09 februari 2016

Erdogan îcar jî bela xwe di Emerîka dide

Piştî gotinên berdevkê wezareta karên derve yê Emerîka John Kirby, ku gotibû ”em PYD terorîst nabînin û alîkariya me jî ewê pê ra dom bike”, Tirkiya har bû û îro ji bo protestokirina van gotinên Kirby ban sefîrî Emerîka yê Anqerê kir.
Qey Tirkiye dike ultîmatomekê bide Emerîkayê.
Ji tirkan tê, ji vê hariya xwe tim feyde dîtine.
Lê gava mirina kûçik hatibe diçe nanê şivên dixwe.
Bi Xwedê tirk har bûne, ji dinyayê restê dixwînin.
Mêrikan dibêjin em kê dijminê xwe bibînin û ji kê ra bibêjin ”terorîst”, dibê Emerîka û hemû dewltên dinyayê jî wek me wê hêzê dijmin bibîne û terorîst qebûl bike.
Lê Emerîka pîs e, heger ne pîs be ewê eniya Erdogan dax bike û hinkî jî ji nermika guhê wî jêke…
Heger Emerîka bixwze dikane bike, dikane Tirkiyê ji NATOyê bavêje. Dikane PKKê ji lîsteya terorê derxe..
Heger Emerîka bixwaze dikane bibêje heta Erdogaan û Davutoglu neyên destê Obama maçî nekin û nebêjin TOBE !, em têkiliyên xwe bi we ra qut dikin.
Lê nake.
Bes bersîva Kirby daye jî ne hindike…
Hêvî dikim tirk di vê siyaseta xwe da israr bikin û ultîmatomê bidin Yekîtiya Ewrûpayê û Rûsyayê jî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE