13 februari 2016

Tirkiyê dest bi şerê kurdên rojava kir


Serokwezîrê Tirkiyê Davutoglu gotiye, dibê YPG ji herêma Azaz paş da vekişe û balafirxana Mînnak ya ku Daîşê girtibû tavilê terk bike û careke din jî xwe nêzî herêma Azaz neke. Heger van daxwazên me tavilê bi cî neyne emê her tiştî bikin, yanî emê têkevin şer.
Û ya hîn jî muhîm Davutoglu gotiye ”dixwazin demografiya bakurê Sûriyê biguherin”!
Yanî kurd dikin li Sûriyê wek kurdên Îraqê bibin xwedî maf û desthilat, em viya qebûl nakin.
Yanî êdî kerr û kor jî fêm dike ku tiştê Tirkiyê bi Daîşê û Nusrayê bi dest nexist, îcar dixwaze bi xwe biceribîne.
Bi xwe bi kurdan ra tîkeve şer…
Ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf şer jî tê da, tirk ewê her tiştî bikin.
Ew bizanibin ewê şerê cîhanê jî derkeve, ewê dîsa jî têkevin Sûriyê û li kurdan xin.
Ji ber ku vê dewletê, vî miletî hebûna xwe bi tunebûna kurdan ve girê daye, ji bo ku ew hebin, dibê kurdan qir bikin.
Derdê wan êdî ne Esed mesed e, kurd in, tunekirin û bêmafhîştina kurda ye.
Ev pir vekirî ye.
Bi rica û libergerê dewleta tirk û hukûmeta AKPê dev ji siyseta xwe ya şerxwaz, agresîf û antî-kurd bernade.
Lema jî tiştê dibê kurd bikin haziriye şer e.
Him jî haziriye şerekî pir mezin.
Wêrankirina Cizîrê, Sûrê, Silopiyê, Şirnexê, Nisêbînê jî perçeyekî vî şerê dewleta tirk ya antî-kurd e.
Xendek mendek hemû vir û bahane ye.
Dewleta tirk dixwaze nuha tevgera kurdên Kurdista bakur û rojava yanî kurdên Tirkiyê û Sûriyê bipelixîne, ji bo demeke pir dirêj ji taqet da bixîne.
Heger bibûya û dinyayê qebûl bikira Tirkiyê ewê wek Seddam çekên kîmyayî bikar bianiya hemû kurd qir bikirana.
Bi dîtina min Cizîr provayeke biçûk ya vê programa dewleta tirk e, sivîl, zarok, birîndar hemû kurd kuştin, yek kes jî sax nehîştin.
Yanî jenosîda kurdan di programa Erdogan û birpirsiyarên dewletê da heye û tim jî hebûye.
Lê nuha ne belkî mimkûn e.
Lema jî ji dêlî kirina jenosîdeke mezin, Tirkiye dixwaze bi kurdên xwe û yên Sûriyê ra têkeve şerekî mezin, bi riya şer tiştê anîn serê ermeniyan bînin serê kurdan jî.
Di vir da helbet bersîv û şêla Emerîka pir muhîm e.
Hela ka em binêrin sibe li ser van gotinên Davutoglu yên îlanîherb Qesra Spî ewê çi bibêje û sinyaleke çawa bide me û Tirkiyê?
Emerîka ya ewê daxwaza Tirkiyê, ”dibê kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û statu” qebûl bike û bi vî teslîmî tirkiyê bibe, ya jî ewê bersîveke baş bide vê tehdîda Tirkiyê ya şer.
Tabî heger tirk vê daxwaza xwe bi Emerîka û Rûsan û Ewrûpayê bidin qebûlkirin, sibe ewê eynî daxwazê ji bo kurdên Îraqê jî bikin. Ji bo wan jî ewê bahaneyeke şer bibînin û ji Îraqê bixwazin federasyonê xera bikin.
Yanî kurdên başûr jî di tahlûkê da ne, sibe tirk ewê eynî tiştî bînin serê wan jî. Ev sedîsed e.
Ji ber ku tiştê Davutoglu gotiye îlana şer e û qebûlnekirina hebûna kurda ye, mêrik qebûl nake li welatekî din jî kurd ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî maf…
Lê li gel vê neyartiya tirkan ya hewqasî antî-kurd, hîn jî bi hezaran kurdên cahş û bêxîret ji AKPê dûr nakevin û di telewîzyonan da abûqatiya Erdogan û Davutoglu dikin…
Tirk bûne bela serê dinyayê, hela ka em binêrin dinya ewê çawaxwe ji vê bela mîkrop xelas bike….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE