29 februari 2016

Erdogan dibêje emê tu carî nehêlin kurdên Sûriyê xelas bibin



Serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di seyheta xwe ya Afrîka Rojava da, di balafirê da careke din jî gotiye ewê nehêlin kurd li Kurdistana Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî. Mêrikan bûna bela û ketine deriyê me, xwîna xwe kirine çavên xwe.
Li ser perçebûna Sûriyê, Sûriye ewê bibe sê perçe, Erdogan gotiye:
”Li ser vê perçebûnê ev endîşe nuha bi her kesî ra heye. Ev endîşe bi me ra jî heye.
Çima?
Ji ber ku hinek piştgiriya korîdora(xebîs naxwaze bibêje ´kanton´ ya jî herêma otonom, dibêje ´korîdor´) ku PYD û YPG dixwazin çêkin dikin.
Ev kêsên piştgiriyê dikin kî ne, hûn jî û em jî dizanin û taqîp dikin.
Me wek Tirkiyê berê jî got ku emê destûrê nedin li bakurê Sûriyê korîdoreke wiha çê bibe. Û di vî warî da ci hewce be jî emê bikin.
Me ev jî ji wan ra got.
Ji ber ku gava li wir korîdoreke terorîstan çê bibe, ji bo me her gav problem e, tahlûke ye.
Me ji hemû dostên xwe ra got emê fersendê nedin tiştekî wiha.
Bi taybetî me ev yek ji hêzên koalîsyonê ra got…”
Wek tê dîtin mêrik dibêje wek Tirkiye emê nehêlin kurdên Sûriyê jî wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û statu.
Û mêrik sebebê vê dijminatiya xwe jî vekirî gotiye, ” gava li wir korîdoreke terorîstan çê bibe, ji bo me tahlûke ye.”
Yanî gava li Sûriyê kurd bibin xwedî desthilat, ev yek ewê tesîrê li kurdên Tirkiyê jî bike, lema jî ewê nehêlin kurd bigihîjin vê hedefa xwe.
Û ji bo mudaxeleyeke wiha jî dibê bi PKKê, PYDê û YPGê ra di nava şer da bin, ji wan ra bibêjin ”terorîst” û filan û bîvan.
Yanî meriv dikane bibêje sebebê êrîşên ser Cizîrê, Nisêbînê, Hezexê, Silopiyê, Dêrikê û Sûrê, Kurdistana Sûriyê ye, serketinên YPGê û miletê kurd e.
Ji bo ku serê YPGê bike, dibê bi kurdên Tirkiyê ra jî ne li ehv be, di nava şer da be.
Çimkî gava wiha nekin, PYDê û YPGê dost bibînin, bi wan ra di nava têkliyeke baş da bin nikanin vê dijminatiyê bikin û van gotinan bibêjin.
Mesela Tirkiye îro dixwaze bi kurdan ras ser bike pir vekirî ye. Vê meselê ne hewceye meriv zêde dirêj bike.
Ya muhîm li hemberî vê dewleta devbixwîn û êrîşkar emê siyaseteke çawa bimeşînin û çawa xwe biparêzin?
Bi baweriya min hukûmeta AKPê û dewleta rirk bi gotinê, bi heyran û qurbanê, bi ricayê nayê rê û dev ji vê neyartiya xwe ya bi kurdan ra bernade. Dewlet jî û hukûmeta AKPê jî ji vê nuxtê pir dûr in.
Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya antî-kurd bernade, ji ber ku hîn nêta wan tuneye kurdan nas bikin û mafên wan yê netewî bidin.
Hîn jî li bende helandina kurdan e. Heger ne wiha bûya hewqasî neyartiya kurdên Sûriyê nedikrin û nedibûn hevalêDaîşê û Nusrayê.
Lema jî dibê PYD û ENKS û hemû kurd li hemberî vê dewleta zalim û faşîst di her warî da hêzên xwe, îmkanên xwe bikin yek û xwe biparêzin.
Û her wisa têkiliyên xwe yên bi Emerîka û Rûsyayê ra jî xera nekin, xurttir bikin.
Çare ev e, dibê em xwe biparêzin.

XXX
Di 27ê mehê da çeteyên Daîşê ji Tirkyê êrîşeke mezin birin ser Girê Spî. Lê di vê êrîşa mezin da mezin têk çûn, 100 meyt li pey xwe hîştin û paş da vegeriyan şargehên xwe yên li Tirkiyê.
Diyar e vê têkçûna Daîşê artêşa tirk pir aciz kiriye, lema jî îro bi berbanga sibê ra îcar artêşê bi xwe, bi çekên giran êrîş kiriye û bajar daye ber topan.
Li gorî xeberên ji herêmê tên artêşa tirk leşkerekî giran, tank û panzêran li ser sînor bi cî dike.
Wek meriv texmîn dike Tirkiye di êrîşên ser kurdên bin xetê da bi israr e, guh nade rica û aciziyên Emerîkayê jî.
Lê hêvî dikim Emrîka gavê pass da navêje û vê siyaseta xwe ya mutefîkiya bi PYDê ra bidomîne û kurdan di nîvê rê da nehêle.
Tiştê meriv ji beyanên Erdogan û Davutoglu fêm dike ewê tu carî kurdan rehet nehêlin, dibê di şer da werin şikandin, dibê zorê bibînin.



XXX
Însan di gerdûnê(kaînatê)da ne bi qasî gewdeyê(laşê) xwe, bi qasî dilê xwe cî digre.
///Yaşar Kemal
Gotineke xweş e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE