Mustafa Acar, li ser piştgiriya Emerîka û Rûsya ya bi PYDê û
kurdên rojava ra tespîteke pir hêja kiriye, gotiye:
”Emerîka û Rûsya, di seranserê dîroka xwe da kêm caran
biryara bi hev ra hereketkirinê dane.
Ji van biryaran ya herî girîng di Şerê Cîhanê yê Duyem da li hemberî artêşa Hîtler girtin. Emerîka çû hawara Artêşa Sor û artêşa Hîteler li nêzî Moskovayê tarûmar kir.
Biryara van herdu hêzên super ya duyem, li Kurdistana rojava alîkariya bi YPGê ra ye. Û parastina YPGê ji êrîşên artêşa tirk ya wek cûrekî artêşa nazî ya duyem.
Tifaqa Rûsya û Emerîkayê ya dema zulma nazîyan di guhertina qedera dinyayê da çiqasî heyatî bûbe, ji bo firênkirina êrîşkariya tirk, alîkariya Emerîka û Rûsyayê ya bi YPGêê û kurdan ra jî îro hewqasî muhîm e.
Ev herdu hêzên super ku ev serê salan e tim raqibên hev in îro li beşekî Kurdistanê hevfkir in, ev gelkî muhîm e. Fersendên wiha ji sedsalan carê nakeve destê kurdan. Gelo em di zanîna vê fersenda dîrokî da ne?
Geleo em amadene ku li gorî vê gavên siyasî bavêjin?”

Tiştê Mistefa gotiye rast e, bi rastî jî ji Emerîka û
Rûsyayê bi hev ra alîkarî girtin ne tiştekî basît e, balanseke bi vî rengî
hewqasî ye. Lema jî di vî warî da dibê meriv PYDê û Salih Mislim pîroz bike.
Û hêvî dikim ku PKK û PYD giringiya vê fersenda dîrokî
bizanin û siyaseteke li gorî wê bimeşînin.
Li hemberî pozîsyona PYDê ya baş û xurt, rewşa Tirkiyê pir
xerab e, di destê Tirkiyê da tenê zor, gef û şantaj maye. Wek dewleteke endamê
NATO, di serî da Emerîka, hemû endamên Natoyê li dijî Tirkiyê ne û bi vê êrîşên
xwe yên ser YPGê jî baş eşkere bû ku hevalê Daîşê ye û têlçûna Daîşê û Nusrayê
qebûl nake.
Yanî di warê siyasî da rewşa kurdên rojava ji ya Tirkkiyê
pir xurttir e, hêvî dikim dom bike…
XXX
Wezîrê parastinê yê Îsraîl Moshe Yaalon pir şîrîn şikirî
peyivîye, gotiye ”Li Sûriyê ewê dewleta kurd ava bibe. Ji ber ku Sûriye ewê
bibe sê perçe…”
Wey ez heyrana wî devî û wê texmîna te.
Ma em çi dixwazin, tiştê em dixwazin jî ji xwe ew e. Bi kêmanî ev 150 sal in em li pey vê dewletê ne.
Lê ya xerab û trajîk kurdên dikanin bibin dewlet, yên xwediyê wê hêzê ne dewletê naxwazin.
Dibê em zend û bendên xwe vemalin û van kurdên li dijî dewleta kurd îqna bikin, zerûretî û başiya dewleta kurd bi wan bidin qebûlkirin.
Meriv dewletê nexwaze kes bi zorê nade meriv.
Bi dîtina min jî li Kurdistana başûr û rojava wexta çêbûna dewleta kurd hatiye.
Şert kemîlî ne.
Îspata vê jî êdî ne em, xelk jî dibêje dema avabûna dewleta kurd hatiye.
Lema dibê PKK û PYD jî êdî wek PDKê û YNKê dewleteke netewî bixwazin

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar