15 februari 2016

Xwedê kir ku dijminên me ne biaqil in


Berdevkê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Tanju Bîlgîç ji beyanên Emerîka yên li ser kurdan û YPGê pir û pir aciz bûye, wek mozeke sor aziriye û gotiye:
”Ji ber ku berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê Kirby, Tirkiyê û rêxistineke terorîst ya wek PYDê wek hev dibîne em matmayî hîştin”, filan û bêvan….
Kurro ev tirk jî çi merivên bizok in, ma ev jî rexne û bersîv e?
Nûnerekî dewleta tirk dibê ji Emerîka gazinên wiha rebenokî neke, gotinên wiha sistopisto nebêje, dibê wek tirkekî qehreman resta Emerîkayê bixwîne, bibêje ”ezê tiliya xwe li çavê texim !
Ey Kirby, tu çawa kanî beyaneke wiha bidî, ma tu me nas nakî?
Û heta wek berdevkekî dewleta tirk dibê hin gotinên hîn girantir jî ji Kirby û Emerîkayê ra bigota...
Hêvî dikim hûn tirk vê siyaseta xwe ya agresîv û antî-kurd bidomînin. Bi xêra vê siayseta we belkî kurd sempatî alîkariya dinyî bigrin û ji bindestiyê rizgar bibin.
Di vir da dibê siyasetmedarên kurd xwedî asoyeke berfireh bin û mezin bifikirin û mezin bilizîn.
Li Sûriyê dinya bi me ra ye û li dijî Tirkiyê ye, em li hundur jî û li der jî ji Tirkiyê pir xurttir in. Ji ber ku em li dijî îdeolojiyeke barbar û faşîst in, em li dijî hêzeke bêmerhemet, bêtolerans, zalim, çete û qatil şer dikin.
Lê Tirkiye hevalê vê hêza barbar e.
Em ji bo azadiyê, demokrasiyê, wekheviyê, heq û huqûq şer dikin, lê Tirkiye li dijî van nirxan hemûyan e, hevalbendê Daîşê ye. Daîş seriyan jê dike, avahiyên dîrokê wêran dike.
Dinya viya dibîne.
Taju Bîlgîç, bi xwedê îdeolojiya tirkîtiyê hûn dîn kirine.
Bi navê Xwedê heta hûn xwediyê vê îdeolojiya faşîst ya antî-kurd bin, hûnê gelek carên din jî matmayî bimînin û xeyalşikestî bibin…
Bi serê rahmetiyê bavê te û bi serê wî seokê te yê çavbeloq û sergundor, ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye...
Piştî Rûsyayê îcar azaran didin Emerîkayê, îcar siyaset û beyanên Emrîkayê naecibînin û dixwazin dewleteke wek Emerîka têkeve bin emrê Tirkiyê û li gorî Tirkiyê dost û dijminê xwe tayin bike.
Nîjadperestiyê aqil ji serê we biriye…
Nîjadperesetiya tirk, neyartiya kurdan berpirsiyarên dewleta tirk û hukûmeta AKPê gelkî irrasyonel kirine, mêrikan ji Rûsyayê ra, ji Emerîkayê ra restê dikşînin, dixwazin hemû dinya wek wan dijminatiya kurdan bike.
Pantirkîst û nîjadperestên har, Xwedê aqilekî bide we û vê kîn û nefreta ji kurdan ji dilê we derxe…
Amîn…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE