31 december 2015

Li ser heqareta tirkekî li Diyarbekrê li kurdekî kiriye


Şêxmûs Sefer şair e, nivîskarekî kurd e û ez bawer dikim serokê Komelaya Nivîskarên Kurd e jî.
Bîstek berê min ev nivîsa wî ya jêr xwend û ez pir û pir pê aciz bûm, wek kurdekî gelkî li ber xwe ketim.
Di binê nivîsê da min ev şirove kir:
” Şêxmûs Sefer, tu merivekî tirsonek û ne hêjayî navê xwe û ciyê xwe yî.
Piştî ku te ev heqaret dît û bi te hewqasî zor hat, dibê du gotinên mêrane ji wî segbavê kemalîst ra bigota.
Tu ferq di nabêna te û wî kurdî da tuneye, te jî dîtiye û dengê xwe nekiriye.
Û di ser da jî bêyî ku tu şerm bikî tu vê heqareta tirkekî li we kiriye dinivîsînî û min jî diqeherînî.”
Wî jî ev bersîva da min:
”Merheba, ji kerema xwe şîroveya xwe ji wir rake, bila tirsonekiya min ji min re bimîne û mêraniya te jî ji te re.”
Helbet min nivîsa xwe ranekir û ev bersîv dayê:
”Ji bo çi ezê rakim?
Min fikrê xwe gotiye. Tu jî bersîva min bide, bê çima te dengê xwe nekir?”
Destpêkê min ji bîr kir navê ”tirkê navdar” jê bipirsim.
Dû ra gava min xwest bipirsim û bibêjim çima te navê wî nadeya, min dît efendî ez bloke kirime.
Nivîsa Şêxmûs Sefer ya bû mijara minaqeşeyê.

”Îroj gelek nivîskar, rojnameger û hunermendên Tirk ji bo pistgiriyê bidin Kurdan hatibûn Amedê. Ez jî çûm cihê çalakiyê. Li wir alaqeyeke mezin ya çapemeniyê hebû. Çavê hin ji "me Kurdan" li hin Tirkên navdar digeriya ku em çend kelama ji wan re bêjin. Dibe ku me dilê wan xwes bikira an jî derdê xwe ji wan re bigota!
Welhasil atmosfereke nexwes bû. Dilê wan îroj çi qas bi me sewitî nizanim. Lê tistekî bala min kisand û dilê min bi me sewitî, pir jî...
Yekî dosyayek di destê xwe de anî û xwest pês Tirkekî navdar(!) bike, di wê navberê de lingê wî li îskaneke çayê ket û çay rijiya erdê. Li ber xwe ket Kurdê me, soro moro bû, çû gelek selpak (destmalên kaxizî) anî û dest bi paqijiya wir kir. Tirkê rûnistî, lingê wî li ser hev qet xwe adiz nekir. Destê Kurdê me heta ber lingê wî paqij dikir, lê wî rewsa xwe qet xera nedikir. Ez di hundirê xwe de dihatim bibeecim û benda bûm ku ew Tirk jî destê xwe dirêj bike û ew çaya li ber lingê wî rijiya ye bi hev re paqij bikin. Hîn ez wisa difikirîm camêr lingê xwe yê rastê ji ser yê çepê daxist û destê xwe dirêjî destmala kir û xwest paqijiyê bi wî Kurdê li ber lingê wî daqûl bûye bike. Çend saniya min serm kir ku wisa fikirîbûm û min neheqî li wî camêrî kiribû!
Lê... Camêr bi du tiliyên xwe yê ku rahistibû wan destmalên kaxizî avêt ser wê çayê û mîna postala leskerekî (ew hate ber çavê min) bi qundereya lingê xwe bir û anî. Pasre bi sopa qundereya xwe ku li ser kaxizê mabû ber bi destê Kurdê me dahf da, bi lingê xwe...
Min careke din dev lêva xwe kir ji qahra...
Rast e ji bo hevkarî û pistgiriyê hatibûn cem me...
Mirovên basbûn û nedixwestin Kurd wisa li ber çava bimirin, bên kustin, wicdanê wan jî hebû û dawiya dawî ew jî însan bûn.
Welhasil îroj jî bi pistgiriya "biraderên" me me hewara xwe gihand çend tv û rojnameyan.
Heta komkujî û koçberiyeke din xwedê mezine!..”
///Şêxmûs Sefer


30 december 2015

Ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye


Sebebê ku kurdên Kurdistanabaşûr  jê hinek ketine bin bandora Îranê û hinek  jî ketine bin bandora Tirkiyê ji ber dijminatiya wan ya li hemberî hev e; heger li hev bûna, ne perçe perçeyî û bi tifaq bûna bi vê derecê bi Tirkiyê û Îranê ra nediketin nava hevkariyên li dijî hev.
Geva ez viya dibêjim  ev nayê maneya bira hukûmeta Kurdistanê bi Tirkiyê û Îranê ra dijminatiyê bike, tîcaretê neke û têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bike.
Tiştê ez dibêjim ne ev e, têkiliyên zirarê didin yekîtiya kurdan, kurdan bera pêxîla hev dide, dilê wan li hev sar dike.
Berberî û dijminatiya kurdan ya xwe bi xwe, pir hindik wan nêzî Tirkiyê û Îranê dike, tesîra van herdu dewletên dijmin li ser kurdan zêde dibe.
Yanî ji ber ku kurd ne li hev in tiliya dijmin di nava me da ye, dijmin vê îmkanê dibîne.
Ev yek li zirara hemû partiyan, hemû kurdan e…

Lema jî heger kurdên başûr dixwazin tesîra Tirkiyê û Îranê li Kurdistana başûr nemîne û ev herdu dewlet nikanibin di nava kurdan da nerindiyê û fêsadiyê bikin, berî her tiştî dibê kurd gelşên nabêna xwe zû çareser bikin.
Bêtifaqî û şerê wan li kara dijmin e.
Û PKK…
PKK di nava kurdan da di warê kîtlewî, aborî, medya, eskerî û coxrafîk da, yanî bi hebûna xwe ya li her çar perçeyên Kurdistanê partiya, hêza herî mezin û herî xurt e.
Bi dehhezaran çekdarên wê hene. Li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî hêz e, dikane 10-15 milyon însan mobîlîze bike, rake ser piyan.
Dil dixwest ku ev hêza hewqasî mezin û xwedî gelek îmkan bi partî û hêzên başûr ra, bi taybetî jî bi PDKê û YNKê û Goranê ra di nava hevkariyê û têkiliyên dostane da bûya.
Lê çi heyf ku têkiliyên PKKê û PYDê jî bi kêmanî bi qismekî hêz û partiyên başûr ra ne baş e.
Piştî ku PKK nikane pêşengiya yekîtiya kurdan bike û cepheyeke netewî ava bike, lema jî ji dêlî vê bar û bepirsiyariyeke mezin dike ser milê PDKê û serok Mesûd Barzanî, dibê Mesûd Barzanî  ji bo hevkariyeke bi PKKê, PYDê ra miheqeq riyekê, çareyekê bibîne.  Di demeke hewqas krîtîk û dîrokî da nabe du hêzên(PKK û PDK)kurdan yên herî xurt, herî mezin ne li hev bin û heta carnan têkevin gewriya hev. Dibê saha û li hundur, di siyaseta navnetewî da  da ev herdu hêz miheqeq li hev û bi tifaq in û bi hev ra hêzên din jî bikişçnin ba xwe.
Şertê serketina kurdan yê yekem, tifaqa kurda ye, di dema sînorên û xerîteyên nuh tên danîn, xerîteyên nuh tên çêkirin dibê hêzên kurdan yên mezin û xwedî desthilat ne li dijî hev bin, di nava hevkarî û yekîtiyeke netewî da bin.
Bi dijminatiya bi PKKê ra bêyî zirarê tu feydeyeke kurdan tuneye. Ji xwe qet ne rast e û karê aqil e ku meriv dijminatiya hêzeke hewqasî mezin bike.
Dibê hemû kurd ji PKKê, PYDê û PDKê tim û tim têkiliyên dostane û hevakriyê bixwin. Dema PKK û PDK li hev bin, dijminatiya hev nekin, ewê hêzên din jî bikşînin ba xwe.

29 december 2015

Ji tirkan tu mêranî hasil nabe

Parlamenterê HDPê Sirri Sureyya Onder, nîhayet qebûl kiriye ku ji tirkan tu mêranî, tu gû çênabe.
Lema jî  Onder gotiye:
”Min ji tirkan êdî hêviya xwe qut kiriye. Li vê coxrafyayê heger ewê çi çê bibe ancax ji terf kurdan çê bibe. Çimkî ew êvîndarê azadiyê û şerefa xwe ne…”
Ji bo ku meriv bizanibe ji tirkan, ne çepên wa, ne ji rastê wan û ne jî ji dîndarên wan tu tişt hasil nabe, ne hewce ye meriv hewaqa sal gunê tirkan miz de.
Ji roja roj da ye em ji PKKê ra dibêjin werin dev ji tirkan û projeya ”tirkiyebûnê” berdin û wek partiyeke, tevgereke netewî berê xwe bidin kurdên din û bi wan ra li tifaqê bigerin.


XXX
Li gorî Davutoglu yên derbasî rojavayê Ferêt bûne ne kurd in, ne PYD ye, ereb in…
Serokwezîrê Tirkyê, xatibê bi nav û deng, Prof û Dr. heft ilman Ahmet Davutogluyê panturkîst, li ser derbasbûna PYDê ya rojavayê Ferêt gotiye:
”Li gorî agahiyên ji me ra hatine ne PYD, ereb derbasî rojavayê Ferêt bûne…”
Yanî gava ereb derbas bibin ne problem e, Daîş derbas bibe ne problem e, El- Nusra derbas bibe ne problem e, Cêşa Îslamî derbas bibe ne problem e.
Welhasilî kelam dibê tenê kurd derbas nebin!
Bêyî kurdan kî derbas dibe bira bibe, ji bo wan ne promlem e…
Çima?
Ji ber ku li Sûriyê tenê kurd neyarên Davutoglu ne.
Lema jî bêyî kurdan kî derbas dibe bira bibe.
Yanî derdê Davutoglu, kula wî, mereza ser dilê wî, kelema di çavê wî da tenê kurd in…
Û ne Davutoglu tenê, hema hema hemû tirk wiha difikirin. Dibê meriv viya jî bizanibe…

Xewa min nayê


Xew li min geriya, dikim nakim xewa min nayê.
Diyar e gava li welatê mervi şer û ceng be,
gava bajarên meriv di bin agirê topan da be,
xewa meriv nayê.
Xwe bi çep da bor dikim nabe,
xwe bi rast da bor dikim nabe,
geh li Sûrê difikirim,
geh li Silopiyê,
geh li Cizîra Keleha Mîrê Botan.
Geh diçim Nisêbîna rengîn,
geh diçim Şirnexa xemgîn,
geh silaveke fedyok didim Dêrika çiyayê Mazî ya dilbixwîn.
Girregirra kelişînkofan û dengê gurmîna topan ji guhê min dernakevin…
Û tiştek ji destê min nayê…
Ne kanim herim hawara gelê Cizîrê û ji wan ra bibim per û bask
û ne jî kanim leşker û polîsên îşxalkar ji welatê xwe derxim…
Xwe bi çep da bor dikim xewa min nayê,
xwe bi rast da bor dikim xewa min nayê…
Ez fêm nakim çima rojekê roj li me kurdan jî hilnayê ?
Û dikim nakim tiştek ji destê min nayê.

28 december 2015

Hin kurd carê fêrî bindestiyê bûne

Hin kurd carê fêrî bindestî, zilamtî û xulamtiya tirkan bûne.
Lema jî azadî, veqetandina ji tirkan, serxwebûna kurdan qet nayê bîr û bala wan.
Gava hin kes li ba wan qala azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê dike gurûzî digre bedena wan, ji tirsan diqutifin, bi xwe da dimîzin.
Naxwazin peyv û fikrên wiha tahlûke bibihîzin.
Ji bo wan ya harî baş, rast û xweş berdewamiya bindestiyê ye, dibê her tişt wek nuha dom bike. Çimkî kursiya wan saxlem e û bêrîka wan jî tim tije ye.
Dixwazin kurd bindest û tirk jî serdest bin, tim serok, mîr û begên kurdan bin.
Bira tirk xwedî dewlet û kurd jî heta û heta xulam û rêcberên wan bin…
Kesên îro hîn jî hevalên AKPê ne, kesên îro hîn jî mebûs û wezîrên AKPê ne û li pişt Erdogan û Davutoglu dikevin hazirolê çi derewê û demagojiyê bikin jî di esasî xwe da wiha difikirin, yanî dixwazin kurd tim bindest bimînin.
Heger wiha nefikiriyana nedibûn hevalên hêzeke îşxalkar, wan jî wek mêran ji bo gelê xwe micadele bida û daxwaza tiştekî bikira.

XXX

Tiştekî pir ecêb e, her sal ya berî Noelê(Julê)ya jî piştî wê, yanî çend rojan berî serê salê ez tim bi bapêşê dikevim.
Himjî bapêşeke(harsim, zekem)pir xerab dikim û bi kêmanî hefteyekê dajo.
Ji do da ye dîsa ez bi vê quzulqurta bapêşa dawiya salê ketime, halê min ji ber tuneye.
Ji çavên min hêsir kêm nabin, ava pozê min wek çironekê diherike, çi, çip dilopan dike.
Serê min diêşe, dengê min ketiye, dikuxim û bi şev nikanim xweşikî bîna xwe bigrim û berdim…
Yanî kurt û kurmancî halê min ne tu hal e, canê xwe digerînim, geh dikevim nava nivînan û geh têm li ber vê bêxwediyê rûdinim û bîstekê bala xwe didim hal û hewalê kurdan, tirkan û dinyayê…
Di nava hewqas xeberên tahl û bi êş da, xebera herî xweş li Kurdistana rojava kurdan xeta sor ya ku Davutoglu û Erdogan bi boyaxa sor xêz kiribûn derbas kirin.
Dema Davutoglu xeta sor xêz dikir, gerîlayên PYDê pê li xeta wî kirin û derbasî wî aliyê Ferêt bûn.
Yanî xeta wî kişandibû xera kirin û boyax jî çû ji kîsî wî…
Heta nuha camêr negotiye we çima pê li boyaxa min kir û xeta min danîbû xera kir.
Belkî jî fedî dike bipirse.

Roboskî, jan û birîna di dilê kurdan !


Vaye saleke din jî derbas bû, vaye dîsa 28ê kanûnê hat û qetlîama Roboskiyê, birîna dilê kurdan dîsa jan da.
Di ser qetlîama Roboskiyê ra 4 sal buhurîn, lê heta nuha ne qatil û ne jî sûcdar hatin girtin.
Û dewletê heta nuha ji miletê kurd, ji dê û bavên zarokan lêborîn jî nexwestiye. Lê belê Erdogan piştî qetlîamê serokerkanê wê demê Necdet Ozel pîroz kir.
Kes nehat girtin ji ber ku 34 zarokên hatibûn kuştin kurd bûn, dewletê bi zanîn, ji bo ku mezinayî û qudreta xwe nîşanî kurdan bide bi balafirên cengê 34 zarokên kurd û heywanên wan bombebaran kiribû.
Qantirên ji ber bombebaranê xelas bûbûn jî leşkerên tirk dû ra yek bi yek, bi kêf û zewqeke mezin gulebaran kiribûn.
Vê zulma dewleta tirk di dilê miletê kurd da birîneke kûr vekir. Kurd tu carî ewê vê qetlîama dewleta tirk ji bîr neke.
Ez hemû zarokên di qetlîamê da hatin kuştin bi hurmet bibîr tînim û ji dê û bavên wan ra sebrê dixwazim.

XXX
PKK mesela kurd ne hil dike, ne heram dike, kiriya gêrmiya gavana û berdaye.
Meriv rindikî nizanin ji dewletê çi dixwaze?
Kongreya DTKê jî bi xêr û xweşî qediya, meriv ji daxwaza DTKê jî xweşik tiştekî fêm nake.
Gelî bira, gelî serokan, ji xêra xwe ra meselê hinekî sivik bikin, tiştekî bibêjin ji bo ku gelê kurd, em kesên zêde ne întellektuel jî bizanibin hûn ji dewleta tirk çi dixwazin?
Ya serxwebûnê ya federasyonê ya otonomiyê bixwazin, ji bo ku hemû kurd jî, tirk jî û dinya jî bizanibe hûn ji dewleta tirk çi dixwazin…


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Prof. Dr. Ahmet Davutoglu, ji bo ku dinya alem bibihîze ew serokwezîr e, li Anqerê çûye meydana Kizilayê û bi qîrînê gotiye ”ez serokwezîr im, ez serokwezîr im”!
Yên li der û dorê, her kes keniya ye…

27 december 2015

Tirk baş dizanin ew dikanin çawa bi me bilîzin



Piştî ku serokwezîr Tirkiyê Ahmet Davutoglu wek taktîkeke li gorî şert û mercên îro qedexeya(yasaxa)li ser ala Kurdistanê bi rengekî nîvçe rakir, hin kurd ji kêfa difirin.
Hin sîteyên kurdî di her ziyareta Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û serok Mesûd Barzanî da vê yekê dikin manşet:
-Nêçîrvan Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Serok Barzanî bi ala Kurdistanê hate pêşwazîkirin!
-Ala Kurdistanê di pêşwaziya Barzanî da!
Ala Kurdistanê û ala Kurdistanê!
Wek zarokê bi şekirekî şa bibe û were xapandin.
Ezbenî, ji xwe yasaxa Tirkiyê ya heta nuha zorbatî bû, ji ber rebeniya me bû.
Wek her miletî helbet nûner, serokwezîr û serokê kurdan jî ewê bi ala xwe werin pêşwazîkirin.
Ne hewce ye hûn viya hewqasî mezin bikin, ya normal ev e. Heger heta nuha ev yek nebûye şaş e, kêmasî ye.
Hukûmeta AKPê heta nuha li Tirkiyê di hevdîtinan da qebûl  nedikir hukûmeta Kurdistanê, aliyê kurd di civînên resmî da ala xwe hilde.
Ev yek helbet zorbatî bû, çavbirîn bû, ji ber kîn û nefreta wan ya ji kurdan bû.
Û ya herî girîng jî qebûlnekirina statuya Kurdistana başûr e, naxwazin bi rengekî resmî Kurdistana federe qebûl bikin.
Esas Erdogan hîn jî qebûl nake ala Kurdistanê di meqam, civîn û huzûra wî da were hildan.
Yanî hukûemta AKPê hîn jî ala Kurdistanê bi temamî qebûl nekiriye, dibê ev yek were dîtin.
Mesla di civîna Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu da ala Kurdistanê û Iraqê heye, lê belê di hevdîtina bi Erdogan ra ala Kurdistanê tuneye, tenê ala tirk xuya dike.
Ev jî tê maneya ku hukûmeta AKPê bi temamî ala Kurdistanê qebûl nekiriye, wek taktîk, ji bo xapandina hin kurdan nuha ”nîvçe” qebûl kiriye.
Dibê Nêçîrvan Barzanî ev pêkenîn û durûtî qebûl nekira û bêyî ala Kurdistanê bi Erdogan ra rûnenişta.
Lê ez bi xwe şêleke, sekneke wiha ji birêz Nêçîrvan Barzanî napêmproblem. Çimkî heta nuha îtîrazî  ”hesasiyên”  tirkan nekiriye û ez bawer nakim nuha jî îtîraz bike, bike problem.
Ji xwe dibê ji serêserî da kurdên başûr ev çavsorî û irqçîtiya dewleta tirk qebûl nekirana û di hildana ala kurd da israr bikirana.
Ji ber ku ala Kurditanê aleke resmî ye û ji alî dewleta Îraqê ve jî hatiye qebûl kirin.
Bêyî zorbatiyê û nîjadperestiya li hemberî kurdan ji bo yasaxkirina ala kurd tu argumentekî tirkan yê bi heq û mantixî  tuneye.
Heger Tirkiyê heta nuha kanîbûye ala Kurdistanê li kurdên başûr yasax bike, ev hinekî  jî ji ber pepûkî û rebeniya kurdan e.
Heger kurdên başûr li hemberî vê zorbatiyê hustuyê xwe xwar nekirina, hukûmeta AKPê nikanîbû demeke hewqasî dirêj ev çavsoriya xwe bidomanda.
Li dinyayê tenê Tirkiyê ala Kurdistanê li kurdan û li hukûmeta Kurdistanê yasax kiriye. Dibê kurd bi dengekî bilin viya ji tirkan ra bibêjin û yasaxa li hemberî ala xwe ebeden qebûl nekin.
Ev ne şêleke dijminane ye û dibê ev yek ji tirkan re were gotin.
Netîce, ji dêlî ku hin kurd bi vê taktîka hukûmeta AKPê  ya nuh, bi rabûna yasaxa li ser ala Kurdistanê wek zarokan  hewqasî şaş bibin û vê yekê di sîteyên xwe da bikin manşet, dibê zorbatiya dewleta tirk û hukûmeta AKPê rexne bikin, bibêjin ji bo çi we heta nuha nehîştiye kurd alaya xwe hildin?
Û dibê sebebê ji bo çi Erdogan hîn jî ala kurd qebûl nake ji hukûmetê û ji Erdogan bi xwe jî were pirsîn.
Dibê rojnamevanên kurd sebebê vê yasaxa Erdogan ji wî û ji Davutoglu bipirsin.
Ji ber ku serokwezîrê hukûmetekê di hevdîtinan da dihêle muxatabê wî ala xwe hilde meriv pê nafira, vê yekê nake manşet.
Çimkî tiştê herî normal ev e, di civînên resmî da her dewlet, her alî bi ala xwe beşdar dibe. 

Him hevalên neyar in û him jî zimandirêj in

Ji ber ku PKK şaşiyê dike, siyaseteke şaş dimeşîne, bi xendekan û şerê nava bajaran zirarê dide gel meriv nabe hevalê dewletê, hevalê hêzeke îşxalkar, hêzeke ku mirovên meriv, zarokên 3 mehî  qetil dike.

Meriv vê yekê ji PKKê ra dibêje, rexne dike, lê belê nabe hevalê dewleta tirk, nabe parêzvanê hêza bajarên meriv topbaran dike û dibêje hutul batil hûnê bibin tirk.

Erdogan her roj ji me ra dibêje, wek kurd  dibê hûn yek dewletê, yek alê, yek welatî, yek miletî û yek zimanî, yanî tirkbûnê qebûl bikin.

Ya hûnê bi rehetî viya qebûl bikin ya jî emê bi zor û bi kotek bi we bidin qebûl kirin.
Dewleta tirk welatê me îşxal kiriye, bajarên me topbaran dike, rojê çend zarok, kal û pîrên me dikujin.

Bi hezaran însanên me mecbûrî koçberiyê kirine.
Jiyan li hemû kurdan kirine zindan.

Lê hin kurd hîn jî li dijî vê zulma dewleta tirk dernakevin, terora ku dewlet li Kurdistanê li hemberî gelê wan, zarokên wan dimeşîne protesto nakin.

Tew bira lidijderketin û protestokirina terora vê hêza îşxalkar li wir bimîne, di ser da di telewîzyonên tirkan û ya vê dewleta xwînxwar TRTê da abûqatiya dewletê dikin, wek berdevkên dewletê êrîşî PKKê dikin, here were PKKê neheq dibînin, şaşiyên PKKê rêz dikin.

Lê ji dewletê ra, ji vê vê hêza zebelih ya ketiye ser dilê gelê xwe ra qet tiştekî nabêjin, rexneyeke herî biçûk jî li dewleta, hukûmeta bajarên wan wêran dike nagrin. 

Hemû xerabî ji PKKê da ye, fena ku dewlet pur û pak e, zulmê li kurdan nake, bajarên wan topbaran nake.

Xwedêgiravî akademîsyen, robakbîr û siyasetmedar in, ji dêlî ku li dijî îşxala welatê xwe derkevin, azadiya gelê xwe biparêzin, tenê PKKê rexne dikin.

PKKê jî rexne bikin, şaşiyên wê jî bibêjin, dibê meriv bibêje jî, ev temam. Ev mafê ye…

Lê belê ji bîr nekin ku yê welatê we îşxal kiriye, yê bajarên we topbaran dike, yê zarokên 3 mehî qetil dike leşker û polîsên dewletê ne, bi qasî ku hûn PKKê rexne dikin, dibê hûn wek kurd, wek însan ji vê hêza îşxalkar û xwînrêj ra jî tiştekî bibêjin.

Kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in, hûn wek akademîsyen, wek ronakbîr, wek siyasetmedar  ji dewletê tiştekî naxwazin.

Tenê PKKê rexne dikin. PKKê rexne bikin, lê hûn jî ji bo gelê xwe tiştekî bixwazin û  li tijî vê zulma dewletê du gotinan bibêjin. Hukûmetê bi çend qurişên pîs dengê we biriye û hûn kirine havlên xwe.

Lema jî hûn li dijî terora dewletê dernakevin, ji ber ku bi wera ne exlaq û ûjdan maye û ne jî heya.

Heger piçek exlaq, ûjdan û heya bi we ra hebûya piştî  zulmeke hewqasî barîz hûn hîn jî nediçûn di telewîzyonên vê deleta zalim û îşxalkar da rûnediniştin û we abûqatiya dewletê nedikir.



Dewlet ji Kafkasan mahciran tîne li Kurdistanê bi cî dike

Omer Ozmen, li ser cîwarkirina tirkên Ahiska li Kurdistanê tespîteke pir rast û di cî da kiriye. Ozmen, bal kişandiye ser planên dewleta tirk ya koçberkirina kurdan û di dewsa wan da cîwarkirina mahciran.
Ev meseleyek pir muhîm û heyatî ye, dibê hemû kurd û partî li hemberî vê plana hukûmeta AKPê û dewleta tirk dengên xwe bilind bikin.

”LI SER BINGEHÊ DEMOGRAFÎK PÊKANÎNÊN NİJADPEREST
Di navbera Tirkên Ahıska yên ku lı Ezirganê hatine cihbicîhkirin û Kurdên jı Şirnex u Amedê tên koçkirin pêywendi heye.
Her weha, Dewleta Tirk ji nijadperestîya xwe nebuhurîye û wekî dî derfet nîne ku demografya bakurê Kurdistanê biguherîne.
Rewşa Navnetewî û konjoktora heremî rê nade ku wekî demên borî cardin Qanuna Dersimê û Qanûna İskanê ya Mecburî derxin.
Divê sîyaseta kurd lı hember vê lîstika xeternak hişyar be û bi lezgînî xwe sererast bike !”
///Omer Ozmen

XXX
Hêzên kurd bi alîkariya hêzên koalîsyona navnetewî çemê Ferêd derbas kirin.
Yanî derbasî rojavayê Ferêt bûn.
Hêvî dikim xeber rast be û hêzên kurd xwe bigihînin Efrînê û wê korîdarê bi hev ve girê bidin.
Çend hefte berê Erdogan û Davutoglu digotin em qebûl nakin PYD derbasî wî aliyê Ferêt bibe, heger tiştekî wiha bikin emê midaxele bikin.
Wa ye heta nuha ”pel pel” li derbasbûna kurdan temaşe dikin, hîn agir bera erdê nedane, hîn dinya bi ser serê kurdan da nehedimandine.
Lê heyfa Sûriyê û PYDê ji kurdên bakur, ji Diyarbekrê, Cizîrê, Nisêbînê û Silopiyê digre, wan bajaran wêran dikin ji bo ku nebe Kurdistana rojava.
Li gorî pêşniyazpirseke mebûsê Dêrsimê Alî Can Onlu ya ji serokwezîr Davutoglu, hukûmetê di îlona 2014a da biryara kuştina li dora 15 hezar kurdî û koçberkirina 300 hezar kesî daye.
Û îro jî li wan bajaran vê plana xwe tetbîq dikin. Ji bo ku li Kurdistana bakur jî rewşeke wek ya Sûriyê û rojava peyda nebe…
2015.12-026

XXX

Bi dewleta tirk ra çareseriya herî rast û aştiya herî baş tirk ji Kurdistanê biteqizin. 

26 december 2015

Heta ku mahcirên tirk nûnerên me bin emê tim wiha bindest û kole bin

Nursel Aydogan mahcireke ji Bûlgarîstanê ye, xwe tirk qebûl dike, li Bûrsayê mezin bûye û dû ra ketiye nava tevgera PKKê ya legal û demokratîk û ev 3 car in ji Diyarbekrê dibe mebûsa kurdan.

Vê jina mahcir heta nuha gelek caran tiştên li dijî yekîtiya kurdan, li dijî  PDKê û malbata barzaniyan û li dijî çêbûna Kurdistanê gotiye.

Herî dawî jî du roj berê li Diyarbekrê ya jî li Batmanê di civînekê da dîsa hestên xwe yên li dijî çêbûna Kurdisyanê aniye zimên û gotoye, "Em rast nabînin kurd dewleteke cûda damezirînin" û wiha domandiye:

”Rojhilata Navîn şiklekî nuh digre. Li vir tenê birêz Ocalan nahêle kurdên her çar perçeyan werin ba hev û dewletekê ava bikin.(…)
Yanî çareseriyê di nava yekîtiya Tirkyê da, di nava sînorên Mîsakî Millî da tê fikirîn.
Bawer bikin heger îro PKK dev ji vê berde, bi dîtina min Emerîka û Îngilîstan ewê Kurdistanê çêkin. Astenga li hemberî vê, paradîgmeya birêz Ocalan bi pêş xistiye…”

Nûrsel Aydogan pir vekirî dibêje, ”heger ne Ocalan û PKK be Kurdistan ewê çê bibe, astenga li hemberî çêbûna Kurdistanê tenê PKK ye.”

Ji bo partiyeke ku ev 30 sal in şerekî çekdarî dike, bi dehhezaran şehîd dane şerm û trajediyeke pir mezin e ew wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê were nîşandan.

Lê kes buhtana li PKkê nake, Nûrsel Aydogan, parlamentera HDPê li paytexta Kurdistanê, di nava bi sedan xortên kurd da dibêje ”heger ne ji PKKê û Ocalan be Emerîka û Îngiltere ewê Kurdistanê çêkin, hêza rê li ber vê digre PKK ye, pardîgma(modela) Ocalan e…”

Em HDPê bidin aliyekî, ji ber ku ew ne partiyeke kurd e û Kurdistanî ye, belhazir partiyeke Tirkyê ye.

Lê PKK ne wek HDPê ye, ew tevgereke kurd e, li Kurdistanê şerekî çekdarî dide.
Lema jî heger PKK van gotinên Nûrsel Aydoganê rast nabîne dibê tavilê li dij derkeve û eksê wê bibêje, eksê wê biparêze.

Li ser van gotinên Nûrsel Aydogana tirk û mahcira bulgar,  lê nûnera kurdan ya meclîsa Tirkiyê heta nuha ne PKKê û ne jî KCKê tu beyan nedaye û di heqê van îdîayên Aydoganê da tu berpirsiyarekî  PKKê tiştek negotiye.

Gava kes dengê xwe neke wê demê tiştê Nûrsel Aydoganê gotiye tê qebûlkirin.
Û heta ku beyanek li dijî van gotinên Nûrsel Aydoganê neyê gotin û Aydogan neyê rexnekirin emê van gotinan wek îdîayek rast qebûl bikin.

Ya din jî şêl û bêdengiya kurdên rayên xwe dane vê mahcira bûlgar ya dijmina Kurdistanê ye.
Bêdengiya kurdên, parlamenterên HDPê  yên ku xwedêgiravî  Kurdistaneke serbixwe diparêzin, ne li dijî çêbûna Kurdistanê ne. Çima ew dengê xwe nakin, çima ew newêrin fikrên xwe bibijêjin?

Nursel Aydogan, diwêre û di her fersendê da jî dibêje ew li dijî avabûna Kurdisneke serbixwe ye, ew li dij e ku kurd ji Tirkiyê veqetin û bibin xwedî dewlet.

Baş e kurdên HDPê yên serxwebûnxwaz û Kurdistanparêz çima newêrin wek Nûrsel Aydoganê dîtinên xwe bibêjin?
Ma qey azadiya firkiribeyankirinê ji Nûrsel Aydoganê û ji tirkên li dijî Kurdistanê tenê ra heye?

Heger ne derew e, heger ew jî wek Nûrsel Aydoganê nafikirin bira ew jî fikrên xwe bibêjin, bira bibêjin Nûrsel wiha difikire lê belê em eksê wê difikirin, em dixwazin Kurdistan çê bibe û kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.

Heta nuha Nûrsel Aydoganê û tirkên wek wê gelek caran li dijî Kurdistanê  beyan dane û  gotine ew li dij in ku Kurdistan ava bibe...

Lê heta nuha ji nava HDPê yek însan li dij van beyan û gotinên van kesan derneketiye û negotiye hûn naxwazin lê belê ez Kurdistanê dixwazim, ez dixwazim kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Diyar e di nava PKKê û HDPê da kesên Kurdistanê dixwazin ya tunene ya jî newêrin wek van tirkên kemalîst dîtinên xwe bibêjin. Heger hene û bi rastî jî Kurdistaneke serbixwe dixwazin dibê îro dengê xwe bilind bikin.

Netîce, ji bo partiyeke ku ev 30 sal in li hemberî dewleta tirk şerekî bêhempa dike û bi dehhezaran şehîd dane, trajediyeke pir mezin e ku Nûrsel Aydogan  wê wek hêzeke li dijî avabûna Kurdistanê nîşan bide û bibêje heger ne PKK be kurdên her çar perçan ewê bibin yek û Kurdistanake serbixwe ava bikin...
Di nava tevgera PKKê û HDPê da hebûna Nûrsel Aydoganê û kesên wek wê bi xwe trajedî û şermeke mezin e, tevgereke netewî van kesên kemalîst di nava xwe da nahêle.

25 december 2015

Ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e

Hin kes wisa bawer dikin ku hukûmeta AKPê dijminê PKKê û dostê PDKê ye....
Ev hesabekî sedîsed şaş e.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk li dijî hemû partiyên kurd e, heger ji destê wan were dixwazin hemû partiyên kurdan ji ortê rakin.
Lê mesele bi dor e, îro dibê PKKê ji ber xwe da bixînin. Ji ber ku PKK ji bo xwe wek strî dibînin.
Lema jî dixwazin berê ji vî strîyî xelas bibin.
Gava PKK nema, îcar ewê dor were PDKê û hêzên din. Hêdî hêdî, yek bi yek.
Hukûmeta AKPê, dewleta tirk naxwaze Kurdistaneke serbixwe li tu derê çê bibe.
Ji bo ku li tu derê Kurdistan çênebe hukûmeta AKPê her tiştî dike.
Piştgiriyê dide Daîşê, El Nusrayê û her hêza li dijî kurd û Kurdistanê.
Nahêle dinya alîkariya kurdan bike.
Dibêje gerek Îraq û Sûriye perçe nebin.
Dema ev jî têr nake ew bi xwe, bi leşkerên xwe sînoran derbas dike û li Kurdistana başûr û rojava herêmên nuh îşxal dike.
Yanî ji bo dewleta tirk PDK jî bi qasî PKKê dijmin e û gava roja wê were ewê li hemberî PDKê jî eynî şerî bike û heger ji dest were nehêle Kurdistan çê bibe.
Heta nuha kurdan çiqasî bi tirkan bawer kirine tim û tim li zirarê derketine.
PDK jî nuha ewê ji vê poşmaniyê tahm bike û careke din bibîne ku tirk nabin dost, ew li dû xerabiya kurdan û berjewendiyên xwe.
Çara û riya xelasiyê û çêbûna Kurdistanê ne dostiya bi Tirkiyê û Îranê ra ye, yekîtiya netewî ye.
Heger PDK, PKK, YNK, Goran û PYD di serî da hêzên kurd yekîtiya xwe çêkin û bi vê yekîtiyê derkevin hemberî dinyayê ewê bikanibin li Îraqê û Sûriyê azadiya xwe, dewleta xwe bi dest xin. Ya na, bi vê perçebûnê ne ew yek bi yek dikanin tiştekî bikin û ne jî kes wan digre cidiyê…

XXX
Cemîl Bayik gotiye, ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe…”
Viya tiştekî nuh e.
Wîetnamiyan ji bo ku leşkerên emerîkî ji Wîetnamê derxin û serxwebûna xwe îlan bikin şerekî milî dididan, ne ji bo ”xweseriya demokratîk”!
Îcar ji bo ku meriv bibêje ”li Wîetnamê çi bûbe li Kurdistanê jî ewê ew bibe”, berî her tiştî dibê PKK dev ji siyaseta ”tirkiyetiyê” berde û dû ra jî termînolojiya xwe, daxwaz û hedefên xwe yên siyasî biguherîne.
Yanî eşkere bibêje em dixwazin ji Tirkiyê veqetin, em dixwazin leşker û hêzên tirk ji Kurdistanê derxin.
Heta ev yek neyê gotin, hemû peyv û slogan laf û guzaf in…

XXX

Di medyaya civakî da li ser navê însanan, li ser navê vî serokî û wî serokî derew, tazwîrat li bin guhê hev dikevin.
Yên viya dikin ne tenê tirk û dijmin in, kurd jî dikin, kurdên hevalê partiyekê li dijî partiyeke din, li dijî siyasetmedar û serokekî din derewan belav dikin.
Ev tiştekî pir ne xweş e, şerm e.
Bêexlaqiya herî mezin li ser navê xelkê belavkirina derewan e, însan piçekî ji xwe fedî bike li ser navê xelkê xeberên vir belav nake...

24 december 2015

Zarokên îro "terorîstên" sibe

Hîlal Kaplan jinek tirk ya dîndar e û şerfaneke AKPê û Erdogane. Xwedêgiravî jin e, însan e û xwedênas e.
Ka binêrin vê jina tirk, misilman û çaqokêşa Erdogan li ser kuştina zarokên kurd di twîtteke xwe da çi peyveke bi merhamet û însanî kiriye (!)
Hîlal Kaplanê, ji bo zarokên ku li Silopiyê, Cizîrê, Nisêbînê û Diyarbekrê ji alî leşker û polîsên dewleta tirk ve tên kuştin gotiye baş e ku hîn zarok in tên kuştin, heger nuha neyên kuştin, sibe dema mezin bibin ewê jî bibin terorîst…
Hîlal Kaplan:
”Li hin deran ji ber ku zarok tên kuştin hin kes xwe diçirînin. Ji bîr nekin terorîstê îro jî do zarok bû, teşhîsa zû jiyanê xelas dike…”
Tirkên misilan û xwedênas ev in, dixwazin kurdan ji zaroktî da bikujin, ji bo mezin nebin û nebin terorîst !
Li gorî Hîlal Kaplana xwedêgiravî jin, însan û misilman "teşhîsa zû jiyanê xelas dike", yanî diyar e ku zarokên kurdan dema mezin bibin ewê bibin terorîst, lema jî baştir e tirk wan hîn zarok in bikujin...

Not:
Hîlal Kaplanê gotiye, wê tiştekî wiha ne gotiye û ne jî nivîsî ye, ev buhtan e.
Dibe ku Hîlal Kaplanê tiştekî wiha negotiye, tiştê li ser navê wê hatiye kirin bi rastî jî buhtan e. Lê em dizanin tirkên tiştên wiha û heta ji wê jî zêdetir dibêjin hene. Leşker û polîsên li Diyarbekrê, Cizîrê, Silopiyê û Nisêbînî zarokên me, jinên bi himil dikujin wiha difikirin.
Di nava  20 salên dawî da vê dewletê bi sedan zarok kuştin û gelek caran jî sîlehek jî danîn kêleka zarokê qetil kirin.
Lema jî Kaplanê ev gotinên jor negotib jî  lê dewlet û hukûmet û bi milyonan tirk eynî wiha difikirin.

XXX

Demirtaş li Moskowayê gotiye ”xistina balafira rûs şaş bû”, dibê wiha nebûya.
Davutoglu, serokwezîrê komîk ji vê peyva Demirtaş pir aciz bûye û gotiye,"ev peyva Demirtaş îxaneta bi Tirkyê ra, heta îxaneta bi însaniyetê ra ye !".
Biçirîne, berde binê te erd e !
Di dîroka dewleta tirk ya panturkîst û faşîst da heta nuha tu serokwezîr bi qasî Davuoglu ne komîk bûye. Rutba wî prof e lê aqilê wî bi qasî bi qasî yê çûkekê jî tuneye, carnan tew nizane çi dibêje…
Îcar “ îxaneta bi însaniyetê ra” !
Ji bo we ji xwe her kurdê ne zilamê we xayin e.
Lê xiyanet, hevaltî û piştgiriya bi we ra ye, zilamtiya neyar e...

Ev dîmen ji trajediyê jî wêdatir e.


Sezgîn Tanrikulu parlamnenterê CHPê ye, wek kurdekî, wek însanekî xwedî ûjdan dixwaze zulma dewlet li Cizîrê, li Silopiyê û li derên din li kurdan dike limeclîsê bîne zimên.
Ji bo vê jî dixwaze meclîs deqîqeyekê bi riya telefonê li kurdekî ji Silopîyê guhdarî bike.
Tanrikulu ji meclîsê ra dibêje, ez nikanim zulma li wir li kurdan dibe bînim zimên, ancax yekî ji wir zulma li wan dibe bi we bide fêm kirin, deqîqeyekê lê guhdarî bikin.
AKP yî protesto dikin, nahêlin yê kurd bipeyive, gotinan davêjin ji Tanrikulu da.
Lê ya herî trajîk, parlamentera HDPê Perwîn Buldan jî wek seroka civînê mudaxeleyî Tanrikulu dike, destûr û nîzama meclîsê bi bîra Sezgîn Tanrikulu dixe û destûrê nade kurdê cizîrî bi riya telefonê halê gelê xwe bigihîne dinya yê.
Ez, bêbavî û zalimiya AKPyiyan fêm dikim, helbet ewê nexwezin
dinya dengê kurdan, hawara kurdan bibihîze.
Lê gava parlamentereke HDPê, jineke ku peyê wê jî ji alî vê dewleta qatil ve hatiye kurştin jî bi AKPiyan ra hereket bike, ew jî dengê Sezgîn Tanrikulu bibire ji şermê wêdatir, rûreşiyeke mezin e.
Dewleta tirk ne li gorî qanûnan me dikuje û bajarên me dişewitîne. Dewleta tirk ne li gorî qanûnan 21 rojan nahêle kurd ji malên xwe derkevin, 21 rojan kurdan di malên wan da hefs dikin.
Ev meclîs jî tê da, her tiştê dewleta tirk ji bo kurdan xeyrîmeşrû ye, ji bo bêdengkirina kurdan parastina qanûn û nîzama meclîsa tirk ji alî parlamentereka HDPê şermeke mezin û trajediyeke bêemsal e.
Ez Sezgîn Tanrikulu ji ber vê camêriya wî, ji ber vê hewildana wî ya însanî pîroz dikim û Perwîn Bûldanê jî şermezar dikim.
Dibê Perwîn Bûldan ji ber vê kirina xwe ji gelê kurd uzrê xwe bixwaze...

XXX
Gava serfermandar ne tu serfermandar be, artêşa herî xurt jî nikane bi ser keve, mahkûmî têkçûnê ye.


XXX
Li Diyarbekrê di nava Sûrê da şerekî giran heye.
Li gorî xeberên medyaya civakî leşkerekî giran girtiye ser Sûrê.
Ji taxên din gel diçe hawara gelê Sûrê, ji bo ku rê li ber qetlîameke mezin were girtin.
Tiştê Daîşê li Kobanê kir dewleta tirk îro li Diyarbekrê dike...

23 december 2015

Navê wira ne ”Rojhilatê Tirkiyê” ye, Kurdistan e !


Selahedîn Demirtaş, berî ku here Moskovayê civîneke çapemeniyê çêkir.
Demiertas di axaftina xwe da ji bêdengiya ”dost û hevalbendên” HDPê û bi taybetî jî ji ”Gezîciyan” gazin kir û got,
”Rojavayê Tikiyê li hemberî bûyerên rojavayê welêt bêdeng e. Eynî tişt li Îzmîrê bibe emê li gel Îzmîrê bin. Li Qeyseriyê bibe emê li Qeyseriyê bin. Dibê însan dengê xwe bilind bikin. Kesên li Geziyê digotin me dewlet nas kir, wisa xuya dike ku dewlet nas nekirine. Dibê rojavayê Tirkiyê êdî dawî bide vê bêdengiyê û xemsariyê û ji bo guhertina parlamentoyê û siyasetê însîyatîfê bigre…”
Berî her tiştî navê Kurdistanê ne”Rojava” ye, Kurdistan e. Dibê meriv navê welatê xwe wek tirkan telafuz neke.
Dibê kurd êdî dev ji termînolojiya ”rojhilat” mojhilat berdin, piştî hewqas xwîn û malwêranî hîn û hîn jî ji dêlî navê Kurdistanê, bikaranîna gotina ”rojhilat” û ”rojhilatê welêt” ne xweş e, şerm e.
Meriv ji bo ”rojhilatê” welatekî bi salan şerê çekdarî û bi dehhezaran şehîd nade, ”xweseriya demokarîk”(qey qest otonomî ye) naxwaze û ji bo rojhilatê welatekî ” xendeka nakole.
Heger hûnê ji Kurdistsnê ra hîn jî bibêjin ”Rojhilatê Tirkiyê”, wê demê ev şer û teşxele ji bo ci ye ?
Tu siyasetmedarê kurd dibê ji dêlî navê Kurdistanê, navê ”Rojhilat” û filan û bêvan bi kar neyne, navê welatê xwe wek camêran rast bibêje.
Ya din jî mesela çepên tirk û bêdengiya Gezîciyan e.
Di nivîsa xwe pêr da min qala vê meselê kiribû. Dibê em kurd êdî hinekî biaqil bibin û bizanibin ku tirk tu carî nayên hawara me.
Ne Gezîcî tenê, çepên tirkan jî, rastên tirkan jî û dîndarên tirkan jî di rojên teng da tu carî nebeziyan e alîkariya kurdan û nabezin.
Kurdan heta nuha bi dehan çepên tirk yên bêkes bi rayên xwe kirin parlamenter. Hemû nuha nuha xwedî meaşekî bilind in. Lê em bala xwe didinê ji wan qet deng dernakeve, belkî jî kurd ji zû da ji bîr kirine.
Gelek kurdên Stenbolê ji bo ”Geziyê” xwe kuştin, digotin ev wacibekî însanî û enternasyonalîst e.
Nuha jî hewcedariya kurdan bi alîkariyê heye, çima ”Gezîciyên” me naçin Cizîrê, Nisibînê û Silopiyê.
Bavo bira neçin Cizîrê û Nisibînê, bira li Stenbolê, li Anqerê zulm û terora dewletê protesto bikin. Em bi wê jï razî ne.
Lê em dibînin wê jî nakin.
Tirkan her tim li pelçiqndin, serkutkikirin û qetilkirina kurdan temaşe kirine. Ji sedî yekê tirkan jî li dijî terora dewletê dernakeve, kesên li dij derdikvin pir hindik in, ne ji sedî yek in jî.
Di hemû serîhildanên kurdan da jî wiha bûye, piraniya miletê tirk, medyaya tirk, siyasetmedar û ronakbîrên tirk ji teror û qetlîmên dewleta xwe ra li çepikan xistine û piştgirî dane dewleta xwe.
Îro jî piraniya tirkan, medyaya tirk piştgiriyeke pir xurt dide terora dewlet li Kurdistanê dimeşîne. Medyaya tirk ji dewletê bêtir dixwaze dewleta bînê li kurdan biçikîne û heta jê tê bikuje.
Him piştgiriyê didin dewleta xwe û him jî bûyeran tahrîf dikin, qetlîamên dewklet dike dixin hustuyê PKKê. Li hemberî kurdan şerekî psîkolijîk dimeşînin.
Dostê me yê roja teng baş xerab dîsa em kurd xwe bi xwe ne…

22 december 2015

Welatekî dixwazim navê wî KURDISTAN !

Dewleta tirk li hemberî kurdan herbeke nuh ya mezin daye destpêkirin. Bi tank û topan ketiye gelek bajarên kurdan û bajaran topbaran dike.
Ji ber van êrîşên hêzên îşxalkar Cizîr, Nisêbîn, Dêrik, Lice, Gever, Silopî, Diyarbekir, Şirnex wêran bûne, bi hezaran kurd koçber bûne, bi sedan kuştî û birîndar hene.
Bi kurtî Kurdistan dişewite û kurd di nava agir da ne. Şer û êrîşên dewletê berdewam in.
Di rojeke wiha da kurdekî tirkiya ev teksta jêr parve kiriye

”Welatekî tenê dixwazim navê wî ”DINYA.”
Nîjadekê tenê tenê dixwazim navê wê ”ÎNSAN.”
Kayniyekê tenê dixwazim navê wê ”HEZKIRIN.”
Sloganekê tenê dixwazim navê wê ”BIJÎ BIRATIYA GELAN!”

Min xortê ev nivîs parvekiribû  ji hevaltiya xwe derxist.
Min jê ra nivîsî:
”Ji ber ku te nivîsa "Bir ulke istiyorum adi dinya" filan û bîvan, belav kiriye ez te ji hevaltiya xwe derdixim.
Kesên ji kurdatiya xwe nerehet in, kesên dixwazin ji kurdayetiya xwe xelas bibin teorî û qulpên wiha dibînin.
Ji dêlî ku tu bixwazî wek her kesî bibî xwedî welat, tu xewna bira her kes wek te bibe bêwelat dibînî.”

Hin kesên kurdayetiyê ji bo xwe wek barekî, wek gelşekê dibînin ya eslê xwe înkar dikin, ya xwe vedişêrin ya jî dibin ”enternasyonalîstên” herî bi heraret.
Dinya tu carî nabe yek welat û yê her kesî.
Hemû însan tu carî nabin yek milet, yek nîjad.
Û hemû miletên cîhanê jî tu carî nabin birayên hev.
Lê miletên bindest dikanin ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî welat.

Nîjadên cihê, miletên cihê, dikanin bi hev ra bijîn, ne şert e zulmê li hev bikin û hev û du qir bikin.
Yanî problem ne di hebûna welatan û miletan da, di îdeolojiyên nîjadperest, faşîst, emperyalîst da ye, di çavnebariya însan da ye, di xwestina kedxuriyê da ye.

Di hebûna rîjîmên dîktator û faşîst da ye.
Lema jî dibê meriv ji dêlî ku li dijî hebûna welatan û miletan be, dibê li dijî îdeolojiyên faşîst, îşxalkar derkeve û cîhaneke demokratîk,  adil, wekhev  û xwedî heq û huqûq biparêze…

Karl Marx jî di wexta xwe da bi enternasyonalîzmê dinyayeke bêsînor xeyal kiribû, lê praktîkê nîşan da ku ew ne mimkûn e, tenê xeyal e.

Lê Theoder Herzlê(1860-1904) bavê nasyonalîzma cihuyan û dewleta Îsraîl li dijî vê teoriya Marx derket û got ne mimkûn e em her kesî bikin wek xwe,  çare dibê em wek her kesî bibin xwedî dewlet.

Û ji bo vê jî 50 sal da ber xwe, got dibê di nava 50 salî da em cihû jî wek miletên din bibin xwedî dewleteke netewî û ji vî halê perîşan xelas bibin.

Rewşa me kurdan jî eynî wek ya cihuyan ya sedsala 20 ye. Em nikanin sînorên dinyayê rakin, dewletan belav bikin û hemû miletan bikin yek milet.

Em kurd jî ya emê bibin xwedî dewleteke netewî û ji vê bindestiyê xelas bibin û ya jî emê hêdî hêdî bihelin û bibin ereb, faris û tirk.

Wekî din tu çare û tu xelasiya me tuneye, dibê em dev ji teroriyên dinyayeke bêsînor û yek milet(însan)berdin û ji bo tiştên mimkûn  bixebitin.

21 december 2015

Tirk bi kuştina kurdan destên xwe hine dikin

Medyaya civakî û rojnameyên tirk bi dilşadiyeke mezin dinivîsînin bê leşkerên wan li Cizîrê, Silopiyê û li Sûrê çiqas kurd kuştine. Mizgîna qetilkirina bi sedan kurdî didin tirkan.
Medyaya tirk, civata tirk û hukûmeta AKPê bi kuştina kurdan pir û pir kêfxwes xuya dikin.
Serokwezîr û berdevkên hukûmetê dibêjin ewê heta dawiyê herin, heta ku yek ”terorîst” nemînin ewê bikujin û bajaran yek bi yek wêran bikin.
Rast dibêjin, dijminekï xedar in û heta ji wan were ewê bikujin û wêran bikin.
Ji ber ku ancax bi vî hawî kanin kurdan û Kurdistanê di bin destê xwe da bihêlin.
Ji xwe heta nuha jî bi kuştinê îşxala xwe parastine.
Çimkî îro ew xurt in, di destê leşker û qatilên wan yên profesyonel da sîlehên giran hene, tank û topnên wan hene, lema jî ewê qetlîamên xwe bidomînin.
Çawa nebe dinya bêdeng e û bi hezaran kurdên zilamên dewleta tirk û hukûmeta AKPê li hemberî vê barbariyê kerr û lal in, kes îtîrazî vê zulmê nake û li hemberî hukûmeta AKPê ranebe. Heta nuha yek kurdî jî ji AKPê îstîfa nekiriye.
Ev yek jî bêguman cesaretê dide hukûmetê. Bi rengekî bêtirs ewê bikujin û wêran bikin.
Seddam jî pir kurd kuştin, lê aqübeta wî her kes dizane. Ev zulm ewê ji Erdogan û Davutoglu ra jî nemîne

XXX
Gelê Şirnexê lek bi lek dihere gazî û hawara Cizîra botan, kela mîran û egîdan.
Bira parlamenter, wezîr û kurdên hevkarên AKPê ji xwe fedî bikin.
Dijmin bajarên wan wêran dike, zarokên wan qetil dike, lê ew dîsa jî bêdeng in, dîsa jî dev ji hevaltiya neyarê xwe bernadin...
Bijî liberxwedana gel ya li hemberî îşxala dewleta tirk !
Bimre hevkariya bi neyarên miletê kurd ra !

XXX
Nêta vê hukûmetê tuneye zirnîqekî jî bide kurdan, heger hebûya bajarên kurdan yek bi yek wêran nedikirin.
Ji bo ku kurd bibêjin "TESLÎM" ewê hîn gelek xwîn birjînin.
Dibê em jî nîşanî vê dewleta faşîst û îşaxalkar bidin ku kurd ewê tu carî teslîm nebin û dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernedin...


XXX
Bi dehan generalên tirk li hev civiyan e li ser xerîtê plan û amadekariyên îşxala Cizîrê û Silopiyê dikin.
Hin kurdên bêxîret hîn jî li hemberî vê hêza îşxalkar bêdeng in, hîn jî hevalên dewlet û hukûmeta wan in.

20 december 2015

Dewletê di sala 2013a da biryara vî şerî daye


Davutoglu di rojnameya Hurrîyetê da ji Akîf Bekiyê xwefiroşê bîngolî ra gotiye ”şer û operasyonên li hemberî van bajaran di sala 2013a da hat plankirin.”
Ji bo ku careke din xendek neyên kolan û barîkat çênebin ewê her tiştî bikin, tedbîrên mezin bigrin, gelek qereqolên nuh çêkin û leşkerekî mezin li wan bajar û herêman bi cî bikin.
Yanî ev operasyonên li hemberî Licê, Silîva, Cizîrê, Nisêbînê, Kerboranê, Geverê, Bazîdî û hin derên din ne ji ber xendekan bûye, dewletê du sal berê haziriya vî îşî kiriye û li bende mahneyekê, hincetekê bûye. Hincet jî xwediyên xendekan ji dewletê ra amade kirin. Û dewletê jî ev yek kir bahane û li hemberî bajarên kurdayetî lê xurt bû dest bi şerekî wêrankir kir.
Lö dibê em bizanin xendek mendek hemû bahane ne, dewletê berê birayara xwe dabû ku li Kurdistanê hêza xwe qaîm û xurttir bike. Ji bo ku Kurdistan ji dest wan dernekeve ev yek lazim e, dibê tim xwe nuh bikin.
Davutoglu gotiye:
”Di nirxandina xwe ya sala 2013a ya meha mijdarê/kasimê da me 12 qeza hedef girtibûn. Heger hûn li micadeleya du sê meh berê binêrin Lice, Silîva, Warto, Qulp heye, Cizîr dom dike. Gever, Bazîd heye. Li piraniya van qezeyan kontrol hat pêkanîn. Nuh 4-5 qeza mane. Sûr, Cizîr, Silopî, Nusêbîn, Kerboran. Nuha me giraniya xwe daye wan deran. Qereqolên nuh ewê werin avakirin û daimî bin.”
Ji van gotinên Davutoglu jî diyar dibe hukûmeta AKPê du sal berê biryara vî şerî daye. Ji bo ku bajarên kurdayetî li xurt e bepelçiqînin, kurdan ji hev belav bikin û hêzên xwe yên leşkerî li Kurdistanê xurttir bikin li bende hincetekê bûne. Heger ne xendek bûna ewê bahaneyeke din bidîtana, çimkî biryara xwe dabûn.


Dewleta tirk Kurdistanê ji nuh ve îşxal dike

Dewleta tirk bi leşkerekî giran girtiye ser gelek bajarên Kurdistanê û qeweta xwe li serê kurdan diceribîne, mêraniya xwe nîşanî me kurdan dide, dixweze me serkut û çavtirsiyayî û qudûmşikestî bike.
Tirk bi kêmanî ev 150 sal in ji bo ku Kurdistan ji bin îşxala wan dernekeve û kurd azad nebin vê barbariyê li me kurdan dikin. Her carê bi hincetekê êrîşî kurdan dikin, gund û bajarên me dişewitînin.
Yanî xendek filan û bêvan hemû bahaneyên ji bo ku hêzên xwe li Kurdistanê zêde û xurttir bikin.
Çawa ku heta nuha kurd teslîm nebûn, bi vê sefera wan ya dawî jî ewê teslîm nebin û van hovan poşman bikin.
Her kurdê welatparêz û xwedî ûjdan dibê berî hertiştî li dijî vê îşxal û barbariya artêşa dewleta tirk derkeve, vê terora dewleta tirk protesto bike û ji bo gelê xwe doza azadî û serxwebûnê bike.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî azadî û serxwebûna kurdan!
Bijî liberxwedana li dijî îşxalê!
Bimre barbarî, teror û îşxala dewleta tirk!

XXX
Demirtaş tiştekî xweş bi bîra Davutoglu xistiye.
Davutoglu her cara çûye Sûriyê tirm şîret li Esad kiriye, gotiye ”bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke”!
Davutoglu şîretan li Esad dike, jê ra dibêje bi tank û topan êrîşî gelê xwe neke, lê belê ew bi xwe eynî tiştî dike, artêşa wî bi tank topan êrîşî kurdan dike.
Davutoglu, êrîşên Esad şaş, lê yên xwe rast dibîne.
Ji ber ku ew êrîşî kurdan dike, li hemberî kurdan bikaranîna her sîlehê mubah dibîne…
Ne xêra Demirtaş be kes tiştên wiha bi bîra van faşîstan naxe…

XXX

Heta ku kurd bi xwe bi hev nekevin, yek zora yekî nebe, yek yekî ji dijmin ra navêje ji erdê da kurd tu carî têk naçin, wenda nakin.
Yanî dijmin bi tena serê xwe tu carî zora kurdan nebiriye û îro jî nikane bibe.
Heger îro jî bêtifaqî nekve nabêna kurdan, kurd bi hev nekevin, kurdan zora dijminên xwe birine.
Lê tirsa min ew tirs e di nuxteya dawî da hêzên kurdan dîsa têkevin gewriya hev û dijmin jî ji vê teşxelê feydê bibîne û îcar jî zora kurdan bibe..
Her kurd, her kesê welatparêz dibê li dijî şer û pevçûna hêzan kurdan yên xwe bi xwe derkeve.
Îro roj ne roja berberiyê, şer û teşxeleyan e, roja tifaqê, hevkariyê, dostî û biratiyê ye. Ev tunebe emê hemû li zirarê derkevin.
Heger îcar jî em wenda bikin, heger îcar jî em ji van fersendan sûdê negrin bi Xwedê çû ji me da, careke din em nikanin werin ser xwe...

19 december 2015

Kertalo ma warê te li ku ye?

Ji kertal ra gotin, ma warê te li ku ye?
Got weleh ba dizane.
Cî û warê hin siyasetmedarên kurd jî ne ba, lê pere dizane. Kî perê wan bide warê wan wir e...
Yên do li TRT6 bûn îro transeferî rojnameya Zamanê bûne.
Rojnameya Zamanê dest bi weşana malpereke kurdî kiriye.
Hin kurdên ji TRT6ê hatine bidûrxistin îcar li Zemanê cî ji xwe ra dîtine, îcar Zeman ji xwe ra kirine war...
De ser xêrê be…

XXX
Ez bi xwe tu maneyekê nadim bêtehamuliya PYDê û PKKê ya li hemberî ala kurd û Kurdistanê.
PYDê li Kurdistana rojava di merasimekê da dîsa nehîştiye xelk ala Kurdistanê hilde.
Bi rastî eyb e, ew bi xwe ala kurd hilnadin ev biryara wan e, kes wan îcbarî hildana ala kurd nake.
Lê dibê ew jî midaxeleyî xelkê nekin. Wê demê tu ferqeke wan ji dewleta tirk namîne.
Dewleta tirk jî li dijî ala kurd e, nahêle kurd ala xwe li her derê û bi azadî hildin. Lê hûn vê şêla Tirkiyê rexne dikin, dibêjin ev ne demokrasî ye. Bes hûn bi xwe jî eynî tiştî dikin.
Ev tiştekî ne xweş e, ne rast e.
Dibê PYD û PKK vê meselê di nava xwe da çareser bikin, kurd hildana ala kurd li hev yasax bikin eyb e, ne xweş e.
Ala kurd ne ya tu partiyê, tu hêzê ye, ala miletê kurd e, li her çar perşên Kurdistanê jî ev al ya miletê kurd e.

XXX
Ez îdîa dikim, di nava 500 milyon ereb da yek erebê wek Mazhar Bagli û Mehmet Metîner li dijî gelê xwe û dostê dewleta Îsraîl tuneye.
Di nava 500 milyon ereb da yek erebê micadeleya filistîniyan neheq(çi çekdarî, çi ne çekdarî) û dewleta Îsraîl biheq nîşan bide û biparêze tuneye...
Lê di nava kurdan da bi sedhezaran kesên wek Mazhar Bagli û Metîner hene, li hemberî gelê xwe abûqatiya dewleta tirk dikin, bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin
Ji bo gelê xwe qet tu mafî naxwazin
Û ji ber vê şêla xwe ya hevkariya bi dijmin ra jî qet şerm nakin.

18 december 2015

Dewleta tirk tiştek di kurdan da nehîştiye



Do bi şev cara pêşî di TRTkurdî da ez rastî programa ”Stratejiya rast” hatim.
Di programê da çar kesan, Vahap Coşkun, Huseyîn Şeyhanlioglu, Bilal Sambur û Mazhar Bagli li ser xendekan û şerê di nava bajaran da minaqaşe dikirin.
Mazhar Bagli û Vahap Coşkun min berê ew nas dikirin, lê Huseyîn Şeyhanlioglu û Bîlal Sambûr, min nuh didît, lema jî min piçekî meraq kir û xwest fikrê wan yê li ser dewletê û vî şerî fêr bibim.
Min bîstekê li wan guhdarî kir, min xwest bizanibim hela ka li dijî dewletê çi dibêjin û ji bo gelê xwe çi dixwazin?
Her çar jî akadîmisyen in, aqilê wan ji gelek kesan zêdetir dihere ser meselan û dizanin welatê wan hatiye îşxal kirin û dewlet zulemeke mezin li gelê wan dike, gelê wan ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar û bindest e.
Lê ji bo xatirê Xwedê ji van her çar akademîsyenên me yekî jî êrîşên dewletê yên hovane rexne nekir, yekî jî negot mafê dewletê tuneye bajarên me bide ber topan, mizgeft û avahiyên me wêran bike û zarokên me bikuje.
Hemûyan tenê PKK û xortên xwendek kolane rexne kirin, ji wan gazin kirin, gotin ew neheq in, ew tiştên şaş dikin.
Mazahar Bagli, tew hîn jî pêşda çû operasyonên li dijîbajarên wî, li dijî zarokên wî parast û got dibê ev operasyon zû bi ser kevin û zû biqedin.
Yanî wek kurdekî, wêrankirina bajarê xwe, kuştina zarokên xwe, koçberkirin ûperîşaniya gelê xwe parast, ji dil û can xwest dewlet zû bi ser keve.
Fena ku ew ne kurd bin, ne zarokên wê axê bin, rexnekeyeke herî biçûk jî li dewletê û terora dewletê negirtin.
Em ferz bikin ku PKK neheq e, şaş e, baş e hûn ji bo gelê xwe ji dewletê çi dixwazin?
Heger tiştê PKK dike şaş e, hûn yê rast bikin, hûn daxwazên xwe bibêjin.
Lê ew qet tiştekî jî naxwazin.
Tenê PKKê û aliyê kurdan rexne dikin. Dewleta tirk bi deh hezar leşker girtiye ser bajarên wan, dewlet bajarên wan topbaran dike, lê belê tu îtîrazeke wan, tu rexneyeke wan li heberî vê îşxala dewleta tirk tuneye.
Xwedêgiravî akademîsyen û ”ronakbîrên” kurdan in, lê ne li dijî îşxalê ne û ne jî ji bo gelê xwe tiştekî dixwazin.
Tenê dizanin PKKê rexne bikin, di elîfbeya wan da, di kultura wan da rexnekirina dewletê tuneye.
Dewlet çi bike bi heq e, kî li hemberî dewletê rabe, doza mafê xwe bike ew neheq e.
Ez îdîa dikim, di nava 400-500 milyon ereb da yekî wek Mazhar Bagli û van akadîmîsyenên me li dijî gelê xwe û dostê dewleta Îsraîl tuneye.
Di nava 500 milyon ereb da yek erebê micadeleya filistîniyan neheq(çi çekdarî, çi ne çekdarî) û dewleta Îsraîl biheq nîşan bide û biparêze tuneye...
Lê di nava kurdan da bi sedhezaran kesên wek Mazhar Bagli hene, li hemberî gelê xwe abûqatiya dewleta tirk dikin, bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin. Ji bo gelê xwe qet tu mafî naxwazin.
Û ji xwe jî fedî nakin, di warê ûjdanî û exlaqî da jî qet nerhetiyekê his nakin, ezabekî ûjdanî û exlqî nakişînin.
Gava li ser şerê PKKê û dewletê dipeyivin pir bê merhamet û bêûjdan in, çavê wan yê li dewletê dinêre tim kor e û yê li PKKê dinêre tim çar in.
Min heta nuha nedîtiye ji van akademîsyenan yek carê bibêje Kurdistan welatê me ye, çima tirk ewê me îdare bikin?
Çima polîs û leşkerên tirk ewê ji Konyayê û Trabzonê werin li Hekariyê û Diyarbekrê me îdare bikn û bi copan bi me kevin, bi kortika hustiyê me bigrin û me zindan bikin?
Meriv wek kurd, wek akademîsyen, wek ”ronakbîr” çawa dikane li hemberî hêzeke îşxalkar û vê barbariya wê hewqasî xweşbîn be ez fêm nakim!
Fena ku Kurdistan ya tirkan be û PKKê welatê wan îşxal kiribe û bajarên wan bombebaran dike.
Lema jî  neheq PKK ye.
Tu dibêjî belkî dewletê bi rehetî, bêyî şer û teşxele hemû mafê kurdan daye, lê PKK dîsa jî ji kêfî şer dike.
Em bibêjin PKK şaş e, tiştên ne baş dike.
Baş e ma hûn jî ne kurd in, hûn mafê gelê xwe bêyî şer ji dewletê bixwazin.
Program û pêşniyareke din ya aştiyane pêşkîşî kurdan bikin.
Lê hûn vê nakin, hûn ji bo kurdan ji dewletê misqalekî jî naxwazin, tenê kurdên tiştekî dikin û tiştekî dixwazin rexne dikin.
Carê xwe bi ereban ra, bi akademîsyenên ereb ra miqayese bikin. Bala xwe bidinê hela ew ji bo dewleta Îsraîl çi dibêjin û ji bo gelê çi dixwazin û hûn ji bo dewleta tirk çi dibêjin û ji bo gelê xwe çi dixwazin !
Belkî wê demê belkî hûn piçekî ji şêla xwe fedî bikin…
Gava meriv li kesên wiha guhdarî dike, meriv dibîne ku asîmîlasyonê kurd çawa ji kurdayetiyê dûr xistine, gelek kurd kirine biyaniyên gelê xwe û dostên dijmin.

Ya emê koletiya tirkan qebûl bikin ya jî li ber xwe bidin û azad bibin !


Rastiyek pir vekirî, pir eşkere heye hin kes ya nabînin ya jî naxwazin bibînin. Ew jî, ji ber ku Erdogan û dewletê xwest, ev şer îro li Kurdistanê heye û bajar tên wêrankirin.
Çimkî Erdogan û dewletê nexwestin mesela kurd çareser bikin, dewletê nexwest tu mafekî qanûnî yê mayinde bide kurdan.
Lema jî bi PKKê ra li hev nekirin û şer derxistin.
Çimkî ne dewletê û ne jî Erdogan dixwest bi PKKê ra li hev bike. Dixwestin lihevhatin çênebe û şer derkeve.
Û PKK jî hat lîstika Erdogan û şer qebûl kir.
Bêguman PKKê dikanîbû li bajaran xendek nekola û şer nekira.
Lê bi baweriya min heger PKKê dest bi şerê xendekana nekira jî Erdogan ewê maneyeke din bidîta, bi hawakî din, li dereke din PKK bikişanda nava şer.
Ji ber ku hewcedariya Erdgogan bi tevliheviyê, bi bêîstîkrariyê û bi şer heye.
Aramî, îstîkrar wî ditirsîne, xofê dixe dilê wî.
Lema jî dixwaze li der û hundur tim teşxele û tevlihevî û şer hebe.
Ancax bi vî hawî, di van şertên kaosê û şer da dikane îktîdara xwe biparêze û rê li ber ketin û mahkimebûna xwe bigre.
Çimkî ew dizane wî çi sûcên mezin kirine, ew dizane heger carê nigê wî bişemite çû ji wî da, ciyê wî zindan e…
Lema jî Erdogan di mesela kurd da hatibû xaçeriyekê, ya ewê bi PKKê ra li hev bikira û mafê kurdan bida û rê li ber şer bigirta û bi vî hawî mesele bi riyeke aştiyane çareser bikira, ya jî ewê maneyek, sebebek bidîta û dîsa şer derxista.
Ji ber ku tu carî nêta Erdoga û dewletê ya dana mafê kurdan tunebû, lema jî Erdogan got ”ez mutabakata Dolmabahçeyê nas nakim” û dû ra bi PKKê ra têkilî hêdî hêdî xera kirin û şer derxistin.
Esas heger dewletê bixwesta şer der ebeden dernediket, PKKê ewê çek daniya, dev ji şerê çekdarî berda.
Lê dewletê nexwest, ji ber ku ne dixwest bi PKKê ra li hev bike û ne jî ji tiştên dayî bêtir, mafekî mayinda bide kurdan, hebûn û statuya kurdan qebûl bike.
Êdî dawiya xapandinê, dirêjkirinê, serîlêgerandinê û derewan hatibû, ya ewê mafê kurdan bida ü bi PKKê û kurdan ra li hev bikira ya jî şer derxista.
Û lema jî dewletê riya şer hilbijart.
Yanî PKKê çi bikira jî nêta dewkletê xerab bû, dixwest bi şerekî mezin kurdan basko bike, ji hêz da bixîne.
Lê PKK jî zû hat lîstika Erdogan. PKKê dikanîbû dewlet bêtir neheq derxista, hewqasî zû nekekta şerê xendekan…
Li ser vê mijarê û nêta dewleta tirk Selahedînn Çelîk di Rûdawê da nivîsek xweş nivîsîye. Çelîk, li ser nêt û planën dewletê tişên girîng dibêje.
Min ji nivîsa wî qismekî kin wergerand kurdî.
Çelîk wiha gotiye:
”Dewlet li pey çi ye?
Ez mefhûma dewletê bi zanîn bi kar tînim. Çimkî Erdogan siyaseta dewletê ya klasîk dimeşîne.
Di luqata dewleta tirk da peyva kurd tuneye. Gava kurd nerehetiyê dikin azarê didin wan, guhê wan dikşînin. Gava hîn jî pêş da herin, tewqîf dikin. Gava israr dikin, dikujin. Gava serî netewînin, mal û milkên wan bombe dikin, dişewitînin, sirgûn dikin û ji qetlïaman derbas dikin...
Tiştê îro li bajarên kurdan dibin ev e. Di salên 1990î da tiştên li gundan kirin nuha li bajaran dikin. Eynî îdeolojî, eynî siyaset, eynî cîhaz(alet) îro li ser hukim e. Yên îro bajaran dişewitînin zarokên yên di salaên 1990î da gund dişewitandin in.
Bûyer ji xendekan pir wêdatir e.
Irqçîtiyê dewleta tirk kor kiriye, har kiriye.
Heta ku em nebêjin ”em koletiyê qebûl dikin” ewê bixwazin li me xin.
Heger mesele mahkûmkirina çewtiyên PKKê ye, bi hezaran car erê.
Lê belê di bin rexnekirina bi heraret da razîbûna bi koletiyê tuneye gelo?”
Belê, bi rastî naveroka meselê ev e, dewleta tirk dixwaze em teslîm bibin, KOLETIYÊ qebûl bikin, bibêjin temam, emê jî bibin tirk, em tirkbûnê qebûl dikin...
Heta em vî şertê dewletê yanî tirkbûnê qebûl nekin, xendek tunebin jî dewlet dev ji me bernade, tu carî me rehet nahêle.
Yanî ji bo ku em wek milet rehet bikin û hew werin kuştin,wek Selhedîn Çelîk jî gotiye ya emê teslîm bibin û koletiya tirkan qebûl bikin, ya jî emê bi xendek û bêxendek li ber xwe bidin, heta ku rojekê azad dibîn û dibin xwedî dewlet û welatekî…


Li hember Pûtîn newêrin bibêjin kirt !

Serokê dewleta rûsyayê Pûtîn di axaftina xwe ya do da li ser rejîma AKPê û berpirsiyarên hukûmeta Davutoglu gelek tiştên balkêş gotine.
Ji van tiştan yek, numûneya Somoza ye.
Pûtîn:
”Reagan ji bo Somoza gotibû: ´ Somoza helbet namerd(alçax)e, lê belê namerdê(alçaxê) me ye. Erê em îslamcî ne, lê belê em ji we ne, dibê hûn ji bîr nekin em îslamciyên we ne. Belkî tiştekî wiha yê bidizî(qesd di nabêna Emerîka û hukûmeta AKPê da ye)hebe…”
Numûneya din jî mesela ”alastina dereke” Emerîkayê ye..
Pûtîn:
”Lê belê heger ji îdareya Tirkiyê yekî xwest dereke DYA(Dewletên Yekbûyî yên Emerîka)bialêse, ez nikanim bizanibim gelo rast kir ya na. Ez nizanim hewcedariya DYA yê jî bi vê heye ya na…”
Ji xwe mêrikan bi alastina dereke Emerîka ev 90 sal in li ser nigan e, li herêmê bûne dîkê(keleşêrê) Qoqo !
Geh dibin leşkerên Emerîka, geh dibin îslamiyên Emrîka û geh jî dereke Emerîkiyan dialêsin û bi vî hawî dewleta xwe ya pînc, zinêkar û xwînxwar ji belavbûnê xelas dikin.

Tirk xurtê kurdan e, li hemberî van heqaretên Pûtîn newêrin bibêjin kirt, ji ber ku dizanin bivik heye. Baş zanin Pûtîn ne ewê ji wan ra nehêle, lema jî wek pisikan xwe melisandine.

17 december 2015

Dewleta tirk Kurdistanê wêran dike


Operasyonên artêşa tirk yên ser Cizîrê, Şirnexê, Silopoyê, Diyarbekrê, Mêrdînî, Nisêbînî û Ke
rboranê bi  10-15 hezar leşker û bi 14 general û 26 albayan berdewam in.
Dewleta tirk li hemberî kurdan herbeke pir mezin daye dest pê kirin lê ne haya kurdan û ne jî ya dinyayê jê heye.
Herba îro li Kurdistana bakur heye ji herba Îsraîl û Filistîniyan, ji Ukranya û rûsan, ji ya Sûriyê û Daîşê gelkî mezintir e
Dewleta tirk bi li Kurdistanê bi leşkerekî giran girtiye ser kurdan û bajarên kurdan dide ber topan.
Di salên 80 û 90î da gund cûntayê gund valadikirin, Erdogan nuha bajaran vala dike.
Tiştê nuha li Kurdistanê dibe ne henek e, ne operasyonên li dijî PKKê ne, herbeke li dijî miletê kurd e. Belkî li başûr jî êrîşê bibin ser Qendîlê. Çimkî mêrikan gelek leşker şandine wir jî.
Yanî bi kurtî AKP û dewleta tirk biryara tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî dane, dixwazin kurdan teslîm bigrin.
Yanî îcar plan û armanca dewleta tirk pir cidî ye, dibê kurd û PKK li gorî vê haziriyên xwe bikin. Dibê ev êrîşa dewleta tirk were şikandin, ya na rewş pir xerab e.
Li gorî xeberên medyaya sosyal artêşê bi 10 hezar leşkerî girtiye ser Cizîrê û Silopiyê.
Seroka belediya Cizîrê di hevpeyvîna xwe ya bi Mistefa Acar ra gotiye:
”Êrîşên îcar ji yên berê Cudatir in. Di êrîşên berê da bi piranê sîleh dihatin bikaranîn. Lê belê êrîşên îcar bi TANK û TOPAN tên kirin. Li ser girên li dora Cizîrê bi dehan TANK hatine bicîkirine.  Ez ditirsim hûn ji Cizîrê xeberên xerab bibihîzin. Paqijiyaetnîkî dest pê kir…”
Artêşa tirk operasyonên xwe yên li 5 navçeyên Kurdistanê bi 3 korgeneralan, 3 tumgeneralan, 8 tuggeneralan û 26 albay û bi 10 hezar leşkerî dide meşandin. Wek ku bi welatekî dijmin ra di şer da bin hereket dikin.
Yanî dewleta tirk li hemberî kurdan herbeke pir mezin daye dest pêkirin. Bi tank û topan dajo ser xelkê siwîl, malan topbaran dikin.
Werin law werin, bi hemû general, serbaz, polîs, tîm û cendimeyên xwe ra , heger vê jî têr nekir, bi hemû artêşaxwe re werin…
Ev milet êdî ji we û ji artêşa we natirse, hûn çi bikin jî hûnî ji Kurdistanê bicehimin.
Hûn îşxalkar in, zalim û hov in.
Hûn dixwazin bi jimara leşkerên xwe, bi hovîtiya xwe, bi nemiroviya xwe  me bitirsînin, lê em natirsin. Ev milet zû dereng miheqeq ewê we û hevkarên we  ji welatê xwe biqewitîne.
Li gel hewqas zulm û teror û wêrankirina bajaran hîn yek kurdekî zilamê dewleta tirk û Erdogan ne li hemberî van êrîşan derketiye û ne jî ji AKPê îstîfa kiriye.
Yanî xîret  û însaniyeta wan di binê sifirê da ye, heger ne wiha bûya li hemberî vê barbariyê ewê bêdeng nemana…


Derdê me nêçîrvanên destbixwîn in

Derdê me ne kurdên ji cinsê kewê, nêçîrvanên destbixwîn in
Heta nuha min çend caran Îdrîs Baluken ji ber hin gotin û beyanên wî yên li gorî min şaş bûn rexne kiriye.
Lê îro jî dixwazim ji ber vê axaftina wî ya li ser kurdên ji ”cinsê kewê”, kurdên neyarên qewmê xwe bipesinînim.
Gava yekî tiştekî şaş got mafê meriv heye rexne bike, lê gava tiştekî rast û xweş jî got dibê meriv wê jî teqdîr bike û viya jî bibêje.
Gotinên Baluken yên îro li ser Orhan Mîroglu gotine hêjayî teqdîrê ne…
Baluken di axaftina xwe ya meclîsê da ji bo Orhan Mîroglu teşbîha ”cinsê kewê” kiriye û gotiye Mîroglu ji cinsê kewê ye, yanî neyarê serê qewmê xwe ye…
”Esas gava em derketin ser kursiyê me Mîroglu muxatab negirt. Hûn dizanin çûkên(teyrên)dinyayê yê herî dengxweş kew in. Kes nikane li hemberî dengê wan bîgane bimîne. Gava ew dixwîne kewên din yên tên dengê wî tên qetilkirin. Em siyasetmedarên ji cinsê kewan muxatab nagrin. Ji bo ku qetlîamên gelê xwe hêsan bikin rastiyan li vir tahrîf dikin. Em wan muxatab nagrin. Derdê me nêçîrvan in. Me heta nuha li hemberî nêçîrvanên destbixwîn li ber xwe da, ji nuha û pê da jî emê li ber xwe bidin…”

Nîjadperestî bûye qereketerê tirkan yê netewî

Nîjadperestî û neyartiya kurdan di xwîna tirkan da heye, nifş(cîl) bi nifş dewrî hev dikin.
Ez bawer dikim îro li dinyayê miletê herî zêde irqçî û faşîst tirk in, medyaya tirk e.
Di dema dîktatoriya Ataturk da rojnameya Cumhûriyetê pêşeng û hêlîna panturkîstan, irqçiyan û neyarên kurdan bû.
Ev ”ruhê xebîs û irqçî” yê rojnameya Cumhûriyetê nuha jî derbasî rojnameya YenîŞafakê bûye.
Ji dêlî Cumhûriyetê îcar jî rojnameya Yenî Şafakê bi qirkirina kurdan kêfxweş dibe, ji xwe ra dike manşet.
Xeta xwar ji gayê pîr da ye, ev rojnameya rezîl li têla Erdogan dixe, manşetên li gora dilê wî bikar tîne…
Ji ber ku Yenî Şafak dizane Erdogan û Davutoglu ewê bi vê manşetê kêfxweş bibin û mesûlan ra ibêjin ”eferim”!
Li Tirkiyê însaniyet mirî ye, faşîzim, nazîzim di rewajê da ye, her kes dixwaze eferimekê ji sultanê mezin bigre….

XXX
Dijmin ne AKP tenê ye, dev ji tunekirina AKPê berdin. Dijminê esasî dewleta tirk e, dibê dewleta tirk ji Kurdistanê bicehime û dewleteke kurd çê bibe, dibê em viya bibiêjin û bixwazin.

XXX
Yên leşkerên tirk îro li Kurdistana başûr bi dizî bi cî dikin, li vir û li wir vedişêrin sibe ewê nikanibin ji wan deran derxin. Ne pir dûr, di demeke nêzîk da ji ber vê hevkariya xwe ya bi tirkan ra ewê pir poşman bibin.
Tirk ji derve hatin Kurdistanê, lê dû ra Kurdistan ji me stendin û em jî ji xwe ra kirin kole.
Tirk dûpişk in, meriv dûpişkê nake bêrîka xwe.
Me ji dîroka xwe ders negirtiye

2015-12-17

16 december 2015

Dewleta tirk dixwaze qetlîameke mezin bike

Serokê MHPê Devlet Bahçeliyê faşîst li ser êrîşên dewletê ser bajarên Kurdistanê gotiye:
”Nuha welatê me di nava kaosê da ye. Li 7 wîlayetên cihê 52 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. Ji derên şer û pevçûn lê hene zêdeyî 200 hezarî însanî koç kiriye. Ev, tasfiyeyeke bi dizî ya bênav ya etnîkî ye.”
Yanî tiştê dewlet li Kurdistanê dike koçberkirin û qirkirina miletê kurd e, bi rengekî dizî miletekî ji ortê radike.
Heta bigihîje Develet Bahçelî jî viya dibîne û dibêje.
Lê gelek siyasetmedar û serokên kurdan yên li dijî HDPê û PKKê ne bi qasî Devlet Bahçeliyê faşîst jî rastiyê nabêjin, vê qirkirina dewletê ya kurdan bi nav nakin.
Û di ser da jî dibêjin em kurd in û ji bo kurdan siyasetê dikin. Dijberiya HDPê û PKKê li hemberî felaketeke wiha mezin jî ew kerr û lal kirine.

XXX
Dewleta faşîst bi 10 hezar leşker girtiye ser Cizîrê û bajêr bi tank û topan topbaran dike. Êdî şer e, dibê li her derê, li hemberî vê îşxalê kurd serî hildin.

XXX

Bersîva PDKê daye PKKê nîşan dide ku PDK ne li dijî îşxala leşkerên tirk e, heta ji bicîbûna wan ya li Kurdistanê memnûn xuya dike.

Ji ber ku em kurd in dewlet qetla me li xwe helal dibîne

Hûn qet fikirî ne ji bo çi leşker û polîsên dewleta tirk bi vê bêûjdaniyê, bi vê zalimiyê êrîşî bajarên me dikin û me dikujin?
Û gava guleyên bera zarokên me didin li fûtê naçin, çima hewqasî dilşa dibin û dibêjin û ji kêfan difirin?
Miheqeq piraniya we dizane sebeb çi ye…
Lê hindik be jî yên nizanin tirk çima û ji bo çi bi vê bêûjdaniyê êrîşî bajarên me dikin û me dikujin hene.
Ez ji wan ra sebebê vê bibêjim:
Ji bo ku em KURD in, ne ji wan in, lema bi vê bêûjdaniyê bajarên me, mizgeftên me dişewitînin û ji kuştina me hewqas kêf û zewqê digrin.
Heger em tirk bûna bêguman ewê ev zulm li me nekirana.
Ji ber ku em KURD in ji me nefret dikin, me dikujin, bajarên me, mizgeftên me bi bi kêfxweşî dişewitînin.
Ji ber ku em KURD in serokwezîr, serokkomar emrê kuştina me û şewitandina bajarên me didin.
Heger eynî xendek li bajarên tirkan bûna ewê bajar bombebaran nekirana, mizgeft û avahiyên dîrokî neşewitandina.
Wek kurd dibê em sebebê vê neyartiya dewletê bizanibin

XXX
Saît Çurukkaya di heqê Bakî Gul da hin tiştên pir cidî dibêje, Bakî Gul bi ajantiya dewleta tirk îtham dike, dibêje têkiliya wî bi qatilê Sakîne Cansiz, Omer Guney ra heye, ew dostên hev in.
Esas di heqê Bakî Gul da ev ne cara pêşî ye îthamên wiha tên kirin, berê jî çend caran hat îdîakirin ku Bakî Gul merivekî tarî ye, ajanê dewleta tirk e.
Lê çi xerîb e PKKê heta nuha çipiska xwe jî bi vî merivê tarî û neyarê yekîtiya kurdan nekir û ew ji nava refên xwe neqewirand.
Di heqê merivekî da hewqas îdîayên giran, hewqas tiştên nexweş werin gotin, hema ew meriv paqij be jî, ne ajan bejî, piştî hewqas îdîa meriv li ser karê wî nahêle, diqewitîne.
Hema ji bo xatirê bîr û raya giştî be jî meriv merivekî hewqasî bi şaîbe di nava xwe da nahêle.
Lê diyar e pişta Bakî Gul pir û pir xurt û saxlem e, heta bodroya meaşê wî yê ajantiyê neyê weşandin PKK dest nade wî.


Kes bi derewan nemiriye

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutogluyê tewtewe û aqilsivik dîsa peyveke pir berradayî kiriye.
Ez dibêjim hemû dîplomayên vî tewteweyê aqilsivik sexte ne. Carnan tew nizane çi dibêje, gotin wek ba hema ji devê wî derdikevin, lê gelekê caran peyv ne temam in, xuloxwarî û bêmane ne.
A Davutoglu Prof. li Sofyayê dîsa xwe berdaye û ji pesin peyivî ye, gotiye:
”Ji nava civatên me Daîş dernakeve, kesên bi çavekî ne baş li qewmên din dinerin dernakeve…”
Berî her tiştî ev gotineke bêmane ye, zimanekî seqet e.
Ya din vir e, di nava Daîşê da bi hezaran tirk, hene.
Û îdîa ku ji nava tirkan kesê bi çavekî ne baş li qewmên din dinêre dernakeve ji xwe dereweke bi boçik e.
Carê hûn ne tenê bi çavekî ne baş, hûn ji kurdan, ermeniyan, cihûyan, rûsan, yûnanan, sirban û heta hemû cîhana xiristiyan nefret dikin.
We milyonek û nîv ermenî qetil kir, we heta nuha bi sedhezaran kurd qetil kirine.
Heger ji destê we bê hûnê hemû kurdan ji ruyê dinyayê rakin.
Hûn hewqasî ji kurdan nefret dikin ku heta çend sal berê we digot miletekî bi navê kurd tuneye, kurd di eslê xwe da tirkên çiyayî ne.
Di rastiyê da hûn tenê ji xwe û ji çend miletên nêzî we ne hez dikin, lê miletên mayî hemûyan hûn nefret dikin, hûn ji kurdan xwîn vedirşin…
Lê derew ne pera ye, meriv ne cidî be û li ber xwe nekeve û hinek jî tewtewe û aqilsivik be, zirt û fortên wiha pir rehet dide xwe…

15 december 2015

Dewlet haziriya qetlîameke mezin dike

Tiştê dewleta tirk, hukûmeta AKPê îro li Kurdistanê dike eynî wek tehcîra dema Şêx Seîd û Seyid Riza ye, yanî bi darê zorê koçberkirina kurdan ji gund û bajarên wan û ji Kurdistanê ye.
Dibê li her bajarê Kurdistanê bi sedhezaran, bi milyonan kurd dakevin kolanan û li dijî vê plana dewleta tirk ya tehcîrkirina kurdan dengê xwe bilind bikin…
Bêdengî, temaşekirin ewê karê dewleta faşîst hêsan bike…

XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Kurdistanê sinyala qetlîameke mezin dide, dibêje ”li wan bajaran heger hewce be ewê mal bi mal ji terorîstan were paqijkirin. Çawa me got Oramar(Daglica) ewê were paqijkirin û hat paqijkirin, nuha li van çiyan yek terorîst jî nemaye. Li van bajaran jî ewê eynî tişt were kirin…”
Ev gotinên Davutogluyê panturkîst û faşîst li Kurdistanê îşareta amadekariya qetlîameke mezin e. Bêdengiya hêzên kurd û kurdan û dinyayê ewê cesaretê bide vê rejîma faşîst.
Lema jî dibê hemû kurd bi xurtî li dijî êrîşên dewletê derkevin û dinyayê bi vê plana hukûmeta AKPê bihesînin.

XXX 

Êdî dem hatiye ku her kurd, her patî ji dewleta tirk ra bibêje, "ji weletê me biteqize"!
Berî her kesî dibê PKK viya bibêje û dev ji projeya biratiya bi tirkan ra û "tirkiyetiyê" berde.
Herî kêm ji sedî 90ê tirkan piştgriya terora dewleta xwe ya li hemberî  kurdan tê meşandin dikin.
Ev du meh in tiştê dewleta tirk aniye serê kurdan heger Îsraîl bianiya serê filistîniyan, tirkan ewê qiyamet rakira, piştî her nimêja îniyê li her bajarî ewê zulm û terora dewleta Îsraîl bihata protestokirin.
Lê heta  nuha carekê jî kesî zulm û terora dewlet li hemberî kurdan dimeşîne protesto nekiriye.
Ne dîndar, ne jî çep, kes li dijî zulma li kurdan dibe dernakve, kes dewleta tirk protesto nake.
Bira protesto li wir bimîne, li gorî anketan ji sedî 80-90ê tirkan piştgiriyê didin çewisandin û serkutkirina kurdan û vê wahşeta dewlet li Kurdistanê dimeşîne...
Li gorî anketan miletê tirk dixwaze dewlet koka terorê biqelîne, heta terorîstek hebe dom bike.
Madem wiha ye, dibê kurd jî êdî şîara serxwebûnê bilind bikin…




Şaşiya zarokên li pişt xendekan kuştina wan li dewleta îşxalkar helal nake

Wiha nebûya baştir bû, riyeke demokratîk û aştiyane bihata dîtin helbet çêtir bû…
Lê piştî ku wiha nebû, piştî ku îro şer e, leşker û polîsên dewleta tirk bi rengekî hovane welatê me dişewitînin û zarokên me dikujin, dibê em jî li hemberî vê zulmê bêdeng nemînin û berê xwe bidin dewleta îşxalkar.
Ne ku em zarokên li pişt xendekan neheq nîşan bidin û tenê wan rexne bikin, dibê hedefa me hêzên îşxalkar û çeteyên dewleta tirk be.
Zarokên li pişt xendekan çiqasî şaş û heta neheq bin jî ev yek maf nade hêzeke dereke, hêzeke îşxalkar were li welatê me zarokên me bikujin û bajarên me bi vê hovîtiyê bişewitînin.
Şaşiya zarokên li pişt xendekan kuştina wan li dewleta îşxalkar helal nake, şewitandina bajarê me bi heq nîşan nade…
Dewleta tirk li welatê me şerefa me, heysiyet û namûsa me binpê dike dibê em vê heqareta mezin rast û bi heq nebînin.
Îro li gelek derên Kurdistanê şer e, dijmin bi hemû hovîtiya xwe êrîşî gelê me dike, zarokên me dikujin.
Dii vî şerî da dibê em şêla xwe, refên xwe diyar bikin.
Ji alî exlaqî ve ne rast e di rojeke wiha da meriv dijminê îşxalakar bi heq û zarokên li pişt xendekan(ew çiqasî neheq bin jî) neheq nîşan bide.
Ne rast e ku di orta şer da meriv pişta gel û zarokên xwe negre û li hemberî vî dijminê xwînxwar bêdeng bimîne.

XXX
Em dewra Dewleta Osmanî bidin aliyekî, ji roja dewleta tirk ya kemalîst, faşîst ava bûye û vir da ye her cara ku kurdan doza azadî û serxwebûna xwe kirine, ev daxwaz ji alî kê ve hatibe kirin ji bo dewletê qet ferq nekiriye, dewlet hertim bi hovîtî û bi neya tiyeke mezin çûye ser kurdan û serîhildana kurdan pelixandiye.
Ji ber ku hedefa dewleta tirk kurdan bike asîmîle bike, bike tirk, ne ku hebûna kurdan nas bike û mafên kurdan yên netewî bide.
Înkar û îmha kurdan, helandina kurdan îdeolojiya dewleta tirk ya resmî ye.
Hukûmeta AKPê jî îro vê îdeolojî û siyaseta dewleta tirk ya resmî yanî înkar û îmakirina kurdan diparêze û li Diyarbekrê derbasî praktîkê dike…
Tiştê dewlet îro li Diyarbekrê dike kîja roja kurd serî doza azdî û serxwebûna xwe bikin ewê dîsa bike…
A dibê em vê rastiyê bizanibin û bibêjin, lê dîsa PKKê û xendekan rexne bikin…

XXX

Dewleta tirk bi leşkerekî giran dajo ser Cizîrê û Silopiyê.
Wek ku bi dewleteke din ra têkeve herbeke mezin êrîşê dibe ser Cizîrê û Silopiyê.
Dikane qetlîamake mezin çê bikin. Kî kane çi bike dibê bike û rê li ber qetlîameke mezin were girtin.
Hemû hêzên kurdan dibê li hemberî vê çavsorî û hovîtiya dewleta tirk derkevin.

14 december 2015

Ev hevkariya bi Tirkiyê ra qet ne ji xêrê ra ye

Li gorî medya tirk dinivîse artêşa tirk beşekî hêza xwe ya mezin ji Mûsilê ji Başîkê vekişandiye û tenê hêzeke biçûk li wir hîştiye.
Dewleta tirk tu carî rast napeyive û lema jî dibê meriv tu carî ji înformasyona dide bawer neke.
Bêguman dagirkirina Mûsilê pariyekî mezin e, ewê devê Erdogan biçirîne, çeqelên wek wî tu carî nikane "nêçîrên" wih amezin bike.
Di serî da gotin 150 leşker, dû ra derxistin 600-900î kesî. Lê hemû jî derew derketin, hejmara leşkerên wan yên li parêzgeha Mûsilê bi hezaran in.
Ji ber ku kamp ji bo 30 hezar leşkerî ava kirine.
Lema jî dema dibêjin me hêza mezin vekişand û tenê hêzeke biçûk li wir hîştiye dibê meriv jê bawer neke, derewan dikin.
Ji xwe wa ye serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu, nabêje me leşkerên xwe paşda vekişandiye, dibêje “Pêwîstiya eskerî çibe me we kir. Yekîneya me ewê hebûna xwe li wir bidomîne. Carnan tahkîm(xurtkirin, qewîkirin), carnan tanzîm(serrastkirin)tê kirin. Em amadene bi hukûmeta Îraqê ra her hevkariyê bikin. Yekîneya me ewê hebûna xwe li wir bidomîne. Hejmara leşkerên me yên mayî têra parastina wan dike.”
Di vir da Davutoglu vekirî dibêje em leşkerên xwe paşda venakişînin, leşkerên me ewê li wir bimînin. Û hejmara leşkerên li Mûsilê mane jî nabêje. Ev jî nîşan dide ku hejmara leşkerên tirk ne sed û dused in, bi hezaran leşker xistine Kurdistanê û dibêjin em dernakevin.
Û leşkerên xwedêgiravî ji Başikê ”paşda vekişandine” jî li gorî xeberên medyaya sosyal li herêma Dihokê bi cî kirine. Heta îro qala şandina hin leşkerên din jî hat kirin.
Yanî dewleta tirk bi destûr û hevakariya Mesûd Barzanî û PDKê leşkerên tirk li Kurdistanê bi cî dike. Heger ev îdîa rast be pêşeroja kurdan pir xerab e, hevkariya PDKê bi dewleta tirk ra nîşan dide. Li hemberî tiştekî wiha reaksiyona hêzên din ewê çi be di rojên pêş da emê bibînin.
Ya din mafê Tirkiyê tuneye leşkerekî xwe jî li Kurdistana başûr bihêle, dibê hemû leşkerên tirk ji Kurdistana başûr derkevin. Hemû partî û hêzên Kurdistana başûr dibê viya ji Tirkiyê bixwazin. Çimkî dera hatiye ji alî Tirkiyê ve hatiye îşxalkirin ne Îraq e, Kurdistan e û lema jî dibê ji ereban bêtir kurd welatê xwebiparêzin.
Erdogan bû Seddamê duyem. Seddam jî di qeremboleke wiha da  Îran îşxal kir û got belkî ji min r abibmîne.
Erdogan jî wek Seddam got fersend ev fersend e û beşekî Kurdistanê bi alîkariya kurdan îşxal kir.
Ji bo ku di rojên pêş da, dema Îraq perçe bû para xwe ji petrola Mûsilê bixwaze...
Lê wisa xuya ye ev hesabê wî jî şaş derket, bi îhtîmaleke mezin Emerîka qebûl nekir.
Şêla birêz Mesûd Barzanî jî pir ecêb e, ji dêlî ku ew li dijî îşxala Tirkiyê derkeve ew îşxalê diparêze û Îraq li dij derdikve. Çima wiha dike, hesab çi ye, tirkan çi soz dayê em nizanin. Lê rewş qet baş xuya nake.
Heger Mesûd Barzanî, hukûmeta Kurdistanê ev hevkariya bi Tirkyê ra bêyî haya Emerîkayê kiribe qet ne baş e, Emerîka dikane ji vê hevkariya bi Tirkiyê ra pir aciz bibe û bibe sebebê xerabûna têkiliyên kurdan û Emerîkayê. 

13 december 2015

Têkçûn û biserketin girêdayî jîrîtiya siyasetmedarên me ne

Her krîz, her tevliheviyeke siyasî di hundurê xwe da him tehdîdê û him jî fersendê îhtîwa dike.
Siyasetmedarê jîr û jêhatî aliyê tehdîd û tahlûkeyê pûç dike û yê fersendê ji bo xwe dike îmkan û qezenc.
Îro li herêma me, li welatê me krîzek siyasî  ya pir mezin û şerekî mezhebî, netewî, emperyalîst û kolonyalîst heye.
Bi îhtîmaleke pir mezin xerîteya herêmê ya heyî ewê were çirandin û yeka nuh ewê were çêkirin.
Heger di nava me kurdan bi rastî jî siyasetmedarên wek “Bismarckê” alman û “Garîbaldî”yê îtalî hebe, hebin, ewê yekîtiya kurdan çêkin û Kurdistaneke mezin ya jî biçûk ava bikin.
Û heger siyasetmedarên, jêhatî û jîr tunebin weleh ev krîza mezin jî ewê ji bo me kurdan dîsa bibe felaketeke mezin.
Bi gotineke din, ya îcar emê tam qezenc bikin ya jî emê dîsa wenda bikin.
Lê piştî vê wendakirinê, vê felaketê wek milet emê hew kanibin pişta xwe rast bikin, hew kanibin îmkanên wiha bi dest xin.
Ji ber ku îmkan û fersendên wiha her roj nayên ber nigê meriv. Her roj li Îraqê û Sûriyê şer çênabe û ereb bi vî rengî bi hev nakevin.
Yanî şert û mercan, şans û dîrokê ji bo ku em jî bibin xwedî dewlet îmkan û fersendeke zêrîn daye me kurdan. Îcar rast û xweşik bikaranîna van fersendan girêdayî qabîlîyet, hostatî û jîrîtiya siyasetmedaran e.
Heger siyasetmedarên me jî wek yên xelkê ya jî wek tê îdîakirin bi rastî wek “Bîsmarck” û “Garîbaldî” jîr bin, yekîtiya netewî di ser her tiştî ra bigrin û ji bo wê jî her fedekariyê bikin Kurdistan ewê çê bibe.
Yanî ev krîza îro li herêma me, li welatê me heye bi qasî fersendê tije rîsk û tahlûkeye jî…
Ji vê krîzê sûd girtin û wendakirin, serketin û têkçûn jî di destê serok û siyasetmedaran da ye. Di rojên pêş da kî çiqasî “Bîsmarck” û “Garîbaldî” ye emê bibînin…
Yanî ji bo helawê ard heye, rûn heye, şekir heye. Yê kêm hoste ye, heger hosteyek hebe bi xwedê helawa me hazir e û di demeke nêz da emê hemû kurd bi dilşadiyeke mezin helawa xwe bixwin…






Kurd xerabiyên neyarên xwe zû ji bîr dikin

Gava dewlet ne ya meriv ya dijminê meriv be, ewê bajarê meriv bi hovane wiha bombebaran bike.
Heger xendek ne li Diyarbekrê, li hin taxên Konyayê ya jî Trabzonê bûna, ma dewletê dîsa tax wiha wêran bikira, ewê Konya û Trabzon bi helîkopteran bombebaran bikra?
Bêguman ewê nekira. Ji ber ku em kurd in lema jî dewleta tirk bi kîn û nefreteke mezin, bi neyartiyeke dûrî aqilan bajarê me yê herî dîrokî jî bombebaran dike…
Ez ji we ra bibêjim, heta ku em wiha bindest û bêdewlet bin, halê me ewê tim ev hal be…

XXX
Kekê Perwîz Cîhanî çarînek ji şairekî azerî Eizemê Şêrvanî weşandiye û gotiye, ”dibêjin di eslê xwe da kurd e.”
Bi hezaran kurd bûne nivîskar, dîroknas û şairên tirkan, ecem û ereban. Wa ye hinek bûne yên azeriyan jî.
Lê heta nuha min nedîtiye tirkek, erbek, ecemek û azeriyek bûbe nivîskar û şairekî kurd.
Ez dibêjim di heyvanê me kurdan da tiştekî kêm heye. Çimkî em zû dev ji qewmiyeta xwe berdidin.

XXX
Ez nizanim çima, kurd zû xerabiyên neyarên xwe ji bîr dikin û zû dibin dost û hevalên neyarên xwe.
Lê hevûdu zû bi zû efû nakin, dijminatiya wan ya bi hev ra ebedî ye, sed û yek sal jî di ser ra derbas bibe dîsa jî li dû heyfa xwe ne.
Dijmin welatê wî jê stendiye pê ra dijminatiyê nake, bi silaveke dijmin ya sexte bawer dike, tavilê pê ra dibe dost, lê kurdê carekê jê ra gotineke tahl gotiye ebeden efû nake, dikuje.
Û viya jî wek mêraniyê dizane...

XXX
Êşa herî mezin meriv li hemberî teror û wahşeta dewleteke îşxalkar û şaşiyekê, micadeleyeke şaş bêçare be, bêyî leqleqa vala û nivîsîna çend rêzan nikanibe qet tiştekî bike…



Dîrok ewê careke din nîşanî me bide tirk nabin dostên kurdan

Îran jî û Tirkiye jî du dewletên dijmin yên pir xedar in, gelek zulm li me kirine. Herdu welatan jî bi sedhezaran kurd qetil kirine.
Her welatekî beşekî welatê me îşxal kiriye û kurdên wî beşî ji xwe ra kiriye bindest.
Li herdu welatan jî em wek kurd ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar in.
Herdu welat jî her roj me dikujin, zindan dikin, balafirên wan bi tonan bombeyên jahrî bi ser çiyayên me da dibarînin.
Îro hin kurd bûne dost û hevalbendên Îranê û hinek jî bûne yên Tirkiyê.
Yên hevalên Îranê ne dibêjin Îran baş e û Tirkiye xerab e.
Û yên hevalên Tirkiyê ne jî dibêjin na, hûn şaş in, Îran xerab e, tahlûke ye, Tirkiyê jê baştir e.
Tirkiye ne ji bo nêteke xerab ketiye Başikê-Mûsilê , ji bo ku pêşmergeyan perwerde bike, ji bo ku li hemberî Daîşê alîkariya me bike leşker, tank û topên xwe şandine hawara me.
Lema jî dibê meriv li dijî îşxal û hevabendiya Tirkiyê dernekeve, rexne neke, îşxalê biparêze.
Tahlûke, xeter Îran e, hevalbendiya Îranê ye, dibê meriv ji îşxala Tirkiyê, ji leşkerên tirk netirse, tu nêteke tirkan ya xerab tuneye, ji bo me hatine wir.
Kurdistana serbixwe di rê da ye. Dibê meriv ji birêz Mesûd Barzanî bawer bike, ew tu carî naxape û nayê lîstikê. Ew çi bike rast e, miheqeq hîkmetek û ji bo me kurdan tiştekî xêrê tê da heye. Dibê meriv sebir bike, dengê xwe neke, her tişt ewê baş bibe...
Dîrok ewê careke din nîşanî me bide tirk nabin xêrxwaz û dostên kurdan. Hela îro qet û qet ne dostên kurdan e, ji her kesî bêtir gorra kurdan dikolin.


XXX
Ji berê û ber da ye kurdan ji ruyê serok û rêberên xwe wenda kirine. Îro jî eynî tişt dubare dibe. Em bi destê xwe bajarên xwe wêran dikin.
Tirk baş bi me dilîzin, me baş îdare dikin, li Diyarbekrê dijmin û wêrankar in û li Başîkê û Hewlêrê jî dost û avakar in.
Li beşekî Kurdistanê me bi hovîtiyeke mezin dikujin û li beşekî din jî dixwazin me ji kuştinê û qetlîamê xelas bikin (!)
Bi Xwedê tirk pir jêhatî ne, eferim ji vê hostetiya wan ra…

12 december 2015

Bakur ne bes bû Tirkiyê başûrê Kurdistanê jî îşxal kir

Min digot belkî ”ruhê Eşmê” û çîroka biratiya kurd û tirkan li ba HDPê û hin kurdên başûr tenê heye, lê meriv hêdî hêdî dibîne û fêm dike ku ”ruhê Eşmê” û mezinqebûlkirina tirkan û di rojên teng da parastina dewleta tirk li ba hin kurdên başûr jî gelkî qewî ye, heta ev hezkirin û ”ruhê Eşmê” ji ya HDPê kûrtir û saxlemtir e…
Ez ditirsim li Îraqê jî tu Kurdistan filan çê nebe. Hêviya me wira bû.
Me digot emê tirkan ji bakur derxin, kurdên me wa ye başûr jî pêşkêşî tirkan kirin.
Ez qet bawer nakim dewleta tirk û hukûemta AKPê ji bo tu kurdî, tu beşê Kurdistanê bêyî xerabiyê tu tiştekî baş difikire.
Û îspata vê texmîn û dîtina min jî emelê tirkyê, kirinên hukûmeta AKPê ne. Ji bo ku kurd li tu derê nebin xwedî maf çi ji destê tirkan tê dikin.
Yanî dibê em baş bizanibin ku dewleta tirk ji bo kurdan,
ji bo çêbûna Kurdistanê bi hezaran leşkerên xwe naşîne Başîkê û Mûsilê,
vê îşxalê û belkî jî şerekî bi Îraqê û Îranê ra ji bo xatirê kurdan nake.
Vê gava hewqasî tahlûke, ku dikane bibe sebebê şerekî pir mezin, ne ji bo xatirê çavê kurdan yê reş, ji bo xwe dike, hesab û planeke Tirkyê heye. Û ev hesab û plana Tirkiyê jî miheqeq li dijî kurda ye.
Tirkiya vê îşxalê ji bo xatirê kurdên başûr bike Diyarbekrê wêran nake, li Kurdistana rojava bînê li kurdan naçikîne, bi destê çeteyên cîhatçî her roj xwîna kurdan naherikîne.
Ev jî tiştekî nuh e, ji bo ”alîkarî û perwerdeya” bi pêşmergeyan ra dibê Kurdistana başûr were îşxalkirin, diyar e bêyî îşxal, alîkarî û perwerde nabe.
Û sosireta giran Mesûd Barzanî li dijî vê îşxala Tirkiyê dernakeve, diparêze. Û nabêje çima û ji bo çi diparêze jî...
Ez ditirsim piştî vê hevkariya bi dewleta tirk ra kurdên başûr baş bi hev kevin û îhtîmala yekîtiya kurdan ji binda ji ortê rabe.
Çi bibe jî, paşda vekişe, venekişe tiştek bi Tirkyê nayê, lê heger kurdên başûr hemû ne bi vê biryara birêz Mesûd Barzanî re bin, heger PDK û partiyên din werin hemberî hev ewê rewşeke pir ne xweş û tahlûke derkeve ortê.
Hêvî dikim şaş bim…

XXX

Tim wiha bûye,
di her serîhildanê da,
di her şerê bi dijmin ra miletê kurd tim bedelekî pir mezin daye,
lê di netîceyê da tu carî tiştek bi dest nexistiye,
yên sax mane tim bi qutîkek bîranîn û bi çend mitêlên şewitî koçber bûne. li kuçe û kolanan bêxwedî mane.
Egîdên xweseriya demokratîk jî wek yên berî xwe eynî qeder kirin para kurdan...

Serokê dewleta Çekîstanê: Ciyê Tirkiyê di nava Yekîtiya Ewrûpayê da tuneye



Serokkomarê Çekîstanê Milos Zeman, Tirkiye bi hevalbendiya Daîşê îtham kiriye û gotiye li gel ku Tirkiye endamê NATOyê ye lê dîsa jî alîkariya Daîşê dike.
Li gorî Zeman, ji ber ku alîkariyê bi Daîşê ra dike ciyê Tirkiyê di Yekîtiya Ewrûpayê da tuneye, dibê têkiliyên endametiyê pê ra werin qutkirin.
Milos Zeman, 3 milyar Euroyê ku Yekîtiya Ewrûpayê xwedêgiravî ji bo alîkariya bi koçberan ra daye Tirkiyê jî rexne kiriye û ”alîkarî” şibandiye xukgirtina Împaratoriya Roma ya ku ji gelên barbar digirt.
Milos Zeman gotiye, Tirkiye jî nuha eynî tiştî dike, ew jî ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digre.
”Di dema têkçûna Împaratoriya Romayê da gelên barbar pere didan Împaratoriya Romayê ji bo ku êrîşî wan neke. Nuha ji bo ku me rehet bihêlin em jî eynî tiştî dikin.”
Yanî ew jî xûgiyê didin Tirkiyê.
Ji roja ku gelşa koçberan derketiye, ji roja ku Erdogan Yekîtiya Ewrûpayê pê şandina bi milyonan koçber tehdît kir û virda ye ez vê gotina Mîlos Zeman dubare dikim. Heta nuha min çend caran got, Erdogan bi koçberan ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgê digre.
Serokkomarê Çekîstanê gotiye, ”dibê Bruksel li hemberî Tirkiyê pir bi îhtîyat be.
Ji dêlî ku hemû serokên Yekîtiya Ewrûpayê wek Mîlos Zeman rastiyê bibêjin û xûgê nedin Erdogan û ji Tirkiyê ra bibêjin bi vê kultura barbar û kêmfersend û metodên mafîawarî ciyê we di nava dinya medenî da tuneye, teslîmî Tirkiyê dibin û xûgê didinê.
Lê dawiya vî îşî nayê, Erdogan fêm kir ku ev rê, ev metot pere dike, sibe ewê çend milyarên din bixwaze.
Ji xwe Tirkiyê tu rê mê jî li ber koçberan negirtiye, hatina koçberan wek berê berdewam e. Erdogan heta tirsê nebîne dev ji karta koçberan bernade.
Mixabin serokên ewrûpî, bi taybetî jî yên Ewrûpa Rojava ne tu serok in, teslîmî Erdogan û însafa wî bûne. Û li ba Erdogan jî zereya însafê, ûjdan û rastiyê tuneye…

11 december 2015

Xwediyê Xelata Aştiyê: "her kes dizane Tirkiye li pişt Daîşê ye.”


Xelatgirê Xelata Nobelê yê Aştiyê Husên Abasiyê tunusî, bêyî ku wek hinekan derewan bike di weşana CNN ya zindî da gotiye, “her kes dizane Tirkiye li pişt Daîşê ye.”
Li ser vê gotina Abasî, CNNê bi îdeya ji Tirkiyê û Qeterê kes li wir tune ne hevpeyvîna Abaşî qut kiriye...
Xelatgirê Xelata Nobelê û serokê sendîkeya karê xizmetê Husên Abassî, bi kurtî Tirkiye ji hemû bûyer û şerên Rojhilata Navîn mesûl dîtiye û gotiye:
“Li pişt Daîşê Tirkiye û Qetar hene, her kes dizana ku ev herdu dewlet her alîkariyê bi Daîşê ra dikin....”
Rast e, her kes dizane, Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê û hemû welatên ereb dizanin ku Daîş girêdayî artêşa Tirkiyê ye, Tirkiye Daîşê sewq û îdare dike, yê şerê Sûriyê derxist esas Tirkiye ye.
Qeter û Suûdî jî di ser Tirkiyê ra, di warê madî da Daîşê fînanse dikin.
Hemû dinya bi vê rastiyê dizane, lê bêyû rûsan û ew jî piştî Tirkiyê balairan xist, kes dengê xwe nake, newêre li hemberî Erdogan û tirkan devê xwe vekin...
Di şerê Sûriyê da hukûmeta AKPê jî ji bo mazûbanî û her alîkariya bi Daîşê ra, bi taybetî alîkariya însanî, topkirin û ssandina terorîstan û ya sîlehan û tîcareta neftê ji Suûdî û Qeterê bexşîşeeke pir digre.
Bexşîş herî mezin helbet dikeve bêrîka Erdogan û malbata wî.
Di van çar salên Dawî da malbata Erdogan pereyekî pir mezin lixist.
Erdogan nuha yek ji miyarderên dinyayê yê herî mezin e.
Erdogan, Tirkiyê wek fabrîka xwe dixebitîne. Di şerê Sûriyê da heta nuha yê herî bêtir li karê derketiye Erdogan û Tirkiye ye.
Welat wêran bûn, bi sedhezaran însan hatin kuştin û bi milyonan jî koçber bûn, lê ji Erdogan û Tirkyê ra Millî Piyango lêket.
Û wek Hussên Abasî jî gotiye, her kes dizane ku şerê Sûriyê Erdogan derxist û Tirkiye li pişt Daîşê ye, bêyî piştgiriya Tirkiyê Daîş nikane mehekê li ber xwe bide.
Li gel vê zanînê jî tu kes tiştekî bi Erdoga û Davutoglu nake, newêre pê bike. Kes newêre rindikî navê wan bibêje.
Weleh Îran carnan hêdîka dibêje..
Kes newêre bibêje hûn li pişt Daîşê ne, tiştê Tirkiye dike terorîzm e û dibê birêvebirên Tirkyê werin cezakirin.
Û ne tenê kes newêre tiliya xwe berbî Erdogan bike, di ser da Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê jî dide Tirkiyê û Erdogan, ji bo ku Erdogan koçberan zêde neşînin ser Ewrûpayê.
Bi Xwedê dinya bênamûs e, kî xurt be, hêza wî hebe dikane her karê qetlê, her sûcî, her karê krîmînal bike, piştgiriyê bide terorîstan û li hemberî van sûcên xwe jî bedelekî herî biçûk jî nede.
Tiştê îro Erdoga dike ev e, di gelek karên qirêj û sûcên mezin geriya ye, lê kes newêre viya bibêje û hesab jê bipirse....


08 december 2015

Nîhayet tirkan got nêta me îşxala Mûsilê ye

Dawiya demagojiyê, hîle û derwan hat û serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu  nîhayet got ”em leşkerên xwe paşda venakişînin” !
Ev resmen îlana îşxalê  ye !
Ebadî do 48 saet wext dabû, 48 saet îro qediya. Nuha Îraq ewê çi bike, kîjan gavê bavêje hîn ne diyar e. Gotibûn ewê herin Neteweyên Yekbûyî. Îro Îraqê ji bo zixtê bide ser Tirkyê bangli NATO yê kir. Nato yê jî di beyana xwe da piştgirî da Îraqê û xwest Tirkiye hurmetê nîşanî axa Îraqê bide.
Ji xwe diyar bû tirk ewê bibêjin em venakişin û heta bivikê nebînin jî ez bawer nakim vekişin.
Ji ber ku plan û hesabê wan îşxala Musûlê û qismekî Kurdistana başûr e…
Ji wan ra petrol lazim e.
Ji xwe tim dibêjin Îngilîzan Mûsil bi zor û bi hîla  ji me stendin, emê rojekê paşda bigrin.
Nuha wê gavê davêjin, yanî dixwazin Mûsilê û beşekî Kurdistanê îşxal bikin.
Wisa xuya ye hinek kurd jî îqna kirine. Çi soz dane wan, li ser çi li hev kirine nuha ne diyar e.
Lê hevaltiya tirkan, baweriya bi tirkan pir tahlûke ye.
Kurd carekê, di Şerê Cîhanê yê Yekem da bi sozên tirkan xapiyan û bi vê xapandinê him welatê xwe ebediyen wenda kirin û him jî bûn koleyên tirkan.  Nuha li başûr li ber serxwebûnê dikanin careke din şaşiya xwe dubare bikin.
Tirka dema tim wiha kiriye. Berê bi nermikî û fisgenîkî dikvin derekê û dû ra jê dernakevin.
Tirkikye wiha girtine, Kurdistan wiha girtine, Qibris wiha girtine. Ev 30 sal in her roj çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Gundan, daristanan dişewitînin, siwîlan dikujin. Tim ji wa ra dimîne.

Tirk ketine ku derê miletê wir qir kirine û dû ra li ser erd û avên wan rûniştine. Kê bi tirkan bawer kiriye li zirarê derketiye. Bi taybetî kurd, tirkan tim û tim kurd xapandine, hetanî welatê wan girtine û ew jî ji xwe ra kirine kole.
Tirkan çi kiriye tim jî ji wan ra maye.
Li ruyê dinyayê tu miletekî bi qasî tirkan û dewletekê bi qasî dewleta tirk qetil û sûcên li hemberî însaniyetê nekiriye.
Tu carî jî bedelek nedane, çi sûc û qetlîam kirine tim ji wan ra maye.
Lema jî mêrikan li hermê bûne boxeyê çavsor, her kesî tehdît dikin, axa her kesî jê distînin.
Li Sûriyê herb derxistin, Sûriye wêran kirin.
Piştgiriya Daîş dikin.
Balafirên xelkê dixînin.
Welatê xelkê îşxal dikin.
Ne guh didin Nato yê û ne jî Yekîtiya Ereban.
Çimkî çavsorî bûne, ji kesî natirsin.
Heger siyasetmedarên başûr ev siyasetmedar bin ewê Kurdistana başûr jî li bakur zêde bikin.
Ji xwe çend derên Kurdistana başûr ev nêzî 20 salan e di bin îşxala wan da ye û ewê tu carî jî bi rehetî jê dernekevin.
Yekî tirk gotibû, “em li derekê mizgeftekê jî lêkin ew der dibe ya me, em hew ji wir derdikvin.”
Ev rast e, bi rastî jî tirk ketine ku ji deneketine, miheqeq kirine malê xwe.
Dewleta ku ji Îraqê ra, ji dewleteke serbixwera ku 22 dewletên erb li pişt wê ne, bibêje ”we carê ban me kiriye, lema jî em dernakevin”, çima eynî tiştî sibe ewê ji kurdan ra nebêje.
Tirk gur in û em jî berx in, her tim dikanin me bixwin.
Çimkî xwedî dewleteke har û îdeolojiyeke nazîst in.
Ji bo ku me(kurdên başûr)nexwin dibê meriv hevza xwe ji tirkan bike, tu carî riya xwe nede destê wan.
Davutoglu û tirk dibêjin ku nizanim waliyê Mûsilê yê kevn ban me kiriye, nizanim em ji bo alîkariya pêşmergeyan hatine û hin derewên din.
Em ferz bikin ku ban we kirin, lê nuha  wa ye dibêjin em we naxwazin û ji welatê me derkevin.
Heger bi rastî hûn dost in , hûn ji bo alîkariyê çûne, dibê hûn bêyî îtîraz ji welatê xelkê derkevin.
Lê hûn dibêjin na, em dernakvin.
Maneya xwe nêta we xerab e, ajandeyeke we ya bi dizî heye, ew jî îşxal e.
Ji bo perwerdeya hêzên pêşmergeyan Emerîka jî di nav da, Îngilistan, Hollanda, Almanya, Kanada, Îtalya û Swêd,  yanî koalîsyona li dijî Daîşê li Hewlêrê di bin navê Kurdistan Traning Control Center(KTCC) dixebitin.
Tirkiye di nava van dewletan da tuneye û naxwaze têkeve nava wan jî.
Ji ber ku ajandeyeke Tirkiyê ya bi dizî heye, ji ber ku nêta Tirkyê xerab e û lema jî naxwaze were kontrolkirin.
Her wealtî  ji bo perwerdeyê çend pisporên xwe şandine, kesî bi dehan tank, top û bi sedan wasiteyên zirxî neşandiye.
Her dewletê ji bo xwe kamperk venekiriye.
Lê we bi hezaran leşker şandine, bi dehan tank, top şandine.



Bi kurtî hûn ne ji bo xêrê û alîkariyê, ji bo îşxaleke mezin li wir in û haziriya îşxalê dikin.
Hîvî dikim kurd bi benê we danekivin bîrê. Heger tiştekî wiha bikin çû ji me da. Çimkî bextê we tuneye, hûn mar in û hedefa ew e ku li her çar perçên Kurdistanê jî kurd ebediyên bindest bimînin…