27 februari 2016

Dewleta tirk sola Daîşê di teqê ra avêt



Gava ez rismên, dîmenên xerabeyên Sûrê û Cizîrê û piyasekirina bi sedan leşkerên tirk yên di nava wan xerabeyan, wan derên wêran da dibînim xwe wenda dikim, ji xwe fedî dikim.
Ji ber ku leşkerên tirk dikanin vê wahşetê bînin serê me û dîsa jî wek boxan li ser wê axê bimînin, dîsa jî li wan bajaran, di nava kurdan da bigerin û em nikanin tiştekî bi wan bikin, ez dikevim binê erdê.
Tiştê dewleta tirk li Cizîrê, li Sûrê, li Hezexê û li Nisêbînî kiriye ji tiştê Daîşê li Kobanê kir ne kêmtir e.
Tiştê Daîşê li Kobanê kir, dewleta tirk jî eynî tişt li Cizîrê û li Sûrê kir û hîn jî dike. Lema jî tu ferqa Daîşê û dewleta tirk tuneye.
Û di nabêna kurdên hevalên Daîşê û kurdên hevalên AKPê da jî tu ferq tuneye. Dewleta tirk ji zûda ye sola Daîşê di teqê ra avêtiye, di wahşatê da Daîşê derabs kiriye.

Mehdî Eker, Mehmet Şîmşek wek wezîrên Daîşê ne, di nabênê da tu ferq tuneye. Tiştê Daîşê aniye serê kurdan, AKPê jî dike û heta jê zêdetir jî dike.
Kurdê hîn jî bi AKPê ra ye, hîn jî wekîl û wezîrê AKPê ye êdî ew jî dijmin e, dibê meriv bi vî çavî li van kurdan binêre.

XXX
Hin siyasetmedar hîn jî diherin bi zilamên AKPê û dewleta tirk yên li Kurdisanê ne rûdinin û bi wan ra minaqeşeyên siyasî dikin, bi van zilam û xulamên dewleta tirk ra pêşeroja kurdan minaqeşe dikin.
Ev ne rast e û heta şerm e, dibê meriv hevaltiya wan ya bi vê hukûmeta neyarê kurdan ra şerm bibîne û rexne bike.
Hevalbendiya bi dijmin ra, bi partiyeke li ser hukim ra dibê meriv şerm bibîne, mahkûm bike û bi kesên wiha ra rûnene.
Kurdê ku bi rastî kurd be, kurdperwer be, xwe wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd bibîne hîn jî nabe hevalê AKPê û nûnerê wê yê Kurdistanê, di telewîzyonan da abûqatiya hukûmeta AKPê nake.
Dewletê Sûr wêran kiriye, ji xerabeyên Sûrê 500 mîtro wê da di studyoya eynî dewletê da bi nûnerê eynî dewletê û hukûmetê ra minaqeşeyên siyasî şerm e, komedî ye.
Dibê meriv zilamên dewletê, cahşîtiyê hewqasî jî meşrû neke...
Kesên wiha qorîcî û cahşên dewletê yên siyasî ne, tu ferqeke wan ji çahşên çekdar tuneye. Ferq karê wan û xizmeta wan e...



XXX
Li gorî medyaya tirk dinivîse li Sûriyê bi destpêkirina agirbestê ra Daîşê êrîş biriye ser Girê Spî û hin mewziyên YPGê.
Daîş maîşê vir e, artêşa tirk e, bi navê Daîşê, bi kincên çeteyên Daîşê êrîşî kurdan dikin.
Ji xwe li Sûriyê herî kêm 5 hezar çeteyên dewleta tirk di nava Daîşê, Nusrayê û çeteyên din da li hemberî YPGê şer dikin.
Yanî êrîşên di bin navên cuda da taktîkên tirkan û Erdogan in.
Yên li Sûriyê li hemberî YPGê û kurdan şer dikin tirk in, dewleta tirk e û hinçete û qatilên wan yên ji her miletî ne.
Lê hemû jî girêdayî artêş û MITa Tirkiyê ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE