19 januari 2016

Ji ber ku Erdogan şer dixwaze lema şer heye

Akademîsîyen, gelek der û dor banga rawestandina şer û daxwaza aştiyê li hukûmetê dikin.
Baş e bira bikin lê bêfeyde ye.
Bêfeydeye ji ber ku Erdogan îro şer dixwaze, ewlekariya xwe di şer da dibîne. Ji bo ku bi kurdan ra şer dom bike, ji bo ku azadî û demokrasî li Tirkiyê tunebe her dek û dolabê digerîne.
Baweriya Erdogan û dewletê, ji bo ku vê serîhildana kurdan ya dawî jî bişkînin, têk bibin şertên der û hundur musaîd in, lema jî heta bikanibin ewê şer bidomînin.
Dewlet nuha ji alî çek û hêz û teknîkê ve xwe pir xurt dibîne û li der û hundur jî tu muxalefeteke xurt jî tuneye. Lema jî ewê guh nedin kesî, ewê şerê xwe bidomînin.
Ya din îro li Tirkiyê tu dezgeh mezgeh tuneye, her tişt bi biryar û emrê Erdogan dibe.
Û yê biryara vî şerî da Erdogan e û yê kanibe bisekinîne jî dîsa Erdogan e.
Lê belhazir Erdogan şer dixwaze, kara xwe, serketina xwe di şer da dibîne.
Lema jî di demek nêz da ewê şer ranewstîne.
Lê gava bibîne nikane bi ser kevin, gava di şer da zirarên mezin bibînin, gava şer têkeve eleyhê Erdogan, gava muxalefeta li dijî şer li der û li hundur pir mezin bibe a wê demê mimkûn e şer rawestîne.
Bes nuha tiştekî wiha xuya nake, Kurdistan hîn ewê pir wêran bibe.
Lê şer raweste jî û kurd mafekî bi dest nexin jî felaket e. Nabe ev malwêranî û hewqas xwîn bi avê da here.
Yanî di dawiya vî şerî da dibê PKK tiştekî ji dewletê bigre, gava negre, her kesê bibêje wê demê ev şer ji bo çi bo bû?

XXX


Hatîp Dîcle...
Însan him dikane ji başiyê berbî xerabiyê ve biçe û pîs bibe û him jî ji pîsiyê berbî başiyê ve here û bibe merivekî baş.
Yanî yek dikane berê merivekî baş, camêr, canfîda û egîd be, lê bi demê ra biguhere û pîs bibe, erzan bibe, sivik bibe, bibe merivekî teqlebaz, merivekî pir rehet dev ji îdeal û armanca xwe berdide.
Merivek dikane demekê wek çiyayekî, zinarekî qewî be, dost û hevalên wî bi dilrehetî pişta xwe bispirinê, lê bi demê ra, piço, piço biguhere û dawiya dawî bibe dîwarekî tepikan(tepik ji rêxa dewêr tê çêkirin), di şilî û şepeliyê da gava meriv pişta xwe bispirê meriv dilewite…
A çi heyf ku Hatîp Dîcle nuha di nava tevgera kurd ya azadîxwaz da ji zinarekî qewî guherîye û bûye dîwarekî tepikan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE