09 januari 2016

Xwezî ez nuha Rustemê Zal bûma !

Dewleta tirk li Kurdistanê li hemberî kurdna şerekî mezin dimeşîne. Şerekî wek yê dema Şêx Seîd û Dêrsimê.
Dewletê di 1925a û 1937da da dixwest çi bike îro jî wiya dike. Yanî şer giran e û mesele cidî ye.
Hukûmeta AKPê 7 wîlayet û 19 navçeyên me bi leşkerekî mezin û bi tank û topan girtine bin hesargê.
Nêzî 2 milyon însan li van bajar û navçeyan nuha di bin îşxala artêşa tirk  da di bin şertên gelkî xerab da dijîn.
Milet bi hefteyan di malên xwe da bê av, bê ceyran e, tî û birçî ye. Kî ji mala xwe derdikeve nîşanciyên dewletê yên faşîst tavilê dikuje.
Bajaran, malan bi çekên giran, bi tank û topan gulebaran û topbaran dikin. Heger ev têr neke bi helîkopteran  lêdixin.
Nîşanciyên dewleta tirk yên xusûsî ji kuştinê hatine şandin rojê çend kurdan dikujin.
Li hin navçeyan ev 10, 20,  heta 35 roj in  derketina derve li kurdan yasax kirine, nahêlin kes ji hundur serê xwe derxe.
Heta nuha 200-300 kurd kuştine. Kes jimareke rastî nizane. Di nava kuştiyan da pitikên 3 mehî û kalên 80 salî jî hene.
Li hemberî miletekî teroreke wiha, neyartiyeke wiha li tu dera cîhanê nehatiye dîtin, dewlet bi kîn û nefreteke ne însanî dajo ser kurdan, dixwaze kurdan ji qir bike, bajaran ji ortê rake.
Kolan, nexweşxane, mizgeft, mekteb tije cenaze ne. Dewlet cenazeyan nade malbatên wan, çavsoriyê dike. Cenaze li erdê, li vir û li wir genî dibin.
Li hemberî vê teroro mezin hukûmet, medya, civata tirk, partiyên tirk bêdeng in, her kes vê terora dewleta tirk ya hemberî kurdan tê meşandin normal dibîne, wek şerekî li dijî ”terorê” dibîne.
Erdogan, Davutoglu wek serokên salên 1925 û 1937a dipeyivin, qala ”paqijkirina” bajran dikin.
Li bajarên şer lê heye hemû dahîreyên dewletê, naxweşxane, mekteb bûne qerergehên leşkerî.
Kî li hemberî vê terorê derdikeve roja din tê girtin. Her roj li Tirkyê û Kurdistanê davêjin ser avahiyên partiyan û malên kurdan bi sedan însanî digrin.
Bêyî bi hezaran leşker û polîs, bi hezaran korîcî jî, hinek bi darê zorê û hinek jî bi bertîlan tevî van operasyonan dibin, bi dewletê ra ew jî şerê gelê xwe dikin.
Li hin deran hin korîcî neçûn şer, sîlehên xwe danîn, lê li gorî hin xeberên di medya sosyal da belev dibe gelek korîcî  li Sûrê  di nava şer da ne, bi leşker û polîsan ra li dijî gelê xwe şer dikin.
Li gorî xebera Konfederasyona Koruciyan  li Diyarberkrê 1400 û li Cizîrê û Silopiyê jî gelek korîcî di nava şer da ne.
Hukûmet vê yekê zêde eşkere lê ji bo ku hemû korîciyan têxe şer her riyê bi kar tîne…
Yanî dewlet ne bi leşker û polîsên xwe tenê, bi hezaran korîcî jî xistine nava şer û wan jî bi kar tîne.
Bi vê terorê, bi vî şerî dewlet dixwaze hin bajarên kurdayetî  lê xurt bû vala bike û mahciran li wan deran bi cî bike.
Piştî serîhildana Şêx Seîd dewletê çend caran ev yek ceriband û bi vî hawî sedhezaran mahcir li Wanê, Betlîsê, Agiriyê, Mûşê, Xarpêtê, Meletyê, Diyarbekrê û hin derên din bi cî kir.
Ji ber ku guhertina demografya Kurdistanê, asîmîlekirina kurdan hetim di ajanda dewleta tirk da ye.
Bi kurtî dewletê di dema Serîhildana Şêx Seîd da, tevgera Agiriyê da, Dêrsimê da çi kir, çi anî serê kurdan,  îro jî heman tiştî dike.
Belkî Erdogan wek dema Şêx Seîd û Dêrsimê  di rojên pêş da Qanûna Takrî î Sukûnê û Qanûna Îskanê  jî derxe.
Ji xwe ji roja dewleta tirk ya irqçî ava bûye û virda ye serok û rêberên dewletê tim dibêjin emê hemû kesên ne tirk bikin tirk, kesên li hemberî tirkîtiyê rabin emê tasfiye bikin.
Tirkan hemû miletên din qedandin, tasfiye kirin, nuha dora kurdan e, heger bikanibin dixwazin kurdan jî ji ortê rakin.
Mesele ev e, nêta Erdogan û Davutoglu ev e. Tenê  zilam û hevkarên dewletê û AKPê naxwazin vê nêta hukûmeta AKPê bibînin, ya jî dibînin lê ew jî piştgiriyê didinê…

XXX
Xwezî ez nuha Rustemê Zal bûma !
Xwezî ez nuha hema ji bo 24 saetan bibûma Rustemê Zal û li ser pişta Rexşê Belek daketama nava Sûrên Amedê, min li wir hemû çete û qatilên dewleta tirk bi tank û topên wan ve bida ber gurzan û hemû bi erdê ra bikira nanik.
Ji wir wek bazekî bifiriyama Cizîra Baotan, kela mêr û egîdan û şairan û dû ra jî min xwe bigîhanda Silopiya birîndar û hemû leşkerên dijmin ji kuçe û kolanên welatê xwe paqij bikira.
Û dû ra jî azadî û serxwebûna gelê xwe îlan bikira û bigota, êdî li ser vê axê neyar tuneye, Kurdistan tenê ya we ye...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE