04 januari 2016

Tirk êdî ne dihêlin em li welatê xwe bigerin û ne jî miriyên xwe gorr bikin!



Gava dewlet ne ya meriv ya dijminê meriv be, meriv nikane li welatê xwe jî bigre.
Tirk nahêlin kurd herin bajar û malên xwe.
Bi tank û topan riyên mebûsên kurd, riyên siyasetmedarên kurdan dibirin û nahêlin kes here Cizîrê, Silopiyê.
Ji ber ku dewleta wan heye û em kurd jî bêdewlet in
Ji ber ku dewleta tirkan heye xwedî tank û top û esker in.
Û bi vê hêza zebelih pê li serê kurdan dike, wan pês dikin, rezîl û perîşan dikin...
Ji ber ku tirk xwedî dewlet in !
Di malan da dayikên bi zarokên xwe ra li ser sifrê bi topan dikujin.
Ji ber ku tirk xwedî dewlet in, lema jî dikanin vê zulmê li kurdan bikin
Bêdewletî wiha ye.
Gava tu dewletê nexwazî, tu yê bibî koleyê kesên xwedî dewlet.
Û yên xwedî dewlet jî wiha çavê meriv derdixin...
Nahêlin meriv li welatê xwe bigere û heta miriyên xwe jî gorr bikin.
Me dikujin, cendekên me bi rojan wek beratan li erdê dimîne!
Wahşeteke wiha, nemiroviyeke wiha hîn nehatiye dîtin, lê ”birayên”(!) me yên tirk bi me didin tahmkirin.
Gava em dewletê bixwazin ma emê tavilê bibin xwedî dewlet?
Bêguman na, xelk nahêle meriv bi rehetî bibe xwedî dewlet.
Lê ji bo ku meriv bibe xwedî dewlet dibê meriv dewletê bixwaze!
Dibê meriv bixwaze wek xelkê bibe xwedî dewlet!


XXX
Qatilên dewleta tirk du berxikên, du zarokên vî bavê cizîrê ji bo ku ew kurd bûn kuştin.
Lê qatil bi vê jî nayên serî, nahêlin bavê kurd cenazeyên zarokên xwe jî rake.
Bavê cizîrî bi rengekî bêçare û bi hustuxwariyeke bêkesiyê bi rojan li termê zarokên xwe yên di nava xwînê da ne temaşe dike.
Dewleta tirk, miletê tirk bi vî rismî pir memnûn e.
Ew pir memnûn in ji ber ku ew nîşanî me û dinyayê didin ku ew dikanin li kurdan wiha bikin!
Dixwazin hemû kurd û dinya bibîne bê tirk çiqasî nemirov, sadîst û faşîst in…
Kurdê ku hîn jî heval, dilxwaz, mebûs û parlamenterê vê hukûmeta faşîst e, ez dibêjim heger meriv jê ra bibêje ew însanekî, kurdekî pir bêxîret û namerdekî bêûjdan e merivê ne neheq be!
Helbet zarokên kurdan, kurdên bi xîret ewê tu carî van rojan, vê zulma tirkan ji bîr nekin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE