13 februari 2016

Kesên kurdan çeqel û tirkan şîr dibînin di nava me da pir in


Yekî bi navê Muaz Bozyel, di facebooka xwe da ev rismê "çeqel" û şêr" belav kiriye. Min jî ev şirove li binê risim kir.
"Muaz Bozyel, bi belavkirina vî rismî û vê teşbîhê tu ferqeke te û tîmên dewleta tirk yên ku Sûr û Cizîr wêran kirin û bi sedan zarokên kurd di zêrzemiyan da înfaz kirin, sax sax şewitandin tuneye.
Heger bi te ra piçek ûjdan û kurdperwerî hebûya, xwediyên xendekan çiqasî şaş bin jî di rojeke wiha da, piştî trajediyeke hewqasî mezin te wek tirkekî nîjadperest tinazê xwe bi wan nedikir, te dewleta tirk ne dikir şêrekî wek hûtan û keç û xortên li Cizîrê û Sûrê canên xwe feda kirin nedikir çeqel.
Esas çeqelên hestîkoj kesên vî rismî belav dikin, yên ji dewleta tirk ya faşîst bêtir kurdan, keç û xortên di xendekan da bi hovîtî hatin qetilkirin neyarên xwe dibînin.
Ev ne rexne ye, ev heqaret e, desthinekirin û lîrandina ji serketina dewleta tirk ra ye.
PKKê bi termên siyasî rexne bikin, şaşiyên wê raxin ber çavan, lê belê wek neyarekî kêfa xwe bi serketina dijmin neynin.
Dua bikin PKK têk neçe, dijmin bi ser nekeve.
Roja PKK têk biçe di eynî şevê da polîsên dewleta tirk ewê we hemûyan top bike û têxe qulikê.
Ji ber ku PKK îro xurt e, çekdar e dewlet diçe ser û dixwaze ji ber xwe da bixîne. Lê roja PKKê biqedîne îcar ewê dor were ser yên wek te.
Yanî baş bizanibin neyartiya we ya bi PKKê ra ewê we xelas neke...
Wek ku yên neyartiya Serîhildana Şêx Seîd kirin xelas nekir, piştî têkçûna Şêx Seîd, dewletê dû ra ew jî yeko yeko ji ortê rakirin.
Ev dewleta tirk e, piştî karê xwe biqedîne hevkar û hevalbendên xwe yên kurd jî efû nake.
Bi baweriya min ev rismê te belav kiriye ji qetlîama tirkan li Cizîrê kirin, ji lîrandin û tekbîrên polîs û tîmên tirk yên li kolanên Cizîrê pir û pir girantir e.
Ji ber ku tu merivekî ji hest û şiûra kurdayetiyê bêpar î lema jî serketina neyar wek nîjadperestekî tirk, wek tîmekî li Cizîrê kêfa te tîne, wek kurdekî, wek merivekî welatparêz tu bi qetlîama keç û xortên kurd naqeherî..."
Çeqel: Ez xweseriyê dixwazim!
Şêr: Tu rast dibêjî ?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE