Tirkiyê di bin destê Daîşê da ye. Ji ber ku PYDê gelek erd ji Daîşê stendiye Kerry pozîtîf dîtiye.
Her wisa Kerrry gotiye, bi mutefikan ra planake wan ya paqijkirin Daîşê ji wan sînoran heye, lê di vî warî da zêde agahî nedaye.
Hêvî dikim ne plana Tirkiyê ya “herêma ewlekar” be. Tiştekî wiha îşxala Kurdistana rojava ye.
Li ser Daîşê jî Kerry tiştekî pir balkêş gotiye. Ev tespîta wî nîşan dide ku Emerîka tehdîdên Daîşê pir cidî digre.
Kerry gotiye:
“Emerîkayê Ji şerê Cîhanê Yekem û Duyem da ye bi çi ra şer kiribe, lîderên Daîşê wan tiştan temsîl dikin. Emerîka li dijminan nagere, lê belê hin wextên dijmin tên li me digerin çê dibin. Gava Daîş tiştekî dibêje, gava Emerîkayê, emerîkiyan û berjewendiyên Emerîkayê tehdîd dike, em dizanin ku ev tehdîdeke rast e.”
Ev şêla Emerîka di lehê me da ye, maneya xwe heta Daîş hebe Emerïka ewê li dij be. Ev jî ne li gorî menfaetên Tirkiyê ye. Çimkî halîhazir hukûmeta AKPê mutefikê Daîşê yê herî nêz e...

XXX

Bi Xwedê Erdogan bi koçberên ereb û misilman hemû welatên Ewrûpaya rojava êsîr girtine, ji hemûyan, ji Yekîtiya Ewrûpa xûgê distîne. Wiha dom bike Swêd dikeve destê ereban. Ez dibêjim ev planeke nuh ya îşxala Ewrûpayê ye.
Hin serokên ewrûpiyan tahlûke dîtin û tedbîrên xwe girtin, lê welatên wek Swêd hîn plana Tirkiyê û Suûdî fêm nekirine, hîna haya wan ji bayê felekê tuneye.
Lê dema fêm bikin jî ewê pir dereng be…

Mizgîna min li we, Şengala pîroz hat rizgarkirin!


Li gorî xebera Rûdawê, Şengal nuha bi temamî ji qatil, celad, pîs û mîkrobên ereb hatiye paqijkirin û kontrola bajêr nuha di destê hêzên pêşmergeyan da ye.
Pêşmerge ketiye nava bajêr û li ser avahiyên resmî û gelek derên din ala rengîn bi nazenînî û bi serbilindî hêl dibe û ji kêfan bi kurdan ra çav qurç dike.
Rizgarkirina Şengalê li gelê êzdî, li pêşmergeyên dilêr û li hemû li miletê kurd pîroz be!
Îro cejneke netewî ye, emê bi dilşadî vê cejnê pîroz bikin.
Lê li aliyê din Farqîn di bin îşxala artêşa tirk da ye.
Ev 11 roj in gelê Farqînê di hunduran da zindankirî ye.
Gelê kurd û gelek parlamenter û siyasetmedarên HDPê bi mêrane li hemberî vê teror û îşxla dewleta tirk li ber xwe didin.
Em ne di nava wan da bin jî dilê me, hestên me, hişê me li Farqînê ye, bi gelê Farqînê ra ye.
Bi hêviya rojekê em rizgarkirina Farqînê jî bibînin û wiha pîroz bikin.
Ji xwe piştî vê îşxalê û cenga mezin dibê PKK êdî dev ji siyaseta ”Tirkiyetiyê” û partiya Tirkyê berde û azadî û serxwebûna kurdan bike hedefa xwe.
Ya na ev şerê nava bajaran ji bo çi tê kirin û ev xwîna keç û xortên kurd ji bo çi tê rijandin…
Piştî êrîşên ser Cizîrê, Licê, Geverê û Farqînê dewleta tirk bingeha jiyaneke mişterek ji ortê rakir, êdî ne mimkûn e ku hertişt wek berê bibe, kurd û tirk dîsa wek berê dom bikin…

XXX

Mîr Tehsîn Beg gotiye:
"Piştî azadkirinê divê Şengal bi Kurdistana Federe ve were girêdan..."
Sedîsed dibê wiha be, heger wiha nebe êzdî hertim di devê topê da ne, her tim eynî îşxal dikane dubare bibe.
Bêyî stara Kurdistana Federe tu kes nikane Şengalê û êzdiyan biparêze.
Lema jî dibê hemû êzdî jî vê daxwazê bikin û neyên lîstikên der û doran.

12 november 2015

Azadkirina Şengalê li gelê êzdî û li pêşmergeyên qehreman pîroz be !


Azadkirina Şengalê, berî her kesî li gelê êzdî yê cefakar û qehreman û li pêşmergeyên canfîda û li miletê kurd pîroz be.
Ez bawer dikim heta rojekê du roja Şengal ewê tevayî ji çeqel û çuqûlên û qatilên îslamî, ereb û tirk were rizgarkirin.
Heta nuha pêşmergeyan zirareke mezin nedaye, hêvî dikim ev rewş berdewam be.
Li gorî medyaya başûr dinivîse qatilên Daîşê zêde li ber xwe nedane û zayiatek mezin dane. 
Lê nava bajêr ji çeteyan hîn bi temamî nehatiya paqijkirin. Heger îşev liberxwdanekê nekin bi îhtîmaleke mezin sibe ewê seranserê Şengalê were girtin.
Ez ji nuha da vê zafera hêzên pêşmerge pîroz dikim û ji hemû şervanên kurd ra serketinê dixwazim
Di vê nabênê da şêla medyaa PKKê dîsa dev ji pîşikê xwe yê berê bernedaye.
Di sîteya ANFê da li ser rizgarkirina Şengalê bi dehan xeber hene, lê tu dibêjî belkî 15- 20 hezar pêşmerge qet ne di şer da ne, hêzên hevpeyman tew tiştekî nakin, her kes li mala xwe rûniştiye, here were ”Gerîlayên HPGê, YJA Star û hêzên YBŞ û YPJê” di şer da ne, tenê ew şer dikin. Û wan Şengal rizgar kiriye.
Heyran heger bi rastî hûn li wir û şer dikin mala we ava, em spasdarê we ne. Lê bi qasî xuya ye îcar û ne di nav aşer dane, heger di şer da bin jî hejmara gerîla hindike, ne ji sedî 4-5ê pêşmergeye.
Normal e, qala gerîla bikin, lê ne ku pêşmerge, hêza esas îro li wir şer dike înkar bikin, tune nîşan bidin.
Şerm e, her tişt li ber çava ye, her kes dibîne kî şer dike.
Lê mixabin, kurmê şîrî heta pîrî, meriv çi bibêje jî rast nabin. 
Bi texmîna min kesên ANFê da xeberên li ser Şengalê çê dikin ne kurd in, ne xêrxwazê kurdan e, tirk in. Li dû fêsadiyê ne.
Di rojeke wiha girîn da jî weşaneke dilê meriv ji hev sar bike, weşaneke fîtnewarî dikin.

Li alî din heger gerîla jî beşdarî operasyona îro bûne bêguman dibê ew jî neyê înkarkirin. Helbet her kes dizane gerîla berê çûye hawara gelê Şengalê û xwîna xwe rijandiye. Ev rast e. Lê mijar operasyona îro ye.
Lê ya muhîm û esasî rizgarkirina Şengalê ye.

XXX

Operasyona rizgarkirina Şengalê dest pê kir
Operasyona rizgarkirina Şengalê bi serfermandariya serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî vêsê destpê kir. 
Miletê kurd ji zûda ye li bende vê rojê bû. 
Bi hêviya hêzên pêşmerge bi zirareke kêm Şengalê rizgar bikin û gelê me yê êzdî vegere cî û warên xwe. 
Di van rojên giran da hewcedariya kurdan bi serketineke wiha heye.
Ji nuha da ez serketina hêzên pêşmerge pîroz dikim.

Erdogan dûpişk e


Musebîbê şerê Sûriyê û peydabûna vê felaketa mezin ya koçberan Erdogan e.
Organîzatorê vê koça mezin ya ser Ewrûpayê Erdogan e.
Yê ji Afganîstanê, Sûriyê, Îraqê, Îranê, Pakîstanê, Bengladaşê û ji gelek welatên Afrîka û Asyayê bi sedhezaran koçber bi riya çeteyan dide top kirin û rêdike ser Ewrûpayê Erdogan e û çeteyên hukûmeta wî ne.
Mêrik bi şantaja koçberan him ji Almanyayê û ji Yekîtiya Ewrûpayê bi milyaran xûg girt, ji bo ku koçberan neşîne, lê him perê xwe girt û him jî rojê dîsa bi hezaran însanan dişîne.
Erdogan ji mar jî xerabtir e, dûpişk e, çavkaniya hemû pîsiyan, nerindiyan û xerabiyan e.
Dûpişk tu carî kedî nabe, tu çiqasî çêyê pê bike jî ewê bi te vede, nikane pê venede, di tebîeta wê da xerabî heye.
Ji bo Ewrûpa, dinya û kurd rehet bikin dibê Erdogan û hukûmeta AKPê ji ser hukim da bikevin.
Esas heta dewleta tirk hebe ji Ewrûpayê û ji kurdan ra rehetî tuneye.
Heger ewrûpî dixwazin rehet bikin dibê vê dewleta pînc û virnî û ceberrût ji ortê rakin.
Ewrûpî çi bikin jî ev tirkên faîşst û panturkîst baş nabin, ew xwediyê pîşikê xerab in, pînc in, durre ne, ewê tim û tim xerabiyê bikin.
Çimkî heyvanê wan ne paqij e, her jahr û zuqûm di heyvanê dan da heye.
Miletekî sexte ye, naylon e, wek buçeyekepînekirî ye, miletekî bê kultur û bê medeniyet e.
Lema jî merivên hewaqasî zalim , fêsad, gelac, nerind û şîrheram in
Lema jî milyon û nîv ermenî qetil kirin.
Bi milyonan rûm bi bêbextî û ji erd û avên wan derxistin û li ser milk û malên wan rûniştin.
Nuha jî dor hatiye me kurdan.
Tiştên anîn serê rûm û ermeniyan dixwazin bînin serê me kurdan jî.
Formulärets överkant


11 november 2015

Erdogan li ser serê me bûye ”Delî Dumrul”


Dibêjin di wext û zemanekî da tirkekî bi navê Delî Dumrul(Dumrulê Dîn)hebûye. Li ser çemekî miçiqî pirek çêkiriye, ji kesên ji ser pirê derbas bûne 30 quriş û ji yên derbas nebûne jî bi zor 40 quriş stendiye.
Erdogan jî li ser serê me kurdan bûye Dumrulê Dîn ”Delî Dumrul”. Mêrik gotiye, ”kes nikane derbasî wî aliyê Ferêt bibe.”
”Kes”, yanî kurd.
Gava kurd bixwazin derbasî rojavayê Ferêt bibin, dibê ji Erdogan destûrê bigrin.
Ew viya ji Daîşê, ji El-Nusrayê û ji El Qaîdê ra nabêje.
Çimkî bêyî kurdan ew ne li dijî tu kesî, tu hêzê ye.
Tenê neyarê kurda ye.
Bi şerê Sûriyê ra ev neyartiya Erdogan ya kurdan başeşkere bû.
Ji xwe Daîş û çeteyên din li herêma Cerablûsê ne, Erdogan ji wan qet ne aciz e. Ji wan ra nabêje ji wir derkevin.
Lê gava kurd dixwazin Daîşê û çeteyên din ji wê herêmê derxin Erdogan aciz dibe û kurdan tehdît dike, dibêje ”hûn nikanin derbasî wî aliyê Ferêt bibin!
Ji ber ku mêrik li ser serê me kurdan xwe wek Dumrulê Dîn(Delî Dumrul)dibîne, lema xeracê ji me dixwaze, lema me tehdîd dike.
Heqî wî tuneye ji kurdan ra wiha bibêje, mesele çavbirîn û çavsorî ye. Li gorî hemû qanûn û peymanên navnetewî ev tehdîda wî midaxeleyî welatekî din e.
Lê ji ber ku yên tên tehdîd kirin kurd in lema jî Erdogan pir bêperwa hereket dike.
Ne PKK û PYD tenê, dibê her kurd ji Erdogan ra bibêje çi îşê te pê heye kurd li Sûriyê çi dikin çi nakin?
Tu bi kîjan mafî kurdan tehdît dikî?
Tu bi kîjan mafî ji kurdan ra dibêjî ”hûn nikanin derbasî wî aliyê Ferêt bibin”?
Wir welatê kursda ye, di bin îssxalê da ye û helbet kurd ewê welatê xwe rizgar bikin. Ev mafekî kurdan yê herî rewa ye.
Çima tu eynî tiştî ji Daîşê û çeteyên din ra nabêjî?
Bi îhtîmaleke mezin Erdogan vê çavsoriyê bi destûra Emerîka û Ewrûpiyan li hemerî kurdan dike. Heger Emerîka û Ewrûpayê çavên xwe ji şerê Erdogan yê li hemberî kurdan ra negirtana Erdogan nikanîbû ev zirtên han bida xwe, nikanîbû Farqîn, Gewer, Lice û Cizîr bişewitanda.
Erdogan dizane ew çi bîne serê kurdan kes dengê xwe nake, ewê jê ra bibmîne.
Lema jî mêrik li der û li hundur bi hemû hêza xwe dajo ser kurdan û gund û bajarên me dide ber topan.
Lê Erdogan çi bike jî kurd ewê çeteyên Erdogan ji welatê xwe derxin û Efrîn û Kobanê bigihînin hev.
Erdogan çi bike jî kurd ewê li bakur azad bibin.
Erdogan û yên berî wî demekê ji kurdên başûr ra eynî tişt digotin û ”xetên sor” datanîn. Lê kurdên başûr hemû tehdît û xetên wan yên sor pûç kirin û dawiya dawî gihîştin azadiya xwe.
Tiştê li başûr bû, zû dereng ewê li rojava jî bibe, li wir jî gelê me ewê bigihîje azadiay xwe.


Hin kurd êd bi çavê dijmin li kurdan dinêrin

Gelek kurdên bûne heval û dilxwazên neyar êdî ne bi çavên xwe, bi çavên djimin li bûyerên li Kurdistanê diqewimin dinêrin û bi hstên dijmin his dikin.
Lema jî li hemberî hewqas zulm û wêrankirina bajarên kurdan yek bi yek kor û bêûjdan in. Tu zulmeke dijmin tesîrê li dilê wan, li ûjdanê wan neke.
Dilê wan jî, ûjdanê wan jî wek yên Erdogan bûne kevir.
Heger ne bi çavên dijmin, bi çavên kurdan û bi hestên kurdan li bûyeran, li zulma dewleta tirk binêriyana ewê wiha bêdeng nemana, ewê hîn jî ne hevalên AKPê bûna.

XXX
Hin kes hene ne bi fikrên xwe, bi navên xwe meşhûr bûne. Fikir vala be jî nav pere dike.
Hin kes jî bi navê bavê xwe û hin kes jî bi navê partiya xwe ya salên xortaniyê meşhûr in û ji vir û wir pariyek nan dixwin.

XXX
Farqîn ev 9 roj in di bin agir da ye. Dewlet taxên bajêr topbaran dike. Helîkopter taxan gulebaran dikin. Dewlet li Farqînê li hemberî xelkê siwîl herbeke mezin daye destpêkirin. Dibê em bêdeng nemînin,

XXX
Heta ku em bindest û bêdewlet bin çi dîndar çi ataîst, çi feqîr çi zengîn, çi jin çi mêr, çi rast çi çep, çi gundî çi bajarî, çi muhafazakar û çi jî laîq ewê destê me wiha tim di kelemçê da be.
Heger em dixwazin tirk hew destên mêr û jinên me li kelemçeyan xin dibê em dev ji şerê hev yê îdeolojîk û diyasî berdin û li hemberî vê dewleta ceberrût bibin yek û bi hev ra doza azadî û serxwebûna xwe bikin…


XXX
Mêrik çûbû mîvaniya cîranê xwe. Gava derî vekir û dikira têketa hundur hewşê, kûçik li hewşê çûyê, bi ewtîna kûçik ra sekinî. Di wê esnayê da yek ji wir derbas dibû jê ra got:
-Netirse, kûçikê bireye ranahîje meriv.
.Mêrik got:
-Baş e lê heger kûçik vê gotina pêşiyan nizanibe…

10 november 2015

Em kurd zû bi zû biaqil nabin

Gotineke Benjamin Franklin ya pir xweş heye, gotiye:
”Trajediya jiyanê ya herî mezin meriv zû kal û pîr dibe û pir dereng biaqil dibe.”
Tu dibêjî belkî camêr ev gotin ji bo me kurdan kiriye. Bi rastî jî kurd zû bi zû, hinek tew heta mirinê jî biaqil nabin. Kêmaqil tên dinyayê û kêmaqil ji dinyayê koç dikin.
Ev jî trajediya me kurda ye…

XXX
Nimûneyek ji mirwariyên(înciyên)kevn
Li gorî tê gotin Bernard Shaw û Churchill tim bela xwe di hav dane, di her fersendê da xîç û carnan jî gome avêtine ji hev da.
Rojekê Bernard Shaw, Churchill dawetî galaya(şeva pêşî) lîsitekek xwe kiriye. Bi dawetnameyê ra jê ra notek jî şandiye:
-Ez dawetnameyek ji bo du kesan ji we ra dişînim. Hûn dikanin dostekî xwe jî bi xwe ra bînin. Lê heger dostê we hebe !
Churchill, tavilê ev bersîv ji Shaw ra şandiye:
-Çi heyf, ji ber ku wê şevê min soz daye dereke din ezê nikanibim werim li lîstika we temaşe bikim. Şeva duduyan dikanim werim, lê heger lîstika we şeva duduyan jî bilîze…

XXX

Li Tirkiyê dijminên kurdan hewqasî pir in, hewqasî in meriv nizane bersîva kîjan bêşerefî bide ya kîjan bênemûsê nede...

Hukûmeta AKPê Kurdistanê dişewitîne


Li Farqînê terora dewleta tirk berdewam e. Ev 8 roj in hukûmeta AKPê derketina derve li gel yasax kiriye. Ev 8 roj in gel di hunduran da tî î birçî ye. Ev 8 roj in dewlet li Farqînê teroreke mezin dimeşîne, do du kes kuş tin. Kes nizane îro çend kes kuştin.
Lê medyaya tirk, dîndarên tirk, çepên tirk, misilman û komunîstên tirk, ”Gezîciyên” tirk li hemberî vê wahşetê bêdeng in, fena ku li Farqînê ev 8 roj in însan ne di hunduran da ne hefsî ne. Fena ku li Farqînê tu bûyer û tu problem tuneye.
Li Gevgerê jî dewlet eynî terorê dimeş îne, li wir jî şerekî giran heye.
Heger eynî tişt ne li Farqînê û Geverê, li Xezayê bibûya û yên tên kuştin ne kurd, filistînî bûna medyaya tirk nuha qiyamet rakiribû, rast, çep, dîndar û ”Gezîciyên” tirk nuha daketibûn kolanan û zulm û terora Îsraîl protesto dikirin.
Lê ji ber ku welat Kurdistan e, bajar yên kurdan in û yên tên kuştin jî kurd in, qet ne xema kesî ye, qet ne medyaya tirk e, qet ne xema çep û dîndarên tirk e, her kes kerr û lal e…
Ji ber ku hemû jî dixwazin dewlet kurdan baş bikuje, baş terorîze bike, baş serkut û çavtirsiyayî bike.
Lema kes dengê xwe nake. Medyaya tirk heta leşker û pûlisek neyê kuştin bûyerên Kurdistanê êdî wek xeber jî nade.
Li hemberî zulm û terora dewletê derketin ne kar û wezîfeya PKKê, HDPê te nê ye, dibê hemû, dezgeh, hêz û partiyên kurd, hemû rîsipî û siyasetmedarên kurd bi hev ra li dijî vê terora dewleta tirk rawestin û piştgiriyê bidin gelê farqînê, Geverê, Licê…


09 november 2015

Dewleta tirk ji me kurdan ra dibêje ya hûnê bi rehetî bibin tirk ya jî emê bi zor we bikin


Dewleta tirk ji roja ava bûye û vir da ye du alternatîv daye ber me kurdan, ya emê bi rehetî asîmîlasyonê qebûl bikin û bibin tirk ya jî ewê bi zor bi me bidin qebûlkirin.
Yanî ya emê asîmîlasyonê û tirkbûnê bi rehetî qebûl bikin û ji zulmê û kuştinê xelas bibin û bêyî teqûreq bibin tirk, ya jî emê îtîrazî asîmîlasyonê û tirkbûnê bikin û werin girtin, werin kuştin û terorîzekirin.
Çareseriya dewleta tirk pêşkêşî PKKê dike ev e; ya bi rehetî teslîm bibe ya jî emê bi zor te teslîm bigrin.
Heger em alternatîva ”rehet”, yanî doza azadiyê û xelasiya ji bindestiyê nekin û asîmîlasyon û tirkbûnê qebûl bikin, weleh ewê zulmê jî li me nekin, me nekujin û bajarên me jî wêran nekin.
Lê heger em kînga û bi pêşengiya kê jî îtîrazî asîmîlasyonê û tirkbûnê bikin, weleh ewê me bikujin û bajarên me jî wêran bikin.
Çaxa PKK tunebû jî tirkan tim ji kurdan ra eynî tişt gotiye, ya teslîm bibin û bibin tirk ya jî emê bi zor we bikin tirk.
Ji pêşeng û serokên tevgera Şêx Seîd ra jî, ji serokê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa ra jî û ji Seyid Riza jî eynî tişt gotin; ya teslîm bibin û bi rehetî tirkbûnê qebûl bikin ya jî emê bi zor we bikin tirk.
Rastiya mesele ev e. Dibê em vê rastiyê bibînin û li gorî wê PKKê rexne bikin.
Yanî ya ewê zora me bibin û me bikin tirk ya jî emê zora wan bibin û kurd bimînin.

XXX


Yawşax !
Mîne Kirikkanatê nizanim çima, lê li Sirri Sureya Onder muxbîriyeke derengmayî kiriye, gotiye pênc sal berê rojekê min jê pirsî, ”gelo tirk û kurd ewê ji hev veqetin?”
Onder jî gotiye:
”Niç, genê wan yê mişterek yawşaxî ye. Venaqetin !”
Li gorî ferhenga tirkî, maneya ”Yawşax/yawşak” ya pêşî nûtik e. Maneyên din jî ”geveze, şalûz” e.
Bi dîtina min di teşbîha mêrik da para rastiyê heye, heger kurd ne ”yawşax” bûna yawşaxên wek wî nedikirin wekîlên xwe.
Lê bi vê minasebetê ez him maneya ”yawşaxa” tirkî ya pêşî fêr bûm û him jî navê nûtikê hat bîra min.
Di zaroktiya min da zivistanan rişk û sipî û nûtik diketin me, serê me, nivînên me tije nûtik û sipî dibûn.
Nuha rişk jî, nûtik jî û sipî jî bûne tûtya...
Rişk, hêka sipiyê ye, nûtik jî çêla sipiyê ye.

Farqîn kirin Kobana duyem

Ev 6 roj in dewlet li Farqînê zulmeke mezin li gel dike. Ev 6 roj in le¨ker bi tank û topan 3 taxên bajêr topbaran dikin, xaniyekî saxlem nemaye.
Ev 6 roj in li 3 taxan ne av heye û ne jî elektirîk, milet di hunduran da tî û birçî ye, kes nikane serö xwe bişo.
Yanî bi kurtî kûmeta AKPê li hemberî kurdan herbeke mezin dimişîne û haya dinyayê jî ji vê herba Tirkiyê ya li hemberî kurdan tuneye.
Rewşa Farqînê ji Kobanê ne çêtir e. Li Kobanê çeteyên AKPê å Daîşê êrîş dibirin ser milet û bajar dabûn ber topan, li Farqînê eynî tiştî leşkerên dewletê bi xwe dikin.

XXX

Ji bo ku CHP bikanibe bibe alternatîfa AKPê dibê Kiliçdaroglu ji serokatiya CHPê were dûrxistin.
Tirkên sûnî rayên xwe nadin kurdekî elewî. Dixwaze bira eslê xwe înkar bike û bibêje ez tirk im.
Tirkên dîndar rayên xwe nadin elewiyekî. Ew rayên xwe didin xwe, çimkî kara wan tê da heye, naxwazin nîhmetên îktîdarê wenda bikin.
Elewiyên tirk rayên xwe nadin elewiyekî kurd. Ji ber ku tirk jê hez nakin, ji ber ku ne ji wan e. Ne tîpekî bibe serok, ne merivekî karîzmatîk e.
Kurd rayên xwe nadin CHPê û Kiliçdaroglu, ji ber ku hemû partiyên kurdan ji CHPê û hemû serokên kurdan ji Kilaçdaroglu baştir in.
Yanî heta ku Kiliçdaroglu serokê CHPê be rêjeya rayên CHPê ewê tim li dora ji %25 be, dikane kêm bibe lê ewê tu carî zêde nebe.

08 november 2015

Yên dewletê nexwazin bindestiyê dixwazin

Li Kurdistana bakur kurd bi xwe dihesin, bi rengekî ne zelal û şaşomaşo be jî qala hin mafan dikin, qala xweîdarekirinê dikin.
Dewlet ji vê şiyarbûn û daxwaza kurdan pir nerehet e, naxwaze kurd qala mafên netewî û xweîderekirinê bikin.
Ji bo ku kurd zêde pêş da neçin dewlet kurdan bi bêmerhametî dipelçiqîne, serkut dike.
Sebebê qetla kurdan ev e, hedîse ev e.
Şelafî û sozên "em dewletê naxwazin" ewê dewletê nerm û êrîşan kêm neke. Dibê meriv tîk bisekine û xwe pîs neke.
Kurd dewletê dixwazin, dibê bixwazin, heger nexwazin û nebin xwedî dewlet halê wan ewê tim ev hal be, copên tirkan ewê tim li ser serê wan be.

XXX

Çeteyên Erdogan û Davutogluyê sofî, dîndar û misilman li Farqînê mala Xwedê kirine axur.
Çimkî her tiştê kudan, heta mizgeftên kurdan jî ji bo wan hedef in, dibên wek dêrên ermeniyan werin wêrankirin û bibin axur...
Dibê hemû kurdên dilxwaz û zilamên AKPê yên veşartî û eşkere, hemû wekîl û wezîrên AKPê yên kurd vî rismî çarçewe bikin û li mala xwe bi darde kin.
Hemû kurdên zilam û xulamên Erdogan û Davutoglu, emê vê hevalbendiya we ya bi van neyarên hov û xwedênenas ra tu carî ji bîr nekin...

07 november 2015

Me 40 sal zewac li pey xwe hîşt



Do li ciyê kar ji nişkave ez fikirîm ku tam ev 40 sal in ez zewicîme.
Yanî  îsal 40 saliya zewaca me ye.
Lê ne haya min jê hebû û ne jî haya Hêvî xanimê.  Do hat bîra min û min jê ra got:
“Xatûn, ma tu zanî  îsal 40 saliya zewaca me ye?
Di bin çavan ra li min nêrê û got:
”Tew, xwena te dît bi xêr be!”
Bersîveke pir xweş e, bi rastî  ma emê çi bikin, ma emê rabin bireqisin?
Lê axir 40 sal ne hindek e, di van 40 salên borî da me gelek derdê hev kişand û helbet ji min bêtir wê zêde derdê min kişandiye.
Di pê min  ra bi salan ew bi du zarokên xwe ra tenê ma û dû ra jî piştî gelek zor û zahmetî xwe li sînor û mayinan qeliband û hat Swêd.
Wek hinekan dilê me neket hev, em piştî evîneke platonîk nezewicîn.
Me li gor kultur û adeta civatê hereket kir û xwe bi serî kir.
Ez nuxuriyê diya xwe bûm, 25 salî bûm û li gorî usûl û qaîdeyên civata me dibê ez bizewiciya ma. Diya min murweta ewladê xwe bidîta û bibûya xwedî bûk û nevî.
Û ji xwe min jî wisa kir.
Diya min ji min ra keça pismamê me Hêvî xatûn dît.
Ji xwe min jî biryara xwe dabû bi keçeke ne bajarî, bi yaka gundî ra, dibê bîna rêxê ji destên wê were bizewicim.
Berî bi Hêviyê  ra bizewicim, li bajêr bi xwişka hevalekî me ra dergîstî bûbûm.
Lê dû ra, piştî çend mehan ez poşman bûm û min got ez naxwazim. Welhasil me nîşana xwe xera kir û diya min îcar keçeke gundî, Hêvî dît.
Helbet me hev û du nas dikir, ez carnan diçûm gund û min bi dizî çavê xwe berdabûyê.
Ez serê weneêşînim diya min çû ji min ra xwest.
Çawa xwest, kî bi xwe ra bir, qelinê wê çuqas bû nuha nayê bîra min.
Titştê tê bîra min ne roja xwestinê û ne jî roja zewaca me, bavê min ne li mal bû.
Bavê min wan salan ji xwe tim ne li mal bû, piştî çinînê genimê xwe difrot, perê xwe bera bêrîka xwe dida û dû ra jî berê xwe dida Anqerê û kêf û sefayê.
Piştî xwestinê bi demeke kin bi bêdengî, bêyî dawet mawet em zewcî in.
Demsal buhar bû, xanim dibêje “mehreş” bû, îcar mehre kîjan meh e ez nizanim.
Ji ber ku em bê dawet, bêyî helahop zewicîn, lema jî rismekî me yê bûk û zavatiyê tuneye.
Zarokên me ewê tu carî nikanibin rismekî diya xwe di nava kincên bûkaniyê da bibînin.
Ez bibêjim ev yek ji min re qet nebûye derd derew e, min gelkî dixwest nuha rismekî me yê dawetê yê bûk û zavatiyê hebûya.
Lê em çi bikin jiyanê, tesadufan,  qederê ew nekir qismetê me.
Wek min got dilê me neket hev, em piştî evîneke mezin ya destanî  nezewicîn, diya min ji min ra dît, got ev keça meriva me ye, baş e û min jî qebûl kir.
Ji xwe wê demê ya muhîm ne dil û evîn bû, zewac bû, dibê meriv bi dil ya jî bêdil bizewiciya û min jî wer kir.
Lê li gel vê adeta kevin jî me ji hev hez kir, ez wê nizanim lê ez bi xwe ne poşman im.
Meriv dikane bi zewaceke wek ya me jî bextewar bibe, ji hev hez bike.
Em bê dawet zewicî in û me heta nuha jî tu carî zewaca xwe pîroz nekir.
Lê em binêrin, heger gelşek dernekeve nêta min heye serê salê ji bo çend rojan em berên xwe  bidin derekê û  40 saliya zewaca xwe pîroz bikin…

Bira meriv xwedî welat û al be bira tûrê parsê li mil be



Bira nuha Kurdistaneke serbixwe hebûya, bira ez lê himal bûma, tozcî bûma.
Dixwaze bira bi milyaran perê min hebe, xwedî qesir û qanax, bax û baxçe bim, piştî ku ez bêwelat û bindest bûm, piştî ku ez û zarokên xwe bi pasaportên xelkê xeriyan, ez çi bikim bi wî pere yî, bi wê hebûnê…
Bindestî, bêwelatî, mahcirî, pêsekiniya xelkê heger meriv bîr bibe ne xweş e, dibê meriv biêşîne, dibê meriv ji xwe şerm bike, li ber xwe keve.
Dema meriv ji bindestiyê, ji mahciriyê û pêsekiniya xelkê şerm neke, pê neqehere meriv mexlûqekî ruhkole ye, bêheya ye, însanekî beradayî ye…
Bira meriv xwedî welat û al be, bir atûrê parsê li mil be

XXX
Ez her roj difkirim, lema jî her roj dinivîsim. Kînga min dev ji fikirandinê berda ezê dev ji nivîsandinê jî berdim.

XXX
Şairê romayî Horatius gotiye, ” Heger hûn dixwazin bibin nivîskar binivîsin.”
Ev gotin ji bo kesên dixwazin bibin nivîskar rast e. Lê ev nayê wê maneyê her kesê dinivîse dixwaze bibe nivîskar.
Ez naxwazim bibim nivîskar, ne li pey navê nivîskariyê me, lê dîsa jî dinivîsim.
Armanca min ya esasî ne nivîskarî ye, rizgarbûna ji bindestiyê û şabûna bi azadiyê ye.

XXX
Qatilên 21 kesan qumandarê JITEMê Cemal Temîzoz û koricî Kamîl Atak bi 8 sûcdarên din ra ji alî mahkimeya Eskişehîrê ve ji hemû sûcan hatin beratkirin.
Temîzoz û çeteyên xwe di nabêna 1993-1995a da li Cizîrê 21 kes kuştibûn.
Diyar e Davutoglu ji bo ku Cemal Temîzoz û qatilên din di ”Torosên Spî” da wezîfedar bike lema hemû dan beratkirin.
XXX
Rojnameyên Tirk
Rojekê kurdekî ji dêlî pêşmalê, rojnameyeke tirkî li nava xwe digerîne û dikve himamê. Yên vê yekê dibînin matmayî dimînin, dibêjin, malneket ev çi mesele ye?
Ew jî dibêje:
-Hûn dizanin rojnameyên tirk pir derewan dikin, her tiştî mezin dikin. Min got belkî "mêrikê” min jî hinekî mezin bikin…
Formulärets överkant


05 november 2015

Hukûmeta AKPê li hemberî kurdan haziriya şerekî mezin dike

Wezîrê karûbarên derve yê Tirkîyê Ferîdûn Sînîrlioglu, li Hewlêrê gotiye:
” Di rojên pêş da plana me heye em di warê leşkerî da herin ser Daîşê. Hûnê bibînin...”
Ev gotinên Sînîrlioglu tê maneya Tirkiye haziriya îşxala Kurdistana rojava dike. Di bin maskeya operasyona li dijî Daîşê da ewê êrîşî ser PYDê û kurdan bikin. Armanca wan him Efrîn û Koban negihîjin hev û him jî nehêlin kurd li Sûriyê bibin xwedî maf û statu.
Ji xwe çend roj berê Erdogan got, ew naxwazin “li bakurû Sûriyê jî tiştekî wek bakurê Îraqê bibînin.”
Yanï naxwazin kurdên Sûriyê jï wek kurdên Îraqê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiay xwe.
Îcar “operasyona li dijî Daîşê” vireke mezin e. Armanc kurd in, tasfiyekirina PYDê û kurda ye. Daîşê girêdayî artêşa Tirkiyê ye û ji alî hukûmeta AKPê ve tê îdarekirin.
Erdogan sibe emir bide Daîş ewê ji Sûriyê derkeve. Daîş li ser daxwaza Tirkiyê li Sûriyê û li Îraqê li hemberî kurdan şer dike.
Tirkiye kînga bixwaze dikane Daîşê bide rawestandin.
AKP bi xêra kurdên bêxîret û ruhkole di 1ê mijdarê da careke din hat ser îktîdarê. Erdogan û Davutoglu êdî ne motajî rayên kurdan e, êdê bi rehetî dikanin dest bi girtin, kuştin, bombebaranên ser kurdan bikin.
Êdî bi rehetî dikanin êrîşên ser PYDê û kurdên Sûriyê bikin.
Kurdên ray dan van çete û qatilan bira destên xwe jî û derên xwe yên din jî hine bikin.
Çavên wan ronî be, artêş û polîsên AKPê rojê çend kurdan dikujin, dîsa li gelek bajaran derketina der îlan dikin, her roj bi dehan kesî digrin.
Û ev êrîş, girtin û kuştin mixabin ewê dom bikin, dibê em viya bizanin û li gorî wê tedbîrên xwe bigrin û hêzên xwe bikin yek.
Dibê hemû kurd, hemû partî li hemberî van êrîşên hukûmeta AKPê derkevin, protesto bikin û herin hawara gel.

04 november 2015

Dibê meriv tu carî, ema tu carî bêhêvî nebe


Di rojên herî teng da jî miheqeq tiştekî meriv bike, micadeleyeke meriv bide heye.
Lema jî netîceya hilbijartinên 1ê mijdarê dibê me qudûmşiketî û bêhêbvî neke.
Li gel hewqas zulm, teror, kuştin û gefên dewletê, gelê me dîsa jî bi mêranî li ber xwe da û hevalbendiya neyar û ya partiya wî AKPê red kir.
Li Kurdistanê piçek zêdebûna rayên AKPê bi saya bertîl, sextekarî û manîpulasoyên dewletê ye.
Yanî di rastiyê da AKPê li Kurdistanê rayên xwe zêde nekiriye, li gorî carên berê bêtir bertîl daye kurdên xulam û bêtir sextekarî kiriye, bêtir ray dizî ye...
Em bi heq in, ew neheq in.
Em mezlûm in, ew zalim û zorba ne.
Lema jî ne em, bira Erdogan û kurdên xulam û zilamên wî bitirsin.
Ew cuqas zulmê bikin jî, her roj xwîna me û zarokên me biherikînin jî, her roj gund û bajarên me bişewitînin jî, hemû gorristanên me wêran bikin jî emê newestin, emê dev ji micadela azadiyê û serxwebûnê bernedin.
Zû dereng emê zora zalim û îşxalkaran û heval û xulamên wan bibin.
Ew roj zêde ne dûr e.
Bîna xwe fireh bikin û hinekî din jî xwe bidinê.
Zalim, dîktator, neheq, îşxalkar miheqeq wenda dikin, tim wenda kirine û li Kurdistanê jî ewê ji vê aqûbetê xelas nebin.
Mezlûm û bindest meheqeq bi ser dikevin, tim bi ser ketine û emê jî bi ser kevin.
Bawer bikin emê jî zora vî zalim û faşîstê xwedênenas bibin...


XXX
Kurdan heta nuha li hemberî hêzên îşxalkar, ji bo azadî û serxwebûna xwe gelek caran serî hildan, lê negihîştin armanca xwe, tim jî têk çûn.
Lê tu carî newestiyan, tu carî dev ji micadelê bernedan.
Di micadelê û berxwedanê da israr kirin.
Li hemberî bindestiyê tu carî serë xwe netewandin.
Ev israra di micadelê da û baweriya bi azadiyê bû sebeb ku kurd wek gelek miletên din bi temamî nehelin û heta nuha li ser axa xwe bibmînin.
Ev israra di micadelê da, ev baweriya xurt ewê me bigihîjîne azadiyê.
Em pir nêzîkî wê bûne, em wê dibînin, bîna wê tê me.
Heger em piçekî biaqil hereket bikin û destên xwe bidin hev û hêzên xwe bikin yek em pir nêzî menzîla xwe bûne...
Hinekî din liberxwedan, hinekî din aqil, tiştê lazim ev e...