22 februari 2016

Protestokirin û zorbatî du tiştên cuda ne




Çend kesên xwenezanên nêzî PKKê li Swîsrê konferansa Kemal Burkay sabote kirin, nehîştin Burkay dest bi axaftina xwe bike.
Li ser vê bêedebî û zorbatiya wan, Kemal Burkay gelkî aciz bû û çend gotinên giran (yekî wek Burkay dibê bêtir kanîbûya hakimê hestên xwe bûya û ew gotinên ne xweş nekira) ji wan kesan ra kir û ew ji civînê qewitandin.
Tiştê bû bûyereke ne xweş e.
Ez nizanim ew 5-6 kes bi serê xwe hatibûn ya jî hinekan ji bo karekî wiha ew şandibûn wir.
Çawa be jî tiştê li hemberî Burkay kirin bêedebî û zorbatî ye, dibê meriv ebeden xweş nebîne û rexne bike.
Ez vê bêedebî û zorbatiya li hemberî Burkay hat kirin eyb dibînim û bi şîdet şermezar dikim.
Helebet meriv dikane her siyasetmedarê kurd û Kemal Burkay û dîtinên wî jî rexne û protesto bike. Ev mafê her kesî ye û dibê Burkay jî tahamul bike. Ev cure rexne beşekî demokrasiyê yê esasî ye, dibê meriv tahamul bike.
Lê ne ku di komela wan da, bi vê zorbatiyê nehêle Kemal Burkay bipeyive û dawiyê nede zorbatiya xwe.
Yanî tiştê wan kirin ji sînorên protestoyê derxistin. Ev him şaş e û him jî ne xweşe.
Heta nuha tu rêxistineke kurd, tu partî û gurûpeke kurd civîneke PKKê û komeleyeke nêzî wê sabote nekiriye. Lê PKKê û hevalên wan gelek caran kirine û heta li xelkê jî xistine.
Ez bi xwe him li Almanya û him jî li Swêd bûme şahidê vê zorbatiya hevalên PKKê.
Ya xerab wa ye hîn jî dev ji vî pîşikê xwe yê xerab bernedane. Ev ne tu hawe ye, dibê berpirsiyarên PKKê rê nedin zorbatiyên wiha, tiştên wiha êdî qebûl nekin û li ser vê bûyera ne xweş şêla xwe diyar bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE