10 februari 2016

Erdogan celadan pîroz dike û çavên wan maç dike

Erdogan, çavên celadên wahşeta di vî rismê jêr da maç dike û ji celadan ra dibêje ez bi we ra me
Serokkomarê Tirkiyê berpirsiyarê qetlîama Cizîrê, faşîst , nazîstê tirk û neyarê qewmê kurd Erdogan, bi şiklekî pir vekirî leşker û polîsan li Kurdistanê, li hemberî kurdan teşwîqî sûc û qetlê dike û ji ber sûc ü qetlên ew dikin jî çavên wan radimîse, dibêje ez li pişta we me, ez bi we serbilind im…
Erdogan di axaftina xwe da wiha gotiye:
”Do mesajeke bi risim ji min ra şandin. Du tîmên taybet, ”bimeşe mirovê dirêj, em li pey te ne. Kela dilê min rabû. Di destê herduyan da ala tirk û bi çekên xwe
û li dîwarê li pişt wan nivîsek heye, ´Em ji te hez dikin merivê dirêj.´
Wan bawerî bi şehadeta li wir aniye. Ji bo wê axê, ji bo vî miletî. Nuha li Rojhilatê başûr(yanî li Kurdistanê)ew micadelê didin. A em, li ba wan birayên xwe ne, em bi wan ra ne, lê belê ew jî bi tiştekî bawer dikin, bi şehadetê. Dibe ku hin kesên viya biçûk bibînin hebin, lê belê yên bi heqîqeta wê bawer dikin ew însan in. Ez çavên wan leşker, polîs, korîcîyan(cahş an)maç dikim.”
Hîtler jî hewqasî vekirî emrê qetilkirina cihuyan neda, lê Erdogan bi rengekî bêperwa ji leş ker û polîsên li Kurdistanê ne dibêje netirsin, ez li piş ta we me, qetlê hûn dikin em pê serbilind in.



XXX
Wezîrê Rûsyayê yê karên derve Lavrov li ser dijminatiya Tirkiyê ya bi PYDê ra gotiye:
”Sebebê daxwaza Tirkiyê ya herêmeke ewle kurd in, ji bo ku hêzên kurd negihîjin hev, Tirkiye avakirina herêmeke wiha dixwaze. Tirkiye naxwaze herêm ji Daîşê were paqijkirin. Dema tiştekî wiha bibe Tirkiye ewê nikanibe milîtanan bişîne Sûriyê û ji wan tiştên qaçax bikire.”
Ev rast e, lê rastiyeke din jî heye, Tirkiye li dijî miletê kurd e, PYD, meyede, PKK hebû hincet in.
Sebebê esasî neyartiya hukûmeta AKPê ya bi kurdan ra ye, hukûmeta AKPê bêyî kurdan ne li dijî tu miletî û tu hêzê ye, ew tenê dixwaze kurd li Sûriyê wek kurdên Îraqê nebin xwedî maf û xwedî statuyeke siyasî.
Hemû mesele ev e, viya Emerîka jî û hemû dinya jî zane…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE