12 februari 2016

Şerm e dev ji vê şalûziya tirkan berdin !



Bala min lê ye parlamenterên HDPê yên kurd hîn jî dev ji retorîka xwe ya “biratiya gelan”, “biratiya kurdan û tirkan”, û “jiyana gelan ya bi hev ra” bernedane.
Diyar e xwîna tirkan li Cizîrê herikandin, hovîtiya anîn serê zarokên me pozê berpirsiyar û parlamenterên HDPê yên kurd naşewitandiye, hîn jî bêyî ku fedî bikin ji kurdan ra qala “biratiya” tirkan dikin.
Ji xwe şerm nakin...
Peyvên wiha dibê kurd êdî wek heqaretekê, wek tinazpêkirina bi kurdan qebûl bikin.
Dibê bi mer...iv ra hinek xîret hebe yaho, li hemberî neyarekî hewqasî xedar, li hemberî dewlet û miletekî hewqasî faşîst û neyarê qewê xwe, meriv hewqasî jî hustuyê xwe xwar neke, hewqasî jî xwe rezîl û pîs neke.
Heta nuha li hemberî wahşet û qetlîama li Cizîrê kirin ne ji dîndarên tirk, neji çep û ne jî ji tevgerên jinên tirk qet deng tuneye. Bi sedan însan, kesên birîndar înfaz kirin, bi hovîtî şewitandin.
Lê heta nuha ji civata tirk tu reaksiyoneke cidî tuneye.
Lê parlamenterên HDPê hîn jî qala biratiya tirkan dikin.
Bes e ev şelafiya ji tirkan e, xwîna 200 zarokên me hîn li erdê ye...

XXX

Heger yên li Cizîrê hatin qetilkirin ne kurd bûna nuha Davutoglu, Erdogan, Efkan Ala û serokerkan Hulîsî Akar hatibûn girtin û li Laheyê di dadgeha tawanbarên sûc ya Neteweyên Yekbûyî da ji sûcên li dijî însaniyetê mahkime dibûn.
Lê ji ber ku em miletetekî bêkes in mêrikan natirsin û her roj xwîna me diherikînin.
Lê dîsa jî dibê partiyên kurd, baroya abûqatan, komeleya mafên mirovan hemû belge û delîlên qetlîama li Cizîrê kirin top bikin û li van qatilan gilî bikin. Dixwaze bira tiştek jê dernekeve, lê dîsa jî dibê li van qatilan gilî were kirin.

XXX

Bi îhtîmaleke mezin tiştê li Îraqê bû ewê li Tirkiyê jî dubare bibe.

Li Îraqê heger ne teror û jenosîda Seddam Husên bûya kurd rizgar nedibûn. Teror û jenosîda Seddam ya li hemberî kurdan, dinya mecbûrî mudaxeleyê kir û Kurdistan çê bû.

Wisa xuya ye ku ev trajedî bi destê Erdogan ewê li Tirkiyê jî dubare bibe....
Erdogan dîktatorekî, psîkopatekî, faşîst û panturkîstekî ji Seddam Husên qet ne kêmtir e.

Ev qerekterê wî roj bi roj xurttir dibe û bêtir derdikeve pêş.
Heger bikanibe sîstemê biguherîne û bibe serokdewlet, îşê kurdan pir zahmet e, tiştê Seddam anî serê kurdên başûr, Erdoganê jî bîne serê kurdên bakur.

Wa ye ji nuhda da li Cizîrê û Sûrê me îşareta ku Erdogan kane çi dînîtiyê û qetlîaman bike dît.

Heger tiştek bi Erdogan neyê û bibe serokdewlet ewê ji Seddam xerabtir bike, rojên pir tarî û bi êş li pêş me ne…

Lê di netîceyê da kurdên bakur jî wek kurdên başûr ewê ji bindestiyê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe….
Bes piştî bedelekî pir mezin…
Hêvî dikim wiha nebe û tirk dînîtiyeke wiha nekin….

Lê helbet azadiya kurdan jî girêdayî tifaq û yekîtiya wan e. Dibê PKK, PDK, YNK û Goran bi lez û bez û bez gelşên nabêna xwe çareser bikin û yekîtiya xwe çêkin. Yekîtî tunebe erba cîhanê ya sêyem jî derkeve dîs ji kurdan ra tişt tuneye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE