29 januari 2016

Muxalifên PKKê li hemberî vê zulma dewletê çima hûn bêdeng in?

Ey Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu û hemû kurdên muxalifên PKKê, li hemberî vê zulma dewletê çima hûn bêdeng in?
Dewleta tirk bi emrê Erdogan li Diyarbekrê Sûrê vala dike, leşker û polîs bi darê zorê xelkê ji malên wan derdixin û bera kuçe û kolanan didin.
Li hemberî zulmeke hewqasî mezin dibê hemû Diyarbekir, hemû partî, sendîka, baro, komel, serok û siyasetmedarên kurd nuha li Sûrê bûna û sîngên xwe ji tank û topên dijmin ra kirbûna sîper…
Mesela nuha dibê Kemal Burkay, Îbrahîm Guçlu û hemû muxalif û rexnegirên PKKê li Sûrê di nava gel da bûna.
Bira li wir, di nava gel da, di micadela li hemberî polîs û leskerên dewletê da PKK rexne bikirana û her tiştê her roj di telewîzyonan da ji PKKê ra dibêjin dîsa bigotana.
A wê demê xelkê, gel ewê bigota weleh helal be ji we ra, mêrikan di rojan teng da di nava gelê xwe da ne.
Him li hemberî dewletê ne û him jî li hemberî PKKê ne, lê bi gelê xwe ra ne…
Wê demê qedir û qîmeta wan ewê zêde bibûya.
Lê heta nuha ji neyar, muxalif û rexnegirên PKKê yek jî neçûye Cizîrê, Silopiyê, Nisêbînê, Şirnexê û Sûrê.
Tenê di telewîzyonên dewletê û tirkan da PKKê rexne dikin.
Hal û karên wan ev e…
Bi sedan muxalifên PKKê yên bi nav û ddeng li Diyarbekrê hene, heta nuha min ne dît û nej î bihîst rojekê çûbin hawara gelê Sûrê, terora dewletê protesto kiribin, ji hukûmetê tiştek xwsibin ya jî beyanek dabin, li dijï êrîşên dewletê çalakiyek li dar xistibin…
Fena ku ne li Diyarbekrê bin, fena ku tunebin…
Lê di telewîzyonan da pir in…
Yanî naçin hawara gel, li dijî zulm û terora dewletê tiştekî konkret nakin, di telewîzyonan da tenê PKKê rexne dikin.
Û tirkên li dora wan jî di bin lêvan ra dimizicin û bi kêf li wan guhdarî dikin.
Ezbenî, temam PKK şaş, neheq, viya li her derê bibêjin û rexne bikin, ev mafê we yê demokratîk e. Lê belê li dijî zulm û terora dewletê jî derkevin, li Sûrê, li Cizîrê herin hawara gelê xwe jî.
Di nava gel da PKKê jî û dewletê jï rexne bikin…
Ma gelê Sûrê, Cizîrê ne gelê we ye jî?
Çima hûn naçin wan ji destê PKKê û dewletê xelas nakin?
Çima di rojeke wiha da hûn naçin hawara wan, ji bo ku dev ji PKKê berdin û bibin hevalên we?
Di studyoyê telewîzyonan da rexnekirina PKKê û HDPê, rêzkirina şaşiyen wan rehet e, heta ji alî dewletê û hukûmtê ve tê teqdîrkirin jî.
Lê di rojên teng da meriv alîkariya gelê xwe jî bike, li dijî koçberkirina dewletê ya bi zorê jî derkve.
Dewlet bi darê zorê gelê we ji malên wan derdixe, mitêlên wan dide destê wan û bera kuçan dide, ey Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu û hemû kurdên muxalifên PKKê, li hemberî vê zulma dewletê hûn çawa dikanin bêdeng bimînin?

XXX
Ilias Arian Shaddadi Ez li benda te bûm kak Zinarê Xamo. Çend roj bûn te tiştek li ser kak Kemal Burkay nenivisîbû. Ez naxwazim gotinên te şîrove bikim. Ji xwe kak Lales hin tişt nivisîne. Ma tu dixwazi Burkayê 78 salî şûr û mertalê xwe bigire û biçe Amedê li dijî hêzên taybet ên Komara Tirkiyê (li gori hevalekan ên AKP/Erdogan) şer bike? Bibore lê ew xwastek tişteki bi wate ye. Beri her kesî pêwiste ên xendek kolane û dane kolandin (hemû niwenêrên HDPê, HPG û fermandarên wê - Cemil Bayik, Murat Karayilan, Duran Kalkan, Mustafa Karasu û ên mayin - biçin û bikevine sengeran. Ji xwe ew derê ku tu behsê dikê gel mel jî nemaye. Ji sedî 80ê gelê wan bajar û bajarokan koç kirine. Bi hêviya şeveke xweş bimine di nav silametîyê de.

Zinarê Xamo Kekê Ilias Arian Shaddadi, yanî tu dibêjî tu îşê Burkay û Guclu û kurdên ne PKKyî bi Cizîrê, bi Şirnexê, bi Silopiyê û bi Sûrê tuneye.
Dewlet çi tîne serê PKKê û gelên wan bajaran ne problema me ye, ew karê PKKê ye.
Yanî dewlet çi tîne serê PKKê û gelê pê ra bi heq e, em li dij dernakevin. Bira PKKê û gelên wan bajaran wiha nekira.
Piştî ku xendek kolan heqê dewletê heye wan bikuje û koçber bike.
Yanî hûn dibêjin ji ber ku PKK şaş e, tiştê şaş dike, lema jî xwîna PKKiyan û gelê pê ra li dewletê helal e…
Bira biaqil bin, bira dengê nekin, bira rehet bisekin…
Ev dîtineke pir şaş û pir tahlûke ye.
PKK çiqasî şaş be jî dibê meriv qetla wan li dewleta tirk ya îşxalkar helal nebîne. Hebûna dewleta tirk, hebûna leşker û polîsên tirk li Diyarbekrê, li Cizîrê ne meşrû ye, tu leşker û polîsên tirk tuneye li Cizîrê û li Sûrê PKKyiyan bikujin û malê kurdan wêran bikin, bidin ber topan.
Bêdengiya li hemberî van êrîşên dewleta tirk ne şêleke welatparêzî ye.
Meriv wek kurd him li dijî van êrîşên dewletê derdikve û him jî PKKê rexne dike. Ez viya dibêjim.
Ma li hemberî van êrîşên dewletê tiştekî em kurdên din bikin tuneye?
Ev tenê karê PKKê ye?
Ma Îbrahîm Guclu, Burkay û bi sedan akademîsyen û siyasetmedarên ne PKKyî rojekê herin li Sûrê bi hev ra însîyatîfekê bigrin, beyanekê bidin, bangê li hukûmetê û dinyayê bikin ewê çi ji wan kêm bibe ya jî şaşî di ku dera vê da ye?
Kî çi difikire, li dijî kê ye bira her kes dîsa fikrê xwe bibêje, tiştên di telewîzyonan da dibêjin bir herin li Cizîrê, li Diyarbekrê, li Şirnexê û Silopiyê jî bibêjin.
Lê li dijî terora dewletê jî derkevin, piştgiriya gel jî bikin. Ji dewletê ra bibêjin hûn çima xelkê bi zor ji malên wan derdixin?
Em viya qebûl nakin.
Hûn nikanin me li welatê me bikin mahcir.
Çima emê viya nebêjin?
Gotina van tiştan çima şaş e?
Ma emê çawa milet ji PKKya şaş veqetînin û qezenc bikin?
Qezenckirina milet bi xebatê dibe…
Ez kurd im û dilê min bi halê gelê min dişewite.
Lema jî ez dixwazim ji destê kîjan kurdî çi tê bira bike, di vir da tu şaşî û dijminatiya kesî tuneye.


Ilias Arian Shaddadi Kak Zinarê Xamo, ez dibêjim gellek şaşiyên PKK hene, lê ez nabêjim "xwîna PKKiyan û gelê pê ra li dewletê helal e." Em hemû baş dizanin dagirkerin Kurdistanê çiqas har û hov in. Bi a min armanca PKKê ne rizgarkirina Kurdistanê û gelê kurd e. PKK ji bohegemonia xwe şer dike û ew ne şerê kurdan e. Lê eger tu, Kemal Burkay, Ibrahim Güçlü û ên din dikarin şer rawestînin, fermo ez li gel we me û ez jî bi we re biçim Amedê.

Zinarê Xamo Kanin ya nikanin ew tiştekî din e, lê tiştê ji destê wan tê dibê bikin, dibê li hemberî vê hovîtiya dewletê bêdeng nemînin.
Tenê şaşiyên PKKê rexnekirin ne rast e, ne şêleke netewî ye, li gel rexnekirina PKKê dibê rexneya esasî li dewletê were kirin.
Mafê vê dewleta faşîst tuneye Sûrê wêran bike û gel bi zor ji malên wan derxe.
Wek kurd, wek siyasetmedar li hemberî vê zulmê dibê gotineke me hebe.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE