09 februari 2016

Berê quretî kirin, nuha jî li ber digerin


Piştî xistina balafira rûs, tirkan pir quretî kirin, gotin,
”Ji ber ku sînorê me derbas kir me xist û careke din jî derbas bike emê careke din jî bixînin”, filan û bîvan…
Dû ra wek dansozan gelekî ”qivirmîş” kirin, yanî xwe gelkî vir da û wê da ba dan, li ba kirin, wek kewê teqlebaz gelek teqle dan xwe, gotin me bizanîbûya me yê nexista û nizanim çi û çi…
Yanî li gotin û quretiya xwe ya roja pêşî pur û poşman bûn.
Lê rûs nerm nebûn, îqna nebûn…
Erdogan heta nuha gelek caran telefonî Pûtîn kir, lê Pûtîn bersîvê neda û pê ra nepeyivî.
Welhasilî kelam ji bo ku dilê rûsan bigrin, ji bo ku Pûtîn bi Erdogan ra bipeyive şalûziya nema nekirin.
Tirk wiha ne, zû hol dibin, zû germ dibin, lê dû ra jî dibin pisik û poşman dibin...
Lê rûsan tim got na. Gotin, Ji bo ku em bi we ra bipeyivin dibê Tirkiyê lêborînê bixwaze, cezayê xwe bide û qatilên pîlotê me kuştin dibê hûn bidin me ya jî ceza bikin..
Wa ye nuha jî serokkomarê Kazakîstanê Nûrsultan Nazarbayev kirine nabênkar, xwestine Nazarbayev wan li hev bîne.
Li gorî xeberên medyaya sosyal Nazarbayev telefonî Pûtîn kiriye. Lê belê Pûtîn nerm nebûye, ji Nazarbayev ra gotiye:
”Gelş û zoriyên di nabêna me da hene, me dernexist. Çavkanî ne em in. Lema jî aliyê dibê gavê bavêje Tirkye ye.”
Yanî nabênkariya Nazarbayev jî pere nekiriye.
Ev Erdogan heta nuha li yekî gunreş rast nehatiye, ev cara pêşî ye li yekî gunreş rast tê.
Belkî Pûtîn derzekê bide van gurên har û xwînxwar…
Hêvî dikim ew jî zû neyên kirîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE