22 januari 2016

Sê ziman



Ez îro li derekê rastî vê helbesta Bedrî Rahmî Eyupoglu hatim. Min ji vê helbesta wî pir hez kir. Ez bawer dikim ev helbest ji xwe yek ji helbestên wî yên herî meşhûr e.
Ji ber ku min gelkî jê hez kir, lema min ew wergerand kurmancî.
Wek tê zanîn wergera helbestê(nezmê) ne wek nesrê ye, pir zor e. Û di ser da jî gava meriv ne şair be wergera wê hîn jî zortir dibe.
Lê li gel vê jî min xwe ji wergera wê ranegirt û cesaret kir ku wê wergerînim kurmancî.
Heger we jê hez kir ezê kêfxweş bibim û heger we jê hez nekir û tê da gelek kêmasî dîtin jî li qusûra min nenêrin, bawer bikin ji destê hew min hat…

Sê ziman
Herî kêm tu yê bi sê zimanan bizanibî
Herî kêm bi sê zimanan
tu yê dê û jinê dûz herî
Herî kêm tu yê bi sê zimanan bizanibî
Herî kêm tu yê bi sê zimanan bifikirî û xewnan bibînî
Herî kêm bi sê zimanan
yek zimanê diya te ye
bi qasî dest û nigê te yê te ye
wek şîrê dayikê şîrîn e
wek şîrê dayikê belaş e
Lorî, çîrok û çêr jî di ser da xelat e
Yên din heft qatî biyanî ye
her gotinek di devê şêr da ye
Her gotinê yek bi yek bi diran û nenûka xwe
wek tu ji rehan da radikî tu yê hilqetînî û rakî
Di her gotinê da ewê bi qasî bejna tuxlayekî bilind bibe
Di her gotinê da tu yê qatekî din zêde bibe
Herî kêm tu yê bi sê zimanan bizanibî
Herî kêm bi sê zimanan
bizanibî bibêjî cana min
bizanibî bibêjî
al gula sor heye
di ku da zirav e bira di wir da biqete
tu yê bi sê zimanan bizanibî bibêjî
bira mirina hespê ji ceh be
ya bizinê ji yarê diqetîne qevdek gîha ye
herî kêm bi sê zimanan tu yê bizanibî bibêjî
bira însan keda însên nexwe
rezîliya herî mezin ev e
gotin çi ye
tu yê bi dengê bilind viya bibêjî
Herî kêm tu yê bi sê zimanan bizanibî
herî kêm bi sê zimanan
tu yê dê jinê dûz herî
herî kêm bi sê zimanan
ji ber ku tu ne tarîx î û ne jî coxrafiya yî
ne ev î û ne jî ew î
lawê min Mernûs
tu ewladê miletekî ji otobozê mayî

///Bedrî Rahmî Eyupoglu
Not:
Bedrî Rahmî Eyupoglu ji Gîresûnê ye. Lê malbata Eyupogluyan bi eslê xwe kurd e, ji aliyê Diyarbekrê ye. Tê gotin di sedsala 16a da ji alî Yavuz ve li herêma Trabzon û derya reş hatine bicîkirin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE