15 januari 2016

Tirkan Nabil Fadilê mirî ji gorê rakirine û birine li Sultanahmedê çalakiya întîxarê pê dane kirin.

MIT û polîsên tirk û Erdogan û Davutoglu, Nabil Fadilê mirî ji gorê rakirine û birine li Sultanahmedê ev çalakiya întîxarê pê dane kirin.
Min tu carî bawer nekir ku Daîşê teqîna Sultanahmedê kiribe. Ji destpêkê da min ji MITa tirk şik kir û min got ev karê MITê ye. Tiştê li ser bûyerê dibêjin bi piranî dezînformasyon e.
Ji xwe wa ye her ku diçe şika ji MITê xurttir dibe.
Merivên Nabîl Fadil ji rojnameya Yenî Şafakê ra gotine, lawê wan berê hatibû kuştin û li ser Naîl Fadil ev agahî dane:
”Dema navê Nabîl Fadil eşkere kirin em matmayî man. Ji ber ku me xeber girtibû lawê me di 26ê kanûnê da(çileyê pêşî, meha 12a)miriye, da hatiye kuştin.
Berpirsiyarê Daîşê yê Mumbuçê hat mala me, ji me ra got Nabil Fadil li herêma Set Tişrînê di şerekî bi PYDê ra hat kuştin û cenazeyê wî jî li aliyê PYDê ma. Me jî li Mumbuçê konê şînê vegirt û şîna wî kir. Me bi rojan ji bo lawê xwe Quran xwend û dua kir.”
Yanî MIT û polîsên tirk û Erdogan û Davutoglu, Nabil Fadilê mirî ji gorê rakirine û birine li Sultanahmedê ev çalakiya întîxarê pê dane kirin.
Lê çira vireke heta sibê vêketî namîne. Wa ye îcar jî derewa dewleta tirk derket û tiliya wa nya di bûyerê da xuya bû.
Carê her kes dizane ku Daîş hêzeke girêdayî Tirkiyê ye û bêyî Tirkiyê ne mimkûn e êrîşên wiha bike.
Erdogan vê hêzê (Daîşê) li hemberî Esed, kurdan û Yekîtiya Ewrûpayê bi kar tîne û dixwaze bi karta Daîşê hin îmkanan bi dest xwe.
Tiştê belkêş kesên jiyana xwe wenda kirin hemû alman in, di nava wan da tunebûna tirkekî ji xwe balkêş e û dibê meriv vê yekê wek tesadufê nebîne.
Bi îhtîmaleke mezin ev plana Erdogan e, ji bo ku ji Ewrûpayê û cîhanê ra bibêje hûn dibînin Daîş li dijî me ye jî, wa ye êrîşî me jî dike.
Lê gava meriv li netîcê û li nasnameya kesên bûne hedef dinêre, meriv dibîne ku hedef ne Tirkiye û tirk in, hedef ”kafir” in, ewrûpî ne.
Bi vê qetlîamê Erdogan him çend alman da kuştin û him jî xwe mezlûm nîşan da, ew propaganda û reqlam kir.
Û belkî ji Almanya ji bo ”şerê li dijî Daîşê” hin alîkarî jî bigre.
Lê plana Erdogan çi ye û ji bo çi alman hilbijartin em baş nizanibin jî, lê em tiştekî em êdî baş dizanin; ew jî tiliya MITê di vê qetlîamê da heye, maşe, qatil kî be, ji kîjan hêzê be jî patron dewleta tirk e, MIT e.

XXX
Li gorî Davutoglu Tirkiyê tiştek di Daîşê da nehîştiye, di ava 48 saetan da tam 200 endamên Daîşê kuştine !
Serokwezîrê Tirkiyê Mr. Bean Ahmet Davutoglu dîsa dereweke bi boçik û ji serê xwe mezintir kiriye, gotiye:
”Hema hema di nava 48 saetan da me bi 500 taarûzên tank û û topan li mewziyên Daîşê yên li Iraqê û Sûriyê da û 200 endamên Daîşê kuştin…”
Li hemberî dereweke hewqasî mezin meriv lal dibe.
Tirkiyê di nava 48 saetan da 200 endamên Daîşê kuştine, lê ne medyaya tirk û ne jî ya cîhanê ji şerekî hewqasî mezin haydar bûye!
Mêrik Profosor e, serokwezîr e, mamostê zanîngehê ye, lê derewên bi lîtiran dike. Wey malneket, meriv derewan dike lê ne bi vê ecêb e. Te bigota me 2 heb, 20 heb kuştin. Malneket kuştina 200 kesî tenê kenê meriv tîne.
Lê ew çi derewê bike jî, xwe bike pêkenînê alemê jî baweriya civatê şerê we yê bi Daîşê ra vir e, Daîşê girêdayî we ye. Û bi îhtîmaleke mezin teqîna Sultanahmedê jî MITa we da çêkirin. Hûn çi derewê bikin jî jî bawerî û qenaeta însanan ev e…
2016-01-14



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE