02 januari 2016

Li ba tirkan îro him ZOR heye û him jî ZÊR

Do jî zêr û zorê pere dikir û îro jî pere dike û sibe jî ewê pere bike.
Li ba tirkan îro him ZOR heye û him jî ZÊR.
Lema bêtirs, bi kêfa dilê xwe me dikujin.
Bajarên me topbaran û wêran dikin.
Li hemberî vê qetlîama xwe hinekan bi ZÊR û hinekan jî bi ZORÊ bêdeng dikin.
Tirk di vî warî da xwedî tecrûbe ne.
Bi van metodan welatê xelkê ji wan stendin, hin kuştin û yên mayî jî nefî kirin.
Û ew jî wek mahcirên ji vir û ji wir bûn xwedî welat.
Li ser vê axê çiqas milet hebûn hemû paqij kirin, yên man kirin tirk.
Nuha dora kurda ye.
Tiştên do anîn serê ermeniyan û rûman, nuha jî dixwazin bînin serê kurdan.
Wan plana van êrîşên xwe çend sal berê plan û program kiribûn.
Ewê li kîjan bajaran xin, çuqas însan bikujin, çuqasî mecbûrî koçberiyê bikin hemû hazir û amede kiribûn.
Ji wan ra tiştê lazim tenê hincet bû, ew jî pir rehet peyda kirin.
Lê dewletê carê birayara  xwe dabû, ewê ev hovîtî miheqeq bianiya serê kurdan.
Çimkî hedef û xeyala her serokwezîrê tirk, her serokmkomarê tirk, her generalê tirk, her partiya tirk û her bebet îdeolojiya miletê tirk asîmîlasyon û helandina kurda ye.
 Yanî çi bi zor, çi bi rehetî hedefa hemûyan qirkirina kurda ye, çawa li ser koka ermeniyan û rûpan rûniştin, dixwazin îro jî li ser koka kurdan rûnin…
Îcar ewê bikanin ya na hîn ne diyar e…
Lê heger ji destê wan were ewê bikin. Plana Erdogan û Davutoglu ev e…
Û hemû kurdên îro hîn di nava AKPê da parlamenter û wezîr in, ew jî bi dil û can piştgiriyê didin vê plana dewletê ya qirkirina kurdan…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE