11 februari 2016

Dewleta tirk ji wasiteyê bêtir li dijî daxwazên kurda ye

Dewleta tirk ne li dijî şer û sîlehan tenê ye, ew li dijî her babet mafxwestina kurda ye, qebûl nake kurd li tu beşekî Kurdistanê doza mafên xwe yên netewî bikin û bibin xwedî maf.
Yanî dewleta tirk ji wasitê bêtir, li dijî armanca kurda ye.
Ew jî azadbûna ji bindestiyê ye.
Kurd bi rehetî ya jî bi zor, bi sîlah ya jî bi riyeke demoktratîk, yanî bi kîjan riyê jî mafên xwe yên netewî bixwazin dewleta tirk wek nuha dike, ewê dîsa jî zorê bi kar bîne û bi tank û topan here ser wan.
Îro PKK çekdar e lema mesela çekdariyê derdixin pêş û dibêjin gerek PKK dev ji şerê çekdarî berde, filan û bîvan…
Lê PKK ya jî hêzke din bi rehetî, bi riyeke demokratîk jî azadiya kurdan bixwaze, dewletê dîsa qebûl neke, ewê dîsa zorê bi kar bîne.
Çimkî dewleta tirk dixwaze em kurd tim wiha bindest bimînin ü bi demê ra bihelin û bibin tirk.
Hesabê dewleta tirk û tirkan ev e.
Çareseriya ew dixwazin ev e.
Yanï dibêjin gerek hûn teslïm bibin.
Ji ber ku dewleta tirk ji rê û wasiteyan bêtir, li dijî meselê bi xwe ye, yanî li dijî naskirin kurdan û azadiya wan e.
Dewlet ji me ra dibêje her tiştê we, her mafê we ye, hûn dibin mamûr, parlamenter, wezîr û serokwezÎr. Lema jî devê xwe bigrin û li ciyê xwe rehet rûnin.
Ji viya bêtir tu tiştekî em bidin we kurdan tuneye û xelas…
Erdogan, Davutoglu û hemû berpisiyarên dewleta tirk ji mera viya dibêjin.
Yanî sibe PKK dev ji şer berde jî û kurd mafên xwe û zadiya xwe bi riyên demokratîk û aştiyane bixwazin jî netîce ewê ngeuhere, copên dewletê ewê dîsa jî ji ser serê wan kêm nebe. Wê demê jî ewê ji ber wan xebat û çalakiyên me yên demokratîk û aştiyane ewê me bikujin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE