Kurdê, partiya, ronakbîr û siyasetmedarê li hemberî êrîşa
Tirkiyê ser kurdên rojava, ser Efrînê û hêzên YPGê bêdeng bimîne, vê êrîşa
dewleta tirk bi şîdet protesto neke, ew çi demagojiyê bike jî ew hevalê dewleta
tirk û hukûmeta AKPê ye.
Îro ya meriv li dijî çavsorî û êrîşkariya dewleta tirk e, ya
jî hevalê wê ye, ya meriv hevalê gelê xwe yê mezlûm e, ya jî hevalê êrîşkaran,
dostê Nusra û Daîşê ye.
Êdî çiv miv nema, her kes mecbûr e refê xwe diyar bike, ya meriv hevalê dewletê û siyaseta wê ya antî-kurd e, ya jî li dij e...
Êdî çiv miv nema, her kes mecbûr e refê xwe diyar bike, ya meriv hevalê dewletê û siyaseta wê ya antî-kurd e, ya jî li dij e...
Çimkî bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta tirk, piştgiriya
îndîrekt ya Nusra,Daîş û hêzên cîhadîst e. Ji ber ku Tirkiye ji bo ku kurd zora
Daîşê û Nusrayê nebin êrîşî kurdan dikin.
Dibê meriv viya bi dengekî bilind û eşkere bibêje.
Û ya din jî îro PYD û Kurdistana rojava ye, lê sibe ewê dora
PDKê û Kurdistana başûr be. Ev ji sedîsed e.
Tirk heta ku xwediyê vê îdeolojiya panturkîst ya nazîst bin
nabin dostê tu hêzeke, tu partieyeke kurd. Dibê em biaqil bin û bi derewên
tirkan nexapin...
Dewleta li Sûriyê nehêle kurd bibin xwedî maf, ewê li Îraqê
jî nehêle û nexwaze. Tenê mesele dor e û wext e.
Dibê hukûmeta Kurdistana Federe, PDK, YNK, Goran û hemû kurd
bizanibin ku ev dewlet ne li dijî hêzekê, partiyekê tenê ye, ew neyarê hemû
kurda ye, naxwaze li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bibin.
Vê rastiyê bibînin û dev ji neyartiya hev berdin.
Tirk dijminê qewmê we ne...
Vê rastiyê bibînin û dev ji neyartiya hev berdin.
Tirk dijminê qewmê we ne...
XXX
Li Cizîrê malan talan dikin
Leşker û polîsên tirk li Cizîrê gelek xaniyên li taxên Cûdî û Sûrê berê talan dikin û dû ra jî dişewitînin.
Li Cizîrê malan talan dikin
Leşker û polîsên tirk li Cizîrê gelek xaniyên li taxên Cûdî û Sûrê berê talan dikin û dû ra jî dişewitînin.
Dewleteke çawa malên xelkê, xaniyên xelkê dişewitîne?
Diyar e dixwazin şopên wahşet û qetlîama xwe wenda bikin.
Lema jî her tiştî dikin rejik, komir.
Û ji ber ku dewleta tirk kurdan neyar dibîne, lema jî piştî
qetlîam û talana xwe bajarên wan, mal û milkên wan jî dişewitîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar