17 januari 2016

Gelş ji durûtî û derewên Erdogan bêtir nezaniya me ye




Hin kes ji bo ku virekî û durûtiya Erdogan nîşanî me bidin vîdeo û axaftinên Erdogan yên berê belav dikin.

Di axaftinên xwe yê berê da Erdogan carnan dibêje ”mesela kurd heye û ew mesela min e”,carnan xweseriya herêmî diparêze û ji Kurdistanê dibêje Kurdistan, zulma dewletê li kurdan kiriye yek bi yek rêz dike, filan û bîvan…

Fena ku ev vir, teqle û durûtiyên Erdogan tiştên pir ecêb in, hin kes matmayî dimînin.
Û bi belavkirina van vîdeoyan dixwazin nîşan bidin bê Erdogan merivekî çiqasî durû ye.

Na, vana ne tiştên ecêb in,  derew û durûtiyên wiha hemû dewlet, hemû îşxalkar dikin. Ûjdan û exlaqê dewletan tuneye, berjewendî heye.

Dema ku hewce kiriye, dema fêda Erdogfan di derewa qebûlkirina hebûna kurdan û dana mafên wan da hebûye, Erdogan derew û her babet demagojî kiriye, kurd xapandine, gotiye mesela kurd heye û ezê vê meselê hel bikim.

Lê gava zor, teror û kuştin zimanekî faşîzan hewce bûye, Erdogan wê demê jî ew bi kar aniye, ew xistiye dewrê.

Yanî ji bo xapandina kurdan, ji bo azadnebûna kurdan kînga çi derew, çi ziman, çi soz, çi demagojî  hewce bûye, Erdogan ew kiriye.
Di vir da tu tiştekî xerîb û ecêb tuneye.

Erdogan dewletekê îdare dike û ji bo ku kurd rizgar nebin, ji bo ku Kurdistan ji bin destê dewleta wî dernekeve, dema zimanekî nerm hewce bûye, zimanekî nerm bi kar aniye û dema zirtebozî hewce bûye, zirtebozî kiriye, gef li kurdan xwariye.

Lê ji ber ku em saf bûne, me siyaseta dewletan û dijminê xwe baş nas nekiriye, lema jî em bi vir û demagojiyên Erdogan xapiyan e, lema jî me ji gotin û sozên Erdogan bawer kiriye.
Mesele ev e.

Erdogan, bi soza ”ezê mesela kurd çareser bikim”,  her tim têkbirina, şikandina PKKê û tevgera kurd ya azadîxwaz qest kiriye.

Erdogan her tim gotiye li Tirkiyê  ”yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al û yek ziman heye”.
Erdogan tu carî qala hebûna du miletê kurd û dana mafê kurdan yên netewî nekiriye.

Yanî Erdogan bi soza ”çareseriyê” tim û tim  asîmîlasyon û entegrasyona pêşniyarî kurdan kiriye.
Ma ji viya vekirîtir şêl û siyaset heye?

Lê li gel vê jî hin kurd bûn xwediyê hin xeyalên vala û gotin erê her çiqas Erdogan dibêje ”yek milet” jî, lê belê qesta wî ne înkara miletê kurd e, bi vê gotinê  ew qala ”umeta îslamê” dike.

Lê ne rast e, Erdogan tu carî hebûna miletê kurd qebûl nekir û peyveke were vê maneyê negotiye.
Yanî ya rast ne Erdogan, kurdan û bi taybetî  jî kurdên dost û hevalên AKPê, kurdên ku kara wan di hevalbendiya  Erdogan û di ”xapandinê” da hebû xwe û kurd xapandin.

Tim gotin Erdogan ewê mesela kurd çareser bike, lema jî dibê kurd piştgiriyê bidin AKPê.
Lê di rastiyê da Erdogan tu carî negotiye li Tirkiyê miletê kurd heye û ev milet ji hemû mafên xwe yên netewî  bêpar e û ezê vê bêedaletiyê ji ortê rakim, mafên kurdan yên netewî bidim.

Plan, programa û hedefa Erdogan ji roja ewil da ye qedandina PKKê û şerê çekdarî  ye.
Ji bo vê yekê, dem dirêj kiriye, serî li kurdan gerandiye, yanî li gorî şert û mercan çi hewce bûye ew kir.

Geh dilê kurdan xweş kir, geh serê ço û devê tivingê nîşanî wan da.
Geh derew û demagojiya ”çareseriya mesela kurd” kir û geh jî bi operasyonan bi hezaran kurd avêtin zindanan û şer û pevçûn gurr kir…

Lê Erdogan tu carî dev ji retorîka xwe ya  ”terorê” û ”terorîstan” berneda û hebûna miletê kurd û dana mafên kurdan yê netewî qebûl nekir , sozeke wiha tu carî neda kurdan. 

Lê Erdogan gotiye ”mesela kurd di serê we da heye, heger hûn nefikirin mesela kurd jî tuneye.”
Erdogan û hukûmeta AKPê hîn jî wiha difikirin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE