09 februari 2016

Hovîtiyên dewleta tirk ji yên Daîşê derabs kir

Hêzên îşxalkar li Sûrê anonsa teslîmbûnê dikin, dibêjin “teslîm bibin, ya na emê ji hewa da we bombebaran bikin”!
Ewê bikin, dikanin çekên kîmyayî jî bi kar bînin.
Ji bo ku kurdan teslîm bigirin her hovîtiyê dikin û ewê bikin.
Wahşeta li Cizîrê kirine dûrî aqlan e, qatilên Daîşê jî hovîtiyeke wiha nekirine.
Bi dehan însan, jin, zarok, birîndar bi topbaranê di hundur da şewitandine, di bin enqazan da fetisandine.
Yanî li Sûrê jî ev du meh û nîv e eynî hevîtiyê dikin.
Ne li Sûrê tenê, dikanin tevayiya Diyarbekrê jî bombebaran bikin û bişewitinîn.
Ji ber ku berê jî gelek caran jenosîdên wiha kirine.
Nuha dinya û Ewrûpa bi gelşa koçberan mijûl e, ewrûpî xwe hinekî motajî alaîkariya Tirkiyê dibînin.
Hukûmeta AKPê vê yekê ji bo xwe wek fersend dibîne û dixwaze di vê nabênê da kurdan baş bipelixîne, baş bikuje.
Jenosîda ermeniyan jî di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekem da kirin, dinya bi hev ketibû wan jî di wê nabênê da ermenî qirkirin.
Nuha jî di bin siya gelşa kocberan da kurdan qir dikin û Ewrûpa û dinya jî li hemberî hovîtiya wan xwe bêdeng dike, fena ku tiştekî nebîne xwe kerr dike...
A Erdogan û Davutoglu vê yekê wek fersendekê dibîne û lema jî dixwazin artêş û polîsên di kuştinê da qet texsîr nekin, qet netirsin...

XXX
Li gorî Demirtaş, qetlîama Cizîrê pir mezin e, lê hukûmet rastiyê nabêje, ji bo ku qetlîamê veşêrin, sûsa şer bidinê cenazeyan li malan, li xeraban belav dikin.
Lê di rastiyê şer mer tuneye, kesên çekdar di wan xaniyan da tunebûn, hemû kesên sivîl û birîndar bûn.
Hemû bi hovîtî kuştine, bîna, xanî bi ser wan da hedimandine….
Bi baweriya min Demirtaş çi bibêje hindik e, Erdogan, Davutoglu û çeteyên dora wan xwîna kurdan vexwin jî dilê wan li kurdan rehet nabe.
Lema jî bi hezaran psîkopat, qatil û faşîst ji bo kuştina kurdan şandin Kurdistanê, Cizîrê û Sûrê.

XXX


Ez rismên wiha belav nakim, lê belê ji bo ku kurd bibînin ku tirkan li Cizîrê çi namerdî, çi bênamûsî kirine vî rismî belav dikim.
Leşker û polîsên Erdogan û Davutoglu pitekekî 5 mehî di hêmêza dayika wî da wek terorîstekî kurd kuştin û dilê hemû tirkan pê şad kirin.
Heger pirîskek ûjdan û namûs bi me ra mabe emê vê wahşeta tirkan ebeden ji bîr nekin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE