13 februari 2016

Kesê bibe hevalê neyar mecbûr e bêar û bêheya bibe

Kesê carê bû hevalê dijmin mecbûr e bêar be, bêrû û bêheya be, ruyê wî ji çermê gê qalintir be. Gava yekî tu yî ruyê wî kir, mecbûr e bibêje çi baranek xweş dibare.
Ji ber ku yê li br xwe keve, yê ji xwe fedî bike, yê piçekî xwedî şexsiyet be nabe hevalê dagirkerê welatê xwe.

XXX
Çend roj berê li ser xebera li Cizîrê hêzên dewletê 66 kuştine, waliyê Şirnexê û serokwezîrê Tirkiyê yê bêûjdan û faşîst Ahmet Davutoglu gotibûn ev reqem ne rast e, 10 kes hatine kuştin.
Lê her kesî zanîbû ku derewan dikin, qetlîama kirine gelkî meintir e.
Parlamenterê Şirnexê Feysel Sariyildiz ji Cizîrê ji ajansa ANFê ra gotiye 110 cenaze li nexweşxaneyan belav kirine. Lê hejmara di wan hersê xaniyan da 138 kes bûne.
Yanî herî kêm, 138 kes înfan kirin. Lê bi baweriya min hejmara kesên înfaz kirine ji 138 kesan jî zêdetir e.
Û ji bo ku şopa qetlîama xwe wenda bikin bi makîneyan, bi kepçe û boldozeran ketine wan taxan û her derê paqij dikin, xaniyên tê da qetlîam kirine û şewitindine, şopên çekên giran, tank û topên bi kar anîne ji ortê radikin.
Lê ew çi bikin jî ewê nikanibin vê qetlîama li hemberî însanên siwîl û birîndar, vî sûcê xwe yê li hemberî însaniyetê wenda bikin. Erdogan, Davutoglu û celadên ku ev qetlîam kirin, ew çi bikin jî ewê hesabê vê wahşeta xwe bidin…

XXX
Leşker û polîsên dewleta tirk, çeteyên Erdogan û Davutoglu piştî "zafera" xwe, li kuçeyên Cizîrê bi tekbîran qurban dane, alên xwe bi xaniyên wêrankirî da kirine,
Cizîr bi ala tirk xemilandine, her der sor kirine.
Wek ku Cizîr ji dijminên xwe paqij kiribin.
Lê hin kurdên kêmaqil û kêmxîret hîn jî naxwazin vê rastiyê fêm bikin...
Dijmin û îşxal berê ji kurdan ve hewqasî ne xuya bû, nuha hêdî hêdî baş xuya dibe.
Dijminê me li Sûrê û Cizîra wêrankirî destê xwe li sînga xwe dixe û dibêje "min nas bikin, ez dijminê we me !"
Heger piçek xîret bi me ra hebe ji bo ku em vî dijminê devbixwîn ji welatê xwe derxin çi ji destê me were emê bikin....



XXX
Tirk, ji bo ku moralê kurdan xera bikin û wan pîs bikin, her roj kurdên bûne zilam û hevalê dewletê û dijminê qewmê xwe derdixn telewîzyonan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE