01 mars 2016

Dawiya bênamûsan nayê



Dawiya bênamûsan nayê
Dibêjin di wext û zemanekî da camêrekî kûpê namûsê hebûye. Bibihîsta li ku derê yekî bênamûs heye, bi pê diket, diçû ew dikuşt.
Hal û karê wî kuştina bênamûsan bû. Dixwest dinyayê ji bênamûsan paqij bike.
Nêta wî, hesabê wî ew bû.
Gerek li dinyayê bênamûsek nemûnî....
Welhasil bi vî hawî gelek bênamûs kuştin.
Dawiya dawî rojekê hat girtin û ew derxistin ber hakim.
Hakim, kesên kuştibûn yek bi yek jê pirsî.
Wî jî bi diristî bersîva hakim da.
Hakim digot:
Çima te filan kes kuşt?
Wî jî dirêj nedikir, digot:
-Bênamûs bû !
Hakim çuqas sebeb jê dipirsî, wî jî tim digot:
-Bênamûs bû. Lema min kuşt.
Ji ber ku gelek kes kuştibûn û hemû jî qebûl dikir, lema hakim cezayê îdamê dayê.
Wî jî îtîrazî biryara hakim nekir û îdama xwe qebûl kir.
Hakim daxwaza wî ya dawî jê pirsî.
Bîstekê fikirî û got:
-Ez dixwazim tu ji bo şevekê min berdî, soz ezê sibe vegerim.
Gelkî li ber hakim geriya. Dawiya dawî hakim rabû ew ji bo şevekê berda.
Ji zûda li pê bênamûsekî bû, dixwest wî bikuje, lê fersend nedîbû. Bi şev çû ket mala yê bênamûs û jê ra got rabe ser xwe ezê te bikujim! Bira tu bibî bênamûsê dawiyê.
Mêrik rabû ser xwe û jê ra got:
-Baş e em bibêjin te ez kuştim, lê tu yê cîranê min çi bikî? Wî jî ev bênamûsî, ev bênamûsî kiriye. Em bibêjin te ew jî kuşt. Lê cîranê min yê din jî bênamûs e, tu yê wî çi bikî? Em bibêjin te ew jî kuşt, lê felan kes jî bênamûs e. Tu yê wan çi bikî? Ma tu dikanî bi kuştinê dawiya bênamûsan bînî? Bênamûs pir in û bi kuştinê dawiya wan nayê.
Bi vî hawî mêrik bi dehan bênamûsên ji xwe gelkî bênamûstir ji kûpê namûsê ra jimartin.
Kûpê namûsê dev jê berda, ew nekuşt û çû teslîm bû.
Roja din hakim jê pirsî, got te çi kir?
Wî jî çîroka xwe ji serî heta dawî ji hakim ra ta bi têve kir û got:
- Min xwest herim bênamûsekî bikujim, lê min ew nekuşt. Çimkî min fêm kir ku dawiya bênamûsan nayê, lema jî min ew bênamûs nekuşt…
Li ser vê, hakim got, :
-Madem tu ev mêr î, ez jî te efû dikim. Lê hay ji xwe hebe, tu jî wekî nebe…
Bi rastî jî bênamûs pir bûne, êdî wek berê fedî medî jî nemaye, di medyayê da dengê wan ji kesên binamûs bêtir derdê, ji kesên binamûs cesûrtir hereket dikin. Ji ber ku bûne havalên dijmin, dewlet li pişt wan e. Di telewîzyonan da, di rojnameyan da wek abûqatên dewletê her roj êrîşî kurdan dikin û qetlîamên dewletê diparên.
Lê helbet ev dewran jî ewê derbas bibe û rojekê were,
dewletê wan ji ber deriyê xwe biqewitîne…
Ez pir meraq dikim wê wextê ewê bi ku da herin û bibin zilamên kê?





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE