25 mars 2016

Dewleta tirk berê Sûr wêran kir û nuha jî dest danî ser

Dewleta tirk berê Sûr wêran kir û nuha jî dest danî ser hemû mal û milkên xelkê
Her kes li bende bû yasaxa derketina derve li Sûrê ewê rabe û miletê vegere ser xerabeyên malên xwe.
Lê dewleta tirk ji dêlî wê ve bi fermana Erdogan dest danî ser Sûrê. Heyeta wezîran bi qerarnameyeke di 21ê mehê da hema hema tevayiya Sûrê kiriye malê dewletê û biyar jî di rojnameya resmî ya îro da hat weşandin.
Ev jî zafera PKKê ya xendekan e.
Ji alî huqûqî da xwediyên avahiyan û belediye kane çi bike û çi neke ez nizanim.
Gelo dewlet bi vê zorbatiyê, bêyî ku haya xwediyên milkan bigihînê, bêyî ku ji kesî bipirse kane dest deyne ser mal û milkên xelkê?
Û gava bike, xwediyên milkan û belediye kane çi bike?
Ev xesp û zorbatî gava dewletê ya pêşî ye, nehatiye gotin di gava duyem da dewlet dixwaze li Sûrê çi bike û rengekî çawa bidê.
Lê bi îhtîmaleke mezin di gava duyem da ewê Sûrê bikin qişleyeke leşkerî, ewê kurdan ji nava mal û avahiyên wan derxin, nehêlin kes xaniyên xwe lêkin û di dewsa wan da leşker û polîsan li wir bi cî bikin, bikin herêmeke di bin destê dewletê da. Belkî jî ereban bînin lê biçî bikin.
Li derên din jî ewê eynî tiştî bikin, ewê bi sedhezaran leşker û polîsên din jî li Kurdistanê bi cî bikin.
Şerê xendekan kurd ji dewletê ra avêtin erdê û dewlet ket ser dilê kurdan. Îcar emê vê dewleta tecawizkar û faşîst çawa ji ser xwe rakin ez nizanim…

XXX


Li gorî vê xebera Rûdawê, serokê Sûriyê Beşer Esad çav bi Erdogan ra kurç kiriye, gotiye ”ji bo parastina yekparetiya welatên xwe em mecbûr in bi ra bin.”
Yanî ji bo ku li Sûriye û li Tirkiye kurd nebin xwedî maf û Sûriyê û Tirkiye perçe nebe dibê em şerê hev nekin û li hemberî kurdan hêzên xwe bikin yek.
Dijminên kurdan çiqasî li dijî hev bin jî, çiqasî şerê hev bikin jî li hemerî kurdan tim dibin yek. Lema jî ev gotinên Esed zêde ne xerîb in.
Di normalê da dibê Esed li hemberî dewleta tirk û hukûmeta AKPê û Erdogan gelek gotinên giran bigota. Ji ber ku wan welatê wî wêran kirin û bi sedhezaran hemwelatiyên wî dan kuştin.
Lê li gorî wezîrê karên der yê Tirkiyê Şukru Sina Gurel, Esed di heqê berpirsiyarên Tirkiyê da yek gotineke xerab jî negotiye, gotiye dijminatiya wî bi tu kesî ra tuneye û ”em neçar in bira bin…”
Şukru Sina Gurel çima çûye Sûriyê, kê ew şandiye, Esed ji bo çi bi wî ra rûniştiye ew jî ne diyar e û tarî ye… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE