22 februari 2016

Xwedê kir ku dijminên me ev totikvala ne

Ez tim dibêjim Xwedê kir ku Erdogan û birêvebirên dewleta tirk ne biaqil in, merivên nîjadperest, faşîst û îrrasyonel in. Van pantirkîst û faşîstên kêmaqil Emerîka li Sûriyê bi zor kirin mitefikê me.
Ez nabêjim mala wan ava be, bira mala wan dîs jî bişewite û wêran bibe, lê heger ne ev siyaseta Erdoganê gurcî û Davutogluyê tatar ya ehmeqane bûya bi xwedî Emerîka û Rûsya di dinyayê da dev ji Tirkiyê bernedidan û xwe nêzî PYDê nedikirin, piştgirî nedidan kurdan.
Siyaseta Erdogan û Davutoglu ya antî-kurd û hevkariya bi Daîşê û hêzên cîhadîst ra Emerîka û dinya ji Tirkiyê dûr xist û kir dostê, mitefikê PYDê û kurdan.
Xanima min tim dibêje ”Xwedê li heqiyê ye”, hêvî dikim ne li Sûriyê tenê, li Tirkiyê jî ”Xwedê li heqiyê” be yanî zalim û neheqan ceza bike û mezlûman bi ser xe…

XXX
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê çi bikin jî, Erdogan çi dek û dolaba bigerîne jî kurd li Kurdistana rojava(Sûriyê)miheqeq ewê bi ser kevin.
Erdogan xwe bidirîne jî Sûriye jî wek Îraqê ewê bibe dewleteke federal. Û ev xerabiya tirkan jî ewê ji wan ra bimîne.
Çimkî kurd bi heq û tirk û ereb neheq in.
Çimkî kurd xwedî dozekê, xwedî hedef û îdîalekê ne.
Dewleta tirk çi bike jî karwanê azadiyê ewê here bigihîje hedefa xwe.
Ji ber vê yekê ye ev 200 sal in faris, tirk û ereb dikin nakin, nikanin tevgera kurd ya netewî rawestînin, têk bibin.
Ji ber ku miletê kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi mêraniyeke bêhempa li ber xwe dide…
Lema jî qet netirsin têkçûn ya zalim û neheqan û zafer jî ya me ye.

XXX
Ji bo ku tirk bigihîjin mistewa demokrasiya Îsraîl ji wan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e
Ne dewlet û ne jî hukûmeta AKPê nafikirin zimanê kurdî wek zimanekî resmî qebûl bikin û di mekteban da bikin zimanê perwerdeyê.
Resmîbûna kurdî ji bo dewletê hîn jî xeta sor e, li gorî dewletê gerek kurd daxwazeke wiha ji dewletê nekin.
Li Îsraîla ku Erdogan û tirk radibin û rûdinin û rexne dikin, di mekteban da erebî him zimanekî resmî ye û him jî derseke mecbûrî ye. Xwendina erebî ji sinifa 1ê dest pê dike. Yanî ne tenê ji bo ereban, zarokên cihû jî erebî fêr dibin.
Lê li Tirkiyê dewlet ji bo kurdan bi şîdet li dijî mafekî wiha ye. Bira fêrbûna tirkan ya kurdî li wir bimîne, li ba tirkan du kurd newêrin bi hev ra bi kurdî bipeyivin.
Ji bo ku Tirkiye bigihîje mistewa demokrasiya Îsraîl, medeniyet û toleransa wan, ji tirkan ra bi kêmanî 50 salên din lazim e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE