23 februari 2016

Kurdiya bi herfên latînî cara pêşî bi Hawarê dest pê nekiriye




Piraniya kurdên Kurdistana bakur wisa dizanin ku kurdîya bi tîpên latînî cara pêşî  bi kovara "Hawar"ê  dest pê bûye.
Lê ev zanîna me ne rast e.
Li gorî Têmûrê Xelîl, ya rast elîfbeya kurdî ya bi herfên atînîl cara pêşî di sala 1928a da li Ermenîstê ji aliyê Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê asûrî ve hatiye çêkirin.
Û  piştî wê bi du salan jî yanî di sala 1930î di meha adarê da li Yêrêvanê hejmara  yekem ya rojnameya ”Ria Teze” bi wê elîfbeya tîpên latînî hatiye weşandin.
Yanî ”Ria Teze” du salan berî Hawarê bi herfên latînî derketiye.
Û ji xwe Mîr Celadet  di hejmara Hawarê ya 8a da qala vê elîfbeya bi tîpên latînî û rojnameya Ria Teze kiriye.
Mîr Celedet wiha nivîsîye:
-"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.
Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.
Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".
Ferqa elîfbeya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov û ya Mîr Celadet hejmara herfan e. Di elîfbeya Mîr Celadet da 31 herf hene û di ya Erebê Şemo û Marogûlov da 39 herf hene.

Yanî 8 herfên elîfbeya Erebê Şemo û Marogûlov ji ya Mîr Celadet zêdetir in.  Lê herdu jî têpên latînî ne.
Ev nivîsa Têmûrê Xelîl, çîroka elîfbeya kurdî ya bi herfên latînî ya pêşî ronî dike. Nivîseke hêja ye.
Min bi xwe jî çend caran bi şaşî gotiye cara pêşî Hawarê elîfbeya latînî bi kar anî, lê ev ne rast e. Û di salên 1980î da min ew nivîsa Mîr Celadet xwendibû. Lê dîsa jî bala min nekişand.



Hêvî dikim ji nuha û pê da kurd vê şaşiyê rast bikin û heqê Erebê Şemo û Marogûlov û rojnameya Ria Teze nexwin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE