05 februari 2016

Dewleta tirk dixwaze şer bidome

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, îro li Mêrdînê 10 madeyên ”Master Plana” xwe ya kurd û Kurdistanê, yanî plana dewleta tirk ya têkbirina PKKê û tevgera kurd ya netewî û bindesthîştina kurdan ya esasî, palana dewletê ya dûr û dirêj diyar kir...
Bi baweriya min qet ne hêjaye meriv li ser demagojiyên Davutoglu raweste û hin maneyan ji vê û wê medeya ”master plana” wî derxe.
Hemû jî vala û demagojî ye.

Tiştê Davutoglu di ”master plana” xwe da gotiye domandina şer e û êdî muxatabnegirtina PKKê ye.

Yanî li gorî ”master plana”Davutoglu, hukûmetê çixîz kişandiye ser Ocalan û PKKê, êdî ewê wan muxatab negirin.

Lê carnan meriv nexwaze jî xelk meriv mecbûr dike…
Dewletê, hukûmeta AKPê berê jî digot ewê tu carî bi PKKê û terorîstan ra rûnene, lê her kesî dît çi bi dizî û çi jî eşkere gelek caran pê ra rûniştin.

Lê bi qasî ku xuya ye hukûmeta AKPê, dewleta tirk îro xwe hinekî xurt dibîne û lema jî dixwazin şer bidomînin, heta ku PKK û tevgera kurd têk diçe.

Lê ji xwe li alî din pir ne muhîm e Davutoglu çi dibêje, çi sozê dide û çi ”master planê” pêşkêşî me dike.

Ya muhîm praktîk e, dewleta tirk li Kurdistanê çi dike dibê meriv bala xwe bide wê û li gorî wî tedbîrên xwe bigre.

Tiştê dewleta tirk îro li Kurdistanê dike kuştin e, şewitandin û teror e. Îro li Cizîrê sax sax 9 kes bi topbaranê şewitandin û 25 kesên birîndar jî ne diyar e mirine ya sax in.

Li Diyarbekrê çeteyên Davutoglu wek qatil û terorîstên Daîşê avêtin ser Mala Dengbêja û avahî bi tevayî wêran kirin, şewitandin, heta bigihîje heykelan jî wek çeteyên Daîşê yek bi yek bi zompan şikandin.

Du îhtîmal hene: Ya ev teror û kuştin hemû bi emir û destûra Erdogan û Davutoglu dibe ya jî hukûmetê Kurdistan û kurd teslîmî leşkeran kirine, îşê xwe ji kirinin leşkeran nanin.

Lema jî dibê meriv ji gotin û ”master planan” bêtir, bala xwe bide kirinên dewleta tirk li Kurdisyanê.

Tiştê ez dibînim û ez ji gotin û ”master plana” Davutoglu fêm dikim, dewlet naxwaze şer rawestîne û naxwaze dev ji kuştina kurdan û wêrankirina bajarên kurdan berde.

Kurdên hîn jî hêviyekê ji hukûmeta AKPê, ji gotinên Davutoglu dike ya pir saf e, ya jî di bin ra hevalê dewletê ye.

Meriv kurd be û doza kurdayetiyê bike, meriv nabe heval û hevkarê vê hukûmeta faşîst û irqçî.

Kurdên hîn jî bi vê hukûmetê ra ne, hîn jî dev ji zilamtiya Erdogan û Davutolu bernadin, ew jî şirîkê vê zulmê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE