01 februari 2016

Ez ne bêhêvî me



Mesela kurd û Kurdistanê meseleyeke pir mezin e, pir zor e, pir tevlihev û gelkî çetrefîl e.
Berî her tiştî dijminên me ne yek e, ne dudu ne, pir in û xurt in.
Lema jî azadiya kurdan û çareserkirina meselê jî li gorî mezinahiya Kurdistanê û gelşê ewê ne hêsan be, ewê wextê bigre, bi carekê da hel nabe, ewê hêdî hêdî bibe.
Lê ez sedîsed bawer im ku kurd ewê rizgar bibin, di pêşerojeke nêz da Kurdistan bi kêmanî ewê li du, sê beşan çê bibe, belkî bibin yek, meriv nizane.
Belkî çend Kurdistan çê bibin...
Ev yek girêdayî gelek faktorên der û hundur in, bi taybetî şêla Emerîka û Fransa û Engilistanê, Rûsya yê pir muhîm e.
Lema jî dibê meriv ji Cenewreyê ne bêhîvî be. Civîn dikane bi salan bajo, lema jî meriv nizane di rojên pêş da şêla Emerîka û dewletên mezin ewê çi be….
Lê berlê tu kes, tu hêz êdî nikane kurdan dîsa wek berê bindest bihêle, ev ne mimkûn e...
Ne mimkûn e ji ber ku kurd di warê leşkerî da xwedî hêz in, miletê kurd şiyar bûye û doza mafê xwe dike.
Gelşa me, kêmasiya me zeîfiya serokatiya siyasî ye, bi taybetî li bakur em hinekî qels in û bi tevayî jî yekîtiya me tuneye.
Di vir da hin kêmasiyên me hene. Dibê siyasetmedarên kurd bi lez û bez hevkarî û yekîtiya xwe xurt û daxwazên xwe zelal bikin.
Ez hêvî dikim yek yek jî ewê hêdî hêdî çê bibe...
Bêhêvî nebin, moralên xwe xera nekin.
Û ya herî muhîm jî dijminatiya hev nekin, fikrên xwe bibêjin, lê neyartiya hev û hêzan nekin, malê me ev e, baş xerab kurd ewê bi van hêz û partiyan xelas bibin, çimkî îro ew hene...




XXX
Li gorî xebera Basnewsê, heyetek li ser navê Amerîka, Birîtanya û Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û li Kobanê bi berpirsiyarên ”rêveberiya xweser” û berpisiyarên PYDê ra hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinan de nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê Obama, Brett McGurk jî amade bûye.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinan de li ser civîna Cenevreyê û beşdariya kurdan û pêşeroja Sûriyê hatiye sekinandin.
Ev xebereke xêrê ye û meriv kêfxweş dike. Diyar e Emerîka û Xerbê hîn kurd bi temamî nedane aliyekî. Yanî bi gotineke din kurd û PYD ne li derî lîstikê ye. Ev serdan nîşan dide di rojên pêş da kurd jî ewê li Cenereyê û di hevdîtinan da bibin akterekî esasî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE