13 februari 2016

Him ji Kurdistanê pir hez dikin û him jî li wêranbûna wê temaşe dikin



Di medyaya sosyal da hin kes xwe gelkî kurd û Kurdistanî nîşan didin, Kurdistan ji devê wan da nakeve.
Xwe gelkî dildarên Kurdistanê nîşan didin.
Çete û tîmên tirk yên faşîst, cîhadîst û îslamî li ber çavên wan û hemû kurdan Cizîr û Sûr wêran kirin, kevir li ser kevir nehîştin, lê belê ev dildarên Kurdistanê ji van qatil û çeteyan ra tiştekî nabêjin.
Ji dêlî ku du gotinan ji van çete û qatilên dewleta tirk ra bibêjin, tenê PKKê û xwediyên xendekan sûcdar û tawanbar dikin.
Fena ku sûcdar ew tenê bin, fena ku dewleta tank û topan bi kar tîne qet ne sûcdar be.
Dewleta Cizrî şewitand, bi sedan zarokên me, xelkê siwîl kuştin, bedenên wan bi hovîtiyeke nedîtî perçeperçe kirin, qet ne sûcdar be.
Em bibêjin PKK û xwediyên xendekan şaş, neheq û di vê wêrankirinê da para siyaseta wan ya şaş jî heye.
Esas rastî ne ev e, dewletê şer xwest û lema jî şer derket, dewletê şer nexwsta ev felaket çênedibû.
Lê em dev ji vê minaqeşê, kê şer derxist berdin û qebûl bikin ku di wêrankirina bajaran da sûcê PKKê jî heye.
Viya bibêjin û rexne bikin.
Lê dewlet, ma sûcê vê dewleta faşîst jî tuneye?
Em dizanin ku sûcê herî mezin yê vê dewleta ceberûd û faşîst e, ji ber ku hêza xwedî tank, top û çekên giran ne xwediyên xendekan, dewlet e, vê dewletê Kurdistana xwedêgiravî hûn pir jê hez dikin xera kir û bi sedan kurd bi hovîtî qetil kirin.
Wahşeta li Cizîrê kirin ancax kesên sadîst û wampîr bikin.
Wek kurd, wek însan hûn çawa dikanin li hemberî vê wahşeta dewletê bêdeng bimînin û tiştekî ji dewletê ra nebêjin?
Ma qey Cizîr, Sûr ne Kurdistan e?
Ma qey hûn Cizîrê, Sûrê, Silopiyê, Licê û Farqînê ji Kurdistanê nahesibînin?
Ma qey Kurdistaneke we ya din heye?
Ma qey hûn ji Kuridistaneke din hez dikin?
Heger bi rastî hûn hewqasî ji Kurdistanê hez dikin, dibê hûn li dijî wêrankirina wê jî rabin.
Dibê du gotinên we ji vê dewleta ku Kurdistana we wêran dike ra jî hebe.
Dibê hûn bi qasî ku PKKê û xwediyên xendekan rexne dikin, hema piçekî vê dewletê jî rexne bikin, hema du rêzan li dijî vê hêza faşîst ya ku weletê we tarûmar dike jî binivîsin.
Bira çavên we şaşiyên PKKê tenê nebîne, bira hinekî jî zulm û terora dewleta tirk jî bibîne, çimkî yê Kurdistana min û we îşxal kiriye û wêran dike dewlet e…
Viya ji bîr nekin, dibê ev tim di bîr û bala we da be...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE