10 februari 2016

Kurdino herin hawara zarokên xwe

Herin hawara zarokên xwe, dikin 15 kesên din jî înfaz bikin !!!
Li Cizîrê di zêrzemiyeke din da îro 20 kesên din kuştin û dixwazin 15 kesên birîndar jî bikujin.
Dibê partiyên kurdan, miletê kurd tiştekî bike, bajarên nêzî Cizîrê zû herin hawara zarokên xwe û nehêlin qatilên dewleta tirk 15 keç û xortên din yên birîndar jî bikujin.
Ji zêrzemiyê Derya Koç gotiye:
“Nuha rewşa me pir krîtîk e. Di qatê binî da 20 hevalên me şewitantdin û kuştin. Em 15 kes mane.
Nuha dora me bi tankan girtine. Me topbaran dikin. Em jî her gav dikanin bişewitin.
Lema jî dibê gel bi lez were vir!
Berî saetekê vira jî gulebaran kirin.
Hevalên me yên birîndan kuştin.
Em 15 kes sax man. Û em hemû jî birîndar in.
Em li taxa Sûrê ne. Dora me bi tankan dorpêç kirine.
Şebekî jî tuneye.
Telefon jî hertim dikane were qutkirin.
Ez nuha mecbûr im bigrim.
Li dora me ne...”
Navên 20 kesên birîndar diyar e
Navê kesên birîndar ên di avahiyê de ev in: Lokman Bîlgîç, Murat Kekîn, Sînan Kaya, Îbrahîm Îvrendî, Firat Malgaz, Orhan Tunç, Meryem Akyol, Mursel Dalmiş, Star Ozturk, Murat Tunç, Abdulselam Turgut, Fatma Demîr, Emel Ayhan, Mesut Ozer, Abdullah Ozgur, Agît Aydin, Derya Koç, Barış Gasîr, Sahîp Edîp û welatiyê bi navê Ferhat ê ku paşnava wî nehat zanîn.
Navên kesên hatine înfazkirin

XXX
Hin kesan, hin hêzên kurd di konferansa Diyarbekir da gotine ew şer naxwazin, ew li dijî şer û zorê û şîdetê ne.
Kurd şer naxwazin lê dewleta tirk dixwaze û ne tenê dixwaze, dest bi şer kiriye jî.
Li Sûrê û li Cizîrê qetlîaman dike, bedenên zarokên me zîfêl zîfêlî dikin û davêjin kuçe û kolanan.
Dewleta tirk tiştê li Cizîrê kiriye komkujiyeke mezin e. Dibê partiyên kurd, kurdên welatparêz li hemberî vê wahşeta dewleta tirk bêdeng nemîne.
Di rewşeke wiha da gotina em "şer naxwazin" tu qîmetî herbiya wê tuneye, ji ber ku dijminê me dixwaze.
Lema jî ya rast li hemberî vî şerê dijmin li ser me ferz kiriye wek kurd, wek partî û wek milet emê çi bikin?
Îro ne roja em wek kesên "bêteref" li meselê binêrin û bibêjin em şer naxwazin. şer heye, em alîkarê kê ne?
Dewleta tirk bi hovîtiyeke mezin me dikuje û bajarên me wëran dike, li gorî îmkan û hêza xwe dibê em li dijî vê hêza îşxalkar derkevin.

XXX


Ev kêmaqil û xayinê ha alîkariyê dişîne Diyarbekrê ji polîs û leşkerên tirk ra û dibêje ew wek kurdekî destegê dide operasyonên dewletê yên li hemberî PKKê, yanî operasyonên kuş tina kurdan.
Li gorî xeberê ji Erzeromê ye û navê wî jî Omer Îlhan e.
Madem xayin û bênamûsên wiha di nava kurdan da hene baştir e meriv wan nas bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE