06 januari 2016

Ewrûpa bi rengekî bêheya li pelçiqandina kurdan temaşe dike

Rojnameya Emerîka New York Timesê  li ser terora dewleta tirk li hemberî kurdan dimeşîne gotiye:
”Emerîka û Yekîtiya  Ewrûpa bi rengekî bêheya li pelixandina kurdan temaşe dikin.”
Gotina bêheya sivik e, bi bênamûsî û qeleşiyeke mezin li terora Tirkiye li hemberî kurdan dimeşîne temaşa dikin.
Tiştê Tirkiye  îro li Kurdistanê dike, teror e, qetlîam e, hemû jî sûcên li hemberî  însaniyetê ne.
Lê ne Emerîka û ne jî Ewrûpa dengê xwe nakin.
Ji ber ku yên zulm lê tên kirin kurd in, miletekî bêkes e, her kes dikane xweîna kurdan birijîne. Tu sûc û cezayekî vê yekê tuneye.
Siyasetmedarên ewrûpî merivên pir pûlperest û qeleş in, dibê meriv tu carî baweriyê bi wan neyne û pişta xwe nesipêra wan.
Ji bo Emerîka û Ewrûpayê dawiya dawî tiştê herî muhîm pere ye, pere hebe meriv pir rehet dikane wan bikire.
Demokrasî, mafê mirovan, heq, huqûq, edalet  bi rastî jî ne nirxên ku di ser her tiştî ra digrin û tu carî dev jê bernadin.
Ma heger wisa bûya ewê bihîştina dewletên wek Suûdî, Îranê, Tirkiyê bibin endamên Neteweyên Yekbûyî û heta wek dewlet jî hebin…
Gava berjewendî, pere wer ortê dikanin hemû nirxên xwe yên demokarasiyê û mafên mirovan bidin aliyekî  û bibin hevkar û destikên dîktator û zaliman.
Erdogan vê nuxteya Emerîka û Ewrûpa ya herî zeîf baş dizane, lema jî gava dixwaze kurdan bipilçiqîne, serkut bike, qetlîaman bike, bajaran topbaran bike,  ji Emerîka û Ewrûpayê ra devê kîs vedike.
Û dû ra dest bi terora xwe dike…
Û di ber ra jî carnan  serê ”ço” jî nîşanî wan dide, yanî mêrik carnan zêr û carnan jî zorê bikar tîne.
Û her du jî baş pere dikin, her du jî dermanên ewrûpiyan in.
Ev nayê wê maneyê dewletên din ji wan baştir in, hemû jî kûçikên, qeleşên di ser hev ra ne…
Îcar tew gava meriv bêdwlet û bindest be çû ji meriv da, wê demê her kes xwe li meriv diboqîne, her kes dibe neyarê meriv…

XXX
Çeteyên Erdogan û dewleta tirk do êvarî li Silopiyê dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin, îcar hevseroka Meclîsa Gel a Silopî Pakîze Naîr, endama meclîsa DBPê Sêvê Demîr û aktîvîsta KJAyê Fatma Uyar, hersê di ser hev da qetil kirin.
Ez bawer dikim îşev kêf kêfa Erdogan û Davutoglu ye. Çimkî qatilên wan yên profesyonel xwîna sê kurdên din, xwîna sê jinên welatparêz û canfîda herikandin.
Qetlîamên wiha tenê kîn û nefreta me ya li hemberî dewleta tirk û hemû kavkarên wan zêde dike…
XXXNe hewceye ez gotinan lê zêde bikim, hema li vê dayika kurd guhdarî bikin û bibînin bê çete û qatilên Erdogan û dewleta tirk çi anîne serê kurdan.
Naziyan jî zulmeke wiha li cuhuyan nekir, zulma îro Erdogan û dewleta tirk li kurdan dikin ji ya Hîtler xerabtir e...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE