07 januari 2016

Erdogan li hemberî kurdan herb îlan kir !



Erdogan do di civîna muxtaran da li hemberî kurdan herb îlan kir, got ”êdî kêr gihîşt hestî ” !
Û dû ra jî pir vekirî got, ”ya hûn min in ya jî hûn terorîst û hevalên terorê ne”!
Erdogan vekirî ji dewletê xwest kurd ji her derê werin paqijkirin.
Ji meclîsê, ji belediyan, ji dibistanan, ji zanîngehan, ji nexweşxaneyan, ji medyayê, welhasilî kelam kurd û kesên li hemberî wî dibê ji her derê werin paqijkirin.
Ev fermaneke vekirî ye!
Wek padîşahekî talîmat da meclîsê, da mahkimeyan, got zû derbasî hereketê bibin.
Erdogan got dibê ne li meclîsê û ne jî li dereke din hevalên terorîstan nemînin, hemû werin paqjkirin.
Û careke din jî got ”li Tirkiyê mesela kurd tuneye, mesela terorê heye.”
Wisa xuya piştî vê fermana Erdogan, di serî da Demirtaş, ewê çend mebûsên HDPê wek salên 90 ji meclîsê bavêjin û dû ra jî têxin zindanê.
Û li her derê dest bi nêçîra kurdan bikin, belkî bi hezaran bigrin û bavêjin zindanan.
Meriv ji gotinên Erdogan viya fêm dike.
Yanî mêrik resmen fermana kurdan da...
Di rewşeke wiha da ya herî rast dibê kurd dev ji meclîsa wan berdin û vegerin welatê xwe, nava gelê xwe.
Êdî tu maneyeke mana di meclîsa tirk da nemaye. Dibê PKK zêde xwe û kurdan nexapîne..
Dû ra jî meriv li hev rûdine riyekê dide ber xwe…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE