05 januari 2016

Him kuştine û him jî nahêlin malbat cenazeyên xwe rakin


Ev 15 roj in li Diyarbekrê li taxa Sûrê cenazeyên du xortên YDGH li erdê dirizin.
Dewleta Erdogan nahêle malbat herin cenazeyên zarokên xwe rakin.
Tîmên Erdogan yên li Sûrê ji malbatan ra dibêjin, ”heger hûn  werin kuştin gazinan nekin.”
Hûn zulmê dibînin?
Him kuştine û him jî nahêlin malbatên wan cenaceyên xwe rakin.
Ma li dinyayê zulmek, heqareteke ji viya mezintir heye?
Ev ne cara pêşî ye wiha dikin, berê jî li Cizîrê eynî jovîstî kiribûn.
Ev, îdeolojiyek,  kîn û nefreteke ji faşîzmê, nazîzmê jî wêdatir e…
Her însan xwedî rûmet, şeref û namsûsê ye. Dixwaze bira mirî be, nabe meriv heqaretê li termê yê mirî bike, bi rûmet û şerefa wî û bi termê wî/wê bilîze.
Li gorî qanûnên Tirkyê jî ev wiha ye.
Lê tîmên Erdogan vê heqaretê bi rengekî sîstematîk li cenazeyên kurdan dikin.
Bi qestî, ji bo ku ezêb bi dê û bavên wan û bi kurdan bidin kişandin vê zulmê, vê nemirovatiyê dikin.
Dixwazin dilê kurdan bigvêşin, heqaretê,  îşkenceyê bi wan bikin.
Hewildanên malbatan, dezgeh û partiyan yên bi walî û emniyetê ra jî netîceyekê nade.
Walî û emniyet ji malbatan ra dibêjin ji destê wan tiştek nayê, hêzên li wir ne girêdayî wan in û lema jî li wan guhdarî nakin.
Tîmên bi maske yên li Sûrê guh nadin walî û emniyetê, ji ber ku ew rasterast bi ”Qesrê” ve yanî dîrekt bi Erdogan ve girêdayî ne, emir û fermanê tenê ji wî distînin û tenê hesab didin wî.
Ji xwe ji zû da ye tê gotin hêzên li Cizîrê, li Silopiyê, li Diyarbekrê û Nisêbînê li hemberî kurdan şer dikin dîrekt bi ”Qesra” Erdogan ve girêdayî ne.
Yanî tenê hesab didin Erdogan, bêyî Erdogan ne kes dikane wan ceze bike û ne jî hesêb ji wan bipirse.
Meriv fêm dike ku kîn û nefreta li hemberî kurdan di dilê Erdogan da pir mezin e, lema jî ji bo kurdan hêzeke taybet, hêzeke ji kes û faşîstên bijarte yên ku ji kuştina kurdan kêf û zewqê digrin çêkiriye.
Û ev hêz jî dîrekt bi xwe ve girê daye…
Ji bo ku dilê xwe li kurdan baş rehet bike, kîn û nefreta xwe ya li hemberî miletê kurd verişe, ev hêza terorîst û çete çêkiriye û bi xwe sewq û îdare dike.
Maneya xwe cenazeyên ev 15 roj in li taxa Sûrê li erdê dirizin, genî dibin bi emir û dîrektîfa Erdogan û Davutoglu teslîmî malbatan nayê kirin.
Ev wahşet li ser daxwaza Erdogan tê kirin.
Heger Erdogan nexwaze, ew destûrê nede ne mimkûn e tîmên li Sûrê bikanibin vê zulmê bikin.
Ji ber ku hêz dîrekt girêdayî Erdogan e, lema jî kes nikane midaxele bike.
Mucahît Arslan, Mehdî Eker,Galîp Ensarîoglu ji Diyarbekrê ne û xwedêgiravî dibêjin ew hîn jî kurd in û ne neyarên kurdan e in...
Lê ev zulm li ber çavên wan dibe.
Nikanin midaxele bikin, nikanin ji çete û qatilên ”Qesrê” ra bibêjin, haydê we kuştin, baş e çima hûn nahêlin xelkê cenazeyên xwe rakin?
Çima hûn vê heqareta mezin li gelê me, li miriyên me dikin?
Nikanin bibêji, çimkî Erdoganê tiliya xwe li çavên wan xe, ewê zimanê wan derzî bike.
Cevdet Yilmaz mebûsê Diyarbekrê ye û wezîr e.
Mehmet Şîmşek wezîr e.
Lê yek jî nikane ji van çeteyên Erdogan yên faşîst ra bibêje çima hûn nahêlin xelk cenazeyên xwe rakin?
Çima hûn vê heqaretê li gelê me dikn?
Nikanin bibêjin ji ber ku giraniya li ba Erdogan û dewletê bi qasî zilika pîvazê jî tuneye.
Kesê nikanibe li hemberî zulmeke, heqareteke hewqasî neînsanî  ya li zarokên gelî wî dibe rabe, li welatê xwe bi gavanê golikan be ji mebûsî û wezîrtiyeke wiha hezar qatî çêtir e, karekî bi şereftir e.
Şer e, we kuşt temam. Lê belê ev heqareta li termên kesên kuştî li dijî hemû norm û exlaqan e, li dijî hemû norm û peymanên şer yên navnetewî ye.
Di tu dînî da li cenazeyan heqareteke wiha nayê qebûlkirin.
Dewletek di şer da bi rengekî sîstematîk dibê vê heqaretê li termên kuştiyan neke.
Dema kir dibê her kesê dibêje ez însan im li dijî vê tawanê derkeve, li berpirsiyaran gilî bike.
Lema jî dibê kurd, malbatên van kesan, baro, partiyên kurd li hemberî vê heqareta çeteyên Erdogan bêdeng nemînin, meselê bibin dezgeh û dadgehên navnetewî.

XXX

Gotineke Hz. Mihemed ya meşhûr heye, ”Yê li hemberî zulmê bêdeng bimîne îblîsê lal e”!
Piraniyeke mezin ya tirkan ji xwe ji zû da bûne îblîs. 
Li hemberî zulma li kurdan dibe ew ne tenê bêdeng dimînin, pê gelkî memnûn û kêfxweş dibin, dixwazin dewleta wan zulma xwe, terora xwe ji ser kurdan tu carî kêm û qut neke.
Çeteyên dewleta tirk îro dîsa li Cizîrê yek û li Şirnexê jî du kesên sivîl kuştin. Belkî jî kuştî hîn zêde ne em nizanin.
Bes ”îblisên lal” ne tenê di nava tirkan da, di nava kurdan da jî pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE